zimanek çima tê qedexekirin? dagirkerî, netewe-dewlet û politkayên zimanî

9
Zend 3 payîz 2008 “If your God cannot speak to you in your language, then he is not your God” “Heger Xwedayê we nikaribe bi zimanê we bi we re biaxive, nexwe ew ne Xwedayê we ye” (Asante, 1988, r. 4) 1. Destpêk Gelo Xwedayê me bi kîjan zimanî bi me re diaxive? Ev pirseke gelek dijwar e. Em hin pirsên hêsantir bikin. Gelo siyasetmedarên me bi kîjan zimanî bi me re diaxivin? Lê rewşenbîrên me? Lê hunermend me? Televîzyonên me bi kîjan zimanî bi me re dia- xivin? Lê rojname, pirtûk û kovarên me?.. Xuya ye ku ziman amûreke sereke ya ragihandin, danûstandinê ye. Lê diyar e ku ziman ji vê yekê jî zêdetir e. Her ziman hilgir û veguhêzerê çan- dekê ye û her çandek bi zimanê xwe hebûna xwe diparêze û xwe digihîne pêşerojê, nifşên nû. Çand bi xwe jî şêwazeke hebûnê ye; riya fêmkirina cî- hanê ye, her wiha riya guherandina wê ye, bi go- tina Arîf Dîrlîk, riya sazkirina cihanê ye, sazkirina zeman û mekanê wê ye ku ev yek jî bi zimanê wê pêk tê (London, 2003: 110). Ji ber vê yekê axivgerên her ziman û çandekê ci- hanê bi awayekî din neqş dikin (Ji Benjamîn Lee Whorf ê neql dike Mazrui, 1993: 351); bi awayekî din dibînin, dinirxînin û bi awayekî din tevdigerin (Ji Peter Mwaura naqil dike Mazrui, 1993: 351). Fanon di pirtûka xwe ya bi navê “Siyah Deri Beyaz Maske (Çermê Reş, Rûpoşa Spî)” de dibêje axaftin şiklekî hebûnê ye û dema mirov diaxive, hebûna xwe nîşan dide. Ku mirov bi zimanekî bia- xive, ev yek nîşan dide ku mirov di nav wê çandê de gihîştiye û mirov dikare barê wê şaristaniyê bi wî zimanî hilgire (Fanon, 1998: 20, 47). Naveroka axaftinê çi qas parçeyekî sereke ya nî- şandana hebûnê be, zimanê vê axaftinê jî ew qas parçeyekî sereke ya nîşandana hebûnê ye û xuya ye ku zimanê axaftinê tesîrê li naveroka axaftinê dike. Ji ber ku, dîsa bi gotina Fanon, her ziman xwedî şêwazeke fikirînê ye (Fanon, 1998: 30). Ziman berhemeke danûstandinê ye û bîr û hişê kolektîf a tecrûbeyên gelekî, jiyana komeleyetî nîşan dide (Botwe-Asamoah, 2001: 748, 750). Her wekî din, taybetmendiyên têkiliya kesan an jî koman, ligel gelek faktoran di statûya zimanan de jî xuya dikin (Mazuri, 1993: 355). Taybetmendi- yên têkiliyên kes û koman li gorî faktorên wekî komeleyetî, aborî, siyasî, çandî, leşkerî û hwd. di- guherin û ev faktor bi tevahî tesîrê li zimên dikin. Heta mirov dikare bibêje ku ziman wekî neynû- kekê ye ku rewş û statûya aborî, komeleyetî, si- yasî, çandî, leşkerî û hwd a kes, kom û civatan nîşan dide. Mixabin li cihanê wekî di qadên aborî û civakî ya jiyanê de, di qada lînguîstîk û etnîkî de jî rewşeke gelek xirab heye. Heger îro em li rewş û statûya xeternak a zimanan û gelên ku wan bi kar tînin binêrin, em dê bibînin ku tabloya li ber me, bi gi- ranî piştî dagirkerî û netewe-dewletên ku piştî da- girkeriyê ava bûne, pêk hatiye. Nakokî û teşqeleyên cihanê yên lînguîstîk û etnîkî bi giranî wekî mîrateya dagirkeriyê ji me re maye. Piştî ku li Ewropayê netewe-dewlet ava bûn û ev model bi alîkariya dagirkeriyê li cihanê belav bûn, li gelek Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Polîtîkayên Zimanî Cuma Çîçek Di vê nivîsarê de armanca me ev e ku em bi kurtasî paşeroj û çîroka rewş û statûya xeternak ku îro gelek zimanên cihanê tê de ne, li ber çavan raxin û mîrateya polîtîkayên zimanî yên dagirkerî tarîf bikin, da ku em bikaribin rewşa heyî hîn baştir û zelaltir analîz bikin û pêşeroja xwe ronî bikin.

Upload: cuma-cicek

Post on 28-Mar-2016

233 views

Category:

Documents


12 download

DESCRIPTION

Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

TRANSCRIPT

Page 1: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

Zend 3payîz 2008

“If your God cannot speak to you in your language,then he is not your God”

“Heger Xwedayê we nikaribe bi zimanê we bi we rebiaxive, nexwe ew ne Xwedayê we ye”

(Asante, 1988, r. 4)

1. Destpêk

Gelo Xwedayê me bi kîjan zimanî bi me re diaxive?Ev pirseke gelek dijwar e. Em hin pirsên hêsantirbikin. Gelo siyasetmedarên me bi kîjan zimanî bime re diaxivin? Lê rewşenbîrên me? Lê hunermendme? Televîzyonên me bi kîjan zimanî bi me re dia-xivin? Lê rojname, pirtûk û kovarên me?..

Xuya ye ku ziman amûreke sereke ya ragihandin,danûstandinê ye. Lê diyar e ku ziman ji vê yekêjî zêdetir e. Her ziman hilgir û veguhêzerê çan-dekê ye û her çandek bi zimanê xwe hebûna xwediparêze û xwe digihîne pêşerojê, nifşên nû. Çandbi xwe jî şêwazeke hebûnê ye; riya fêmkirina cî-hanê ye, her wiha riya guherandina wê ye, bi go-tina Arîf Dîrlîk, riya sazkirina cihanê ye, sazkirinazeman û mekanê wê ye ku ev yek jî bi zimanê wêpêk tê (London, 2003: 110).

Ji ber vê yekê axivgerên her ziman û çandekê ci-hanê bi awayekî din neqş dikin (Ji Benjamîn LeeWhorf ê neql dike Mazrui, 1993: 351); bi awayekîdin dibînin, dinirxînin û bi awayekî din tevdigerin(Ji Peter Mwaura naqil dike Mazrui, 1993: 351).

Fanon di pirtûka xwe ya bi navê “Siyah DeriBeyaz Maske (Çermê Reş, Rûpoşa Spî)” de dibêjeaxaftin şiklekî hebûnê ye û dema mirov diaxive,

hebûna xwe nîşan dide. Ku mirov bi zimanekî bia-xive, ev yek nîşan dide ku mirov di nav wê çandêde gihîştiye û mirov dikare barê wê şaristaniyê biwî zimanî hilgire (Fanon, 1998: 20, 47).

Naveroka axaftinê çi qas parçeyekî sereke ya nî-şandana hebûnê be, zimanê vê axaftinê jî ew qasparçeyekî sereke ya nîşandana hebûnê ye û xuyaye ku zimanê axaftinê tesîrê li naveroka axaftinêdike. Ji ber ku, dîsa bi gotina Fanon, her zimanxwedî şêwazeke fikirînê ye (Fanon, 1998: 30).

Ziman berhemeke danûstandinê ye û bîr û hişêkolektîf a tecrûbeyên gelekî, jiyana komeleyetînîşan dide (Botwe-Asamoah, 2001: 748, 750).Her wekî din, taybetmendiyên têkiliya kesan an jîkoman, ligel gelek faktoran di statûya zimanan dejî xuya dikin (Mazuri, 1993: 355). Taybetmendi-yên têkiliyên kes û koman li gorî faktorên wekîkomeleyetî, aborî, siyasî, çandî, leşkerî û hwd. di-guherin û ev faktor bi tevahî tesîrê li zimên dikin.Heta mirov dikare bibêje ku ziman wekî neynû-kekê ye ku rewş û statûya aborî, komeleyetî, si-yasî, çandî, leşkerî û hwd a kes, kom û civatannîşan dide.

Mixabin li cihanê wekî di qadên aborî û civakî yajiyanê de, di qada lînguîstîk û etnîkî de jî rewşekegelek xirab heye. Heger îro em li rewş û statûyaxeternak a zimanan û gelên ku wan bi kar tîninbinêrin, em dê bibînin ku tabloya li ber me, bi gi-ranî piştî dagirkerî û netewe-dewletên ku piştî da-girkeriyê ava bûne, pêk hatiye. Nakokî ûteşqeleyên cihanê yên lînguîstîk û etnîkî bi giranîwekî mîrateya dagirkeriyê ji me re maye. Piştî kuli Ewropayê netewe-dewlet ava bûn û ev model bialîkariya dagirkeriyê li cihanê belav bûn, li gelek

Zimanek çima tê qedexekirin?Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Polîtîkayên Zimanî

Cuma Çîçek

DDii vvêê nniivvîîssaarrêê ddee aarrmmaannccaa mmee eevv ee kkuu eemm bbii kkuurrttaassîî ppaaşşeerroojj ûû ççîîrrookkaa rreewwşş ûû ssttaattûûyyaa xxeetteerrnnaakk kkuu îîrroo ggeelleekkzziimmaannêênn cciihhaannêê ttêê ddee nnee,, llii bbeerr ççaavvaann rraaxxiinn ûû mmîîrraatteeyyaa ppoollîîttîîkkaayyêênn zziimmaannîî yyêênn ddaaggiirrkkeerrîî ttaarrîîff bbiikkiinn,, ddaa kkuueemm bbiikkaarriibbiinn rreewwşşaa hheeyyîî hhîînn bbaaşşttiirr ûû zzeellaallttiirr aannaallîîzz bbiikkiinn ûû ppêêşşeerroojjaa xxwwee rroonnîî bbiikkiinn..

Page 2: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

welat û dewletan meseleyên hindikahî û pirsgirê-kên wan di destê me de man (London, 2001: 252-254). Ji ber ku li gelek cihan wekî mînak di sala1793’yan de li Fransayê, di sala 1923’yan de liTirkiyeyê, yan jî li Îsraîlê, bawerî ev bû ku lazime netewe li ser yek zimanekî ava bibe. Di encamavan polîtakayan de gelek kom û gelên ku zima-nên kevnare bi kar dianîn, di nav sînorên dewle-tên nû de, bûne komên hindikahî (Ji Bourhisêneql dike Pugh, 1994: 434).

Li aliyê din gelek dewletên dagirker, wekî hebû-nên zagonî, li ser kaxizê hatin avakirin û sînorênnexwezayî lê zagonî hatin danîn. Ji ber vê yekê jîgelek komên lînguîstîk û etnîk hatin parçekirin ûdi nav sînorên nû de ji hev hatin veqetandin. Ligelek netewe-dewletên nû, ziman û pergala per-werdehiyê ya fermî wekî amûrên kontolkirinê ûşaristanîkirinê hatin bikaranîn û ev yek jî di gelekcihan de bû sedema pevçûnên etnîkî. Îro gelekdewlet û hikûmet hîn jî bi van meseleyên ku wekîmîrateya dagirkeriyê mane, têdikoşin (London,2001: 252-254).

Di vê nivîsarê de armanca me ev e ku em bi kur-tasî paşeroj û çîroka rewş û statûya xeternak ku îrogelek zimanên cihanê tê de ne, li ber çavan raxinû mîrateya polîtîkayên zimanî yên dagirkerî tarîfbikin da ku em bikaribin rewşa heyî hîn baştir ûzelaltir analîz bikin û pêşeroja xwe ronî bikin. Bivê armancê di beşa dûmahîkê de polîtîkayên zi-manî yên dagirkerî hatine nirxandin. Di beşa sisêû çaran de amûr û encamên polîtîkayên zimanî yêndagirkerî hatine şîrovekirin û di dawiyê de encamû nîqaşên sereke yên nîvîsê hatine xulasekirin.

2. Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî

Berî ku em dest bi polîtkayên zimanî yên dagir-kerî bikin, lazim e em dagirkeriyê tarîf bikin. Bigiştî dagirkerî wekî pergaleke birêvebirinê tê ta-rîfkirin ku di vê pergala birêvebirinê de li ser komaherêmî ku piraniya civakê pêk tîne, serdestiyakoma biyanî ku di nav civatê de koma hindikahîye, heye. Di pergala dagirkeriyê de, dagirker, derheqê koloniyê (mêtingeh, dagirkirî) de biryarê di-gire û tetbîq dike. Helbet dagirker van biryaran jîne li gorî pêdiviyên welêt û civaka kolonî, li gorîpêdiviyên xwe yên li metropolên mezin digire.Dagirkerî bi giştî bi sê serdeman tê senifandin; ayekem dagirkeriya klasîk e ku li vir civakeke he-rêmî ji aliyê hêzeke biyanî ve tê desteserkirin. Ser-dema duyemîn dagirkeriya hundirîn e ku li vir di

nav sînorekî heyî de serdestiya neteweyeke li sernetewe yan jî neteweyên din heye. A dawî dagir-keriya nû ku ji bo serdestiya neteweyên endustriyawan bi pêş ketiye û li ser cihana sêyemîn hikûmdikin, tê bikaranîn (Mfum-Mensah, 2005: 73).

Ji berê de ye, ji bo bikaranîn û nîşandana hêza da-girkeriyê, ziman tim bûye qadeke sereke û girîng(Mir, 2006: 395; Muhammede Yeddi & Dhubai,2001: 125). Gelek caran ziman di çarçoveya keşf-kirina riya herî baş a birêvebirina dagirkiriyê ha-tiye nirxandin û nîqaşkirin (Mfum-Mensah, 2005:74) û gelek caran bûye qada yekemîn a şîdeta da-girkeriyê (Sartre, 2005: 23-24). Ligel ku zimantim bûye qadeke sereke ji bo dagirkeran, li gorînasnameya dagirker û rewşa koloniyan polîtîka-yên cur bi cur hatine hilbijartin û tetbîqkirin. Wekîmînak, li Kongoyê ku mêtingeheke Belçîkayê bû,îdareya wê ji aliyekê Belçîkayiyên fransîaxêv ve,ji Brukselê dihat kontrolkirin û zimanê frensî liser gelên herêmî dihat ferzkirin, lê li aliyê dinmîsyoner û mamosteyên flemenîaxêv ku li mê-tingehê, perwerdehî û karên olî di bin destê wande bû, destek didan zimanên herêmî yên Afrîkayê(Mazrui, 1993: 353).

London (2003: 99) di nivîsara xwe ya li ser xurt-bûn û belavbûna îngîlîzî li dagirkiriyên Brîtan-yayê de, ji bo analîzkirin û fêmkirina têkiliyaziman û dagirkeriyê çar faktoran nîşan dide û bikar tîne: (1) hêz, (2) bîrdozî (îdeolojî), (3) hege-monya û (4) bastûra (struktura) civakî. Berî hertiştî hêz ne takekesî ye, civakî ye û ne mimkûn eku hêza takekesan bêyî derdora ku ew tê de ne bêdîtin, bê fêmkirin û analîzkirin. Her mirovekxwedî têkiliyên civakî ye û li gorî van têkiliyandi nav civatê de ji xwe re cihekî peyda dike (JiTollefsonê neql dike, London, 2003: 99). Demaku em ji aliyê ziman ve meseleyê binirxînin, po-lîtîkayên ziman û tetbîqkirina wan mekanîzma-yan ava dike ku bi van mekanîzmayan dewlethêza xwe diparêze û xurt dike. Ji ber vê yekê jibo avakirina dewleta modern meseleya zimanxwedî gîrîngiyeke sereke ye (London, 2003: 99).

Di civaka modern de polîtîkayên zimanî bîrdozî(îdeolojîk) ye. Ji ber ku bi van polîtîkayan serdestîû bindestiya heyî, yanê belavbûna hêzê di nav ci-vakê de tê parastin û statuya heyî tê xurtkirin.Herman û Chomsky (1998) dibêjin, ev yek bi duşêwazan pêk tê: zordestî û jinûveafirandina razî-bûna civakî ji bo rewşa heyî (London, 2003: 99).

Zendpayîz 20084

Page 3: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

Faktora sêyemîn hegemonya ye ev jî afirandin ûjinûveafirandina bîrdozê nîşan dide. Hegemonyadi nav civakê de yan bi awayekî xwezayî, yan jîbi amûrên zordestiyê yên dewletê tê sazkirin daku serdestiya li ser koman dewam bike. Dema kuem li hegemonyaya lînguîstîkî binêrin ev tê vêmaneyê ku mafên lînguîstîkî ên komên din biawayekî bi plan tên binpêkirin. Gelek caran plan-saz û birêveber binpêkirin-vederkirinê wekî tiş-tekî “xwezayî” û “bivênevê” dibînin û helbet evyek jî rewşê hin xirabtir dike. Di gelek mînakande bikaranîna zimanên komên hindikahî tên qe-dexekirin û ev ziman wekî nehewce û nemunasîbtên binavkirin (London, 2003: 100).

Faktora çaremîn bastûra (struktura) civakî ye kujixwe civak warê hêz, bîrdoz û hegemonyayê ye.Civak tenê ji kombûna kesan pêk nayê, xwedî bas-tûrekê ye. Ji ber ku pêdivî û pêşikên bastûrî yêncivak û saziyan li gorî çalakiyên endamên wan pêktên û çalakiyên endaman jî li gorî cihê wan ê dinav bastûra civakî de diyar dibe. Bi gotineke dintêkiliyeke dîyalektîk heye di nav çalakiyên take-kes û bastûra civakî de (London, 2003: 100).

Dema mînakên polîtakayên zimanî yên dagirkerantê analîz kirin du faktorên sereke derdikevin pêşku ew van polîtîkayan diyar dikin: (1) şarezaki-rin/nîjadperestî û (2) birêvebirin/kontrolkirin. Evher du faktor jî girêdayî hêz, bîrdoz û hegemon-yayê ne ku ev her sê jî bi giranî bastûra civakî, tê-kiliya koma dagirker û dagirkirî saz dikin,diafîrînin. Ligel di gelek mînakan de şarezaki-rin/nîjadperestî û birêvebirin/kontorlkirin bi hev retên tekbîqkirin, giraniya wan di mînakan de ne wekhev e. Lê bi gîştî ji bo dagirkerîya bi armanca şa-rezakirin/nîjadperestî dagirkeriya Fransayê, ji bodagirkeriya bi armanca birêvebirin/kontrolê jî da-girkeriya Brîtanyayê wekî mînak tên nîşan dayîn.

2.1. Birêvebirin / Kontrolkirin

Aşkera ye ku armanca sereke ya dagirkeriyê bi-rêvebirin û kontrolkirina civak û welatê dagirkirîye. Ji tecrûbeyên cihanê tê zanîn ku ev yek jî bidarê zorê, bi şîdet û zordestiyê pêk hatiye. Wekîgelek qadan, qada polîtîkayên zimanî jî her dembûye amûreke birêvebirin, kontrolkirin û serdes-tiya polîtîk û aborî (Watson, 2007: 256). Li aliyêdin ji bo siyasetmedar û rewşenbîrên dewletên da-girker, ziman gelek caran bûye meseleyeke azadî,wekhevî û serxwebûnê. Serokê Ghanayê Nkru-mah di axaftina xwe ya bi navê “Ghana ji dayikdibe” bikaranîna zimanên ewropî wekî pirsgirê-keke ku azadî, wekhevî û serxwebûna welatên Af-rîkayê tehdît dike, dinirxîne. Nkrumah destnîşandike ku li zanîngehan hejmara xwendekarên ku liser latînî û grekî dixebitin, ji ya xwendekarên liser zimanên Afrîkayê dixebitin zêdetir e. Ji ber vêyekê jî xebatên li ser zimanên Afrîkayê wekî qa-deke sereke ji bo bingeha serxwebûna Afrîkayênîşan dide (Botwe-Asamoah, 2001: 747). Dîsa af-rîkayiyekî din Nketia dibêje ku, pêdiviya afrîka-yiyan bi zimanên wan heye da ku ew bikarin xwebigîhinin şaristanî û mirovahî û xezîneya Afrî-kayê. Di vê şaristanî û xezîneyê de afrîkayî dika-rin nasnameya xwe ji nû ve keşf bikin,manewiyeta xwe bizanin û nav û rûmeta xwe hîsbikin (Botwe-Asamoah, 2001: 761).

Li gorî şert û mercên dewleta dagirker û welatê kuhatiye dagirkirin polîtîkayên zimanî diguherin.Tevî ku li gelek welatên mêtingeh, polîtakaya asî-mîlasyonê hatine tetbîqkirin, li hin cihan tê dîtinku zimanên welatên mêtingeh hatine destek-kirinû xurtkirin. Wekî mînak dema em li dagirkeriyaBrîtanyayê dinêrin, em dibînin ku li polîtîkayên zi-manî yên hevdij hatine tetbîqkirin. Gelek akade-mîsyenên ku li ser ziman û dagirkeriyê dixebitinîdîa dikin ku armanca sereke ya dagirkeriya Brî-tanyayê avakirina birêveberiyeke efektîf û çalak e

Kolonyalîzm Neo-Kolonyalîzm

payîz 2008 5Zend

Page 4: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

da ku bikaribe armancên polîtîk û aborî pêk bîne.Ji bo ku pergala birêvebirinê bilez be, lazim e hi-kûmetên herêmî zimanê ku xelk jê fêm dike bi karbîne. Ji ber vê yekê jî di qada birêveberî, perwer-dehî û weşangeriyê de tê dîtin ku zimanên herêmîhatine bikaranîn. Tê îdîa kirin ku di bingeha vê po-lîtîkayê de jî feraseta lîberal, kêrperest, pragmatîkû desantralîze heye (Mîr 2006: 425; Kopf, 1991:43-44; Michelman, 1995: 218; Wolf, 2008: 557,566). Brutt-Grîffler (2002: 38), dibêje, ji bo Brî-tanyayê armancên aborî ji armancên îdeolojîk gi-rîngtir bûne û vê yekê jî polîtakayên zimanî diyarkiriye. Ji bo perwerdehiya îngîlîzî çavkaniyênaborî û desteka dewletê lazim bûye û birêveberiyaBrîtanyayê ya dagirker nexwestiye van çavkani-yan bide (Wolf, 2008: 566). Vîckers û Sweeting jîvê dîtinê parve dikin û ligel armanca aborî, balêdikîşînîn ser kevneşopiya pergala perwerdehiyê yali Brîtanyayê ku ne navendî ye, ne sîstematîk e û bigiranî ne bi alîkariya dewletê, ji bo gihandina za-rokên xwe ji aliyê çîna navîn û arîstokratan ve ha-tiye bi pêş xistin (2005: 118).

Bi rastî jî dema ku mirov li welatên ku ji aliyêBrîtanyayê ve hatine dagirkirin dinêre, mirov di-bîne ku polîtîkayên cur bi cur hatine diyarkirin ûbicihanîn. Gelek caran li heman welatê dagirkirîdi nav salan de polîtîkayên cihê têne dîtin. Wekîmînak, li herêmên Hîndîstanê, ne zimanê îngîlîzî,zimanên herêman ji aliyê birêveberiyên herêmîve tên bikaranîn. Piştî salên 1830’yî ev polîtîka ligelek welatên mêtingeh belav dibe (Mir, 2006:424). Li Bengal, Kalkuta û li gelek herêmên dinên Hîndistanê ji bo bipêşxistina zimanên Hîndis-tanî saziyên wekî kolej û pirtûkxane tên sazkirin,ji bo standartkirin û xurtkirina zimanan xebatênlînguîstîkî tên kirin, weşangeriya bi zimanên he-rêmî tê xurtkirin, teşwîqkirina pirtûk, rojname,kovar û amûrên ragihandinê li herêman tê zêde-kirin (Kopf, 1991: 43-44). Pergala birêveberinê liherêmên Hîndistanê bi giranî li gorî neqşa lîngu-îstîk hatiye sazkirin û îro jî tê dîtîn ku pergalaîdarî ya heyî li Hîndistanê li ser mîrateya dagir-keriya Brîtanyayê hatiye avakirin. Mir îdîa dikeku neteweperestiya Hîndistanê, neteweperestiyalînguîstîk e û koka vê ferasetê jî digihîje serdemadagirkeriya Brîtanyayê (Mir, 2006: 424-425).

Helbet ne mimkûn e ku em bibêjin, dagirkeriyaBrîtanyayê ne nîjadperest e û zimanparêz e. Ji dî-roka dagirkeriyê diyar e ku nîjadperest e (Wolf,2008: 568). Ligel pergala li Hîndistanê li gelekcihên din polîtîkayên zimanî yên asîmîlasyonîst û

nîjadperest jî hatine bikaranîn. Wekî mînak li As-yayê, dagirker zimanên herêmî wekî “qeba û bar-barkî” dibinîn û zorê didin ku xelkên herêmêîngîlîzî hîn bibin. Hewl didin ku komeke elîtîst ûbirêveber ku ji aliyê xwîn û reng ve hîndû, lê jialiyê tehma dev, raman, manewiyat û rewşenbîrîve îngîlîz in bigihînin da ku di nav wan û xelkên kubirêve dibin de bibin navbeynkar. Ev polîtakayazimanî ligel Rojhilata Hîndistanê, li Burma, Cey-lon (Srî Lanka), Straits, Devletên Malay (Malezyaû Sîngapûr) û Honkong û Sudanê jî tên tetbîqkirin(Watson, 2007: 255; Vickers & Sweeting, 2005:121; Muhammede Yeddi & Dhubai, 2001: 125).

Mînakeke din ku polîtîkayên zimanî ji bo birêve-birin û kontrolkirinê hatiye bikaranîn, Sovyet e.Ligel ku li Sovyetê heta dereceyekê xweseriyaçandî hebû jî, lê fêrbûna rûsî mecbûrî bû. Ji bo kukesek xwe bigihîne qada xwendina bilind an jî diotorîteya leşkerî ya bilind de cih bigire, mecbûrbû ku rûsî gelek baş bizane. Otorîteya Sovyetê zi-manê rûsî wekî amûreke yekbûn û parastina hev-par a welatê mezin û xurtkirina avakirinahegemonyaya slavî bi kar anî. Ji ber vê yekê jîbirek gelên li Sovyetê ev polîtka wekî amûrekedesthilatiya dagirkeriyê nirxand û li hember wê berxwe da (Watson, 2007: 255-256). Mînakeke din aji vê polîtakayê jî mêtingeha Belçîkayê Zaîre ye.Ligel ku çar zimanên Zaîreyê hebûn, tenê zimanêfransî wekî zimanê fermî hatibû qebûlkirin. Se-dema vê yekê tirsa xurtbûna neteweperweriyaKongoyiyên reşik bû. Dihat gotin ku heke netew-perweriya Kongoyiyan xurt bibe ew dê spiyan jiwelatê xwe biavêjin. Ji ber vê yekê di serî de, diqada perwerdehiyê de bikaranîna zimanên herêmîhate bisînorkirin û kêm kes bi zimanî frensî hatinperwerdekirin (Kamwangamalu, 1997: 73).

2.2. Şarezakirin & Nijadperestiya Etnîkî û Olî

Taybetmendiyeke din a sereke ya pergala dagir-keriyê jî nîjadperestî ye. Dewletên dagirker nî-jadperest in; hem ji aliyê çandî-etnîkî ve û hem jîji aliyê olî ve. Di mîrateya dagirkeriyê de tê dîtinku dagirkeran gelek caran ev nîjadperestî wekî şa-ristanîkirina (medenîkirina) welat û civakên mê-tingeh û anîna şaristaniyê bi nav kiriye û ewparastiye û wisa jî fikirîne.

Di vî warî de mînaka herî baş dagirkeriya Fran-sayê ye. Ji bo otorîteyên Fransayê, şaristanî û şa-rezatî Fransa bi xwe ye û çand, ziman û olênwelat û civakên mêtingeh paşverû ne. Lazim e

Zendpayîz 20086

Page 5: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

Fransa bi ziman, çand û ola xwe “van welat û ci-vakên paşverû” şareza bike, wan bi pêş ve bibe(Wolf, 2008, 557; Vickers & Sweeting, 2005:125; Watson, 2007: 254). Helbet nîşaneya serekeya vê mîsyona şaristanîkirinê zimanê fransî bû.Zimanên herêmî li qadên wekî perwerdehî, dad-geh, îdare û hwd. hatin sînorkirin, qedexekirin ûhêzên dagiker gelên welatên mêtingeh mecbûrhiştin ku vî zimanî hîn bibin (Wolf, 2008: 564).Di xala 64’an a qanûna ku 10’ê Gulana 1924’antê gotin ku tekane zimanê perwerdehiyê fransî yeû qedexe ye ku mamoste bi xwendekaran re bi zi-manên herêmî biaxivin. Ev helwesta asîmîlasyo-nîst bi qedexeyan nema, pergala ku wekî “lesymbole” tê zanîn hate avakirin. Di dibistanan demamoste xwendekar li dijî hev dikirin sîxur,xwendekarên bi zimanên herêmî diaxivîn ji aliyêhevalên xwe ve dihatin tespîtkirin û mamosteceza li wan dibirî.

Ji ber ku li gorî otorîteyên dagirker, zimanên jixeynî frensî tenê zimanên folklorîk bûn, gotinênbêwate, zimanên nayên fêmkirin bûn û kokên xe-rakirina entegrasyona komarê bûn (Michelman,1995: 218-219). Li gorî vê ferasetê lazim bû kugelên herêmê dev ji çand, ziman, kevneşopî, cil ûbergên xwe yên gelerî berdin û bibin parçeyekî ne-teweya nûjen (Abreo, 2007: 2). Bi gotina Ray-mond Williams (1968: 289) li gorî dagirkeran,civatên mêtingeh girseyeke bêçand bûn û lazim bûku dagirker çandeke nû bidin wan. Lê di rastiyê de“girse” tune ye, tiştê ku heye ferasetek e ku “wangelan wekî girse dibîne” (London, 2003: 110).

Ji xeynî dagirkeriya Fransayê, dagirkeriyên din jîji aliyê etnîkî ve nijadperest bûn û vê yekê polîta-kayên wan ên zimanî diyar dikir. Li AsyayaNavîn, di dibistanên rûsî de bi alîkariya perwer-dehiyê, mamosteyên rûs hêvî dikir ku xwendekarstatûya rûsî û çanda rûsan ji yên xwe bilindtir bi-bînin û hînî wan bibin (Shorish, 1991 r. 12-13).Li aliyê din, li zanîngehên Afrîkaya Rojava, grekî,latînî û dîroka yewnan û Romayê ji bo hemûbeşên beşerî dersên bingehîn bûn. Lê belê zima-nên Afrîkayê, heta erebî jî ku giraniya Afrîkayi-yan bi vî zimanî diaxivin, bi salan nebûn zimanêperwerdehiyê. Wekî mînak li Zanîngeha Makere-reyê ya li Ugandayê piştî serxwebûnê jî, tekanezimanê ku dihat hînkirin, îngîlîzî bû. Piştî îngî-lîzî, birêveberiya zanîngehê biryar da ku frensî,almanî jî hîn bike, piştre rûsî jî hate qebûlkirin.Ev hemû berî ku zimanên Afrîkayê yan jî erebîbikevin zanîngehê hatin qebûlkirin (Mazrui,

1991: 66-67). Afrîkayiyên zanîngeh qedandibûn jiber ku ji her aliyî ve bûbûn rojavayî, ji aliyê çandîve kesên herî zêde pêgirênrojavayê bûn. Ev kes jimîrateya çandî û zimanên xwe, ji olên xwe, ji şê-waza kêf û şahiyên xwe qut bûbûn. Ev saziyênperwerdehiyê dibûn warekî ku dagirkeriya çandîxwe ji nû ve lê saz dikir (Mazrui, 1991: 64).

Li aliyê din nîjadperestiya olî jî yek ji taybetmendi-yên sereke yên dagirkeriyê ye ku di gelek mînakande polîtîkayên zimanî diyar kiriye. Wekî mînak, liSûdanê li paş polîtîkayên zimanî, ji hesasiyetên per-werdehî û lînguîstîkî bêtir, hesasiyetên polîtîk û olîhebûn. Mîsyonerên dagirker, gelê Sûdanê mecbûrîzimanê îngîlîzî dikir û bi perwerdehiya bi zimanî în-gilizî dixwest belavbûna erebî û ola îslamê astengbikin (Muhammede Yeddi & Dhubai, 2001: 125-127). Dîsa li Sovyetê dibistanên rûsî wekî amûrênguhartina olî dihatin bikaranîn û dihat xwestin kuzarokên misilman bibin xiristiyan (Shorish, 1991:12-13). Di hin mînakan de mîsyoneran ji bo ku bigelên herêmê xirîstiyaniyê bidin qebûlkirin, destekdidan zimanên herêmê jî. Ghana yek ji van mîna-kan e. Aşkera bû ku bi bikaranîna zimanê Ghanayêarmanca sereke xurtkirina ziman û çanda herêmînebû, bi alîkariya perwerdehiya bi zimanê herêmêmîsyoneran dixwest xirîstiyaniyê belav bikin(Mfum-Mensah, 2005: 75).

3. Amûrên Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî

Ligel polîtîkayên zimanî yên dagirkerî li gorîrewş û feraseta dewleta dagirker û welatên dagir-kirî (mêtingeh) diguherin, amûrên ku hatine bi-karanîn gelek caran hevpar in. Dema dîrok ûçîroka dagirkeriya dewletan tê xwendin, tê dîtinku amûra sereke ya ji bo polîtîkayên zimanî yêndagirkeran dibistan û perwerdehî ne. Berî her tiştîdibistanên pergala dagirker ne li gorî pêdiviyêngelên xwecihî û welatên wan, li gorî pêdiviyênwelatê dagirker tên sazkirin û plankirin (Mfum-Mensah, 2005: 74). Rewşa zanîngehên Afrîkayêku me li jor behsa wê kiribû vê yekê bi awayekîzelal û baş radixe ber çavan. Hem di polîtîkayênbirêvebirin/kontrolkirinê de ku bêhtir wekî per-gala dagirkeriya Brîtanyayê tê zanîn û hem jî dipolîtîkayên nîjadperest/şarezakirinê de ku ew jîbêhtir wekî pergala dagirkeriya Fransayê tê zanîn,perwerdehî û dibistan bûne qada yekemîn ku da-girkeran dest avêtinê. Di pergala yekemîn de ar-manc gihandina çîneke-komeke elîtîst e ku evkom ji aliyê xwîn û reng ve dagirkirî ye lê ji aliyêziman, çand, fikr û ramanê ve dagirker e. Di

payîz 2008 7Zend

Page 6: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

pergala duyemîn de jî armanc bi giştî hegemon-yaya çandî ye, asîmîlasyon e, kuştin yan jî daxis-tina statûya çand û zimanên herêmî ye. Di her dupergalên dagirkeriyê de armanc hevpar e: ji aliyêaborî, polîtîk û îdeolojîk ve kontrolkirin û birêve-birina welatên mêtingeh e (Fanon, 1998: 33).

Di perwerdehiyê de tiştê ku herî zêde bala mirovdikişîne, dibistanên leylî ne. Ev cure dibistanbûne amûreke sereke ji bo polîtîkayên asîmîlas-yonîst ên dagirkeran. Di vî warî de mînaka Ame-rîkayê balkêş e. Zarokên çermesoran dişînindibistanên leylî yên ku li warên ji qebîleyan dûrhatine avakirin. Dîsa ji bo ku zarok û malbatênxwe ji nasnameya qebîleya xwe dûr bikevin, zarokji hev dihatin qutkirin û di dibistanên cihêreng dedihatin bicihkirin. Bi vî rengî hem zarok û hem jîmalbatên wan bi zarok û malbatên ji qebîleyên dinre dihatin cem hev. Dibistanên leylî saziyên herîîdeal bûn ji bo pergalên dagirker. Ji ber ku bi alî-kariya tecrîdê asîmîlasyon hîn hêsantir dibû. Da-girker, bi dibistanên leylî zarokan hem ji civatênwan hem jî ji civata çermspiyan tecrîd dikir û piştîperwerdehiyê careke din wekî “welatiyên baş” di-şandin nav civatê (Jansen, 1991: 102-103).

Amûreke din a sereke ya dagirkeriyê qada rew-şenbîrî ye. Di pergalên dagirker de deriyê qadarewşenbîrî ji bo zimanên herêmî tim û tim girtîye. Jixwe statûya ziman û çandên herêman ji aliyêdagirkeriyê ve hatiye daxistin. Ne mimkûn e ku bivan (ne)ziman û (bê)çandan şaristaniyek bê ava-kirin û rewş bê fêmkirin. Di encamê de tê dîtin kuli welatên dagirkirî, hemû lêkolînên zanistî bi zi-manê dagirkeran tên kirin, zimanê dibistanan hetaastên herî jor zimanê dagirkeran e, hemû berhemû pirtûkên zanistî û teknîk bi zimanê dagirkeranhatine amadekirin, qadên jiyanê ji bo zimanê bin-dest kêm in û lêkolîn û materyalên ku bi wî zi-manî hatine kirin û amadekirin jî kêm in.Rewşeke wisa tê sazkirin ku hemû jiyana zanistî,teknîkî û rewşenbîrî bi zimanê serdest e. Dibe kuli hin zanîngehên welatên mêtingeh bi zimanêbindest perwerdehî tê dayîn, lê dîsa jî zimanê da-girkeran tim serdest e (Altbach, 1991: 156).

Îdare amûr yan jî qadeke din e ku polîtîkaya zi-manî ya dagirkeran xwe tê de nîşan dide (Mir,2006: 402; Mazrui, 1993: 353). Ligel polîtîkayêncihêreng hatine bikaranîn jî zimanê îdareyê bi gi-ranî zimanê dagirkeran bûye û vê yekê jî gelekcaran tesîr li statûya fermî kiriye û zimanê herêmînehatine naskirin. Lê bi taybetî di dagirkeriya Brî-

tanyayê de, li hin welatên dagirkirî, zimanên he-rêmî jî wekî zimanê îdareyê, di dadgehan de ha-tiye bikaranîn û vê rewşa hanê gelek caran statûyafermî jî daye zimanên herêmî (Pugh, 1994: 433;Kamwangamalu, 1997: 73).

Yek ji qadên ku herî zêde tesîra dagirkeriyê xuyadike bazar e. Heta em dikarin bibêjin ku bazar qadasereke ye. Ji ber ku armancên aborî, dagirkirinaçavkaniyên aborî taybetmendiya bingehîn a pergaladagirkeriyê bû û aboriya welatên mêtingeh li gorîpêdiviyên metropolên dagirkeran dihatin sazkirinû sererastkirin. Wekî mînak ji bo ku bazirganî û pî-şekarî leztir û bi rêkûpêktir be li mêtingehên Fran-sayê zimanê frensî li bazarê serdest bû (Wolf, 2008:565). Zimanê dagirkeran bûbû pirek di navbera we-latên dagirkirî û metropolên dagirkeran de (Kam-wangamalu, 1997: 74) û hem jî civatên dagirkirî ûcivatên dagirkeran de (Wolf, 2008: 565). Bi goti-neke din dagirkeriya aborî bi xwe re dagirkeriyaçandî û zimanî jî dianî (Abreo, 2007: 4).

Dagirkeriya çandî û zimanî, ligel faktorên li jorherî zêde bi avakirina hegemonyaya çanda da-girkeran pêk dihat. Heta em dikarin bibêjin ku da-girkeriya asîmîlasyonîst û nîjadperest bihegemonyaya çandî belav dibû. Ligel çand û zi-manên welat û civakên dagirkirî “çavkaniya li-paşmayîn, nezanî, bêrûmetiyê” bû, çand ûzimanên dagirkeran “çavkaniyên şarezatî û şaris-taniyê” bûn. Tê zanîn ku demeke dirêj reşikbûn(blackness) dihat wateya îmaja negatîf a kesayetîû civakî. Ji ber ku şaristanî spî bû û kes û civakênçermê wan spî şareza bûn. Heman rewş li Gallerê(Wales) jî ku yek ji dagirkiriyên Brîtanyayê bû, têdîtin. Peyva “to welsh” ku welsh navê zimanê gal-leriyan e, tê wateya “hîle”, “hîlekirin”, “xapan-din”, “revîn”, û “fîrar”ê.

4. Encamên Polîtîkayên Dagirkeriyê

Serdema dagirkeriyê di her qada jiyanê de li dûvxwe karesatek ji me re hiştiye. Ligel ku îro gelekdagirkeriyên klasîk bi dawî bûne û gelek welat ûcivakên mêtingeh îro serbixwe ne jî, pergala da-girkeriyê li paş xwe rûxînên aborî, çandî, zimanîû bîrdozî hiştine û birînên ku ji wan rûxînan qe-wimîne hîn jî nehatine dermankirin û başkirin. Jialiyê polîtîkayên zimanî ve sê encamên serekeyên pergala dagirkeriyê hene: Biyanîkirin/biyanî-bûn, kuştina/şikandina statûya zimanan û pevçû-nên etnîkî.

Zendpayîz 20088

Page 7: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

Tesîra herî xirab a dagirkeriyê diyar e ku biyanî-kirin/xerîbbûn e. Bi taybetî jî nijadperestiya et-nîkî û olî ya dagirkeriyê bû sedem ku êdîendamên civaka mêtingeh ziman, çand û olênxwe biçûk didîtin û hewl didan ku bi ziman, çandû oleke nû (ya dagirkeran) jiyaneke din ji xwe rebiafirînin. Ji ber ku hegemonyaya çandî tim bûyearmanca sereke ji bo pergala dagirkeriyê, bi go-tina Edward Saîd, pergala dagirkeriyê, zanînêwekî amûreke hêz û desthilatdariyê bi kar tîne ûbi biyanîkirina çandî nifûsa herêmî bi rê ve dibeû kontrol dike (Vickers & Sweeting, 2005: 114).Pergala dagirkeriyê statûya ziman û çandên he-remî dadixîne û kes û kom jî ji bo ku statûyaaborî, civakî, polîtîk û hwd. ziman û çandên kuxwedî statû ne û rê li ber wan vedike hildibijêrin(Pugh, 1994: 434; Mfum-Mensah, 2005: 76; Wat-son, 2007: 255; Kamwangamalu, 1997: 75).

Ji ber bandora neyînî ya pergala dagirkeriyê, îroem dibînin ku li gelek welatên berê mêtingeh/da-girkirî bûn, wekî mînak li dagirkeriyên Brîtan-yayê Trînîdad, Tobago, Ghanayê yan jî limêtingehên Belçîkayê Kongoyê, ligel ku bi deh-salan e wan serxwebûna xwe qezenc kiriye jî, zi-manê fermî yên dewletên wan zimanê dagikeriyêye û ev yek jî wekî pirsgirêk nayê dîtîn (London,2003: 97; Kamwangamalu, 1997: 73; Mfum-Mensah, 2005, r. 80-81).

Li aliyê din, li zanîngehên Afrîkayê hînkirina zi-manên Afrîkayê yan jî hînkirina edebiyatên Afrî-kayê yen bi zimanên Afrîkayê ne xewneke nebûyîye, êdî bi tenê wekî daxwaz û hêviyekê ye. Tiştêherî xirab û ecêb ev e ku rewşenbîr û zanyarênreşik rewşa zimanên Afrîkayê rewa dibînin ûhewldanên ji bo guherandina vê rewşê û xurtki-rina zimanên Afrîkayê bi şik dinirxînin û qîmetênadinê (Mazrui, 1991: 66-67). Ji ber ku zimanêserdest dike ku civak ji marjînalbûne xelas bibe ûji aliyê aborî, civakî û polîtîk ve bibe xwedî pres-tîj, xurt û serdest bibe (Fanon, 1998: 20). Zaro-kekî dibistanê li Ghanayê vê rewşê wisa vedibêje;“Me ferq kir ku heger îngîlîziya me ne baş be, emdi rastiyê de di civaka Ghanayê de bi kêrî tiştekînayên. Hemû kesên ku nikarin bi îngîlîzî biaxi-vin, di rastiyê de, di civakê de tune ne (Mfum-Mensah, 2005, r. 80-82).

Ligel ku li dagirkiriyên berê, piştî serxwebûnê jîçand û zimanê dagirkeran serdest e, lê dîsa jî kesû komên civaka mêtingeh nikarin bibin wekî da-girkeran. Ji ber asîmîlasyon û biyanîbûnê ne wekî

xwe ne, ji çand û zimanê xwe dûr ketine, lê ligelhemû hewldanan nikarin bibin wekî dagirkeran jî,nêzîkî çand û zimanên wan bibin. Civaka dagirkerjî jixwe wan wekî endamên xwe, parçeyek ji xwenabîne. Gelek caran di navbera her du çand û zi-manan de, di navbera her du civatan de dimînin(Mazrui, 1993: 358).

Belkî encama herî xirab a pergala dagirkeriyêkuştin û kêmkirina zimanan e. Ev hema hema lihemû welatên dagirkirî tê dîtin. Wekî mînak, piştîku portekîzan di salên 1500’î de Brezîlya dagirkir, %75’ê zimanên ku li Brazîlyayê dihatin bika-ranîn, ji holê rabûn. Li aliyê din tevî ku nifûsaBrezîlyayê 160 milyon e û 208 ziman hene, tenêzimanek ji aliyê 10.000’î zêdetir kesan ve tê bi-karanîn (Time, 1997: 53). Dîsa li AmerîkayaLatîn, ligel hewldanên hikûmetan ên ji bo xurtki-rina zimanên herêmî, 400 ziman ji aliyê tu zarokîve nayên bikaranîn û îro ber bi windabûne diçin(Barton,1994:5). Li Australyayê, di sala 1788’ande dema ku ewropayî hatin 250 ziman dihatin bi-karanîn, lê îro tenê 20 ziman mane. Li dora 6000ziman îro tên bikaranîn û tê texmînkirin ku salê25 ziman winda dibin. Li gorî texmînan bi tenê jisedî 10’ê zimanan di ewlehiyê de ne û ji sedî80’yê zimanan di sedsala bê de, dê winda bibin(Cambridge Encylopedia, 1996; Crystal, 1997, jênaql dike Watson, 2007: 259).

Encama sêyemîn a pergala dagirkeriyê pevçûn ûaloziyên etnîkî ye. Wekî ku tê zanîn pergala si-yasî ya heyî encama dagirkeriya Ewropayê û ava-bûna netewe-dewletan e. Li cîhanê ligel ku ji 6hezarî zêdetir ziman hene jî, li dora 200’î welathene. Ev jî tê vê maneyê ku serê her netewe-dew-letekê 30 ziman dikeve, lê li dewletên herî demo-kratîk jî hemû zimanên ku tên bikaranîn, nayênparastin û xurtkirin û bi hezaran ziman îro di bintalûkeya mirin û windabûnê de ne.

Dagirkeran zimanên xwe wekî amûrên kontrolki-rina siyasî û aborî bi kar anîn. Di encamê de mî-rateya dagirkeriyê li paş xwe pevçûnên etnîkî jime re hiştin (Abreo, 2007: 252; Watson, 2007:256). Ji ber ku gelên ku dixwazin ji bin zordes-tiyê xelas bibin, zimanê xwe ji nû ve keşf dikin ûdixwazin bi alikariya wî, nasnameya xwe ya ne-teweyî û piştgirî û piştevaniya xwe ya komî sazbikin (Watson, 2007: 263). Horowitz di xebataxwe ya bi navê “Ethnic Groups: A Study in Con-flict (Komên Etnîkî: Xebatek li ser Pevçûnê)” de,balê dikişîne ku gelek pevçûnên etnîkî, wekî

payîz 2008 9Zend

Page 8: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

mînak ên li Fîjî, Malezya, Srî Lanka, Sûdanê en-cama polîtîkayên zimanî û perwerdehî ya dagir-keriyê ne (Watson, 2007: 256).

5. Encam û Nirxandin

Me bi pirsekê dest bi vê nivîsarê kir; “Zimanekçima tê qedexekirin?” û di çarçoveya dagirkerî ûnetewe-dewletê de me têkiliya polîtikayên zimanîû desthilatdariya aborî, siyasî, çandî, bîrdozî ûîdarî analîz kir ta ku em bibînin ka qedexekirin,kuştin û qelskirina zimanekî tê çi wateyê, sedemû encamên vê qedexekirinê çi ne?

Di encamê de me dît ku çîrok û dîroka polîtîkayênzimanî yên dagirkeriyê nîşanî me didin ku du ar-mancên sereke yên dagirkeriyê hene ku polîtîta-yên zimanî diyar dikin: (1) birêvebirin/kontrolkirina welat û civakên mêtingeh û (2) şa-ristanîkirina (medinîkirina) welat û civakên mê-tingeh yan jî bi gotineke din nîjadperestiya etnîkîû olî. Ligel ku hemû dewletên dagirker ev her duarmanc bi hev re dane ber xwe jî, ji ber rewş û pê-diviyên dewletên dagirker û mêtingehên wan dihinekan de armanca yekemîn, di hinekan de ya du-yemîn derketiye pêş. Dewletên dagirker ên ku gi-raniyê didin polîtîkaya birêvebirin/kontrolkirinê lihin cihan destûr dida ku zimanên herêmî bêne bi-karanîn, li hin cihan jî ji destûrê bêtir wan destekdida xebatên parastin û xurtkirina zimanên herêmî.

Li aliyê din dewletên dagirker ên ku giranî didanpolîtîkaya nîjadperestiya etnîkî û olî dixwest ku“şaristaniyê bibin welat û civakên mêtingeh ji boku wan şareza bikin. Ji ber ku ne zimanê wan tuziman bû, ne jî çanda wan tu çand bû, ew girse-yeke bê ziman û bê çand bûn!”

Ligel polîtîkayên zimanî yên dagirkeran li gorîrewş û pêdiviyên dewletên dagirker û rewşa welatû civakên dagirkirî diguhere jî, tê dîtin ku amûr ûqadên ku ev polîtîka xwe lê nîşan didin gelekcaran hevpar in. Dibistan (li hinek mînakan bi tay-betî dibistanên leylî), perwerdehî, qada rewşen-bîrî, îdare, statûya fermî, bazar û hegemonyayaçandî bûne qad û amûrên sereke ku polîtîkayênzimanî yên dagirkerî xwe lê nîşan didin.

Mixabin dema ku em li gelek dewlet û welatan di-nêrin, deriyên van qad û amûran ji gelek zimananre girtî ne. Ji ber ku pergala siyasî ya heyî mîrateyadagirkeriyê ye û di vê pergalê de ji bo her zima-nekî dewletek nîn e û dewletên heyî jî mixabin

ziman û çandên ku li welatên wan tên bikaranînnaparêzin, ji bo asîmîlekirin û kuştina wan polîtî-kayên sîstematîk bi pêş ve dixin û tetbîq dikin.

Îro em dibînin ku encama polîtîkayên dagirkeriyêwekî biyanîkirin/biyanîbûnê xwe nîşan didin kuew yek dike ku kes û kom ji ziman, çand, ol ûkevneşopên xwe fedî bikin, dev ji wan berdin ûyên dagirkeran peyda bikin da ku di nav civakêde statuyake baştir peyda bikin. Kuştin û mirinazimanan encama duyemîn a mîreteya dagirkeriyêye. Zimanên cihanî roj bi roj qadên xwe windadikin, kêm dibin û çend zimanên serdest ku giranîzimanên dewletên dagirker in, qadên wan zima-nan dadigirin û dibin zimanên hemû cîhanê. Hel-bet mirina zimanan bi xwe re şaristaniyan jîdikuje û winda dike. Li hemberî van polîtîkayênasîmîsyonîst û zimankûj hewldanên ji bo paras-tin û xurtkirina ziman û çandan, avakirina nasna-meya neteweyî hene û ev yek jî dike ku li gelekwelat û dewletan pevçûnên etnîkî berdewam bike.

Hem polîtîkayên zimanî yên dagirkeran hem jîhewldanên neteweyên dagirkirî nîşan didin kuziman her dem bûye qadeke desthilatdariya aborî,civakî, siyasî û bîrdozî. Ji ber vê yekê lazim e me-seleya ziman jî di vê çarçoveyê de bê analîzkirin.Ne gengaz e ku mirov bêyî ku rewş û têkoşînên jibo desthilatdariyê di qadên aborî, civakî û siyasîde bibîne û analîz bike, rewşa zimanên serdest ûbindest fêm bike û helbet ne gengaz e ku mirov jibo parastin, xurtkirin û rizgarkirina zimanên bin-dest jî rê û polîtîkayên rast û bikêrhatî diyar bike.

10 payîz 2008 Zend

ÇAVKANÎ

Abreo, C., (2007). Translating Shakespeare into K’iche’: ThePan-Mayan Movement and Re-Writing IndigenousParticipation in Guatemala, ILASSA27 Student Con-ference on Latin America, February 1 - 3, 2007,University of Texas at Austin, pp 1-29.

Altbach P. G., (1991). Üçüncü Dünya İçinde Bilginin Dağı-tımı: Yeni-Sömürgecilik Üzerine Bir Durum Araştır-ması, ss 147-178. di nav vê de, Philip G. Altbach veGail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstanbul:İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İstanbul.

Page 9: Zimanek çima tê qedexekirin? Dagirkerî, Netewe-Dewlet û Politkayên Zimanî

Zend 11payîz 2008

Asante, M. K. (1988). Afrocentricity. Trenton, NJ: AfricanWorld Press.

Barton, D., (1994). Globalisation and diversification: twoopposing influences on local literacies, Languageand Education 8 (1–2), 3–7.

Botwe-Asamoah, K., (2001). AFRICAN LITERATURE IN EU-ROPEAN LANGUAGES Implications for the LivingLiterature, JOURNAL OF BLACK STUDIES, Vol. 31No. 6, July 2001 746-763.

Fanon, F., (1988). Siyah Deri Beyaz Maske. [Çeviri, Koy-tak, Cahit]. İstanbul: Seçkin Yayıncılık.

Jansen, K., (1991). Amerikalı Yerlilerin Eğitim Yoluyla Asi-milasyonu, ss. 87-120. di nav vê de, Philip G. Alt-bach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim,İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İs-tanbul.

Kamwangamalu, N., (1997). The Colonial Legacy and Lan-guage Planning in Sub-Saharan Africa: The Caseof Zaire, Applied Linguistics, Vol 18,No, pp. 69-85

Kopf, D., (1991).Oryantalizm ve Hindistan’ın Okumuş ElitSınıfı, ss. 35-59. di nav vê de, Philip G. Altbach veGail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim, İstan-bul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, Stenbol.

London, N. A., (2003). Entrenching the English languagein a British Colony: curriculum policy and practicein Trinidad and Tobago, International Journal ofEducational Development, 23, pp. 97-112.

Mazrui, A., (1991). Çok Uluslu Bir Şirket Olarak Afrika Üni-versiteleri, ss. 61-86. di nav vê de, Philip G. Alt-bach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim,İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İs-tanbul.

Mazrui, A., (1993). Language and the quest for liberationin Africa: The legacy of Frantz Fanon. Third WorldQuarterly, Jun93, Vol. 14 Issue 2, pp. 351-363.

Mfum-Mensah, O., (2005). The impact of colonial andpostcolonial Ghanaian language policies on ver-nacular use in schools in two northern Ghanaiancommunities, Comparative Education, Vol. 41,No. 1, pp. 71–85

Michelman, F., (1995). French and British colonial lan-

guage policies: A comparative view of their impact

on African Literature, Research in African Literatu-

res, Winter 95, Val. 26 Issue 4, pp. 216-225.

Mir, F., (2006). Imperial policy, provincial practices: Colo-

nial language policy in nineteenth-century India,

Indian Economic Social History Review, 43, pp.

395-427.

Mohammed Yeddi, A. R. & Dhubai, A., (2001) Language

Polîcy în Sudan, RELC Journal, 32, 125, pp. 125-

130.

Pugh, R., (1994). Language Policy and Social Work, Social

Work, Vol. 39, Num. 4 pp. 432-437

Sartre, J. P., (2005). 1961 Tarihli Baskıya Önsöz, içinde

[Fanon, Frantz (2005). Yeryüzünün Lanetlileri (Çe-

viren; Şen Süer)], Versüs Yayınları: İstanbul.

Shorish, M. M., (1991). Sovyetler Birliğindeki Etnik Azın-

lıkların Eğitimi, ss. 9-34. di nav vê de, Philip G. Alt-

bach ve Gail P. Kelly (Eds). Sömürgecilik ve Eğitim,

İstanbul: İnsan Yayınları, sayı 6, ss. 118-124, İs-

tanbul.

Time Magazine, (1997). Speaking in Tongues. 7 July 1997,

pp. 52–58.

Vickers, E. & Sweeting A., (2005). On colonizing ‘colo-

nialism’: the discourses of the history of English in

Hong Kong, World Englishes, Vol. 24, No. 2, pp.

113–130.

Watson, K., (2007). Language, education and ethnicity:

Whose rights will prevail in an age of globaliza-

tion?, International Journal of Educational Deve-

lopment, 27, ss. 252-265.

Wolf, H. G., (2008). British and French language and edu-

cational policies in the Mandate and Trusteeship

Territories, Language Sciences 30, ss.

553–574.

(Çavkaniya wêne; http://www.yorum-online.de/yorum-

online/2003/3_yorum_mart/soemuru.htm)