serokê yekgirtû: di derbarê - arsivakurd.org fileÇapa ewrÛpa serokê yekgirtû: muhsin...

12
ÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne Rûpel 9 Çîroka şer û evînê: Fîlmê Bahoz Rûpel 11 Jin li dijî destdirêjiya polîsan daketin maydanan Rûpel 12 Hejmar: 2 14. Tîrmeh 2009 www.rudaw.net Deutschland, Österreich, Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF · England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Denmark 15,00 DKK Nr. 2 | 14. Juli 2009 | Dienstag Faysal Dağlı Kerkûk (Rûdaw) – Dema em li kolanên bajêr digerin bê- dengî bala me dikşîne. Hêzên ewlekariyê di bin sîwanên se- yare an jî dîwaran de xwe veşar- tine. Herçend carna dengê bombeyan ji derdorê bê jî nav bajêr dûrî şîddetê ye. Çûnhatina nav bajêr di bin kontroleke tund ye. Walî dibêje li bajêr çalakiyên şîddetê ji sedî 80-85 kêmbûne û Kerkûkî bi awayeke azad dikarin êdî heta derengê şevê li nav bajêr bigerin û jiyana xwe ya asayî bidomînin. Li gor Waliyê Kerkûkê Abdûrahman Mistafa li Kerkûkê pêşveçûnên girîng di- qewimin. Walî têkiliyên navbera Kerkûkiyan wek mînaka bratiya gelan destnîşan dike. Ev dibêje pêngavên di warê aborî û pêşve- çûna civakî jî rûyê Kerkûkê gû- hertiye. Rûpel 7 ‘Kerkûk ne warîla barûdê ye!’ Rûdaw (Köln) - Swîsre, Al- manya û Awûstûryayê paşve gav avêtin û garantiyên krediyê ji bo firmeyên xwe, yên ku dihat ça- verêkirin bendava Ilısuyê avabi- kin, paşvekişandin. Ev biryar roja sêşemê li Hambûrga Al- manyayê bi fermî hat eşkereki- rin. Sedema vê biryarê jî bicih- neanîna şertên ku danîbûn pêş Tirkiyeyê, hat nişandan. Piştî ku welatên Ewrûpî ji bo f înansa Bendavê Ilısuyê 150 şer- tan danîbûn ber Tirkiyeyê, di ber çavan re derbas kirin, di- yarbû ku dewleta Tirk gelek şert bicih neaniye. Piraniya şertan bi parastina xwezayê, awayê vegu- hestina 65.000 rûniştvanên he- rêmê bo cihên din û parastina şûnewarên dîrokî têkildar bûn. Li gor raporan Tirkiyeyê van şertan pêk neaniye. Ji bo pêka- nîna wan şertan ji Tirkiyeyê re heta roja yekşema 6ê Tîrmehê dem hatibû dayîn. Garantiyên ji bo firmeyên Ew- rûpî bi qasî 450 milyon Euro bûn. Mesrefa Bendava Ilısuyê 2 milyar Euro ye. Piştî paşvekişan- dina garantiyan, bankeya Awis- tûryayî Bank Austria (BA), DekaBank ya Almanî û bankeya Swîsreyî Societe Generale jî fi- nanskirina bendavê rawestînin. Herçiqas piştî paşvekişandina garantiyan, firmeyên Ewrûpî dîsa jî dikarin tevlî avakirina bendavê bibin, lê ev yek nayê ça- verêkirin. Berdevkê „Însyatîfa Parastina Eskîfê“ Ercan Ayboğa ji Rûdawê re daxuyand ku ban- keyên Ewrûpî ji wan re gotine ku ewê bêyî garantiyên welatên xwe projeyê f înans nekin. Li aliyê din Tirkiye hewlbidê Ilısuyê bi awayekî din ava bikê. Siyasetvanên Tirk radigihînin ku wê bendavê bê alîkariya derve ava bikin. Tê gotin ku Tir- kiye wê hewlbidê projeyê ji nûh ve rêkûpêk bike û bi tevlîbûna f îrmeyên Çîn, Rûs û Hindistanê pêkbînê. Çi gotin? Wezîra Alman ya Alîkariya Pêşketinê Heidemarie Wieczo- rek-Zeul: Eger parastina jiyana mirovan, xwezayê û şûnewarên dîrokî neyê garantîkirin, divê piştgiriya aborî û krediyan jî nebe. Hevserokên Partiya Kesk Claudia Roth û Cem Özdemir: Tirkiyê niha dibêje ewê avaki- rina bendavê bê krediya Swîsre, Almanya û Awistûryayê bido- mînin. Ev jî endîşeyeke gelek mezin e. Şaredarê Eskîfê Abdûlvahab Kusen: Divê bajarê me ji aliyê UNESCO’yê ve were parastin. Bazirganiya Kurd û Almanan geş dibe Waliyê Kerkûkê Evdirehman Mistefa Silêmanî (Rûdaw) – Li Kur- distanê tevlîbûna zarokan ya propagandaya hilbijartinê dibe sedemê endîşeyan. Zanyar He- senê 6 salî ji pencera seyareya bavê xwe serê xwe derxistibû der û ji bo lîsteya Goran diqîriya. Bavê Zanyar, Hesen dibêje: ”Malbata me alîgirê Listeya Goran e. Jiber wê jî zarokên me dibin hevdengê me.“ Du hefte ji ser destpêka pro- paganda hilbijartinên Kurdis- tanê derbas bûn û heyecanekî mezin li kolanan rûdaye. Di hilbijarinên îsal de zarok jî beşdarî propaganda lîsteyan dibin. Saziyên civaka sivîl û lêko- lînerên civakî beşdariya zarokan ya kampanyê de wekî karekî şaş û metirsîdar dinirxînin. Sef în Kerîmê 11 salî alîgirê Lîsteya Kurdistanî ye û tevî he- valên xwe li bisiklêtên xwe siwar dibe û di nav kolanan digere û bi sloganan piştgiriya xwe ya Lîste ya Kurdistanî nîşan dide: Zarok jî propaganda dikin! Rudaw (Berlin) – Almanya îsal bi awayeke xurt beşdarê 5. Pêşengeha Aborî û Pîşesazî ya Hewlerê dibe. Têkiliyên aborî yên navbera Almanya û Kurdîs- tanê pêşve diçin. Di demên dawîn de di navbera herdû alî- yan de peymanên aborî yên ku bihaya wan bi milyon dolaran e, hatin girêdan. Fîrmayên Alman îsal bi awa- yeke çalak beşdarê 5. Pêşengeha Aborî û Pîşesazî ya Hewlerê dibin. Di derbarê beşdarbûna f îrmayên Alman ya pîşengehê, Konsolê Almanya li Hewlerê Dr. Oliver Schnakenberg roja çar- şemê daxuyanîyekî belavkir. Dr. Oliver Schnakenberg di daxuya- nîya xwe da li ser têkilîyên aborî yên navbera f îrmayên Alman û Kurd de balê dikişînê ser xurt- bûna peywendiyan: Barzanî û Steinmeier - AFP Rûpel 8 Rûpel 8 Newzad Mehmûd Silêmanî (Rûdaw) – Hat ra- gihandin ku wê 3 hezar çavdêr hilbijartinên Kurdistanê bişopî- nin. Berpirsê saziya Tora Rojê, ku wê çavderiya hilbijartinên Kurdistanê bike Yûsif Heme Salih daxuyand, ku ewê pir bi ciddî û tevî 3 hezar çavdêr hilbi- jartinan bişopînin û encamên çavderiya xwe jî bi raporan ji raya giştî re ragehînin: “Emê li Rojhilata Navîn cara yekem sîs- tema herî modern ya PVT’ê bi- karbînin.’’ Salih ne li bendê ye ku di hilbijartinan de sextekarî bên kirin. Berpirsê Tora Rojê di wê baweriyê de ye ku Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijrti- nan wê karibê bi alîkariya rêxis- tinên sivîl û çavdêrên navnetewî rê li ber binpêkirin, sextekarî û destwerdanan bigire û hilbijarti- nekî paqij birêvebibe: “Ji bilî wê yekê jî, wê nûnerên hemû aliyên siyasî di hemû bingeyên deng- danê de hebin. Gelek kesên ji komîsyonê jî serbixwe ne û bêalî dixebitin.” Li aliyê din herçiqas bahsa ha- tina çavdêrên biyanî tê kirin jî, hin alî nebawer in ku çavdêrên biyanî wê bandorê li ser berlê- girtina sextekariyan bikin. Ber- pirsiyarên Komsîyona Bilind ya Hilbijartinan jî ragdigihîn ku wan tedbîrên ciddî ji bo pêşîlê- girtina li hîle û sextekariyan gir- tine. Di çend rojên borî de ji dest- pêkirina çalakî û propagandaya hilbijartinan virve, ji aliyê lîste- yan ve çend doz û gilî gihîştine komîsyona hilbijartinan. Berpir- siyarê Tora Rojê Salih di vê der- barê de dibêje ku ew tenê çavdêriya roja dengdanê nakin: “Emê çavdêriya hemû qonaxên hilbijartinan bikin. Li hemû cî- hanê di hilbijartinan de pirsgirêk û kêmasî çêdibin, gilî û gazin jî çêdibin û ya baştir lîste û aliyên beşdar rêzê li zagon û biryarên komîsyona bilind bigrin.” 3 hezar çavdêr hilbijartinan dişopînin Wêne: AFP Rûdaw Ewrûpî tevlî rûxana Eskîfê nabin Ewrûpî tevlî rûxana Eskîfê nabin www.arsivakurd.org

Upload: vuongtuyen

Post on 08-Aug-2019

236 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

ÇAPA EWRÛPA

Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû!

Rûpel 7

Di derbarêQampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûpel 9

Çîroka şer ûevînê: Fîlmê Bahoz

Rûpel 11

Jin li dijî destdirêjiya polîsan daketinmaydanan

Rûpel 12

Hejmar: 214. Tîrmeh 2009 www.rudaw.net

Deutschland, Österreich, Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF · England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Denmark 15,00 DKK Nr. 2 | 14. Juli 2009 | Dienstag

Faysal DağlıKerkûk (Rûdaw) – Dema

em li kolanên bajêr digerin bê-dengî bala me dikşîne. Hêzênewlekariyê di bin sîwanên se-yare an jî dîwaran de xwe veşar-tine. Herçend carna dengêbombeyan ji derdorê bê jî navbajêr dûrî şîddetê ye. Çûnhatinanav bajêr di bin kontroleke tundye. Walî dibêje li bajêr çalakiyênşîddetê ji sedî 80-85 kêmbûne ûKerkûkî bi awayeke azad dikarinêdî heta derengê şevê li navbajêr bigerin û jiyana xwe yaasayî bidomînin. Li gor WaliyêKerkûkê Abdûrahman Mistafali Kerkûkê pêşveçûnên girîng di-qewimin. Walî têkiliyên navberaKerkûkiyan wek mînaka bratiyagelan destnîşan dike. Ev dibêjepêngavên di warê aborî û pêşve-çûna civakî jî rûyê Kerkûkê gû-hertiye. Rûpel 7

‘Kerkûk ne warîla barûdê ye!’

Rûdaw (Köln) - Swîsre, Al-manya û Awûstûryayê paşve gavavêtin û garantiyên krediyê ji bofirmeyên xwe, yên ku dihat ça-verêkirin bendava Ilısuyê avabi-kin, paşvekişandin. Ev biryarroja sêşemê li Hambûrga Al-manyayê bi fermî hat eşkereki-rin. Sedema vê biryarê jî bicih-neanîna şertên ku danîbûn pêşTirkiyeyê, hat nişandan.

Piştî ku welatên Ewrûpî ji bof înansa Bendavê Ilısuyê 150 şer-tan danîbûn ber Tirkiyeyê, diber çavan re derbas kirin, di-yarbû ku dewleta Tirk gelek şertbicih neaniye. Piraniya şertan biparastina xwezayê, awayê vegu-

hestina 65.000 rûniştvanên he-rêmê bo cihên din û parastinaşûnewarên dîrokî têkildar bûn.Li gor raporan Tirkiyeyê vanşertan pêk neaniye. Ji bo pêka-nîna wan şertan ji Tirkiyeyê reheta roja yekşema 6ê Tîrmehêdem hatibû dayîn.

Garantiyên ji bo firmeyên Ew-rûpî bi qasî 450 milyon Eurobûn. Mesrefa Bendava Ilısuyê 2milyar Euro ye. Piştî paşvekişan-dina garantiyan, bankeya Awis-tûryayî Bank Austria (BA),DekaBank ya Almanî û bankeyaSwîsreyî Societe Generale jî fi-nanskirina bendavê rawestînin.Herçiqas piştî paşvekişandina

garantiyan, firmeyên Ewrûpîdîsa jî dikarin tevlî avakirinabendavê bibin, lê ev yek nayê ça-verêkirin. Berdevkê „ÎnsyatîfaParastina Eskîfê“ Ercan Ayboğaji Rûdawê re daxuyand ku ban-keyên Ewrûpî ji wan re gotine kuewê bêyî garantiyên welatênxwe projeyê f înans nekin.

Li aliyê din Tirkiye hewlbidêIlısuyê bi awayekî din ava bikê.Siyasetvanên Tirk radigihîninku wê bendavê bê alîkariyaderve ava bikin. Tê gotin ku Tir-kiye wê hewlbidê projeyê ji nûhve rêkûpêk bike û bi tevlîbûnaf îrmeyên Çîn, Rûs û Hindistanêpêkbînê.

Çi gotin?Wezîra Alman ya Alîkariya

Pêşketinê Heidemarie Wieczo-rek-Zeul: Eger parastina jiyanamirovan, xwezayê û şûnewarêndîrokî neyê garantîkirin, divêpiştgiriya aborî û krediyan jînebe.

Hevserokên Partiya KeskClaudia Roth û Cem Özdemir:Tirkiyê niha dibêje ewê avaki-rina bendavê bê krediya Swîsre,Almanya û Awistûryayê bido-mînin. Ev jî endîşeyeke gelekmezin e.

Şaredarê Eskîfê AbdûlvahabKusen: Divê bajarê me ji aliyêUNESCO’yê ve were parastin.

Bazirganiya Kurd û Almanangeş dibe

Waliyê Kerkûkê Evdirehman Mistefa

Silêmanî (Rûdaw) – Li Kur-distanê tevlîbûna zarokan yapropagandaya hilbijartinê dibesedemê endîşeyan. Zanyar He-senê 6 salî ji pencera seyareyabavê xwe serê xwe derxistibûder û ji bo lîsteya Goran diqîriya.Bavê Zanyar, Hesen dibêje:”Malbata me alîgirê ListeyaGoran e. Jiber wê jî zarokên medibin hevdengê me.“

Du hefte ji ser destpêka pro-paganda hilbijartinên Kurdis-tanê derbas bûn û heyecanekî

mezin li kolanan rûdaye. Di hilbijarinên îsal de zarok jî

beşdarî propaganda lîsteyandibin. Saziyên civaka sivîl û lêko-lînerên civakî beşdariya zarokanya kampanyê de wekî karekî şaşû metirsîdar dinirxînin.

Sef în Kerîmê 11 salî alîgirêLîsteya Kurdistanî ye û tevî he-valên xwe li bisiklêtên xwe siwardibe û di nav kolanan digere û bisloganan piştgiriya xwe ya Lîsteya Kurdistanî nîşan dide:

Zarok jî propaganda dikin!

Rudaw (Berlin) – Almanyaîsal bi awayeke xurt beşdarê 5.Pêşengeha Aborî û Pîşesazî yaHewlerê dibe. Têkiliyên aborîyên navbera Almanya û Kurdîs-tanê pêşve diçin. Di demêndawîn de di navbera herdû alî-yan de peymanên aborî yên kubihaya wan bi milyon dolaran e,hatin girêdan.

Fîrmayên Alman îsal bi awa-yeke çalak beşdarê 5. PêşengehaAborî û Pîşesazî ya Hewlerêdibin. Di derbarê beşdarbûnaf îrmayên Alman ya pîşengehê,Konsolê Almanya li Hewlerê Dr.Oliver Schnakenberg roja çar-şemê daxuyanîyekî belavkir. Dr.Oliver Schnakenberg di daxuya-nîya xwe da li ser têkilîyên aborîyên navbera f îrmayên Alman ûKurd de balê dikişînê ser xurt-bûna peywendiyan:

Barzanî û Steinmeier - AFP

Rûpel 8

Rûpel 8

Newzad MehmûdSilêmanî (Rûdaw) – Hat ra-

gihandin ku wê 3 hezar çavdêrhilbijartinên Kurdistanê bişopî-nin. Berpirsê saziya Tora Rojê,ku wê çavderiya hilbijartinênKurdistanê bike Yûsif HemeSalih daxuyand, ku ewê pir biciddî û tevî 3 hezar çavdêr hilbi-jartinan bişopînin û encamênçavderiya xwe jî bi raporan jiraya giştî re ragehînin: “Emê liRojhilata Navîn cara yekem sîs-tema herî modern ya PVT’ê bi-karbînin.’’ Salih ne li bendê ye kudi hilbijartinan de sextekarî bênkirin. Berpirsê Tora Rojê di wêbaweriyê de ye ku KomîsyonaBilind û Serbixwe ya Hilbijrti-nan wê karibê bi alîkariya rêxis-tinên sivîl û çavdêrên navnetewîrê li ber binpêkirin, sextekarî ûdestwerdanan bigire û hilbijarti-nekî paqij birêvebibe: “Ji bilî wêyekê jî, wê nûnerên hemû aliyênsiyasî di hemû bingeyên deng-danê de hebin. Gelek kesên ji

komîsyonê jî serbixwe ne û bêalîdixebitin.”

Li aliyê din herçiqas bahsa ha-tina çavdêrên biyanî tê kirin jî,hin alî nebawer in ku çavdêrênbiyanî wê bandorê li ser berlê-girtina sextekariyan bikin. Ber-pirsiyarên Komsîyona Bilind yaHilbijartinan jî ragdigihîn kuwan tedbîrên ciddî ji bo pêşîlê-girtina li hîle û sextekariyan gir-tine.

Di çend rojên borî de ji dest-pêkirina çalakî û propagandayahilbijartinan virve, ji aliyê lîste-yan ve çend doz û gilî gihîştinekomîsyona hilbijartinan. Berpir-siyarê Tora Rojê Salih di vê der-barê de dibêje ku ew tenêçavdêriya roja dengdanê nakin:“Emê çavdêriya hemû qonaxênhilbijartinan bikin. Li hemû cî-hanê di hilbijartinan de pirsgirêkû kêmasî çêdibin, gilî û gazin jîçêdibin û ya baştir lîste û aliyênbeşdar rêzê li zagon û biryarênkomîsyona bilind bigrin.”

3 hezar çavdêr hilbijartinan dişopînin

Wêne: AFP

Rûdaw

Ewrûpî tevlî rûxana Eskîfê nabin Ewrûpî tevlî rûxana Eskîfê nabin

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw2 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Keskesor

Stenbol - Pirtûka Elîf Şafak ya bi navê ‘Aşk / Evîn’ li Tirkiyê û liBakurê Kurdistanê di demeke kirt de 200 hezar firot û di warê xwede bû xwediyê rekoreke nû. Nivîskara ‘Aşk’ê Elîf Şafak got ku, ‘di bin-geha vê rekorê de ne reklam, ne danasîn, ne jî tişteke din heye. Evserkeftin bi tenê bi saya serê xwendavana ye.” Şafak ji baldariyaxwendevanan pir kêfxweş e û da zanîn ku gelek kes pirtûka wê ji nasû dostên xwe re pêşniyar kirine û bi vî rengî pirtûk gelek hatiye firo-tin. Romana ku bahsa têkiliya Mevlana û Şems dike, tasavûfê derdixepêş. Elîf Şafak bi rojnameger Eyûp Can re zewiciye û dayîka du za-rokan e. Pirtûkên wê heta niha li gelek zimanên biyanî hatine wer-gerandin.

Köln - Ciwanên Kurd li Kölnê di ‘12. Festîvala Mazlum Doğan yaCiwanan û Sporê’ hatin cem hev. Di festîvala ku hersal tê lidarxistinde 4 hezar ciwan beşdar bûn. Di şahiya ciwanan de Hîphopvan Ser-hado û Ozan Dîno bi dengên xwe yê xweş civanan coşandin.

Yane û civanên werzîşvan yê festivalê di beşa atletîzm, santrenc,pingpong, veleybol û tai-box de ketin rikberîyê. Di f înala futbolê dejî yaneya Mûnzûrspor şampiyoniyê bidest xist.

Lenya MehmûdSilêmanî (Rûdaw) – Ji bo ra-

zîkirin û bikaribin wan nêzîkîxwe bikin, kur navên sozdarî ûbalkêş bo evîndarên xwe hildib-jêrin û bi wî navî bangî wandikin ku bi dilê wan bi xwe ye.Keç jî venaşêrin ku bikaranînawan corên navan ji aliyê kuranve bandorê li wan dike û dixwa-zin bi nazikî bangî wan kin.

Dilya hertim ji aliyê wî kurêevîndarê xwe ve bi ‘’dilê min’’ têbang kirin, bi baweriya wê keçêku ev sê sal in ketiye cîhanaevîndariyê. Ew nav herdem aci-ziya wê ya bi wî kurî re nahêle ûkêfa wê tê hertim bi wî awayîbangî bike. Dalya 21 salî wiha di-bêje: ‘’Bo bala yê beramber bê ki-şandin ew nasnav baştirîn rê ye.’’Dalya ew yek jî redkir ku wêdaxwaz kiribe bi wî navî bê bangkirin; ‘’Ew bi xwe bi wî awayîbangî min dike.’’

Ji wextê Barzan Mistefa pey-wendiyên evîndariyê bi keçekê

re girêdane, pirsgirêka wî demacivan e li gel evîndara wî, ji berxoşewîsta wî pir bi zehmetîcivan qebûl dike û kêm diwêrepê re here derve, lewra Barzan liwê yekê fikiriye nasnavekî bal-kêş ji evîndara xwe re hilbijêre:‘’Herdem jê re dibêjim henase yamin. Her carekê daxwaza civanlê bikim û bêje nayêm: Henaseya min tu dixwazê dilê min biş-kînî? Êdî nikare li ser redkirinacivanê me pêdagir be.’’ Barzanwiha axif î: ‘’Naz û mazên keçanpir in, xweş bawer in û bi nasna-vên xweş tên xelitandin.’’

Hinek ji keçan ji xwe re nas-nav hildibijêr in. Mebest jî da bi-karibin bi vî awayî evîndariyêbikin. Hevnaz 23 salî ye û dibêjeku heşt navên wê hene û me-besta wê jî ew e li cem kurên dineşkere nebe, ji ber ku heşt evîn-darên wê hene. Hevnaz dikeneû didomîne: ‘’Ger evîndarên minpir bin normal e, ji ber dilniyame kur jî li ba keçan dibêjin tenê

kêfa min ji te re tê û bi keçên dinre jî peywendiyên wan hene.’’

Bi baweriya lêkolerên civakî ûcivaknasan, bikaranîna bêjeyênxweşik ji aliyê evîndaran ve tiş-tekî pêwist û baş e ger bi rastî ba-weriya wan bi xwe bi wan navanhebe û ne ji bo xelitandinê be,baweriya evîndarî jî çêdike. Divê derbarê de civaknas HîwaYasîn nerînên xwe wiha anînziman: ‘’Mirov nikare bikeve nav

kurahiya kesayetiyan heta bi-zane gelo rast in yan na. Lê gerbo dem derbaskirin û xapandinêbe xirab li ser evîndar û civakêdikeve. Pir baş e ger wan bêje ûnavan li beramber hev bikarbînin û di heman demê de rêz-girtin e jî. Lê karesat di wê de yeger bo wext derbaskirin û xa-pandinê be.’’

Rêbaz behsa qefleyekî keçênxwendekar dike ku her yek jiwan bê hayê wê ji ya din hebeevîndarên wî bûn û ji bo heryekê ji wan jî navek danî bû, wek(Dilê min, Bene, Cuce, Nazê, Şe-kîla û hinara min) û çend navêndin.

Rêbaz wiha dirêjî bi axaftinaxwe da: ‘’Dema eşkere bûm û bimin zanîn, êdî keçan telefon di-kirin û digotin tu naza me dik-şîne ku navê me digorê yan tudixwazê li ber te xirab nebe ûkêfa xwe bikî.’’

Bi baweriya hinek kuran, ewcorê navan deriyekî asan e da bi-karibin keçan pê bi xelitînin.Sîver Ehmed 24 salî ye û bi ne-rîna wî, bi wan corên navanmirov dikare bi asanî keçan bi-xapîne: ‘’Bi hemû awayekî teslîmdibin û wiha dizanin heta dawîwê kêfa wan jê re were.’’

Köln - Pirtûka herî baş ya hemû çax û deman ‘Şer û Aştî’ ya ni-vîskarê Rûs Tolstoy e. Kovara Amerîkî Newsweek lîsteya 100 pirtû-kên herî baş weşand. Kovara Newsweek ji tercîha gelek kes ûderdorên wekî Daily Telegraph û e Guardian jî tê de lîsteya 100pirtûkên herî baş ên hemû dewr û zemanan derxist holê. Li gorî vêlîsteyê, pirtûka Lev Tolstoy ya bi navê ‘Şer û Aştî’ bû yekem. Lîste ligorî pirtûkên ku bi ingilîzî hatine nivîsandin û li ingilîzî hatine wer-gerandin hatiye bijartin.

Di nav vê lîsteyê de nivîskarên wekî Dostoyevski, Kafka, AlbertCamus tunene; lewma ev jî bû cihê nîqaş û gengeşiyan. 10 pirtûkênji vê lîsteya pirtûkên herî baş ji rêzê ve ev in:

Şer û Aştî / Lev Tolstoy, 1984 / George Orwell, Ulysses / JamesJoyce, Lolita / Vladimir Nabokov, Deng û Hêrs / William Faulkner,Zilamê Wendayî / Ralph Ellison, Fenera Deryayê / Virginia Woolf,İlyada û Odysseia / Homeros, Xurûr ve Pêşhukmî / Jane Austen, Ko-medya Îlahî / Dante Alighieri

Ez Rûdawê pîroz dikim!!!Ev du roj in Rojnama Rûdawê

li Ewrûpayê dest bi weşana xwekir. Ev geveke pîroz e. Ji îro şûnvehemû Kurdên Ewrûpayê dikarinheftê careke Rûdawê bikirin ûbixwinin. Em bi wî awayî dika-rin bibin netewe û bibin xwe-danê hest û daxwazên hevbeş. Jibo vê yeke, Rûdaw rûdaweke.Dest xweş birano, dest xweş!!R.R / Ji forûma newroz.com

Rûdaw li EwrûpaBerî her tiştî ez destxweşiya

xebatkar û piştgirên Rûdawêdikim. Pêwistiya Kurdên diyas-porayê bi rojname û govarênKurdî heye. Netewên herî biçûkjî li Ewrûpayê xwedî herî kemyek rojname û govar in.Rûdawvalahiyekî berbiçav dadigrê.Herî kêm Kurdên diyasporayêheftê carekî jî bê, wê karibin Rû-dawa ku bi herdû zaravên Kurdîweşanê dike, bixwînin.

Ez îro çûm rojnamefiroşekî ûmin Rûdaw xwest: “Rojname-yeke Kurdî bi nave Rûdaw nûdest bi weşanê kiriye.” Min roj-nameya xwe girt û derketim. Didestekî de li Rûdawê dinêrim ûli aliyê din jî telefonî hemû he-valan dikim û ji wan re dibêjimku Rûdaw derketiye û ku ew jîbikirin. Eger em rojnamê negrin,piştî demekê ewê nemînê.Rûdaw tu bixêr hatî.

Mikail Canpolat / Ji forûma newroz.com

Merhaba Rûdaw!Min Rûdawê xwend, rûpela

jinan jî… Û rûpelên din jî. Destêwe sax bin, rojnameyekî gelekîbaş e. Bijî rojnamevanên Kurdis-tanê

Naze /Almanya / Ji forûma newroz.com

Ji bo rojnamevaniya azad!Piştî min ji malperên Kurdî bi-

hîst, ku em jî bûne xwedî rojna-mekê, tevî ku ez baş bi Kurdînizanim jî, bi heyecan ez li Düs-seldorfê çûm rojnamefiroşekî ûRûdawê xwest. Ji bo ku Kurdiya

xwe pêşve bibim û agahiyên liser Kurdistanê bibihîsim, derfe-tekî baş e. Dema çavê min li lo-goya Rûdawê ket, ku li serşerîtekî şîn hatiye bicihkirin, he-bûna rojnemeyeki me bi dizay-nekî modern kêfa min anî. Lirûpela yekem (Neçirvan Bar-zanî, Ahmet Türk, Kubat Tala-banî), balansa siyasî û di rûpelênnavê jî nûçe û hevpeyvînên cu-dacuda bala min kişand. NIHA-YET! Serkeftin ji bo xebatkarênRÛDAW!

Şilan Kaya / Ji forûma newroz.com

Rûdaw derfetekî zêrîn eDema min bihîst ku rojname-

yeke Kurdî li Ewrûpayê derdi-kevê gelekî kêfa min hat. Emrojane bi zimanên cûrbecûr dix-wînin, rojname û govarên wela-tên ku em lê dijîn dikirin. Em lirojnamefiroşan rojnameyênhemû netewan dibînin. Lê ka yaKurdan? Bi rastî ez pir kêfxweşim ku niha rojnameyekî me jîheye. Emê ji niha û şûnve bi zi-manê xwe yê şêrîn rojnameyaXWE bixwînin. Û ezê hewlbi-dim dost û hevalên xwe jî bikimxwendevanên rojnameya me.Hejmara yekem pir pir baş bû. Jiniha ve ez li benda ya duyem im.Rûdaw tu bi xêrhatî!

Nêrîman /Berlîn

Aboneyên RûdawêSilav û rêz ji bo we berpirsya-

rên Rûdawê yên hêja! Bi dilekî geş min nûçeya

aboya we xwend. Hêvîdarimsînga we ji bo xwendevanan ve-kirî bê.

Mahmoudê Ako – Melle / Almanya

Silav û rêz! Ez rojnama Rûdawê ji dil pîroz

dikim. Ez hêvîdarin rojname herberdewam bê. Serkeftin ji borojnameya we û karmendên vêrojnamê bila her bijîn. Bijî Kurdû Kurdistan! Şivan Yousif

Nordenham /Almanya

“Bêjim ‘henaseya min’ daxwazênmin rednake”

‘Evîn’ rekor şikand

Ciwanên Kurd li Kölnêgihîştin hev

Ji Xwêneran

RûdawDînê ku Ji Xwedê re

nameyan dişîne; BrakoSalihê KevirbirîDîn bû.Lê li gorî gelekan welî bû,

weliyekî Xwedê... Navê wî yê rastîn,Evdilkerîm bû. Lê belê kêm kesan evnav dinasî. Tu kesî bi vî navê bang lênedikir. Pere ji destê kesî nedigirt…

Belê ew Birako bû… Birakoyêxwediyê niftikan… Her dem di des-tên wî de niftik (derbik/kibrît)hebûn. Pê dixist, diavêt erdê û tema-şeyî êgir dikir. Ne tenê niftik, di tû-rikê wî de her û her lîmon jî hebûn.

Lîmon qet dikir, heta dilopa avê jê nedima diguvaşt, piştre agirberdida qetên lîmonê. Her minemina wî bû, kêm xeber dida.

Sînanî ye Birako... Sînan gundekî Bismilê ye. Xwişka wî li Gi-rêsîra dima. Piştî ku trên hat Batmanê, di riyên hesinî de kardikir. Li gorî saloxdaran, kesê ku pê re kar dikir, ji derdora xwere wisa digot: “Şiva hesinî ya trênê dida ser milên xwe, bi met-royan dibir, lê nediwestiya!..” Gora wî li Girêsîra ye…

Her kesekî li Batmanê jiya be û temenê wî/ê raserî 40 salî be,xwediyê/a serpêhatiyeke li ser Birako ye. Demên wî yên dawî têbîra min. 9-10 salî hebûm, tunebûm. Salên 1980-yî. Her gavabavê min ji dikanê ez dişandim bo kirîna rojnameyan, rastî wîdihatim. Li navenda Batmanê bes rojnamefiroşek hebû, ew jî liber “peronê” bû. Di navbera peronê û stasyona trênê de, jêrze-mîneke tarî hebû ku liba lempeyê têra ronîkirinê nedikir. Birakoan di nava wê jêrzemînê de bû, an li ber dikana fotografkêşê kê-leka peronê, li ser kevirên sar rûniştibû an jî li qehwexaneya lihemberî aşxaneya Kazim Hoste, bi tena serê xwe temaşeyî der-dora xwe dikir.

Nifşek, bi Birako re mezin bû. Ew nifş, nifşa bavên me bû.Nifşa me, xwe gihand dawiya salên Birako. Van salên dawiyê,min xwe gihand gelek kesan. Her kesek li gorî xwe li ser wî behsaqewimîn û serpêhatiyan dikir. Van qewimîn û serpêhatiyan kirku piştî koça xwe ya dawîn bike, gora wî bibe ziyaret. Belê ziya-reteke wisa ku her roja derbas dibe, axa li ser gora wî kêm bibe.Jinên dorhêla Batmanê, Mêrdînê, Xerzan û Diyarbekirê mînakeriyan berê xwe didin ser dora wî û axa li dorê hididin dibinmalên xwe. Çapût, kinc û potan bi dora gora wî ve girê didin.Hêviya dûayan jê dikin…

Nivîskarê Batmanê û hevnifşê min Yavuz Ekîncî, di gotûbê-jeke bi zimanê tirkî de li ser wî wiha digot: ‘’Çawa bibêjim? Ba-jarekî ku bi dînê xwe bipesine. Piştî salên dûvdirêj, ji vegotinênli ser wî, du tevgerên wî bala min kişandin. Her kesek di van dutevgeran de hemfikir bû. Yek jê herdem niftik pê dixistin û te-maşeyî agirê wê dikir, yek jê jî her roj diçû postexanê û nameyênku ji Xwedê re nivîsandibûn, radestî wezîfedaran dikir!..”

Dînê ku ji Xwedê re nameyan dinivîse û dişîne; Birako!.. Bi-rako; Weliyekî Xwedê… Weliyekî Xwedê bê keramet dibe? Hel-bet na!.. Bifermin, ji devê çend kesan kerametên Birako: “Ezbixwe şahid im. Patpatokek di bin çengê wî de bû. Li binê peronêpatpatoka xwe derxist û berda mêrikekî û jê re got: ‘Min tu kuştî,êdî tu nema xelas dibî…’ Piştî ku zilam derkete pêşberî stasyonê,neyarên wî lê xistin û ew kuştin. Di nava 5 deqeyan de ev meselepêk hat. Ez tu caran ji bîr nakim” (Dengbêj Salihê Qûbînî)

Eger rojek riya we bi Batmanê ket, berê xwe bidin fotograf-kêşê li kêleka rojnamefiroşê peronê. Wêneyê wî li benda we ye!..Dîn bû. Lê li gorî gelekan welî bû. Weliyekî Xwedê; Birako…

Pirtûka herî baş:Şer û Aştî

LEO TOLSTOIWAR AND PEACE

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Hewlêr - Rayedarên listeyênbeşdar yên hilbijartinên Kurdis-tanê dibêjin ‘ew di propoganda-yan de êrişê ser hevûdû nakin ûaramiyê têk nadin.’

Endamê Mekteba Siyasî yaYêkgirtû Semîr Selîm ji Rûdawêra wiha dibêje: ’’Dikarin berna-meya xwe ronî bikin. Herwiha liser layenên beramber jî biaxivîn.Di dema kampaniya hilbijarti-nan da lazim e lîste kêmasiyênsîstema birêvebirinê û rastiya ci-vakî û jiyana xelkê diyar bikin.’’

Listeya Goran ku NoşîrwanMistefa serokatiya wê dike, yekji wan lîsteya ne ku ji bilî poste-

ran bi rêya kanaleke satalitê,radyo, du rojname û du malpe-rên înternetê beşdarê kampa-niya hilbijartinan buye.

Egera rûdana bersiv û bersiv-dayinê di navbera listeya Goranû Kurdistanî de heye û bi wêyekê jî tundiyekî di kampaniyahilbijartinê da çêdibe. Lê LîsteyaGoran wê yekê reddike ku ew bitu awayî êriş nabin ser lîsteyêndin. Berdevkê Lîsteya Goran Dr.Şaho Seid di daxuyaniyekî ji Rû-dawê re wiha dibêje: ’’ListeyaGoran di dema kampaniya hil-bijartinan de tenê bangewazi -yê   ji bo bernameya xwe dike.

Dibe rexne ji kêmasiyên heyîbên girtin. Lê bi tu awayî em êrişnakin ser kesayetiyan û tenê di-yalox, rexneyên şaristanî û ban-gewazî ji bo bernameya xwe diprograma me da hene.’’   

Lîsteya Azadî û Dadperwe-riya Civakî, ku wek listeya çep tênaskirin û hizba Şuî ser listeyawê ye, hêvîxwaz e ku kampaniyabê rûdana tundûtijî bi dawî bibe.Endamê Mekteba Siyasî yaHizba Şûî, Hadî Mehmûd ji Rû-dawê re wiha radigihîne: ’’Emtenê bernameya xwe ronî dikin.Gotûbêj jî lazim e li ser bingehamentiqê be. Bê şikandina hevdu.Ger li ser bingeha hizrî be tun-dûtîjî naqevimin. Em qet êrişnabin ser layenên beramber.’’

Egerek mezin heye Lîsteya

Kurdistani, ku ji PDK û YNKpêktê bi tenê kabineya şeşem yahikûmetê pêkbîne. Ew lîste jî wêyekê reddike ku di bernameyawan da êrişbirina ser liste û ke-sayetiyan hebe. Berpirsê Mek-teba Milbijartina YNK’ê Şoreşİsmaîl ji Rûdawê re wiha dibêje:’’Me bernameyeke tijî û dewle-mend heye û li ser bernama xwediaxif în û rê nadin ku bi tuawayî di kampaniyayê de zi-manê êrişê bikar were. Em dix-wazîn kampaniyayeke aram ûşaristanî birêvebiçe û ji tevahiyawan tiştên ku dibin sedema nex-weşî û giriftan dûr bikevîn.’’

Di berdewama gotinên xwede İsmaîl wiha got: ’’Wek LîsteyaKurdistanî em li ser lîsteyên dinna axif în.’’

Rûdaw 3Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009 Kurdıstanî

Xwedî: Rudaw Media GmbH Serokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî · [email protected]ûser: Ako Mihemed · [email protected]êvebirê Beşa Kurmancî: Faysal Dağlı · [email protected] Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin Ebdulla · [email protected]îşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a · 50823Köln/ AlmanyaTelefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81Web: www.rudaw.net · E-maîl: [email protected] (Beşa Kurmancî) E-maîl: [email protected] (Beşa Soranî)

Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Herçendli Kurdistanê, Erebî zimanêfermî yê duyem e jî gelek kêmkes bi Erebî dizanin. RojnameyaEl Şerq El Ewset ku rojnameyekeErebî ye û li Londonê tê belavki-rin, di derbarê zanîna Erebî liKurdistanê raporekî belavkir. Ligor El Ewset Erebî li Kurdistanêdi sikratê de ye.

Piştî serhildana 1991an, hetaraddeyekê Hikumeta Kurdis-tanê di dibistanan de xwendinêbi Kurdî da destpêkirin. Lê hetaniha jî li zanîngehan Erebî her zi-manê xwendinê ye. Herwiha dihin fermangehên Hikumeta He-rema Kurdistanê de jî hîn Erebîbi kar tê. Gelek proje-yasayênParlemena Kurdistanê jî di serîde bi Erebîne û paşê bi Kurdî tênivîsandin. Mînaka vê yekê jîproje-yasaya Destûra HeremaKurdistanê ye ku niha di danûs-tanê de ye.

Di nava gencên Kurd de, bitaybet yên ku piştî sala 1991’an jidayikbûne kêm kes bi Erebî di-zanin. Ji wê nifşê hinekan dixwendingeh û zanîngehan fêrîErebî bûne, lê nikarin bi Erebî bi-nivîsînin. Lewma li Kurdistanê,rojnameyên Erebî qet nayê firotin.

Bi baweriya pisporên ziman,beşeke mezin ya sedemê neza-nîna Erebî wedigere sextbûn ûgiraniya hînbûna Erebî. Her-wiha sîstema kevn ya xwendinazimanê Erebî li Kurdistanê, nealîkar e ji bo hînbûna ziman.Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê,Dilşad Ebdullrehman dibêje kuli qonaxên xwendina Kurdis-tanê, Erebî jî heye û her roj 5

wane tên xwendin: “Li Kurdis-tanê, Erebî mijareke sereke yaxwendinê ye û em girîngî didinErebî. Lê sîstema gotina Erebîgelekî kevn e û qutabiyan hînî wîzimanî nake.”

Pir caran medya Erebî û ber-pirsên Ereb, deshilata BaşûrêKurdistanê bi wê yekê tawanbardikin ku bi qesdî ew dixwazinzimanê Erebî piştguhbikin. LêEndamê Polîtburoya Yekîtî Nîş-tîmanî Kurdistan (YNK) MelaBextiyar wan tawanbariyan red-dike: ”Em gelekî bi mixabinî di-bînin ku li Kurdistanê, roj ji boroj rewşa zimanê Erebî di paşdediçe. Lê em wek serokatiyaYNK’ê berdewam daxwaz ji ber-pirsên Hikumeta Kurdistanêdikin ku piştî Kurdî, gelek girîngîbidin Erebî.”

Bi baweriya mamosteyê zi-manê Erebî li Zanîngeha Silêma-niyê, Dr. Şaho Seîd, li piştpaşdekişîna zimanê Erebî li Kur-distanê, gelek sedem hene. Yêsereke jî zehmetiya hînbûna zi-manê Erebî ye. Erebî ji malbatazimanên Samî ye û axaftin ûkomkirina bi wî zimanî geleksext e: ”Ne tenê ji bo xwandeva-nên Kurd, lê ji bo xwandevanênEreb jî. Erebî zimanekî sext ûgiran e. Ji bilî ku gencên Kurdhez li hînbûna zimanê İngîlîzîdikin, li Erebî nakin.”

Mamoste û pisporê zimanSadiq Usman jî dibêje siyasetênregezperest û şowenist yên Re-jima Baas li İraqê ku dijî Kurdanhat meşandin, buye sedem kuzimanê Erebî di nav Kurdan debaldariya xwe wendabike.

Erebî li Kurdistanê li ber mirinê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteyaborî bi sedema benzîna xirab dûpîstonên otomobîla Ehmed Silê-man şikestin û 450 dolaranziyan kir. Ehmed ku sê sal in şo-fêrtiya taksiyê dike, dibêje bi se-dema bilindbûna bihayabenzînê, benzînxaneyên taybetîsextekariyê dikin: “Ew avê dikinnav benzînê û bi bihayê benzînasuper difiroşin.”

Di çend rojên borî de, li Kur-distanê bihaya benzînê bêhtirbilind bûye. Wê jî ji şofêran dil-giranî dirustkiriye. Çunkî ew jiwê yekê ditirsin ku bi sedema vêbilindbûnê, benzînxanyên tay-bet, fêlbaziyan bikin ya baş ûxerab tevlîhev bikin.

Li gor amarên rêveberiya da-beşkirina sotemeniya Hewlêrê jibilî 4 benzînxaneyên mîrî, 40benzînxaneyên taybetî û 63benzînxaneyên mobîl li ser cad-deyên Hewlêrê hene. Herwiha15 benzînxaneyên taybetî ben-zînê ji hikûmetê digirin û bi serşofêran ve dabeş dikin.

Beşeke benzîna benzînxane-yên taybetî bi rêyên îlegal ji İranêve tê. Beşa din jî bi şêweyekîfermî bi rêya şîrketên Nehar El-Musteqbel ji welatên Kazaxis-tan, Turkmenistan ûAzerbaycanê tê Kurdistanê.

Çavkaniyekî şîrketa Xak kubenzînê ji Nehar El-Musteqbelwerdigire, sedemên bilindbûnabihayê benzînê, vedigerîne bi-lindbûna bihaya neftê ya di bor-sayên cîhanî û xwesteka xelkê yaji bo bikaranîna benzînê di bi-karxistina jeneratorên elektirîkêyên malên xwe di werzên ger-mayê de: ”Benzînxaneyên tay-betî yên biçûk, benzînê ji cemme dibin. Lê tişta balkêş ew ben-

zîna xerab tevlî dikin û bi bihayêbenzîna baş difiroşin.”

Xwediyê benzînxaneya Mobîlya Hewlêrê, Îbrahîm Elî dibêjeew sextekariyê di benzînê denakin: ”Em bi qezenceke kêm ûfiroştineke berdewam razîne.Lewma bihaya me ji bihaya ben-zînxaneyên din kêmtir e. Pêwîste hikûmet çavdêriyeke tundtirdeyne ser benzînxaneyên tay-betî. Çunkî bi sedema fêlbaziyênhinekan, navê hemuyan xerab-bûye.”

Niha li benzînxaneyên mîrî bişêweyekê vekirî û bi bihayê 450dînaran ji bo her litreyekî, ben-zîn li ser şofêran tê dabeşkirin.Lê gelekî kêm ajor berê xwedidin benzînxaneyên mîrî. Diwê derbarê ajorê taksiyê BeşdarQadir wiha dibêje: ”Ew benzîn

pir xerab e û bi kêrî têkirina oto-mobîlê nayê.”

Di derbarê xerabiya benzînaku li benzînxaneyên mîrî tê da-beşkirin, Rêveberê DabeşkirinaSotemeniyê li Hewlêrê, Nûred-dîn Hamid dibêje: ”Çavkaniyadabînkirina sotemeniya HeremaKurdistanê, palîngeha Bêcî ye.Benzîna Bêcî jî ji rûyê taybet-mendiyê ve cuda ye. Cûrê baş bigiştî ji 86 oktan derbas nabe. Hincaran baş e û hin caran jî gelekîxerab e. Lewma me ji wan dax-waz kiriye ku çend bikaribincûra baş ji me re bişînin. Emkontrola benzînxaneyên taybetîjî dikin. Divê benzîna ku ew di-firoşin benzîneke hêja be. Yaduyem jî pîverên firotina wantemam bin û kêmasî têde nebe.”

Di derbarê pêrabûnên yasayî,

hemberî kesên ku fêlbaziyêdikin, Qaymeqamê HewlêrêHêriş Husên jî wiha got: ”Ji boçavdêriya benzînê li Hewlêrê,komîteyekî heye. Eger benzînxa-neyekî sextekariyê bike, ew ko-mîte rapor ji me re dişîne û em jîlêpirsînê li gel wan dikin. Bi se-dema fêlbaziyên benzînê, tenêdi sê mehên borî de, me nêzîkî15 benzînxane daxistin.”

Husta Şiwan Umer ku bêtirî25 salane karê çakkirina moto-rên otomobîlan dike, dibêje, hij-mara otomobîlên ku bi sedemabenzîna xerab makîneyên wantêkdiçin, roj ji roj zêde dibin:“Benzîna xerab tesîr li motorêdike û dibe sedemê şikestina pis-ton yan ji karxistina kabrûra-torê.”

Li Hewlerê sextekariya benzinê

Hewlêr – Wezîrê Tendirustîyê Hikûmeta Herêma Kurdis-tanê Dr. Ziryan Osman, endîşedike ku di payiz û zivistana îsalde nîvê xelkê Kurdistanê bişewba berazan bikeve û got: ‘’Jibo rêgirtina nexweşiyê me çen-dîn tîm pêkanîne. Ji bilî şîretki-rina hevwelatiyan me dermanêçareserkirina 400 hezar kesî jîdabîn kiriye.’’

Li gor wezîr li Kurdistanê me-tirsiya şewba berazan gelekîzêde ye. Li gor Osman ji berk uhatûçûneke zêde bo Kurdistanêheye û gelek biyanî tên Kurdis-tanêdi demên dahatû de jimarakesên bi wê şewbê dikevin zêdebibe. Wezîr dibêje divê ew agah-dar bin ku welatên cîhanê xweamade kirine ji sedî 40 heta 50yên xelkê welatên wan bi wênexweşiyê kevin.

Wezîrê Tendiristiyê amadeka-

riyên bergiriya şewba berazan jîwiha rawe dike: ‘’Ji nîsana2009an ve me xwe amade kiriyeû xelkên tên firokexaneyan yandi xalên sînor ve tên Kurdistanêwan kontrol dikin û bi mebestaşîretkirin û çavdêriya rewşê meçandîn tîm pêkanîne. Bo heci-yan derziyên me hene û berîherin hecê didin wan û ji bo pa-rastina xwe li umreyê li wan şî-retan dikin. Ji bo xwendingehanjî bernameyekî me heye û medaya wezareta perwerde ûxwendina bilind, bi vekirina di-bistanan re em ê mamostayênzanistî fêr bikin da bi destpêkavebûna dibistanan û zanîngehanre derbarê nexweşiyê de şîretanli xwendekaran bikin bo wêyaxwe biparezin.’’

Wezîr balê dikşîne ku hetaniha ji bo têra 400 heta 500hezar kesî derman danîne û bi

amadekariyê ve mijûl in û wanamêrên pêşketî jî anîne. Li firo-kexaneyan amêr danîne û ji Rê-xirawa Tendirustiya Cîhanî jîdaxwaza têra milyonek kesî kap-sulan kirine.

Li gor daneyên wezaretê hetaniha li İraqê 16 kes bi şewba be-razan ketine û yek wan li Başûrê

İraqê miriye. Li Herêma Kurdis-tanê jî heta niha 9 nexweş hatinetesbîtkirin. Ji nexweşan 3 kesbiyanî û 6 kes jî Kurd in û hetaniha buyerên mirinê çênebûye.Wezîr hişyarî jî dide ku ji boparastina ji vê nexweşiyê paqijîpir girîng e, maçkirina zêde nebaş e.

‘Di payiz û zivistanê de dive ku nîvê Kurdistanê bişewba berazan bikeve’

Di hilbijartinê de sozê aştiyê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw4 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Kurdıstanî

Hawar EvdilrezaqHewlêr (Rûdaw) – Pirsgirêk

û gotûbêjên vê dawiyê yên diderbarê Qampa Mexmûrê û pê-şeroja penaberên Rojhilatê Kur-distanê yên li Herêma Kurdis-tanê bûne sedema nîqaşên ber-fireh. Komiseriya Bilind yaPenaberan UNHCR ser bi Nete-wên Yekgirtî (NY) ye û bi pirsgi-rêkên penaberên hemû cîhanêve mijûl dibe. Rêveberê Nete-wên Yekgirtî li Hewlêrê CharlesLynch dibêje ‘UNHCR tenêpiştgiriya proseya vegera pena-beran ya Tirkiyê dike, ew jî vegerbi xwesteka penaberan be û nekarekî neçarî be.’ Li gor Lynchew ji rêvebirina Qampa Mex-mûrê ne berpirs in. Lê ee liqampê kar dikin û projeya wanya parastina mafê penaberênnav qampê heye. Li gor rayedarêUNHCR’ê qamp ji aliyê berpir-sên İraqê ve tê birêvebirin. Rê-veberê Nivîsîngeha UNHCR’ê liHewlêrê Charles Lynch bersi-vên pirsên Rûdawê dan:

Li gor nûçeyên ajansan bimebesta razîkirina pena-

beran, şandekî Tirkiyeyê têserdana Qampa Mex-mûrê. Berî ew şand herenav qampê û bi penaberanre biaxife, gelo pêwist edestûrê ji we bistîne?

Tu daxwazeke fermî ya bi wîawayî negihaye destê me. Lê dix-wazim amaje bi wê yekê bidim,çûna şandêya qampê ne di destême de ye û ji bo destûr standinêdivê bi berpirsên İraqê re biaxi-

fin, ew ne erkê me ye destûrêbidin. Lê ger herdû hikûmet liser wêya şandekî serdanaqampê bike rêkeftin, emê çavdê-riya bûyeran bikin û erkê xwe cî-bicîh bikin. Erkê me parastina

mafê penaberan e. Ger ew şandserdan bike, em çaverê dikinşandekî sivîl were, ne şandekîserbazî. Herwiha şand tenê di-kare wan kesan bibîne ku ewbixwe dixwazin bi wan re biaxi-fin, ji ber nabe zor li penaber bêkirin xelkê bibîne.

Di vê derbarê de gelo Tir-kiye qet bi we re ketiye pey-wendiyêDi vê dema dawî de tu pey-

wendiyekî bi me ve nekirine, lêberî demekê gotûbêjek di nav-bera UNCHR û Tirkiyê de çêbû,axaftin li ser çûna bi xwestek hatkirin. Herwiha berî demekê ci-vîneke sêqolî di navbera Tirkiye,İraq û UNCHR’ê de birêveçû ûdi derbarê çûna bi xwestek debahsa rêkeftinekê kirin, lê belêrêkeftin nehat îmzekirin.

Gelek caran bahsa wê yekêtê kirin projeyekî heye PKKçek deyne û ew çekdarên bêçek jî di jêr serpereştiyaNYê de li Herêma Kurdis-tanê bên komkirin heta ve-digerin Tirkiyeyê. Gelo ligel we bahsa hîç projeyekewiha hatiye kirin? Hûnamade ne di rewşeke wihade wan wek penaber wer-bigrin?Derbarê wê projeyê de heta

niha kesê bi me re neaxifiye. Lê

di rewşeke wiha de, divê belgehebe ka wê saziyê çek daniye. Evproje divê ji aliyê Xaça Sor yanavdewletî û hikûmeta pêşwazî-ker ve bê rêvebirin. Êdî divê ewkes daxwazê ji UNHCR’ê bikinheta wek penaber navê wan bênivîsîn. Piştî vê pêngavê dibe kudest bi proseya wergirtina wanbikin gelo wek penaber bên wer-girtin yan na. Proseya penaberwergirtinê li seranserî cîhanê bivî awayî birêve diçe.

Ger penaberên Mexmûrêvegerin Tirkiyeyê, hûn ga-rantiyekî didin wan?UNHCR tenê piştgiriya wan

kesan dike ku bi xwesteka xwevegerin, di rewşeke wiha deUNHCR dikare çavdêriya pro-seya vegerê bike.

Gelek ji penaberên KurdênÎranê ev zêdeyî 20 sal in liİraqê dijîn, niha piraniyawan li Herêma Kurdistanêne û dixwazin nasnameyaİraqî bidin wan, di vê der-barê de raya we çiye?Di mesela Kurdên Îranê de

yek ji çareseriyên UNHCR’ê ewe wan li vir bihêle û têkelî civakêbike. Lê daxwaza nasnameyaİraqî, ne erkê me ye, erkê Hikû-meta İraqê ye.

Rêveberê Netewên Yekgirtî Li Hewlêrê Lynch:

Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Wan (Rûdaw) – Li Wanê Lij-neya Waliyetê zirara gundiyênku malên wan hatine şewitan-din tesbît dike, dereng bersivdide serilêdanan.

Di encama gelek dosyayênanalîzkirî de berdêla zirarangelek kêm tê nîşandan. Maxdûrêbi navê Burhan Ürkmez da xu-yakirin ku zirara wan bi qasî600–700 hezar Lira ye lê belê vêLijne yê tenê 6 hezar zirar nîşandaye.

Berî niha gundiyên ku malênwan hatine şewitandin dikari-bûn serî li dadgeha Mafên Mi-rovan ya Ewrûpayê bixistana. Lebelê piştî lihevkirina vê saziyê ûdewleta Tirk, biryar hat girtin kuwaliyên herêman di nava xwe deji bo tesbîta ziraran lijneyên tay-betî ava bikin. Di vê çarçovê deendamên lijne yê diçin gundanû zirara ku hêzên dewletê danegundiyan tesbît dikin.

Gundî dibêjin endamên lijne

yê pir giran tevdigerin û tesbitênrast nakin. Ji gundiyên BerûkaJêrî ya Wanê Burhan Ürkmezda xuyakirin ku hêzên dewletêdi sala 1994an de 2 xaniyên wanyê 4 ode, 2 tewle bi tevî sewalêntêde dane ber roketan û zirarekemezin dane wan.

Mehmet Emin Ürkmez jî gotku ji bilî zirara maddî xisara wan

ya manevî jî heye, lê belê ne zi-rara maddî ne jî ya manevî nayêtesbît kirin û got ‘ji ber ku xor-tekî wan di nava gerilla de ye, ewji alîkariya rojane ya dewletê jîbê par dimînin.’

Gundî dibêjin, ‘eger imkan bêdayîn ew amade ne ku jiyanaxwe li gundên xwe berdewambikin.’

Firat KelehkîHewlêr (Rûdaw) – Ajorên

barhilgir yên Tirkiye û BakurêKurdistanê ku kereste û berhe-mên hinarde tînin Herêma Kur-distan û İraqê gazinan ji têkçûnariya hewreşimê ya navbera Urfa-Silopiyê dikin. Serokên OdeyênBazirganî û Pîşesazî yên Midyad,Cizîr û Edenê jî dibêjin ger rewşwiha berdewam be û rê neyênçêkirin wê bandorê li bazirga-niya navbera Tirkiye û İraqêbike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pî-şesazî ya Mîdyadê Mehmet AliTutaşı ragehand ku têkçûna reyanavbera Urfa-Silopî dibe astengli pêşiya hinerde ya Tirkiyê boİraqê ku beşê herî zêde bi reyaDeriyê Xabûrê tê kirin.

Di vê derbarê de ajorê barhil-gir yê bi navê Mehmed EmînCengiz bo Rûdawê ragehand kureya navbera Urfa û BrahîmXelîl ew bêzar kirine: ‘’Bi rastîwiha li me hatiye ku em dev jiajoriyê berdin. Rê hemû bûyekortal. Bi taybetî navbera Wê-ranşehîr-Qiziltepe û Nisêbîn ûCizîrê. Ger Tirkiye bixwaze ba-zirganiya bi İraqê re bihêz bike,pêwist e vê pirsgirêkê çareserbike.’’

Serokê Odeya Bazirganî û Pî-şesaziya Mîdyadê Mehmet AliTutaşı jî da zanîn ku derîyê herîgiring bo Tirkiyeyê ku diçe İraqêXabur e, lê ji ber têkçûna rê bizehmetî veguhêzî tê kirin: ‘’Hetabi Urfayê otoban heye. Lê ji wirheta bi Deriyê Xabûrê cadde tijîkortal in. Barhilgir bi zehmetîhatûçûnê dikin. Barhilgirên kubi tonan berhemên hinarde hil-digirin ji ber têkçûna rê û cadde-yan zirareke mezin dibînin.’’

Tutaşı, daxwiyand ku ew pirs-girêk di serî de gihandine Serok-wezîr Recep Tayîp Erdoğan ûhemû aliyên peywendîdar û di-rêjî bi axaftina xwe da: ‘’Li cihênku rojê 10 otomobîl têre derbasnabin cotrê tên çêkirin, Lê cad-deya navbera Urfa-Xabûrê ku 10hezar otomobîl wê bikartînin,nayê çêkirin. Me ji hemû wezîr,misteşar û rêveberên giştî re yên

hatine vir rewş rawe kiriye. Lêhê jî tu pêşveçûnên xwiya nînin.Rê wek goristana ne, tijî kortalin. Her balhilgireke here İraqêdema vegerê divê were temîrki-rin. Herêmeke wiha ku hinarde-yeke pir mezin lê tê kirin tu dibêqey wek zaroka jinbavê berêxwe didinê? Em riyên berî 15-20salan hatine çêkirin bikar tînin.Divê heta Xabûrê otoban bê çê-kirin.

‘’Herêma Kurdistan û İraqê di pileya dûwem de ye’’Ajorên barhilgiran yên Tirkiyê

û Bakurê Kurdistanê jî gazinan jitêkçûna rê û bêxemiya karbides-tan dikin û dixwazin kêlî berî kê-liyê ew pirsgirêk were çareserkirin û berpirs û aliyên peywen-dîdar yên Tirkiyê bikevin tev-gerê.

Ajorê bi navê Faruk Hamza(40) daxwiyand ku berî nihamehê çend caran bar dianîn He-rêma Kurdistanê lê jiber niha rêpir têkçûne ger barên welatêndin hebin xwe nêzîkî İraqênakin: ‘’Niha bi piranî ez diçimwelatên din û Herêma Kurdis-tan û İraq di pileya duyem de ye.Ger rê bên çêkirin, evder ji bome nêzîktir û xweştir e.’’

‘’Dibe ku derfet ji dest here’’Serokê Odeya Bazirganî û Pî-

şesazî ya Cizîrê Adnan Elçi jî bi-bîrxist ku İraq bo Tirkiyêbazareke pir girîng e, lê riya diçevê bazarê astenga herî mezin e lipêşiya bazirgan û karsazan. Elçi,diyar kir ku İraq wek welatêndin ên Rojhilata Navîn hilberînenake û bi hawirde ve girêdayî ye

û ev jî bo karzasên Tirk derfetekîgirîng e, lê ji bo hinarde bi awa-yekî rêkûpêk bê kirin pêwist e rêû cadde bên çêkirin.

Adnan Elçi, da zanîn ku gerpirsgirêk wiha berdewam be‘’dibe derfetê İraqê ji dest here’’ ûpêde çû: ‘’Wek welat armancame hinardeya İraqê bighînin 8milyar dolaran. Bo vê jî divê rêyên me baş bin. Pêwist e rê ji nûve bên çêkirin. Em ê keresteyê bi8 milyar dolar di kû re veguhê-zin? Madem em bi reya hewayêveneguhêzin divê em rêbejênxwe baş bikin. Ger rê baş nebindibe ku derfet ji dest derkeve.Em handan û krêdiyê naxwazin.Tenê pêşiya me vekin, da em bizehmetî çûnûhatinê nekin. Dihinardekariyê de nîv demjimêrpaşdemayîn jî dibe ku bibe se-dema kar raweste û rêkeftin bênxirakirin.’’

‘’Dem pir girîng e’’Serokê Odeya Bazirganî ya

Edenê Şaban Baş jî piştî wêya ligel şandeke karsazan serdanaHerêma Kurdistanê kir û ji nêzîkve berê xwe da bazarê, daxwi-yand, ji ber hewqasî xirabûnacaddeyan dibe ku karsaz û ba-zirgan dev ji hinardekariyê jîberdin: ‘’Bihêzbûna aboriya Tir-kiyê, bilindbûna reqemên bazir-ganiyê û zêdebûna hinarde bibazara İraqê ve girêdayî ye. Reyaheyî pirsgirêkeke pir mezin e. Bisedema têkçûna reyan barhilgirnikarin bi suraeta yasayî jî herin.Reya 4-5 demjimêr, dibe 12-13demjimêr. Di bazirganiyê dedem pir girîng e.’’

Reya xirab ya hevreşimê aboriyaKurdistanê tehdîd dike

Dewleta Tirk berdêla gundên şewitandî nade

Ehmedê Xanî li parka xwe Ahmed-i Hani ye!

Wan (Rûdaw) - Rayedarên wîlayeta Wanê destûr nadin ku nave parka edîbê navdar yê Kurdwek ‘Ehmedê Xanî’ bi kurdî bê nivîsandin. Ev yek jî dibe sedemê nerazîbûnan. Navê parkê li goralfabeya tirkî wek ‘Ahmed-i Hani’ hatiye nivîsandin. Ji ber ku di alfabeya tirkî de tîpên ‘x, ê’ û ‘î’ tu-nene, rayedar peyvên kurdî wek ‘biyanî’ binavdikin û bikaranîna wan qedexe dikin.

Parka Ehmedê Xanî piştî ku ji aliyê şarederiya Wanê ve hat vekirin, di bajêr de bû cîhê sereke yêbêhndanê. Berpirsên şarederiyê dibêjin park sembola aşîtiyê ye û dîmeneke ciwan û xemilandîdide bajarê wan. Şaredariya Wanê wê di pêşerojê de parkekî ji bo Feqiyê Teyran jî veke.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw 5Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009

Sabîr QadrîHewlêr (Rûdaw) - Faîq S. ku

xortekî ji Başûrê Kurdistanê ye,jiyana xwe ya awareyî ligel mal-bata xwe li Îranê derbaskiriye.Ew yek ji wan kesan e ku bazir-ganîya maddeyên bêhişkerî ki-riye. Ligor wî şoreşa Kurd liBaşûrê Kurdistanê û mayîna wîya çend salan li Îranê buye se-demê anîna hinek rewişt û xes-letên ne li rê wekî kêşan ûbazirganiya maddeyên bêhişker:“Mayîn û tekîlîyen KurdênBaşûr, sazkirina peywendîyêndostane û xizmayetî ligel Îranî-yan yek ji sedemên belavbûnamaddeyên bêhişker e.” Xortênavbirî di derheqa rêjeya kesênku bazirganîya narkotîkê dikin ûsedema girtina xwe de jÎ wihadibêje: “Piranîya wan kesan xortin û li Îranê awarebûn e û de-mekî li wir jiyane.’’

Piştî ruxana rejîma Baas û gu-herînên piştî wê û herwisa hev-sînoriya Başûrê Kurdistanê bi

Îranê re buye sedem ku bazirga-niya maddeyên bêhişker bigîjeHerema Kurdistanê jî. Wek têzanîn sînorê Îranê hêlîna bazir-ganên tiryakîkêşa ye. Berhema-nîna maddeyan narkotîkê liKurdistanê bûye metirsîyek gel-lek mezin. Îran bazareke ji bo fi-roşkar û bikarhênerên narkotî -kê. Herwisa Îran kanaleke ji bo

şandina wan maddeyan, ku pi-ranîya wan ji Afxanîstanê ve tê ûbi rêya Îranê ve ber bi welatênEreb û Ewrûpa ve diçe.

Rahman . H, yek ji wan Îranî-yan e, ku bi sedema bazirganiyamaddeyên bêhişker hatîye girtinû ev 9 sal in di girtîgeha Hewlêrêde ye. Rahman di çavpêketinekêde ligel Rûdawê balê dikêşîne ser

Îranîyan ku li Başûrê Kurdistanêdi girtîgehê de ne: “Alîyê aborîsedema serekî ya bazirganiyanarkotîkê ye. Hinek halet hene,ku sedemên sîyasî û têkderane lipişt in. Welatên cînar bi şiklekegellek zîrekane wan planan birê-vedibin.”

Hesen. T, Îranîyekî din e ku jitawana narkotÎkfiroşiyê hatîyemehkûmkirin. Kesê navbirî bê-kontroliya sînoran sedemekîkarger ji bo peresendina vê dî-yardeya Başûrê Kurdistanê di-bîne. Ew dibêje herçiqas nedarîû bêkariyê wisa kiriye ku ciwanbibin tiryakkêş û bazirganîya wêbikin, lê qet ticaran nabe rolêdezgahên ewlekariyê geşbûna vêdîyardeyê di deverên Kurdnîşînde li bir çav negirin. Hesen di di-rêjîya axaftina xwe ya li zîndanêde ligel Rûdawê wiha dibêje: “Diwan çend salên dawîn de rêjeyahevwelatîyên Îranî yên ku bi se-dema bazirganiya maddeyên bê-hişker li Başûrê Kurdistanê tên

girtin kêm buye.” Li gor daneyan jî Ji 35 kesên

tawanbar, 8 kes Îranî ne. Sedemêkêmbuna girtinan jî kontrolahêzên asayîşê yê ser sînoran e.Hikûmeta Kurdistanê di warêaborî, civakî û çandî de ji bo ber-giriya bazirganiya narkotîkê ted-bîrên tund verdigre.

Ji Rêveberên Asayîşa Silêma-nîyê Emîd Celal Emîn Beg ji Rû-dawê re ragêhand ku hetadawiya nîsana 2009an wan nê-zîkî 27 kîlo tiryak şewitandine.Di wan çar salên dawîyê de jî 25bazirganên narkotîkê bi cezayê

heta hetayê hatine zindanîkirin:“Vekirina derîyên welatê me liser cînaran û di nav wan de jîÎran, yek ji sedemên hatina mad-deyên bêhişker ji bo HerêmaKurdistanê ye.

Pispore Peymangeha Kurdis-tanê yê Pirsên Sîyasî SîrwanCafer jî sedemê belavbûna ba-zirganiya tiryakê wiha dinirxîne:“Kurdên ku di dema xwe de liÎranê aware bûn û herwisa jî ne-bûna çavdêrîyeke tund ya ser sî-noran li deverê bû sedemabelavbûna bazirganiya narko-tîkê.”

Kurdıstanî

Pesn û slogan û medya

Hefteyên borî di medya kurdî de nû-çeyeke balkêş di derbarê derxistina pet-rola Başûrê Kurdîstanê de belav bû. Têgotin  şîrketa General Energi ya Tirk,peymaneke stratejîk bi desthilatdarênKurdîstanê re çêkiriye.

Li gor agahiyekî din ji niha imparatorê medya Tirk, AydınDoğan jî wê li Kurdîstanê li petrolê bigere! Çawkaniya wanherdû nûçeyan jî mixabin rojnemeyên Tirk bûn. Li vir ez nax-wazim başî û xirabiya wan peymanan şîrove bikim. Bila li serxerê be!

Tenê dixwazim bi riya wan nûçeyan ve bala ve bikşînim serrewşa medya Kurdî. Mirov difikire, girêbesta petrola Kurdîstanêli Hewler an ji Silemanî tê îmzekirin. Ev kar di nav mala me dete kirin, lebelê medya kurdî, bi riya rojnemeyeke Tirk me ji veyekê agahdar dike!

Hun dikarin bêjin ’ji ber ku pirraniya rojnemevanen Kurd kar-mendê hikûmeta herême ne, nikarin bê destûr agahiyên wihabelavbikin.’ Bawer im ev gotin ne di cih dane. Eger herdû aliyânbixwesta ji raya giştî tiştekî veşêrin, wî karbidestê Tirk nikari-buya ew hevpeyvina bi rojnemeya Tarafê re çêbikira.

Dibe mirov hin caran rastiya xwe bibîne. Problema mezin,qelsbûna ragehandina kurdî ye. Ev buyer ne mînakeke taybet e.Rojname û televizyonên kurdî, xwendevan û temaşewanênxwe, gellek caran dixapînin!

Ew tim berê xwe didin medya Ereb, Faris û Tirkan û nûçeyênwan werdigerînin zimanê dayika me û difroşin me. Gellek carandez-informasyonên,’welaten cînar’ em bi zimanê Kurdî dixwî-nin… Helbet ’werger’ û ’rojnemevanî’ du karen ji hevûdû cudane.

Herî kêm di derbare pêşketinên giring yen di nav Kurdîstanêde, divê dijberên netewa Kurd nebin çavkaniyen me yên pêba-wer! Mixabin medya kurdî hîn jî gellek di bin tesîra medya Erebû Tirk de ye.

Rojnemevanên me ji dêlva agahiyan bidin me û ji me re ‘fak-tan’ binivsînin, tera xwe ‘pesn” didin û ‘sloganan’ diavêjin.

İro ne tene dinya, pirsgirêka Kurd ji globalîze buye… Heyf sedcar heyf ku rojnemevanen me hîn jî mêjuyekî heremî û parti-zanî ve nêzî buyeran dibin. Lewra dema pewist be nikarin gel ûsiyasetmedarên xwe ji bo berjewendiyên netewî hişyar bikin.

Pirsgirek gellek in… Le çare çiye? Ez bawer im mirov bersivavê pirsê dikare di kongreyeke netewî ya rojnemegeriye de bi-gere!  Lêbelê tene çend gotin: Ji bo çapemeniyeke ‘azad û nûjen’riyeke dûrdirêj li ber me heye.   Dibe di vê rêwitiyê de, em ruyêxwe ji rojhilat vegerînin rojava.

Rojekî ji rojan di nav medya me de, patronên wek Axel Sprin-ger yê Alman, Murdochê Awûstralî an jî Aydın Doğanê Tirkpeyda bibin, divê em ji wan netirsin. Helbet divê ew ji wek ‘kurêxelqê’ berjewendiya welatê xwe li ser her tiştî re bigrin. Ez xwepêşveçûyinekî wiha di demekî nêzîk de realîst nabînim. Ji berku pirraniya maldaren me, tene xwedî pere ne. Karê em bahsdikin jî bêhtir karê burjuvaziyeke netewî ye…

Ji bo ve yekê em mecbûr in li benda ‘neviye maldarên Kurd‘bisekinin. Niha em vê mijarê deynin aliyekî. Divê berî her tiştîprofesyonelyekî were nav medyaya kurdî. Hema ke fêrî alfebeyakurdî bû û çend gotinên qelew yên siyasî kir, nabe derkeve mey-danê û bêje ez jî rojnemevan im!

Divê ’mesûl, berpirsiyar û sernûserên’ medya me bizanibin kuîro kesekî nezan û amator, di dezgehekî ragihandinê de wekxwekujekî fanatîk e… Dikare zirarê bigihîne xwe û gellek kesêndin jî.

Ji ber vê yekê, divê rojnemevan jî wek doktor û parêzeran per-werde bibin û piştre derkevin hemberî raya giştî. Di sedsala21an de divê medya kurdî, xwe ji psikolojiya rewşa averte der-bixe û xwe nû ve format bike. Misal di nûçeyen rojane de dibe.Peyven wek ‘rezdar, heja, birêzan’ werin paqijkirin.

Divê di dezgehên ragihandinê de nivîskar û nûçegihanên pis-por yen cuda cuda kar bikin. Mesela nûçegihanên dîplomasiye,yê aborî, yê spor û hwd...

Belê êdî zêde dirêj nekim. Hevidarim roj were, hejmara xwen-devanên rojnameyên me, hejmara xebatkarên me zêdetir bibe.Herwiha deng û rengên nû di medya me peyda bibin. Dîsa, xe-teke netewî û modern di medya me de serbikeve... U rojname-van di nav civaka Kurd de bibin kesên xwedî rûmet! Roj-nemegerî êdî nebe karê bêkaran û kevne soreşgeran!

[email protected]

Mehmet Aktaş

Sînorê Îranê buye hêlîna bazirganên tiryakê

Hesekê (Rûdaw) – Hejmaragêncên Kurd yên nav Artêşa Su-riyê de hatine kuştin ji adara2004an virve gihîşt 27 kesî. Ra-yedarên artêşê dibêjin wan xwekuştiye lê malbatên qurbaniyanji vê yekê bawer nakin.

Kuştina gêncên Kurd di demabicîhanîna erka leşkeriyê de,piştî serhildana 12ê adara2004an destpêkir. Di serhildanêde hêzên ewlekariyê bi dehanhevwelatiyên Kurd kuştin. Ewbuyer di encama pevçûna alîg-riên dû yaneyên werzişî de qe-wimî ku yek ji wan yaneyaQamişlo û ya din jî yaneyekeEreb ya Bajarê Dêrezorê bû. Ra-perîn bilez belavbû û navçeyênKurdnişîn yên wek Efrîn, Koban,Hesekê û hinek taxên Şam û He-lebê jî li xwe girtin.

Yekem leşkerê Kurd ku di sala2004an de hat kuştin Xeyrî Ber-ces Cindo bû. Ew Kurdekî Êzdîji Gundê Qizilçoxa Amûdê bû ûdi roja 16.03.2004an de hat kuş-tin. Rayedarekî leşkerî bi tele-fonê ji malbata wî re ragehandi-bû ku wî xwe kuştiye. MalbataBerces ji vê daxuyaniyê bawernekir û xwest mijar bê lêkolan, lêartêşê rê neda. Endamekî mal-bata wî dibêje: ‘’Ewlekariyê(Emn) ji me re got bê deng bin û

ji artêşê bawer bikin.’’14 ji wan buyerên kuştinê li

bajarên cuda yên Parêzgeha He-sekê û 13 buyer jî li ParêzgehaHelebê. Hemû qurbanî jî genc inû temenê wan di navbera 18-25salan de ye.

Jimara buyeran di salêndawî wiha ye:

Di derbarê kuştina leşkerênKurd yên di artêşa Sûrî de sala2004an de 6 buyer, di sala2006an de 1 buyer, di sala2008an de 9 buyer û di sala2009an de jî heta niha 10 buyerhatine tomarkirin.

Ziyaedîn Nurî Nesredîn, Ko-lêja Zanistên Xwezayî ya Zanîn-geha Helebê qedandibû û xelkêGundê Meşuq ser bi Bajarê Qa-mişlo bû. Roja 15.05.2004an didema bicîhanîna xizmeta leşkerîde bi du gulleyan hat kuştin.Malbata wî bi çavê xwe cihê dûgulleyan di serê wî de dîtin ku lidû cihên cuda ketibûn, lewrayekser zanîn kurê wan hatiyekuştin ne ku wî xwe kuştiye. Yekji mirovên wî dibêje: ‘’Me xwestbi riya dadgeha leşkerî dozekevekin, lê dezgehên ewlekariyêem tehdîd kirin.’’

Meleyekî ji Qamişlo ku di me-rasîma bixakkirina hinekan jiwan leşkeran de amade buyerewşê wiha rave dike: ‘’Li Hesekêpênc leşker hatine bixakkirin. Rênedan ku kesûkarên wan ter-mên wan kontrol bikin. Tenê rêdidan meleyan ku ew bişon ûkefen bikin.’’

Şiyar Yusif Elî, xelkê GundêDîkye yê ser bi Bajarê Efrîna He-lebê ye. Roja 07.04.2008an de lileşkeriyê hat kuştin. Fermanda-rên artêşê ji malbata wî re gotin‘kurê we xwe kuştiye.’ Yek ji mi-rovên wî çîrokê wiha digerîne:‘’Yek ji hevalên wî şahidî kir kuleşkerekî ew kuştiye û navê wî jîŞaban Himêdî ye. tenê 14 mehceza vergirt.’’

Bedî Celo Dilf ku KurdekîÊzdî bû û ew jî xelkê GundêQizilçoxa Amûdê bû roja11.08.2004an hat kuştin. Raye-daran ji malbatê re gotin ‘dilêkurê we sekiniye.’

Li gor siyasetmedarekî Kurd,armanc ji kuştina leşkerên Kurd,di nav hevwelatiyên Kurd de be-lavkirina tirsê ye ku armanc dûr-xistina wan ji çalakiyên siyasî ye:

‘’Niha xelk ditirse kurên xwe bi-şînin leşkeriyê. Hinek ji bo der-baskirina kurên xwe pereyekîzêde didin efserên paye bilindyên Suriyê.’’

Gêncên ku di dema leşkeriyêde hatine kuştin:1. Xeyrî Berces Cindo - Gundê Qizil

Çox/Amûdê - 13.03.2004 hat kuştin

2. Hesen Xelîl Hesen, Qamişlo – 06.05.2004

3. Ziyaedîn Nûrî Nesredîn, Gundê Meşuq ser bi Qamişlo –

15.05.20044. Qasim Mihemed Hamid, Qmişlo

– 15.06.20045. Bedîî Celo Dilf, Gundê Qizil Çox

– 11.08.20046. Mihemed Şêx Mihemed, Heleb –

24.10.20047. Mihemed Wiso Elî, Koban –

28.03.20068. İdrîs Mehmûd Musa, Amûdê –

29.02.20089. Şiyar Yusif Elî, Gundê Dîkye /

Efrîn – 07.04.200810. Barzan Mehmud Umer, Qamişlo

– 13.04.200811. Luqman Samî Husên, Gundê

Bîske/ Efrîn – Adara 200812. Ferhad Elî Seyfxan, Koban –

03.07.200813. Cîhad Îbrahîm Yusif, Qamişlo –

01.08.200814. Egîd Newaf Hiseyn, Gundê

Telelyun / Derbêsiyê – 02.08.200815. Îbrahîm Refat Çawîş, Efrîn –

27.12.200816. Siwar Temo, Derbêsî / Hesekê –

21.12.200817. Mihemed Bekir Şêx Dada, Efrîn

– 14.01.200918. berxwedan xalid Hemo, Koban

– 19.01.200919. Mehmud Henan Xelîl, Efrîn –

05.02.200920. Ehmed Sedun, Qamişlo –

12.05.200921. Xebat Şêxmus, Efrîn –

18.05.200922. Ehmed Evdilrehîm Mistefa,

Qamişlo – Adara 200923. Mihemed Hemza Xelef, Efrîn –

30.05.200924. Malik Ekaş Şehbo, Efrîn –

05.06.200925. Arif Evdilezîz Seyîd Usman,

Qamişlo – 26.06.200926. Mehmûd Mihemed, Koban –

29.06.200927. Mihemed Umer Xidir, Derbêsiyê

– 08.07.2009

Di artêşa Sûrî de qetlîama leşkerên Kurd

Ji bo salekî:Almanya, Belçîka, Awûstûrya,Fransa, Hollanda: 60 EuroSwîsre: 120 CHFBrîtanya: 60 GBPSwêd (Schweden): 900 SEKDanîmarka (Danemark): 600 DKKDYA (USA): 100 USDKanada : 120 CDTirkiye: 100 YTLJi bo şeş mehan:Almanya, Belçîka, Awûstûrya,Fransa, Hollanda: 30 EuroSwîsre: 60 CHFBrîtanya: 30 GBPSwêd: 450 SEKDanîmarka: 300 DKKDYA (USA): 50 USD

Kanada: 60 CDTirkiye: 50 YTLJi bo Almanya:Rudaw Media GmbHBank: Deutsche Bank KölnKonto Nr: 2450161BLZ: 37070024Ji derveyî Almanya:IBAN: DE48370700240245016100BIC: DEUTDEDBKOENavnîşan: Rudaw Media GmbHGutenbergstr. 63a50823 Köln / Almanya E-maîl: [email protected]

RûdawŞertên Abonetiyê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw6 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Dîaspora

İsmet SîwereklîBerlîn (Rûdaw) - Giyasettin

Sayan parlamenterekî Kurd ê ûli Almanyayê di Partiya Çep„Die Linke“ de xebatên siyasî di-domînê. Giyasettin Sayan diderbarê xebata xwe ya siyasî, hil-bijartinên Almanyayê, polîtî-kaya Partiya Çep û siyasetadewleta Alman ya di derbarêKurdan de, bersiva pirsên Rû-dawê da.

Li Almanyayê di 27ê Rez-bera 2009an de hilbijarti-nên giştî pêk tên. Nêzikêyek milyon Kurd li Alman-yayê dijin. Çima berenda-mên Kurd di hilbijartinande tunene?Li Almanyayê beriya çend

salan eleqeyekî mezin ji Kurdanre hebû. Dema ku siyasetmeda-rên Kurdan ji welat dihatin Al-manyayê, hemû partiyên Almanji wan re deriyê xwe vêdikir. Îrorewş ne wiha yê. Tevgera Kurd liAlmanyayê pir şaşî kir û eleqeyacivaka Alman ji bo Kurdanwenda bû. Niha di nav civaka

Alman de ji bo Kurdan û siyaset-medarên wan antîpatî çêbûye.Bi vê antîpatiyê hemû Kurd têncezakirin. Ew ji nerast e. Ji boParlamentoya Almanyayê nê-bûna berendamên Kurd kêma-siya Kurda ye. Kurd jî xwe di navpartiyên Alman de baş nadinnasandin û ji aliyê siyasetê vedikevin şaşiyan. Ew kêmasî didema hilbijartinan de xwe nîşandidin û dibin sedema derîgirtinasiyasetê di nav partiyên Alma-nan de.

Ji derdorên siyasî yên Kur-dan ve tê gotin, ku civataKurdên Almanyayê civa-tekî dînamîk e û zû siya-setê hîn dibê û roj bi rojgiraniya xwe di nav siya-seta Alman û civaka wê denîşan dide. Gelo tiştên hûndibêjin ne nakokî yê?Nakokî nîne. Di nav civata

Kurdên Almanyayê de ciwanênKurd ji siyasetê re eleqe nîşandidin, lê ev eleqe tenê têr nakê.Divê mirov bi zanistî bi siyasetêmijûl bibe û cîhê xwe di nav vê

siyasetê de çêkê. Wê demê par-tiyên Alman jî bi te re eleqederdibin û beredamtiya te jî qebûldikin.

Ji bo hilbijartinên Rezberê,di partiya we „Die Linke“de beredamên Kurd henean jî tune?Partiya me ji biyaniyan çend

kes ji bo hilbijartinên Alman-yayê kirine berendam. Di navkesên ku wek berendam hatinedestnîşankirin, kesekî bi eslêxwe Kurd tune.

Siyasetekî partiya we ji boKurdan û pirsgirêka wanheye? Partiya me ji Kurdan û pirsgi-

rêka wan re eleqekî mezin nîşandide. Îro jî vê eleqeyê nîşan dide.Polîtîkaya Tirkan di derbarêKurdan de herdem rexnê kiriyeû îro jî rexnê dike. Dixwazê Al-manya ji bo çareserkirina pirsgi-rêka Kurd roleke girîng bilîzê.Partiya me dixwazê Tirkiye bibêendamê Yekîtiya Ewrûpayê û jibo vê jî mercan datînê pêş Tir-kiyê. Ji van mercan yek jê çarê-serkirina pirsgirêka Kurd e.Polîtîkayên hikûmeta Almanyadi derbarê Tirkiye de, ji aliyêpirsgirêka Kurdan rexne dike.

Bi salane hûn li Alman-yayê dijîn û siyasetê dikin.Gelo Alman û siyasetawan bi çavekî çawa li Kur-dan dinêrê?Di nav civaka Alman de bi

milyonan biyanî dijîn. Di navwan de nêzîkî yek milyon Kurdjî hene. Civaka Kurdan ji ciwa-nan pêk tê. Pêdiviya civaka

Alman bi wan heye û dixwazewan întegre bike. Di navberaherdû aliyan de danûstandinekîheye. Bûyera 11ê Rezbera2001an li New Yorkê, di nav gelêAlman de antîpatiyekî li hem-berî biyaniyan çêkir. Ew antîpatîîro hêdî hêdî wenda dibe. Sazi-yên Kurdan ji civata Alman remesaja, “êdî gele Kurd di vê ci-vakê de mayînde yê” dişînê. Ligora vê mesayê polîtîkayê dideber xwe û xebatê dikin. Ewmesaj jî ji aliyê civata Alman vebaş hat girtin. Sempatiya ji boKurdan çêbû. Ew sempatî tenêbi vêyekê ve ne sînorkirî ye.Dewleta Alman jî bi Kurdistanêre têkiliyên xwe xurt kirin. LiKurdistanê konsolxaneya xwevekir û bi hikûmeta Kurdistanêre danûstandinên siyasî û aborîpêşde bir.

Li Almanyayê di demêndawî de mijara entegras-yonê di rojevê de ye. Dinavbera hikûmeta Almanû saziyên biyanî de danûs-tandin çêdibin. Kurd divan danûstandinan deçawa tên temsîlkirin?Ew danûstandinên ku di nav-

bera hikûmetê û saziyên biyanîde tê meşandin, di nav wan deKurd jî henê. Lê Kurd wekî biya-niyên din ne çalak in. Ew jî yek jikêmasiyên Kurdan e. Divê em divê pevajoyê de bi awayekî xurtcihê xwe bigrin û ji civaka Alma-nan re nîşan bidin, ku yên ku dinav biyaniyan de herî zû întegredibin, Kurd in.

Parlamenterê Kurd yê Berlînê Giyasettin Sayan:

Nebûna berendamên Kurd di hilbijartinên Almanya de kêmasiya Kurda ye

Berlin (Rûdaw) – Li Al-manya 3 milyon Musilman dijîn.Piştî bûyerên 11ê Îlonê li vî we-latî îslamofobî pêşveçû. Ev yek diserî de Musilman, Kurdên li vîwelatî diltirs kir. Li Almanya 500hezar Kurdên Musilman dijîn.İslamofobî astengî li ber înteg-rasyonê jî çêdike. Ji bo ku evpirsgirêk ji holê rabe Kurd di navhewldaneke siftî de ne.

Navenda Lêkolînên Kurdî(Navend) li Almanya rêzeqonfe-ransên “Întegrasyon û Îslam“ li-dardixe û dixwaze vê îmaja xirabji bo Kurdên Musilman ji holêrabike. Xebatkara Navenda Lê-kolînên Kurdî Berivan Aymazradighîne ku li Almanyayê di binnavê “Îslam û Întegrasyonê” degelek qonferans lidarxistine û divan qonferansan de, fireolî û ta-hamula Kurdan ya hemberî ba-weriyan ji Almanan re kirine.Aymaz dibêje, şarezayên Alma-nan li hember vê taybetmendiyaKurdan matmayî mane û heyi-rîne: “Tecrûbeyên fireolî yênKurdan, divê li Almanyayê ji boentegrasyonê mînak bê girtin ûwê ev yek, ji bo entegrasyonêbibe alîkar.“

Parlamentera PDS ya EyaletaBerlinê Hêlîn Evrim Baba jî di-bêje ‘Kurdên Almanyayê, li gorMusilmanên netewên din, zûtirîntegre dibin.‘

Mizgefta Selaheddînê Eyûbî,ku li paytexta Almanya li Berlînêye, car caran dibe hedefê êrîşênnijadperestên Tirk. MizgeftaKurd ya ku li taxa KreuzbergaTirk zêde lê dijîn e, girêdayî Ci-vaka Îslama Kurdistanê (CIK)

xebatên xwe dimeşîne. MelayêMizgefta Seleheddînê Eyûbî Sî-racettînê Botî, dibêje di salêndawî de cemaata mizgeftê zêde-buye û sedemê vê yekê jî bi pirs-grêka Kurd ve girêdide. Melayêmizgeftê dibêje divê ew êdî gi-ringî bidin rêxistinbûnê û egerew di vê yekê de bisernekevin,wê nikaribin di civaka Almanande jî cihekî bidestbixin.

Mizgefta Îbrahîm Xelîl, ku li

taxa Weddingê girêdayî Civakaİslamî ya Kurdistanê ye (CIK).Melayê mizgeftê AbdullahTorha di derbarê xebatên civatêde van agahiyan dide: “Li seran-serê Ewrûpayê 27 mizgeftênCIK’ê hene. Di van mizgeftan de,ji bilî ku Kurd wecîbeyên xweyên olî pêk bînin, li ser rastkirinaîmaja Musilmanan jî em dixebi-tin.“ Torha, dide zanîn ku, Kurdcivakeke zû dikare întegre bibeû riya vê yekê jî bi naskirina nas-nameya Kurd ya siyasî ve girê-dayî ye.  

Kurdên Musilman yên li Al-manya ji ber ku wek Tirk, Ereb ûFarisan ne bi rêxistîn in gilî û ga-zinan dikin. Yek ji van kesanMuhammed Fevzi Özmen e.Fevzi Özmen ku Kurdekî ji Me-letiyê ye reaksiyona xwe bi vangotinan nîşan dide: “Ez naxwa-zim herim mizgeftên Tirkan, dibin ala Tirk de û posterên Ata-türk de îbadetê bikim.“

Alman piştî vegera ji Kurdistanê rexneyên tûj li Kurdan kirin

Kurdên Musilman diçin mizgeftên xwe

Zeki ÖzmenMarburg (Rûdaw) - Li Ens-

tîtûya Navenda Lêkolînên Rojhi-lata Navîn ya Zanîngeha Mar-burgê semînerek bi sernavê ‘‘Bi-zava demokratîk û veguherînacivakî li Kurdistana Îraqê“ hat li-darxistin. Semînera ku çarşemaborî pêk hat, ji alî endama beşaEnstîtûya Lêkolînên Pirsgirêkanya heman zanîngehê doçent An-dréa Vermeer ve hat birêvebirin.Naveroka semînerê di derbarêserdana zanyarî ya vê doçentê ûşagirtên wê di meha gulana îsalde ya li Başûrê Kurdistanê bû.

Andréa Vermeer ligel weşan-dina dîmenên gera xwe, çavdê-riyên xwe yên li Başûrê Kurdis-tanê ligel rexneyên tûj derbirî.

Mirov li sûkên Kurdistanê kêm pêrgî jinan tê

Vermeer ligel dîmenên ji geraxwe diyar kir, ku berî ew herinBaşûr, wê xwendekarên jin yênbi xwe re hişyar kiriye, ku cilênkurt li xwe nekin û li cihên giştîcixarê nekişînin. Ligel bahsaziyaretên li saziyên civakî, siyasîû ragihandinê yên li bajarên wekSilêmanî, Hewlêr, Helebçe ûŞeqlewayê, wê destnîşan kirku li wir serdestiya mêran pir eû ji ber vê yekê mirov li kolan ûsûkan kêm pêrgî jinan tê. Ligelwê yekê jî ji bo wê balkêş buye,ku li Kurdistanê jin û mêr destbi dest govendê girtine û ev yekli cihên din yên Îraqê nayêndîtin.

Rexneyên tûj li siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê

Giliyeke din ya doçenta za-nîngehê Andréa Vermeer ûxwendekarên wê ji ‘helwesta nezelal ya siyasetmedarên Kurdbû.‘ Wê bi bîrxist ku li Kurdis-tanê kes nikare tişta dixwaze lizanîngehan bixwîne û wan evyek ji Serokê Zanîngeha Silêma-niyê Dr. Elî Seîd jî pirskirina ‘kawê ev astengî were rakirin yanna?‘ lê belê wî jî wek siyasetme-daran bersiveke zelal nedaye.

Di semînerê de jî Andréa Ver-meer li ser vê babatê rexneyêntûj li siyasetmedarên Kurd kirin.Rexneyeke din ya endama Ens-tîtûya Lêkolînên PirsgirêkanAndréa Vermeer jî dubarekirinadîroka Kurdan ya ji wan re bû.Wê diyar kir ku ew çûne cemkîjan siyasetmedarê Kurd, wan

hîn di destpêkê de dîroka Kur-dan ji wan re anîne ziman û êdîew ji vê yekê tengezar bûbûn.Vermeer ev bilêvkirina dîrokatrajîk ya Kurdan ji alî siyasetme-darên Kurd ve wekî „jixwere bi-karanîna qurbanîbûnê“ ve girêda. Wê herwiha desteka hiku-metê ya ji bo saziyên civakî ûserxwebûna wan jî kire cihê nî-qaşê.

Li ser van rexneyên tûj yênVermeer, xwendevanekî Kurdwisa axif î: ‘‘Ev kesên ku wek we-zîrên dewletên biyanî hatinepêşwazîkirin, durû tevdigerin. LiKurdistanê têkiliyên xwe bi ra-yedaran re xweş dikin û piştî kuvedigerin, li Almanyayê wan tê-kiliyên xwe bi awayekî din bikar-tînin û di zanîngehan de îmajaKurdistanê xerabdikin. Ji ber evkes Ewrûpî ne, Kurd qîmetekemezin didin wan.“

Silav li RûdawWeşana Rûdawê li Ewrûpayê ji bo dî-

asporaya Kurd gaveke giring e. Rojna-meyeke hefteyî, ku bi du lehçeyên kurdî(Kurmancî û Soranî) û du tipên cûda(Latinî û Erebî) çap dibe, gellek barekêgiran e. Ji bo vê, pirsor û xebatkarên Rû-dawê piroz dikim û serkeftina wan dix-waz im.

Xwendevanên çapemenîya kurdîkêm in û li her derê dinê belav bûne. Rastîyeke Kurdên dîasporaew e ku piranîya wan li dervayî welat zimanê xwe hîn bûne.Divê xwendevanên Kurd xwedî Rûdawê derkevin û bixwînin.Ev jî ne bes e, çima ku rojnameyeke bi naverokên nivîsên xwetê naskirin û xwendin. Di vir de nivîskarên rojnameyê cihekî gi-ring digrin û rolekî mezin dilîzin. Alîkarîya nivîskarên Kurd yêndîasporayê pêwist e û erkekî ye.

Rewş û rojeva Kurdên dîasporayê mijareke gellek fireh û kûre. Ji alîyê lêkolîn û niqaşa pirsgirêkên dîasporaya Kurd mimkûneku Rûdaw valahiyekî dagire. Bi sedan nivîskar û lêkolînerênKurd li dervayî welat in. Her yek ji wan li gor xwe xebat û ber-hemên hêja diafirînin. Lê, hewldanên wan dûrî hev in. Raya giştîya Kurd jî pirr caran ji van xebatan bê xeber e. Divê nivîskar ûlêkolînerên dîasporayê bi kurdî xebatên xwe bidin nasandin.Rûdaw di vî warê da firsendeke nû ye û divê ji vê firsendê bê îs-tîfadekirin.

Derfetên rojnameyeke kurdî bi sinor in û hewceyê alîkarîyahemû Kurdan ne. Ji bo vê yekê rêxistin, malper û şexsiyetênKurd rojnameyeke wek Rûdaw bidin naskirin û belav bikin.Zêdekirina xwendevanan bi vê yekê re girêdayî ye. Ji alîyê din,divê Rûdaw bi xwe bibe dengê civata Kurdên dîasporayê. Rê-xistin û malperên Kurdan yên li dîasporayê bide nasandin. Divêrûpelên Rûdawê ji bo hemû Kurdan vekirî be.

Dîaspora tê wateya belavbûna li dervayê welat. Ev yek ji bogrûben etnîkî yan jî netewî di dema îro da `pirseke navnetewîye. Kurd yek ji wan netewên herî mezin yên dîasporayê ne. Hetaniha tevgera Kurd, ji her çar beşên Kurdistanê, li ser rewşa Kur-den dîasporayê nesekiniye. Sedemên wê divên bên pirskirin ûkolandin. Di nav Kurdên dîasporayê de jî têkilîyekî navnetewîkêm pêkhatiye. Çiqas internet vê astengê kêm kiribe jî, prob-lema yekem ziman e. Kurdên li dewletên cihê yên dinyayêbelavbûne, zimanên biyanî hînbûne û hevdû êdî fahm nakin.Tenê Kurdî dikare vê rolê bilihîze. Bi vê manayê de jî Rûdaw şan-sek e.

Daxwaza dawî ew e ku Rûdaw li dîasporayê dewlemendîyekînû ji bo çapemenîya Kurd li vir bi xwe re bîne. Rojname dikareji alîyê pirr rengî û pirr dengî gavan biavêje û çanda demokrasîyêpêşve bibe.

Nebî Kesen

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw 7Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009 Hevpeyvîn

Birêz Kerkûk heta niha yek jideverên herî xeter yê İraq û cî-hanê tê naskirin. Di deêndawîn de jî çend êrişên xwînîpêkhatin. Vê gavê rewşa ewle-kariya Kerkûkê çawa ye?Li Kerkûkê li gor salên borî ji

sedî 80 - 85 çalakiyên terorîstankêmbuye. Ev yek pêşeveçûnekegelek baş e. Terorîstan berê êrîş-dikirin, lê îro ew nizanin ka wêxwe li kuderê veşêrin. Rastî jî ewji bo xweveşartinê nikarin cîh jîpeydabikin. Şêweya tevgera wangelek bêtesîr û bi vê şêweya tev-gera xwe ew li her deverê din-yayê tê dîtin. Çi mixabinbombeyên ji alî terorîstan ve kuli ser peyarêkan tên danîn û pêmirovan dikujin ne tenê li İraq ûKerkûkê ye, herwiha di gelek de-verên dinyayê dikare biqewime.Ji ber vê em dikarin qal bikin kuaktîvîteya terôrîstan li gor salênborî gelek hatiye şikandin û embi hêsanî dikarin bêjin ku jiyangelek sakîn e. Hûn dikarin ber biherêmên, ku germ in, heta Ha-vîce, Dore û Tikrît bi awayekîazad biçin. Di xeta vê rêyê depirsgirêkeke ewlekariyê nemaye.Yanî ji wir rêya ku ber bi Ker-kûkê, Hewlêr û Silêmaniyê vedirêj dibe de ti pirsgirêkên menemane.

Hûn dibêjin rewşa ewlekariyêli gor salên derbasbû başbuye. Ev yek li ser jiyana ci-vakî ya rojane tesîra xwenîşan dide?Kerkûk, ji aliyê ewlekariyê ve

ketiye pêvajokeke baş. Êdî nişte-cihên Kerkûkê di pêjneke ewleyîde dijîn û dikarin jiyana xwe dişertên normal de derbasbikin.Em spasdarê hêzên ewlekarî ne,ji ber ku ew gelek alîkariya medikin. Di encama xebat û hew-lên hêzên ewlekariyê, çalakiyênterorîstan ji sedî 80 kêmbûne.Gelek kesên ku bi grûbên tero-rîstan re têkildar bûn, hatin tes-pîtkirin û girtin. Bajar vê gavê dibin kontrolê de ye. NiştecihênKerkûkê dikarin bi awayekîgelek rihet di navendên danûs-tandinê de pêwistiyên xwe pêk-bînin û êvaran heta derengêşevê dikarin li bajêr digerin. Bibaşbûna rewşa ewlekariya libajêr gelek f îrmayên biyanî jî jibo avakirina Kerkûkê ji nû vedest bi xebatên xwe kirin. Fîr-mayeke Brîtanî li ser Kerkûkêmaster plan pêk tîne. FîrmayênTirk di warê bingeha pêkanînaavê û çêkrina piran de planênxwe hene. Alman û İran jî diavakirina Kerkûkê de xebat ûhewlan birêvedibin.

Tê zanîn ku li Kerkûkê gelekhêzên çekdar hene. Wek hêzênçekdar yên Amerîka, pêşmer-geyên Kurdistanê, artêşaİraqê û hêzên çekdar yênTirkmenan hene. Ev yek di pa-rastina ewlekariyê de nabe se-demê aloziyê?Ez bawer dikim, ev agahiyên

çewt hewcedarî gotinên rast in.Divê pêşî em vê sererast bikin. LiKerkûkê hêzên pêşmerge nîne,hêzên Amerîka û herwihahêzên ti partiyê jî tine. Tenêhêzên me yên polîs hene. Ew jîrasterast bi navenda hikumetê ûwezareta navxweyî ve girêda-yîne. Ewlekariya bajarê Kerkûkêdi bin berpirsiyariya van hêzan

de ye û hemû jî hêzên Kerkûkêbi xwe ne. Gelek ji wan Kerkûkîjî nînin. Wan heta niha ji bo ew-leyiya Kerkûkê hewlên hêja pê-kanîne û bê jimar şehîd dane. Bitekoşîna me yê li hemberê tero-rîstan me gelek xwîna xwe ri-jand û em bi vê awayê hatin vêqatê. Hêzên me yên li bajêrfermî ne.

Gengeşiyeke giring jî li ser şê-niya niştecihên Kerkûkê heye.Di warê de agahiyên de zelalînîne. Gelo hûn dikarin li servê mijarê raya giştî agahdar-bikin? Ji ber ku heta niha serjimir ne-

hatiye pêkanîn, mixabin ez jî ni-karim di vî warî de tiştekî zelalbêjim. Sedemeke ne serjimar-tinê jî ev e ku rewş li Kerkûkê ro-jane digûhere. Gelek însanên mekoç dikin û an jî paş ve vedige-rin. Ji ber vê jî em nikarin jima-reke zelal bidin, heta ku serji-marî pêkneyê. Li ser jimara niş-tecihên Kerkûkê jî ez nikarimtiştekî bêjim. Ez dixwazim tenêbahsa hilbijartinên sala 2005anbikim. Sê, çar lîste beşdarê hilb-jartinê bûne. Yek jî ji wan lîsteyaBratiya Kerkûkê bû, ku ji 41 kur-siyan 26 kursî standibûn. Hûndikarin rewşê texmîn bikin, lê eznikarim jimareke zelal bidim we.

Rûdaw: Baş e, hûn di warê şê-niya giştî ya Kerkûkê de jî ni-karin jimareke fermî bidin?Li gor jimara forumên erzaqê,

jimara niştecihên bajêr nêzîkê750 - 780 hezar e. Bi gund û nav-çeyan vê digîje mîlyonekî û 300- 350 hezarî.

Ji şêniya Kerkûkê, çiqasî Kurd in?Heta ji me re jimareke zelal

neyê, ez nikarim ji we re tiştekîbêjim. Jimareke bi texmînî jî kuez bêjim rast nabe.

Baş e jimara Tirkmenan çend e?Di warê jimara Tirkmenan de

jî ez nikarim ji we re tiştekîbêjim. Heta ku serjimarî neyêpêkanîn ti kesek nikare tiştekîzelal bêje. Lê tenê mirov dikareli gor encama hilbijartinê tiştekîtexmîn bike. Rewşa Kerkûkêdiyar e. Hingê di destê me de ji-mareke fermî tinebe, em nikarindi vî warî de tiştekî bêjin.

Li Kerkûkê rêveberiyeke çawatê pêkanîn?

Li hemberî kanalên çapeme-niyê rexneyên min hene. Lê di-xebitin ku Kerkûkê wisa bidinnîşandan, ku li bajêr tenê û her-tim bombe diteqin, ji hêla pirs-girêkên ewleyî şal bûye, jiyanasosyal di nav gelekî tengasiyande ye û pêwendiya di navberagelan de jî di qadakî tûj de ye. LiKerkûkê pirsgirêkên me yên ne-tewî tuneye. Tirkmen, Kurd,Ereb û Asûrî bi awayekî brayetîdijîn. Bi taybetî di warê dahatûyabajêr de fikr û ramanên polîtîkyên gelek cûda hene. Ev jî pirsgi-rêka Kerkûkê ye. Ku hûn vê gavêli sûka Kerkûkê bigerin, hûnêbratiya têkiliya di navbera Kurd,Tirkmen, Ereb û Asûriyan bibî-nin. Û hûnê şirîkatiyên navbera

xwe de pêkanîne bibînin. KuEreb û Kurd li vir bi hevre şirîka-tiyê bikin gelek normal e. Dinavbera wan de ti pirsgirêk nîne.Kerkûk varîlekî barûdê nîne, lêqevdeke ji gul û çîçeka ye. Di dî-roka Kerkûkê de cara yekem lidijî xala 24an 28 ê Tîrmeha 2008an de xwepêşandana herî mezinpêkhatiye. Terorîst hatin xwe te-qandin. Paşê jî pirsgirêkeke der-ket holê. Yanî ku Kerkûk varîlekîbarûdê bûya, diviyabû ew roj bi-teqiya.

Rûdaw: Pêkhatina li Ker-kûkê rêvebirina Kerkûkêçawa diyar dike?Li Kerkûkê gelek mirov hene

ku ji mafên xwe bêpar in. Piştîku Kerkûk gihîşt azadiya xweşert û şûrt jî guherîn. Di belge-yên rejima berê yên ku di destênme de ne îspat dikin, ku li gelêKurd gelek neheqî hatiye kirin.Gelê Kerkûkê hatibûn nef îkirin,perçe perçe kiribûn. Ji Qale yêheta Tisinê û navçeyên wan, jiQereîncîr heta Sergeranê, hemûhatibûn rûxandin. Ev bûbûn se-demê tirsên mezin. Di sala2003an de veguherîn destpêkir.Çar midurê me yên giştî hene. Jivan midurên sazûmanan yekKurd, yek Tirkmen û yek jî Erebe. Hemû jî heta niha ji bo Ker-kûkê xebitîne û em ji ti kesê jîgazin nakin. Ya girîng ev e ku ewji Kerkûkê re xizmetê bikin. Ev jîtiştekî naguherîne ku ew Kurd,Tirk an jî Ereb in. Ev yek rasti-yeke Kerkûkê ye.

Rêvebirên bajêr ji jor vehatin peywirkirin, an ji alîgel ve hatin bijartin?Na, ev kes ji jor ve hatine di-

yarkirin. Lê niha tê komisyonekeparlemenê ku li gor xala 23. ha-tiye peywirkirin. Werin li serpirsgirêkên ku heta niha neha-tine çareserkirin bisekinin û ji boçareserkirinê gav bi gav bişopî-nin. Wê gotinên ku di derbarêsazûmanan de tê serfkirin kuTirkiyeyî, İranî, Sûrî, Silêman-yeyî û Hewlerî di rêvebiriyê decihgirtine, werin lêkolîn. Ev go-tinên bê bingeh in. Wê ev ko-mîsyon heta dema diyarkirinahilbijartinê li ser parvekirina karû belavkirina peywiran tespîtanbike û bi raporan parlemenaBexdayê agahdar bike.

Heta niha jî qedera xala140 bidawî nehatiye. Pê-kanîna xala 140. di kîjanastê de ye?Pêkanîna xala 140. gelek gelek

dereng ket. Sedemê vê jî ev bûku ji bo pêkanîna xalê pêdiviyênpêwîst ji rêvebirina komîsyonabilind ya li Bexdayê re neda ne.Diviyabû hemû xebatên xweheta 31. 12. 2007an de qedandi-bûna. Lê mixabin ku wan ji berderenketin û astengiyên li pêşiyakomîsyonê nekarîn karê xwe ba-nîna cîh. Niha jî em di merha-leya yekem de ne. Em lêdixebitin ku Kerkûkiyên ku bizorî hatine derêxistin û kesên kuji Kerkûkê hatine nef îkrin ji nûve vegerin cîhê xwe. Erebên kuji dervayê Kekûkê anîne û li virbicîhkirine, ku bixwazin, dikarinji bajêr derkevin. Ji bo derketinawan ji bajêr jî em piştgirî didin.Ji bo pêkanîna van jî me hew-ceyê pereyan heye. Jê re serjimarhewce dike. Di merhala sêyemde jî referandûm heye. Lê em

hîn jî di merhala yekem de ne.Me li ser zemînên cûda bahsa vêmijarê kir. Ku “li İraqê pirsgirê-keke te” yê bi navê Kerkûkê heyeû gelek kevn e. Yanî ew çavka-niya şerê Kurdan, yê ku li hem-berê hukûmetan pêkhatinepirsgirêka Kerkûk e. Ku pirsgi-rêka Kerkûkê nebûya xala 140. jînedibû. Ku ğc xal di wextê xwede bihatiya pêkanîn, pirsgirêk

ewqas tevlîhev nedibû.Rûdaw: Baş e wê ev pirsgi-rêk çareser nabe gelo?Di mijara Kerkûkê de, li ser

dahatû û çarenûsa bajarê Ker-kûkê gelek fikr û ramanên cûdadi navbera hêlên siyasî de hene.Di nav Kerkûkê de tenê yekdeng tine, herwiha li İraqê û dinavbera aliyên siyasî de jî evwisa ye.

Pirsgirêka ewlekariyê li serprojeyên we bandorekîçawa peydakir?Li Kerkûkê projeyên me gelek

baş pêşve diçin. Beriya hatinawe, ez bi projeyeke re têkildarbûm. Berê rêveberên bajêr ji bersedemên ewlekariyê nedikari-bûn dema xwe bi van projeyanre derbasbikin. Yên ku baş dixe-bitin, em jî wan xelat dikin. Rê lipêşiya wan vedikin. Niha li he-rêma Seyadê bi xaniyên komelîre aleqeder dibim. Ev xaniyênkomelî ji 61 bîna û 600 daîreyanpêk tên. Ji wan 70 lib hatine bi-lindkirin. Ev proje ji bo gelê Ker-kûkê ye. Piştî ku biqedin, wêbiryar were girtin, ka ji kî re be.Hinek ji wan projeyên gelekmezin in û li her deverê Kerkûkêtên pêkanîn, li hemû navçe ûnavçeyên biçûk tê revebirin.Kerkûk gelek pêşve çûye, lê pêş-veçûnên heta niha bersîva hemî

pêdiviyên Kerkûkê nade. Ev dehsal in em di hewla nûkirina Ker-kûka ku hatibû rûxandin de ne.Em peyarêkan çêdikin, bînayanavadikin. Lê dîsa jî têr nake. Medi nav pênç salan de bi sedanproje pêkanîn, ev rûyê Kerkûkêguherand. Pirsgirêkên me yên diwarê hilberîn û teşwîkê de dom-dikin.

Li vir f îrmayên ku we xe-batên wan veto kirin,hene?Kesên ku ji bo xebat û pêka-

nîna projeyan tên vêderê xeba-tên xwe dimeşînin. Lê me di vêpêvajoyê de biryarekî derêxis-tiye, ku ji bilî Kerkûkiyan kesêndin nikarin werin.

Lê, rê ji bo f îrmayên biyanîvekirîne? Fîrmayên İraqê an jî f îrmayên

biyanî, ku ji bo xizmetê bidin, di-karin werin.

Di karê f îrmayên ku ha-tine vê derê Kerkûkî dixe-bitin?Bi ya min wê baştir be ku

projeyên vêderê bidin f îrma-yên Kerkûkê. Lê ji ber pirbûnaprojeyan em dikarin daxwazahatina f îrmayên biyanî bo vanderan bikin. Yani proje ji f îrma-yên li Kerkûkê zêdetir in. Pirsgi-rêkeke me ya din jî heye ku em jif îrmayê re mîlyarek zêdetir ni-karin bidin. Ji ber vê jî proje dinîvî de dimînin. Armanca meprojeyên stratejîk in. Wek mînakpir caran em li ser tesîsên par-zînê dipeyîvin. Li vir mesele netemînkirina şewatê ye, ya girîngev e ku tesîsa parzîna petrolêwere damezrandin, da ku ji sê,çar hezar kesan re derfeta karki-rinê derkeve. Ku nexweşxanekîbi 400 nivînî were avakirin, ewdem ji bo du hezar kesan derfetakarkirina derdikeve. Pêkanînaher projeyekî fersendên cûdatîne. Bi vê awayê gelek Kerkûkîyên endezyar, karker û xwedi-yên f îrmayan dikarin derfeta xe-batê peydabikin. Em dizanin kupirsgirêkên me wê bi pêşveçûnaaboriyê ve were çareserkirin.

Hilberîna ku hûn bash

dikin ya İraqê ye, an yaKerkûkê ye? Evdirehman Mistefa: Di sala

2006an de di parlemena Bex-dayê de ji bo 15 wîlayetan biryarhatiye dayîn.

Wekî ku hûn dizanin nas-nameya Kerkûkê gaz û pet-rol e. We bahsa xala 140.kir. Pêkanîna vê di jiyanêde zehmet e, herwiha webahsa pirsgirêkên aboriyêjî kir. Baş e ji bo çi hetaniha di derbarê çavkani-yên petrola Kerkûkê de tiş-tek nîne, ka Kerkûk çiqasdewlemend e? Hûn dikarinji me re li ser dahatên gazû petrola Kerkûkê bashbi-kin?Pirsgirêka me yê herî mezin jî

ev e. Di hevdîtineke xwe ya liHewlerê de min ev yek gelekraxne kir. Pereyên ku ji petrolêtên, kûve diçe, çiqas vedigere kesnizane. Em dizanin ka petrolçawa diçe, lê em nizanin ka perekû ve diçe. Ji roja ku min dest bikar kiriye heta niha ez vê diparê-zim, ku beşek dahatên petrolaKerkûkê bila ya Kerkûkiyan be.Ti pay nadin me. Pereyên kudiçe xezineya Bexdayê. Çi ya-saya belevkirina dahatan dikarepirsgirêk were çareserkirin. Emhêvî dikin ku ev yasa di demekezû de biqede. Em dikarin bi ya-saya gaz û petrolê ve rêya xwe bixwe peydabikin, li gor payê meyê dahatan em dikarin xwe bilî-vînin.

Hûn dikarin ji me re bahsaaboriya Kerkûkê bikin?Gelo projeyên we ji bo pê-şeroj û pêşveçûna aboriyaKerkûkê hene? Di destê me de gelek proje

hene. Beriya her tiştê û ya herîgirîng projeya plana masterê ye.Yanî xebata çêkirina krokiyabajêr berbi qedandinê ve diçe.Wekî din me planekî gelekmezin pêşkêşê wazeretê planki-rina Bexdayê kiriye. Belê ji borastkirina van planan me pêdivîbi dem û wextê heye. Butçeya kuji Bexdayê tê gelek hindik e û emvê ji bo bingeha avahîya Kerkûkêbikartînin. Ku projeyên nû diderbarê elektrîk û avê de werinpêkanîn, wê Kerkûkê mîna baja-rekî modern û ronahî bike.

Hinek Kurd û çavdêrên si-yasî difikirin ku wê rojekeji bo bajarê Kerkûkê şerekîdi navbera Kurd û Erebande derkeve. Gelo li gor weîhtîmaleke wiha heye?Ez di vê warê de xweşbîn im.

Daxwaza me ev e ku li Kerkûkêti şer neqewime û çareserkirinapirsgirêkan bigihîjin encamekepak. Ez hêvî dikim ku ti kesekî lipey derketin û qewimandina şernegere. Kerkûk rojên gelek tarîdîtiye û hîn jî tengasiyan dikşîne.Ji bo hemû Kerkûkiyan demadema xebata ji bo bajarê xwe yeda ku bigîjin asta bajarên din-yayê. Divê Kerkûk were cihê kuheqkiriye. Wekî ku min got, meti pirsgirêkên netewî nîne. Kurd,Ereb, Tirkmen û Asûrî dost ûbrayên hev in. Di navbera wande xizmatî heye. Heta niha hertim bi hevre xebitîne. Hêvîdikim ku ti kesekî ji wan nebinsedemên qewimandina pirsgirê-kan. Vê gavê jî mijarekî bi vîrengî di rojeva me de nîn e, ber-dewamiya rewşeke wiha bo ber-jewendiyê herkesî ye.

Pereyên Kerkûkê diçe xezîneya Bexdayê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw8 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Dewam

Wladimir van WilgenburgHewlêr (Rûdaw) - Serokê

Yek- girtû ya İslamî SelahedînMihemed Behadîn, ji peyam-nerê Rûdawê re bahsa berna-meya hizba xwe ya hilbijartinêkir. Li gor Behadîn wê di hilbijar-tinê de wê nêzi 40 kursî bidest-bixin. Behadîn, di derbarêtêkiliyên xwe û İslamiyên Tirk jîdike û dibêje wan bi AKP’ê repêvajoyeke nûh dane destpêki-rin. Serokê Yekgirtû ku hevalêMuhsin Yazıcıoğlu yê serokê nî-jadperestên Tirk bû û tevlî me-rasima binaxkirina wî bûbû,dibêje Yazıcıoğlu tobe kiribû ûne şovenîst bû.

Ez hinekî Tirkî dizanim ûnûçeyên tirkî dişopînim.Ajansa Nûçeyan ya Firatê(ANF) dibêje FethullahGülen piştgiriya Lîste yaGoran dike. Herwiha dimeha nîsana rabirdû deheman ajansê raporekî be-lavkir ku Fetullah Gülenpiştgiriya we jî dike. Geloev yek rast e?Em behsa Goran nakin, em ê

behsa beşê xwe bikin. FethullahGülen ne bizaveke siyasî ye, tiş-tekî perwerdeyî, zanistiye û liHewlêr û Silêmaniyê xwendin-gehên wan hene. Xwendinge-heke serkeftî ye jî, pirtûk, govarû nivîsarên wan hene. Ji salên 60îve me pirtûkên Saîdî Nursîxwendine ku mamostayê Fet-hullah Gülen e, lewra dibe hetaastekî peywendiyeke fikrî hebe,dibe li pirtûkxaneya me pirtû-kên Fethullah Gülen jî hebin.

Çi çalakiyên Fetulahiyan liHerema Kurdistanê heye?Televizyona wan ya bi navê

STV heye ku gelek tiştên xweş ûbaş têde hene. Hinekan ji tel-evizyonên me tiştên wan wer-girtine, mirov dikare bêje hev-beşiyeke perwerdeyî ye ku tupeywendiya wê bi siyasetê vetune be.

Hûn ji bo şîna Muhsîn Ya-zıcıoğlu çûn Tirkiyê, çima?Muhsin Yazıcıoğlu yek ji ser-

kirdeyên MHPê bû. Di salên 70-

80î de hatibû girtin, di zîndanêde tobe kir û mirovekî dîndar jêderket. Piştre ku derket bi navêPartiya Yekîtiya Mezin (BBP)partiyekî damezrand. Min ewsala 1995an di berbangeke Re-mezanê de nas kir. Ji wê demê vepeywendiya me hebû, lihevpir-sîn û çûnûhatina me hebû, hetadema di hilbijartinên Tirkiyê defiroke ya wî ket û koça dawî kirez jî çûm şîna wî. Piştre hinekanji wan esnafan (dikene) qiya -met rakirin, ku peywendiya wî

bi şovenîstên Tirkan re heye,çûye şîna wî û derû çêkirin. Nor-mal e, wek rewişt ger min heval-tiya wî kesî kiribe û çûnûhatiname hebe, dema ez çûme wir ewkesayetî û serokê partiyekê ye, dimerasîma bixakirinê de hemû liwir bûn, Abdullah Gül û Sero-kerkan, ez jî xistim wê rêzêmêvan bûm û kêfa wan hat. Piş-tre rojnameyan liser min nivîsî.Li gor min ew tiştekî normal e ûşanaziyê jî pê dikim. Ew ne pirs-girêk e. Min guh nedayê.

Muhsîn Yazıcıoğlu xwedê wîefû bike, ne mirovekî şovenîstbû, dîndar bû, lê ew dibêjin li dijîKurd bûye, min tiştek jê nebihîs-tiye. Pirsgirêka vî xelkî ew e, gertu ne pêre be, ger Îslamî be te

dike kafir, ger ilmanî be te dikexayîn.

Wek Yekgirtû ji salên 90î vepeywendiyên me bi Tirkiyê rebaş bûne, herdem çûnûhatiname heye û peywendiyên me ligel AKPê xweş in. Dema di nav-bera Tirkiye û Herêma Kurdis-tanê de nakokiyên dijwar hebûn,me ji vir ew tehdît kirin û ji wanaciz bûn, ew jî ji me aciz bûn.

Li Civata Bilind ya Partiyên Si-yasî, bi serokatiya min me şan-dek amade kir û em çûn Tirkiyê,

me aştiyek destpêkir. Niha pet-rolê difroşin û navbera wanxweş e ji wê demê ve destpêkir.Mineta wan jî bi me nîne. Wêdemê Tirkiyê pêşwaziya Kurdnedikir, ji ber xatirê min Dr.Ahmet Davutoğlu ku niha we-zîrê derve ye û em hev nasdikin,me ew xiste navberê û me gotkake ji bo xatirê xwedê em Kurdin û şandeke me tê, baş bûpêşwaziya me kirin. Mebestamin ew e navbera me û Tirkiyêxweş bû.

Pirsa Kurd di dema AKPê dedi baştirîn wext de ye, Kurd bidirêjahiya temenê xwe li Tirkiyêwek niha nirxê wî nebûye ûhesab bo kesayetiya wî nehatiyekirin, hindik maye ji aliyê siyasî

ve dest bi çareseriya pirsgirêkêwere kirin, divê em hemû alîpesnê AKPê bidin ne ku lê bix-wînin.

Peywendiyeke we bi DTPêre heye?Nexêr, DTP bi tevahî kopya

PKKê ye. Siyaset jî bi radîkalînayê kirin, bi nermî tê kirin. Lêem hêvî dikin DTP bikeve serhêla xwe ya rast, bikaribe nûne-ratiya Kurd bike ne ku nûnera-tiya PKK. PKK beşeke ji Kurdan,lê ne hemû Kurdan.

Em werin ser hilbijartinan.Di hilbijartinê de berna-meya we çiye?Lîste ya me behsa girîngîpê-

dana xizmetguzariyan dike, çak-saziyê di wan aliyan de dike kugendelî û kêmasî têde ne. Diwarê rêvebirin û siyasî de jî çendbiwar li xwe digre, wek meselaazadiyan, şefafiyet, darayî yagiştî, meseleya dadwerî, bazar,piştgirî û monopolkirina hikû-metê ji aliyê hizib ve.

Di hilbijartinên 2005ê dewe ji sedî 15ê denganstend. Bi nerîna we di vêhilbijartinê de rêjeya weçawa dibe?Hêviya me ew e niha hoşyarî,

pêgehiştin û têgihiştina hevwe-latiyan zêdetir bûbe. Heta astekîjî azadî ji caran zêdetir in û roj-namevanên taybet û azad rolênbaş dîtine û çavdêriya navdew-

letî jî zêdetir e. PDK û YNKê jîbaş fahmkirine ku ew binpêkirinû sextekarî xizmetê nakin. Hê-viya me ew e ku pêvajoya hilbi-jartinê bi pakî û silametî birêvehere û ger wiha be ji 25 kursiyandestpêdike heta 35-40 kursî direwşa normal de, surprîz jî cudeye.

Di malpera we de dibêje kuLîste ya Goran ji aliyêYNKê ve hatiye çêkirin. Bibaweriya Lîste ya Goranlîstikeke Lîste ya Kurdis-tanî be, piştî hilbijartinê jîNoşîrwan Mistefa here navYNKê?Ez bi wî awayî nabînim, lê

axaftin tê kirin û ravekirinekewiha heye. Hinek çavdêrên si-yasî wiha dizanin Lîste ya Goranrewşeke demkî ye û nabe hizb,belkî hemleyeke siyasî ye, diencam de diçe ser hesabekî, ewhesab jî YNK ye. Tiştek nînemirov bêje wan çavdêran li serbingehê zanyariyan danîbe, herravekirin e, jiber ew hemû Yekîtîne, kesek nîne ne Yekîtî be, jiYNKê jî nehatine avêtin, jiYNKê xeyidîne, pirsgirêkekewan ya navxwe ya hizb hebû û ligel YNKê navbera wan xirabûye, ew têkçûn jî bû lîsteyekesiyasî, dibên ew rewş jî demkî ye,peywendî bi Mam Celal û KekNoşîrwan ve heye, ger ew lihevbên yan Mam Celal dev ji postêxwe berde, yan bi awayekî jiawayan ew hemû Yekîtî ne. Vênabo pêşerojê metirsî xistiye dilêPDKê jî. Wate eger heye, ew ligel YNKê bibin yek, piştre ban-dorê li hevkêşeyan dike, ew jîaxaftineke. Hinek kesên reşbîn-tir hene, heta Helo ÎbrahîmEhmed jî dixin wê rêzê û dibêjinew jî beşek e ji wê senaryoyê.

Ger hûn 30 kursî bidestbînin wek opozîsyon kardikin yan tevî hikûmetêdibin?Wê demê derdikeve, dibe ku

bê me hikûmet neyê pêkanîn,dibe bo ciwanî wek hevbeş metevî hikûmetê bikin. Dibe li gellîsteyeke din wek Lîste yaGoran, yan PDK û YNK jihevveqetin. Ger beşdariyeke şirîkatîjî nebe dibin opozisyon.

Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû!

Wêne: Christophe Petit-Tessoh

Elî Heme SalihHewlêr (Rûdaw) – Serokê

Lîste ya Turkmenî ya HewlêrêMehmûd Çelebî sîstema kota kuji kêmneteweyan re hatiye danînrexne dike û dibêje: ‘’Ne ez û nejî komisyon nizane ew kota çiye?Ne xwiya ye pişk çawa tên dest-nîşankirin. Gelo kursî li gor ji-mara dengan e yan ji bo yêpiraniya dengan dibe ne.’’ Çelebîpirsên Rûdawê bersivand:

Li gor we cudahiya nav-bera vê hilbijartinê û yênderbasbûyî çine?Li Kurdistanê me hîç hilbijar-

tinek nedîtiye. Di hilbijartinaberê de qet lîsteke Turkmenînebû. Tenê 4 Turkmen li parla-menê bûn, dû ji wan ji lîsteyaPDK’ê û dû yên din jî ser bi lîsteya YNK’ê bûn. Hêvîdar im vêhilbijartinê baş be. Cara dinhinek kêmasiyên me hebûn, vêcarê nebin. Mesela min li xwen-dingehekê dengê xwe da. Lêdawî ji wê xwendingehê hîçdengekî bi navê Turkmenan der-neçû. Her ezmûnekî ji bo mirovderseka nû ye û vê carê ji pêştirbaştir dibe.

Ji wan lîsteyan peywendiyahinekan bi PDK û YNK’ê reheye?Çar lîsteyên Turkmenan he -

bûn, lê yek vekişiya. Em ne bi tualîyekî re ne û hemû alî rêz li medigrin. Lîste ya me lîsteyeke tay-betî ya Bajarê Hewlêrê ye û ji boxizmeta Hewlêrê ye. Lê ez niza-nim lîsteyên din ser bi kê ne? Lêbawer nakim piştgiriya hîç lîste-yekê bikin û hîç aliyekî jî li piştme tune.

Hûn ji wê yekê natirsinherdû partiyên desthilat-dar piştgiriya lîsteyekêbikin?Tirsa me ji kesî nîne, em diza-

nin bi tevahî baweriya herdûhizbên mezin bi demokrasiyêheye, herwiha di berjewendiyawan de ye jî lîsteyên Turkmenanserbixwe bin û ew bi xwe biryarbidin. Niha li Tirkiyê 80 parla-menterê AKPê yên Kurd hene,ew hemû ji bo xizmeta Tirkiyê,xizmeta welat û coxrafya xwekar dikin. Lîste ya me jî çiqasbihêz be pêwist e ew herdû hizibdestê xwe nexin nav. Ger çendkesên me jî hebin bo xizmeta vîwelatî, qet wextekî tu niyeta menîne tiştekî din bikin. Li vir bi te-vahî mafê me hebe, çavê me neli tiştekî din e.

Sîstema kota ku hatiyedanîn heta çi astekî di xiz-meta Turkmenan de ye?Ne ez, ne jî kesekî din nizane

ew kota çiye û pişk çawa têndestnîşan kirin? Gelo pişk li gorjimara dengan e yan ê piraniyadengan bir hemû kursî ji wî rene. Em ji kê dipirsin bersivnadin. Niha kota hatiye danîn ûli gor axaftinên Serokê CivataWezîran û Serokkomar ger liKurdistanê em netewa duyembin, kota ji bo me çiye? Ger emnetewa duyem bin çima 5 kursi-yên me hebin? Ew pênc kursî pirkêm in. Çima ji me nepirsîn kaem bi wan pênc kursiyan razî neyan na.

Lê nûnerên Turkmenan liparlamenê ji gotûbêjên ya-sayê ne haydar bûn?Ew ne nûnerê Turkmenan e. Ji

aliyê YNK û PDK’ê ve hatine hil-bijartin. Lewra nikarim gazinanji wan bikim û bêjim çima wewiha kir yan nekir. Banga Cepheya Turkmenîdema dibêje tevlî hilbijarti-nên Kurdistanê nebin tubandorekê li dengderênTurkmen dike?

Haya min ji wê bangewazê tu-neye. Tiştê min bihîstiye hemûalî piştgiriya hilbijartinê dikin.

Tê gotin, İhsan Doğramacıpiştgiriya lîste ya we dike?Doğramacı xelkê Keleha

Hewlêrê ye. Ger hevkariya me jî

bike tiştekî normal e û piraniyasermayedarên Hewlêrê hevka-riya lîste ya me dikin, lê ew îm-kanên me yên darayî hene ku jikesî tiştekî wernagirin.

Bernama we çiye û hûndixwazin bi rêya parla-menê çi ji Turkmenan rebikin?Jimara kursiyên me pir kêm in

û di vir de neheqiyekî heye. Ligor me ferq û cudahî di navberaKurd û Turkmenan de nîne. Emxelkê vî welatî ne û em dixwazinxizmeta bajarê xwe bikin. Rast eem dû netewe ne, lê yek malbat

in. Hezar sal zêdetir e em bihevre ne, bi hevre dijîn û em xiz-meta herdû netewan dikin.

Hîç armanceke siyasî dikarnameya we de heye?Wek mînak otonomî ji boTurkmenan ku lîstekeAşûrî wê daxwazê dike?Ezê çi bikim ji otonomiyê,

dema tu bi azadiya xwe kar bikîli vî welatî. Xwendin bi zimanêmin be, cîgirê serokwezîr yê minbe, 15 parlamenterê min hebin,5 wezîrên min hebin û li ser cad-deyan li tenişta Kurdî bi Turk-menî hatibe nivîsîn, ezê çibikim

ji otonomiyê? Li gor rêkeftinahemû serkirdeyan em dixwazinmafên me jî wek netewa duyembin û bikaribim li ser dikkanaxwe bi zimanê xwe binivîsim ûli ser caddeyan zimanê xwe bi-bînim. 13 dibistanên me hene.Lê hîç kolêjeke me nîne, ma-mostayekî bi zimanê Turkmenîjê derkeve. Mamostayên me yêndersên matematîk û coxrafyayênînin. Otonomî ji bo çiye, gerdaxwazên me bên cîbicîhkirin.

Jimara dengderên Turk-men li Hewlêrê çiqas e?Li hemû İraqê heta niha serji-

mêriyek nehatiye kirin da em bi-zanibin çend netewe hene? Disala 1920an de tenê li KelehaHewlêrê 6 hezar mêr hebûne ûnavê jin û zarokan nehatiye nivî-sîn. 6 hezar jin û keç jî hebûne evbû 12 hezar, ger her 15 sal carekêbibe dû qat, bizane niha çiqas e?Dengderên Turkmen niha pi-ranî li Hewlêr in. Li Kifrî jî hene,li cihên din ger hebin jî kêm in.

Peywendiyên we li gel Tir-kiyê çawa ye?Peywendiyên me yên li gel

Tirkiyê wek peywendiyên Kur-dên İraqê yê li gel Kurdên Tir-kiyê ye. Peywendiyeke me yanetewî heye, ew Tirk in, em jîTurkmen in û yek resen in.

Ger cîgiriya serokwezîr bidin me, emê çibikin ji otonomiyê?

Zarok (Ji Rûpela 1)“Deng nedin bo girdeke.” Alîgi-

ren Lîste ya Goran jî dixwazinbalê bikşînin ser lîsteya xwe: ’’Mû-mekê bîne, hespekî bişewtîne.”

Berpirsê Saziya Mafê ZarokanXûnçekan, Ebdulzahir Hemîd di-bêje ku bikaranîna zarokan ji bopropaganda hilbijartinê karekîxelet e: “Mixabin li kolanan gelekzarok ji aliyê lîsteyan ji bo propa-gandeyê tên bikaranîn. Ev yek jî lidijî yasa û mafê zarokan e.“

Rêvebera Hêlîna Zarokan yaGermiyanê Şirîn Mehmûd jî dax-waz ji lîsteyan dike ku dest ji bi-karanîna zarokan berdin.

Li gor lêkolînerên civakî bika-ranina zarokan di kampanya hil-bijartinan de xeter e. Ji ber kuzarok fêrî tundûtijiyê û qebûlne-kirina fikrên cuda tên kirin.

Bazirganî (Ji Rûpela 1)“Di navbera karsazen Alman û

Kurd de hevditîn pêk hatin.Herdû alîyan niyeta hevkariyêanîn ziman. Îsal wê 32 f îrmayênAlman beşdarê pêşengeha Hew-lêrê bibin. “

Almanya, Kurdistanê ji bo f îr-mayên xwe wek herêmeke biewle dide nasandin û ji bo ew liKurdistanê bazirganiyê bikin, teş-vîq dike. Li gor daneyan heta nihanêzî 250 şîrketên Alman li Kur-dîstanê nûnêrtiya xwe vekirine.

Peywendiya aliyan di sala2008an de destpêkir. Di sala nav-borî de nûnerên 50 f îrmayênAlman bi Serokatîya Cîhgirê We-zîrê Karê Bazirganî û Pîşasaziyêyê Almanya, serdana HerêmaKurdîstanê kirin. Piştî vê serdanêşandeke mezin ji karmedarênKurdistanê di meha gulanê deserdana Almanyayê kirin. WezîrêKarê Aborî û Teknolojiyê yê Al-manyayê Dr. Karl-eodor zuGuttenberg jî, demekî berê li sertêkilîyên aborî yê navbera Al-manya û Kurdîstanê de daxuya-niyekî dabû û gotibû, ‘di navberaAlmanya û Herêma Kurdîstanêde têkilîyên aborî xurt dibin.‘ Ligor wezîrê Alman di demêndawîn de nêzîkî 250 f îrmayênAlman eleqeyeke mezin nîşanêHerêma Kurdîstanê didin.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw 9Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009 Cîhan

Serwîsa Cîhanê - Çalakiyênku bi nerazîbûna xwepêşande-rên Ûygurî li dijî desthilatdariyaÇînê û ji bo mafên olî û netewîdestpêkirin, her ku diçê befireh-tir dibin. Li gor angaştên hikû-meta Çînê di nav buyeran detiliya derdorên kesên derveheye.

Pevçûnen ku beriya deh rojanli bakur-rojavayê Çînê, li hêrêmaSîncanê di navbera xwepêşan-dêrên Ûygurî û hêzên dewletaÇînî de şer û pevçûnên herîmêzin yên deh salên dawî ne. Ligor agahiyên fermî heta niha dibuyeran de herî kêm 156 kes ha-

tine kuştin û zêdetirê 1000 kes jîbrîndar bûne. Rêxistinên Ûygu-ran jî didin xwiyakirin, ku dipevçûnan de heta niha 800 keskatine kuştin.

Serokê Çînê Hu Jintao got wêli heremê aramî û sukûnetê pêk-bînin. Rayedaran daxuyandin kuewê bi awayekî tund li dijî kirda-rên tevlîheviyê tevgerin û ji bowan di nav de sêdar jî cezayêgiran bibirin.

„Hêzên terorist, cudaxwazû radîkal berpirsyar in“Di daxuyaniyên fermî de ber-

pirsên van buyerên dawîn„hêzên terorist, cudaxwaz û ra-

dîkal“, ku dixwazin herêma Sîn-canê ji Çînê veqetînin tên dest-nîşankirin. Ji 11ê Rezbera2001an desthilata Çînî çalakiyênÛyguran wek ‘karên terorîstî‘ reşbikê. Serokê Partiya Komûnist liXinjiangê dibêje, ‘buyerêndawîn ne meseleyeke netewî anjî pirseke olî ye û wê yekîtiya ne-tewî biparêzin.‘

Ji salên 90an ve di navbera Ûy-guran û rejima Çînî de ev çendcarin pevçûn pêk tên. Lê ewpevçûn ne di navbera gelêÛygur û Çînî, lê bêtir ji ber dest-werdenên desthilata Çînî ya navawayê pêkanîna adetên olî û ser-

degitina mizgeft û dibistanên İs-lamî bû. Lê piştî van bûyerêndawî, dijminahiya di navberagelê Ûygurî û gelê Çînî jî zêdedibê û xwepêşander êrişî hevdikin. Qadekî din ya şer jî înter-nete. Herdû gel di forûmên în-ternetê de hevûdu tawanbardikin, ku gelê din zilmê li wandike û bang li alîgirên xwe dikinku yekîtiya xwe pêk bînin.

Tirsa Çînê; belavbûna‚ vîrûsa serxwebûnê‘Desthilta Çînî ditirsê ku piştî

hilweşîna Sovyetê û serxwebûnawelatên Asyaya Navin Tacîkis-tan, Qirgizistan û Qazaxistanê,

vîrûsa serxwebûnê derbasî Çînû herêma Xinjiangê jî bibe.Dewleta Çînî ji wê yekê ditirsê,ku ew gengêşiyên vê dawiyêberbi serhildanan herin û di navkêmnetewên din jî belav bibin. Jiber giringiya peşveçûnen liwelat, Serokê Çînê Hu Jintaotevlî Civîna G-8 ku li Îtalyayê hatlidarxistin nêbû û li şûna xweWezîrê Derve Dai Bingguo şandcivînê.

Welatê Ûyguran Sîncan, diwarê dewlemendiya çavkaniyênbinerdê ve yên xwezayî ve wekneft, gaza xwezayî, ûranyûm ûplatîn dewlemend e. Lê ji vêdewlemendiyê tenê Çînî sûdwerdigrin, ji sedî 90ê Ûyguran dixizaniyê de dijîn. 

Gelê Ûygur derdora deh mil-yonin. Li hêrêma Ûyguran (bifermî: Xinjiang – herêmên nûyên ser sînor) ku dikevê bakur-rojavayê Çinê heşt milyonÛygur dijîn. Di navbera Ûygu-rên Musilman û Çîniyên ku jialiyê hikûmeta navendî li he-rêma Ûyguran hatine bicihkirin,hertim nakokî derdikevin. Dinîvê sedsala 18an de herêmênÛyguran ji aliyê êlên Çînî vehatin dagirkirin. Ji wê demê vegelê Ûygurî ji bo azadiya xwe lidijî Çîniyan, ku aboriya herêmêkirine destê xwe, serî hildidin ûji bo azadiya xwe têdikoşin. Bidestpêkirina desthilatiya Komû-nîst li Çînê, xewna Ûyguran ji bowelatekî serbixwe têk çû, lê gelêÛygurî ji bo otonomiyeke berfi-reh ji bo welatê xwe têdikoşin. Bihilweşîna Yekîtiya Sovyetê û bi-peşketina İslama radîkal li As-yaya Navîn, li welatê ÛygûranXinjiang jî têkoşîna li dijî desthi-lata Çînê berfireh bû. HerêmaXinjiang bi fermî herêmekî oto-nom e, lê piraniya mafên ku ha-tine destnîşankirin, tenê li serkaxezê hene.

Çîn ji şiyarbûna hûtêserxwebûnê ditirse

Almanya berî hilbijartinê endîşeyaerîşeke terorî dike

Organên zarokênpenaber ketinbazarê

Köln - Li Ewrûpayê bazir-ganiya bi zarokan zêde dibê.Bi sedan zarokên temenbiçûkwenda ne. Li gor rapora ku rê-xistina FRA’yê roja sêşemaborî li Viyanayê pêşkeşî rayagiştî kir, tenê di sala 2008an de400 ji 1320 zarokên ku gihiş-tin kampa penaberan ya li sergiravî îtalî Lampedusa, wendabûne. Ajans di wê baweriyêde ye, ku ew zarok ketinedestê çeteyan. Tirsa rêxisti-nên mafên zarokan, ew e kuzarokên wenda dibin bûbinqurbanên çeteyên organfiriş.Lê ev angaşt heta niha neha-tiye îspatkirin. Li gor daxuya-

niya rêxistina nav-borî wendabûna za-rokan ji kampan liwelatên YekîtiyaEwrûpayê (YE) jîpirsgirêkekî mezine. Pirêcaran kesênku wenda dibin, ca-rekî din nayên dîtin. Ji ber ne-bûna sîstemekî navendî ûzagonên cuda li YE’yê, hijma-rên pêbawer li ser bazirganî ûwendabûna zarokan nine.Pirsgirekî din jî ew e ku ne liasta welatên endamên YE ûne jî li asta YE’yê bixwe jî ta-rîfkirinekî ronî ya bazirganiyabi zarokan nine. Heta li bêtir

ji nîvê welatan YE’yê li mex-dûrên çeteyan ji ber „binpêki-rina zagonan“ - wek derbas-bûna bê destur ji sînoran, anjî fihûşê - doz tên vekirin. Jiber vê yekê rêxistina FRA’yêpêşniyaz dikê ku di nav sîno-rên YE’yê „selametiya zaro-kan li pêş hertiştî“ di zagonande bê bicihkirin.

Hawar EvdilrezaqHewlêr (Rûdaw) - Profesora

Zanîngeha Telavîva Îsraîlê OfraBengîo li Navenda MusheDayan jî di warê siyaset û karû-barê Rojhilata Navîn û Efrîqayêde lêkolîner e. Ew di derheqê si-yaseta İraq û Kurd de gelek şa-reza ye û sala 1989an pirtûkekîbi zimanê Hubrî li ser Kurd binavê ‘Şoreşa Kurdî li İraqê’ nivî-sandiye û çendîn forum û lêko-lîn jî li ser Kurdên Başûr kirine.Rûdawê di derbarê têkiliyênKurdistan û İsraîlê de çend pirsji Bengio kir.

Gelo hûn hest dikin ku dinavbera Kurd û Îsraîl depeywendî hebe? Ger pêwendîhebe, di çi astekî de ye?Li gor çend çavkaniyên cuda,

hinek peywendî di navbera Îsraîlû Kurd de hene. Lê ev pêwendîpiranî bi rê ya aliyê sêyem e. Birastî di serdema Saddam Husênde çend danûstandinên bazir-ganî hebûne, çend kelûpelên Îs-raîlî dihatin İraqê, lê li serkelûpelan navê Îsraîl nebûye.

Siyaseteke eşkere ya Hikû-meta Îsraîl beramber biKurd heye?Bawer nakim siyaseteke eş-

kere ya Îsraîl beramber Kurdhebe. Ev jî jiber di girêdana pey-wendiyan de bi Îsraîlê re Kurd bixwe dû dil in. Herwiha Jarusse-lam jî naxwaze Tirkiyê aciz bike.

Li gor we çima herçend kuKurd bi piranî Muslumanin jî kêfa wan ji Îsraîlê retê?Ji ber herdû alî ne Ereb in, Îs-

raîl û Kurd di hinek tiştan de kokin. Dibe Kurdên İraqê wek mo-delekî temaşeya ezmûnê Îsraîlbikin. Herwiha hevsoziyekemezin ya Îsraîliyan beramberê

êş û jan û asîmîlekirina Kurdanheye ku ji aliyê rejîmên İraqê vehatiye kirin. Ew dixwazin Kurdli herêma xwe bipêşkevin.

Hûn çarenûsa Kurdan liherêmê çawa dibînin?Wiha xwiya ye niha rewşa bi-

zava Kurd ji hemû deman baştire. Ezmûnê Kurdî li İraqê bi awa-yekî giştî pir serkeftî ye. KurdênTirkiyê jî hino hino mafên zêde-tir bidest tînin û bo çareseriyekeaştiyane ya pirsgirêka Kurd den-gekî zêde li Tirkiyê heye. Diheman demê de Enqere bo Hi-kûmeta Herêma Kurdistanêbûye deriyê jiyanê. Rewşa Kurdli herêmê ne cîgir e, lê belê wihadiyar e careke din destkeftên wîli İraqê nayên kêm kirin.

Piştî wan axaftinên tundyên Erdoğan dijî Îsraîl ku jibo piştgirîkirina Hamasêkir, gelo Îsraîl dikare ji Tir-kiyeyê dûr bikeve û wekhevpeymanê serekî li he-rêmê Kurd li cihê Tirkiyêdeyne?Di vê dawiyê de peywendiyên

navbera Îsraîl û Tirkiyê rastîçendîn qeyranan hatin. Lêbelê

niha jî kes ji herdûyan ne amadeye dev ji wan peywendiyên stra-tejîk berde. Sedema vê jî ew me-tirsiya wan a hevbeş e, bi taybetîberamber Îran’ê. PeywendiyênÎsraîlê yên li gel Tirkiyê li aliyekîû peywendiyên bi Kurd re jî lialiyekî din, divê ew peywendîtaybet bin û karê hîç peywendi-yekê bi a din nebe. PeywendiyaTirkiyê bi Îsraîl û Filistîn re jîheye. Îsraîl jî dikare di hemandemê de peywendiya wê bi Tir-kiye û Hikûmeta Herêma Kur-distanê re hebe. Lê bi rastîHikûmeta Herêma Kurdistan eku naxwaze ew peywendî hebe.Ev jî ji wê tirsê tê ne ku cîhanaErebî aciz bike, bi taybetî jî Ere-bên İraqê.

Hûn bawerdikin peywen-diyên navbera İraq û Îsraîlbighin astê balyozxane liBexda û konsolosxane liHewlêrê veke?Li gel wêya daxwiyaniyên dijî

Îsraîl li Bexda kêm bûne, lê belêçêbûna peywendiyan di navberaBexda û Îsraîl de pir dûr e û biheman awayî vekirina konsolos-xane li Hewlêrê jî.

Profesora Îsraîlî Ofra Bengio:

Peywendiya Îsraîl û Kurdistanê bi rêya sêyem dimeşe

Berlîn – Li Almanyayê hêzênewlekariyê endîşe dikin ku be-riya hilbijartinên giştî yên 27êîlonê komên İslamî li welatêwan êrîşan pêk bînin. Tê ragi-handin ku “radîqalên ji Xristiya-niyê derbasî İslamê bûne“tehdîdên bi vî awayî zêdetir ki-rine. Serokê Saziya ParastinaDestûra Almanyayê  HeinzFromm, dibêje, ‘li Almanyayê,îhtimala livbaziyekî terorî ya İs-lamîst, bi awayekî awarte zêdetirbûye.’ Fromm ku di vê derbarêde bersîva pirsên pirsên rojna-mevanan da, dibêje di rojên borîde, li gor hin qeydên vîdyoyî yênli ser înternetê, Almanya ji alî ra-dîkalan wek hedef tê nîşandan ûtehdîtkirin: “Beriya hilbijartinêngiştî yên  27ê İlonê, îhtimala êri-şekî zêdetir bû ye ku rêxistina ElKaide, hin çalakiyên terorî lidar-bixe.“

Tesîra Gazzeyê

Serokê Saziya Parastina Des-tûra Almanyayê Heinz Fromm,şerê Gazzeyê wek “Faktorekî kuli Almanyayê îhtimala çalakiyanzêde dike“ dinirxîne û wiha ber-dewam dike: “Pevçûnên li he-rêmê, nexasim nûçeyên dimedya Ereb de yên li ser pozbe-

riyan, dibe çavkaniya kîn û nef-retê. Li Almanyayê potansiyelaterora İslamiyên radîkal gihîştiyebi sedan kesî û reqamekî sêxa-neyî.“  Heinz Fromm, wiha ber-dewam dike: “Xristiyanên kupaşê bûne Musilman jî, tevlî vankesan bûne.“ Fromm, bang likoçberên Musilman yên li Al-manyayê jî dike û dixwaze, ewkes hevkariya xwe ya bi hêzênewlekariyê re zêdetir bikin û di-bêje:, “Eger, we dît hin xort ber biradîkalbûnê ve diçin, ji vê yekêhêzên ewlekariyê agahdar bikin.“

Mînaka Îspanya

Serokê Ewlekariya Federal(BKA) Jörg Ziercke jî dibêje, ‘liAlmanyayê sedemê zêdebûna

tehdîda İslamiyên radîkal, ewkesên ji Xristiyaniyê derbasîMusilmaniyê bûne ne.Ji ber kuew kes Almanyayê baş nasdikin,ji aliyê civakî ve întegre bûne ûbalê nakşînin ser xwe. Kesên ra-dîkaltir zêdetir ji wan derdoranderdikevin. Ji Almanyayê gelekİslamîst li qampên rêxistinan ha-tine perwerdekirin.“ Ziercke jî diwê baweriyê de ye ku, beriya hil-bijartinên giştî, tehdîda êrişanwê zêdetir bibe û bahsa êrîşasala 2004an ya Madrîdê dike ku200 kesan jiyana xwe ji destda-bûn: “Pisporên têkoşîna dijî te-rorê yên Alman dibêjin ew ji boku Almanya, leşkerên xwe ji Af-xanîstanê bikşîne, bi weswese neku çalakiyên terorîst bên lidar-xistin.’’

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw10 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Ewrûpa

Xiyar li Ewrûpa edî azad in!

Lêkolîna derbarê Îslamê Almanyayê matmayî hişt

Li Yûnanîstanê komediya qedexe ya cixarekêşiyêBruksel – Ev bi salane fêkî û

sebzeyên ku bi YE’yê re tên bîramirov û bi “Krîterên Brukselê“ve têkildar in, êdî bûn dîrok. Êdîcotkarên Ewrûpî, wê bikaribinberhemên xwe bi awayekî dilêxwe biçînin. Herçiqas ev bû de-meke dihat rexnekirin ku, Yekî-tiya Ewrûpa her ku diçe jihemwelatiyên xwe dûr dikeve ûbûye mekanîzmayek qerase yaburokrasiyê jî,  vekolînên li servê mijarê zêde îtîbar nedidîtin.

Dema di 4-7 hezîranê de xelkêzêde eleqe nîşanî hilbijartinênParlamentoya Ewrûpayê nekir ûhetta li hin welatan nîsbeta tev-lîbûna hilbijartinê qasî sedî 20daket jêr, ev yek bû sedem siya-

setmedarên Ewrûpî hin rastiyanbibînin. Siyasetmedarên Ew-rûpî, di dawiyê de dîtin ku dinavbera rojeva Yekîtiya Ewrû-payê û gel de mesafeyeke mezinçêbûye û di serî de Peymana Lîz-bon, gellek qrîzên di nava xwede çareser nekiriye û di behraburokrasiyê de dixeniqe, ji nû veberê xwe da gel. 

Telefonên destan û xîyar!

Vê hefteyê em bûn şahidê dumînakên balkêş yên vê bûyerê.Rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê, jibo telefonên destan, ji ber kudawî li “koleksiyona cîhazênşarjê“ bînin û ji bo “tenê cîhazekyek tîp“ dest bi xebatên xwekirin. Komisyona YE’yê, bi hilbe-rînerên sereke yên telefonêndestan re, li ser “cîhazên şarjê

yên bi usb micro universal regrêdayî“ lihevkirin. KomisyonaYE’yê, ji bo ku sala pêş me tenêyek tîp cîhazên şarjê yên telefo-nên destan bên bikaranîn, wêsererastirinên pêwîst tên dîtin bicîh bîne. Herweha, di nav sîno-rên YE’yê de, ji bo mesrefên bi-lind yên “roaming“, ji yekêtîrmehê ve hin sînor hatindanîn. Bi vî awayî, keseke ku liAlmanyayê telefona desta bikar-tîne, wê bikaribe li welatek dinyê YE’yê heman nimareyê bikar-bîne û wê xwe ji rîska fatûreyênbilind xelas bike. Ji bo li welatekdin bikaranîna telefonên destan,wek “roaming” tê binavkirin.

1677/88: 10 cm x 10 mm

Reqemên li jor, ne tarîfamodel û ebadên telefoneke nûya desta ye! Tenê îfadeya reqemîya nû tarîf nake. Tenê îfadeya re-qemê Nîzamnameya Komis-yona YE’yê ya Standardên Fêkî ûZebzeyan e ku vêga dimeşe. Ligor nîzamnameya bi jimara1677/88, divê xiyarekî “serê 10sentîmî, ji 10 milîmêtre zêdetirnetewe.“ Em bêjin cotkarek Ew-rûpî xiyarekî ku drêjahiya wî 25sentîm e çand. Li gor nîzamna-meyê, divê xwarbûna vî xiyarîzêdetirîn 25 milîmetre bûna.Herweha divê graniya vî xiyarî jîkêmtirîn 180 gram bûna. Hegerxwarbûnek 30 milîmetreyî he-bûna û hindik jî qels bûna, me-sela heger 175 gram bûna, wê

bigotana “ji vî xiyarî caciq nabe.“Burokrasiya Yekîtiya Ewrûpa, jibo bi dehan mêwe û sebze qay-deyên wek van danîbû.

Mesela, we dizanî gelo beşaspî ya pirasayên ku li ewrûpayêev bi salane tê xwarin, divê ji sêbeşî  beşek qasî drêjahiya pira-sayê bûna? Ji sedî 20 sebze ûmêwe, bi mûnasebeta ne li gorkrîteran e, ji cotkaran dihat stan-din û dihat îmhakirin. Herwihafatûraya vê yekê jî diket stûyêhemwelatiyan.

Rastiyên tahl!

Tişta balkêş ewe ku, li EwrûpaYekgirtî ji roja 15ê Hezîrana1988an ve, dema nîzanameya bijimara 1677/88 kete feeliyetê,gêncên Ewrûpî yên piştî vê ta-rîxê xwedêdayî, niha xwendeva-nên unîversîteyan e û wisadizanîn ku li seranserê cîhanêhemû xiyar, di 10 sentîmî de 10milîmetre xwarin û di hemû pi-rasayan de jî nîsbeta drêjahiyaspîbûnê 1/3 ye. Dema di xiya-rekî de 30 milîmetre xwarbûnan jî pirasayekî ji çar parê wêparek spî dîtibûna rîskeke mezinhebû ku laqayî “şoqeke çandî“bên. Siyasetvanên Ewrûpî lihember vê yekê zêde wek tema-şevan neman. Û piştî salan cesa-ret di xwede dîtin ku, ji gêncanre rastiya tahl bibêjin: “rewşa cî-hana nebatan, ne wisa ye kuweke hûn dizanin“ Ka em binê-rin wê gêncên Ewrûpî vê şoqêzû bi zû hezim bikin an na?

Almanya - Li Almanyayê dilêkolîneke ku ji aliyê saziyekîfermî hatiye amadekirin, di der-barê Musilmanên ku li vî welatîdijîn agahiyên ku balê dikşîninhene.

Di lêkolîna ku ji aliyê “SaziyaKoçberî û Penaberî“ ve hatiyekirin, ji 49 welatan nêzîkî şeşhezar Musilman tevlî bûn. Li gorlêkolînê li Almanyayê di navbera3,8-4,3 milyon Musilman dijîn.

Heta niha hijmara Musilma-nên Almanya ji sedî 3,1 - 3,4 mil-yon dihat texmînkirin. Li gor

texmînên nû, rêjeya Musilma-nan li Almanya’ye ji sedî 4,6 –5,2 ye. Ji Musilmanan ji sedî 55hîn jî welatiyên dewleta ku jê ha-tine ne û ji sedî 45ê wan jî bûnehevwelatiyê Almanyayê. Ji Mu-silmanên li Almanyayê dijîn be-şeke mezin ji Tirkiyeyê hatine.Hejmara kesên ku ji Tirkiye’yêhatine di navbera 2,5 heta 2,7milyon tê texmînkirin û bi vêyekê rêjeya kesên ku ji Tirkye’yêhatine di nav Musilmanên Al-manyayê de ji sedî 63 ye.

Musilman li parêzgehên rojava dijîn

Ji Musilmanê ku li Almanyayêdijîn ji sedî 14ê wan ji başûr-roj-hilatê Awrûpa’yê, ji sedî 8,5êwan jî ji welatên Afrîqa’yê ha-tine. Ji Afrîqîyan jî, kesên ku jiwelatên Mexrib yên wek Tûnis ûFas’ê hatine, zedêtirin. Ji sedî 98êMusilmanên Almanyayê li pa-rêzgehên kevn, yanî li rojavayêAlmanyayê û Berlin’ê djîn. Dinava parêzgehan jî herî zêdeMusilman li Nordrhein-Westfa-len’ê bicîh bûne. Ji sêya yekê Mu-silmanan li vê parêzgehê dijîn.

Di nav Musilmanên Alman-yayê rêjeya kesê ku bi dîn ve gi-rêdayî ne jî balê dikşînê. Ji sedî36ê wan bawermendiya xwebihêz dihesibînin û ji sedî 50’êwan jî xwe weke bawermendbinav dikin. Li gor mêra rêjeyajinên bawermend ji yan mêranbilindtir e û ji sedî 20ê jinên Mu-silman di komeleyên dînî û ce-maatan rêxistinkirî ne. Wekî dinji sedî 76ê jinan tevlî dersên Îs-lamî an jî Alevîtiyê dibin.

Çawa ku kesên ji Tirkiye û Af-rîqayê xwedî bawermendiyek

bihêzin, kesên ji Îran’ê prof îlekcûda nîşan didin. Ji Îraniyan tenêji sedî 10, xwe wek ’bawermen-dên bihêz’ binavdikin û ji sêyanyek jî dîn û baweriya xwe ‘bê-wate’ dibînin.

Pirsgirêka Tirkan ya Perwerdeyê

Di çend mijarên nakokbar deMusilman pozîsyonên cûda dig-rin. Ji sedî 70ê Musilmanên jindidin xwuyakirin ku ew li derveser û porê xwe nagrin. Ji wê beşadin ya Musilmanan rêjeya yênçarşevkirî ji sedî 17 ye.

Wekî din ji ber sedemên dînîji sedî 7ê Musilmanên Alman-yayê keçên xwe naşînin dersênwerzişê û pêşbirkên bazdanê.Dîsa ji ber heman sedeman jisedî 10ê keçan tevlî seyranên si-nifên xwe nabin. Ji nîvê Musil-manan bêtir endamên kome -leyek almanî ne. Di nav Musil-man de rêjeya Tirkan di warêperwerdeyê de ya herî nizm e. Ligor şîroveyên li ser lêkolînê, se-dema vê yekê jî bi rêjeya nizm yaperwerdeya nifşên destpêke kuhatin Almanyayê ve tê girêdan.

Atina – Hefteya borî li Yûna-nîstanê ji bo cixarekêşan pêvajo-yeke dijwar destpêkir. Li goryasayeke nû, ji kêliya ku yasaderketî pêve, wê li tu deverênsergirtî yên wek cafe, bar, pub,taverna an jî li qlûbên şevê êdîcixare neyê kişandin.

Eger li deverên girtî kesekî ci-xare bikşîne, wê di navbera 50 û500 Euro, eger dikandar li me-kanê xwe cixare dabe kişandin,wê di navbera 1.000 û 20.000Euroyî de cezayê pere razîne. Ya-sayên di destpêkê de derketîwiha digotin. Lê ji sedî bîstê Yû-naniyên kêş cixarê ji destê xwebernadin.

Qedexe, ne xema kesî ye!

Herwiha yên ku dibêjin “Evder Yûnanîstan e… Tu yasa li vê-derê pêk nayên“ û bi awayekîxwe dixapînin jî, ji bo ku dev jivê edeta xwe berdin, zêde biniyet xwuya nakin. Ji bilî vê sistîû xemsariyê, xwediyê mekananjî nerazîbûna xwe eşkere dikin.Wezareta tendurîstiyê mecbûrma ku, bi awayekî bêdil, yasayaqedexekirina cixarê hinekî sistbike. Di guhertina nû de, li deve-rên ji 70 metrekareyî biçûktirdivê wek dû beş ji hev bên veqe-tandin; Cihê mirov bikaribe lê

cixare bikşîne û cihê cixare lênayê kişandin. Ev sererastkiri-nên nû, bû sedem ku hem tîrya-kiyên cixarê û hem jî dikandarnefesekî bigrin. Mesela, tenê libajarê Selanîkê ji 330 kafeterya ûbar an 327ê wan, ji bo destûra ci-xarekêşiyê serî li şaredariyêdane. Tenê 3 deveran dane xwu-yakirin ku, cixare li mekanênwan nayê kişandin. Li paytextAtînaya ku jimara van deverandigihîje 4 hezaran jî, rewş ne cu-datir e.

Di vê çarçovê de, biryar hatedayîn ku hin îmtîyaz bidin mû-

zîkhol û qlûbên şevê yên mezin.Li van mekanên şahînetê, ji bokesên cixarekêş wê cihên 2mêtre bilind û ji camê bên ava-kirin û wê ev kes ji kesên cixare-nekêş bên veqetandin. Tişta kudi van demên havînê de  tîryaki-yên cixarekêş xelas dike, ger-mahî ye. Ji ber germahiyahavînê, cixarekêş û yên nekêştev bi hevre, qehwe û araqênxwe li deverên vekirî vedixwin.Ji ber vê yekê, qedexeya cixareyêvêga ne xema kesî ye.

Wezîrê Tenduristiyê DimitrisAvramopulos, ji vê noqteyê he-reket dike û ji ber ku tîryakiyêncixarê hêdî hêdî fêrî qedexeyêbibin, li şîretên xwe berdewamdike. Ji ber ku, wê li gor encamênmehên havînê, bi hatina ser-mayê, ji 1ê Çile ya 2010an ve, litu deverên girtî cixare neyê ki-şandin. Ev rastîyeke, ku gelê Yû-nanîstanê zû bi zû nayê zorê ûqedexeyan. Di nava gellên Ew-rûpî de, kesên herî dawî di wesî-teyan de qayişa ewlekariyêgirêdidin, xelk û şofêrên Yûnanîbûn. Herwiha ji bo kesên motor-sîkletan dajon mecbûriyetaqaskê jî cara dawîn piştî gelleksalan li cem Yûnaniyan bi zorêhat sererastkirin. Ji ber vê yekêwisa xwuya ye, wê li Yûnanîs-tanê bicîhbûna qedexeya cixa-reyê demek dirêj bigre.  

Jineke ducanî bû qurbana nîjadperestekî

Dresden (Rûdaw) – Li dadgehekebajarê Dresdenê, Almanekî nîjadperestjineke ducanî kuşt. Buyer di dema rûniş-tineke dadgehê de qewimî.

Jina Misrî, Merve El Şerbini ku dayîka kurekî sê salî û ducanîbû, demekî berê leqayê êrişa devkî ya kujer bûbû û li dijî wî dozvekiribû. Erişkarê Alman, li jina Misrî bi gotinên wek ‘’îslamist,qehbe û terorîst’’ heqaretê kiribû. Piştî ku doz hat vekirin, dad-gehê, Almanê 28 salî bi dayina 780 Euro cezakiribû.

Di 1ê Tîrmehê de di dema rûniştina dadgehê de piştî ku bir-yar hat eşkerekirin, tawanbar êrişê Merve El Şerbînî kir û ew bi18 darbeyên kêran kuşt. Di êrişê de mêrê Şerbînî jî bi giranî brîn-dar bû.

Li gor Serdozgerê Dresdenê, êrişkarê Alman bi hêstên dijmi-nahiya biyaniyan Merve El Şerbini kuştiye. Serdozger nûçeyênmedyayê ku dibin sebebê çalakiyên girseyî jî wek ‘bêberpirsyarî’binavkir. Govara Almanî Focusê jî îddia kir ku kuştina jina 29sali ji zûve hatibû pîlankirin.

Musilmanên Almanya bûyerê şermezar kirin û ji hikûmetaAlmanyayê xwestin ku ber li êrişên nîjadperst bigire. KonseyaNavendî ya Musilmanên Almanyayê ji serokwezîra AlmanyaAngela Merkelê daxwaz kir ku ew peyamekî erênî bidê Musil-manan.

Di vê navberê de roja pêncşema borî li Dresdenê di merasi-mekî de gelek kes kombûn û Merve El Şerbini bibîranîn û bûyerbi tundî şermezar kirin. Di nav beşdarên merasimê de SerokêPartiya Sosyal Demokrat (SPD) Franz Müntefering û WezîrêAboriyê yê Parêzgeha Sachsenê jî hebûn.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw 11Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009

Stenbol (Rûdaw) – Fîlmêderhênerê Kurd Kazım ÖzBahoz, ku bahsa salên 90an dike,li bajarên Kurdistan, Almanya ûTirkiyê tê nîşandan. Ev f îlm rû-pela dawî ya serhildan û cesaretanav xwendevanên zanîngehênTirkiyê, ku wek efsane tê gotin,tîne ziman. Öz bi f îlmê Fotoğraf(Wêne) bal kişandibû ser xwe.Wî senaryoya f îlmê Bahoz bi dî-tina bayê salên zarokatiya xwenivîsiye. Muzîka Bahoz ji alîKoma Kardeş Türküler ve hatiyeçêkirin. Lîstikvanên f îlm pirranîji kesên ku cara yekem derbasîpêşberê kamerayê bûne, hatinehilbijartin. Di f îlm de 2 lîstikva-nên navdar yên Tirkiyê jî dilîzin.Derhêner Kazım Öz, ji Rûdawêre bahsa bayê pêş û paş Bahozêdike .

Fîlmê serdemekî wihaxedar, ku mijara wê rastîdema xwendekariya te tê.Te ji bo amadakiya vî f îlmîçi kir?Min di sala 1990î de dest bi ni-

vîsandina vê çîrokê kir. Di salên1990-1993an de tevlîbûna navPKKê ji zanîngehan pir zêde bû.Aliyekî wê yê hestyarî jî hebû.Min xwest vê bikim projeyekerêkûpêk.

Tu ji f îlmê xwe û ji helwestû rexneyên temeşavananrazî yî?Belê ez razî me. Min dixwest

di mercên gelek baştir de karbikim. Di warê teknîk, aborî ûgelek tiştên din de. Herwiha wekhunermend gûşarên psîkolojîk,yên ku di kişandina mijarekewiha de me dîtin. Van gûşaranhinekî em tengav kirin. Lê gavali gel f îlmên xwe yên din tînimcem hev, nêzîkî armanca xwebûme.

Wan ciwanan jiyanekeçawa birêvedibir? Manawan li bajaran yan derke-tina çiyayan… Dixwestinçi bikin?Te rastî divê ji aliyekî ve dev-

jêberdanekî bû. Wek întîxarê. Lêne ya ku me jê fahm dikir. Jima-reke zêde ji xwendevanên poladawîn yan zanîngehan, ev dev-jêberdan hilbijartin. Sedemekewê hebû. Nasnameya xwe keşf-kirin û dixwestin pê bijîn. Xwen-devanên ku çûn çiyayan dev jîxwendingeh, malbat û pêşeroja

xwe berdan, ber bi nasname ûdaxwazên xwe ketin rê. Ew jîwek nifşê 68an taybetiyên nifşêxwe jiyan. Çavê wan nema didît,bawerîya wan bi wê fikra ku di-parastin dihat û tiştekî ku êdîzêde bikirina nema bû. Lewrakrîza hilbijartina navbera çûn ûmanê her bi “çûnê’’ bidawî hat.Her dihatin kuştin jî dîsa diçûn.

Ciwaniyeke ku evîn lê qe-dexe bû. Çawa evîn qedexedibe?

Ez dibêjim bo şer bi pêşvehere û konsantreyê şer bibin,evin hatibû qedexekirin. Li hîçwelatekî, di qonaxa hîç şoreşekêde, yan di nav rêxistinên civakîde, peywendiyên navbera jin ûmêr hîn bi tevahî nehatine ana-lîzkirin. Hinek kesan rexneyênwiha kirin û gotin ‘ev f îlm buyewek f îlmekî evîndarî.’ Di f îlm deevînekî heye. Di heman demêde mirovên ku baweriya wan bişoreşê jî heye, hene.

Kî qedexe dike?Em peywendiyên azad dipa-

rêzin, yên vêna jî diparêzin pirênwan mirovên ku dû caran zewicîne. Ew zêdetir diparêzin. Hewl-

didin evînê qedexe bikin, lê pa-rêzvanê vê yê herî dijwar ji ali-yekî ve evîndariyê dike. Ji borewşa xwe kontrol bike, dibeçewsêner. Karakterê Muslim dif îlm de dibêje, ‘di dema şer deevîndarî nayê kirin.’ Ew nerînekegiştî tîne ziman. Lê belê ew ka-rakterê dijwar, zalim û heva-hengê sîstemê, di îşkencê dedibe îtîrafkar.

Karakterê Muslim ketinaxewnekê ye? Yan bi rastîmirovên wiha bûn sedemajana wê demê?Ev karakterê herî çewsîner yê

salên 1990î bû. Bifikirin, hûn 17-18 salî ne û bi fikra ruxandinadewleteke mezin tevdigerin.Hîn kesayetiya we derneketiyeholê, xwe nasnakin, we xwe ne-dîtiye û yekser di destê we deMolotof, hûn xwe li meydanaçalakiyan dibînin. Kesayetiyêncuda derdikevin holê. Hinek ge-lekî çewsîner û hinek nerm. Ewkesê ku îradeya xwe serkût ki-

ribe û paşê derkeve holê şaş na-mîne.

Dema we ev f îlm kişand,tirsa ‘wê çi bêjin, çi bifiki-rin’ bi we re çêbû?Ez bi hestekî wiha tevnegeri-

yam. Lê min hinek tişt jî pêşbînîdikirin. Min pêşbînî dikir, ku wêreaksiyon di derbarê platformarexne û rexne li xwe girtinê, pey-wendiyên jin û mêr, mesela hîye-rarşî û hişkiya birêvebiranarêxistinê de bên pîşandan. Ji berku cara yekem e hinek têgeh ve-kirî di vî f îlmî de tên ziman. Mintexmîn dikir ku wê reaksiyonhebin. Lê ez dibêjim, wê nîqa-şekê jî bi xwe re bîne.

Çîroka Şer û Evînê: Bahoz

Her dihatin kuştin jî, dîsa diçûn

Amed - Nivîsa Bahoz Baranya ku berî çend rojan di rojna-meya Azadiya Welat de derket,di demeke kurt de deng veda.

Piştî ku Bahoz Baran nivîsekbi navê ‘Li Amedê NavendênÇand û Hunerê, Malên Gel ûXweasîmilasyon’ nivîsand û dirojnameya Azadiya Welat dederket, di demeke kurt de nivîsawî di grubên înternetê de geriya,gelek malperên kurdî cih dan vênivîsê û bû mijara gelek şevbêrkû nivîskaran.

Ev nivîs ji ber ku di rojnameyaAzadiya Welat de derket, helbetgirîngiya xwe bêtir çespand.Bahoz Baran di nivîsa xwe derexneyên tûj li sazî û dezgehênçandî yên kurdî digire û behsatirkîtiya xebatên NÇM û MalênGel dike.

Ev mijara aktûel bi xwe vegelek nîqaş û gengeşî jî dan dest-pêkirin.

Kurteperçeyek ji vê nivîsa kudi Azadiya Welat de derket:

“…polîtîkayeke NÇM’ê ya lidijî asîmîlasyonê tune ye, cihê kuherî pir asîmîle bûye û asîmîledike jî NÇM ye. Herin li wê derêrojekê bimînin, hûn ê asîmîlas-yonê bi çavên serê xwe bibînin.Têkîlî hemû bi Tirkî ne. Cîvînênxwe bi Tirkî çêdikin. Herçiqasdemên dawî hin biryar hatibingirtin û civîn bi Kurdî dest pêbikin jî, piştre civîn vedigerinTirkî. Hişmendiya axaftinazimên li wan deran kêm e. Gelekxebatên şano, wêne, muzîk ûbeşên din hîn jî bi Tirkî tên kirin.Ji ber vê yekê ye, ku kesên kur-dewar ji wan deran aciz in. Emdivê vê rastiyê bibînin. Mixabinew sazî çand û hunera Kurdî bizimanê Tirkî dide (li gelekciyan). Ev bi xwe jî nakokiyekepir kûr e. Şanogerên wan, şano-yên bi Kurdî çêdikin, lê dema ku

hûn derbasî pişt dikê dibin, dibî-nin ku tev bi Tirkî dipeyvin. Ji-yana xwe jî bi temamî tirkî dijînû têkiliyên wan bi tirkî ne. Gelekhunermedên ku girêdayî wêderê ne, bi Kurdî distrên, lê biTirkî dipeyvin, dijîn. Her çiqasrexneyên pir giran hatibin kirinjî, hîn jî li NÇM’an guherîn çêne-bûye. Ji ber ku NÇM beriya sa-ziyên din hatiye avakirin, di vîwarî de pêşkêşiya asîmîlasyonêwê kiriye. Ev sazî, yên me ne ûdivê ne di vî halî de bin. Divê evsazî, teqez dev ji xwe asîlmîleki-rinê berde û ji bo saziyên din yênçand û hunerê bibin mînak. Bese, Em êdî xwe nexapînin!“

Hêjayî gotinê ye ku tirkîtiyasaziyên çandî yên li Bakur herdem di rojeva nivîskarên Kurdde ye û dibe mijara gelek nivîsênwan.

Amed (Rûdaw) - NivîskarAzad Zal bi pirtûka xwe yayekem ‘Teşî’ ve derket hem-berî xwendevanên kurd. Pir-tûka ku ji weşanên Avaderket, ji 64 rûpelan pêk tê.

Azad Zal pirtûka xwe yayekem wekî qîr û hawara hel-bestê bi nav dike û wiha di-bêje: “Teşî helwest e, helwestahelbestê ye. Teşî rîsê ji hêviyê,rêsandina êşan, dawerivan-dina evînê ya, ku li dilê minwer bûye ye. Dema xwekuş-tina Kurdan, dema êşa xwe-wendakirinê, dema hêvîşkestinê herî zor e ji bo giyanakurdewar.“

Nivîskarê Teşiyê Zal, rihêKurdî di helbestên ‘teşî’ yaxwe de sembolîze dike û wihalê zêde dike: ‘‘Min di wê de te-şiya destê dayika Kurdan dît ûberê xwe da teşiyê... Divê teşîji destê dayikên Kurdan ne-keve, divê dayika dayikên

Kurdan, Kurdistana Kurdan jiher demê zêdetir bi hêz û hêvîteşiya xwe bide destê xwe ûgiyana me kurdan bihone û liteşiya xwe bi rengê rêzî bi-rêse... Ev jî vezayîn e.... „

Azad Zal kî ye?Di adara 1972an de li gun-

dekî Amedê hatiye dinê. Dizarokatiya xwe de ji devê bavêxwe Melayê Cizîrî, FeqiyêTeyran, Ehmedê Xanî, Ce-gerxwîn guhdar kiriye. Dibis-tana navîn û lîseyê li Amedêdixwîne. Bi kutakirina lîseyêre di berfanbara 1992yan de jiber sedemên polîtîk tê girtinû 12 salan girtî dimîne. Disermaweza 2004an de ji zin-danê tê berdan. Piştî tê ber-dan, li Rojnameya AzadiyaWelat, li Enstîtuya Kurdî yaAmedê, li Kovara W rojna-megerî û edîtoriyê dike. AzadZal niha di rêveberiya Kome-

leya Niviskarên Kurd ya liAmedê de kar û barê lijneyaweşan û wergerê dimeşîne.Herwiha di bin banê Kurdî-Derê de mamostatiya zimanêKurdî jî dike. Teşî pirtûka wîya yekem e, ku tê çapkirin.

“Teşî, Qîr û Hawara Helbestê ye!”

Nasredîn Akyol Köln (Rûdaw) - Wênesazê

Kurd yê ciwan Hasan HuseyinDeveci (Malmime), ku li Al-manyayê dijî, heta niha tevlîgelek pêşangehan buye. Di navwan pêşangehan de Biennal jî,ku yek ji giringtirîn pêşangehênnavnetewî ye, heye. Fîlozofiyaxebata xwe Deveci bi kurtî wihatînê ziman: “Hezkirina ji miro-van û xwezayê ji bo min gelekîgiring bû û giring e, min ew hesthertim bi xwe re hilgirt. Ez ka-rekterekî gelekî hestyar im û ligor baweriya min ne pêwist e,ku mirov hevparê ziman, dîn ûnijadekî, lê xwedî hest û hîsênhevpar bê. Wîzyon û mende-hoşa min ev e.”

Malmime di nav karê xwe yêhunerî de mijarên ku hildibjêrewiha dinirxîne: ‘’Ez behsa çîro-kên xemgîn, anjî pirsgirêkên pi-ralî dikim û wan mijaran bihestên xwe yên erenî transferdikim. Bi vî awayî wêneyên bihestên erênî û xweşik derkevinortê. Di vê yekê de kontrasta dijiyana mirovan rolekî sereke di-lîze. Plaqeyên dualîst wek baş ûnebaş, xweşî û xemginî, hevsozîû xiyanet hesten bûn û nebûnêdiafirinîn.”

Malmime dema cudahiyênxwe rawe dike, dibêje ku ew bihûrî bi mijarekî ve mijûl dibe ûwê mijarê bi awayê rêzexebatekîji gelek aliyan ronî dike: ‘’Berêmin di xebatên xwe de pir caranrengên tarî bikardianî û motîfênmin gelekî xemgîn bûn. Ev hatguhertin. Babetên min hejî pirê-caran bi Kurdbûna min girêdayîne. Ez balê dikşînim ser pirsgirê-kan û dengekî didim wan kesênbêdeng, anjî yên xwedî dengekînizim. Ez bi mijara jinan, ku bin-destin, mijûl bûm. Wek mînakmin ev mijar bi awayê govendekîgelerî di tabloyekî de bi cih kir.’’

Wênesazê Kurd heta nihawek hunermendekî Kurd tevlîgelek pêşangeh û xebatên nav-netewî buye. Wî ji sala 2007an û

virve heta niha 8 pêşangeh veki-riye. Di nav pêşangehên wî de,ya bin navê “Rengên hestênmin,“ ku di reşemiya îsal li ava-hiya şaredariya bajarê Kölnê ha-tibû lidarxistin, ya girîngtîr buye:‘’Bi vê pêşangehê gelek derfetêndin jî çêbûn. Paşê îmkan çêbû,

ku xebatên xwe li Spanya, Sten-bol, Lînz, Castrup-Rauxel, Wes-terstede û bêgûman li Kölnêpêşkeş bikim.’’

Malmime ku tevlî Biennala liVenedîkê jî bû, êdî buye konsolêKurdan yên rengan. Ew dibêje,Biennal ji bo wî xewnekî buye:‘’Evyek wê bikevê dîroka Kurdanjî. Ez di wê pêşangehê de beşdar-vanê herî ciwanim. Ji mehaadarê ve ez bi çêkirina berhe-man mijûlim. Sê babetên minhene: sînor, nasname û ziman. Biwênesaziyê ez nêzîkî mijarazimên dibim. Ez çîrokekî kurdî

ya hezkirinê, kû pir popûler ûkevin e, dibêjim. Navê wê Memû Zîn e. Ji vê cîrokê rêzexebatekku çar tabloyan tijî dike, derket.Wekî din xebatek min li ser mi-jara sînoran heye. Biennal yek jimezintirîn û kevintirîn peşange-hên hunerî ye, ku ji sala 1895an

ve tê lidarxistin. Heta hina diBiennalê de dewlet tên temsîlki-rin. Cara yekem e, ku welatekîyanê Kurdistan, ku ne dewletekîserbixwe ye, di Biennalê de têtemsîlkirin. Tiştê herî xweş di vêpêşangehê de ew bû, ku huner-mendên Kurd ji herçar beşênKurdistanê anîn cem hev ûvêyekê hestekî yekbûnê di nav-bera me de afirand. Di nav wê-nesazên Kurd de ez yê herîciwan bûm. Temsîlkirina Kur-distanê tevlî wan hunermendênxwedîtecrûbe, ji bo min şerefekîmezin bû.

Polîtîkayeke ya li dijî asîmîlasyonê tune ye

:

“Ne kesên zimanpar,

kesên hestpar hev

fahmdikin”

Çand û Huner

“Ne kesên zimanpar,

kesên hestpar hev

fahmdikin”

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: Serokê Yekgirtû: Di derbarê - arsivakurd.org fileÇAPA EWRÛPA Serokê Yekgirtû: Muhsin Yazıcıoğlu ne şovenîst bû! Rûpel 7 Di derbarê Qampa Mexmûrê de rêkeftinekî nîne

Rûdaw12 Hejmar 2 | Sêşem | 14. Tîrmeh 2009Jın û Cıvak

Ziyad Îsmaîl Rûdaw (Hewlêr) - Hêmîn

Abdullahê 25 salî ligel 24 zava-yên din, li kêleka bûkan rûniş-tibû. Hêmîn tevî zavayên din bialîkariya “Navenda Paşerojê ya JiBo Pirsên Ciwanan” bi şahiyekekomelî zewiciye: “Eger wan alî-kariya min nekirina, min nika-ribû dergistiya xwe heta 6mehên din jî bianiya.”

Hefteya borî dîmenên şahiyazewaca komelî bi karnavalekeqeşeng, bi yariyên agirîn û bi go-vendê birêveçû. Bûk û zavayênku di şahiyê de amadebûn, tevîxizmên xwe di nav çirûskên ya-riya agirîn de derbasbûn. Kesênku di merasîmê de amadebûn bi

çepikan pêşwaziya wan dikir.“Navenda Paşerojê ya Ji Bo

Pirsên Ciwanan” bi alîkariya Se-rokê Hikûmeta Herêma Kur-distanê, cara duyem ahenga bû-kanîna komelî ji bo 25 ciwanênherema Hewlêrê di êvara 26’êpûşpera 2009an de li Otela Xan-zad sazkir.

Ligel dabînkirina cil û bergênbûk û zavayan, pêwîstiyên ode-yên razanê, nanê mêvanan, ma-kîneya cilşûştinê, sarker û tele -vîzyon ji bo hemû cotan hatibûpêşkêşkirin. Wê di meha tebaxêde li Silêmanî û Duhokê jî hev-kariya 30 bûk û zavayan bê kirin.

Berpirsê Ragehandin û Pey-wendiyen Navenda Paşerojê ya

Ji Bo Pirsên Ciwanan SîrwanAbbas, ji Rûdawê re dibêje wanbi hevkarî û sponsoriya ŞîrketaAsia Telê cara yekem alikariya20 ciwanên Hewlêrî kirine.

Şîrîn Amedî ku hingê balyozaaşitiyê bû, soz dabû ku di nav sêmehan de ev prose birêvebiçe:“Ez kêfxweşim, ku îro em vêahengê ji dikin. Ji bo her bûk ûzavayekîê 3 hezar dolaran zêde-tir pere hat xerckirin. Ev yek wêli Silêmanî û li Duhokê jî berde-wam bê.”

“Navenda Paşerojê a Ji Bo Pir-sên Ciwanan” tenê alîkariya ci-wanan muhtacê hevkariya dike.Ji bo vê yekê jî navenda navbirîform li ciwanan dabeş dike ûpaşê jî bi reya lekolînerên civakîwan forman dinirxîne.

Şîrîn Amêdî di wê ahengê dexwe wek dayîka ciwanan wesf-kir û pîrozbahî li bûk û zavayankir. Wê li ser soza ku berê dabûji bo Rûdawê got: “ Pêş sê mehanbeşdarî ahengekî wisa bûm.Wek Balyoza Aşitiyê min diyari-yekî biçûk pêşkêşî 20 bûk û za-vayan kir. Min soz da wan, kudengê wan bighînim serokatiyaKurd. Min jî hewl da vê sozaxwe îro bi cih bînim.”

Yek ji mezintirîn pirsgirêka ci-wanan nebûna şûnên niştecî-bûne ye. Amêdî dibêje, ku wêligel Serokwezîr hewldayenavên ciwanan di lîsteyên da-beşkirina xaniyan de tomarbi-kin: “Hêvî dikim kesên bêxanî jî,

bibin xwedî xanî. Em hewldidinji bo ew ciwanên bêkar ku qetnebe maeş, an jî karekî ji bo wanpeyda bikin.”

Piraniya ciwanan bi sedemanebûna cihên niştecîbûnê dawadikin, ku di wî warî de alîkariyawan bê kirin.

Hesenê 25 salî destxweşiya rê-vebirên ku alîkariya wan kirindike û dibêje: “Ev ciwanên ha-tine, li vê derê hemû kirêcî ne.Eger hevkariya wan bê kirin, evyek dibe hewlekî ji bo nêzîkbûnawan û deshilatê.”

Ji bilî bûk û zavayan ev hewlahanê buye sedama xweşhaliyabeşekî ji ciwanên ne zewîcî jî.Hûsênê 21 salî amadebûna xwedide diyarkirin, ku eger alîkariyawî bê kirin, ewê di demeke kurtde bizewicê.

Keçik jî wekî xortan difikirin.Sirwe Mehemeda 21 salî, kuxwendekara Peymangeha Ke -çan e û ezeb e, bi zewaca komelîdilxweş e: “Eger hevserê minbixwaze, ez amade me di çar-çova zewaca komelî de bibimbûk.”

Malbatên bûk û zavayan wisadibêjin, ku vê alîkariyê barekîgiran ji ser milên wan rakiriye.Mihemed Mahmêdê 63 salî di-bêje: “Berî şeş mehan min jin jibo kurê xwe xwastibû. Kurê minşagirt e, îmkanên wî nebûn, kujina xwe bîne. Eger ev hevkarînebûya, îsal min nikaribû da-weta wan bikim.”

Hikûmetê 25 bûk û zava zewicand!

“Keybanûya Perda Spî” 60 Salî ye

Amed (Rûdaw) - Piştî ku di 21ê tîr-mehê de çar polîsên Tirk li Amedê destavêtin jineke Kurd û ew bi tecawizê teh-dîd kirin, rêxistinên civakî û jinan ev kir-yara polîsên Tirk bi tundî şermezar kirin.Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tir-kiyê rêxistinên jinan derketin kolanan, ne-

razîbûna xwe nîşan dan û ji saziyên pê-wendîdar xwestin ku bikevin tevgerê ûkesên sûcdar bên cezakirin.

Parlamentera DTP’ê Fatma Kurtulan jîdi civîna parlemontoya Tirkyeyê de mijaranî rojevê. Li ser van reaksiyonan Weza-reta Karê Hundir ya Tirkiyê daxuyaniyekî

da û got ku di derbarê bûyerê de lêpirsindane destpêkirin. Jina ku navê wê nehateşkerekirin, di kampanya ‘‘Em ne namûsatu kesî ne, namûsa me azadiya me ye“çalak bû. Polîsên destdirêj, ji jina Kurdxwestine, ku ew dev ji xebatên siyasîberdê.

Almanya – Ji stêrkên Holly-woodê Meryl Strep, ku di navalema sînemayê de wek ‘keyba-nuya perda spî’ tê binakirin, roj-bûna xwe ya 60an pîroz dike.Meryl ku di pêvajoyê de bû yekji navên efsanevi yê sînemayê ûji f îlmên klasîk tê naskirin, di 60saliya xwe de jî li hember pîr-bûnê berxwedide.

Meryl Strep a Amerîkî hetaniha 15 caran buye berendamaxelatên Oscarê û dû caran jî pey-kerê biçûk, lê giranbiha, yê Os-carê bidest xistiye. Rexnegirênsînemayê Meryl Strep wek yek jibaştirîn lîstikvana jin ya hemûdeman dinirxînin û niha jî60emîn salvegera jidayikbûnawê pîroz dikin.

Li Hollywood’ê jinên lîstikvanji pîrbûnê ditirsin. Yên ku ji 40salên derbas dibin, dikevin tirsanedîtina rolên baş. Lê MerylStrêp hemû klîşeyên heyî xera-dike û bi derbasbûna salan reserkeftinên nûh bidestdixe.

Hunermenda MektebîMeryl Strep di salên lîseyê de

biryara lîstikvaniyê daye û paşêfakulteya hiqûqê xwendiye. Lêxwendina zanîngehê di nivî dehiştiye û berê xwe daye dibis-tana lîstikvaniyê ya Yale Schoolof Drama. Meryl ya navdar carayekem di sala 1979an de xelataOscarê girtiye. Bi f îlmê ‘Kramerli Dijî Kramer’, ku tevî DustinHofman rola sereke girtibû , xe-lata baştirin lîstikvana jin ya cîh-gir girtibû. Ev f îlm û lîstikaMeryl Strep wek yek ji klasîkênsînemayê tên naskirin.

Strep xelata xwe ya duyem yaOscarê jî di sala 1982an de bif îlmê ‘Hilbirajtina Sophie’ wer-girt. Meryl Strêp di vî f îlmî derola dayikeke Cihû dilîst, ku jineçarî yek ji herdû zarokên xweda Naziyan.

Fîlmên Bijartî‘Afrîka ya Min’ ku Meryl Strep

tevî Robert Bedford têde dilîst û‘Evîna Qedexe’ ya ku tevî ClintEastwood kişand di nav f îlmênnemir yên sînemayê de cîh dig-rin. Bi derbasbûna salan re, lîs-tikvaniya Meryl Strêp, ku bixelatên cudareng dihatin xemi-landin, her bilindbû.

Meryl Strep di f îlmê xwe yêdawîn de, ku bi navê ‘İblîs Pradali xwe dike’ hat kişandin de, rolapatroneka zalim dilîze. Di f îlmde Meryl xwediyê şîrketekemezin ya medyayê ye û li hem-ber hevkarên xwe bêrehm e.Herwiha bi lîstika f îlmê bi navê‘Mamma Mia’, ku bi stranênkoma muzîkê ya naskirî Abbahatiye xemildandin, careke dindilê temaşevanên sînemayê fetihkir.

Lîstikvana navdar bi rola xweya di f îlmê ‘İblîs Prada li xwedike’ de xelata goga zêrîn jî ver-girt.

‘Ji Firerengiyê Hezdikim’Li gor rexnegiran Meryl Strep

navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokasînemayê de kolaye. Li gor dos-tên Merly jî şexsiyeta wê ji botiştên cudareng û nû her veki-riye. Merly di f îlmên ku nave-roka wan hîsî ne, rola jina xurt ûya ku li ser lingên xwe radiwestedilîze. Strep di f îlmên ku mija-rên wan komedî an jî serpêhatîne jî, heman qabilîyetê nîşan-dide. Ew dibêje, ku ew ji fireren-giyê hezdikim: ‘’Lîstîkeke baş jibo min wek xwarineke baş e.Divê perçeyeke goşt hebe, lê ligel wê divê sebze, salata û ma-qarna jî hebe.’’

Merly Strêp heta niha di 50f îlman de lîstiye. Li kolana Nav-daran ya Hollwood’ê de stêrkekewê jî heye. Wiha diyar e ku wêMerly Strêp hîn salên dirêj bibemêvana dilê temaşevanên sîne-mayê.

Li dijî destdirêjiya polîsan jinan serî hildan

Soran BehadînHewlêr (Rûdaw) – Şino Hu-

sên ya 27 salî, li nav bazarê balaxwe dabû reklamên lîsteyan, kuli ser hemû dîwarên nav bazarêhatibûn daliqandin. Şino berna-meyên lîsteyên hilbijartinêxwendiye. Xanima navbirî di-bêje; ’’Eger ew bername bên bi-cihkirin, pirsgirêkên jinan liKurdistanê namînin. Bername-yên wan baş in, lê pratîka wannîne.”

Lîsteyên rikberên hilbijartinêdi bernameyên xwe de bihûştekîji bo jinan çêkirine û li gor wan,jin ji zilm û serdestiya mêran riz-gar dibin û li Kurdistanê tiştekî

bi navê pirsgirêka jinan namîne.Di karnameya ‘Lîsteya Kurdis-

tanî’ de wiha tê gotin: “Emê biawayekî çalaktir li dijî tundûtû-jiya li dijî jinan derkevin û ji bobihêzkirina cihê jinê di nav dest-hilatê de bixebitin. Emê bi serwan qanûn û biryaran de herin,ku mafên jinan binpêdikin ûhevkariya jin û dayikên bê hev-ser jî bikin.’’

Bi baweriya berpirsa “Na-venda Xatûzîn Bo Pirsên JinênKurd” Çilûre Herdî, di bername-yên lîsteyan de tiştên baş hene. Jibo Çilûre balkêş e, ku lîsteyan gi-rîngî daye jinan: “Her lîsteyê be-şekî taybet ji jinan re veqetan-

diye. Berê bi giştî di çarçova ba-betên cuda de bahsa jinan dihatkirin.’’

Li gor hinek îstatistîkên nefermî, ji sedî 60ê rûniştvanênİraqê jin in. Eger ew îstatîstîkrast bin, jimara dengderên mê jiya yên nêr zêdetir e. Lewra egerlîsteyên beşdar karibin bi erênîbala jinan bikşînin ser xwe, dika-rin dengên zêdetir kom bikin.

Wek mînak bernameya ‘Lîs-teya Goran’ pirsgirêkên jinêwiha destnîşan dikê: “Emê xe-batê ji bo qedexekirina her şêwebêzarkirina cinsî di derheqêjinan de bikin û cezayên dijwarbidin wan berpirsan, ku postên

xwe ji bo wê yekê bikar tînin.”Bi nêrîna berendama Lîsteya

Goran Kwêstan Mihemed, ji berku li Kurdistanê rewşa jinanxirab e, Lîsteya Goran girîngiyêdide jinan: “Emê hewlbidin, kutundûtûjiya li dijî jinan nehêlin.’’

Heta niha Bêgerd a 21 salî bir-yar nedaye, ka wê dengê xwebidê kê. Ew di derbarê karname-yan de, nerînên xwe wiha tînêziman: “Di navbera lîsteyan deqet cudahiyekî nabînim. Di rad-

yo de min guhê xwe da beşekîsozên wan. Bi axaftina wan,hemû tiştekî dikin. Ez pir ji wansloganan bêzar dibim, ku li serjinan tên nivîsîn. Li Kurdistanêpirsgirêka jin û mêran weke heve. Bila ewqas bazirganiyê li serjinan nekin. Li şuna wê pirsgi-rêka niştecihbûnê çareser bikinû hejariyê nehêlin.’’

Piraniya jinên Kurdistanê jidirûşmên ku di derbarê jinan detên avêtin bêzar in û baweriyawan bi bernameyên lîsteyannayê. Kwêstan behsa lîsteya xwedike û dibêje: “Em sozê ku jibîr-bikin nadin.” Kwêstan sedemabêkariyê, bi desthilata Kurd vegirêdidê: “Ev 18 sal in propa-ganda mafê jinan dikin. Lê hetaniha pêngaveke ciddî neavêtine.’’

Parastina rewiştên civakî, yên

ku çavkaniya wan Îslam e, dibarnameya ‘Lîsteya Xizmetgu-zarî û Çaksazî’ de cih digrê:“Emê hewlbidin, ku rê li hemûawayên tundûtûjî, çewsandin ûîstîqlalkirina jinan bigrin.’’

Hawraz bêbaweriya xelkê ya liberamberê van sozan wek tiştekînormal dibîne: “Di dema hilbi-jartinan de gelek soz tên dayîn.Lê piştre wiha dernakevê.’’

Herçiqas li gor Çilûre tiştê kulîsteyan nivîsiye, eger bên cîbi-cîhkirin, pirsgirêka jinan ber biçareseriyê ve diçe, lê ji pêkanînasozên hilbijartinê bi guman e:“Tirsa me ewe, ku bernameneyên cîbicîhkirin. Berê jî ber-nameyên wiha hebûn.” Çilûresedema gumana xwe jî bi dû tiş-tan ve girêdide: “Li vî welatî te-sîra jinê û opozisyon nîne.”

Hilbijartin: Ji jinan re soza bihûştê

www.ars

ivaku

rd.o

rg