t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber...

16
Adar a îsal ne tenê ji bo şahi- yên Newroz’ê veqetandiye, belkî bûyerek hîn giringtir ji bo kurdan di vê mehê de pêk tê. Herçiqasî ev hilsengandin ji ber giringiya Newroz’ê bo gelê kurd ne di cih de bixuyê jî, lê hilbijartinên Par- lamena İraq’ê ku wê di 7’ê Adar‘ê de pêk werin, bo bandora kurdan li Bexda’yê û bi vê yekê bo pêşeroja Herêma Kurdistan’ê xwedî giringiyek mezin e. Berovajî hilbijartinên Parla- mena İraq’ê yên 2005’an ku kurd ji bilî çend berendamên ser- bixwe bi du lîsteyan beşdarî hil- bijartinan bûn, vê carê kurd bi çar lîsteyan (Hevpeymaniya Kurdistan, Goran, Komela û Yekgirtû) beşdarî hilbijartinan dibin. Gelek kes beşdarbûna kur- dan bi çar lîsteyên cuda ne di berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen- dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî 59 kursî ne. Di hilbijartinên pêş de tê pêşbînîki- rin ku kurd hejmara kursiyên xwe derxînin 60-70 kursiyan. Pisporên siyasî li bendê ne ku Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan bi derdora nivê kursiyên kurdan bibe lîsta yekê û Lîsta Goran jî bibe lîsta duyem. Komeleya Îs- lamî û Yekgirtûya Îslamî jî ji bo rêza sêyem di rikberiyê de ne. Hilbijartinên îsal ji bilî pirr- bûna lîsteyan çendîn guherînên din jî bi xwe re tîne. Berovajî hil- bijartinên borî, ku dengdêran tenê maf hebû ku dengê xwe bidin lîsteyeke girtî, di van hilbi- jartinan de dengdêr xwedî du dengan in: Yek ji bo lîste û yek jî ji bo berendamên di nav lîsteyan de. Bi vê guhertinê dengdêr ne tenê biryarê li ser serkeftina lîs- teyan didin, lê biryarê didin ka kîjan berendam ji nava lîsteyê bi ser dikeve û diçe Bexda’yê. Sê hefteyan beriya hilbijarti- nan propaganda lîsteyan li He- rêma Kurdistan’ê jî gurr bûye û ji niha ve dixuyê ku rikberiya herî dijwar wê di navbera Hev- peymaniya Kurdistan û Lîsta Goran li Silêmanî û Kerkûk’ê be. Tevî ku gelek derdor bi guman in ku rikberiya di navbera herdu lîsteyan bibe sedema tun- diyan jî, lê pisporên siyasî ne li benda şîdetê ne, ji ber ku pêy- wendiya van hilbijartinan ji rik- beriya hundirê Kurdistan’ê zêdetir bi hêza kurdan li Bex- da’yê heye û aramiya li Kurdis- tan’ê di berjewendiyê hemû kurdan de ye. ر ز ژ ه ن د نرد وا 13 t www.lemondediplo-kurdi.com [email protected] HEJMARA SIBAT’Ê DERKET · LI FIROŞGEHAN MONDE diplomatique kurdî LE KURDIStANî u 3 Bexda projeya destûra herêmê tehdîd dike DîASpORA u 10 9 7 7 1 8 6 9 1 0 4 0 0 0 0 7 Great Britain 4 1 9 1 6 3 1 7 0 1 5 0 6 0 0 0 0 8 Hilbijartinên İraq‘ê Kurd dikarin bi çar lîsteyan yek deng bin? رد و و دا ÇAPA EWRÛPA Deutschland 1,50 Euro | Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK Hejmar / Nr. 32 | 16. Sibat / Februar 2010 | www.rudaw.net 7 t د: د ور Armanc almanî li Kurdistan’ê bibe zimanê zanistê 11 t Endameka PKK’ê ku li Ûk- rayna hat girtin bi xetera şandina Tirkiye’yê re rûbirû ye. Kurda bi navê Heval Menal ku bi emdam- tiya PKK’ê tê tawanbarkirin, ji aliyê îstîxbarata ûkraynî ve li ba- jarê Odessa’yê du meh berê ha- tibû girtin. Li gor hinek çavka- niyan Heval Menal li ser dax- waza Tirkiyê hatiye desteserkirin û ew bi rêya Înterpol’ê hatiye daxwazkirin. Tê gotin ku kurda navbirî demekî li Başûrê Kurdis- tan’ê li baregehên gêrîlla maye û ji ber rewşa xirab a tendirustî ew şandine Ûkrayna. Menal niha di girtîgeha bajarê Kiev de ye. Tê gotin ku dibe ku Ûkrayna wê ra- destî Tirkiye’yê bike, lewma ji- yana wê di xeterê de ye. Berdevkê KCK’ê Ahmed Denîz nûçeya destgîrkirina Me- nal piştrast kir: “Dixwestin wê teslîmî Tirkiye’yê bikin, lê xeter li ser jiyana wê heye, lewma ji aliyê hinek rêxistinên mafên mi- rovan ve kar li ser dosyeya wê tê kirin.” HEVpEyVîN u 15 Parêzgar Newzad Hadî: Li Hewlêr’ê 400 hezar otomobîl hene KESKESOR u 16 Sibel Can bi 40 hezar dolaran Newroz’ê pîroz dike! ÇAND Û HUNER u 8 Karîkaturîst İnayet Dîko: Rewşenbîrên me ji mizdanê gelek hez dikin! Li Berlinale bratiya Bollywood û Hollywood! Li Silêmanî festîvala fîlmên jinan JIN Û CIVAK u 9 Ûkrayna endameka PKK’ê radest dike? 4 milyon kurd bi 4 lîsteyan tevlî hilbijartinan dibin! (Wêne: Rûdaw) Bi xatirê we! FAYSAL DAĞLI Xwînerên hêja, nêzî heşt me- han e em di Rûdaw’ê de bi hevre ne. Di vê maweyê de me xwest em rojnameyeke serbixwe, nû- çeyî û netewî derxînin. Heta ji destê me hat, me hewlda ku em bigîjin vê armanca xwe. Hêwî- darim Rûdaw a Ewrûpa bi van taybetiyên xwe derbasî dîroka çapemeniya kurd bibe. Di hemû çîrokan de dawiyekî heye. Ji bo min jî dawiya serpê- hatiya Rûdaw’ê hat. Ez xebata Rûdaw’ê êdî dewrê hewalên din dikim. Helbet emê di jiyana roj- namevanî û ragehandinê de di gelek qadên din de rastî hevûdû werin. Bi hêwî me ku meşa Rû- daw’ê li gor îdeal û pêwîstiyên xwînerên kurd bidome. Ji hevkar û xwînerên Rûdaw’ê re gelek spas dikim ku bi ked û baldariya xwe piştgirî kirin. Ji Edîtor Kajol Devgan www.arsivakurd.org

Upload: duongthu

Post on 12-Dec-2018

238 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Adar a îsal ne tenê ji bo şahi-yên Newroz’ê veqetandiye, belkîbûyerek hîn giringtir ji bo kurdandi vê mehê de pêk tê. Herçiqasîev hilsengandin ji ber giringiyaNewroz’ê bo gelê kurd ne di cihde bixuyê jî, lê hilbijartinên Par-lamena İraq’ê ku wê di 7’êAdar‘ê de pêk werin, bo bandorakurdan li Bexda’yê û bi vê yekêbo pêşeroja Herêma Kurdistan’êxwedî giringiyek mezin e.

Berovajî hilbijartinên Parla-mena İraq’ê yên 2005’an kukurd ji bilî çend berendamên ser-bixwe bi du lîsteyan beşdarî hil-bijartinan bûn, vê carê kurd biçar lîsteyan (HevpeymaniyaKurdistan, Goran, Komela ûYekgirtû) beşdarî hilbijartinandibin. Gelek kes beşdarbûna kur-dan bi çar lîsteyên cuda ne diberjewendiyên kurdan de dibîninû guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûnadengên kurdan ji dest bidin.

Di Parlamena İraq’ê ya nihade kurd xwedî 59 kursî ne. Dihilbijartinên pêş de tê pêşbînîki-rin ku kurd hejmara kursiyênxwe derxînin 60-70 kursiyan.Pisporên siyasî li bendê ne kuLîsta Hevpeymaniya Kurdistanbi derdora nivê kursiyên kurdanbibe lîsta yekê û Lîsta Goran jî

bibe lîsta duyem. Komeleya Îs-lamî û Yekgirtûya Îslamî jî ji borêza sêyem di rikberiyê de ne.

Hilbijartinên îsal ji bilî pirr-bûna lîsteyan çendîn guherînêndin jî bi xwe re tîne. Berovajî hil-bijartinên borî, ku dengdêrantenê maf hebû ku dengê xwebidin lîsteyeke girtî, di van hilbi-jartinan de dengdêr xwedî dudengan in: Yek ji bo lîste û yek jîji bo berendamên di nav lîsteyande. Bi vê guhertinê dengdêr netenê biryarê li ser serkeftina lîs-teyan didin, lê biryarê didin kakîjan berendam ji nava lîsteyê biser dikeve û diçe Bexda’yê.

Sê hefteyan beriya hilbijarti-nan propaganda lîsteyan li He-rêma Kurdistan’ê jî gurr bûye ûji niha ve dixuyê ku rikberiyaherî dijwar wê di navbera Hev-peymaniya Kurdistan û LîstaGoran li Silêmanî û Kerkûk’êbe. Tevî ku gelek derdor biguman in ku rikberiya di navberaherdu lîsteyan bibe sedema tun-diyan jî, lê pisporên siyasî ne libenda şîdetê ne, ji ber ku pêy-wendiya van hilbijartinan ji rik-beriya hundirê Kurdistan’êzêdetir bi hêza kurdan li Bex-da’yê heye û aramiya li Kurdis-tan’ê di berjewendiyê hemûkurdan de ye.

�ۆ ه��� ژ�� زۆر�� ���وا� ��رد���ن � د���ن

13 t

[email protected]

HEJMARA SIBAT’Ê DERKET · LI FIROŞGEHAN

MONDE

diplomatique kurd

îLE

KURDIStANî u 3

• Bexda projeya destûra herêmê tehdîd dike

DîASpORA u 10

9 771869 104000

07

Gre

at

Brita

in

4 191631 701506

00008

Hilbijartinên İraq‘ê

Kurd dikarin bi çar lîsteyanyek deng bin?

�رد�� ����دا�� ��و�� ��و �

�� ���ۆ�

ÇAPA EWRÛPA

Deutschland 1,50 Euro | Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK Hejmar/Nr. 32 | 16. Sibat /Februar 2010 | www.rudaw.net

7 t

�د:���� ���� �����د� � �� ������ � ر��و��� ���

• Armanc almanî li Kurdistan’ê bibezimanê zanistê

11 t

Endameka PKK’ê ku li Ûk-rayna hat girtin bi xetera şandinaTirkiye’yê re rûbirû ye. Kurda binavê Heval Menal ku bi emdam-tiya PKK’ê tê tawanbarkirin, jialiyê îstîxbarata ûkraynî ve li ba-jarê Odessa’yê du meh berê ha-tibû girtin. Li gor hinek çavka-niyan Heval Menal li ser dax-waza Tirkiyê hatiye desteserkirinû ew bi rêya Înterpol’ê hatiyedaxwazkirin. Tê gotin ku kurdanavbirî demekî li Başûrê Kurdis-tan’ê li baregehên gêrîlla maye û

ji ber rewşa xirab a tendirustî ewşandine Ûkrayna. Menal niha digirtîgeha bajarê Kiev de ye. Têgotin ku dibe ku Ûkrayna wê ra-destî Tirkiye’yê bike, lewma ji-yana wê di xeterê de ye.

Berdevkê KCK’ê AhmedDenîz nûçeya destgîrkirina Me-nal piştrast kir: “Dixwestin wêteslîmî Tirkiye’yê bikin, lê xeterli ser jiyana wê heye, lewma jialiyê hinek rêxistinên mafên mi-rovan ve kar li ser dosyeya wê têkirin.”

HEVpEyVîN u 15

• Parêzgar Newzad Hadî:Li Hewlêr’ê 400 hezar otomobîl hene

KESKESOR u 16

• Sibel Can bi 40 hezar dolaran Newroz’ê pîroz dike!

ÇAND Û HUNER u 8

• Karîkaturîst İnayet Dîko: Rewşenbîrênme ji mizdanê gelek hez dikin!

• Li Berlinale bratiya Bollywood û Hollywood!

• Li Silêmanî festîvala fîlmên jinan

JIN Û CIVAK u 9

Ûkrayna endameka PKK’ê radest dike?

4 milyon kurd bi 4 lîsteyan tevlî hilbijartinan dibin! (Wêne: Rûdaw)

Bi xatirê we!FAYSAL DAĞLIXwînerên hêja, nêzî heşt me-

han e em di Rûdaw’ê de bi hevrene. Di vê maweyê de me xwestem rojnameyeke serbixwe, nû-çeyî û netewî derxînin. Heta jidestê me hat, me hewlda ku embigîjin vê armanca xwe. Hêwî-darim Rûdaw a Ewrûpa bi vantaybetiyên xwe derbasî dîrokaçapemeniya kurd bibe.

Di hemû çîrokan de dawiyekîheye. Ji bo min jî dawiya serpê-hatiya Rûdaw’ê hat. Ez xebataRûdaw’ê êdî dewrê hewalên dindikim. Helbet emê di jiyana roj-namevanî û ragehandinê de digelek qadên din de rastî hevûdûwerin. Bi hêwî me ku meşa Rû-daw’ê li gor îdeal û pêwîstiyênxwînerên kurd bidome. Ji hevkarû xwînerên Rûdaw’ê re gelekspas dikim ku bi ked û baldariyaxwe piştgirî kirin.

Ji Edîtor

Kajol Devganwww.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Rûdaw2 Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010Kurdıstanî

HÊMİN BABAN REHÎM

Hewlêr - Berpirsê Dezgeha Hil-bijartinan a Komeleya Îslamî dibêjebo bidestve anîna rêza sêyem dinav lîstên Kurdistan’ê de di hilbi-jartinên 07.03.2010’an de, hevri-kiyê li gel Yekgirtû dikin, lêBerpirsê Dezgeha Hilbijartinan aYekgirtû jî dibêje Komele wek hev-rikê xwe nabînin û rêza sêyem jiwan re misoger e.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan aKomeleya Îslamî ya Kurdistan’êZana Rûstayî bo Rûdawê ragehandku Komele ya Îslamî bi lîsteke ser-bixwe li 6 parêzgehên Iraqê bi 43berendaman tevî hilbijartinan dibe,û di kampîna hilbijartinan de pêda-giriyê liser parêzgeha Silêmaniyêdikin jiber “Jimara herî zêde yadengderên lîsta Komeleya Îslamî li

parêzgeha Silêmaniyê ne, piştre liHewlêr û Dihokê ne.” Zana Rûstayîpêşbîniya bidestve anîna 2-3 kursi-yan dike: “Bi kêmanî emê dû kur-siyan bidestve bînin.” Navborî ronkir ku di kampîna hilbijartinan de,“Di seranserê proseyê de Îslamî-bûna me diyar e. Komele bêhtir pê-dagiriyê liser pirsên olî û sincî dike,herwiha em di dirûşmên xwe de pê-dagiriyê liser nehiştina gendeliyê ûxweşikkirina sîmayê Herêma Kur-distan’ê di warê mafên mirovan de,dikin.”

Zana Rûstayî hevrikiya lîsteyaxwe li gel Lîsta Yekgirtû liser bi-destve anîna rêza sêyem di hilbijar-tinan de tekez dike û wiha dibêje:“Dengderên ku biryara xwe yekalînekirine dengên xwe bidin kî ji sedî20 ji tevahiya dengderan pêk tînin.Em dixwazin van dengderan qa-

zanc bikin û çaverê dikin li Kurdis-tan’ê rêza sêyem bînin piştî LîstaHevpeymanî û Goran. Hevrikê meliser rêza sêyem Yekgirtû ye.”

Lê Berpirsê Dezgeha Hilbijarti-nan a Yekgirtû Beşîr Mihemed kulîsteya wan li 7 parêzgehan bi 122berendaman tevî hilbijartinên par-lamenê Iraqê dibe, di daxwiyani-yekê de bo Rûdawê got ku rêzasêyem ji wan re misoger e û Ko-mele ne hevrikê wan e liser vê rêzê:“Li gor pêşbîniyan Lîsteya Goran liKurdistan’ê dûyem dibe, loma Lîs-teya Yekgirtû lîsteya sêyem dibejiber ku tê çaverêkirin Lîsta Goranjimareke zêdetir ya kursiyan li gorme bidestve bîne. Li gel ku di herhilbijartinekê de sûprîz jî hene, lêKomele ya Îslamî ne hevrikê me yejiber pileya sêyem bo me yekalîbûye.”

Yekgirtû û Komele rikberiyalîsteya sêyem dikin

NEWzAD MEHMÛD

Silêmanî - PDK’ê û YNK’ê, dehparlamenterên Bexda bo gera da-hatû ya parlamenê berbijar kirine ûBizava Goran jî Bayezîd Hesen dinav lîsta xwe de daniye. Lê Komelû Yekgirtû ya Îslamî tu Parlamen-terekî berê ên xwe berendam neki-rine.

Ji aliyê PDK’ê ve heryek ji Dr.Mehmûd Osman, Sîrwan Kakeyî,Arif Teyfur, Mihemed Xelîl û Muh-sîn Sedun û ji aliyê YNK’ê jî, Dr.Fûad Masûm, Firyad Rewandizî,Xalîd Şiwanî, Ala Talebanî û Ebdul-barî Zêbarî, ji bo gera dahatû ya Par-lamenê İraq’ê hatine berbijarkirin.

Gelek ji lîsteyên îraqî ên erebî ji-mareyek zêde ji Parlamenterên xwedûbare berbijar kirine, ku rêjeyawan digihe ji sedî 20 di nav hineklîstan de. Li gor pîvanên navdewletîjî divê ew rêje ji sedî 15 – 20 e, jibo ku şarezayî di parlamenê de bi-mîne.

Berpirsê Buroya HilbijartinaPDK Cefer Emînkî, diyar dike, wanwek partî ew pênc parlemanter liserwê bingehê berbijar kirine ku wanrola zêde hebûne li pêşîgirtin jipirsgirêka herêmên cihê nakokiyê.Emînkî got, di welatên demokratîkde jimareyek ji wan parlamenterênku rolê baş lîstine, careke din tênberbijarkirin: “Me jî liser wê bin-gehê ew pênc parlamenter berbijarkirine.”

Berpirsê Buroya HilbijartinaYNK’ê ji bo destnîşankirina wanpênc parlamneterên YNK’ê, bo Rû-daw’ê diyar kir: “Tu lihevhatinek dinavbera me û PDK’ê de tunebûyeku me ew parlamenter berbijar ki-

rine, belku liser pîvana cografî meew pênc berendam kirine. Em hê-vîdar in di gera dahatû ya parla-menê de ew bikarin rolekî zêdetirbilîzin.”

Di sala 2003’an de, serkirdaye-tiya Yekgirtûya Îslamî biryarek der-kir ku tu kes di nav Yekgirtû denikare dûbare posteke hikûmetî ûparlamenî werbigire. Her di çarço-veya wê biryarê de, tu yek ji parla-menterên Yekgirtû ku niha li CivataNûneran li Bexda ne, nehatine ber-bijarkirin.

Endamê Polîtburoya Yekgirtû yaÎslamî Selahedîn Babekr di vê der-barê ji bo Rûdaw’ê wiha axifî:“Tenê serkirdayetiya Yekgirtû di-kare wê biryarê biguherîne.” Sela-hedîn Babekir wê biryarê bi dursitdizane û dide zanîn, hemû endamênYekgirtû jî wê biryarê diparêzin.

Wek çavkaniyeke agahdar rage-hand, di dema diyarîkirina berbija-ran de dû nerînên cuda di navYNK’ê de hebûye, dîtinek ew bûyezêdeyî wan pênc kesan werin ber-bijarkirin û nerîna dûwem jî ligelwê yekê bûye hemû berbijar ên nûbin.

Dr. Mehmûd Osman ku wek ber-bijarê PDK ji Lîsta HevpeymaniyaKurdistan li Silêmaniyê hatiye ber-bijarkirin, bawer e diviya hemû ewParlamenterên ku karên baş kirineû di nav Parlamenê de diyar bûn,careke din bihatana berbijarkirin,Dr. Osman wiha axifî: “Ne heq bûew bên guhertin.” Dr. Osman diberdewamiya axaftina xwe nerînaxwe wiha anî ziman: “Her partiyekew parlamenterên xwe ku azmûn ûjêhatîbûna wan heye, dûbare beren-dam neke, wê bixwe zirarê bike.”

PDK û YNK 10 parlamenterên kevndişînin Bexda’yê

Di nivîsara xwe ya berê de, minnivîsîbû ku hilbijartinên vê carêzêde girîng in. Lê belê hilbijartinnabin sedemê vê yekê ku di şev ûrojekê de balansên siyasî li He-rêma Kurdistan’ê hilweşin, lê wekxwe amadekirinekê ne ku partî dipêşerojê de bi tenê tevî nav hilbi-

jartinan bibin û piştre bihev re bik-evin hevpeymaniyan de.

Berî hilbijartinên temûza borî,di hundirê PDK’ê de nerînekebihêz hebû ku digot bila her kes bitenê tevî hilbijartinan bibe û piştîhilbijartinan bi hev re hevpeyma-niyan bikin. Niha li gel ku PDK ûYNK’ê hevpeyman in jî, lê bi rêyahilbijartina berendaman, vê carêderfeta wê yekê hatiye pêş ku herhizbek giraniya xwe ya rasteqînene bi tenê di hundirê sînorên He-rêma Kurdistan’ê de lê herwiha lidervey van sînoran jî, yanî liMusil, Xaneqîn û Kerkûkê jî nasbike.

Rêbaza ku alîgirên şepola Sedrî

di hilbijartinên vê carê de peyrewdikin, dibe ku li ber guhê PDK,YNK’ê û Tevgera Goran jî ketibe.Bi mebesta bidestve anîna dengênberendamên xwe liser astê tax,bajar û bajarokan, Şepola Sedirî liher taxekê berendamekî xwe dest-nîşan kiriye da ku rê li ber valaçûna dengên wan bigre û di hemandemê de îspat bike kî li kuderê pi-ranî ye.

Ji aliyekî din ve jî, niha di hun-dirê hizban bi xwe de jî, nemaze dihundirê YNK’ê de hevrikiyeketund li holê ye bo serxistina beren-damên ku ji aliyê baskan hatinepêşniyarkirin, herwiha hewldanênserxistina wan tên dayîn. Ev yekcareke din nîşanderê karîgeriyavan baskan e li navçeyên ku wekyên xwe dizanin.

Tê gotin ku PDK wê li navçeyaBehdînan û Musil’ê rastî sûprîzanbê. Goran û Yekgirtû behsa vê xalê

dikin, lê xwezaya van sûprîzannayê gotûbêjkirin. Lê belê sûprîzbê lihevkirina jêr bi jêr bo guhe-randina dengan di navbera lîsteyande serî nagire, lê Yekgirtû red dikeku lihevkirineke bi vî awayî li gelTevgera Goran kiribe.

Eşkere ye wê hevrikiya herîtund li Kerkûk û Silêmaniyê rûbide. Ji roja yekem ve, Goran îdîadike ku posterên wan li seranserêKurdistan’ê hatine dirandin. Lêher ku hilbijartin nêzîktir dibin, îh-tîmala derketina girjî û nakokiyanzêdetir dibe. Divê hikûmet rolekêaktîf û serbixwe di rêvebirina pro-seya kampanya propaganda hilbi-jartinan de, bilîze.

Gelek hisab û misab ji her 60-62kursiyên ku tê çaverêkirin bibinbeşê Herêma Kurdistan’ê li parla-menê dahatû yê İraq’ê de, tênkirin. Li gor pêşbînî û texmînên ji-mareke zêde ya kesan, PDK dikare

nîvê van kursiyan bidestve bîne ûderbarê kursiyên din jî derfetaGoran a serkeftinê ji ya YNK’ê zê-detir e nemaze piştî ku di hundirêYNK’ê de bi mebesta serxistinaberendamên baskan hevrikiyêdestpê kir. Beşdarînekirin û xwedûrgirtina vê carê (tê gotin beşda-riyê di kampanya propaganda hil-bijartinan de nake) ya NêçîrvanBarzanî wek Cîgirê Serokê PDK’êdi van hilbijartinan de, dibe kubandoreke negatîf liser dengênPDK’ê bike.

Ger rêjeya beşdariyê li HerêmaKurdistan’ê bilind be jî, lê alozi-yên sîstema dengdanê ya vê carêku heta niha jimareke zêde yakesên xwendevan jî nizanin çawadengên xwe bidin, dibin sedem kugelek deng ne li Herêma Kurdis-tan’ê bi tenê lê belê li seranserêİraq’ê jî; ger wiha dom bike, valabiçin.

RÊBIWAR KERÎM WELÎ

Hilbijartin û pêşbînî

Gelek ji lîsteyên îraqî ên erebî jimareyek zêde ji Parlamenterên xwe dûbare berbijar kirine. (Wêne: Rûdaw)

“Her partiyek ew parlamenterên xwe kuazmûn û jêhatîbûna wan heye, dûbareberendam neke, wê bixwe zirarê bike.”

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

HAWAR EBDuLREzAQ

Hewlêr - Pisporê amerîkî di Lij-neya Washington bo PolîtîkayênRojhilata Navîn û şarezayê karûba-rên navxweyî yên İraq û HerêmaKurdistan’ê Wayne White ragihandku Şîa û Sunnî karekî xelet dikinger hewl bidin postê serokkomariyêji kurdan bistînin. Di heman demêde White got ku di “berjewendiyakurdan” de ye ger hêz û pêkhateyênsiyasî yên Herêma Kurdistan’ê be-revajî siyaseta dema borî “bi awa-yekî ciddî guhê xwe bidin dilgi-raniya kêmneteweyên din û dilso-ziyeke rasteqîne li hember daxwa-ziyên neteweyên ji bilî kurdan,pêşan bidin.”

Wayne White yê ku xwedî agahi-yên baş e li ser rewşa niha ya He-rêma Kurdistan û İraq’ê, dihevpeyvîneke li gel Rûdaw’ê anîziman ku hevrikî û rikaberiyên si-yasî li Herêma Kurdistan’ê zirarênagihîne pêgeha kurdan li Bexda lêberevajî vê çendê: “Dibe ku pêgehaHerêma Kurdistan’ê bihêztir bi-kin.” White hêvî jî kir ku kampan-yên propaganda hilbijartinan liHerêma Kurdistan’ê neguherinkarên girjî û tundûtûjiyê, lê diheman demê de jî got: “Nabe îhtî-mala derketina şer û nakokiyan bêpaşguhxistin.”

Derbarê vê yekê gelo ev dabeş-

bûnên siyasî wê bibin sedemê kukurd piştî hilbijartinan postê serok-komariyê ji dest bidin, wek kuhinek çavdêran pêşbînî kiriye,White wiha got: “Ger hêzên kurdîzêde bi hev re tund bin, dibe kuzerar bigije pêgehê kurdan li der-veyî Herêma Kurdistan’ê, lê nabeSunnî û Şîa hewl bidin postê serok-komariyê ji kurdan bistînin. Sero-kayetiya kurdan di van çend salênrabirdû de roleke girîng lîst û ber-jewendiyên niştîmanî li ber çav gir-tin. Ji ber van nerînan Talabanîhinek alîgirên xwe li hundirê He-rêma Kurdistan’ê wenda kirin ji berku kurdan hinek caran wiha hest ki-riye ku Talabanî berjewendiyên

kurdan piştguh dike, lê bi baweriyamin ev yek xelet e. Talabanî serokêtevahiya İraq’ê bûye û divê kurdfam bikin ku pêwîst e Talabanî divî postê girîng de karên wiha bike.”

Di salên navbera 2000-2005’ande, Wayne White Cîgirê Serokê Ni-vîsîngeha Lêkolîn û Agahiyên Roj-hilata Navîn li Wezareta Derve yaAmerîka bûye û di dawiya salênheştêyan ji sedsala borî jî di beşê ci-vandina agahiyan a ser bi WezaretaDerve, li welatên Rojhilata Navînkar kiriye. Li gor White divê hêzênkurdî li gel hêzên siyasî yên İraq’êhevpeymaniyan dirust bikin lê domdike: “Bi mercê ku mebest ji vanhevpeymaniyan ne gihandina ze-rarê bi hêzeke din a Herêma Kur-distan’ê be.”

Derheqê wê yekê jî ka gelo divêkurd çi bikin da ku jimareke zêdeya dengan li derveyî sînorên He-rêma Kurdistan’ê di van hilbijarti-nan de bidestve bînin, navborî got:“Divê partiyên siyasî yên kurd soz-dariyeke ciddî di derbarê daxwazi-yên neteweyên ji bilî kurdan pêşanbidin. Di dema borî de hat xuyaki-rin ku siyaseta kurdan di derbarêereb, tirkmen û mesîhiyan de bi yekawayî ye û bi tenê berjewendiyêngelê kurd li berçav digre. Lewma diberjewendiya gelê kurd de ye gerku bi awayekî ciddî guh bidin nîge-raniya kêmneteweyên din.”

3Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Kurdıstanî

“Nabe serokkomarî ji kurdanbê stendin”

Wayne White (Wêne: Rûdaw)

QuBAD TALABANÎ*

Serdana Serokê Herêma Kurdis-tan’ê Mesud Barzanî bo Amerîka,hebûna wê peywendiya taybet dise-limîne ku di navbera Herêma Kur-distana İraq’ê û Amerîka de heye ûxurt jî bûye. Serok Barzanî û şandapê re ne tenê ji aliyê Serok Obamave li Koşka Spî hatin pêşwazîkirin,lê pênc rojan li wir man û li derdoraWashington’ê geriyan û li gel çen-dîn kesên payebilind ên sîstema si-yasî ya Amerîka hevdîtin pêk anîn.Civîn pêkhatîbûn ji xwarina nîv-royê li gel Cîgirê SerokkomarêAmerîka’yê Joe Biden û civînek biserkirdên Kongreyê ku SerokaKongreya Amerîka Nancy Pelosimêvandariya wê civînê kir.

(...) Serok Barzanî bi mebestawergirtina bersiva pirsekê hat Ame-rîka, ew jî ew bû, ‘Gelo vekişyanaarteşa Amerîka ji İraq’ê, bi wateyavekişyana piştgiriyê û nemana ber-pirsyariya Amerîka li İraq û Kurdis-tan’ê ye? Di civînê de me guhdariya‘nexêreke’ zelal û eşkere kir. Her-wiha berdewam bi me hat ragehan-din ku Amerîka wê hewlên xwebidomîne ji bo ku alîkariya hêzên si-yasî ên hundirê İraq’ê bike da ku liser nakokî û dijheviyan zal bin. Her-wiha wê îdareyê hezkirina xwediyar kir ku Herêma Kurdistan’ê

pêşketin û geşekirinên xwe bido-mîne, di heman demê de li ser rolaxwe ya sereke di proseya demokra-tîkkirina İraq’ê de berdewam be.

Lê ya ku ji bo min zêde cihêkêfxweşiyê bû, dubarekirina pêda-giriya Amerîka nebû ku her piştgi-riya İraq’ê dike an pesna Amerîkabo Hikûmeta Herêma Kurdistan’êtîne ziman ji bo wê rolê erênî ku liİraq’ê hebûye, di rastiyê de dîtinaçêkirina bingeha wê peywendiyataybet bû ku di navbera Amerîka ûKurdistan’ê de heye, peywendiyekku ji peywendiya taktîkî û silavdanû himbêzkirina hev derkeve, gavan

biavêje bo peywendiyeke zêdetirsereke û stratejîk. Peywendiyek kunigeranî û stratejiyeke hevbeş têdebê behskirin û armanc û hêviyênherdu aliyan têde werin diyarîkirin.

(...) Divê em hewl bidin ev pey-wendiya taybet bidome û kulîkanderxe. Divê em hewl bidin ku hev-peymaniya me û têkiliyên me li gelAmerîka ku dîroka wê tejî karesat,firotin û hevaltî ye, hêviyê bidexelkê me ji bo pêşerojeke geş ûasûde bo xweşderbaskirinê.*Nûnerê Hikûmeta Kurdistan’ê li Amerîka

(Nivîs ji Webloga taybetî ya Qubad Tala-

banî hatiye wergirtin.)

Barzanî bersiva pirsa xwe ji Amerîka wergirt

Hewlêr - Li gel nêzîkbûna demahilbijartinan, di nav elîta siyasî ûyasayî ya Herêma Kurdistan’ê detirsek peyde bûye ku derfeta biryar-danê li ser projeya destûra HerêmaKurdistan’ê bi rêya referandûmê biyekcarê lawaz bûbe û ew dem êdîqediyabe ku kurd bi awayê ku dix-wazin biryarê li ser projeyê destûrêxwe bidin.

Piştî ku Parlamena Kurdistan’êdi Hezîran a borî de bi tevahiyadengên 97 parlamenteran projeyadestûra Herêma Kurdistan’ê pesendkir, biryar bû di 25’ê Tîrmeh a borîde li gel hilbijartinên ParlamenaKurdistan’ê proje bikeve referan-dumê, lê bilindbûna dengên nerazî-bûnê ji aliyê çend aliyên navxwe ûpiştre nerazîbûna Bexda û guşarênAmerîka bûn sedemên paşxistinapêkanîna referandûmê.

Mafperwer û endamê gera borîya Parlamena Kurdistan’ê Dr. NûrîTalabanî bo Rûdaw’ê ragihand: “Ligor destûra İraq’ê, mafê HerêmaKurdistan’ê heye ku destûrekî xwehebe, lê pirsgirêk li ser naverokadestûrê ye, pirsgirêka naverokê jîpêk tên ji nakokiyên navxweyî liHerêma Kurdistan’ê li ser destûrê ûdijayetiya Hikûmeta Bexda li dijîprojê.”

Dr. Nûrî Talabanî ku piştî serhil-danê yek bû ji wan kesên ku dax-waza danîna destûra HerêmaKurdistan’ê dikir, wiha dibêje: “Mingellek caran daxwaz kir berî ku des-tûra İraq’ê bê pesendkirin, em des-tûrekî ji xwe re deynin da ku bibebingehê daxwaziyên me û tiştên kuem dixwazin di destûra İraq’ê de bêdariştin, lê ev yek nehat kirin.” Der-barê paşketina projeya destûra He-rêma Kurdistan’ê de, Talabanî got:“Kesên ne pispor ku rawêjkarên ali-yên siyasî bûn, pirsgirêka destûrêgihandin vê rojê.”

Serokwezîrê İraq’ê Nûrî Malikîbi awayekî eşkere ragihand ku ewli pişt guşarên Amerîka’yê bûyederbarê rawestandina dengdana liser projeya destûra Herêma Kurdis-tan’ê. Niha jî ji aliyê hinek çavdê-ran ve metirsiya wê yekê tê kirin kupiştî hilbijartinên 07.03.2010’anguşarên Bexda li ser projeya des-tûra Herêma Kurdistan’ê zêdetirbibin, nemaze ger desthilatekebihêz di encama van hilbijartinande bê dirustkirin û pêgeha kurdantê de lawaz be.

Parlamenterê Hevpeymaniya

Kurdistanî Mehmûd Osman ku ca-reke din bo Parlamena İraq’ê hatiyeberbijarkirin, wiha dibêje: “Bêguman guşar dirust dibin wek çawadi Hezîran a sala borî de, dema kur-dan xwest bixin dengdanê de,Bexda pirsgirêk derxistin û ji ame-rîkiyan re got.”

Mehmûd Osman wiha domand:“Bi tenê Dadgeha Bilind a İraq’êdikare destûra Herêma Kurdistan’êrawestîne, piştî ku gilîname li dijîdestûrê herêmê digihe ber destê wê.Bê guman dema çêkirina referan-dûmê jî her desthilateke İraqî wekparlamen yan hikûmet dikare rexneli naveroka destûrê bigre.”

Lê ji xeynî nerazîbûna Bexda liser projeya destûrê, rexneyên tundli ser projeyê ji hundirê HerêmaKurdistan’ê bi xwe jî hene. LêMehmûd Osman di warê yasayî devê yekê wek pirsgirêkeke mezinnabîne ji ber ku; “Yasaya pesendki-rina projeya destûra Herêma Kur-distan’ê ev pirsgirêk yekalî kiriye.Li gor vê yasayê divê du ji sêyênendamên Parlamena Kurdistan’êbiryara sererastkirina destûrê bidin,gelo kesên ku daxwaza sererastki-rina destûrê didin vê rêyejê pêktînin?”

Serokê Tevgera Goran NoşîrwanMistefa di Hezîran a borî de piştîpesendkirina projeyê ji aliyê Parla-mena Kurdistan’ê ve ragihand kuvê projeyê red dike û wê li dadgehafedere de gilînameyê li ser tomarbike. Herwiha jimareke zêde ya ro-nakbîrên Kurdistan’ê rexne li pro-jeyê girtin û daxwaza rawestandinawê kirin.

Derbarê paşketina referandûmê liser projeya destûrê, parlamenterêser bi Fraksyona Goran Zana Raûfgot: “Pêşbînî dikim desthilatdarênKurdistan’ê destûra herêmê wekbeşek ji bazareke siyasî danîbin bimebesta reftarkirina li gel opozis-yona Kurdistan’ê.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Fraks-yona Yekgirtû Umer Evdilezîzwiha peyivî: “Divê di demeke kurtde gotûbêj li ser destûra herêmêbên kirin. Bi baweriya me paşxis-tina destûrê ne baş e û hebûna des-tûreke pûç û kal ji nebûnadestûrekê bo Herêma Kurdistan’êbaştir e. Naveroka destûrê çawadibe bila bibe, kesên ereb ên şove-nîst hene ku ger destûr dûviktiyakurdan ji wan re ne çesipîne û nebi dilê wan be, dijî wê derdikevin.”

Bexda projeya destûra herêmêtehdîd dike“Bi tenê Dadgeha Bilind a İraq’ê dikaredestûra Herêma Kurdistan’ê rawestîne,piştî ku gilîname li dijî destûra herêmê digihe ber destê wê. Bê guman di dema çêkirina referandûmê jî her desthilatekeİraqî wek parlamen yan hikûmet dikarerexne li naveroka destûrê bigre.”

Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesûd Barzanî li gel Serokê DYA’yê Barack Obama.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Amed - Xwendevan û nivîskarênkurdî yên Bakurê Kurdistan’ê sedî-sed Pirtûkxaneya Avesta ya şaxêAmed’ê xweş nas dikin. Kîjan pir-tûkeka kurdî ya nû derkeve merivli wir peyda dike. Gelek caran ni-vîskar û xwendevanên kurdî bi xêraPirtûkxaneya Avesta li wir digihîjinhev û li ser piyan behsa êş û derdênkurdî ji hev re dikin. Ji pirtûkxa-neya Avesta ya Amed’ê SongulKeskîn di derbarê xwendevanênkurdî û pirtûkên ku li Amed’ê pirrtêne firotin de agahî dan Rûdaw´êû da zanîn ku li Pirtûkxaneya Aves-tayê ev demek e ferheng û grame-rên kurdî pirr têne firotin. Keskîn,bi ken gazincan ji nivîskarên kurdjî kir, “Hin xwendevanên kurdî jigelek nivîskarên kurd bêtir pirtûkênkurdî dixwînin û bala xwe didineser. Hinek nivîskar hene li Amed’êji xwe qet pirtûkên kurdî naxwînin,bi tenê navê wan nivîskar e mixa-bin!”

Ferhenga Zana Farqînî û gramera Celadet baş tê firotinSongul Keskîn kêfxweşiya xwe

bo firotina gramer û ferhengênkurdî der kir, “Belê em her hefte sî-parîşên nû yên ji bo Ferhenga kurdîya Zana Farqînî û Gramera CeladetBedirxan didin. Lê bi taybetî em jîli ser xwendevanan disekinin bo kubala xwe bidin pirtûkên ser zimanêkurdî. Bo vê yekê em cihê taybet jiferheng û gramerên kurdî re hazirdikin û bala mûşteriyan didide ser.Em di dikanê de bi taybetî pirtûkênkurdî derdixînin pêş…”

Li ser pirsa Rûdaw´ê ya, “Gelotesîra reklam û danasînên pirtûkênkurdî li ser firotina wan dike?” jî,Songûl Keskîn wiha bersivand,“Tesîra reklam û danasînê gelekîkêm e li ser firotina wan. Jixwe we-şanxane û mediya kurdî jî gohêxwe nadin reklamên kurdî. Herîzêde tesîra têkiliyên hevaltî û dos-taniyê li ser firotina pirtûkan heye.

Jixwe kesê ku pirtûkeke kurdî bie-cibîne miheqek ji yên din re jî pêş-niyar dike.”

Keskîn balê dikişîne ser zaravayêzazakî jî û dide zanîn ku firotinekeberbiçav di pirtûk, ferheng û gra-merên bi zazakî de jî heye û ew jivê yekê kêfxweş e.

Li ser pirsa me ya li ser firotinaromanên kurdî jî Songul Keskînwiha dibêje, “Romanên HesenêMetê bi taybetî Gotinên Gunehkarbaş têne firotin. Li hêla din romanaJan Dost ya Mîrname jî xweş diçe.”

Keskîn behsa xwendevanên Ce-gerxwîn jî dike, “Hemû pirtûkênCegerxwîn têne firotin.”

Kurdî di bin manîpulasyona tirkî de ye Di vir de em gotina wê di nivî de

dibirin û jê dipirsin, “Di vir de hişêNeteweyî çi tesîrê dike li ser firotinapirtûkan?” Keskîn wiha berdewamdike, “Bi pêşketina hişê kurdî re fi-

rotina pirtûkên kurdî jî helbet zêdedibe. Mesela vê dawiyê hinekî wisaçêbû. Lê mixabin kurdî hê jî di binmanûpilasyona zimanê tirkî de ye,loma mûşteriyên wê jî kêmtir in.”

Keskîn diyar kir ku ew ti ferqiyênaxin nava weşanxaneyên kurdî,“Li ba me ji hemû weşanxaneyanpirtûkên kurdî hene; ji Do, Belkî,heta Doz û Perîyê û yên din. Jixweem li vir hinekî jî mîsyona pirtûkênkurdî dikin. Loma em pirtûkfiroş-geha Avesta ya Amed’ê jî wekî pir-tûkxaneyeka kurdî bi nav dikin ûwisa dibînin.”

Keskîn, li ser profîla xwendeva-

nên keç û kuran jî wiha got, “Hel-bet kur ji keçikan bêtir pirtûkênkurdî dixwînin. Carna ez dêna xwedidimê ku hinek law hevalên xweyên keç bi xwe re tînin û pirtûkênkurdî bi wan didin nasandin û di-yarî wan dikin.”

Di dawiyê de me gefxwarin ûzordestiya dewletê jî jê pirsî, ewêwiha berisvand, “Berî deh salan, jiber qedexeyên li ser pirtûkên kurdîzordestiya dewletê li ser me hebû,carcaran dihatin pirtûkên ku hatineqedexekirin top dikirin, lê îro emrihet in, tu gefxwarin û zordestî liser me tune.”

RûdawHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 20104 Kurdıstanî

Roja 7’ê Adar’ê 2010 li seranserê İraq’ê ûBaşûrê Kurdistan’ê hilbijartinên parlamentoyêçêdibe. Hilbijartina berê vê di sala 2005’an deçêbûbû. Desthilata îro li Baxda’yê encamê wêhilbijartinê ye. Erebên şîa, sunî û kurdan weksê aliyan piştî bazareka zor desthilatê di navxwe de parve kirin.

Postê serokê İraq a Federal gîha kurdan,Mam Celal bû Serokkomar; yek ji şia û yek jisuniyan jî bûn cîhgir. Postê serokwezîr yekîşîa bû. Roja 7’ê Nîsan’ê 2005 İbrahim Caferî

bû Serokwezîr. Karê wî 20’ê Gulan’ê 2006’an de bi dawî hat. Ewmecbûr bû vî karî berde. Pişta xwe zêde bi İran´ê û Tirkiye´yê germkir û dijminahiya kurdan jî kir. Di çûna Caferî de rola kurdan rolekekarger bû. Piştre Nurî Malikî dewsa wî girt. Kurdekî û erebekî sunî jîcîhgirê serokwezîr in. Heta berî vegera Kurdistan’ê Dr. Saleh Behramser navê kurdan wî postî bi serkevtî dimeşand.

Serokê parlamentoyê erebekî sunî bû û du cîhgirê wî yek kurd ûyek jî erebê şia heye. Dezgehehên birêvebirî û kargerî jî (wezaret ûyên din) di nav van her sê hêzan de hat parve kirin. Ev hersê alî hemşirîkên hevdu ne û hem jî yekdu kontrol dikin.

Şirîkatiya li Baxda’yê karekî ne hêsa ye. Ji aliyekî ve peywendiyênkurd û ereban hertim ne weka dilê mirov dixwaze dimeşe. Ji aliyê dinve pirsgirêka nabeyna erebên şia û sunî jî pirseka zêde giran e. Pirsekadîrokî ye, barekî hezar û sê sed salan e. Pirsa şia û suniyan wekî çi-yayeke li ser pişta siyasetê û desthilata Baxda’yê. Li Baxda’yê me-şandina siyasetê, ji aliyekî hûnereke mezin e û ji aliyê din veşarezabûnekî „canbazî“ jê re divê.

Di demên parvekirina desthilatê de hewce ye mirov bihêz be û bi-zane ji bazara desthilatê çawa bi serkevtî derbiçe.

Nuha li pêşiya başurê welatê me pêvejoyeke wisa dest pê dike.Roja 7’ê Adar’ê hevwelatî dengê xwe didin. Yanî diyar dikin, di

pênc salên pêş de kî û çawa di birêvebiriya siyasî û îdarî de xwedîgotinê û desthilatê be. Helbet destûrek heye. Ev destûr di 2005an debi dengê xelkê İraq’ê û Kurdistan’ê bi rêjeyekî bilind hatibû qebûlkirin. Belê, ev çarçoveyekî bingehîn e. Lê jiyan tiştekî din e. Cîbe-cîhkirina biryarên destûrî, siyasî û rêvebirî mixabin hertim ne li go-reyê destûrê, yasa û biryaran pêktê, lêbelê li gor hêza terefan. Hêzate hebe û hêzên navdewletî ne li dij bin, tu dikarî mafên xwe bi destbînî. Eger hêza te tunebe, kes goh nade kesî. Li İraq’ê heta îro wisabûye. Rê û rêbaza çareserkirina pirsa Kerkûkê û deverên din di des-tûrê (xala 140) de hatiye zelalkirin. Lê erebên şirîkê desthilataBaxda’yê nahêlin ev pirs çareser bibe. Di nav Baxda’yê û Hewlêr’êde gelek pirsên girîng çareser nebûye. Ereban van pirsan bi zanatîpaşde xistin. Hêviya wan ew e, roja 7’ê Adar’ê encamên din derkevinholê û li Baxda’yê desthilat bê guhertin. Wek mînak kurd nikaribinSerokkomariyê bi dest bîxin û bi serokatiya parlamentoyê razî bin!Xeberekî pêşiyan heye, dibêje „Mirîşk di xewna xwe de qûtê dibîne“.Xweziyên hinek hêzan dê di qirika wan de asê be.

Hilbijartina 7ê adarê dê desthilata Baxda’yê diyar bike.Piraniya ereban dixwazin hêz û rola kurdan li Bexda´yê kêm bibe,

dengê wan bê birîn. Gotinên waliyê Mûsil’ê Esîl Nûçêfî , divê ji kur-dan re bibe „goharên goha“! Ev nezilam li parezgeha Mûsil’ê desthi-latekî piçûk bi dest xistiye, dixwaze kurdan ji Mûsil’ê bi zorê der bixe.Eger ji destê erebên vî cureyî werê dê bixwazin Kurdistan’ê jî ji kur-dan vala bikin. Dibe ku ev gotin hinekî giran û ne dîplomatik bin, lêrastî ev e.

Kurd divê di hilbijartinê de biserkevin, destkevtiyên li Baxda’yêbiparêzin û di bazara piştî hilbijartinê de bihêz bin. Divê em derengnemînin û dest bi seferberiya xebata hilbijartinê bikin.

BAYRAM AYAz

Hilbijartin û dahatûya desthilata Bexda’yê

Li Amed’ê law ji keçan zêdetir kurdî dixwînin

AzAD KuRDÎ

Stockholm - Federasyona Ko-meleyên Kurdistan’ê li Swêd’ê(FKKS) bi bêşdariya ParlamenterêŞirnex’ê yê Partiya Aştî û Demok-rasî (BDP) Hasip Kaplan, SerokêKADEP’ê Şerafettîn Elçî, SerokêHAK-PAR’ê Bayram Bozyel di 7’êSibat´a 2010’an de li peytextaSwêd’ê, Stockholm’ê li ser pêva-joya vekirina pirsa kurd li BakûrêKurdistan’ê konferansek lidar xistû bi encamnameyeke 6 xalî dawî bixebatên xwe anî. Di konferansê dedaxwaz hat kirin “Destûreke nûwere çêkirin, hemû maf û azadiyênkurdan bên naskirin, zimanê kurdîbibe zimanekî fermî yê perwer-deyê.”

Seroka FKKS’ê Aycan ŞermînBozarslan, di daxwiyaniyeke taybetde bo Rûdaw’ê armancên pêkanînawê konferansê şirove kir û wihaaxifî: “Ji bo me giring bû ku emwan aliyan bihev re kom bikin ûnerînên wan bikevin rojevê, xelk jîguhdariya wan bike, kêmasî û pirs-

girêk bên destnîşankirin û piştre birêya gotûbêjan bên çareserkirin. .”

Bozarslan got ku ew wekFKKS’ê, di meha Nîsana îsal de,wê di derbarê pêvajoya çareserki-rina pirsa kurd de ligel partiyên si-yasî û rêxistinên sivîl ên Swêd’êsemînareke berfireh lidar bixin.

Serokê KADEP’ê Şerafettîn Elçîdi axaftina xwe ya konferansê dediyar kir ku ev cara pêşîn e ku hi-kûmet bi navê kurd dest avêtiyêpirsa kurdî û dixwaze bi riya demo-kratîk vê pirsê çareser bike. Elçîwiha axifî: “Ev niqteyekê girîng e,ji ber ku heta niha dewlet û hikû-metên Tirkiyê pirsa kurdî wek pirsaterorê bi nav dikirin û çaresiya wêjî bi riya leşkerî didîtin.” SerokêKADEP’ê herwiha daxwiyand: “Lêdi pêvajoya de derket ortê ku ne hi-kûmet, ne jî raya giştî ya Tirkiyê jivê vebûnê re ne amade bûn û tuprojeyên konkret yê hikûmetê tu-nebû ku pirsa kurd çawa çareserbike û kurd jî di vî warî de neamede bûn.”

Di hember de, Parlamenterê Şir-

nex’ê yê BDP’ê Hasip Kaplan, der-barê giringiya civîna wan sê aliyênBakurê Kurdistan’ê bo Rûdaw’êwiha axifî: “Me wisa baş zanî ku divê dema hestyar de partî û rêxisti-nên kurdî yekgirtî bin, bi taybet diqonaxa niha de ev yek pir pêwîste.” Kaplan herwiha ragehand ku ewwek parlamenterekî kurd di Konfe-ransa Stokholm’ê de beşdar bû, lêdiyar kir jî: “Nerînên min hemannerînên BDP’ê ne.”

Serokê HAK-PAR’ê BayramBozyel, diyar kir: “Heta niha civînû konferanseke wiha berfireh û cidîçênebûye.” Bozyel di berdewamiyadaxwiyaniya xwe de bo Rûdaw’ênerînên xwe wiha rave kir: “Carayekem e ku li Swêd’ê konferansekebi vî awayî mezin û fireh tê lidar-xistin û nûnerên sê partiyên legalên kurdî bihev re dicivin. Konfe-ranseke dewlemend û zindî bû ûhemû aliyên pêvajoya çareserkirinapirsa kurd li Tirkiyê xistin rojevê.Pêwîstiyên Kurdistan’ê û gelê kurdme neçar dike ku ji hev nêzîk bin ûber bi hev biçin.”

Konferansa FKKS’ê ya bi beşda-riya sê partiyên Bakurê Kurdis-tan’ê, wek encamnameyek bi van 6xalan bidawî hat:• Heta pirsa kurd çareser nebe, de-

mokrasî li Tirkiye’yê bicî nabe. • Divê destûreke nû were çêkirin,

hemû maf û azadiyên kurdan bênnaskirin, zimanê kurdî bibe zi-manekî fermî yê perwerdeyê.

• Divê mafê kurdan yên giştî bênqebûlkirin.

• Divê kurd di herêma xwe dedesthilatdar bin.

• Divê vesayeta leşkeran li ser hi-kûmetê rabe û ew di bin kontrolasivîl de bin.

• Divê hemû şaredar û zarokên kudi girtîgehan de ne, bên azadki-rin.

FKKS, Bakuriyan li hev dicivîne

Kaplan, Bozarslan, Elçî û Bozyel. (Wêne: Rûdaw)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

NEWzAD MEHMuD

Silêmanî - Nêzîka 300 malbatênKurd ên Rojhilatê Kurdistan’ê kujiber şerê heşt salî yê di navberaIraq û Îran’ê de di salên 1980 ji sed-sala borî de, ketin kampa Eltaş liparêzgeha Rumadî û bi awayekî bêrehm ew xistin jêr çavdêriyeke tundheta ku çûna wan bo derveyî têlêndirkî yên kampê jî bo çareserkirinanexweşiyê jî, diviyabû mohletêwergire.

Ji xeynî kêmendamtiya EhmedElî Kakeweys, carina bihna wî jî di-çike û dibêje hikûmet me wek hev-welatî nabîne û bi tenê pişta xwe biXweda girêdidin: “Ev şeş sal in emhatine vir, hikûmetê carekê jikampa me re negotiye merheba.”Piştre berê xwe dide hizbên Rojhi-latê Kurdistan’ê û didomîne: “Ne lime dipirsin û ne jî tên ba me.”

Piştî salekê liser rûxandina rê-jîma Saddam, UN sê cih pêşniyarkirin bo daniştvanê kampa Eltaş daku yekê ji wan hilbijêrin û biçinwir: Urdun, Sûriyê û Herêma Kur-distan’ê. Beşek ji wan berê xwe danser sînorê Urdunê û li wir rastî der-

deseriyan bûn. Selah Fetah dibêjeme Kurdistan hilbijart heta çavekîme zindî bibe, ku di dojeha Eltaş deBeis kor kiribû: “Me got mademwelatê me ye, emê ji nûve bijîn.”Lê piştî derbaskirina şeş salan li vîwelatê ku Selah û 420 malbatên dinxewna dîtina wê dikirin. Selah di-bêje: “Em li vir jî ditirsin û ewleka-riya me ne parastî ye.”

Endamê Komîsyona ParastinaPeyrewa Navxwe ya Hizba Demo-krata Kurdistan’ê Celîl Gadanî dax-waz ji Hikûmeta Herêma Kur-distan’ê dike daniştvanên kampaBarîke wek hevwelatiyên xwe nasbike û sanahiyan pêşkêşî wan bikeû wan ji xizmetguzariyan bêparneke.

Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Kurdıstanî 5

SABİR QADİRÎ

Taybet - Nûnerên navçeyênkurdnişîn li Parlamenê Îran’ê dax-waz dikin berpirsên bilind li çar pa-rêzgehên Kurdistan’ê kurd bin, lêdesthilatdarên Îran’ê vê xwestekêpaşguh dikin.

Di dîroka sed salên borî de, û diserdemê desthilatdariya meşrûti-yetê de ku cara yekem yasa ya bin-gehînî ya Îran’ê “destûr” di sala1906’an de hat nivîsîn; li jêr ban-dora Azeriyan û rolê wan di şoreşêde, madeyek di yasaya bingehînî dehat pesendkirin ku rê dide netewe-yên ji bilî neteweya Fars ku tevîproseya rêvebirina karûbarên Îran’êbibin. Yasa ya ku wek yasaya rêve-birina eyalet û wîlayetan (147 eya-

let û 30 wîlayet) tê binavkirin, rê lipêşiya daniştvanên navçeyên cudacuda yên Îran’ê vedikir ku rolê xwedi rêvebirina desthilat û karûbarênnavçeyên xwe de, bilîzin. Lê ya-saya navborî di ti wextan de neketwarê pratîkê de.

Piştî serkeftina şoreşa gelênÎran’ê di sala 1979’an de, destûrêÎran’ê careke din hat nivîsandin ûdi gelek madeyên wê de amaje biwekheviya daniştvanên Îran’ê têdayîn, lê bêhtir girîngî bi mafênkultûrî û olî hatiye dayîn (madeyên3-12-13-19-15-26-41-44 û 48).Herwiha di warê siyasî de jî ti ya-sayek tune ku mafê neteweyênÎran’ê, Fars ne tê de, di rêvebirinawelêt de misoger bike.

Lewre rê li pêşiya beşdarîkirina

neteweyên Îran’ê nemaze neteweyakurd tê girtin di rêvebirin û derbas-kirina karûbarên navçeyên xwe de.Nûnerên kurd ên bajarên kurdnişînbi rêya nivîsîn, bangewazî û lêpir-sînkirina ji wezîrê navxwe û karbi-destên bilind ên Komara Îslamî yaÎran’ê hewl didin van pirsgirêkançareser bikin, lê belê encamên ew-qasî balkêş nebûn.

Nûnerê Bajarê Sine li ParlamenêÎran’ê Evdilcebar Keremî nerazî-bûna xwe ji vê siyasetê pêşan dideû daxwaz dike siyaseta ku xwe binerîneke ewlekariyê berê xwe didenavçeyên kurdnişîn bê bidawîanîn.Keremî wiha bo Rûdaw’ê rage-hand: “Me wek nûnerên navçeyênkurdnişîn gelek caran daxwaz ki-riye ku di rêvebirina navçeyênkurdnişîn sûd ji hêza herêmî bê we-girtin, lê mixabin heta niha me tibersiva erênî bidest nexistiye.”

Berdevkê Bereya Yekgirtî yaKurd li Parlamenê Îran’ê Dr. Fer-hemend dibêje: “Dema desthilat rênade xelkên herêmê karûbarên xwebi xwe rêve bibin, xwendineke dî-rokî li pişt vê yekê heye û ji berê vedesthilat ji kurdan ditirse ku cudabibin. Ev yek bi kurdên Îran’ê ve negirêdayî ye, lê li hemberî kurdênher çar parçên Kurdistan’ê tê bika-ranîn. Kurd jî jiber vê nirxandinadesthilatê welatên ku lê dijîn, xwewek hevwelatiyên van welatan na-bînin û dixwazin bi hemû awayanserxwebûna xwe bidestve bînin.”

Îran kurdan nake parêzgar“Kurd jî jiber vê nirxandina desthilatê welatên ku lê dijîn, xwewek hevwelatiyên van welatan nabînin û dixwazin bi hemûawayan serxwebûna xwe bidestve bînin.”

RûdawXwedî: Rudaw Media GmbHSerokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî · [email protected]ûser: Ako Mihemed · [email protected] · Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin [email protected] · Navnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a · 50823Köln/ AlmanyaTelefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81 Web: www.rudaw.netE-maîl: [email protected] (Beşa Kurmancî) · E-maîl: [email protected] (Beşa Soranî)

Di hejmara dawî ya rojnama Rûdaw de hev-peyvînek li gel yek ji akterên rêzefilmê tirk“Dola Guran“ (Kurtlar Vadisi) bi navê Mematihatiye belavkirin. Ji hevpeyvînê xuya dike kugelek mirovan xwestine bi vî kesî re wêneyênxwe bigirin. Ev mirovê hanê li hotêla herî nav-dar a paytexta Kurdistan’ê, li Hetala Şeratonmêvandarî jêre hatiye kirin.

Nizanim ev kesên ku mêvandarî jê re kirineqet rêzefilmê “Dola Guran“ dîtine, an jî weke

nijadperestên ku ev film çêkirine bi rastî dijminên kurdan in? Yên kuev rêzefilm dîtine dizanin ku ji serî heya dawiyê ev film sivikkirinagelê kurd e. Xwestine gelê kurd weke gelekî nezan, şûndamayî û xu-lamên biyaniyan nîşan bidin. Pêşmerge di vî filmî de xerab, çete ûrêgir in. Civaka Kurdistan’ê weke civakek jihevketî dide nîşan. Mirovnikare tevaya rêzefilmekî di çend gotinan de bîne ziman, lê armancasereke ya vî filmî tenê xerabkirina îmaja gelê kurd li pêş cîhanê ûgelên heremê ye. Ev jî ne tenê karê rêzefilmekî ye, belkî armancênsiyasî – îdelojî li pişt vî karî hene.

Tê zanîn paşî rûxana rejîma Saddam Hûsên firsetek nû ji kurdan reçê bû, hevpeymaniyek xurt di navbera Amerîka û kurdan de pêk hat.Ji demek dirêj û virde cara yêkem bû ji kurdan re delîvek bi vî awahîçê dibû, kurd weke berê ewqasî pêdivî tirkan nediman. Bi kurtahî hê-viya rizgarbûna gelê kurd çê dibû, dijminên kurdan jî hertim ji vêyekê ditirsin, ji ber vê çendê xwestin bi her awahî li hember kurdanbisekinin. Ji aliyekî ve bi piştevaniya dagîrkerên Kurdistan’ê piştgirîdan terorîstên heremê. Ji hêla din ve bi gelek rengên şerê taybet xwes-tin van derfetên çêbûyî ji dest kurdan bigirin.

Ev film jî yek ji van rengên herî gemar yê vî şerê taybet e. Xwestinbi rêya vî filmî îmaja kurdan ya azadîxwaz, pêşverû û aştîxwaz bigu-herin û bikin îmajek kevneperest, terorîst û mirovên xerab. Di gellekwaran de bi terora leşkerî nekarîn bandorê li ser kurdan bikin lê evrengên şerê taybet şûnwarên nerênî li ser kurda hiştin. Tiştê balkêş eve: Kurd li hember vî şerê hanê ne şiyarin. Akterê rêzefilmekî ku xwes-tiye kurdan sivik bike, li Hotêla Şeraton pêşwaziya wî tê kirin, kurdqîmet didin wî û pêre wêneyan digirin. Gelo sivikdîtina netewa mebi me ewqasî erzan tê?

Di heman rêzefilm de (Dola Guran) ji ber ku yahûdî têne sivikkirin,Îsraîl’ê dewleta tirk hetikand. Tirk bi xwe jî qebûl dikin weke ku tirkdi krîza “qoltixa nizim” de hatine rezîlkirin, qet ti carî di dîroka Tir-kiye’yê de ewqasî nehatine rezîlkirin. Ji ber hinek rexneyan ku li serwan hatibûn kirin û yahûdî weke rekxerên komployan hatibûn nîşan-dan, yahûdiyan ev reaksyona dijwar li hember tirkan nîşan dan. Lêew sivikatiya ku di vî filmî de li hember îsraîliyan hatî kirin, li gor si-vikkirina kurdan ne tiştek bû. Lê kurdan nerazîbûn nîşan nedan, be-rovajî wê aktorê film xelat kirin, mêvandarî jêre çêkirin û ketin rêzêji bona bi wî re wêneyan bigirin.

Gelo em ne netewe ne, em jî weke hemû gelên cîhanê ne xwedîrûmet û şerefa netewî ne? Gelo em mecbûrin ji celladên xwe hezbikin? Gelo em neçarin van kesên xeberan ji gelê mere dikin, li HotêlaŞeraton mêvan bikin. Diviya bû ew kesên li hember xaka Kurdistan’êsivikatiyê dikin cesaret nekiribana ku gavên xwe bavêjin ser vê xakê.Ev kesên gelê me wek hovan dibînin diviya bû bihatana hêkbarankirin, diviya heya ku ji vê xakê derdiketin tomatêz li serê wana ketiba.Dema ku ew çûn Hotêl Şeraton, diviyabû karmendên hotêlê bi gotina‘bibûrin we heqaret li hember gelê me kiriye, we heqaret li hemberxaka me kiriye, heya hûn dawa lêborînê ji gelê me nekin, cihê we livî welatî nîne’ ew pêşwazî bikrana.

Ji bo rojnama Rûdaw jî sivikatiyek mezin bû ku weke rojnameyekbêlayen ev hevpeyvîn li gel wî kesî belav kiriye. Pewist bû tenê pirsekji Memati hatiba kirin, ew jî ev bû: “Te û hemî hevkarên te di rêze-filmê ‘Dola Guran’ de we sivikatî li hember xaka me û gelê me kiriye,hûn bi çi rûyî hatine ser vê xakê? Hûn amade ne li hember vî karê kuwe kiriye lêborînê ji gelê me bixwazin, an na?” Ger ku ew amadebûne ku daxwaza lêborînê ji gelê me bikin, wê demê me jî cih didahevpeyvîna wî. Ger na diviyabû xeberekî nefret û tûrebûna gelê meli ser wî hatiba amadekirin. Ne ku em bi vî awahî rojnameyên xwe jîbikin alet ji bona wan kesên ku heqaretan li gelê me dikin.

MuSTAFA ŞEFÎQ EDILBÎ

Dola Guran - Bakurê İraq’ê

Penaberên Rojhilat li Silêmaniyê jî ditirsin

Dîmenek ji bajarê kurdnisîn.

Daniştvanê kampa Eltaş: “Ne li me dipirsin û ne jî tên ba me.” (Wêne: Rûdaw)www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

6 Nûçe RûdawHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

SABÎR QADİRÎ

Taybet - Piştî ku pêşiya belav-bûna weşana bernameyên kanalênBBC û VOA ya bi zimanê farsî liÎran’ê hat girtin, weşana televizyo-nên kurdî ên ser bi partiyên Rojhi-latê Kurdistan’ê jî hat girtin û ewalî jî dibêjin Komara Îslamî bi şan-dina sînyalan weşana televiyonênwan li Îran’ê sekinandiye.

Bernameyên beşa farsî ya BBC liser satalîta Hotbird, ji aliyê xelkêÎran’ê ve gelek bi berfirehî dihatintemaşekirin, bi taybet piştî ragehan-dian encamên dawî ên hilbijartinêngera dehem a serokkomariyê liÎran’ê û destpêkirina nerazîbûnênTevgera Kesk. Hikûmeta Îran’êfîltre avêtiye ser BBC ya farsî ûVOA ya Amerîka ku çend seetan bifarsî weşanê dikin. Di qonaxa

yekem de pêşiya belavbûna wan dûkanalan girtin. Di encama wê vala-hiyê de, kanalên kurdî cihê wan dûkanalan ji bo belavkirina dengênerzîbûnê girtin, lewra Îran’ê biriya sînyalan weşana televizyonênASO SAT, Newroz, Rojhelat ûKurd Chanel asteng kiriye. Yekemkanal jî ku ber wê sînyalê ket, ka-nala ASO Sat bû ku ser bi Kome-leya Zehmetkêşên Kurdistan’ê ye.

Berpirsê beşa farsî ya ASO SATEmîr Selewatî, şandina sînyalan boser televizyonên ser bi opozîsyonakurdî û Îranî wek beşek ji siyasetaKomara Îslamî dizane bo rûbirûbûnû kontrolkirina nerazîbûnên vê da-wiyê li Îran’ê: “Di çend mehên borîde Parlamenê Îran’ê qanûnek peji-rand ji bo rûbirûbûna wan dezgeh ûmedyayên dibin sedema çêbûna şo-reşa nerm, di qonaxa yekem a cîbi-

cîkirina wê yasayê de jî, bi riya şan-dina sînyalan weşana herdû televiz-yonên BBC û VOA li Îran’êsekinand, piştre jî belavbûna we-şana çendîn televizyonên din wekASO SAT’ê li Îran’ê asteng kir.”Selewatî herwiha da xuyakirin: “Jibo piştrastbûna zêdetir me pey-wendî bi rêveberên Hotbird’ê reçêkir û me ji wan re ragehand kusînyaleke bihêz û berfireh pêşiyabelavbûna ASO Sat û 7 televizyo-nên Ewrûpa’yê girtiye.”

Bi sedema zêdebûna rojnamge-rên girtî li Îran’ê, di rêzbenda dawîya welatan de, Îran wek “GirtîgehaRojnamevanan” hatiye bi- navki-rin. Li gor nûçeya Rojnameya “Ete-maad Melli’ çapa Tehran”ê,Komara Îslamî ji bo fîlterkirina 10milyon malperên înternetê, 7 mil-yon dolar xerc dike.

Îran weşanên hemû televîzyonên derve asteng kir

KAWE ŞÊX EBDuLLA

Atina - Roja 10.02.2010’an dad-geha Atîna ya paytextê Yûnanis-tan’ê, sezaya 85 sal zindan lisergencekî kurd bi navê Rêbiwar, birî.Seza, piştî eşkerebûna desthebûnaRêbiwar di kuştina dû mirovên Yû-nanî berî dû mehan, hat birrîn. Rê-biwar ji Başûrê Kurdistan’ê ye û evzêdeyî 5 salan e li paytextê Yûna-nîstan, Atîna’yê dijî.

Di dema şopandin û lêgerîna likujerên dû gencên kurd li Atîna,polîsên bajêr kujerên dû mirovênYûnanî desteser dikin.

Hevalekî Rêbiwar li Atîna’yê boRûdaw’ê ragehand: “Berî dû me-han Rêbiwar ji bo pereyên wan kunêzîka 700 euroyan bû, dû hevwe-latiyên Yûnanî di şevekê de kuş-tin.” Herwiha hevalê wî dibêjeRêbiwar bi kêreke tûj, ji pişt milênwan ve serê herdû mêrên Yûnanîbirîye.

Roja 07.01.2010’an de li Atî-na’yê, polîsên bajêr termê dû gen-cên kurd ku serê wan hatibû jêkirindi avahiyekê de dîtibûn. Navêherdû xortên kurd Reza Silêman(35) û Newzad Mihemed Ehmed(27) bû û herdû jî xelkê bajarê Si-lêmaniyê û qezaya Derbendîxan in.Çavkaniyeke Rûdaw’ê li Atîna’yê

dibêje: “Di hefteya yekem a kuştinavan herdû gencên kurd de, polîsênAtîna’yê bi berfirehî lêkolînên xwedestpê kirin û di vê demê de gu-mana wan liser çi kurdekî yan bi-yanekî çê bûbe, wan bo lêpirsînêdibirin navenda polîs. Dema Rêbi-war dikeve destê polîsan de li nav-çeya Daphne ya Atîna’yê, destênwî kelepçe dikin û bo lêkolînê wîdibin. Piştî testan ji diyar dibe kudestê Rêbiwar heman şûna destêliser kêrê bûye ku berî demekê dûhevwelatiyên Yûnanî pê hatibûngurandin. Loma Rêbiwar jî bi lezrasyiya bûyerê ji polîsan re eşkeredike.”

Rêbiwar Mihemed ê 30 salî da-niştvanê Qezayê Seyid Sadiq e. Ewdi sala 2005’an de çûye Yûnanîs-tan’ê û li Atîna ya paytextê wê rû-dine. Li gor daxwiyaniyên hevalêwî ji Rûdawê re, heta sala 2008’anRêbiwar karkerî dikir lê piştre jiberbêkarî û bêpereyî dest bi karêmafya kir û div ê demê de liser şer-kirin û xirabkariyê, zêdeyî carekêhat zindankirin. Cara dawî ku Rê-biwar hat zindankirin, liser kuştinadû kesên Yûnanî ye û bi 85 sal zin-dan hat sezakirin. Niha Rîbiwar lizindana Kurdelo ku cihê girtinamêrkujên çeteyên mafyayê li bajarêAtîna’yê ye.

Li Atîna’yê 2 yûnanî kuştibû

Ji kurdekî re 85 sal zindan

Amed – Salvegera girtina SerokêPKK’ê Abdullah Öcalan li gelekbajar û navçeyan bi çalakiyên kur-dan tê şermezarkirin. Li bajarênColemerg, Wan, Amed, Mêrdîn,Riha, Êlîh, Agirî, Muş, Sêrt, Edene,Entab, Gewer, Qoser, Pirsûs, Serê-kanî, Hewlêr, Wêranşar, Stenbol ûMêrsîn’ê kurd derketin kolanan û bimeş, daxuyanî, û greva birçîbunêgirtina Öcalan hat şermezarkirin.

Li aliyê din beriya 12. salvegeragirtina Öcalan ya di 15’ê Sibat’ê deji bo pêşiya çalakiyan bê girtin po-lîsên tirk dest bi binçavkirin û ser-degirtina mal û saziyên kurdan kir.Li hemû bajarên Bakurê Kurdîs-tan’ê û Tirkiye’yê bi sedan kes hatinbinçavkirin û ji aliyê polîsên tirkserdegirtina malan pêk hat. Di ope-rasyonan de bi sedan kurd maxdûrdibin. Îsal jî polîsê tirk berî 15’ê Si-bat’ê de dest bi operasyonên girti-nên kir. Li bajarên Colemerg, Wan,Amed, Mêrdîn, Riha, Êlîh, Agirî,Muş, Sêrt, Edene, Entab, Gewer û

Qoser’ê polîs û leşkerên tirk dest bibinçavkirinê kir û bi ser gelek malande girt û hemû alav û amûrên malanli nava hev xistin. Her wiha li malangelek bîlgisayar û pirtûk jî desteserkirin Di nava van binçavkirinê deendamên BDP’ê û komaleyênmafên mirovan jî hene. Di operas-yonan de heta neha ji 200 kesî zêde-tir hatiye binçavkirin. Li gor bajarênku operasyon pêk hatiye de wekMêrdîn 20, Sêrt 17, Êlîh 10, Wan 11,Amed 13, Agirî 14, Colemerg 31,Muş 6, Entep 50, Riha 5, Edene 15,Stenbul 13 kes hatine binçavkirin.Operasyonên polîsan li gel çalaki-yên li gelek bajaran didome.

BDP: “Li hember zilmê dive tukes stûyê xwe natewîne!”

BDP li ser wan binçavkirin û zex-tên li ser endamên partiyê daxuyanîda capameniyê. Hevserokê BDP’êGültan Kışanak û Selahattin Demir-taş bang li gelê kurd kirin ku kes lihember vê zilmê tu kes stûyê xwenatewîne! Di daxuyaniyê de operas-

yonên ku li dijî BDP’ê tên lidarxis-tin de wekî darbeyekî leşkerî tê bi-navkirin: ”Her roj malên endam ûrêvebirên partiyên me tê serdegirtin,endam û rêvebirên me tên binçavki-rin û ragirtin.“

Di dawiya daxuyaniyê de jî bangli her kesî dikin ku ji bo protesto ki-rina 15’ê Sibat’ê û terora binçavki-rin û ragirtinê bê şermezarkirin divêherkes derkeve qadan û mafênxweyî demokratîk bikar bîne.

Li Ewrûpa jî salvegera 15’êSibat’ê hate şermezarkirin. LiFransa li bajarê Strassbourg’ê bi dehhezaran kurd hatin cem hev û salve-gera 15’ê Sibat’ê bi meşek girseyîprotesto kirin û ji Öcalan re azadîxwestin. Kurdan li meydana Boule-vard de Nancy meş û mitîngek li-darxist. Di meşê de pankartên “‘Emkomploya navnetewi şermezardikin”, “Ji Öcalan re Azadî” balki-şand. Li Avusturalya li bajarêSydney û Melbourn’ê jî kurdan15’ê Sibat’ê protesto kir.

Di salvegera girtina Öcalande bi sedan kurd hatin girtin

DILBIXWÎN DARA

Bonn - Raperê kurd Xatar, ligel3 kesên din tên tewanbarkirin kuwan rê li pêşiya otomobîleke trans-portkirina zêr girtine û zêrên têdebirine. Polîsê alman niha li her derêli Xatar digerin. Li gora rapora doz-geriyê Xatar bi xwe di bûyerê deamade nebûye, lê serpereştiya bû-yerê kiriye. Dozgerê alman dibêjebihayê zêrên hatiye dizîkirin 2,5mîlyon euro ye.

Ji bilî Xatar di nava 3 kesên ku têntawanbarkirin de ji Mexrib‘ê gêncekbi navê S., hemwelatiyek tirk binavê S. C û K.Q’yê ji Rojhilatê Kur-

distan‘ê tawanbarên bûyerê ne.Li gor rojnameya almanî Lud-

wigsburger Kreiszeitung, polîs tex-mîn dikin ku çend ji tawanbaran liMoskova‘yê ne. Li gora rojnameyaalman Welt, Xatar, bi riya Face-book bi hevalekî xwe re ketiye pê-wendiyê û di nava gotinên wî degotinên ‘‘Moskova ranaze“ derbasdibe. Piştî ku diyar dibe Xatar liMoskowa‘yê ye polîsê Rûs jî ketiyeniha li cihê tawanbaran digere.

Tiştê balkêş ew e ku di vîdeoklîba Xatar ya bi navê “Paragraph31” de, hevalekî wî bi navê Samîku polîs niha li wî jî digere, Xatarew ji dadgehê, bi kincê polîsan dir-evîne. Şîrovegerên kiryarên krîmî-nal dibêjn, dîmenên wê klîbê nîşandide ku Xatar û grûba wî berê tiş-tekî wiha plan kiribûn.

Rojnameya alman Express jî di-bêje Xatar ne li Moskova, lê li we-latekî Rojhilatê Ewrûpa ye.

Weke tê zanîn roja 15.12.2009komeke rêbir otomobîleke ku zêr dinavbera bajarên Nürnberg û Pforz-heim’ê de transport dikir, rawestan-dibû û bi zorê dest dabînbûn serzêran. Li gora rapora polîsan di er-beyeke BMW de ku 2 an jî 5 lêsiwar bûn û bi kincên polîsan bûn,di saat 10’ê sibehê de erebeyatransportê şêlandibûn. 2 kesên kutêne gumankirin ku destê wan di vêbûyerê de hebû ye û bûye alîkar, dibin çavan de girtî ne.

Polîs li Moskowa’yê liXatar digere

Xatar

Dîmenek ji pevçûnên di navbera ciwanên kurd û hêzên polîsên tirk li bajarê Gever’ê. (Wêne: Diha)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

ÇIYA MAzÎ

Birêz Şêxmûs, we jî di salên1990’an de dest bi nivîs ûhelbestê kiriye, gelo wêdemê tiştê ku hûn ber bi ni-vîsê û helbestê bir çi bû?Dema we dest pê kir çi diqe-wimî li dinyê û li welêt?Salên 1990’an çend tiştên

spesifîk gava jê derbikevindestpêka nivîsandin û ber-hemdayîna wêjeya kurdî bû.Ev yek ne mimkun bû ku jitevgera azad û berbiçûyînaxwenaskirina şexsê kurdcuda be.Yan jî ez dikarim vêyekê ji bo xwe bêjim. Mehêdî hêdî xwe nas dikir, bêzimanê me zimanekî çawaye û kesên bi zimanê me di-peyîvîn ‘ji me ne’. Her çiqassalên borî bi min dan fêmki-rin kesên ji ‘me’ xuya dikinjî bi vî zimanî napeyîvin.Destpêk ji bo min wisa bû.

Gava min dest bi nivîsan-dina helbestê kir mixabin bi

tirkî bû û min nizanîbûhelbest dikarin bi kurdîbên nivîsandin. Ji bermin heta wê gavê yekhelbest bi kurdî nex-wendibû û emrê min jî

13-14 salî bû. Caraewil gava ez di

pola hefta debûm li dibis-tana ku ‘yatili’jê re dihatgotin, mamos-

teyekî min ew meyla min dîtû pirtûka Cigerxwîn da min.Ew dem ji bo min bû dest-pêka nivîsandina bi kurdî.Ew salên hatina peşmerge-yan bû ku ji ber şerê Seddamreviya bûn û li nêzî dibistaname bi awayekî sefîl bicîhbûbûn. Wan deman heta jimin dihat bi wan re diketimtekiliyê û min dixwest ji zi-manê ‘wan’ baş fêm bikim.

Hûn dikarin hinekî qalaxwendevanên xwe jî bikin?Bi rastî îroj ez bawerim

dibe çend îstîsna hebin lê tikes nikare qala xwendeva-nên xwe bike. Ji ber ku hîn diwêjeya kurdî de her tişt licihê xwe rûneniştiye.Wekesiyaseta kurdan wêjeya wanjî di nav aloziyekê de ye.

Di helbesta min de dika-rim bêjim ku gava ku rû bi rûli hin kesan rast têm xweweke xwendevanekî mindidin der. Lê problem ev e kukes li ser berhemê kesekî na-

nivîse. Carina ez ji xwe re di-bêjim ezê binivîsîm li serhelbestê. Lê bawer bikin jibo min nivîsandina li ser hel-bestê ji nivîsandina helbestêzortir hat. Karekî pirr taybete. Ji ber divê hûn ruhê wêhelbestê hemû hîs bikin. Evyek di çîrok û romanê de hê-santir e.

Gelo hûn helbestên kurdîaniha û yê 15 sal berê bidinber hev, helbest û helbestva-nên niha wê karibin barêhelbesta kurdî hilgirin. Yên vî barî ragirin wê hel-

bestvanên niha bin bêguman.Lê wê barên xwe çawa ragi-rin û wê çiqas giran be, ew jîdimîne ser şexs bi xwe. Sedîsed helbestvaniya kurdî ligorî 15 sal berê pêşketîtir e.Ev yek tiştekî diyalektîk e jixwe. Di destpêkê de weke liher derê din, kesên ku hel-bestê dinivîsin pirr in lêkesên helbestvan dimîninhindik in. Ji bo helbestvaniyakurdî jî wê ev yek wisa be.

Hûn pêşeroja Wêjeya Kurdîçawa dibînin, xweziya we biçi heye?Xweziya min bi tiştekî

eman eman tune. Tiştan diçavên xwe de mezin nakim ûheta ji destê min tê bi şiruştîdijîm. Pêşeroja wêjeya kurdîdi destê wêjevanên rewşen-bîr de ye. Hûn dikarin bêjinev çi ye! Mixabin her wêje-van ne rewşenbîr e. Di hev-

peyvîneke Ebdullah Peşêwde ez hîn bûm ku li başûrnêzî pênç hezar wêjevan (!)ji dewletê meaş distîne. Divir de ferqa rewşenbîr û wê-jevan baş derdikeve holê. Wekî hûn dizanin werger jî çêdibin, lê wergerên helbestê jizimanê din bo kurdî kêm in,herwiha di wergerên helbes-tên kurdî bo zimanên din jîkêmasî heye.

Bi rastî ji bo vê mijarê ni-karim zêde tiştekî bêjim jiber werger ne karê min e.Divê wergêrên kurdî jî zêdebibin. Ev yek bi bazarê re te-kîldar e. Vaye ji ber hin pro-duksyon û televizyonênweke TRT-6 zêde jî dibin.Kesên bi peran vî karî dikinjî zêde dibin. Ev yek ji boziman ne xerab e. Lê îroni-yekê jî bi xwe re tîne. Kesênwergêr weke xwediyê zi-manê kurdî tê dîtin, mixabin.

Lê wê hêdî hêdî ew tişt jî bêfêmkirin.

Di demek nêz de an demekhinekî dûr de projeyên we çinin, an hûn çi xeyal dikin jibo nivîsandina helbestê ? Min bi kîjan xeyalî çawa

dest pê kiribe hîn wisa di-dome. Heyecana destpêkepirrtir e, lê bi her helbestêfêm dikim ku heyecan ûxeyal didome. Xeyala min ev

e ku zarokên kurdan bi hel-bestê û têr şîr mezin bibin.

Têkiliya we û helbesta beşênwelêt en din çawa ye. Bi rastî ev mijar pirr tevli-

hev e. Têkevim vê meseleyêrûpelê rojnameyê têr nakin.Ji ber alfebeyê zêde tekiliyekxurt tune.

Hinek rexneyên we di der-barê rewşenbîrî de, di weşa-nan de derketin. Têkiliyasiyasetê û wêjeya kurdî çi ye?

Li welatekî bifikirin ku li

hember desthilatdarekî hûnserî radikin û bi amûrên wîtevdigerin. Hewceyî serhil-danê namîne wê gavê. Limala xwe rûnê û tenê bi zi-manê xwe bipeyîve, bi yamin mûteberdir e. Siyaset di-kare wêjeya kurdî pirr xurt jîbike û wekî aniha pirr qels jîbike. Aniha qels e, ji ber kuem bi saya serê wan li seravê dinivîsinin. Ka bipirsinbê çend siyasetmedarên kur-dan çend hep pirtûkên kurdîxwendine. Bi rastî hewce na-bînim li ser vê meseleyê tiş-tekî zêde jî binivîsim. Herkes karê xwe dike. Ez bikurdî dinivîsim û ew camêrû canikana bi tirkî dixwînin!Av wê cihoka xwe bibîne…

Çarîn an beytikek helbest-karekî din ku pir ketiye serêwe hûn dikarin bibêjin.Ji Omer Heyyam pir hez

dikim.

Şêxmûs Sefer di sala 1977’an

de li Mêrdîn’ê ji dayîk bûye.

Zarokatiya wî li gund derbas

bûye. Piştî dibistana seretayî û

navîn ji bo ya amedehiyê çûye

Stenbol’ê. Çar sal jî li wir

maye. Piştî dibistana du salan

li Azadiya Welat xebitiye. Şêx-

mûs niha li Amed’ê dijî û ji bilî

mijûlbûna bi wêjeyê, seroka-

tiya sendîkaya karmendan jî

dike. heta niha pirtûkek wî ya

helbestê bi navê “Bîstan hatin

derdan“ hatiye çapkirin.

7

Amed - Zarokên ku ji ali-yê Navenda Perwerdeya Şa-redariya Bağlar’ê alikariyêwerdigrin, rojnameyeke 8 rû-pelî bi zimanê kurdî û tirkîçap dikin. Xebatkarê naven-dê Senar Ataman diyar kir kuarmanca wan ew e ku zaro-kên kolanan têxin nav xebatêû hunera wan derxînin holê.

Rojnameya Dengê Zarokanye-kem rojname ye ku ji aliyêzarokan ve tê amadekirin ûçap dibe. Ataman dibeje be-riya ku ew rojnameyê çapbikin, wan lêgerîneke berfirehkiriye û li ser vê bingehê wandest bi xebata xwe kirine.

Mijarên rojnameya DengêZarokan ji aliyê zarokan bixwe tên amadekirin. Di roj-nameyê de mijara mafên za-rokan, mafê jiyanê, li cîhanêmafên mirovan, hevpeyvî-nên bi zarokan re, çîrok ûgelek cureyên nûçeyên dincih digirin.

Ataman got ku pirsgereka

wan a herî mezin ew e kuzarok nikarin bi hêsanî zi-manê dayîkê bixwînin û bi-nivsînin. Sedem jî ew e kuzarok bi zimanê zikmakî per-werde nabin: “Ji ber vê yekêem giringiyê didin zimanêkurdî. Naveroka rojnamê ge-lekî dewlemend e. Di name-yên ku ji aliyê zarokan ve tênşandin, gelek babetên balkêşhene, mirov dikare rojna-meke 16 rûpelan ji wan na-meya çap bike.” Di dema peşde navend plan dike ku li serfotografkişandinê û rojname-vantiyê jî zarokan perwerdebike.

Hejmara sêyemîn li kola-nên Bağler’ê hat belavkirin

Rojnameya Dengê Zaro-kan me-hê carekê derdikeveû di şahiyeke taybet de litaxa Kaynartepe a ser bi şa-redariya Bagler’ê hat nasan-din. Zarokên ku ji NavendaPerwerdeya Bagler’ê alîka-

riyê dibînin, bi muzîk û go-vendê beşdarî şahiyê bûn.Zarokên beşdar li taxa Kaya-pınar û Caddeya SakaryaDengê Zarokan belav kirin ûji hêla şêniyan taxê ve bigermî hatin peşwazîkirin ûeleqetek mezin hat nîşandan.Di şahiyê de nêzîkî 800 hebji Dengê Zarokan hatin be-lavkirin.

Hemû nivîsên Dengê Za-rokan ji hêla zarokan ve tênnivîsandin û amadekirin. Dihejmara vê carê de babetênweke “zarokên ku bûne qur-banê yasaya li dijî terorê(YDT)”, cejin, aştî, bûyerênji jiyana zarokan, cîhana xe-yalên zarokan, cih digrin.Her di vê hejmarê de hev-peyvînek bi mamosteya zi-manê kurdî Medya ya 10 salîjî cih girtiye. Di demek kinde Dengê Zarokan wê xwe birêya înternetê jî, di jêr navnî-şana www.baglar.bel.tr de,bighînî zarokan.

Çand û Huner

“Pêşeroja wêjeya kurdî di destêwêjevanên rewşenbîr de ye. Hûndikarin bêjin ev çi ye! Mixabinher wêjevan ne rewşenbîr e.”

Dengê zarokan yekta rojnameya zarokan a bi kurdî ye ku di temamî ji aliyê zarokan tê amadekirin.

Helbestvan Şêxmûs Sefer:

Heta niha, çend sîyasetmedarên kurdçend pirtûkên kurdî xwendine?

Zarok li benda mezinan namînin:

Rojnameya “Dengê zarokan” derxistin

Rûdaw

“Dengê Zarokan” li kolanên Amed’ê rastî eleqeyekî mezin tê. (Wêne: Rûdaw)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Rûdaw8 Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

EvDİLA KoÇER

Karîkaturîst İnayet Dîko liherêma Kurdaxê (RojavayêKurdistanê) hatiye dinyayê.Xwendina xwe li bajarê He-lebê (Peymangeha Elektro-nik) xwend û li dawiyê ji bersedem û behaneyên rêjîmaSûriyê ji xwendinê tê bi dûr-xistin. Ev demek dirêj e, bikarîkatûrên xwe ve bala ci-vaka kurd dikşîne ser xwe.Meseleyên siyasî, serkeftin ûbinkeftinên kurdan ji karîka-tûrên wî re dibin mijar. Ligorî gotina wî, ew pir ji kenû tinazan hez dike. Belê diderbarê gelek pirsên din deİnayet Dîko ji Rûdaw’ê reaxivî. Li ser destpêka karêhunera karîkatûrê, Dîkodiyar dike ku destpêkirinahemû huneran jî zehmet e,“lê“ dibêje ku mirov biza-nibe ka di çi demê de dest pêkiriye, “Ji ber pêlên hunerê lipey hevin û sermedî ne, nediyar in mirov pê nahise, lêwek dema di bîra min demaye, ez hîn biçûk bûm ûdiçûm dibistana pêşîn ligundê me, di salên heftiyande, min bi rejî û perçeyên ko-mirê form û dîmenên heva-lên xwe li ser lat û diwar ûquncikên malan çêdikirin...”

Piştî vê yekê behs dikegava wî ew sûret xêz diki-rin,hemû zarokên gund li serserê wî diciviyan, “Kenêwan ber bi esman ve diçû ûmin fêm dikir ku min diştekafirand û ez jî dadiketim dî-lana ken û henekan. Û hêdîhêdî ev huner bû parek ji ji-yana min...”

Karîkatûrê, maneya hu-nera karîkaturê, ji xwe rewekî fabrîkayeke biçûk binav dike, “Çiqas tiştekîmizin be, ramanek giran be,romanek qalind be û avis be,felsefeyek bi hêz be, tiştekîbilind û xort be, ew fabrî-keya karîkatûr dikare di çendxêzan de û bi awayekî hesanîwan hemû tiştan formole ûnazik û tenik bike. Û bê zeh-metî û westandin sêrkiriyênhunera karîkatûr wan hemûtiştan fêm bikin, çi zarok binû çi jî pîr bin!”

Elementên di destên karîkatûrîst divê nakokî û tevlihevî beLi ser mîzaha reş ya di ka-

rîkatûrên xwe de jî destnîşandike ku gava mirov li tabloyahunerê bi giştî binêre wê bi-bîne ku huner bi xwe ney-nika jiyana civakî û siyasî

ye, “Loma jî belkî dramabêhtir para xwe daye xêzênmin. Mizahî, tirazî, ken, ko-medî, berevajiya hêbet û for-man, ji bingeh û damarênxêzkirina karîkatûr e, angodivê elementên di destên ka-rîkatûrist bi xwe, nakokî ûtevliheviya jîn û jiyanê bin,ta ji wan liv û herdemiyapêlên jiyanê bikaribe enca-

meke baş derî ne û biafi-rîne...”

“Gelo tu li mîzaha polîtîkçawa mêze dikî? Divê hiş ûsînorê mîzahê çawa be?“, liser vê pirsa me jî İnayet Dîkodibêje ku xêzkêşiya siyasî gi-rêdayî jiyana siyasî ye, “Gi-rêdayî çanda welatan e,girêdayî felsefeya dan û stan-dinê ye, girêdayî azadiya fikr

û hiş û ramanê ye, girêdayîdestûr û qanûnên desthilat-dariyê ye. Lê mixabin evpîvan hemû li bejn û bala mekurdan nayên. Jiyan bi sînore ,bav bi sînor e ,mixtarêgund ji te re bi sînor e, civakbi sînor e, bajarê te, dibistanate, leşkeriya te, gerîlatiya te,pêşmergahiya te, dostantiyate, û li dawî berpisiyarên te

yên partiya te hemû reqîb ûsînor in, li quncikên xewnênte cellad û zebanî razayî ne,rewş ev e...”

Meydana rewşenbîrên kurd hîn wek sedsala bihûrî yeDi berdewamiya axaftina

xwe de rexneyên tûj li rew-şenbîrên kurd digire û dibêjemeydan û seyrangeha rew-şenbîrên kurd hîn wek sed-sala bihûrî ye, “Gelekminakên min hene, mingelek kesên siyasî û rewşen-bîn xêz kirin û yek caran jî biawayekî nivîskî min dihanînser ziman, lê mixabin di en-camê de derket ku dostantîkêm dibe, ji ber ku rewşen-bîrên me gelek ji rexnan di-tirsin lê ji mizdanê gelek hezdikin...”

Karîkaturîst Dîko balê di-kişîne ser ku heta niha ew jixêzkirina karîkatûrekî xwepoşman nebûye, “Ji ber ku ezbi ya xwe xêz dikim, wêre-kiya min heye ku bi xêzaxwe re şer bikim.. Gelekan jimin xwestin û daxwaz kirinku ji dîlana û govendên wanre, ez xêz bikim, lê ji bilî dî-lana gundiyên xwe, sema û

govendan ji kesan re nagrim,ji ber ku strana lorke lorke ezji gundiyên xwe hîn bûm, neji tu kesan...”

Singa wî ji rexneyan re ve-kiriye, ew ji rexneyên xwen-devanan tu carî aciz nabe, jibo vê yekê bangeke wî jîheye, “Ez bi dilekî vekirî û lipêş hemû pêlên ragihandinê,ez gazî gişan dikim, ka werinbirano û rexnên xwe ji %100 li min bikin, lê bihêlinku ez jî % 51 rexnan li webikim...”

Li ser awayên rexneyan jîdibêje ku ger ew bimeşe ûserê wî rastî darekê yan pîki-nekî ji darê were, ew kêfx-weş dibe, “Lê gava lingênmin rastî kevirekî were ezgelekî aciz dibim...”

Paşê sohbeta me vedigereser klîşeyên civaka kurd, liser vê yekê KarîkatûrîstDîko ji me re wê meseleyameşhûr ya kewê vedibêje,“Kew nîşana kurdan e, û kewjî birayê xwe bi dehfa nêçir-vaniyê dixe, rewşa me kur-dan ev e, xwefiroşî, durûtî,xizmetkariya ji cîranan re, neqebûl kirin, birakujî, partîtî,ez ezî, pûtperestî ye. û gelektiştin din ku nayên gotin...”

Çand û Huner

Karîkaturîst İnayet Dîko:

Rewşenbîrên me ji rexneyan ditirsin, lê ji mizdanê gelek hez dikin!“Kew nîşana kurdan e, û kew jî birayê xwe bi dehfa nêçirvaniyê dixe, rewşa mekurdan ev e, xwefiroşî, durûtî, xizmetkariya ji cîranan re, ne qebûl kirin, birakujî,partîtî, ez ezî, pûtperestî ye. û gelek tiştin din ku nayên gotin...”

Berlin (Rûdaw) – Van ro-jan stêrkên sînemaya cîhanêli Berlîn’ê kom bûne bo kufilmên xwe yên nû pêşkeşîcîhanê bikin. Lîstikvanênnavdar yên weke PierceBrosnan, Ewen McGregor,Kajol Devgan û Shah RukhKhan rengekî navnetewîdidin Festîvala Filman aNavnetewî a Berlîn’ê “Ber-linale”. Brosnan und Mc-Gregor roja înê filmê RomanPolanski “The Ghost Writer”û stêrka Bollywood’ê ShahRukh Khan jî filmê xwe“My Name is Khan“ peşkeşkirin. 60. Festîvala Filman aNavnetewî a Berlîn’ê “Ber-linale” pêncşema borî bi

filmê çînî “Tuan Yuan” (Jihev cuda, bi hev re) dest pêkir û wê heta 21’ê vê mehebidome. Bi giştî derdora 400film wê bên peşkeşkirin ûfilmên serketî wê bi “HirçaZêrîn” û “Hirça Zîvî” bênxelatkirin. Tê çaverêkirin ku20 hezar mêvanên taybet ji120 welatan û derdora 4200rojnamevan ji 100 welatandi dema festîvalê de berêxwe bidin Berlîn’ê.

Surprîzekî festîvalê ku diroja duyan de bala sînema-hêzan kişand ser xwe, filmênavdar yê Fritz Lang, “Met-ropolis“ bû. Filmê bêdendMetropolis ku yek ji navdar-tirîn filmê science fiction e,

di sala 1927’an de hatibû ki-şandin û demek dirêj beşik jifilm winda bûbû. Di sala2008’an de beşê film yêwindabûyî li bajarê Arjen-tîn’ê, Buenos Aires hat dîtinû piştî restorasyonê film bocara yekê dîsa li Berlinalehat nîşandan.

Çend favorîtên îsal bo“Hirça Zêrîn” filmê RomanPolanski “The Ghost Wri-ter”, “Jud Süß - Film ohneGewissen”, “Der Räuber”,“Shuttler Island” bi lîstikva-niya Leonardo DiCaprio,filmê Shah Rukh Khan “MyName is Khan” û filmê li serjiyana sê Musulman’ên liAlmanya’yê “Shahada” ne.

Hollywood û Bollywood li Berlinale gihiştin hevSurprîzekî festîvalê ku di roja duyan de balasînemahêzan kişand ser xwe, filmê navdar yêFritz Lang, “Metropolis“ bû.

Kajol Devgan yek ji navdartirîn stêrkên Bollywood’ê ye.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Jın û Cıvak 9

SAMAN HEME XERÎB

Silêmanî - Gelawêj Salih Fetahsala 1930´an li bajarê Musil jidayîk bûye û sala 1947’an ligelMamoste Îbrahîm Ehmed’ê nivîs-karê romana ‘Janî Gel’ zewiciye,xwediyê pênc keç û 2 kuran binavên: Hêro, Helo, Şanaz, Hetaw,Hawkar, Kurdê û Lîloz e. GelawêjSalih 17 roman nivîsandine û beşekji berhemên wê bo zimanê erebî ha-tine wergerandin. Gelawêj diyaHêro Xan yekem a İraq’ê, di yeke-mîn hevpeyvîna xwe de ligel heftî-nameya “Nim Nim” ku Rûdawdiweşîne, amaje dide vê yekê ku jinivîsîna mijarên rojnameyên îro ênHerêma Kurdistan’ê û tevlihevki-rina cilûberên kurdî ên jinan hêrs e,herwiha tekez dike ku ew ji zavêxwe ango Celal Talabanî pir hezdike û rêz û hurmeteke taybet ji wîre heye û dibêje: “Hemû zarokênmin bi aliyekê û Mam Celal jî bialiyekê, ez ewqas jê hez dikim.”

Gelawêjxan, navbera te û siyasetêçawa ye û çawa heta niha te çi postû berpirsyarî nebûye?Ez ji siyasetê têr bûme, ji ber ku

her ji temenê zarokiyê ez li malaxalê xwe mezin bûm, xalê minHemze Ebdula damezrênerê Par-tiya Demokrata Kurdistan’ê bû,lewra ji zarokiyê ve ez di rewşekesiyasî de mezin bûm. Piştre ez biMamoste Îbrahîm Ehmed re zewi-

cîm ku ew jî her mijûlî siyasetê bû,li peyre ji ber Mam Celal û keçamin Hêro heta niha jî her di rewşasiyasetê de dijîm. Ez endama tupartî û rêxistinekê nebûme, lê tu de-mekê di çepera xebat û tekoşînakurd neveqetiyame û li ser kurda-yetiyê min gelek êş û derd kişan-dine, çaxê ez zarok bûm emdûrxistin bo Ekef li parêzgeha Dî-waniye, piştre em ji bo Besre,Bexda û Kerkûk’ê dûr xistin, bi se-dema siyaset û kurdayetiyê kêm ba-jarên Kurdistan û İraq’ê hene kumin nedîtibe. Heta em di Kurdis-tan’ê de bûn, me qet dû salan ser-hev di avahiyekê de jiyan nekir,heta em derbiderî welatên Sûriya,Misr û Îran’ê jî bûne, bo cara dawîêdî em li Birîtanya niştecih bûn.

Pêşmerge û Kurdistan ji bo wesembola çi tiştî ne û tên çi wate-yekê?(Digirî) Pêşmerge kesê/a herî

pîroz e û bi xwîna wan ya geş rojaîro ji me re pêk hatiye, lê mixabinheta niha bi awayê pêwîst xizmet bimalbat û kesûkarên Pêşmergan ne-hatiye kirin, Kurdistan jî rih û canême ye.

Peywendiya te ligel zavê te (CelalTalabanî) çawaye?Her pirs neke, hemû zarokên min

bi aliyekê û Mam Celal jî bi ali-yekê, ez ewqas ji wî hez dikim.

Peywendiya navbera we wek xesûû zava ye an têkiliyeke hevalaneye?

Berî ku em Hêro bidin wî û bihevre bizewicin, min Mam Celalnas dikir û wî berdewam hatin ûçûna me dikir, ciwanekî ciwan yêrewşenbîr û bi exalq û welatparêzbû. Bi rastî min û Mamoste Îbrahîmpir jê hez dikir, di şoreşa Partî deligel bavê Hêro bû.

Hun bi çi navekê gazî hev dikin?Ez her ji wî re dibêjim Mam

Celal û ew jî ji min re dibêje Gele-xan.

Kî navê te danî Gelawêj?Bavê Hêro ev nav li min kir, ji

ber ku di destpêkê de navê min Sa-cîde bû, piştre Mihemed ê xalê minbi zorî navê min kir Jiyan, piştî kuem ji bo deverên jêr ên İraq’ê bonav Ereban hatin dûrxistin, car dinez bi navê Sacîde gazî dikirim.Dema ez ligel Mamoste ÎbrahîmEhmed zewicîm, wî navê kovaraxwe ango Gelawêj li min kir.

Te çawa biryar zewacê ligel Ma-moste Îbrahîm Ehmed da?Îbrahîm ligel Hemze yê xalê min

di nav PDK’ê de kar dikir û gelekjê hez dikirin, ji ber ku mirovekîhêmin û rewşenbîr bû, dema hat boxazbîniya min (dikene), ez jî dicîhde razî bûmû min bersiva erê da.

Tu ligel nivîsînê çawayî?Gelekî baş im, niha jî berdewam

dixwînim û dinivîsim.Çend pirtûkên te hene?Min 17 pirtûkên çapkirî hene ku

piraniya wan roman û çîrok in, her-wiha pirtûka serpêhatiyên min, kuniha berga yekem a wê di bazarê deye û mijûl im berga dûwem jî dini-vîsim. Ez herwiha liser romanek binavê ‘Dîwarê hundirê avê’ kardikim.

Ango heta niha jî tu berdewam di-nivîsî?Bêguman her dinivîsim, lê ez

gelek ji nivîsîn îro hêrs im, hin pey-van bikar tînin ku bixwe jî nizaninwateya wan çiye, başe ew ji bo kîdinivîsin? Birastî şêwazê nivîsînarojnameyan pir xerab û tevlihev e.

Êdî tu li çi tiştekî din hêrs dibî?Ez bi cilûbergên niha ên jinan

hêrs dibim ku binavê modelan kin-cên kurdî tevlihev kirine, ew ne ci-lûbergên kurdî ne, eger li welatekedin bûya, diviya dîzaynerên wan ci-lûbergan bihatana cezakirin, ji berku kinc tevlihev kirine.

Tu çi li înternetê dizanî?Erê çawa nizanim, ez her bixwe

E-maîlan dişînim bo zarokên xwe ûserdana malperan dikim, ew jî (in-ternet) para xwe dema min digire.

Tu çi xwarinekê dizanî çê bikî?Ez hemû xwarinekê dizanim çê-

bikim, hemû zarokên min ji xwari-nên min hez dikin, Mam Celalgelek ji xwarinên min hez dike, bi-taybet birincê ku ez çêdikim.

Têbinî: Ev hevpeyvîn di hejmaradawî (10) a heftenameya ‘Nimnim’hatiye çapkirin ku KompanyaRûdaw derdike.

Xesûya Celal talabanî Gelawêj Xan:

Hemû zarokên min bi aliyekêû Mam Celal jî bi aliyekê

Silêmanî (Rûdaw) – Yekîtî-yên Jinên Kurdistan’ê di 8’êAdar’ê de Roja Jinên KedkarênCîhan’ê de festîvala fîlman lidar-dixe. Mijara fîlmên ku vê tevlîfestîvalê bibin, divê li ser jinê be.3. Festîvala Fîlmên Kin yên ku diSalona Awar ya Silêmanî de tê li-darxistin de, yên ku dixwazinbeşdarê festîvalê bibin, divê heta26’ê Sibat’ê serî lêbidin.

Festîvala ku di 8’ê Adarê RojaJinên Kedkar ên Cîhanê de tê li-darxistin de, di beşa senaryoyaherî baş, derhêner, lîstikvanê jinû mêr û wekî din jî li ser dokû-mentera herî baş wê xelatan bide.

Fîlmên ku tevlî festîvalê dibinwê ji alîyê komîyonekî pispor vebê hilbijartin. Li gor komîsyonafestîvalê şertên tevlîbûnê wihaye: • Fîlm divê li ser jinê be.• Divê bi sîstema (35 ml-HD-

DV) hatibe amadekirin.• Fîlm divê ji 35 deqîqeyan di-

rêjtir nebe.

• Divê fîlm di navbera sala 2007û 2010’an de hatibe amadeki-rin.

• Fîlmên ku li Kurdîstan’ê hatîyeamadekirin, divê li tu cihî ne-hatibe nîşandan.

• Fîlmên ku tevlî festîvalê dibinû yên ku bên qebul kirin jî ji boarşîva festîvalê vê bê parastin.

• Divê naveroka fîlm û hinekwêneyên fîlm li ser du CD bêkopîkirin û şandin.

• Fîlmên ku ne bi kurdî bin, divêbên wergerandin. Fîlmên ku ji 35 deqîqeyan di-

rêjtir be vê weke fîlmê mêvan wêbên nîşandan.

Kesên ku dixwazin tevlî festî-valê bibin, bi rêya e-maîl û tele-fonê dikarin agahîyên berfirehbistînin.

Ji bo agahiyê:Yekîtîya Jinên Kurdîstan’ê

(Women Union of Kurdistan),Tawar Palace, 11 Street, Sile-manî, [email protected],

Tel: 07501145509.

Li Silêmanî festîvalafîlmên jinan

Ez hemû xwarinekê dizanim çêbikim, hemû zarokên min jixwarinên min hez dikin, Mam Celal gelek ji xwarinên min hez dike, bitaybet birincê ku ez çêdikim.

Gelawêj Salih Fetah (Wêne: Rûdaw)

Dû jinên din jî (xwe) kuştinAmed (Rûdaw) - Li navçeya Muş’ê Bulanik’ê bûka 14 (!) salî bi

navê Havva Üzüm di mala xwesiya xwe de dawî ji jîyana xwe anî.Havva Üzüm 3 meh berê bi Burhan Köroglu a 23 salî re hatibû zewi-candin. Ji bo ku sedema mirina Havva Üzüm bê tespîtkirin, ji alîyêserdozgerîyê lêkolîn dest pê kir.

Li Amed’ê nêzîka navçeya Bismil’ê jî cesedê keçek bi navê EmineAydeniz a 22 salî hat dîtin. Aydeniz ku di ava Dîcle’yê de fetisandîhat dîtin, xwendekara zanîngehê bû û ji bo betlane hatibû Bismil’ê.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

SÎRWAN H. BERKo

Berlîn - Angelika Graf ji PartiyaSosyaldemokrat (SPD) bi nûçeyekeerênî dest bi axaftina xwe ya di Par-lamena Almanya’yê “Bundestag’ê“de kir. Wê ji endamên parlamenê reeşkere kir ku welatiyê kurd XalidKenco ji Sûriye’yê reviya û li Tir-kiye’yê doza mafê penaberiyê ki-riye. Çend katjimêran berî kucivîna parlamenê li ser Sûriye’yêdest pê bike, malpera KurdWatch’ênivîsandibû ku Kenco ji Sûriye’yêreviyaye, bi qaçaxî koçberî Tir-kiye’yê bûye û li Enqere’yê li cemKomîsarê Penaberan ê Bilind ê Ne-

teweyên Yekbûyî (UNHCR) dozamafê penaberiyê kiriye. ÇîrokaXalid Kenco bû ku mijara rewşamafên mirovan li Sûriye’yê – dinav de jî rewşa kurdan – xist rojevasiyaseta Almanya’yê. Di 1’ê Îlon a2009’ê Almanya Xalid Kenco ve-gerand Sûriye’yê. Ew li wir hat gir-tin, îşkencekirin û li gor bendê287’ê yê qanûna cezayan ji ber “be-lavkirina bi mebest a nûçeyên şaşan mezinkirî li derve“ doz li dijî wîhatibû vekirin. Ji bo vê tawanê ta sêsal zindan dikarin lê bên birîn.

Ji ber ku di sala 2008’ê de di nav-bera Almanya û Sûriye’yê de pey-manek hat mohrkirin, ku li gor wê

Sûriye xwe mecbûr dike ku di ve-gerandina penaberên ji Sûriye’yêyên li Almanya’yê alîkar be, XalidKenco û komek welatiyên kurd boSûriye’yê hatin şandin. Ji ber kudewleta Sûriye’yê bendên peymanêbinpê kirin û hin ji wan kesan, dinav wan de jî Kenco, girtin û xistinzindanan, komek partiyên almanîyên oposîsyonê ji hikûmeta xwedoza rawestandina peymanê û ve-gerandina penaberan ji bo Sûri-ye’yê kir. Lê ew bi ser neketin.

Hikûmeta almanî li ser rewşa liSûriye’yê baş agahdar e. Endamênhersê partiyên CDU/CSU û FDP dicivîna parlamenê ya pêncşema borî

piştrast kirin ku li Sûriye’yê mafênmirovan tên binpê kirin û rêjîmaSûriye’yê kesên dijberî xwe diçe-wisîne. Lê dîsa ew naxwaze pey-mana bi Sûriye’yê re rawestîne.Hikûmet di wê baweriyê de ye kukesên ku nikaribin di rêyên qanûnîre mafê penaberiyê bi dest bixin,gerek vegerin welatê xwe. Ji bo kumirov mafê penaberiyê bistîne, qa-nûna almanî dibêje ku ne rewşagiştî ya welatê penaber giring e, lê-belê sedemên ku hiştine mirovek jiwelatê xwe bireve û li Almanya’yêdoza penaberiyê bike. Ango: Rew-şa taybetî ya penaber rola sereke di-lîze di doza penaberiyê de.

Angelika Graf ji SPD diyar kir kuçendîn nîşanên di siyaseta derve yaSûriye’yê de erênî bin, “lê mixabindi heman demê de nîşanên rewşamafê mirovan li hundirê Sûriye’yêxerab in”. Ji ber vê yekê partiya wêji hikûmeta almanî doz kir ku li gelYE di peywendiyên xwe yên bi Sû-riye’yê re zextê li ser Sûriye’yê pêkbîne, da ku rewşa mafên mirovan

baştir bike û kesên dijber serbestberde.

Parlamenter Ulla Jelpke ji partiya“Die Linke“ a çep helwesta hikû-meta almanî qet fêm nake. DieLinke jî mîna SPD û partiya DieGrüne a kesk doza rawestandina ve-gerandina penaberan ji bo Sûriye’yêkir. Jelpke ji Rûdaw’ê re got ku hi-kûmeta almanî di wê baweriyê de yeku qanûn mafê herkesî diparêze ûSûriye’yê dema peymana bi Alman-ya’yê re mohr kiriye, soz daye kumafên mirovan biparêze: “Rast e, dipeymanê de hatiye nivîsandin kudivê Sûriye hemû peymanên mafênmirovan ên navte- weyî pêk bîne, lêew berdewam van peymanan binpêdike.” Jelpke balê dikişîne ser kesênmîna Xalid Kenco, ku tenê ji berbeşdarbûna di xwenîşandanên li Al-manya’yê yên li dijî peymana Al-manya-Sûriye “di xeterê de ne kuger ew vegerin Sûriye’yê, ew li wiryekser bên girtin û zor li wan bêkirin û ew bi têkbirina wêneyê Sû-riye’yê li derve bên tawanbarkirin.”

RûdawHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 201010 Dîaspora

Almanya şandina penaberan bo Sûriye’yê ranawestîne

RoBERT CHATTERJEE

120 ciwanên ku li baxçeyê dibis-tanê hatine cem hev, bi almaniyekêpirr paqij li ser bajarên Münster,Frankfurt, Bochum û Berlin diaxi-fin. Ew li Almanya mezin bûne, te-menên wan di navbera 10 û 17’yande ye û ew li Dihok’ê xwendevanênDibistana Nohat in. Dêbavên wandemekê wek pênaberên siyasî li Al-manya jiyanê, lê ew ji sala 2004’anve hatine Kurdistan’ê ku ji bo nûvaavakirina welatê xwe alîkarî bikin.

Ew ciwan li vir xwe li welatêxwe hîs nakin. Ew yekser pasapor-tên xwe nîşana me didin. Dîlan 17salî ye û çar salan li Dihok’ê dije.Dîlan dibêje, “Li vir tiştê ku em bi-karibin bikin nîne. Ez ditirsim ku ezalmanî jibîr bikim. Lewra li vir qetdersa almanî nîne. Ji ber wê ez dix-wazim piştî bekelorya (diplomayaamadehiyê) biçim Almanya û za-ningehê bixwînim.”

Nûnerên Karûbarê Berdêl yêAkademîsyenên Alman (DAAD),Enstîtuya Goethe û NavendaZiman “Testdaf” Başûrê Kurdis-tan’ê ziyaret kirin û hefteyekî hev-dîtinan pêk anîn. Ji wan hevdîtinayek bi xwendevanên DibistanaNohat bu. [...] Armanca vê şandeyêew e ku li Kurdistan’ê almanî wekzimanekê biyanî di dibistanan de

were xwendin û di zaningehên Al-manya û Kurdistan’ê de hevxebatpêk were. Armanca wan ya dûr jiewe kû zaningeheke alman - iraqîwere ava kirin.

Ji bo endezeran hewceya hînbûna almanî heyeLi Kurdistan’ê sê sale ku li çar

dibistanan tevî ingîlîzî û erebî al-manî jî tê hîn kirin. Ji bo dersên al-manî Enstîtuya Goethe alîkarî dike.Ji wan dibistanan yek li Hewler’êDibistana Gara ye. Mamosteyêndersa almanî kurd in. Li Kurdis-tan’ê û İraq’ê almanî zêde nayê ter-cîhkirin. Lewra li gor serokaBuroya Goethe “Dialogpunkts” Ju-dith Mirschberger, li vir têra xwewergerên zimanê almanî hene,ango kesên almanî bizanibin, ewnikarin di wî warî de kar bikin. Jialiyê din dîplomayên kursên zimanû yên dibistanan, ji aliyê zaninge-hên Almanya’yê ve nayên qebûlkirin. Buroya Goethe “Dialog-punkts“ berî çend mehan li Hew-ler’ê hatiye vekirin. Ew dixwazindi sala 2010’an de dest bi kursên zi-manê almanî û testên ziman pêşkeşbikin. Ew bi xwe nikarin mamosta-yan perwerde bikin, lê dikarin wîwarî de alîkarî bikin.

Serokê şanda DAAD li ser wa-teya perwerdeya almanî got, “He-

bûna mamosteyên baş pirr girîng e.Lê divê dahatiyê de almanî li vir zi-manê zanistî yê duyemîn be.”

Li vir mirov ji sifirê destpê dike.Lewra li hemû İraq’ê tenê Zanin-geha Bexdayê kursên almanî hene.Serokê Navenda Ziman “Testdaf”,Hans-Joachim Althaus dibêje, “zi-manê almanî ji bo endezyar, doktorû înformatîkzanan hewce ye.” Diçenteyê Hans-Joachim Althaus deCD’yên hînbûna ziman yên “De-utsch Uni Online” (DUO) hebûn.[...] Bi vê bernameyê xwendevandikarin li cîhê xwe li ser înternetêalmanî hîn bibin. Lê li İraq’ê li hercîhî îmkana înternetê nîne. Ji aliyêînternetê îmkanên Kurdistan’ê baş-tir in. Ji ber wê ji zaningehên Hew-ler, Dihok û Suleymani’ye dixwa-zin wan îmkanê bi kar bînin.

Li Kurdistan’ê kar kirin, lê li ser İraq’ê fikirînPirsgirêka hînkirina almanî di

gera Wezîrê Dervê yê Almanya yêberê Frank-Walter Steinmeier yameha Sibat a 2009’an de jî hatibûrojevê. Frank-Walter Steinmeier liBexda’yê bi wezîrê xwendina bi-lind yê İraq’ê jî hevdîtin pêk anîbû.Nûnerên DAAD’ê di hevdîtinan dedaxwaz kirin ku wek prensîp divêew bername li tevaya İraq’ê werinpêk anîn. Nûnere DAAD Gerold

got, “em her tim ji hevkarên xweyên ereb re dibêjin ku em ji berrewşa ewlehî li Hewler’ê ne, ne liBexda’yê. Ji aliyê din em li Kurdis-tan’ê dikarin karên xwe baştir ûzûtir pêk bînin.”

Hikûmeta Herema Kurdistan’êhewl dide ku DAAD li Kurdistan’êburoya xwe veke. Wezîrê Xwen-dina Bilind yê Kurdistan’ê İdrisSalih her roj bi şandeya DAAD rehevdîtinan pêk tîne û li ser potansi-yela zaningehên Kurdistan wanagahdar dike. Di van salên dawî deli Kurdistan’ê her ku diçe hejmarazaningehan zêde dibe.

Armanca dûr avakirina zaningehekê alman – iraqî yeRektore Zaningeha Dihok’ê, ens-

tîtûyên zaningehê, salonên werziş ûkonferansan nîşana şandeya DA-AD’ê dide. Leza karên avakirinê liKurdistan’ê pirr tesîrekê baş li serGerold kir, wî got, “pirr girîngtir eku mirov wan avahiyan bi naverokû wesp tijî bike, ew kar jî wê gellekbidome. Ji bo wê jî pewîste bi za-ningehên Almanya re hevkarî pêkwere.”

© Zenith - Zeitschrift für den OrientWergera ji almanî: Seyîdxan Kurij

Enstîtuya Goethe û saziyên din hewl didin ku rê pesh zimanî almanî vekin, da ku bibe zimanê xwendinê.

Armanc almanî li Kurdistan’ê bibe zimanê zanistê

Xwendekar li Enstîtuya Goethe fêrî zimanê almanî dibin.

Keçên kurd tevî ala Kurdistan’ê li dijî rejîma Sûriye’yê dimeşin: “Em kurd in. Em netewek in.”

Ji bo salekî: Almanya, Belçîka, Awûstûrya, Fransa,Hollanda: 60 Euro · Swîsre: 120 CHF · Brîtanya: 60GBP Swêd (Schweden): 900 SEK · Danîmarka(Danemark): 600 DKK · DYA (USA): 100 USD Kanada : 120 CD · Tirkiye: 100 TL

Ji bo şeş mehan: Almanya, Belçîka, Awûstûrya,Fransa, Hollanda: 30 Euro · Swîsre: 60 CHF · Brîtanya:30 GBP · Swêd: 450 SEK · Danîmarka: 300 DKK DYA (USA): 50 USD · Kanada: 60 CD · Tirkiye: 50 TL

Ji bo Almanya: Rudaw Media GmbH Bank: Deutsche Bank Köln · Konto Nr: 2450161 BLZ: 37070024Ji derveyî Almanya:IBAN: DE48370700240245016100BIC: DEUTDEDBKOENavnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a 50823 Köln / Almanya E-maîl: [email protected]

Rûdaw Şertên Abonetiyêwww.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Rûdaw 11Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Dîaspora

MISTEFA ÇIWARTAYÎ

Köln - Dema mirov ji deriyê pe-restgeha wan “Gûrdwara” dikevehundir, li aliyê çepê stûneke bilindhatiye daçikandin, aleke pirteqalîku dişibe ala dewletê, sembolek biwêneyê du xenceran bala mirovdikşînin. Her Sîksek bê hundirdestê xwe ser wê bermîla ku stûnaalê tê de hatiye çikandin, dibe ûtîne. Dîmenê perestgeha Sîksan jigelek aliyan dişibe mizgefta Mu-sulmanan.

Li derve pêlavan datînin û destênxwe dişon, êdî yê ku serqot be liderve serê xwe dinuxmîne û der-basî hundir dibe. Herkes dikare der-basî hundir bibe bi mercê serê xwebipêçe û cigere û alkol pê re nebe.Di hundirê perestgeha de nêr û mêweke hev beşdarî nimêj û rûtualandibin, lê jin li aliyê çep rûdinin.

Di pêşiya perestgehê de, ku di-keve heman cihê minbera miz-gevtê, stûnekî rengîn hatiye xemi-landin û herdem baweşê dike û lijêriya wê kitêba pîroz a sîxan (AdîGrant) ku ji 1430 rûpelan pêk tê,hatiye danîn. Li aliyê çepê sê kesrûniştine û muzîkê lê didin û çendkes bi dengên nizim û bilind sirû-dan dibêjin. Her kesê ku derbasîhundir dibe bi razîbûna xwe hinekpereyan dixe sandoqekê û wek hev-karî pêşkêşî perestgehê dike. Piştresicde dibe û diçe cihekî rûdine. Liperestgehê nîvro û êvaran xwarin têçêkirin û Sîksî ne qels û hestyar inger xelkên din jî biçin perestgehê ûxwarinê li gel wan bixwin.

Piştî xilasbûna nimêj û merasi-man, persat ku weke helawa kurdîye, li ser amadebûyan tê dabeşkirin,êdî jin xwarin amadekirine û hinekmêr xwarinê li ser hemuyan dabeşdikin û hinek jî bi çaydaneke mezinherdem avê digerînin, piştre kesêbixwaze derdikeve û yê ku bixwazedikare heta nimêja êvarê bimîne.

Ji ber ku bingehên erkên serekîyên vê olê pênc in, lewma desteyaserokatiya perestgehê jî pênc in.Oldarên sîksiyan nîn in û Adî Grant

çavkaniya bersiva hemû pirsiyarane. Herçiqasî ku sîks ji sedî 3 ji xelkêHindistan’ê pêk tînin jî, lê kesênherî girîng, pispor û endezyar ûbehremend in li Hindistan’ê.

Di serdana Rûdaw’ê bo perest-geha bajarê Köln’ê de, me SerokêPerestgehê Stnam Sîng û hevsero-kên wî, herwiha Serokê RêxistinaAzadîxwaz ya Sîxan Reşam Sîngdît û wan bo me behsa vê olê û razû nehêniyên wê kirin.

Stnam Sîng derbarê ola sîksîwiha axifî: “Sala 1469’an GûrûNanak ev ol damezrand, civakahindî çînayetî bû. Gûrû Nanak carayekem got mirov hemû çînek in,herwiha yektaperestî anî holê. Bibaweriya Hindûsan xweda pirr in lêbaweriya sîksan bi Xweda’yê yek ûyekta heye.”

Derheqê jimara zêde ya pût ûpeykerên Xwedayan ku li Hindis-tan’ê hene, jî wiha got: “Pût û pey-ker li ba me nîn in, armanceke dinku ola Sîksî bo wê hatiye dirustki-rin xebatkirine bo dadmendî û bêcudahî di navbera Musulman û Ci-hûyan, yan Xiristyan û Budîstan e.Deh gûrûyên me hebûn û canên heryekî ji wan piştî mirina wî vegu-haztiye bo gurûyê piştî wî.”

Gurû tê wateya mamoste, damez-rêner û rêberên Sîksiyan wek gûrûtên naskirin. Derbarê vê yekê kuçima tenê 10 gurû hebûn û piştî wanti kes nebû gurû, Berpirsê RêxistinaXebata Azadîxwaz a Sîksan li Al-manya Reşam Sîng dibêje: “Gurûyê dawî ku yê dehem bû BabbarKhalsa kitêbeke pîroz daye me ûdema bi carekê koça dawî kir got

piştî min gûrûyekî din nayê, herpirsgirêkên we hebin hûnê çarese-riya wê di vê kitêbê de bibînin, evkitêb destûr û yasaya jiyana we ye.”

Herwiha derbarê cudahiyên ku dinavbera herdu kitêbên pîroz ên AdîGrant û Dasin Grant de hene, Se-rokê Perestgehê Setnam Sîng wihadibêje: “Pirseke dijwar e. DasinGrant ji aliyê Gurû Gobend Sîng vehatiye nivîsandin, di wê serdemê deceng û ne aramî hebû û gelek tişthatine têkelkirin ku li gel ola menaguncin. Hindograntî tê de ye kubaweriya me pê nayê.”

Setnam Pal dibêje: “Dasin Grantpiştî Adî Grant bi 110-115 salan ha-tiye nivîsandin û tiştên wiha tê dehene ku ti kes nizane kî nivîsan-dine.” Derbarê propagandên erebanku dibêjin wek erkekî olî divê her

Sîksek Musulmanekî bikuje, piştîpêkenîneke zêde Setnam Sîng wihaaxifî: “Em dijî her sitemkarekî ne ûsitemê li ti kesî nakin, ger em bêntehdîtkirin, em bergiriya xwe di-kin.” Herwiha derheqê ku qaşo Gu-rûnak piştî sefera Mekke hizradamezrandina ola Sîksî kiriye, nav-birî got: “Berê bîra vê yekê biribû,lê dema li Mekkê’ye dibîne Musul-man di yek aliyî de rawestiyane ûberê wan li merqedekê ye û nimêjdikin, qaziyekî dibîne û jê re dibêje:Mekke li her cihekî ye, ji ber Xwedajî li her cihekî ye, hûn dikarin ji herçar aliyan ve berê xwe bidinê ûnimêj bikin, ew jî dibê rast e.”

Hefteya peş di Rûdaw de: Rolajinê di ola Sîksî de, dîroka ola Sîksîû pênc payeyên ola Sîksî.

Li Köln’ê rojek li gel Sîksên Hindistan’ê

Kêm bêje, kêm bixwe, kêm raze!Tevî ku Sîksî tenê ji sedî sê ji xelkê Hindistan’ê pêk tînîn, lê di gelek waran de Siksî di rêzên peş de ne.

Hefteya borî jî gelek rojname-yên navnetewî bala xwendevanênxwe kişandin ser bernameya atomîya Îran’ê û nîqaşên li ser embargo-yên li hemberî wî welatî.

Rojnameya almanî ya aborîHandelsblatt nivîsandiye ku divêembargoyên ku li hemberî Îran’êbên danîn, li hemberî rêberiyaÎran’ê bin: ”Bi embargoyên kêr-hatî wê gangez be ku Îran bo dest-jêberdana bernameya atomî bêdehfkirin. Bo vê yekê pêwist e kuzirar bighijê leşkeriyê û ne civakasivîl. Û Rûsya jî dive heman benêRojava bikşîne.”

Rojnameya îngilîzî The Guar-

dian jî nivîsandiye ku bernameyanukleyerî ya Îran’ê di dema Şah dehatiye dêstpekirin. Di dema şerê1980’an de, piştî ku SaddamHûsen bi çekên kîmyewî erîşîesker û xelqên sîvîl kir, li ba gelekîraniyan baweriya ku pêwîstiyawan bi hebûna çekên nukleyerîheye, xurt bûye. Heviya Xameneyjî ew e ku dema Îran bibe hêzekatomî, wê demê wê kesek nikaribeû cesaretê nebîne ku ji derve hewl-dana guhertina rejîma Îran’ê bike.

Rojnameya îsraîlî Haaretz jî liser tekiliyên Îran û Suriye’yê seki-niye û nivîsandiye: “Bernameyanukleyerî ya Îran’ê ji bo heremêxeterek pirr mezin e. Ji bo ku Îran

sist bibe û hêza wê bê kêmkirin,dive Suriye ji aligiriya Îran’ê bêdûrxistin“.

LeMonde diplomatique çapa

almanî di hejmara xwe ya Sibat’êde bi firehî li ser siyaseta nû ya Hi-kûmeta Tirkiye’yê rawestiye. Ber-pirsyara LeMonde diplomatiqueçapa îngilîsî, Wendy Kristianasen,di gotara xwe ya bi sernavê “Tir-kiye xwe nû difikire“ wiha nivî-sandiye: “Hikûmeta AKP’ê liEnqerê desthilata xwe ya hundurinbihêztir kir – herî zêde jî li ser he-sabê leşkeriyê. Ev yek jêre rê borolekê nû ya navbeynkariyê li he-rêmê jî vedike. Mîmarê vê siyasetadervê jî Ahmet Davutoğlu ye. Tir-kiye dikare di demeke nêz de boYekitiya Ewrûpa’yê balkêştir bibe.

LeMonde diplomatique çapakurdî jî cih daye kurdnase almanProf. Dr. Udo Steinbach ku li serrewşa kurdan sekiniye û di jêr ser-nivîsa “Mezintirîn pirsgirêka li pê-

şiya siyaseta navneteweyî“ wihanivîsandiye: “Yek ji pirsgirêkênherî mezin ên li pêşiya siyasetanavneteweyî ya sedsala 21. çare-serkirina “pirsgirêka kurd” e. Evpirsgirêk beriya nêzî bi sedsalandîsa xwe nîşan dabû. Dema Împa-retoriya Osmanî sala 1918’an dehilweşiya, erdên wê ji nû ve hatinparvekirin. Ji bilî Îran’a ku dewlet-bûna wê heta bi sedsala 16. diçe,kurd li dewletên nû çêbûyî parçebûn. [...] Piştî jihevketina Împera-toriya Osmaniya, ev cara pêşî yeku helwestên sereke yên realîstyên ji bo çareseriya pirsgirêkakurd xwe nîşan didin. Pêkanîna vêher weha di destê kurdan de ye. Jibo pêkanîna van di navbera vîzyonû rastiyê de divê ji lihevkirinê reamade bin.”

Rojeva çapemeniya cîhanê

(Wêne: Rûdaw)Dîmenek ji perestgeha Sîksan li bajarê Köln’ê.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

NuRETTİN AKAD

Aalst - Her sal beriya rojiya 40rojan a Xiristiyanên katolîk, li we-latên cûr be cûr ên Xiristiyanên ka-tolîk karnaval tê lidarxistin. Bi tevîku li gellek welatan tên lidarxistinjî, karnaval bi awayekî bi coş herîzêde li Hollanda û Belçîka tên lidar-xistin. 14’ê Sibat ê, yekşema der-basbûyî, karnavala 2010’an li yek jibajarên Belçîka ku karnaval bi awa-

yekî rewnaq derbas dibe, li Aalst’êhate çêkirin. Kevneşopiya karnavalêli bajarê Aalst’ê, digîje sala 1851’ê.Di karnavalê de ku di hewayeke fes-tîvalê de derbas dibe, roja yekemînkortejeke bi kîlometreyan dirêj, bitevî kostum, kinc û cîlên renga rengû fîgûrên karîkatorîk di nav kolanênbajêr de derbas dibe. Karnaval,çawa ku Newroz bi awayekî bi coşji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin, biheman coş û heyecanê ji aliyê gelêAalst’ê ve jî tê pîrozkirin. Berî pî-

rozbahiyê bi mehan amadekarî têkirin. Her wiha organîsyona ku vêfestîvalê li dar dixe, salê 12 mehanbi vê festîvalê ve mijûl in. Ji ber kufestîval li vî bajarî xwedî cîhekî gel-lekî cûda ye.

Di karnavala îsal de bi tevî kuberf û hewa sar jî bû bi deh hezaranmirov tevlî bûn. Karnaval li Belçî-qa’yê ji ber fikara tevlîbûna miro-van, di heman demê de li hemûbajaran nayê lidarxistin. Ji ber ku jibo temaşekirina festîvalê ji gellekbajaran mirov tên. Û bajar bi bajarkarnaval di roj û katên cûda de têpîrozkirin. Karnaval festîvaleke ge-lerî ya Katolîkan e. Karnaval beriyaçarşema ku jê re çarşema xweliyêtê gotin, bi sê rojan pêş ve dest pêdike. Li gorî kevneşopiyê, karnevalroja yekşemê dest pê dike, duşem ûsêşemê, sê roj û sê şevan berdewamdike.

Li ser dîrok û koka vê kevneşo-piyê du riwayet hene. Lê riwayetazêdetir pê tê bawerkirin ev e: Ligorî rîwayetê, Hz. Îsa piştî hatiyeçarmîxkirin, bi sê rojan ji nû ve jînbûye. Beriya salvegera jinûve ve-jîna Hz. Îsa bi 40 rojan, cîhana ka-tolîk, dest bi rojiya goştnexwarinêdikirin. Ji ber ku Hz. Îsa, 40 rojandi înzîvayê de xwarin nexwaribû,

katolîk jî vê rojê bi bîr dianîn û 40rojan rojiya goştnexwarinê digirtin.Beriya ev rojî dest pê bibe bi sêrojan jî, xelk azad bû ku têr goştbixwin û kêf û şahiyê bikin.Lewma di her salvegera vê rojiyêde, berî rojî dest pê bike bi sê rojan,karnaval dest pê dikin.

Li bajarê Aalst’ê herkes bi tevîkostûmên xwe tevlî cejna karnavalêdibin. Ji bo kostûman ti sînor û şerttine. Bi hezaran rengên kostûmandikare di vê festîvalê de bê dîtin. Jikostûmên heywanan heta ûnîformû fîgûrên maşînan. Her wiha yek jifîgûrên ku di karnavalê de bi nav ûdengin, kesên kincên jinan li xwe

dikin. Ji van re jî di wateya “qûn-deyê qirêj/vuil jeanet” tê gotin.Koka vê kevneşopiyê jî digîje ra-birdûyê. Li gorî tê gotin, berê demaku karnaval dihat pîrozkirin, kesênku kostûm û kincên xweşik nedidî-tin, diçûn kincên lewitî û qerpilîyên jinan li xwe dikirin. Lewma bidemê re ev jî bû fîgûrek ku di navgelê belçîkî de weke “vuil jeanet”tê binavkirin. Her wiha sedemên kukostûm tên lixwekirin jî ewe kukesek neyê naskirin. Ji ber ku didema karnavalê de fîgûr û nivîs jîtên hilgirtin, bi awayekî karîkatorîkû qerfî, rexne li kesên bi nav û dengjî tên kirin.

Komkujî (qetlîam) di tarîx û jiyana gelan dabûyerek hovîtî ye û gora hiqûqa nawnetewî sû-ceke. Ne kes û grûb, ne jî sazgehên dewletannikarin eşkere parastina komkujiyan bikin.Raya giştî ya dinê û civata dewletan, di demaîro de bi şermezarkirin û mudaxeleyan derfe-tên komkujiyê kêm kirin, lê hîn jî nikarin bitemamî ji holê rakin. Komkujiyên ku di tarîxêda bûne, ji deh salan vir de di rojeva gelan ûdewletan da ne û dibin sedemên niqaşan û na-vekokiyan. Va babet, bo kurdan jî derbas dibe.

Di sedsala 20‘an da gellek komkujiyên etnîkî pêk hatin û hinek jivan, wek komkujiya ermeniyan yan jî ya yahudiyan, baş tên zanîn.Mixabin li ser kurdan gellek komkujî ji aliyê dewletên ku Kurdistandi nav xwe da perçe kirine çêbûne û heta niha neketin rojevê. Dersîm,Enfal û Helebçe bo komkujiyên li hemberî kurdan mînakên bi nav ûdeng in û di mêjiyê kurdan da cîh girtine.

Sedem, çap û şiklên komkujiyan ji hev cûda ne û divê di çarçeveyaxwe de bên lêkolîn. Kesên ku berpirsyarên qîrkirina gelan in, bi tay-betî ya kurdan, êdî tûne ne û nikarin ji aliyê Dadgeha Nawnetewî cezabigrin. Lê dewletên ku ev komkujî tê da bûne, mecbûr in wê qebûl ûşermezar bikin. Mînakek: Almanya, komkujiya Cihûyan di dawiyaşerê cîhanê yê dûyem de qebûl kir û deh salan tezmînat da kesên kuji komkujiyê zerer dîtîne. Ji aliyê din, gellek dewletan bîryar girtîneku komkujî li yahûdiyan bûye. Komkujiya ermeniyan jî mînakek dine ku pirr dewletan qîrkirina ermeniyan wek komkujî qebûl kirn. Dî-aspora her du gelan bo qebûlkirina komkujiyê xebat kirin û di hew-ladanên xwe da biserketin.

Mehên dawî, Komkujiya Dersîm‘ê kete rojeva kurdan û raya giştîya Tirkiye’yê. Di Parlamenta Ewrûpa de konferansek jî hat lidarxistin.Gellek nivîs, şîrove û agahiyên kurdan di medya kurd da cîh girt. Tex-minek ew e ku pirsa komkujiyên hatine serê kurdan bê bîrkirin, bi go-tinek din, ji rojevê derkeve. Bona vê, divê dîaspora ya kurd vê babetêbi şiklekê din daxine rojeva xwe û xebatên dûr û direj bike armanc.Pêwist e ku pirsa komkujiyan ji aliyê hemû kurdên dîaspora wek pir-sek netewî bê fam kirin û her dem di navenda xebatên wan de be. Evxebat bê rêxistin û program nabe bê berdewam kirin.

Derfet û kapasîteya kurdên dîasporayê ji aliyê lêkolîn û naskirinakomkujiyên li kurdan pirr in. Tarîxa kurd û Kurdistan‘ê bi serê xwetarîxa komkujiyan e. Zanist, lêkolîner, nivîskar û rêxistinên kurd yênli dîasporayê dijîn, divê giraniya xwe bidin pirsa komkujiyan jî. Ci-vata dewletan û raya giştî ya nawnetewî, heta niha ev pirs an nexwes-tin bizanin, yan jî bêdeng man. Guhertina vê helwestê bi hewldan ûxebatên kurdan mimkun e. Bona vê, divê ji aliyê rêxistin û şexsiyetênkurd yên dîaspora konferansek li ser komkujiyan bê lidarxistin. Ar-manca vê konferansê divê tenê pirsa komkujiyan û xebatên di vî warîde be.

Eger dîaspora kurd rola xwe bo eşkere û naskirina komkujiyên ha-tine ser kurdan nelîzin, qet ti car dewletên dinê li ser van nasekinin.Wê demê, dewletên wek Tirkiye, Îran, İraq û Sûriye jî pêkhatina kom-kujiyan qebûl nakin. Belê, pirsgirêka kurd çareser nebe, îhtîmala qe-bûlkirinê ji aliye van dewletan jî tûne. Lê ew nayê wê manayê ku kurdli ser pirsa komkujiyan ti xebat nekin. Ev pirs û niqaşên li ser wê bopirsgirêka kurd û çareserbûnê jî giring û pêwist in.

Daxwaz ewe ku rêxistinên kurd yên dîaspora wek enstîtuyên kurd,KNK, PEN‘a Kurd û federasyonên komelan gavekê bavêjin û rojekêpêşta konferansekê li ser komkujiyan pêk bînin. Armanc û encama vêkonferansê divê avakirina rêxistinek li ser komkujiyan be û xebatênpêwist di vî warî de dest pê bikin.

RûdawHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 201012 Ewrûpa

Köln (Rûdaw) – Bi 378 li hem-berî 196 dengan Parlamena Ewrû-pa’yê “Peymana SWIFT” a dinavbera DYA û Yekîtiya Ewrû-pa’yê red kir. Lê bi vê biryarê Par-lamena Ewrûpa’yê ne tenê pey-manek navnetewî hilweşand, parla-menê di heman demê de nîşan daku ew êdî nema bi rola ”pilingekîbêdiran” qayîl dibe û dikare bi serêxwe jî biryarên giring bistîne. Bir-yar wekî serkeftinek mezin bo Par-lamena Ewrûpa’yê tê nirxandin.

Tevî ku gelek hikûmet û derdo-ran parlamenterên Parlamena Ew-rûpa’yê xistin jêr zextekî mezin jî ûheta Wezîra Derva ya DYA’yê Hil-lary Clinton jî hewl da ku raya dij-berên “Peymana SWIFT” di Par-lamena Ewrûpa’yê de biguherîne,lê dîsa jî parlamenteran guhê xwenedan fişaran û peymana ku di 30’êMijdar’ê di navbera rayedarênDYA’yê û wezîrên navxwe yên we-latên YE’yê hatibû mohr kirin, bi378 li hemberî 196 dengan ruxan-din.

Biryara Parlamena Ewrûpa’yê bûcihê dilxweşiya gelek derdoran jî ûwek biserketina Demokratiya Ew-rûpa’yê hat binavkirin. Parêzvanênînformasyonên şexsî dibejin kuheta niha DYA’yê bêyî ku kesek bi-zane ew di rastiyê de çi bi wan în-formasyonan ku digihijin wandikin, dikarîbûn agahiyên di der-barê şandin û wergirtina pereyan liseranserê Ewrûpa’yê kom bikin ûev pratîk çendîn mafên bingehînyên hemwelatiyên YE’yê binpêdike. Parêzvan dibejin ku bi vê bir-

yara Parlamena Ewrûpa’yê pêşî libikaranîna neyênî ya înformasyo-nên danûstandinên diravî yê 500milyon hemwelatiyên YE’yê hatiyegirtin.

Piştî bûyera 11’ê Îlon’a 2001’ê liDYA’yê, li ser daxwaza rayedarênamerîkî (CIA, FBI, Wezareta Da-rayî û Bankeya Navendî), şîrketa

belçîkî SWIFT qebûl kir ku agahi-yên di derbarê şandin û wergirtinapereyan a hemwelatiyên ewrûpîbide saziyên amerîkî. Di çapeme-niyê de behsa agahiyên di derbarêheta 20 milyon kontoyên bankeyantê kirin, ku şîrketa SWIFT salanebo saziyên amerîkî dişandin.

Di çarçoveya ”Peymana SWIFT”de şîrketa SWIFT navê kesê kupere dişîne, hejmara kontoyê, nirxêpereyên şandî û navê kesê ku perebo wî dihatin şandin, ji saziyênamerîkî re dişandin. Beriya ku ra-yedarên amerîkî û wezîrên navxweyên welatên YE’yê peymana nav-borî mohr bikin jî, saziyên amerîkîbi dizî agahî ji şîrketa SWIFT wer-digirtin. Lê piştî ku ev yek bi rêyarojnameya “New York Times“ eş-kere bû, rayedarên amerîkî mecbûrman ku “lihevhatina di navberaxwe û şîrketa SWIFT de“ têxin çar-çoveyek yasayî û dest bi danûstan-dinên li gel rayedarên YE’yê kirin.

Piştî vê biryara Parlamena Ewrû-pa’yê êdî înformasyonên di derbarêkontoyên hemwelatiyen YE’yê wêbi awayê berê negihijin saziyênamerîkî. Parlamenterên ewrûpîgotin ku Parlamena Ewrûpa’yê wêtenê bi wî şertî vegere nav danûs-tandinan, ger ”şerê hevpar yê li dijîterorîzmê” li ser bingeheke nû kumafên şeqsî yên hemwelatiyênYE’yê binpê neke, bê meşandin.Parlamenterên ewrûpî garantiyan jirayedarên amerîkî dixwazin kuagahiyên di derbarê kontoyên hem-welatiyên YE’yê ji bo kiryarên ne-yînî neyen bikaranîn.

peymana SWIFt hilweşiya

Parlamena YE’yê got: SToP!DR. NEBÎ KESEN

Pirsa komkujiyê û kurdên dîasporayê

Newroz’a Belçîkiyan:

Karnavala Aalst’ê

Dîmenek ji karnavala bajarê belçîkî Aalst.www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 13: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Rûdaw CîhanHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 13

Rûsya ji NATo’yê ditirse

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Se-rokdewletê Rûsya’yê Dmitry Med-vedev dîrektîvek leşkerî ya nû ya“xetên bingehîn ên ewlekariyê“ pe-jirand. Li gor vê dîrektîvê xeteraherî mezin ji bo Rûsya, berfirehbûnaNATO’yê li rojhilatê Ewrûpa ye.

Bicihkirina şemsiya parastina jirokêtan a DYA’yê û berfirehbûnaNATO’yê dibin cihê gumanan liMoskow’ê. Di lîsteya “xeterên leş-kerî yên herî mezin“ a dîrektîva leş-kerî ya nû de ku ji aliyê Serokdew-letê Rûsya’yê Medvedev di 5’e Si-bat’ê 2010’an de hat destnîşankirin,berfirehbûna NATO’yê ber bi sîno-rên Rûsya’yê di rêza yekem de cihdigre. Di dîrektîva ku heta sala2020’an derbasdar e, tê rêxnekirinku her ku diçe “înfrastrûktûra leş-kerî“ ya NATO’yê nêzîkî sînorênRûsya’yê dibe.

Bikaranîna bombeyen atomî gengaz ePiştî hilweşîna Sovyetê pirraniya

welatên rojhilatê Ewrûpa’yê bûnendamê NATO’yê û Ûkranya ûGurcistan jî dixwazin bibin endamêvê hevbendiya leşkerî, lê Rûsya bi

tundî li dijî vê hewldanê derdikeve.Sekreterê Konseya EwlekariyaRûsya’yê, Nikolai Patrushew hef-teya borî gumanên xwe ji çapeme-niyê re ragihandin û got: “Em bi şikin ku bi berfirehbûna NATO’yê ew-lekariya me mezintir bibe.“ Patrus-hew NATO tewanbar kir ku bibiçekkirina Gurcistan’ê di sala2008’an de rê li êrişên wî welatêyên ser Osêtyaya Başûr û Ab-xazya’yê vekiriye û got ku NATOhîn jî çekan dide Gurcistan’ê. Pat-rushew pirsî ka gelo amadekariyênêrişeke nû tên kirin û got ku nêtaRûsya bi xwe a êrişekê tune.

Li gor dîrektîva nû Rûsya xwemafdar dibîne ku bombeyên atomîjî bikar bîne, ger bi çekên atomîanjî awayekî din yê tund welatekîdin êrişî ser axa wê bike. Êrîşênpêşlêgir (preventîv) di dîrektîvê decih nagirin û li gor Hikûmeta Rûs-ya’yê çekên wê yên atomî beriyaher tiştî ji bo çavtirsandina êrişka-rên mihtemel e.

Nakokiyên li ser şemsiya rokêtan Wekî xetereke din bo ewlekariya

Rûsya’yê, dîrektîva nû avakirina“sîstema stratejîk“ a ku ji şemsiyaparastina ji rokêtan pêk tê, destnî-şan dike. Li gor dîrektîvê bi vê yekêdengeya hêzê a cîhanê tê têkbirin.Herçiqas piştî nerazîbûna Rûs-ya’yê, Serokê DYA’yê BarackObama bicihkirina sîstemek paras-tina ji rokêtan li rojhilatê Ewrû-pa’yê rawestandibû jî, lê nihaHikûmata DYA’yê plan dike ku sîs-temek seyar a parastina ji rokêtan lirojhilatê Ewrûpa’yê ava bike. Vanrojan eşkere bû ku tê plan kirin kubeşekî vê sîstemê ku ji rokêtên SM-3 pêk tê, li Romanya’yê bê bi cihkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya’yê Ser-gej Lawrow di vê derbare de diserdanek xwe ya bo paytexta Al-manya, Berlîn’ê de got ku ew diçarçoveya danûstandinên li serkêmkirina çekên atomî li bendabersiveke têr in ji aliyê HikûmetaDYA yê. Lawrow tehdîd kir û gotku ger ew bersivek têr wernegirin,ewê heza xwe ya deryayî li DeryaReş berfirehtir bikin. Bi hemanawayî payebilindên leşkerî li Mos-kow’ê jî rêaksyon nîşan dan.

Piştî hilweşîna Sovyeta berê, Rûsya lawaz bû û gelek tişt qebul dikirin. Lê Rûsya nema Rûsya berê ye.

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Af-rîka Başûr pêncşema borî 20. sal-vegera serbestberdana NelsonMandela pîroz kir. Di merasimekeli Parlamena Afrîka Başûr li Kaps-tadt’ê, Serokdewletê welêt JacobZuma xelatgirê Xelata Nobel’ê yaAştiyê û yekemîn Serokdewletêreşik yê Afrîka Başûr pesinand.Mandela’yê 91 salî jî tevlî mera-simê bû. Zuma bang kir ku bi ber-dewamî ji bo xewn û rêbazênMandela bê xebatkirin.

Mandela di 11’ê Sibat’a 1990’î,piştî 27 salan di girtîgehê de, ser-best hatibû berdan. Gotinên yeke-mîn ku Mandela piştî serbest-berdana xwe arasteyî bi dehhezarankesên ku hatibûn peşwaziya wî ûcîhanê kir, ev bûn: “Hevalno, rêhe-valno, hemwelatîno; ez we bi navêaştiyê, demokratiyê û azadiyê silavdikim. Ez li pêşberî we me ne wekîpêxember, lê wekî xizmetkarekîgel.” Dema ku Mandela ji girtîgehêderket, ew 71 salî bû. Ew hem di

dema girtîgehê de û hem jî piştî wêsembola têkoşîna hemwelatiyênreşik li dijî serdestiya çermspiyênAfrîka Başûr bû û hîn jî ye.

Bi serbestberdana Mandela, pê-vajoya bidawîhatina serdestiyadehsalan a çermspiyên Afrîka Ba-şûr dest pê kiribû. Bi hilbijartinaMandela bo yekemîn Serokdewletêreşik yê Afrîka Başûr di sala1994’an de, ji hev veqetandina ni-jadan – ya reşikan û ya çermsipiyanwî welatî – ku bi Apardheid dihatbinavkirin, bi dawî hat. Lê tevî kuserdestiya çermspiyan li AfrîkaBaşûr beriya du dehsalan bi fermîbi dawî hat jî, lê hîn jî têgihiştinêndema Apardheid’ê bi temamî ji me-jiyê hemwelatiyan derneketiye.

Ji bo têkoşîna li dijî sîstemaApartheid’ê û derbasbûna aştiyanebo demokratiyê, Serokdewletê wêdemê yê Afrîka Başûr, Frederik deKlerk û Nelson Mandela di sala1993’an bi Xelata Nobelê ya Aştiyêhatin xelatkirin. Mandela li seran-serê cîhanê bû sembola lihevboran-dinê û bêtundiyê.

Köln (Rûdaw) – Li gor rêxis-tina masîgirên bajarê Kenya’yêyê berav Malindi, hejmara masi-yên ku wan sala borî girtine, ji yahemû salên berê baştir bû. Se-rokê rêxistina masîgiran, AthanSeif ji ajansa nûçeyan AssociatedPress (AP) re got ku sedemên vêyekê ew e ku şîrketên masîgiriyêyên biyanî ji ber xetera rêbirriyêêdî newêrin nêzîkî beravên wanbibin.

Weke ku AP ragihandiye, zê-debûna masiyên girtî di bazarênpaytexta Somalya, Mogadîşû debûye sedema ketina buhayêhemû coreyên masiyan û ji bervê yekê jî masîfiroş hejmarekmezin a masiyan difroşin.

Li gor lêkolîneke sala 2009’ana “Rajaratnam School of Interna-tional Studies” a sîngapûrî, sa-lane li nêzîkê beravên So-malya’yê bi nirxê 90 heta 300milyon dolar masî bi awayekî îl-lêgal tên girtin. Rêxistina Nete-wên Yekgirtî bo AlîkariyaXwarin û Çandiniyê (Food andAgriculture Organization –FAO), hesab kir ku bi vî awayîproteînê ku bi rêya masiyên îlle-gal girtî dighijin gelê Somalya’yêji alîkariya ku civaka navnetewîdide Somalya’yê bêtir e.

Li gor FAO bi giştî 700 keşti-yên masîgiriyê ji seranserê cî-hanê nêzîkî beravên Somalya’yêmasiyan digrin û gelek caran biawayên cude cude – heta biçekan jî – keştî zorê li masîgirên

somalî dikin ku ji beravan dûrbikevin. Tiştê balkêş ew e ku ge-lekên wan keştiyên ku bi şîdetêdiçin ser masîgirên somalî û guhnadin ti yasayan, keştiyên wanwelatan in ku ji bo parastina der-yayê ji rêbirran hatina herêmê.

Di raporta FAO de tê gotin kune tenê somalyayî rêbirriyê li pêşSomalya’yê dikin û balê dikşîneser wan keştiyên navnetewî ku biawayekî neyasayî masîgiriyê liherêmê dikin. Rapor dibeje kuger helwest li hemberî hemûkesên ku îllêgal masiyan digrinbê nîşan dan, wê gavê wê teh-mûla ji rêbirrên somalî jî kemtirbibe: “Bi rêbirriyê ew kesên te-wankar dikarin pereyekî baştir jikarên normal qezenc bikin. Hetaaştî, xweragirî û ewlekarî li So-malya’yê bi cih nebin, wê rêbirrîjî hebe.“

Xizmetkarê gelekî: Mandela Rêbirr hatin hawara masiyan

Merasimek leşkerî li “Medyana Sor” li Moskow’ê.

REŞAD ÖzKAN

Armanca Îran’ê diyar e ku ewdixwaze di Rojhilata Navîn de bibe‘superpower.’ Rejîma Ayetullahanji herkesê baştir dizane ku îro didinyayê de dema dewletek bixwazebibe hêzek mezin, yek rêyek heye:Bombeyên atomî.

Ev rêya Îran’ê ya niha îhtîmalpirr mezin e ku wê dawîya rejîmê jî

bine. Tehran ketiye û nikare jê der-keve, ji bo civata navnetevî jî bûyewekî provakasiyonek limûmayî.Rejîma Îran’ê ya Îslamî, wekî pisîkbi mişkan dilize, bi cîhanê re di lis-tîkek her-û-were de ye, di listîkekgelekî ecêb de ye.

Îran gerek baş fahm bike kudinya Îranek bi bombeyên atomînaxwaze, ne erêb, ne cihû û ne cî-hana din. Di vê navbere de jî dêst û

mîlên Amerîka û Ewrûpa jî bo ku“muxalefeta dijî rejîma Îran’ê“ qelsnebe, hatiye giredan. Êrîşek dijîÎran’ê wê muxalefetê texê himbêzarejimê û îranî wê li dijî vê êrîşêbibin yek qivet. Tirsa mezin jî ev e.

Ji bo civata navnetevî li dijî re-jîma melleyan wê embargoyênaborî û siyasî wek rêyek rastirînbin: Feqet çawa, bi çi awayî û bikîjan awayan?

Îran bi cîhanê dilîze!

Keştiyên navnetewî ji tirsa rêbirranberê xwe nadin beravên Somalya’yê.

Mandela di dema derketina xwe ji girtigehê di 11’ê Sibat’a 1990’î li gel hevjîna xwe Winnie.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 14: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Çapa dîyine yê kitabê dersanê kirmanckî(zazakî) “Türkçe Açıklamalı Kırmancca(Zazaca) Dil Dersleri” vejîya.

Kitabo ke hetê Deniz Gunduzî ra amadebibi û M. Malmîsanijî kontrol kerdbi, reyaverêne 2006 de ginabi çape ro û rewna rapîyase de nêmendbi.

Kitab goreyê qaydeyanê xebata standar-dîzekerdişî yê Grûba Xebate ya Vateyîamade bîyo. Ê ke bi tirkî wendiş û nuştişêînan esto, şênê xo bi xo qaydeyanê gra-merê kirmanckî (kirdkî/zazakî) bimusê.

Kitab heme 366 rîpelî yo 22 dersî tedeestê. Her derse ra pey, seba ke wendoxîdersa xo tam fehm bikerê, temrînî estê. Herderse de qismê gramerî yê derheqê dersezî bi nimûneyanê dewlemendan pêşkêşbeno. Badê her derse seba manaya tirkî yaçekuyanê kirmanckî yew ferhengek ronî-yayo.

Nuştoxê kitabî Deniz Gunduz destpêkêkitabî de wina vano: “Tadaya seserran yake kurdkî ser o estbî hîna zî dewam kena(...) Lehçeya kurdkî ke bi nameyanê kir-manckî, kirdkî, zazakî û dimilkî namebena, tewr zêde na rewşe ra mutesîr bîya ûtewr zêde texrîb bîya. (...) Na xebate netî-

ceyê dersanê ke mi zerfê şeş serran de ca-yanê cîya-cîyan de dayê û notê ke mi nêdersan de girewtê ra ameye meydan.”Yanî, na xebate netîceyê pratîkêkê cerib-nayî ya. Qismêk şaşîyê herfan ke çapa ve-rêne de estbîy çapa dîyine de ameyêrastkerdiş.

Kunyeya Kitabî:Deniz Gunduz, Türkçe Açıklamalı

Kürtçe (Kırmancca/Zazaca) Dil Dersleri,

Çapa Dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstan-bul 2010, 366 rîpelî

Adresa waştişî:Vate YayınlarıKatip Mustafa Çelebi Mahallesi, Tel Sok. No: 18 Kat: 3Beyoğlu – İstanbulTel: 0 212 244 94 14e-post:[email protected]

RûdawHûmare 32 | Sêşeme | 16. Sibate 2010Zazakî14

HESÊ BELÊ

Ray-ray Dat Emerî vatêni:- Beko, Beko. Ti nêşermayenî, ti nen-

ganê gedonê şinikon çînenî. Xal Beki vatê:- Emer, Emer ez ca veyneno vano!Dat Emerî vatê:

- Mi fem nêkerd. Ti senî xo veray ge-donê şinikon kenî, zaf eyb o!

Xal Bekî vatê:- Madem gede yê, çi nengan mi çî-

nenî? Madem fem nêkenî, qey nêvanî timay ma n..? Hertim vanî, Beko ma mayton...

Xal bek û gedeyî

MuRAD CANŞAD

Mehemed Uzun edebîyatkarêkopîl o, edebîyatê kurdan de cayê xoxeylê-xeylê muhîm o. Ey bi kir-daskî, tirkî û swêdkî eserê xo nuştê,pancês ra zêde eserê xo ameyê çapkerdene. Mi rojnameyan ra taqîbkerdbî; xora ke mi vîr de xelet nê-mendo, Mehemed Uzun bîbî mê-manê festîvalê Munzurî û Mame-kîye de eşkera kerdîbî ke o do ter-teleyê Dêrsimî ser o bi kirmanckîromanêk binuşno. Çi heyf ke nêedebîyatkarê hêcayî rew ra dinyayaxo vurnaye û o kar zî ca nêame. Eznaye sey bêbextîye vînena.

Mehemed Uzun herçiqas ke wa-yîrê cîya-cîya eseran o zî, o zêderîbi romannuştoxîya xo yeno zana-yene. Pêro-pêsero 7 romanê eyameyê çap kerdene: Tu (Ti), 1985;Mirina kalekî Rind (Mergê KalêkêRindî), 1987; Sîya Evînê (Sîya Sî-

nayîşî), 1989; Rojek ji Rojên Ev-dalê Zeynikê (Rojan ra Rojêkê Ev-dalê Zeynike), 1991; Bîra Qederê(Bîra Qedere), 1995; Ronî MînaEvînê-Tarî Mîna Mirinê (Roşnî SeySînayîşî-Tarî Sey Mergî), 1998;Hewara Dîcleyê I-II (Hewarê DîcleI-II), 2002-2003

Eserê ey ê çapkerdeyî bi romanîdest pêkenê û bi romanî qedîyenê.“Ti” esero verên o, “Hewarê Dîcle”esero peyên o.

“Ti” 1985 de çap bîyo, badê-badê, Tirkîya de hetê weşanxaneyêÎthakî ra ameyo çap kerde. Nê çap-kerdişî de, peyê kitabî de bi nameyê“Romanê ‘Ti’yî Ser o” meqaleyêkzî esta ke M. Uzun na meqeleya xode behsê nuştişê romanê xo keno ûromanî ser o malumat dano.

No roman yewendes qisman rayeno meydan. Qehremanê romanîxortêko kurd o. No xorto kurd kesowelatperwer o, zerrîya xo erzena ke

seba heqanê şarê xo û welatê xomucadele bikero. Hemverê nehe-qîya kolonyalîstan de zerrîya xodest nêdana ke dest û bazî girêdayebivindo. Axirê, xorto welatperwerkolonyalîstan dest ra nêxelasîyeno,yeno tepîştene û tewqîfkerdene…Keso ke heyatê nuştoxî ser o wa-yîrê zanayîşî yo, taf de tede vejenoke nuştox nê romanî de behsê sere-butanê xo keno.

Mekanê romanî teng o; zere û te-berê hepsxaneyî... Teber keye ûkulfetê qehremanê romanî yo, zereheval û hogirî yê... Nê mekanî tengîde yew roman pê yeno yan nêyeno?Çike seba romanan hîra-hîra me-kanî lazim ê, komel lazim o, cîya-cîya hedîseyî, serebutî, qehremanî,qerekter û fîguranî lazim ê. Feqetma tayê romanan ro zî nîya danê kemekan pêro-pêsero zereyê yew odayo, yew hucre ya. Yanî wina zîroman beno!

Qehremanê romanî, xorto welat-perwer, tepîşîyeno, qereqol de îş-kence vîneno, tewqîf beno; benêerzenê bi hepsxaneyê Dîyarbekirî.Uca de naskerdoxê xo estê. O zîrew ra xo dano ci, nasîya xo danokulfetê hepsxaneyî, zêde xerîbîyenêanceno. Feqet roje yena ke esker,mehkemayê şima esto, vano, ey ûxeylê teneyan genêo beno. Meh-kema mana ya, înan benê bi îşken-cexaneyê eskeran, her yewî huc-reyêk de ca kenê û dest bi zulm ûîşkenceyê pîlî kenê.

Qehremanê romanê zereyê huc-reya tarîye de çimanê xo akeno.Tek-tena yo. Kêzikêk vîneno ûroman bi sanika Kêz Xatûne destpêkeno:

“Kêzê kêzê Kêz XatûnêBi şima reqreqûnêBi şahira gulavdûnêTu bi ku derê de diçî”Seke yeno zanayene na sanike

mîyanê kirmancan (zazayan) de zîyena vatene (b. Kêz Xatûne, Ko-vara Vateyî, Nr. 1 (21), r. 123, Arê-kerdox: Mihanî Licokic):

“Kêzê kêzê Kêz XatûnêBi çarşeba gulavdûnê

Bi şimika req-reqûnêTi ser ra şina Kêzxatûnê?”Qehremanê romanî kêzike rê

behsê sanika aye keno û aye deqisey keno. Mi sanika to ra zaf hes-kerdênê, vano. Kêzê, vano, kamîzanayêne ke ez nê cayê teng û tarîyîde rastê to yena û to kena mêmanaxo. Ma eşkenê xo rê pîya qisey bi-kerê, vano. Kêzê, tenabîyayîş û te-namendiş zor o, vano. Ya, ya... ti bixeyr ameya Kêz Xatûne, vano...

Qismê dîyine de ziwan vurîyeno,kesêko/a bîn/e qehremanê romanîrê behsê ey keno/a. “Ti” vano/a,“to” vano/a. Şewa ke înan ti berda,ancî şir-şira şilîye bîye, vano/a. Ozimistano ke ti û embazê to berdî,vano/a. La ti zanena çîyo tewr weşçi bî? vano/a. Ti cayê xo ra weriştaû ti şîya û to dayîka xo rê ber akerd,vano/a…

Û roman wina dewam keno şino.Qismêk de qehremanê romanîbehsê xo keno û hucreya tarîye dekêzike de qisey keno, qismêk de zîkeso/a bîn/e behsê qehremanê ro-manî keno/a, ca-ca hetanî doma-nîya ey şino/a, ey hetanî berêhucreya tenga tarîye ano/a.

Derê, o/a keso/a ke qehremanêromanî rê behsê ey keno/a kam o/a?

Mi vat helbet ke kêzik a. Çike,

verê, qismê verênî de qehremanêromanî xo fek ra qisey keno; ma xorê pîya qisey bikerê, vano kêzikerê. Dima a dest pêkena... Qehere-manî rê behsê ey kena. Qismêk deqehreman xo fek ra, qismêk de kê-zike... Wina dore bi dore hetanîqismê yewendesine şinê û romanqedîyeno.

Keyfê mi zaf pê ame. Çike meto-dêko enteresan o. Merdim kêzikebido qiseykerdene û fekê aye rabehsê qehremanê romanî bikero...Eynî sey sanikanê ma yo. Ci ratehmê sanikanê ma yeno. Roman,çiqas mekanê xo teng bibo zî tek-nîkê xo xeylê-xeylê enteresan o.

Labelê... Wexto ke mi roman qedêna û

dest bi meqaleya peyî kerd, mi vînake sey vatena mi nîyo, yê mi xeleto. Nuştox vano, seke şima vînayo,roman bi forman a ameyo nuştene;formê “ti”, formê “ez”.

Formê “ti” de nuştoxî fekê xo rabehsê qehremanê romanî kerdo.Keso ke qisey keno kêzike nîya,nuştox bi xo ya.

Ma nuştoxî çira wina kerdo? O vano ke, çîyo ke formê “ti” de

ameyo nuştene, ameyo mi sere deû mi o çî bi xo dîyo. Rehet nîyo kemerdim bi fekê xo ya nê çîyan tes-wîr bikero. Çîyo ke ameyo mi serede, ameyo xeylê kesan sere de.Coka mi formê “ti” tercîh kerd keno tecrube mebo tecrubeyê tenayew kesî.

Mi ke formê “ti” ser o qerar da,vano nuştox, eserê ke bi nê formîameyê nuştene mi wendî. Nuştoxîca dayo ci ke ey seba nê formî kam-cîn nuştoxan ra îstîfade kerdo; Car-los Fuentes, Oriana Fallaci, JulyoCartazar... û Îhsan Nûrî Paşa (Mek-tuba ke Îhsan Nûrî Paşayî “XortêKurd”î rê rusnaya).

Yanî, yê mi xelet bî. Nîyetê nuş-toxî tehmê sanikanê ma nêbîyo.Feqet mi wina fehm kerdo! Ezxemgîn nîya ke mi çira xelet fehmkerdo. Feqet ez xemgîn a ke çirafekê kêzika ma ra nîyo.

Hepisxaneyê Tîpê F yê Edîrne

Çapa dîyine yê kitabê dersanê kirmanckî vejîya

Xeletîya mi!Mehemed Uzun

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 15: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

Hevpeyvîn

Masteplana nûjenkirina KelehaHewlêr’ê diviyabû heta niha bi-dawî bihata, çima dereng ket?Ji sedî 85 ji karê wê xilas bûye û

ji sedî 15 maye. Beşeke girîng a vêmasterplanê komkirina agahiyên dî-rokî yê derbarê kelehê ye. Mesele nebi tenê boriyê avê li ku bin û xanîçawa bên başkirin, ev bi tenê beşekeji kar, lê beşê girîngtir ku çi doku-ment derbarê kelehê de hene li se-ranserê dinyayê bên komkirin, wekmînak tiştekî girîng ku me bidestxistiye tabloyeke li muzexaneyaLover hatiye dîtin. Li gor tabloyêhakimê dawî yê ÎmperatoriyaMedan (ku wek sîstema federe ji ko-meke mîrnişînan pêk dihat), ku li serdestê Daryoşê yekem hat darvekirin,hakimê kelehê bû. Di tabloyê de,wêneyê wî hakimî hatiye kişandinku herdu destên wî girêdayî ne û bixetên kevin li ser hatiye nivîsandin.Diyar e navê keleha Hewlêr’ê ji bertemenê wê yê dirêj di gelek bûyerênmezin ên cîhanê de hatiye û gelekbelgename hene, beşeke masterp-lanê komkirina van belgeyan e, li kudevera cîhanê dibin bila bibin. De-rengketina masterplanê ji ber vêyekê ye, ji xeynî amadekirina mas-terplanê tiştekî din jî heye divê lez-gînî tê de bê kirin, ku 10 xaniyên serkeviya kelehê ne û divê zû bên baş-kirin, metirsî li ser van xaniyan heyeû hinek ji wan hilweşiyane. Tiştê medi civîna dawî de li gel UNESCOfam kir di 01.04.2010’an de wê destbi başkirina van xaniyan bê kirin.Em bi nêt in hinek girêbestên din jîli gel UNESCO îmze bikin bo di-rêjkirina karên me li gel wan, ji berniha wan keleh kandîd kiriye kubibe kevnewareke cîhanî. Awayêkarkirinê li UNESCO bi vî awayîye, di destpêkê de kevnewarek diyardikin da ku bibe şûnwarekî cîhanê,ku hat qebûlkirin, êdî tên li ser kardikin.

Bi baweriya we, wê bê qebûlkirin?Şîrketa brîtanî ku wan girêbest li

gel mohr kiriye, li seranserê cîhanê11 cih wergirtine û her 11 jî wek şû-warên cîhanî ji aliyê UNESCO vehatine qebûlkirin. Em geşbîn in ûkar hatiye ser rêya xwe, lê ev yekdem, amadekarî û karê berdewamdixwaze. Yek ji pirsgirêkên kelehêava pîs e ku ji ber nebûna zêrabê jimalan çûye çînên xwar ên kelehê,sibe di dema kolandinê de wê pirs-girêk derkevin holê. Ji xeynî nûjen-kirina kelehê, kolandin jî wê tê debê kirin. Li hinek cihan bi kûrahiya36 metreyan jinûve digihe ser erdêsax. Lewma cihê destên gelek şa-ristaniyan li ser kelehê diyar in.

Kî pereyan dide UNESCO, hûn anHikûmeta İraq’ê?Li gor girêbestê divê em butçe-

yekê ji UNESCO re dabîn bikin,

divê ev pere ji aliyê Hikûmeta He-rêma Kurdistan’ê ve bên misoger-kirin. Yanê Hikûmeta İraq’ê tipereyan nade.

Lê behsa pereyên ku Hikûmetaİraq’ê terxan kirine, dihat kirin?Di dema xwe de me wek parêz-

gehê cuda ji nivîsîngeha Serokwe-zîrê Kurdistan’ê 5 milyar û 200milyon dînar wergirtin ji derveyêbeşê ji sedî 17 ê budçeya HerêmaKurdistan’ê.

Ji aliyê kurdan ve, kî masterplanêdişopîne?Ez jî endamê desteyê me û emê

desteyê berfirehtir bikin, ferman-geha şûnwaran, komeleyên şûn-warnasên Kurdistan’ê û zanîngeh.Lê UNESCO jî ji aliyê xwe ve ko-mîsyoneke din a hunerî tîne û mas-terplanê dinirxîne.

Mebesta we ku di pêşerojê de ti kesnabêje ku nîşanên kurdewariyê bikelehê ve mane?UNESCO van karan nake, ew rê-

xistineke serbixwe ya cîhanî ye ûbednaviyê nayîne ser xwe û reftarêli gel hemû şûnwarên cîhanê redike.

Tiştê heta niha ji we ve diyar e, dihundirê kelehê wê çi bê kirin?Di konferansa 2004’an de ku

Wezareta Rewşenbîrî taybet li serkelehê saz kir, hemû pêşniyar li berçavan hatin raxistin. Beşek ji ke-lehê avakirî dimîne, beşekî din wekmotel û cihên hunerî û cihên firo-tina aşyayên kelepûrî tên nûjenkirinû hemû li ser awayê kevin dibe.Bingehên rewşenbîrî yên çekî,fransî û îtalî ku di hundirê kelehêde ne li cihên xwe dimînin û keleh

ji hemû aliyan ve tê dewlemendki-rin.

Serokê berê yê nûjenkirina kelehêŞêrîn Îhsan Şêrzad di hevpeyvî-nekê de li gel rojnameya Şerq-elEwsat dibêje dînasorên ku li Hew-lêr’ê peyde bûne bi rêya avahiyênbilind ku dirust kirine rûçikê Hew-lêr û kelehê xirab kirine?Êdî dînazorê herî mezin deriyê

kelehê ye. Deriyê rastî yê kelehêhatiye hilgirtin û vê dawiyê di roj-

nameya Teaxî de jî mikur tên ku evderî li ser stîla Babîlî hatiye dirust-kirin. Rast e demekê babîlî li İraq’êbûn lê medî jî hevdemên wan bûn.Di dîrokê de diyar e ku Medya ûBabîl lihevkirin û dewleta Aşûrî rû-xandine. Ew stîla ku wan aniye bikelehê re li hev nake, rast e di ser-demekê diyarkirî de ev şaristaniyetjî li kelehê hebûn, nemaze aşûrî ûniha jî tê texmînkirin peresgehaÎştar bi kûrahiya 13-16 metroyan lijêr kelehê de mabe, lê ew deriyê çî-mento ku dirust kirine heta kûra-hiya 36 metroyan çû xwarê, gerdirêjî û pehniya dîwaran û kûrahiya36 metroyan wergirî, divê çend tonşûnewar û axa kelehê hatibe derxis-tin û avêtin? Bi rastî mezintirîndestdirêjî ku li ser kelehê hatiyekirin, li ser şûnewaran ew deriyê kuberî serhildanê hatiye dirustkirin e.Hilgirtina dergeh yek ji biryarênkonferansê bû ji ber kirêt û dirust-kirî ye û ti peywendiya wê bi ke-lehê re tune. Ger nirxandineke rastîli ser dergeh bê kirin, wê derkevewek mînak Saddam çawa destka-riya hemû şûnewarên İraq’ê dikir.Li Musil’ê tê dîtin ku li ser kavilên

aşûriyan koşkên Saddam hatine di-rustkirin, yekem ji wan jê re dibêjinKoşka Rîmah, gava tu berê xwedide nexş û nîgarên li ser dîwarênwê, tu dizane ku mebest ji dirustki-rina vê koşkê guherandina şarista-niyeta Aşûrî bûye, angu bi erebki-rina şaristaniya Aşûr e. Li Babîl’êjî bi heman awayî dema hatin Îştarû Babîl nûjen bikin li ser hemû dî-waran pîtên S.H danîn û heta nihajî her mane. Li Hewlêr’ê jî eynî tişt

hat kirin, Saddam zanîbû ku kelehaHewlêr’ê yek ji şûnewarên herî gi-rîng e, dirustkirina dîwar bi vîawayî bi serdema wî ve girêdayî ye.Saddam dixwest cihê destê xwe liser kelehê bihêle. Ev herifandinadîrokê bi xwe ye.

Butçeya îsal a geşkirina Hewlêr’êçiqas e?Em li benda serokatiya Civata

Wezîran in, ew jimarê diyar dikin.Ne şert e ku butçeya pêşvebirinê liHerêma Kurdistan’ê wek butçeyaparêzgehên din ên derveyî HerêmaKurdistan’ê be. Wek mînak sala2008’an ku mezintirîn butçeya pêş-vebirinê li İraq’ê hat danîn û divi-yabû Hewlêr 400 milyaran wergire,lê 360 milyar dînar hatin dayîn.Sala 2009’an nêzîka 200 milyaranbû, lê îsal serokatiya hikûmetê hêbutçeya pêşvebirinê diyar nekiriye.

Dibe ku Hewlêr bibe qurbana pêş-keftina xwe di meseleya danînabutçeyê de?İraq biryarê li ser awayê dabeşki-

rina butçeya ji sedî 17 ya Kurdis-tan’ê nade. Derbarê HikûmetaHerêma Kurdistan’ê jî, beşê zêde yêbutçeya hilberînê ya îsal di çarço-

veya projeyên ku berê hatine dest-pêkirin, zêdeyî 2, 4 ji 3 milyaran boprojeyên ku berê biryar li ser wanhatiye standin. Plana Hewlêr’ê bixwe heye û tevgereke aborî ya bihêz li Hewlêr’ê tê dîtin û jiyandin.

Projeyê we yê herî girîng îsal çi ye?Firokexaneya nû xilas bû. Pro-

jeyê rêya dûsayt a Korê-Qendîl ku172 milyon dolaran dixwaze, pro-jeyekî zêde mezin e. Projeyê gi-rîngtir kanalzasyona deşta Şemam-ke ye ku me daxwaz kiriye îsal qetnebe wek qonaxa yekem 50 milyondolar jê re bên terxankirin û bikevebernameyê. Xweşbextan e hikû-metê razîbûna xwe li ser da. Berêdîzayn û hemû tiştên proje amadene û nêzîka 80 hezar donim zevîberav dike. Niha wek qonaxayekem 50 milyon dolar jê re hatiyeterxankirin û wê bibe projeyekezêde baş a Hewlêr’ê. Herwiha mebername daniye du avahiyên nû avabikin, yek bo parêzgehê û ya din bodadgeh û fermangehên dadwerî kudikevin ser rêya Musil’ê. Armancame ji vê çendê cîbicîkirina masterp-lanê ye, ji ber ev avahiyên niha na-mînin û di dewsa wan de park ûtiştên din tên dirustkirin. Niha Koyjî ser bi Parêzgeha Hewlêr’ê ye.

Desthilata we li ser Koy’ê heye?Butçeya pêşvebirina wê li ba me

ye, karûbarên wê yên îdarî li ba mevedigerin, lê guherandina qayme-qam ne li ba me bû. Haya me ji da-nîna qaymaqam nebû, wan bi xwedanî.

Hûn rê didin vekirina parkênhizbî?Na. Li vir parka Şaneder û Mi-

nare hatine vekirin, Akua Park ha-tiye vekirin herwiha Parka Kanyawli nik Kesnezan hatiye vekirin.

Hûn hest nakin ku Hewlêr dike jiqerebalixiya otomobîlan bixe-niqe?Li sînorê parêzgeha Hewlêr’ê nê-

zîka 400 hezar otomobîlan hene, lêtrafîk li Hewlêr’ê ewqasî zehmetnebûye. Di bernameya me de hinekproje hene, wek meydana li niknexweşxaneya Rizgarî ku biryar eîsal projeyekî “under bus“ û “overbus“ lê bên çêkirin. Lê bi giştî liHewlêr’ê pirsgirêkeke me nebûnahokarên guhastina giştî ye wek ne-bûna tram û rêkxistina guhastinagiştî, lewma zêdetir xelk otomîbî-lên taybet bikar tînin.

Biryar bû hûn navçeya pîşesaziyabakûr veguhêzin?Plan wek xwe maye, lê ev yek bi

butçeyê ve girêdayî ye, divê nav-çeya pîşesazî ya nû bê dirustkirin,piştre dest bi jinavbirina ya kevinbê kirin. Li gel dikandarên wir li serdîzayna navçeya nû hatiye axaftinû li gor daxwazên wan hatiyedanîn.

15

Parêzgarê Hewlêr’ê Newzad Hadi. (Wêne: Rûdaw)

Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

parêzgar Newzad Hadî:

Li Hewlêr’ê 400 hezar otomobîl hene“Li sînorê parêzgeha Hewlêr’ê nêzîka 400 hezar otomobîlan hene, lê trafîk li Hewlêr’ê ewqasî zehmet nebûye. Di bernameya me de ye hinek proje hene, wek meydana li nik nexweşxaneya Rizgarî ku biryar e îsal projeyekî under bus û over bus lê bên çêkirin.”

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 16: t  · berjewendiyên kurdan de dibînin û guman dikin ku kurd wê çen-dîn kursiyan ji ber belavbûna dengên kurdan ji dest bidin. Di Parlamena İraq’ê ya niha de kurd xwedî

EvDILA KoÇER

Bi pêşketinên mezin ên teknolo-jiyê re kurd jî hewl didin ku di în-ternetê de berê çand û zimanê kurdîfireh bikin. Yek ji van xebatan jî“malpera wergerine.com” e ku evdemek e bala kurdîhezan dikişîneser xwe. Weke ku nav jî li ser e, evmalper bernameyên kompûterê, fîl-mên navdar, teksta stranan, karîka-tûran werdigerîne ser zimanê kurdî.Heke bixwazin van bername û fîl-man wekî DVD dişînîn mala wejî... Na na, pereyan jî ji we nastînin.

Xwedî û edîtorê malpera Werge-rîne.com Muhsîn Elçî di derbarêkar û barê malperê û dinyaya înter-netê de ji Rûdawê re axivî. Elçîdiyar kir ku berî ku malperê sazbike bi çend hevalan re kovarekeheremî û biçûk derdixistine, “Piştîku karê kovarê sekinî û em belavbûn, min jî biryar da ku bi proje-yeke wisa xizmeta xwe ya ji bo zi-manê xwe bidomînim. Ya rastî mindixwest navê malperê ‘werger.com’be lê navê werger.com berî min ha-

tibû standin. Ya din jî min xwestmalper ne tenê ya min be, minxwest herkesî vexwînim wergeran-dinê, loma min got wergerine....”

Li ser armancên wergera binnivî-sên fîlman jî, dibêje ku ew bixwe jifîlm û rêzefîlmên tirkî zêdetir lifîlm û rêzefîlmên biyanî temaşedikim, “Lê mixabin ji bo temaşeki-rina van berheman ez neçar bûm kubinnivîsên bi tirkî bi kar bînim.Heta niha rastî tu fîlmê biyanî ne-hatime ku binnivîsa wê ya tirkî tunebe, lê ji bo kurdî qet tune. Vê yekêez êşandim. Helbet ji gelek aliyêndin ve jî kêmasiyên me hene lê divê mijarê de bi qasê min lêkolîn kirtu xebat an jî hewldan tunebû û evkar tişteke wisa bû ku ji bo ku emvê yekê bikin li ber me tu astengtune bû. Yanî, her kurdê ku xwedîkomputerek e, dikare wergera fîl-man bike. Jixwe hema bêje herkurd bi zimaneke din jî dizane, yanîkurdek îngîlîzî nezane jî dikare jierebî, tirkî an jî ji farisî wergerêbike. Lê mixabin şûna em ji zima-nên din wergerînin kurdî em ji

kurdî werdigerînin van zimanan.Loma min xwest ez gava yekemînbavêjim. Min pêşîn fîlma Bravehe-art wergerand û paşê malperê sazkir...”

Ferhenga îngîlîz-kurdî ya online amade dikimDi berdewamiya axaftina xwe de

ciwanê kurd Muhsîn Elçî didezanîn ku dema ewî malperê saz ki-riye tekane armanca wî wergeran-dina binnivîsan bûye, “Lê paşê mindît ku hê gelek tişt hene ku li bendawergerê ne. Loma min paşê destavêt wergera stranên biyanî -kuniha 80 stran hatine wergerandin!-paşê min hinek karîkatûr wergeran-din, paşê min dest avêt wergeran-dina bernameyên komputerê (kuheta niha ji 10 zêdetir bernamehatin wergerandin), paşê min xwestalîkariya wergera Ubuntu / Linuxêbikim (ku jixwe kurdî ye lê kêm e)û dawiya dawîn jî niha ferhenga în-gîlîz-kurdî ya online amade dikimku niha tê de 2.100 peyv hene. Jiber vê niha serê min hinekî tevlîheve, ji ber ku ez êdî têrê nakim. Alî-karî pêwist e lê mixabin gelek hin-dik alîkarî heye. Lê belê, ez ji karêxwe serbilind im, xwezî min zûtirdestpê bikira...”

Muhsîn Elçî li ser serdana mêva-nên malperê jî dibêje ku tenê yekkes jî malperê bitikîne ji wî bes e ûwiha berdewam dike, “Zêdetirkesên ku di mijara zimên de hesti-yar in, wergerine.com’ê ziyaret

dikin. Li gor îstatîkên modûla da-xistinê a malperê herî zêde ev ha-tine daxistin: 1) BernameyaKlavyeya Kurdî a ji bo windowsê2) Binnivîsa fîlma Slumdog Millio-naire 3) Wergera bernameya Bulle-tin 4) Binnivîsa fîlma Braveheart 5)Kurdiya bernameya MSN. Em di-karin bêjin ku fîlm û bernameyênkomputerê ên popûler zêdetir baldikişînin...”

Di înternetê de tenê “spas” û “heval” bi kurdî ye...”Elçî li ser rewşa înternetê jî pêş-

niyar dike ku her kurd di înternetêde bernameyên xwe bi kurdî bi karbîne, “Bi ya min tişta herî girîngkurdîkirin e ango werger e. Yanî gerhûn îro bi firefox’ê bi kurdî bikevinînternetê, bi a MSN yê bi kurdî bik-evin msn’ya xwe, bi OpenOffîsê bikurdî pel û pêşkêşiyan amade bikin,bi uTorrentê bi kurdî daxin, biSmplayerê li fîlman bi kurdî temaşebikin, bi Ubuntuyê komputera xwekomple bikin kurdî, bi Songbirdê listranan kurdî guhdar bikin, ger hûnFacebook, youtube, google, twitter,wikipedia û malperên din bi kurdîbi kar bînin, ger hûn malperên kur-dan hemûyan bikin kurdî û hûn têde tenê bi kurdî bi kar bînin wêdemê wê înternet ji bo me bibe cihêperwerdehiyê. Lê mixabin îro pira-niya kurdan bernameyên tirkî bi kartînin û di malperên xwe de jî bi tirkîxeber didin. Di înternetê de tenê“spas” û “heval” bi kurdî ye...”

Li ser pirsa me ya “Bi baweriya

te her roj çend mîlyon kurd dik-evine înternetê? Di înternetê de herîzêde çi bala wan dikişîne, serî li çididin, çi ditikînin?”, balê dikişîneser ku heke 40 milyon kurd hebinbawer dike her roj 2-3 milyon jiwan dikevin înternetê, “Ev rêje jibo gelên din zêdetir e. Kurd jî herîzêde ji lîstikên online, ji pevaxaf-tinê (chat) û ji malperên weke you-tube û facebook hez dikin. Lê xuyaye kurdî bala wan nakişîne. Li gorîstatîstîkên dawîn li tirkiyê hejmarakesên ku firefoxê bi rûsî bi kar tîninji hejmara kesên ku bi kurdî bi kartînin zêdetir e. Yanî li gor van îsta-tîstîkan li tirkiyê Rûsî ji Kurdî zê-detir tê axaftin. Helbet ne wisa ye,lê mixabin di mijara zimanê berna-meyên ku kurd bi kar tînin de, rewşwisa ye...”

Yek kilometre be jî dewletek ji me re lazim e...Pisporê Înternetê Muhsîn Elçî di

berdewamiya axaftina xwe de jixwendevanên Rûdawê re serpêha-tiyeke xwe ya balkêş parve dike,“Rojekê min bernameyeke nû wer-gerandibû, di malpera vê berna-meyê de her ziman bi alayek dihattemsîlkirin. Min jî alaya kurdis-tan’ê û wergera bernameyê ji wanre şand lê min kir nekir alaya kur-distan’ê neweşandin, bername nihaweke fermî bi kurdî ye lê mixabinwergera kurdî di bin alaya îran’ê detê weşandin. Min wê rojê baştirfêhm kir yek kilometre be jî dewle-tek ji me re lazim e...”

16 RûdawHejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010Keskesor

Xwedî û edîtorê malpera“wergerîne.com” Muhsîn Elçî:

Di înternetê detenê “spas” û“heval” bi kurdî ye!

Dihok - Şîrketa Pîrogrub a geştû guzariyê li Dihok’ê geştek boQibrsê amade kiriye û dê di hun-dirê vê geştê de ahengekê boSibel Can saz bike, kurdên Qib-ris’ê jî dikarin tevlî ahengê bibin.Xwediyê Şîrketa Pîrogrub Ebdul-rehman Doskî wiha dibêje: “Meji Tatlıses re bo şeva Newroz’êaxifîn, ew razî nebû. Piştre mepeywendî li gel Sibel Can’ê kir.Şîrketa Pîrogrub dixwaze karêndin jî li gel Sibel Can’ê bike,lewre razî b û bi 40 hezar dolaranwere ahenga me ya Qibris ji berSibel bi 100 hezar dolaran kêmtirnaçe ahengan.”

Li gor gotinên Doskî ne xemahunermendên biyanî ye çi ahengêdi çi helkeftê de bikin, lê ew bitenê berê xwe didin girêbestêlewma Sibel Can razî bû di New-roz’ê de ahengekê saz bike û got:“Di hemû ahengên me de, huner-mend ji kijan neteweyê be dê jime re stranên kurdî bistrê. Bêguman di ahengê de wê SibelCan stranên kurdî jî bibêje.”

Doskî bi rêya Rûdaw’ê ji hez-kerên dengê Sibel Can’ê re rage-hand: “Piştî Newroz’ê karê meyê yekem di gel Sibel Can’ê kukonserekê li paytexta Kurdistan’êHewlêr’ê saz bike.”

Sibel Can bi 40 hezardolaran Newroz’ê pîroz dike!

“Li gor îstatîstîkên li Tirkiye hejmara kesên ku firefox bi rûsîbi kar tînin ji hejmara kesên ku bi kurdî bi kar tînin zêdetir e.”

www.ars

ivaku

rd.o

rg