ziman û xaknîgariya kurdistanê cegerxwîn pireke navgîne di ... · yekîtiya giştî a...

24
Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS) bi dilekî xemgîn nûçeya koça dawî a nivîskar û rojnamevanê kurd Siyamend Ibrahîm bihîst. Dilê S.Ibrahîm di nexweşxaneyekê bajarê Koln/Elmaniya roja 15.12.2018 hate rawestandin, piştî jiyaneke dûv-dirêj ku di ber çand û toreya kurdî de qedandiye Heval û dost S. Ibrahîm di vê dema dawî de, xwest daxwaza xweyî dawî bo (YNRKS) re bêje, piştî ku nexweşiyê lê zêde kir, û vê dawiyê kete warê bê hişiyê de,.. an wî li bajarê Kolnê li kêleka Ebdulîlah Paş de veşêrin, an çendekê wî bibin welat. ( Dûmahî R.2 ) Mizgîn Hesko Nadiya Murad yek ji nêrgizên ku di nav endekoya dehl û zeviyên gundê Koço di sala 1993- an de bişkivî bibû. Nadiya.., piştî ferman heftê û didiwan hatibû jiyanê da go bijî, lê hîna ew di temenê xwe yê pir biçûk de li rasta dijwartirîn ferman tê, fermana ji holê rakirina ola êzdiyan.., fermana kuştina bavan û binaxkirina dayikan, fermana birina zarokan û firotina wan, fermana destdirêjiya seksî û pûçkirina hestên mirovanî li ber çavên cîhanê, qaşo cîhana me mirovan bigiştî. ( Dûmahî R.2) jimar: ' 76' Çirîya paşî 2018 Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe ….. Sernivîser: Ebdilbaqî Huseynî Derhê ner: Xorşîd Şûzî Cegerxwîn pireke navgîne di navbera kevneşopîya kilasîk û nûjenîya serdama xwe de ! Deham Ebdulfetah Di vê gotarê de derfet li ber min nîne, ku ez karibim destê xwe dirêjî jînenîgarîya Cigerxwîn bikim û rewşa jiyana zaroktîya wî ya perîşan tevbidim. Tenê dixwazim wan jîngehên ku kulîlkên helbestvanîya wî di xaka wan de vedibûn binasim û wan bidim nasîn, nemaze qonaxa wê jîngeha xwendina feqetîyê ku li hicreyan (medreseyan) qedandîye. Cegerxwîn li gelek hicre û li ber destên gelek meleyan xwendîye. Lê rawstgeha wî ya herî dawî Amûdê bû. Di xaka Amûdê ya dilovan de tovên xewn û hêvîyên xwe çandin. Di hicreya wê de û di bin çavdêrîya Mela ‘Ubêdullahê Hêzanî (Seyda) de bayê gorankarîyê lê rabû, pênasîya kesayetîya wî serûbinî hev kir, ew ji pênasîya feqe Şêxmûsê Sofî Hesen veguhezt asoyên dengvedana Cegerxwînê helbestvan. Seyda Mela ‘Ubêdullah zanyarekî bawermend bû, xwedî hizir û ramanên azad û serbixwe bû û ji zanist û zanyarîyên xwe piştrast bû. Ji bilî van jî hayê wî ji şert û mercên helbestvanîyê baş hebû. Seyda bi van sinc û reftaran xwendekarên xwe perwerde dikirin, ew ji bo paşerojeke xweştir û geştir amade dikirin. Rojekê Cegerxwîn bi tena xwe li hicrê. li ser çogan bi ser defterekê de qilûs kirbû Seyda bi gopalê xwe pişta wî niqurçand û got: - Tu çi dikî, guhbel ?! Cegerxwîn serê xwe rakir, rabû ser pêyan û got: - Ez şîrê (helbestê) dinivîsim Seyda: ( Dûmahî R. 4) Ziman û xaknîgariya Kurdistanê bûneweriya gelê Kurd di yek rêziyê de gewde dikin Mihemedê Seyid Husên Puxtebêjeya min sebaretî mjara zimanê gelê Kurd. tenha bi pirsekê bi dawî dikim, gelo zimanê kurdî ji kîjan raznihêniyên aloz û tengezariyên kîjan dîrokê afiriye, ango ji şirûsa kîjan pêxemberî, li pesarên kîjan çiyarêzên helmût pêşgavên payedariyê dane û hevdengî zimanên cîhanî bû ye. Herweku zimanê kurdî mîna hemerengiya zimanên gelên gerdûnî, hewcedarî hemî alav û rêawayên helperîna hişyariyê ye, ta ku reftarî asteya hemî zimanên pêşketî û şaredarî di cîhanê de bibe, lê herî di heman bafîkê de pêdiviyeke giring û balkêş pê he ye, ku zimanzan li peyva Kurdistan û xaknîgariya wê, li gel pêvedariya zimanê dîrokî pê re bi stûbariyeke balkêş lê vekolin. Çaxê ku zimanê kurdî ji çerxê 7 an yê berya zayînê ve, hatiye û tanî roja îro li ser nexşeya Kurdistanê zindî û zindar ma ye, bi taybetî ku peyva Kurdistan û zimanê kurdî herdû bi hûrbînî û têrutesel wateya yekîtiya şênewarên wê û nasnameya netewî rave dikin, dubare dibêjim ziman û xaknîgariya niştemanî ji heman dîroka dêrîn, tanî bi roja îro bi zelalî bûneweriya gelê Kurd gewde dikin. Bi wateya ku pêmijûliya terxan-nasên zimanê kurdî ji ezmûneya zimanên cîhanî, nemaze ku li zimanê xwe bi hemî rêawayên destkeftî û derfetn peyda bibine pale, tenha ku di zûtirîn dem de kombendên ziman peyda bikin, da ku hemî sedem û arîşeyên kevnedemên dîroka paşdemayînê li pêşiya xwe bikesixînin, ku zimanê xwe reftarî zimanên şaristanî li cîhanê bikin. Herwisa ku li dîroka civaka navnetewî vegerin, bê çawa û ji kengî ve gelê Firansî di rêya kombendên ziman de, ji sala 1734 an ve zimanê şaredarî pêşesaztir bi karanîne, wisa jî kombenda Elmanî ji sala 1617 an ve zimanê rewanbêje û şaristanî çaksaztir bikar aniye, mixabin va ye îro gelê Kurd li deriyê çerxê 21 dixîne, lê mixabin hêj zimanê gelê Kurd meşa Kwêsî li nav xaçerêyên asîkelem, û stirîdirkên nehêlan, qedexe û arîşeyan dike. Herwiha pirs careke din dipengize holê: gelo çi ji zimanzanê Kurd li vê serdema hestiyar tête xweztin, ta ku bi erksezayên zimanê xwe rabe, gelo dê bi çi rêawayan berevaniya zimanê xwe bike, ango çi pêdivî pê heye ku bizûtî pê rabe û heman stûbariyê bidestve bîne, di baweriya min de herweku ji ezmûneya xwe ya tekakesane têgihame, gereke van xalên jêrnivîsî cîbecî bikin. ( Dûmahî R. 3)

Upload: trannga

Post on 10-Apr-2019

228 views

Category:

Documents


1 download

TRANSCRIPT

Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên

Kurd li Sûriyê (YNRKS) bi dilekî xemgîn

nûçeya koça dawî a nivîskar û

rojnamevanê kurd Siyamend Ibrahîm

bihîs t. Dilê S.Ibrahîm di nexweşxaneyekê

bajarê Koln/Elmaniya roja 15.12.2018 hate

rawestandin, piştî ji yaneke dûv-di rêj ku di

ber çand û toreya kurdî de qedandiye Heval

û dost S. Ibrahîm di vê dema dawî de, xwest

daxwaza xweyî dawî bo (YNRKS) re bêje, piştî

ku nexweşiyê lê zêde kir, û vê dawiyê kete warê bê hişiyê de,.. an wî li bajarê Kolnê li kêleka

Ebdulîlah Paş de veşêrin, an çendekê wî bibin welat. (Dûmahî R.2)

Mizgîn Hesko Nadiya Murad yek ji nêrgizên ku di nav endekoya dehl û zeviyên gundê Koço di sala 1993- an de bişkivî bibû. Nadiya .., piştî ferman heftê û didiwan hatibû jiyanê da go bijî, lê hîna ew di temenê xwe yê pi r biçûk de li ras ta dijwarti rîn ferman tê, fermana ji holê raki rina ola êzdiyan.., fermana kuştina bavan û binaxki rina dayikan, fermana bi rina zarokan û fi rotina wan, fermana destdi rêjiya seksî û pûçki rina hestên mirovanî li ber çavên cîhanê, qaşo cîhana me mirovan bigiştî. (Dûmahî R.2)

jimar: '76'

Çirîya paşî

2018

Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe …..

Sernivîser: Ebdilbaqî

Huseynî

Derhêner: Xorşîd Şûzî

Cegerxwîn pireke navgîne di

navbera kevneşopîya kilasîk

û nûjenîya serdama xwe de ! Deham Ebdulfetah Di vê gotarê de derfet li ber min nîne, ku ez karibim destê xwe di rêjî jînenîgarîya Cigerxwîn bikim û rewşa jiyana zaroktîya wî ya perîşan tevbidim. Tenê dixwazim wan jîngehên ku kulîlkên helbestvanîya wî di xaka wan de vedibûn binasim û wan bidim nasîn, nemaze qonaxa wê jîngeha xwendina feqetîyê ku li hicreyan (medreseyan) qedandîye. Cegerxwîn li gelek hicre û li ber destên gelek meleyan xwendîye. Lê rawstgeha wî ya herî dawî Amûdê bû. Di xaka Amûdê ya dilovan de tovên xewn û hêvîyên xwe çandin. Di hicreya wê de û di bin çavdêrîya Mela ‘Ubêdullahê Hêzanî (Seyda) de bayê gorankarîyê lê rabû, pênasîya kesayetîya wî serûbinî hev ki r, ew ji pênasîya feqe Şêxmûsê Sofî Hesen veguhezt asoyên dengvedana Cegerxwînê helbestvan. Seyda Mela ‘Ubêdullah zanyarekî bawermend bû, xwedî hizi r û ramanên azad û serbixwe bû û ji zanis t û zanyarîyên xwe piştrast bû. Ji bilî van jî hayê wî ji şert û mercên helbestvanîyê baş hebû. Seyda bi van sinc û reftaran xwendekarên xwe perwerde diki rin, ew ji bo paşerojeke xweşti r û geşti r amade diki rin. Rojekê Cegerxwîn bi tena xwe li hicrê. li ser çogan bi ser defterekê de qilûs ki rbû Seyda bi gopalê xwe pişta wî niqurçand û got: - Tu çi dikî, guhbel ?! Cegerxwîn serê xwe raki r, rabû ser pêyan û got: - Ez şîrê (helbestê) dinivîsim Seyda: (Dûmahî R. 4)

Ziman û xaknîgariya Kurdistanê bûneweriya gelê Kurd di yek rêziyê de gewde dikin

Mihemedê Seyid Husên Puxtebêjeya min sebaretî mjara zimanê gelê Kurd. tenha bi pi rsekê bi dawî dikim, gelo zimanê kurdî ji kîjan raznihêniyên aloz û tengezariyên kîjan dîrokê afiriye, ango ji şi rûsa kîjan pêxemberî, li pesarên kîjan çiyarêzên helmût pêşgavên payedariyê dane û hevdengî zimanên cîhanî bû ye.

Herweku zimanê kurdî mîna hemerengiya zimanên gelên gerdûnî, hewcedarî hemî alav û rêawayên helperîna hişyariyê ye, ta ku reftarî as teya hemî zimanên pêşketî û şaredarî di cîhanê de bibe, lê herî di heman bafîkê de pêdiviyeke gi ring û balkêş pê he ye, ku zimanzan li peyva Kurdis tan û xaknîgariya wê, li gel pêvedariya zimanê dîrokî pê re bi stûbariyeke balkêş lê vekolin.

Çaxê ku zimanê kurdî ji çerxê 7 an yê berya zayînê ve, hatiye û tanî roja îro li ser nexşeya Kurdis tanê zindî û zindar ma ye, bi taybetî ku peyva Kurdistan û zimanê kurdî herdû bi hûrbînî û têrutesel wateya yekîtiya şênewarên wê û nasnameya netewî rave dikin, dubare dibêjim ziman û xaknîgariya niştemanî ji heman dîroka dêrîn, tanî bi roja îro bi zelalî bûneweriya gelê Kurd gewde dikin.

Bi wateya ku pêmijûliya terxan-nasên zimanê kurdî ji ezmûneya zimanên cîhanî, nemaze ku li zimanê xwe bi hemî rêawayên destkeftî û derfetn peyda bibine pale, tenha ku di zûti rîn dem de kombendên ziman peyda bikin, da ku hemî sedem û arîşeyên kevnedemên dîroka paşdemayînê li pêşiya xwe bikesixînin, ku zimanê xwe reftarî zimanên şaristanî li cîhanê bikin.

Herwisa ku li dîroka civaka navnetewî vegerin, bê çawa û ji kengî ve gelê Fi rans î di rêya kombendên ziman de, ji sala 1734 an ve zimanê şaredarî pêşesazti r bi karanîne, wisa jî kombenda Elmanî ji sala 1617 an ve zimanê rewanbêje û şaristanî çaksazti r bikar aniye, mixabin va ye îro gelê Kurd li deriyê çerxê 21 dixîne, lê mixabin hêj zimanê gelê Kurd meşa Kwêsî li nav xaçerêyên as îkelem, û s ti rîdi rkên nehêlan, qedexe û arîşeyan dike.

Herwiha pi rs careke din dipengize holê: gelo çi ji zimanzanê Kurd li vê serdema hestiyar tête xweztin, ta ku bi erksezayên zimanê xwe rabe, gelo dê bi çi rêawayan berevaniya zimanê xwe bike, ango çi pêdivî pê heye ku bizûtî pê rabe û heman s tûbariyê bidestve bîne, di baweriya min de herweku ji ezmûneya xwe ya tekakesane têgihame, gereke van xalên jêrnivîsî cîbecî bikin. (Dûmahî R. 3)

hejimar "76" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

2

himêzên germ û sîngên fereh heye û ez bixwe weko jin çavên wan xortên zîrek û wêrek maç dikim, ku Nadiya û pi r ji hemtemenên wê şikestî û bitenê li jêr nehêlan. Herweha pi r Nadiya rexne dikin û hişkere dibêjin, ku Nadiya gereke gotina xwe di dema wergi rtina xelata Nobilê bi kurdî bixwenda. Ne bawerim, ku Nadiya bi mebest ev yek peji randiye (bi zarê kurdî nexwîne), ango Kurdî zar û zimanê pi raniya kurdên misilman. Hêjayî gotinê ye û li gorî ola êzdiyan ev zimanê ku îro em pê dixwînin û dinvîsin, dan û s tandinê pê dikin û hwd, li gorî wan ev ziman zimanhalê Êzdan e, û herdû pi rtûkên ola êzdiyan «Mishefa Reş» û «Celwa» pê hatine nivîsîn, û her nimêj şêx û mirîdên êzdî berê xwe didin rojê û bi kurdî lavi j û nimêj dikin. Naxwe û li vi r Nadiya ku bi mebest ev yek ki ribe, berî her kesî hestên kurdên êzdî dileri zîne. Diyare ku Nadiya nikare ji rûpelan bi kurdî bixwîne. Ji lewra ewê bi zarekî erebî şikestî gotina xwe ji rûpelan xwend û bi awayekî pi r balkêş ewê dikarî bû bibe qêrîna wan jinên Şengalê yên têkçûyî. Di her hevokekê de ewê tekeziya dadweriyê û wekheviyê diki r û doza pêkanîna paşerojeke ronak ji bo ni fşên hatî, doza jiyaneke bê şer û nakokî li cîhanê dikir. Tekez ji ber ku zarok û jin her erdûyên şer û cenga ne. Belê li vi r ne zarê gotinê, lê pêdivî bi naverokê hebû, Nadiya me dikarî bû bi erebiya xwe a pi r şikestî şikestinên mirovaniyê li be dergehên Şengalê bîne zimên. Min jî dixwest ku ew bi kurdî bi'axi fe..., lê û li gorî hin jêderan û da ku ew bi Kurdî bixwîne pêdivî bi zêdeyî 60 wergevanên kurd hebû, gelo li wir ew derfet hebû.., ez bixwe jî nikarim vê yekê bibersivînin... kurd hîn ne dewlet in... û ne jî me kurdan zimanekî yekgirtî û s tandart heye. Çi gunehê Nadiya yê ye, ku ew nikaribe bi kurdî bixwîne û binvîse. Kî li wir gunehkar û berpirsyare?. Pi raniya serok û rêberên kurdan nikarin yek gotarê bi kurdî binvîsin, ne jî me dam û dezgeh hene, mebesta min dam û dezgehên fermî û profisyonêl. Pi r balkêş bû, ku ewê dixwest nameyeke aştiyane bighîne cîhanê û diyar bû, ku ev name bi zanebûn hatibû nivîsîn, dibe ku bi alîkariya hin şêwirmendan be jî mîna xanima hêja û parêzer Amal Clooney. Di dawiya nameya xwe de, wê herweha spasiya herêma Kurdistanê jî ki r, min bixwe hez dikir ku ew bêhti r balê bîne ser fedakariya pêşmergeyan, ku ta vê gavê û di şerê li di j hêzên tariyê û talanê xweragir mane û qurbanî dane û hîn jî didin. Bê guman û li gorî şopandina min, ev bûye demeke di rêj û pi r hêz û kes hene û ji wan jî pi r ji kesayetiyên kurdên êzdî ku dixwazin êzdiyan ji kurdîniya wan bişon in, dixwazin wan hest û nestên netewî li ba wan zuha bikin. Êzî kurdên herî resen in, zimanê wan xuro kurdî ye, i rf û adetên wan, dan û s tandin, xwarin û vexwarin, moral û sincên wan bi tenê kurdî ne, bidûrxis tina wan ji canê Kurd û Kurdis tanê bi tenê xizmeta di jminê Kurdan dike. Belê êzdî xwedan oleke cuda ne, lê ola wan ciyê rêz û hurmetê ye, ola wan oleke pîroz e, oleke di xi zmeta mirov û têkiliyên mirovanî de ye.., lê nabe ku em bibêjin ku êzdî kêmneteweke cuda ne, ne kurd in. Çawa îro em ji wan dixwazin ku ew bêhti r li xwe haye û têghiştî bin, weha jî ji me tête xwestin ku em jî

Dûmahiya

Dûmahiya

Siyamend Ibrahîm di 12.03.1953 de ji dayika xwe bûye,

ewî di 1993 de kovara ASO digel du hevalên xwe; Selam

Darî û Hefîz Ebdulrehman de damezrandin û bû

sernivîserê wê. Gelek hejmar jê belavkirin. Pişt re

pirtûkxaneyeke kurdî li bajarê Qamişlo vekir, û pirtûkek

diyalokî ligel Şivan Perwer e çapkir. Ew xwedanê

Elfebaya kurdî bû ku di salên notî de çapkiribû. Herwiha

ew bû alîkar bo çapkirina gelek berhemên kurdî ên

nivîskaran.

Di van salên dawî de du caran kete binçavên sîxurên

rêjîmê û ji alîyê wan ve hate girtin. Cara dawî sala

2011an bû, ku ji ber gotarên xwe ên bi ceger li dijî rêjîmê

nivîsandibûn hate girtin.

Herwiha ewî xebata siyasî jî wekû çalakvan xebat kir, û li

piraniya xwepêşandanên li dijî rêjîmê derdiket, û karên

wanî kirêt qeydikir û wêneyên wan digirt. Pişt re rêjîm

da dû wî, ew jî mecbûr bû ku ji welat koçbike.

S.Ibrahîm yek ji ên pêşî bû ku saziya „Keskayî“ bi rê ve

dibir, û ji ber rewşa wî aborî a tenek ewî dest ji vê saziyê

berda.

Biçûna S.Ibrahîm ji meydana çanda kurdî, steyrikek ji

esmanê toreya kurdî hate weşandin.

YNRKS sersaxiyê ji malbata heval Siyamend re dixwaze,

ev hevalê ku endamê saziya mebû ji mêj ve, û li kongerê

2016an li bajarê Essen/ Elmaniya jî amedebû.

Banga me di YNRKS de bo hemî hezkirên ziman û çanda

kurdî, ku li berhemên Siyamend ên belavkirî di malperan

û rojnameyan de, çi bi kurdî çi bi erebî, bidin ser hev û

biparêzin, da rojêkê çapbibin.

Li dawî sersaxî ji malbata û dostên wî re û sermedî bo

canê wî.

Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li

Sûriyê

15.12.2018

Fermana ku em rast in û yên din.., olên din tev şaş in, tev gawir û milhid in. Fermana ku di bin sîwana Xwedawendê pak û dilovan de, tawanên mezin dihat û hîn tên ki rin. Fermana herikandina xwînê, vexwarina xwînê û serjêki rinê. Fermana zuhakirina kehnî, damar û qurmên gul û beybûnan. Fermana ku bi navê Yezdan her tiştên ne pak tên pakkirin û helal ki rin û weha ziyanên bê şîrove tên ki rin û hwd... Xewnên Nadiya .., sade û zelal bûn, ji xewnên wê bi destxis tina lîseyê û veki rina ciyê makiyac û ciwankariyê, da ku mirovan pi r ciwan bike û da ku debara xwe a jiyanê ji wir qezenc bike.. Belê û tevî ku Nadiya li ber bîranînên fermanan mezin bibû, lê wê qet bîra Nobelê nedibi r, bîra şer û wêranê nedibi r. Wê kuştina mirov ji bi rayê mirov re bawer nediki r. Nadiya hîna di 19 - saliya xwe de, tê hejmartin ji 6500 zaro û jinên kurdên êzdiyên Şengalê ku bibûn qurbaniyên êrîşên hêzên tariyê. Ew zaro û jinên bê guneh ku di bazarên welatên erban de mîna dem û dewranan dihatin ki rîn û fi rotin, da ku paşê xizmeta mal û mêrên biyan bikin. Nadiya piştî ku dayika wê û şeş jı bi rayên wê li ser destên rûreşan tên kuştin.. Piştî pir as teng û destdi rêjiyên cuda, cuda.. bi alîkariya malbetekê di reve, tê Duhokê û ji wir ber bi Elmaniya yê ve tê. Nadiya piştî ku li xwe haye dibe, bi ryarê dide ku bê şerm, û bi wêrekî û pi r cesaret derkeve nav xelkê û cîhanê û çîroka xwe a xemgîn vebêje, û bibe nemûneyeke baş ji keçên êzdî re, ên ku li ras ta destdi rêjiyan hatibûn. Belê ev demeke ku ew li ras ta pi r rexneyan tê, eger em li wateya rexne di pi raniya ferhengên kurdî de vegerin , em ê bibînin ew û herî ras t bi wateya derz, qelş û kêmasiyê tê. Ev yek ku em bizanibin ku pi raniya nivîsên me kurdan û derbarê Nadiya yê de dûrî ni rxandina karê wê bûn, li pir ciyan tûj û di jwar rexne lê dihatin gi rtin. Rexne û di warê edebiyat û wêjeyê de tişteke û di derbarê kesan de tiştekî din e. Ev ku em bizanibin hin kesên ku em wan dixwazin rexne bikin îro û ji ber pi r sedem, êş û derzan mane mîna pela tûtinê pi r nazik û hestiyar.., mebesta min û veki rî tînim zimên.. jineke ku li rasta destdi rêjiya sêksê hatibe. Lê li vi r berî ku ji we, ji xwe dipi rsim: Gelo kîjan derza giyanê Nadiya yê em dixwazin bînin zimên...? Aya kîjan qelşa di jwar û ya di kîjan kêlekê de, em dixwazin wê nîgar bikin...? Bê guman kîjan kêmasiyên zarekî dagi rtî êş û ferman, zarekî şikestî di devekî şikestî de, di laşekî şikestî de, di hest, nest, bîranîn û giyaneke şikestî de em dixwazin, û li vi r veki rî û hişkere dubare , sêbare, hezarbare, melyon bare li ser bi'axi fin...? Dema ku Nadiya mêr ki r, şû ki r (zewicî) da ku dest bi hinek rengê jiyanê dike, pi raniya me ev yek nepeji randin. Ji Nadiy yê dihat xwestin, ku ew qet mêr neke û bimîne namzed û balyoza jinên êzdî yên xemcivîn û li pey doza xwe û wan bimîne. Gelo ew rêzdarên ku di nav nivînên germ û hevrîşimî de, di pişt xanimên xwe de bi çi mafî doza vê yekê ji Nadiyayê dikin..., bi dîtina min a herî ras t ji xwe ew bû..., zewac û hevjiyan. Di vê dema deyûz de û piştî çendîn êş.., ma dê wegirtina kîjan xelatê dilekî şikestî û ji hevçûyî derman bike. Belê pêdiviya van jinan bi mêrên têghişî heye, bi

hoşiyar û têghiştî bin..., wan himêzî xwe û canê kurdîniyê bikin. Can û cesedê Kurdis tanê dagirtî bi rîn in, pêdiviya bi rînan bi derman û merheman heye. Têghiştin û guhdariya kurdan ji hevdû re başti rîn merhem û dermane. Ez bixwe wê yekê qet napeji rînim, ango êzdî ne kurd in. Alaya Kurdistanê roja zer himêz dike, her nimêja rojhilat û rojavayê, mirîd û oldarên êzdî berê xwe didin rojê!, didin ronahiyê , jorê xêr û bêrê. Lê dawî jî her mirovek serbest e û ta bi wî oldarê ku berê xwe dide latekî yan darekê û Xwdawendê xwe tê de dibîne ji bo min ew kes ciyê rêz û hurmetê ye. Lat û dar ji a frêneriya Xwedan in. Xwedan ev raza mezin ku hîna jî hişê mirovan nikare wî û hebûna wî şîrove bike. Bi herhalî û ji dil û can ez bixwe pîrozbahiya Nadiyayê dikim û jiyaneke xweş û reht jê re dixwazim. Û weke nivîskareke kurd û jin dibêjim: Nadiya dikare bibe namzeda jinên êzdî û ta radeyeke pi r baş ew dikare doza jinan yan aştiya ne, xwestekên wan yên mirova ne bighîne cîhanê.

hejimar "76" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

3

Dûmahiya

Ziman û xaknîgariya Kurdistanê Bi ser ve jî nemaze ku mi jara ziman bi şêweyekî tevare pêvedarî mafrewaya bûneweriya gelê Kurde, mîna hemî gelên ku jana dagîrkerên diktator kişandine, herweku dîrokê dîdevaniya xwe bo sitemî, bê dadî û hevgariyên kesanedî di biwara gelê Kurd de bi bîner û çavkanî pelge ki riye, lewma pir giringe ku terxan-nasên zimanê kurdî bi dilbarî li van xalên jêrnivîsî vekolin. Herweku piştî ku xwendina xwe bo pêşerojê sebaretî yêkrêziya gelê Kurd, yeksere ewe ku ji perensîpa xaka Krdistan cîwarê xoşewîst ya comerd û pîtdan, hevbeşî zimanê şêrîn, resen û dîrokdêrîn, li gel zi rt û fi şarî, geflêxwarin û si temkariya dagîrkerên noker, naçar dê yek rêziya tevgera siyasî ya ri zgarîxwaz di zûti rîn dem de dabîn bike, nemaze ku van xalan cîbecî bikin. 1- gereke zimanzanên terxemî zimanê xwe ji hemî zexeliyên biyanî biparêzin, bi şêweyê ku hemwarî hemî pêdiviyên jiyana hemdemî bibî. 2- yekîtiya şêwezariya zimanê herçar perçeyên Kurdistanê di ferhengeke dîrokî û hemdemî de bi dest ve bînin. 3- yekîtiya ziman di nîvisandin û dahînanê de bi tîpên Elfebêta latînî bête bikaranîn, ji baweriya ku li pêşerojê bo Kurdis tana azad û serbixwe, zimanekî rewanbêje û rêwefermî, zimanê ragihandin û rojnamegeriyê, Dibis tan û zankoyê ligel hemî saziyên dewletê bi dest ve bînin. 4- ferhengeke yakpare li ser bergeya nexşeya Kurdistanê bi giştî ji hemî şêwezarên zimanê kurdî bête peyda ki rin. 5- çaxê ku gereke sebaretê şêwezariya zimanê kurdî, gereke vexwendin, şîrove û lêkolînên zanis tî pêşinyar bibin. 6- gereke zimanê kurdî pêşgavên çespedar ber ve pêşerojê de bavêje, nemaze ku bi saya zimanzan, axêver, ronakbîr û nivîs rên xwe hemî zagon, têrm, naznav û afrîderên nûder bi zimanê xwe yê rewanbêje bikar bînin. 7- gereke zimazanên terxemî hewlên mezin bidin, ku zimanê kurdî ji hemî zexeliya biyanê paqij bikin. 8- eger ku hewcedarî pê hebe gereke lêkol îneke zanînfi reh û hûrbînî li Elfebêta kurdî, rêzimanî û rastnivîsiya wî jî çêbibe. 9- gereke bi saya bizava nivîskar, zimanzan û ronakbêrên zimanê kurdî, zimanê kurdî şêbe ku rêbiwarî zimanên cîhanî yê hemdemî, di hemî dabaş û babetên zanistî û afi randina zanis tî yên civakî, aborî, dîrokî, siyas î, werzişî û hunerî de bibe, her şêti rbe jî ku bo hemî têrm û zagonên hemdemî nemaze ku ferhengên nûhatî bo xwêner peyda bikin. Bê guman hemî rewşenbîrên ku bizavên tekakesane, bo pêmi jûlî û berevaniya zimanê kurdî di pelgenameyên nîvisandinê de dikin, tiştekî gi ranbuha, gewre pi rhi ja û mêwedare, lê herê bizavên kombendî pêwîsti r, pi r-encam û mêwedartir têne ni rxandin, bi taybetî li serdema ku tiknolojiya pêşketî sîwana xwe vegirtiye ser hemî dabaşên jiyanê, herwa jî cîhanî bi giştî li gel têveliya hemerengiya zimanên xwe dibin heman sîwana gilopal îzmê de di jîn.

Kirasê hêmî nayê pînekirin Dêmekî ne texmîne lêbelê nerîn rast û di ruste, nemaze ku karê siyas î, ramanî û pendegojî, zimanekî rewanbêje, dewlemend û tewanxweş ji gotarbêj û nivîseran dixwaze, herwiha dema ku zimanzanê êşnas reşnivîseke destaneyî werdigerînin zimanê rewanbêje, li gel bizavên tekakesane raz û veşartokên peyva ziman zelalti r bi zimanê ferhengî, ango rêwefermî şîrove dikin, pendê di pêwîsteriya ziman de destnîşan dikin. Têgeha navbera ramanên siyasî, wêjeyî û pendegojî ji hev cuda dikin, bê rawestan û vewestan bi giyanekî tekoşerî xweragirî jîngeya qedexe, zindan û azi rdanê diki rin, kêferata kargoriyan li dûv peyva wenda ji dûv talanan vegerandine, hinga bersiva gelekan jî ew bû, ku zimanê kurdî gotara felsefî, ramanî, siyasî û pendegojî têr nake, û li zeviyên kaleşûv yên beyar û beybaneyên siyasetê zexeliya biyanî û paşaxa peyva destelatdar dikirin, bi ras tî rewş û pergaleke wa pi r tometbar û riswa ye. Lewra ez jî naçar pêşinyarekê sebaretî pêwîsteriya rola ziman pêşkêşî xwênerê xoşewîst dikim, nemaze saziyên ku li vê serdemê berevaniya zimanê gelê Kurd dikin, dêmeku me li pêş emaje pê da ye, bi taybetî sebaretî şêwezariya zimanê kurdî, ku hem saziyên rewşenbîrî, yekîtiya nivîskarên herçar pînên Kurdistanê, hemî çarçuveyên siyasî û ronakbîrî, gereke bê derengîxistin kombendeke zimanzanî li Kurdis tana başûr bizûtî peyda bikin. Herweku li pêş me emaje pê ki riye, nemaze ku ziman û xaknîgariya kurdis tanê kelpêçên bineretî bo yekrêziya gelê Kurd di jiyanê de gêçi rme dikin.

Paşgaziya min di biwara koça dawî ya rewşenbîrê kurd, bihiştî Kak

Dr. Cemal Nebez de

Pirtûka nû ………

Tengezar Marînî Min gote te:

Wê serê te li dîwaran

bikeve

Li ser aniya ṣevê

Çavek heye,..

Dr. Zerdeşt Haco Birayê bi rêz kak Dr. Cemal Nebez, min,

Zerdeşt Haco, berî ku ez rû bi rû Te nas

bikim, navê Te weke kesayetiyeke kurd î

rewşenbîr bihîs ti bû. Di wê demê de,

1970 komûnizim li ser rima agi rê xwe bû

û alîgi rên vê tîrêja siyasî di biwara

tevegera ri zgariya neteweyî yî kurd de, Tu

û bîrmendiya Te ji xwe re ki ri bûne

armanc û gura agi rê xwe diavêtine Te.

Wan Tu gih weke mirovekî paşvemayî û

gih weke mirovekî netewperest

dinîşandin.

Gava min di sala 1973an de li Zanîngeha

Azad li Berlinê dest bi xwendina xwe ki r,

min Tu rû bi rû naski rî û dît, Tu çi

mirovekî payebilind î. Tu hingî li beşê

îranozanyariyê yî vê zanîngehê doçent

bûyî û Tu li wir berpirsiyarê beşê zimanê

kurdî bûyî. Min wê demê dest bi

xwendina linguis tîkê ki ri bû û li ba Te fêrî

xwendin û nivîsandina zaravê Kurmanciya

Nêwerast yê zimanê me yî kurdî bûm. Û li

dawiya xwendina min Te û Prof. Gobrecht

xebata min î doktora , beşê bi

îranozanyariyê ve gi rêdayî ni rxand. Li ser

pêşniyara Te divî bû ez careke dî li wî

beşê xebata xwe vegerim û hin deveran

di xebatê de başti r bikim. Min şeş mihên

dî li ser pêşniyarên Te xebat ki r û li dawî,

di pişkinînê de min ri zamendiya Insti tûta

Îranozanyariyê ji bo vî beşê xebata xwe ji

We wergi rt.

Di pişt re û heta sala 1993an peywen

diyên me bi hev re xurt bûn. Me çend

çalakiyên bi encam di biwara zimanê

kurdî de bi ser xis tin.

Gava ez sala 1989an li bajarê Bremenê / Elmaniya bûme doçentê zimanê kurdî û me têdikoşa, da zimanê kurdî weke

me têdikoşa, da zimanê kurdî weke

zimanê dayikê li xwendegehên Bremenê

ji bo zarokên Kurdan were peji randin, me

civanek ji şalyariya perwerdeyê ya ba jêr

s tand û min telefonî Te ki r û Tu di dema

civînê de hatî û em bi hev re çûne

şalyariyê. Di wê civînê de şalyariya ba jêr

bi ryar da , ku li du xwendegehan li

Bremenê zarokên Kurdan bi zimanê

dayikê – Kurdî bixwênin. Piştî ku em ji

şalyariyê daketin, bi rê de Te got: Kak

Zerdeşt me îro karekî mezin ki r. Bi rastî jî

gotina Te rast derket, ji ber êdî di dema

pişt re de li deverên federalên din jî li

Elmaniyayê derî vebûn û waneyên

zimanê dayikê - Kurdî li hin herêmên din

jî yên Elmaniya Federal hatin peji randin.

Kak Dr. Cemal Nebez, Di van salan de piştî ku me hev bi kesayetî jî nas ki r, min hin pi rtûkên Te xwendin û bîrmendiya Te yî rewşenbîrî jî nas ki r. Bi giştî dikarim bêjim, ku ji bo min bîr û ramanên Te yî fîlosofî û civakî li ser asta cihanê xwedî bandoreke taybetî ne. Û di biwara tevgera ri zgariya neteweyî yî kurd de wê bîr û ramên Te bingeha ri zgariya neteweya kurd bimênin. Tu diçî, bila cihê Te bihişt be! Bîr û ramanên Te hiştî naçin, ewê ji bo dadmendiyê ji mirovayetiyê re tim ronahî bin…. 09.12.2018

hejimar "76" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

4

- Tu şîrê dinivîsî ?! Ka te çi nivîs îye?

Cegerxwîn destê xwe xis t bêrîka xwe û du kaxez jê derxis tin û got:

- Seyda ev du helbest in. Yek ji wan ya Melayê Cizîrî ye û ya dî ya min e. Ka tu zanî kîjan ya Cizîrî ye û kîjan ya min e?

Seyda her du kaxez xwendin û got:

- Ev a Melayê Cizîrî ye û ya dî ya te ye!

Cegerxwîn gi rnijî û got:

- Na Seyda, ev a min e û ya dî ya Cizîrî ye!

Seyda seyr ma, li Cegerxwîn nêrî û got:

- “Lewê Sofî Hesen, wellah tu şai rî law”

Cegerxwîn di derbarê vê bîrhatinê de dibêje:

Dema ku min ev gotin ji devê Seyda bihîs t hestekî derûnî ez gi rtim, mîna ku perr û baskên min şîn hatibin, xewn û xeyalan ez hilanîm, ez li asîmanê helbestvanîya Kurdî gerandim û li rex Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran danîm. Bi kurtî Seyda bi vê gotina xwe ez ki rim “Cegerxwîn” ne kêm ne zêde !

Di pey re, çi helbesta ku Cegerxwîn dişand govara HAWARê nazenavê xwe (Cegerxwîn) bê şerm û fedî li bin wê dinivîs î.

Rojekê Celadet Bedirxan hat Amûdê, ji hin dostên xwe pi rsî: Ciwanek heye helbestan bi navê Cegerxwîn ji HAWARê re dişîne, ew kî ye ? Dixwazim wî Bibînim.

Dema Cegerxwîn amade bû, Celadet bi germî pêşwazîya wî ki r û çend gotinên erênî di derbarê helbestên wî de ki rin. Bandora van her du kesan, Seyda Mela ‘Ubêdullah û Celadet Bedirxan li helbestvanîya Cegerxwîn qet nayê jibîrkin.

Di warê ki ryarî de jî helbestvanê ku bi hest û helbestvanîya xwe Cegerxwîn dîl ki rîye, bêguman Melayê Cizîrî ye.

Bandora Cizîrî ji hêla gotin û şêwazê derbirînê ve, nemaze di helbestên evîndarî de bandoreke bês înor e. Ev bandora kûr berfi reh di her du dîwanên Cegerxwîn yên pêşîn de berçav û eşkere ye.

Cegerxwîn bixwe jî wê bandorê mandel (inkar) nake. Di hev dîtinekê de li mala Seyda Cegerxwîn, li Qamişloyê min jê pi rs î:

Gelek xwendevan te rexne dikin, dibêjin Seyda helbestên xwe di bin bandora Melayê Cizîrî de nivîsîne.

Pêjna Cizîrî ji pi ranîya helbestên wî tên, nemaze yên evînî, tu çi dibêjî ?!

Cegerxwîn maweyekê bêdeng ma, serê xwe raki r û got:

“Rast e ! Lê tu zanî ku helbestvanekî Erebî mîna Nizar Qibanî bi sedan dîwanên helbestan li ber destê wî hene, yekê dixwîne yekê datîne, bandora tevan lê dibe.

Lê dema ku helbestê dinvîse kes nikare wê bandorê di helbesta wî de biçespîne ! Lê ez rebenê Xwedê, ji bilî Cizîrî çi li ber destê min heye?

Binêre ! Eger hinekan ji te re got: Cegerxwîn bûye teyrekî baz li asîmanê helbesta Kurdî di rêse, bibêje na, tayekî zi rav bi lingê wî ve gi rêdayî ye û serê tayî di destê Melayê Cizîrî de ye, nikare xwe jê ri zgar bike! “.

Helbestên Cegerxwîn ji hêla teşe û şêwazê derbirînê ve kevneşop in, pêjna Melayê Cizîrî ji wan tê.

Lê ji hêla mi jar û naverokê ve gelek diyardeyên civakî, wek rûdanên şêxetî, sofîtî, axatî û hin sitemkarîyên ku di komelgeha Kurdî de diqewimîn Cegerxwîn ew ji helbestên xwe re dikirin mijar û naverok.

Ev jî nûjenîyeke helbestî bû berî Cegerxwîn

helbesta Kurdî bîr pê nedibir.

Helbestên Cegerxwîn bi wan naverokên xwe yên civakî û siyasî û bi wan bêjeyên xwe yên hêsan di nav civaka Amûdê û derdora wê de belav dibûn.

Gelek kesan helbestên wî ezber diki rin û bi devikî di civatan de vedigotin, bi vê yekê helbestbêjê helbestbêjên Cegerxwîn çêbibûn. Anku, Cegerxwîn helbest di ris tin û helbestbêjên wî ew belav diki rin.

Ji wan helbestbêjan Mîrhac, Evdîyê Kurimî û Şêx Sedrîyê Huseynî li Amûdê bûn û Salihê Silo jî li Qamişloyê bû.

Di jîngeha dengvedana helbestên Cegerxwîn de dengên hin helbestvanên nû wek Tîrêj, Keleş, Bêbuhar, Mela Nûrîyê Hesarî, Ehmedê Palo û hinin dîti r bilind bûn.

Her yekî ji wan bi şêweyekî Cegerxwîn dişopand û helbestên xwe li ber bayê jîngeha wî di ristin.

Bandora Cegerxwîn ya herî kûr û berfi reh li xelkên Amûdê û derdora wê di sala 1938’ê bibû.

Di wê salê de komeleke werzişî û rewşenbîrî bi navê “Nadî Kurdistan” li Amûdê hat damezirandin.

Ew komle bi serokatîya Mihemed Elîyê Şiwêş û bi rêveberîya Cegerxwîn kar û xebata xwe diki r.

Xebata herî gi ring ya ku Cegerxwîn û hevalên xwe pêk dianîn ew xwendingeh bû, ya ku di navenda komelê de damezirndibûn.

Di wê xwendingehê de zimanê Kurdî bi elfebaya Latînî dihat xwendin.

Mamosteyên xwendingehê Cegerxwîn, Qedrî Can ,’Ezîzê Darî, Mamoste Yaqûb û hinin dîti r bûn.

Xwendekên wê jî, ji hemû pêkhatîyên Amûdê, Kurd, ‘Ereb û Xi ris tiyanan bûn. Şaxek ji «Nadî Kurdistan» li Hesekê vebû û şaxek jî bi revebirîya Osman Sebrî li Şamê hat veki rin.

Lê -Mixabin - di destpêka şerê cîhanî yê duwem (1939) de ew bidestketî hate girtin. Lê xelkên Amûdê heta nuha jî bi şanazî di bîra xwe de tînin, ku berîya (80) salan zimanê Kurdî bi rêvebirîya Cegerxwîn li bajarokê wan dihat xwendin!

Hamid Bedirxan jî, di bin bandor û fi şara Cegerxwîn de serê pênûsa xwe ji nivîs îna bi zimanê ‘Erebî, Ti rkî û Fi rans î zîvi rand berû zimanê Kurdî û helbestê xwe pê nivîsîn.

Hamid sala (1996)ê koça dawî kir û (6) dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî li pey xwe hiştin.

Di şêstîyên sedsala bîs tê de Cegerxwîn mamosteyê zimanê Kurdî (Kurmancî) li zanîngeha Bexdayê beşê Kurdî bû.

Wê hingê ferhengeke Kurdî – Kurdî û pi rtûkeke rêzimanî amade ki ribûn.

Di warê zimên de xwezyarîyên Cegerxwîn ji çarçova şêwezarê Kurmancî derbazî zimanê Kurdî yê yekbûyî bibû. Li zanîngehê Cegerxwîn û du hevkarên xwe komîtek bo amadekirina zimanekî yekbûyî ava ki r.

Komît ji van endaman pêk dihat:

1- Cegerxwîn ji ber şêwezarê Kurmancî (serok)

2- Nûrî El î Emîn ji ber şêwezarê Soranî (endam)

3- Kamil Beşîr ji ber şêwezarê Lorî (endam)

Piştî çend mehan ji kar û xebat û berhevkirina peyvên hevbeş Nûrî Elî Emîn ragihand ku rewşenbîrên Silêmanîyê vê pi rojeya zimanê yekbûyî napeji rînin. Hingê Cegerxwîn destê xwe ji pi rojê kişand.

Ji bilî helbestvanîya Cegerxwîn ya balkêş û çalakîyên wî yên di derbarê zimanê Kurdî de hizra vekol în û vejîna kêşsazîya helbesta Kurdî ya resen di serê wî de digerîya .

Cegerxwîn dît ku hemû helbestên dîwana Melayê Cizîrî li ser kêşên pêlewazên (behrên) ‘Erebî hatine ris tin.

Ligel ku wî jî hinek helbestên xwe li ser şopa Cizîrî bi awazên wan pêlewazan ris tine jî, lê xuzi rîbû, dilê wî ku awazên sitran û dîlokên Kurdî bike bingeha kêşsazîya helbestên Kurdî .

Bo vê çendê navê “Xoşxwanan” li kêşên helbestên Kurdî kir .Xoşxwan jî li gora hejmara kîtên malikan ki rine çar beş. Her beşek bi vî şêweyî daye nas în.

1- Hespê Çeleng (5) movik e 2- Hespê Laxer (6) movik e 3- Hespê Sivik (7) movik e 4- Hespê Rewan (8) movik e

Lê di warê ki ryarî de hinek helbestên wî heta bi (15) movikan jî hene.

Cegerxwîn ev pi rojeya xwe ya gi ring nebir serî . Ji ber ku nikarîbû hemû hêlên mi jarê berhev bike û wan bide ber rêzik û destûrên dengsazîya pêlik û pêlewazên pêdivî.

Diyar e ku Cegerxwîn heta di xoşxwanan de jî nikarîbû ji çarçova pergalên movik û pêlikên pêlewazên helbestên kilasîk xwe rizgar bike.

Lê ji hêla mi jar û naverokên helbestan ve Cegerxwîn gavine berfi reh avêtine. Mi jarên helbestên xwe ji bûyer û pi rsgi rêkên jiyan û jîngeha komelgeha xwe wergi rtine.

Ev jî nûjenîyeke balkêş bû, berî wî tu helbestvanî ev nûjenî neki rîye.

Bo vê diyardeyê jî em dibînin ku Cegerxwîn pi reke navgîne di navbera kevneşopîya kilasîk û nûjenîya serdema xwe de.

Dawî

Dûmahiya

Cegerxwîn pireke navgîne di navbera kevneşopîya

kilasîk û nûjenîya serdama xwe de!

hejimar "76" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

5

– Împêratorîya Med û farsan, a ku wisa jî, wek Împêratorîya hexamanîyan tê zanîn, û heya êrîşa Îskenderê Makêdonî (s . 331ê ya berî s .m.) hebûye, bi sazîya xwe ya dewletê û şêwazê rêvebirîya xwe va dûmahîya Împêratorîya Medyayê bûye; – Qurûşê II bi xwe, û gelek nûnerên binemala hexamanîyan, wek rayedarên dewletê, di nav sazîya Împêratorîya Medyayê da, li ser bingeha çanda medî gihîştine û pêk hatine; – hemberhevkirin û ni rxandinên zanis tî yên zanîyarîyên dîrokî didin xuyan, ku Zerdeşt Pêxember med bûye, ew di nava derdorê nêzîkî qesra padişê da gihîştye, lewra ku ew bi xwe ji binemala mogan (rahîban) bûye, û berî dîyarbûna zerdeştîyê di Medyayê da mîrik bi xwe jî di heman demê da mog (rahîb) bûne. Lewra jî, wek ku tê xuyan, pêwendîyên wî yên nêzîk bi malbata padişê û Kavî Vîştaspa bi xwe ra hebûne… – Zerdeşt Pêxember “Avêsta”di Medyayê da bi zimanê medî sêwirandye, li wira jî erka xwe ya pêxemberîyê pêk anîye, û li wira jî zerdeştî bûye ola dewletê; di vê derbarê da daneyeke di derbarê kevneşopîyên dîrokî da heye, ya ku dibêje, ku Medya di dewr û zemanên kevnar da di jîyana siyasî, êkonomî û çandî da xwedî cîyekî berbiçav bûye û li ser xaka wê zerdeştî bi berfi rehî belav bûye… – anegorî lêgerînên zanis tî, Zerdeşt erka xwe ya peyamdarîya ola rastîyê dema serdarîya padişahê Medîyayê pêk anye, yê ku, anegorî demnûsîya kevneşopî (kronolojî), navê xwe Ûvaxşatra (Kîaksar) bûye; b) bi derketina zanîyarîyên nû yên di derbarê hinek rastîyên dîrokî da , yên ku heya naha ji hêla zanîyaran va ji bo vê mi jarê nehatibûne bikaranîn, ji bo lêgerînên nû derfet çêbûne, û li ser bingeha wan lêgerînan ev dîtinan derketine holê: – ew, ku di “Avêstayê” da padişahê Medyayê û piştovanê Zerdeşt Pêxember wek Kavî Vîştaspa tê bîranîn, û di çavkanîyên kevnar ên ermenîyan da hem medan...

(Dûmahiyek heye)

Bi hejmartinên Rîçard Fray, Pêxember di sala 588an a (berî s.m) Kavî Vîştaspa anye ser bawerîya xwe . Lê anegorî demnûs îya dîrokî ya kevneşopî, di wê demê da Ûvaxşatra / Kîaksar (salên 625 – 585an ên berî s .m.) padşahtîya Medyayê ki rye . Çawa dibe?... Çi dertê hole? Ji hêlekê va , anegorî hejmartinên Rîçard Fray, dema Kavî Vîştaspa zerdeştî peji randye, sala 588an (a berî s .m.) bûye, lê encamên anal îzên hemberhevkirinê yên agahîyên dîrokî didin xuyan, ku Zerdeşt Pêxember di Medyayê da jîyaye û erka xwe ya pêxemberîyê pêk anye. Wisa jî dîyar e, ku Kavî Vîştaspa piştovanê Pêxember bûye, li wî xwedî derketye û di Gatên xwe da Zerdeşt wî wek “piştovanê padişahî û serok” nav dike. Di destnivîsên kevnar ên ermenîyan da hem ji medan, hem jî peyhatîyên wan – kurdan ra dibêjin peyhatîyên Vîştaspa. Ango, her ti şt di derbarê wê da dibêje, ku piştovanê padişahî yê Zerdeşt Pêxember û serokê Medyayê Kavî Vîştaspa bûye… Ev hemû heşmendî ye! Lê mirov çi bi van herdû navan bike: Vîştaspa û Ûvaxşatra/Xvaşatra / Kîaksar? Li ber çavan e, ku ev hemû dane, ji bil î navan, li hev digi rin! Wê demê ev cudahî ji ku tê? Ma, gelo, wisa dibe, ku du mirovên cuda di heman demê da padişahtîya heman welatî ki ribin?! Ev tiştekî dûrî heş û sewdayê mirov e! Dîsa pi rsa hebûna navên cuda hê jî pêdivîya xwe bi analîzeke zanis tî ya hûrbînî heye…” – Mamosta dide zanîn û lêgerînên xwe yên zanis tî didomîne, û di encamê da tê ser wê nêrînê, ku: a) her çiqas di zanista dîrokî da dîtinên dîyar ên kevneşopî di derbarê dîroka Medyayê, Împêratorîya Med û farsan û pehlewîyan da çê bûne jî, lêbelê lêgerînên zanyarîyên dîrokî yên serdemên cuda didin xuyan, ku: – piştî derbaya xayînane, ya ku ji hêla nevîyê padişahê Medîyayê, satrapê fars Qurûş (Qurûşê II) û malmezinên medî va pêk hatibûye, Împêratorîya Med û farsan derketye ser sehneya dîrokê, ya ku li ser bingeha Împêratorîya Medyayê û bi kevneşopî yên wê pêk hatye û pêş ketye;

hema li wir jî ew pêşketye û bûye ola dewletê, wek sîstêmekê. Lê piştî wê, dema di encama derbeya çekdarî da ... Împêratorîya Medyayê hate hilweşandin... dibe, lewra jî, bîrûbawerîya zerdeştîyê pêra negîhandye, wek sîs têmeke olî ya giştî, bi wateya olê ya îroyîn va , li ser bîr û rewanê hemû medan bibe serdest... Lêbelê, ji ber ku, bingeha van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê) yek e, lewra jî, zerdeştî ji bo êzdîyan ne xerîb e. Yên êzdî, wek ku kurdên dinê jî, ewê ola xwe dihejmêrin”. …Heya îro gelek pi rsên dîroka Medya Kevnar bê bers îv mane. Evê rewşê gotina rûsan a kevnar pi r baş dide zanîn: “Wisa tevl îhev e, wisa di nav nehênîyan da veşartî ye, wek dîroka medên kevnar”... Lêpovajî û çewtki rina rastîyên dîroka Medya kevnar ji demên kevnar va mane û hatine, gihîştine heya van rojên me jî. Û yek ji wan lêpovajîki rinan jî pi rsa kesayetîya padişahê Medyayê yê bêhempa û nebînayî Kavî Vîştaspa ye ... … Li vi ra mamosta Ezîz ê Cewo gav bi gav nêzîkî veresandina surên jîyana wî padişahê nebînayî dibe, yê ku di dîrokê da wek piştovanê Zerdeşt Pêxember tê zanîn. Weha, di wê derbarê da mamosta bi xwe çi dinivîse: “... Û vê gavê li pêşîya me, li ser rêya lêgerînînên me pi rsek sekinye: “Çima di demnûsî (kronol jî) û dîroknûsîya kevneşopî da navê Kavî Vîştaspa bi bîr naynin?Ma ne, di Gatên Zerdeşt Pêxember bi xwe da pesnê wî tê dayîn, di çavkanîyên ermenîyan ên kevnar û yên hê dereng da medan, padişahê Medyayê yê dawîyê – Îştûvêgû û kurdan bi navê wî didin nas în û wek nivşên wî nav dikin?! Çima? Dema êdî dabeşki rina demî ya serdema mijara lêgerînên me heye, mirov dikare bi rêya hemberhevkirin zanîyarîyên dîrokî û analîzên zanis tî pêş va here û dîyar bike, ka bi rastî mabesta wana kîjan padişah bûye? Naha êdî dîyar e, ku Zerdeşt Pêxember tevahîya jîyana xwe heya sala 550î a (berî s .m.) di Medyayê da derbaz ki rye û erka xwe ya peyamdarîya bawerîya rast pêk anye…

Ku ramanên wî mirovê mezin aktûalîtîya xwe di van rojên me da jî winda nekirine. Û, her çiqas dewr û zeman me ji serdewrana jîyan û şuxulvanîya Pêxenberê gewre cuda dikin jî, lêbelê mirov ne carekê berbirî rûpelên jînenîgarî û mîrasa wî ya ramanî û rewanî bûne û wê hîn jî berbirî wan bin, û ramanên pîroz, qinyata rewanî û hêza sazûmandar ji wir hilçinin... Peyra ew bale dikişîne ser wê yekê, ku, her çiqas, zerdeştîyê bandoreke dîyar li ser xrîstîanîyê, îslamê û bîrûbawerîyên dine hiştye, lêbelê, bi taybetmendîya xwe ya sereke va ew ji olên kevneşopî cuda dibe, û ewê cudahîyê weha ravedike: – ger di olên kevneşopî da Xwedê xweyî û padişah tê hejmartin, û bawermend jî qûlê wî ne (kole, benî, bende, evd), lê, anegorî bîrûbawerîya zerdeştîyê, Ahûra Mazda Xwedayekî bîrewar û rast, qenc û dilovan e, û mirov divê xwe li rêya wî bigire, lêbelê, ew di biryara xwe da serbest e, û xwe wek kole an xulamê Xwedê hîs nake… Mamosta Ezîz ê Cewo hevbeşbûna bingehên giştî yên zerdeştîyê û êzdîtîyê jî ravedike û bi zanistî dipeyitîne: – Wek ku di zerdeştîyê da, wisa jî di êzdîtîyê da Roj û Agir, Av û tevahîya Xwezayê pîroz in ... Di zerdeştîyê da Roj dîdara Xwedê ya li ber çavan e, “yê ku ji hemû bilindtiran bilindtrîn e” (“Yasna”, 36.6). Lê di êzdîtîyê da Roj çavkanîya jîyanê ya bêdawî ye û sembola li ber çavan a hebûna Xwedê bi xwe ye... Jîyana rojane ya êzdîyan û zerdeştîyan bi normên kevneşopî yên terbye-toreyî û exlaqî yên mîna hev tê rêvebirin, û di wê da ahengî ava dibe. Û ew jî anegorî têgeh û ferzên bingehîn ên zerdeştîyê ne: Ramana Qenc, Gotinên Qenc û Karên Qenc... Û mamosta rêzek norm û ferzan tîne, yên ku bi gotinê cuda di jîyana rojane ya civakê da dyar dibin... Û piştî vê ew di encamê da nêrênên pir balkêş tîne zimên: “ Û, eger mirov bibêje, ku ev hemû ji zerdeştîyê tên, dê ne rast be, lewra ku, zerdeştî bi xwe di Medya kevnar da, li ser bingeha wan bawerîyan pêk hatye, yên ku êdî hebûne, û hema

hejimar "76" DDDDîrok Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

1945-1958 (Dawî)

Daner: Serok Mesûd Barzanî Werger. Merwan Mistefa

6

Rêveçûna dîrokî:

Barzanî û hevalên xwe nêzî sînor man ta dawîtirîn malbat derbasî Diyana bû,piştre ewî jî sînor birî û derbasî Iraqê bû di 19.4.1947an de û ber bi Xwakork ve çû di riya Nazdarî daxî ve.

Hêzên xwe civand û ji wanre got: piştî kêlîk ne emê derbasî xaka Iraqê bibin ,emê biçne parçê bakur ji herêma Barzan,bê guman wê ferweriya Iraqî hemî hêza xwe a razber û a mirovanî wê amede bikê wisa jî wê qizinciyê ji nandozê xiniz bikê di gel hêza xwey leşkerî, biser dejî wê yarmetiyê ji ferweriya Tirka û Iranê bixwazê bo me nebedî bikê.

Lê em ta ku ji me bê dive em xwe dûrî li hevketinê bikin. çiko tu kûrbûna me a sitaticîk tuneye ku em birînadarê xwe liwir deynin anjî pêdiviyê xwe jê bînin.çekê mey heyîjî, wek hûn dizanin, ewe ku heryekê ji we rahiştiye para xwe, ev eger hemî dihêlin ku em xwe baş bigrin û şaşîtiyan nekin,ezê hewl bidim ku ragiyandinê bi ferweriya Iraqê re bikim, belkî em bighêjin çareke baş, lê gumana serkewtinê pir kême, hinganê emê bi çareke din bi ramin.

Gelî biraderan,berê min li jiyaneke nependiye, nizanim ka ezê ji birçîna bimrim yan jî ji sermayê ,yan jî bi fîşeka dijmin, mirin li gorî rewşa me nêzîktirîn gumane. lê xwedê ji hemî dijminan bihêztir û mestire.û li ser wî mi xwe sipart dijî astengan. û yê ku xwe dibînê ku dikarê van zor û astengan hilgirê bila bimin re bimînê , û yên nikarîbe bila vegerê û xwe radestbikê, ez vê dibêjim û ez gelekî ji we sipas û memnûnim.

Tu kes ji rêzê derneket.hemiyan bi dengekî jêre got ku ewê pêrebin ,wisa jî mirin pêre xweştire ji jiyana bê ewî.

Barzanî hêza xwe lêkdan dike:

Barzanî hêza xwe ser /5/girûpan belav kir ,her girûpek jî serdarek jêre danî:

1- Şêx silêman.

2- Es`ed xoşevî.

3- Mamend mesîh.

4- Mihemed emîn mîrxan. 5-Misto mîrozî.

Çûne herêma Mizûrî û 25.4.1947an de gihiştine wir, û berî gihiştina wan bi rojekê, rastî xefkekî hatin ku hêzek ji polîs û caşan (nandoz) ji wanre vedabû, nêzî nêzî gudê zêt, têde polîsek hate kuştin û caşek hate dîlkirin û Têlî ebdulkerîm kilîtî nemir ket.

Geftûgo bi ferweriyêre:

Barzanî li gudê Argoş cî girt,hêza xwe li gudên din danî, wisa ferweriya Iraqê wek bersivê ser ragiyandinê di 23nîsanêde cîgir Elî beg walî û Welî ibrahîm hasinî şandine bal Barzanî qene bersiva ferweriyê jêre xuyanîbikin ku ewê ser vegera Barzanî û hevalê wî erê kiriye bê bend û merc. Tevlî soza rakirina biryara –bidarvekirina- wan aku hatibû sitandin di sala 1945an de.

Vacî vê jî wê ferwerî gavên bicî bistênê,wisa herdû şandekan rewşa yên vegeriyayi ji Barzanî re veguhastin, jêre gotin ku Şêx Ehmed û hemî mêr û malbat li Diyana rûniştîne, ferweriyê Serbazyanek (kampek) ji wanre çîkiriye dorkirî bi têlên direhî,bi pasvaniya hêzek mezin ji leşker û polîsan ,ku kes nikare ji ordîgehê(kampê) derkevê yan jî biçiyê bê radan ji deselatê.

Elî beg niyeta ferweriyê û amide - bûna wê bo hêrîşê ser herêmê eşkere kir ger bedbîn bibe ji vegera Barzanî, ji Barzanî re got:

(çare nûsa we min şînî dike ,ez ditirsim ku çarenûsa bê serê van xortan eynê ku hatibû serê nemir Xelîl xoşevî ser destê xinizên netewa Kurdî).

Barzanî bersiva wî da :(bi alîkariya xwedê wê bihezaran ji xinizan bêne kuştin ta ku yek ji van xortan bê kuştin).

Elî beg bi bersiva Barzanî a tund vegeriye ku tu carî xwe naspêrê û venagerê bê bend û merc.

Di nav pelikên Barzanî de (daner dibêje) pelikek bi zimanê erebî nivîsandî bû mi dît, ku jêre hatibû bê ku yê şandî navê xwe li ser deynê, lê xuyabû ji naverokê ku yê şandî yek ji serokê êlaye, eva neveroke:

(piştî rêz û silavan, hemî axayên kurda bila li cihekê bicivin, bi wan re here tu û hemiyên bi tere, ango tu û hevalên xwe, xwe pispêrin axanî ku ti ji wan razî bê, bila bi tere bên bal ferweriyê û bêjin em tev bi Mistafa Barzanîre ne eger hûn wê ceza bikin, me tevan pêre ceza bikin, û li gor gotinê wan wê demeke kurt tenê te dûr bikin, ser gotina Si`îd axa ku ana ji Bexdê hatiye piştî dîtina Ereban û yên din).

Dawî

HELBESTA KURDÎ YA KEVIN HELBESTA KURDÎ YA KEVIN HELBESTA KURDÎ YA KEVIN HELBESTA KURDÎ YA KEVIN

Û YA NÛ,Û YA NÛ,Û YA NÛ,Û YA NÛ, ANGO HELBESTA ANGO HELBESTA ANGO HELBESTA ANGO HELBESTA KLASÎK Û YA NÛJENKLASÎK Û YA NÛJENKLASÎK Û YA NÛJENKLASÎK Û YA NÛJEN

Boniye

Cegerxwîn

Bê guman gelek lêkolîn li ser helbesta

Kurdî ya klasik çêbûne, da karibin wê

binerxînin û li ser wê xweş rawestin,

da bi awakî zelal şerove bikin.

Çendî lêkol în bêhti r bibin ewqas zelal û ronî dibe, ku helbesta

kurdî ya klasîk, navê xwe yê rast s tandiye, ji ber ku wê cihekî

bilind, fireh û bi hêz gi rtiye

Ev jî xweş di helbestên helbestevanên me yên navdar yên resen,

wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn û hwd.

Bi vî awî em karin bibêjin, ku helbesta klasîk a Kurdî cihê xwe baş

gi rtiye û bûye bingeha helbesta resen.

Herwiha em karin bibêjin, ku zanîn pûte û guhdaneke bê hempa

ji mirov re divê, da ku karibe helbestê li gor mercên helbesta

klasîk deyne.

Bê guman divê mirov hinekî behremed be jî da ku helbest bi

hesanî ji nav tiliyan avzêm bibe.

Ger em bên û li ser beşê diwemîn ji helbesta Kurdî ya ku bi navê

nûjen hatiye nasîn rawestin , emê bibînin ku helbes ta nûjen pi r

eşkere ye û ji ya kilasîk cuda ye.

Îro roj gelek helbestevan wê datînin, ji lewra wê jî cihê xwe di nav

helbestevanên kurdan de gi rtiye, lê ta nuha ne xuyaye ku gelek

lêkolîn li ser wê çêbûne, da asta her helbesteke nûjen bidin

xuyaki rin û binerxînin.

Bi ras tî em îro roj di civata xwe de toşî hinek kêmasiyan dibin

nerxandina helbestê li gor as teya helbestê ne hatiye ki rin, çi

klasîk be, çi nûjen be.

Gelek helbestevan çêbûne, her yek helbesta xwe datîne, lê kes

tune ye ku bêje ku ev helbest di kîjan ast û ketegoriyê de

ye.Herwiha gelek dibînin ku helbesta nûjen ewe ya ku di dema

îro de ye, li gor bûyerên nûjen tê danîn.

Ne xêr ne wilo ye, ji ber ku helbestevan kare bi helbestek kilasîk jî

li ser bûyerên nûjen helbesta xwe bihûne û bîne zaman.

Bê guman helbesta nûjen, nûjeniya helbestê bi xwe ye, reng û

awazên hest û sîberane, wat û wêneya peyvane. Êdî mirov kare

bêje ku helbesta nûjen azade, bê sînore, bi tiştekî ve nayê

gi rêdan di formekî de rûnanê kevneşopiyê napeji rîne.

Ji lewra pi r derfetên cûr bi cûr jêre hene ku bi peyvan bê

xemlandin û bi gelek wateyan bê şîrovekirin. Lê çawa be jî divê

helbesta nûjen ji ya Kilasîk cuda be ,da ku ji xwendevana re belû

û zelal be.

Li dawî ez dixwazim bêjim ku herdû şêweyên helbesta jî cihê xwe

gi rtin e û hebûna helbestevanên nûjen bi vî rengê fi reh, helbesta

klasîk qet winda nake.

Helbesta Kilasîk bi gi ştî û ya Kurdî bi taybet, kevnar e ye û cihê

xwe baş gi rtiye, xwediyê wê jî tim hene. Herwiha ew herdem û di

hemî serdeman de alava s trana ye, ti carî winda nabe.

hejimar "76" DDDDîrok Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

(Xeleka 12)

Ehmedê

Ebdirehman

Axa

Kurê

Şahîn

Axa

Şûzî

Xorşîd Şûzî

7

Em mane li ciyê xwe qederê seetekê, peyayê me ji gund vegeriya, û gote me: muxtar ne li malê bû, ez mame li hêviya wî ta vegeriya, û ji min re got: Ez destê Şêx maç dikim, jêre bêje, Arif û Adil digel hevalên xwe ji derveyî gundin, lê piştî roj herê ava wê vegerin cem min, bila Şêx û hevalên xwe bêne cem min, mal ji wan re vekiriye çi wextî bighin, emê tevde şev biwêrekî xweş bi hevre derbas bikin.

Muxtar bi peyayê mere çewalek nan û penîr rêkirbû, me nîşan da hevalên xwe yên çûbûn milê gund kû vegerin. em tev bi hevre ketin ser rêya vegeranê, û her yek ji me nan û penîrê xwe dixwê, ji ber em gelek birçî bûn.

Em meşîn qederê dû seet an ta em gîştin serê evrazê, em kêlîkekê rûniştin me bîna xwe vekir ji ber rê bi jor ve diçû, û em baş westiya bûn, piştî çarîkê me dest meşa xwe kir, yek ji hevalan di pêşiya me de dimeşî...

Dema em nêzîkî ciyê xwe bûn, me dîte hevalê me bi paşde bazda û berê xwe da me, dema gîşte cem me rengê wî zer bibû û dihejiya, lê deng jê derneket û destê xwe bi aliyê jêr vegeriya dirêjkir, û bi dengekî nizim recifî digote,..Şêx... Şêx....

Me tevan bi hev re bazda ta em gîştin cem termê Şêx, em cemidîn û qêrîn kete nav me û em pir êşiyan wextê me dît kû laşê Şêx bê serîye.. yekî ji me bi dengekî recifî gote kanî hevalên pêre mabûn?.

Me li dora xwe nerî me dît kavilek ji me wirde ye, me ji hev re got:

Yên Şêx kuştine di pişt kavil de xwe veşartine, me bi hev re girêda kû em ji hev piçekî dûr kevin û êrîş bikin ser kavil, lê piştî me bazda û êrîş kir ser kavil, me tû kes nedî û ew kavel di hundirê wî de ziyaretek biçûk hebû.

Em hemî li hev civiyan, Ebdil rehmanê Mihê got: Xwedê mala kî xerakiriye kû Şêx bikujê û serê wî jêke û bi xw re bibe.. me li hev nerî û min ji hevalan re got: di baweriya min de ev xirabiya pîs kes pê ranabe

ji xeyrî Necmo, û ez ji roja pêşî de, wextê hate Bane Qesrê dilê min pê ne xweş bû, lê xwedê ji Şêx razîbe dilê wî gelek paqijbû û bawerî bi gotinê wî anî .. hevalan tevan gotin bi Xwedê tu rast dibêjî.

Em vegeriyan cem laşê Şêx, wextê me xweşik bala xwe dayê me dît kû ciyê dû gullan têdene, yek jê di piştve lêketiye û di singê re derketiye, û ya dî di zik de lêketiye û di piştê re derketiye, û çaxa me laş rakir me kêrikek dît di bin de, me da yeqînî kû ev îşê pîs Necmo pê rabûye, ji ber ew kêrik kêra wî bû.

Min ji hevalan re got: Em dizanin kû bê rûmetê Necmo ev îşê pîs kiriye, lê gelo ma hersê hevalên me yên mabûn li cem Şêx bi kû ve çûn?.

Bi dilekî keser û şikestî me li ser laşê Şêx limêj kir, û me ew di ziyareta kavil de veşart, û me li wir şêwir kir kû em vegerin gundê Ermîşatê, hersê hevalên me yên Ermenî ji min re gotin: Em izna xwe dixwazin, emê vegerin gundê Aricê, û ji wir emê debasî Îranê bibin ji bo em herin Îraqê, û emê ji wir herin Sûrî.

Min gote wan: Emê paşde vegerin û herin gûndê Ermîşatê, dibe hinek ji hevalên me li wirbin, bi dû re hûn karin herin. camêran gotin bila.

Me rêya xwe girt û em meşîn qederê nîv seetî me dît hersê hevalên me ji wir ve tên, wextê em gîştin hev min ji wan re got: ma hûn çûbûn kûdê? Yekî ji wan li min vegerand û got: piştî hûn bi ser rêya gûndê Arincê ketin, Şêx gote me herin gûndê Ermîşatê li wir bendî me bimînin ta em bêne cem we, em çûne gûndê Ermîşatê li gorî Şêx ji mere got, û Şêx û Necmo mane li wir.

Lê dema me dengê dû gullan kir ji aliyê we em gelek xelmişîn û hişê me kete xema, dawî me got emê vegerin cem Şêx..., bira kanî Şêx?

Dema wilo got qêrîn bi me tevan ket, û me ji wan re got; ew bê bavê Necmo Şêx kûşt û serê wî jêkiriye.

Min ji hevalan re gote ez karim ji we re bêjim çawe bê bavê Necmo Şêx kuştiye, teva gote min bêje ezbenî.

Min got: Dema Şêx dimeşe tim Necmo li paş wî dimeşe, û tifeka wî û ya Şêx li milê wiye, bi gumana min dema dibîne herdû bi tenê mane ji paşre gullekî davêjê Şêx, li pişta wî dikeve û singa wî re derdikeve, Şêx nakeve û berê xwe diguherê, Necmo bi tifeka dî gullekî berdidê Şêx li zikê wî dikeve û di pişta wî re derdikeve, Şêx dikeve ser rê ciyê me ew lê dît, Necmo bi kêrika xwe serê Şêx jêdike

û bi xwe re dibe, û ji leza kêrika xwe ji bîr dike.

Em li hevdû civiyan û me qerar da kû em vegerin gundê Medresê ba birayê Şêx, û ji wir em herin Sûrî.

Min gote hevalên me yên Ermenî hûn ji vir karin herin Îranê, û oxra we bi xêrbe, me xatir ji hev xwest, û em vegeriyan gundê Medresê li cem Şêx Hesen birayê Şêx Ebdilrehman, me çîroka xwe tev jêre got, û me e’za hev kir.

Şêx Hesen ji min re got: Ez hêvî darim ji we dema Turk tengiyê li min bikin ezê cewabê bidim we ji bo hûn hineka bişînen arîkariya min û kifletê min da em bême cem we.

Min jê re gote li ser çavê me, dema cewaba te bighîje me emê bi barê te rabin... Eger Xwedê hez bike.

Em dû rojan mane li wir, û gelek ji

xortên gund û merivên Şêx hatin cem

me, û ji me re soz dan kû heyfa Şêx

hil înen, û bêşerefê Necmo ê xayin

bikujin.

Me xati r ji wan xwest, û me riya xwe

gi rt û em meşîn ta em gîştin ber ava

mezin rojavayê Cezîra Botan, ji ber roj

helatê Cezîrê ta nêzîkî Zaxo turkan

leşkerê xwe belav kiribû.

Rê nasê me ciyê av lê tenik bû nas

dikir, em mane ta derengê şevê û me

li avê xist, em çûne gundê Endîwerê, û

serê sibê me riya xwe gi rt û me berê

xwe da Bane Qesrê, em gîştin malê bi

dilekî keser.

Piştî çendekî hewal ji me re hate kû

çend xotên hêja Necmo kirin term, û li

gorî qasida ji devê xortên ku Necmo

kuştin û hewalên ji devê diya wî

derxis tin, û li gorî mayîna wî bi mere,

ez karim çîroka wî bêjim ji pêşîde ta

dawî, bi vî rengî: Necmo merivek pi r

ne baş bû û teşqelên wî bi xelkê re

hebûn, Ti rka ew ki r hebsê, piştî

çendekê ew û çend hebisçî ji hebsê

bazdan, rê di bin dîwarekî de kolan û

bi şev têre bazdan, pol îsê Turk hinek ji

bazdaiya gi rtin, û hinek ne hatin gi rtin,

ew yek ji wan bû. ...Dûmahî heye...

hejimar "76" DDDDîrok Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Zilxana Keça Nemrûd Xelek (1) Dr.Yekta Uzunoglu

8

Wek ku Nazim Hikmet di helbesteke xwe de dibêje:

"bêhna êzingan dayê odê li derve baran hûr lê dike

çayeke germ û çîrokeke ji zarokatiyê bû di bîra min

de dayika'm"

Odeyeke me hebû, tê de dîwaneke sor ya dayika

min. Poteke spî li bal îfê pêçandî bû, bi qenewîçên

destkariya dayika min, bi kûl îlkên sor î pelên kesk

xemilandî bû. Zemîn bi temamî bi xel îçeyeke hi riyê

raxis tibû, ku nexşên mezin î sor li ser bûn.

Me bi awakî kevneşopî xwe bi rengê sor gi rêdabû ku

ew xelîçe germahiya rengê sor bi rûhê me dida

sehkirin. Dayika min weke avekê narîn û zi rav bû di

nav sorahiya agi rîn de. Aveke wiha bû ku piyê xwe li

ku bixista tova jiyanê lê diki r.

Her roj, piştî şîvê em li derdora wê kom dibûn, me

dixwest çîrok, destan û efsaneyan bibêje ji me re. Bi

dengê xwe yê mişt hez û şîrînî, bi destê xwe yê nazik

serê zarokan dipeland û çîrokan digotin, em ber bi

cîhanên efsûnî ve dibi rin.

Carekê, dema çîroka xwe qedand min mahneya

navê wê jê pi rsî. Me bi rêz û hormet û hezki rin bes

"dayê" digot jê re, bi kurdî "dayê".

Ji dêvla ku mahneya navê xwe rave bike, bi çavên

xwe yên ku di tîrên tavê de rengê keskê li xwe diki r,

bi dengê xwe yê ku dişibiya bayê bahorê û quntarên

çiyayan bi bîra me dixis t, kilameke keserîn vedigot:

"Xezal Xezal oy hayê hayê… Îro minê dîbû mala

Xezala min barkir çû zozana oy cefayê

Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê… hayê…

Ezê van kulê dilê’m heya îdare bûye ji te re bibim

Cem aşiq û cem xozana, oy cefayê…"

Her newaya dengê wê, her rêzika kilamê, her ki teya

wê şîrogermî diherikî dilê min, wekî hêsirên mîna

benekê ji çavên dayika min ber bi jêr dibû.

Ew kilam xatl îka min dianî bîra wê. Xezal navê xatîya

min bû. Di 18 saliya xwe de çûbû dilovanîyê Xwedê.

Diya min timî bi dengê xwe yê zelal kilamê Xezal ,

Xezal dis trîya her gavê ku xwişka wê diket bîra wê.

Li bajarê min Ferqînê, navê diya min Zilxan bû.

Li Kurdis tanê li herêmên me ne navekî berbelav û

nas bû. Ferqîn demekê paytextê Şahînşahiya

(Keyanî) Kurdên Merwanî bû. Berî wê, berî zayînê

salên 100î taca paytexta Şahînşahiya Ermeniyan li

xwe ki ribû.

Navê diya min, her tim navê şahbanûyên di çîrokên

si r û efsunî de bi bîra min dixis t. Bes ne ji min bo ji

bo derdora min jî wisa bû. Hevalên min ê zaroktiyê,

tim ji min dipi rsiyan bê çima navê dayika min

"Zilxan" e.

Rojekê dayika me diyar ku em ê pê re herin serdana

bajarê pêxemberan û ew ê li wir ji me re qala navê

xwe yê bi sir û efsûnî bike. Ev meraqa me lê zêdeti r

ki r. Dema me bi kelecan digo: "Em kengê herin vî

ba jarê bi r si r bibînin?", wê em hembêz diki rin, ev

hembêzkirin jî meraqa me zêdeti r diki r.

Dawîkê, her hal ji pirsên me yên her dubareyî aciz

bibû qey, ji bo vê geşta her taloqkirî dest bi hazi rî û

sererastki rina hewcehiyan ki r. Ji mehan nîsan bû,

dinya ne zêde germ bû, lê Kurdistan ji keskên biharê

yên ronî heya yên tarî hemûyan li xwe ki ribû, kûlîl kên

rengo reng li bejna xwe ki ribû, bibû wekî keçeke delal

û xemilandî.

Di wan deman de aborî ji dêvla pîyasaya serbest di

destê dewletê de bû. Hema hema ne pêkan bû, te

bi ryarek bidaya û erebeyek bistenda. Ya rastî jî ji yan,

ji ji yanên dewletên qomînust ku min ê peyre nas

bikira , zorti r û azadî jî kêmtir bû.

Bavê me yekê jîr bû, dostên wî hebûn. Jîpeke Willys

ku ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn mabû ji Edeneyê peyde

ki ribû, s tendibû. Li bajêr sêyemîn an çaremîn erebe

bû. Ji ber ku bavê min nedikarî jîpê ba jo, û her wekî

din dê nexwesta bajo jî, me bi ryar da ku em bi şi fêrê

xwe herin.

Willysa kevn, çar zarok, şifêr û dayika min jî bi ser de,

li gorî me erebe zêde ne mezin bû. Piştî hazi riya

şi fêrê me, hazi riyên me yên bêsebr û sebat qediyan

em ber bi ba jarê qedîm û efsunî ya pêxemeberan ve

bi rê ketin. Kelecana me hîna berî rêketinê xwe da bû

der ku em bigihijin wî ba jarî.

Rêwitiya bi Willysê re, di riyên kort û kortalên

gundan de qasî rojekê a jotibû. Dema em ji ber çeman

derbas dibûn, me ji şi fêr daxwaz diki r ku bisekne,

dema disekinî em ber bi çêm ve baz didan, me

dema disekinî em ber bi çêm ve baz didan, me

goreyên xwe ji xwe diki rin, pêlavên xwe ji xwe

dikirin, di nav avê de digevizîn. Bana Willysê veki rî

bû, zewqeke bêhempa bû dema bayekî hênik ji ser

banê li me diki r.

Berî ku hûn biçin ba jarê Pêxemberan, lazim bû hûn ji

paytexta nefermî ya Kurdis tanê, ji Amedê derbas

bibin.

Em ji deriyekî bajêr derbas bûn, li ser sikak, kolan û

cahdeyên bajêr, mirovên bi çefî û egal li s tûyê wan

pêçandî, di piyên wan de çîzme û cizlawet, bi êleg û

şelwarên xwe, mêrên simbêl boq, jinên ku kirasên

wan li ser şelwarên wan, li ser milê wan lûsiyayî, bi

laçikên xwe yên serê xwe ve gi rêdabûn bi çavên mişt

meraqdar li me mêze diki rin. Me jî li wan dinêrî, li

bîna û qonaxên xwedan bandor û efsunî temaşe

dikir.

Ba jêr bi sûrên ku mîna dayikekê bajêr rapêçabû, bi

bexçeyên Hevselê ku mîna bexçeyên bihûştê ên di

ki têbên pîroz de behsa wan dibû, çemê Dijleyê ku bi

ava xwe ya heyatê bereketa xwe diherikand bajêr, bi

perestgehên xwe, bi pi rên xwe, bi riyên xwe yên

aneha em tê re derbas dibûn û li çep û rasta wê sikak

hebûn, bi navenda ku di nav dîwarên qalind ên

kelehê de dima em bi efsûn û kelecan ki ribûn. Em li

ser xeta riya giştî meşiyan, dûre ji deriya li hember

herdu deriyan ji bajêr derketin.

Me di wê kêliyê de du deriyên Amedê nas ki ribûn. Lê

belê çar deriyên wê hebûn ku me her du deriyên ku

(du) Xaçan bi bîr dixis tin nedîtin. Ew dem Amed ji bo

me cîhaneke bi du derî bû.

(Dûmahî heye)

hejimar "76" ZZZZiiiimmmmaaaannnnÇirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Pirtûka: Selah Mihemed

Erebî - Kurdî (xelek 17)

استعمال

استعمل الصنارة في الشغل

استغابة

استغاثة

استغراق

استغالل

استفتاء غیر محدود

تفادة اس

استفزاز

استفز

استفزني

استھزاء الحمیة

استفھام

استفھامي

استقبال

استقال

استقامة

تقامة النیةاس

استقرار

استقر

استقالة

استقالل

استقالل ذاتي

استلقاء

استالم

استالء

استلم وتناول

استمارة

ع استمتا

استماع

استمارة شخصیة

استمارة طلب

استمر

Ho bû

Dumahî - dumayî-pêde çûn-pêşde birin-pêşve ajotin-jiberve çûn-pêşve birin-pêve çûn-radan-serde çûn-berdewam

Her weha

rewşen bîrî-ronahî kirin

Hewar kirin- pêsêr girtin

Domkêş

têder anî

rader-tê der anîn

Jêder xistin-jê peyda kirin

rûnivîs kirin

vepirsîn

xu kişandin

qêmîşî-sivik kirin

kelevajî-qeşmerî

Çav têbirîn- Çav lêbûn-nîşandarî-raçan kirin

Gem-galte-tevz-teviz-tewz-tevzekirî-zirtek pê kirin-qeşmerî-laxan

Jê çûn-têçûn

Helhilî

qewana torbîlê

qewan-qawin

xatir xwest

Dîra-vegirt-dest dsnî ser

Di cihde hilanî

Hilanîn- Çûn tê de

Bac girtin

Hillst-rabû

Cihbûn – cîbûn

Anîn nav

qûn hev de

kiş

Gejmirî

pend dan-şîret kirin

Da kişandin - daxistin

Şêr

Şêrêavê

....Dûmahî heye....

استمَر ھكذا على وتیرة واحدة

ار استمر

استمر ھكذا

استنارة

استنجاد

استمراریة

استنبط

استنباط

استنتاج

استنساخ

استنطاق

استنكاف

استھانة

استھتار

استھداف

استھزاء

استھالك

استواء اللحم كثیرا

د استوانطة الطوربی

استواطنة الفونوغراف

استودع

استولى

استوعب فورا

استیعاب

استیفاء الضریبة

استیقظ

استیطان

د استیرا

اُستین في سروال واحد

اسحب

اسَحقَ

اسداء النصح

اسدال

أسد

اسد النھر

9

Bikar anîn – bikar kirin-kardanî-pê kirin

rahêjand-rahişt

paş bêjî-paş gotin-paşgotinî

Hawar kirin- Berçûn-pêsêr girtin-fîxan-hewar

raman

Anîn ber dest-parmen bûn

pirsiyariyê bê sînor

Havilbûn- Biser xistin-havilî-gendî

tûj kirin-tûjik-tûjik dan

tûj kir

tûjik da min

têhalandin

pirsiyar kirin

pirsiyarkî

pêşwazî- Bergiftek

Xulê êxist

rast bûn

rast dilî

Cih girtin-haşt-aşt-haştbûn - Cihbûn – cîbûn-hêdîtî- Bicî bûn-ker-kup- Dilrûniştin-hedar-heda-kupbûn-kupîn-qer-kerbûn-lêgerîn-oqre-qar-qerbûn-qarbûn-qerar-war- girtin-qinyat-tebitîn-tewtîn-tebat - War kirin- Aramî-hêdîtî

kupiya-qiriya-tebitî-tewitî

Dest ji kar hilgirtin

Biser xwebûn – biser xweyî-ser azayî-serbestî-serbixweyî-serxwebûn-xweserî

muxtariyet

paldan

wergirtin

Dest biser -de çêşan-destxistin-vegirtin-zeft-vegirtin-zeft kirin-zemt kirin-bin dest ki rin

wergirt

perij name

xweş borîn

Guhdarî- Bihîstin-

ser borîname

daxeazname

rada- Ajotin

hejimar "76" ZZZZiiiimmmmaaaannnn Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Pirtûka: Beyar Robarî

Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî (Xelek 31)

Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;

1. Elfbeya kurdî 2.Tîp 3.cûreyên tîpan

4. Tîpa dubare 5.Taybetmendiya tîpa (U).

6. Taybetmendiya tîpên (E û Î) 7.Xîmên zimanê kurdî.

Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet. 127

Hîndarî -53 (practice)

Peyvên jêrîn li gor buhêrka berdest û herdû komen cînavên kesanî (radar û tewang), veguhasîne.

cînav cûyîn sarbûn

ez ………………… ……………………….

tu ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

em ………………… ……………………….

hûn ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

cînav raketin hilketin

ez ………………… ……………………….

tu ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

em ………………… ……………………….

hûn ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

Lêkera hebûn û buhêrk: verb have and past.

Buhêrk Lavij Bijoke

Ez hebûm Ez hebama Ez hebûma

Tu hebûyî Tu hebayî Tu hebûyî

Ew hebû Ew heba Ew hebûya

Em hebûn Em hebana Em hebûna

Hûn hebûn Hûn hebana Hûn hebûna

Ew hebûn Ew hebana Ew hebûna

128

Wênguhêz

Med TV, yekemîn wênguhêza kurdî ya setalîte. Di 15'ê gulana

1995'an ji bajarê Londonê, MED TV dest bi weşana xwe kir.

Med TV li destpêkê, şeş demjimaran bi zimanên kurdî, tirkî,

asûrî

û erebî weşana xwe kir û li Ewropa, bakurê Efrîqa û Rojhilata

Navîn, dihate temaşekirin.

MED TV bi vê yeke gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî ya

nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de çirandin. Û wê Kurd

bihevgihandin, xêra têknelojiya nûjen.

Zara Tu rojê çend demjimaran li tv. temaşedikî?

Binefş Rojê sê demjimaran.

Zara Bes?

Binefş Belê. Jiber ez bêtir pirtûkan dixwûnim.

Binefş Û tu?

Zara Ez dora pênc demjimaran.

Binefş Zar, tu pir ji tv. hezdikî!

Zara Rast dibêjî.

Birfeş Tu pirtûkan naxwûnî?

Zara Bêlê, lê hindik. Ez pir li ser întirnêt dixwûnim.

Binefş Piraniyê milet wisa agahiyan ji întêrnêt digirin.

Zara Weye û ji tv. jî.

Binefş Tu li kîjan wênguhêzê temaşedikî?

Zara Li Kurd 1`ê. Û tu?

Binefş Li Roj tv û Kurdistan tv.

Zara Başe.

Dûmahî heye ....

10

hejimar "76" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Siyabend û Xecê (Xeleka 3)

Luqman Silêman

11

E

eGurî kevirek çav nêrî xwe kir, çû li ser rûnişt elba şorbê û pêçeka nanê sêlê li ber xwe danî bi carekî ew nan çande di nav wê şorbê de û bi kevçiyan kete serde, binê satilê da tavê carek dî li dora xwe meyazand, kes nedî hêdîka di ber xwe de got: de bera apê min bi xwê û li dora satilê çû û hat rahişte satilê çîpilaqê devê ji ber xwe derxist li binê wê da satil parçe parçe kir, di wê newalê de hinkî ji xwe re çû û hat xwarina xwe seraft.. li nîvê newalê sekinî herdû destên xwe bi bal Xwedê ve kirin got: şikir ji Xwedê re vê carê jî min têr xwar nanê şikeva û şorba nîskê, ta carek dî Xwedê mezine?

Gurî wek bajariya destên xwe da pişt qûna xwe û hêdî hêdî berê xwe da cotê apê xwe... Mêrik têr xwariye giraneye di heyate xwe de wek vê rojê wî ne xwariye.. Berê xwe da apê xwe ne li min ê, ne li teyê zikê têr haj yê birçî nîn e. Apê wî xwe ji nêza bi heve nagirê, çavên wî li rêya Guriye ha werê û ha werê..

ji xwe re her kêlîkî li rêya wî di meyzînê gayê xwe di sekinê, destên xwe didê ber çavên xwe lê tibî pêjna Gurî nayê, ji xwe re dibêjê bavo wele vî kurî ji min re soz da û sund xwar got: ez ê arî te bikim, va roja pêşî bi min ve nehat ev çawe çêbû ev maye di xwe de, ev birê de hina kuştiye, ev gura xwariye. Mane wê her ew Guriyê çepel bikevê di nav lepê min de.. û ehda lê di xwe, xwê dixwê avê bi ser de nakê... Apê wî nizanê wê kengî Gurî bi kevê di destê wî de..

apo apo...?

Apê wî xwe mirand, Gurî got: agir kete mala min de, apê min miriye radijê serê wî radijê destê wî, apê wî qoziya çavê xwe vekir çawe Gurî xwe bi ser de tewandiye, zanî ku xwe zerbikiye wê wî qenc bigrê... Apê wî xwe zerkiriyê bi damarê qirika wî girt û bi wê mîrata misasê piniha yê, bîst û pênc misas daweşandine Gurî..

Gurî weka pêlewana ji bîst û pênc misasa nehişt yek bi gihiyê, xwe ji nav destê apê xwe derxist, bazda apê wî kete ser pişta wî de, lê toza Gurî ne hilanî... Gurî çû xwe da qelaçekî ji wan qelaçên pêşberî apê xwe, bihnefişk bi ser ketiye xwe avê te erdê bihna xwe berda, rabû rûnişt li apê xwe meyzand, dî va apê wî jî li ber cotê xwe rûniştiye.

Gurî ga bir Bihnefişk bi ser apê wî ketiye.. zilamê xitiya re kutekut bi ser dilê wî ketiye, wî jî xwe avê te erdê herdû li hev dinhêrin ji dûr ve.. Gurî kêlîkî ma rûniştî da xwe rabû berê xwe da gayê bedîlê ji ser tewlê vekir, da pey xwe berê xwe da gund. Apê wî lê nêrî got: Guriyo ti ne gakî bibê ti hersê ga û ti min jî li qolîka xwe bikê ev li te naçê. ev ti dixwazê min razî bikê piştî vê xirabiya ku te bi min kirî, ma ji te weye ez ê li te bi bûrim...? Ji apê wî weye wê Gurî gayê bedîlê ji bedêla wî ve bibê mal da ku barê wî sivik bikê û êvarî lê bibûre...?

Gurî jî ji xwe re got: qerara Xwedê li min ketibê ta ku ya xerab hebê ez nekim ya çê.....? ez ya baş nekim ji îro û bi şûn de, bila ti bi misasê li min bixê apê ne ap...?

Gurî gayê bedîlê da peyxwe çû derê hewşê, bakire wan jin apê wa jin apê..? Jin apa wî ji xênî derket got: xêre Gurî cardî çi heye..?

Gurî got: xêre jin apê ji xêrê pêve tiştek nîne, apê min gelek silava li te dikê, ji min re got: tê ji jin apa xwe re bêjê şevê dî min xewnek dîtiye ji min re got: gayê sor bibe mal serjêbike û xanîkê piçûjî xerabike

Roj hatiye nîv ro, cotê buharê ye, apê wî di nav salan de çûye ji zûde jî kar ne kiriye û ketiye ber wî erdê bûr zikê erdê di qelêşê. Lê ji nêza û tehba ber tira dikevê xwe bi heve nagirê, çavên wî li riya Guriye..

carekî nerî ku wa Gurî destên xwe dane pişt xwe weka bajariyan hêdî hêdî tê...? Apê wî ji xwe re got: bi navê xwedê wa Gurî hat, lê deste valeye hebê nebê wî xwarina min bi rêde xwariye, vê ce ez ê çawekim..? de Xwedê ji min û tere mezine bila ti wisa destê xwe bide pişt quna xwe, Guriyo ber ti di diya min ê, heger ez te qûn ziwa berdim...?

ji xwe re got lê ez nagihêmê, ka ez ê çawe wî bigrim, niha zilam têre û xur xura rûviyê min e ji nêza. welahî ku ne bifenekî bê ez nikarim wî bigrim…? Hema ew bi kevê di nav lepê min de, ez dermanê wî dizanim.. Guriyo bila ti destê xwe li babikê û li pişt quna xwe bi hejîne deka ti were?

Gurî jî destên xwe dane pişt xwe ji xwe re ketiye xeyalan ka wê çi ji apê xwe re bêjê.. wê çawe wî razî bikê ew ji xwe re li pîlanekî digerê ku apê xwe pêrazîbike û apê wî ji xwere li pîlanekî digere ku wî bigrê.. her yek ji wan ji xwe re li hîlekî digerê da ku li yê dî bikê.

Apê wî xwe di xeteka cot de avê te erdê, xwe mirand Siyaben ji wê de hat, di ser apê xwe re sekinî got: bi sê navê Xwedê apê min miriye, dihna xwe dayê, rahişte destê wî bakiriyê

serjêbike û xanîkê piçûjî xerabike bide bin goştê gê ta ku ez werim, ez ê bikim xêra dê û bavên xwe hîn ez sax li dinê?.

Jin apê wî jêre got: wele Gurî şevê dî min jî di xewde didît ku min bi vî zikî cotek kur tanîn, lê wele min newêrîbû, ez ji apê tere bêjim migot ez pîrekim ji min bawer nakê.. de baş e bi lez here nava gund bake sê çar xorta bila werin arî te, gê serjêbikin û xanîkê piçûk jî xirabikin, bidin bin goştê gê madem apê te wisa gotiye...?

Gurî da ber lotika, xwe berda nava gund li bayê bezê sê çar xortên weka xwe ser serî anîn, gayê sorê çav reş li erdê dan, hin hilkişan ser xanî, xanî xerakirin da ku mirdiyaxên xênî bidine bin goşt gê....

Li beyê bezê hina ji wan goştê gê hûrkirin û avêtin beroşa û beroş danîne ser sê kuçika û mirdiyax şikandin xistin bin beroşa û agir berdan mirdiyaxê xênî û bû pelqe pelqa goştê gê, di niqriyan de, dû bi ser gund ket zarok li dora Gurî diçin û tên, çavên wan li goştê gêye ka wê kengî Gurî herkê hestîk goştê gê bidê destên wan.. hemî birçîne, çav li goştê gê kirine ê bi melhêban jî nema kes ji hewşê derdikevê ta ku hestîk ji goştê gê ne xwê.

Pelqe pelq bi niqriyan ket Gurî berê xwe da xênî pêçekek nanê sêlê anî, li ber niqriyê sekinî nanê xwe li nav avdonka goştê gê dihilînê û tavêjê zelhûma xwe, hestîk goştê gê jî bi serde dikê dibêjê: maşele ji Xwedê re, çiqa xerabî li bejin û bala min tê... Di dora beroşa goşt re diçê û tê dibêjê xorta agir geşbikin mirdiyaxan bidin bin, bila pêtê agir bi ser niqriyan bikevin, îro heye siba nîne ev xêra apê min e..?

Gurî dixwazê goşt zû çêbê, da têr jê bixwê beriya ku apê wî werê.. Ew bi tenê dizane wî çi aniye serê apê xwe.

çaxê ku ew ji xortan re dibêje agir xweşbikin ji dêvla yekî sê çarek di bezin mirdiyaxa tavêjin bin niqriyan, guriya agir ........Dumahî.Rûp 15

hejimar "76" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

(Çîroka 15,16,17,18,19)

Ebdulbaqî Huseynî

Çîroka (15)

Pêkenokê

dîwanxana Mîr (2)

Dibêjin rojekê ji rojan, lêşkerên Mîrê Botan li ber leşkerên Romî (Osmanlî) şikestin û reviyan.

Tu kesî ceger nekir, ku vê bûyerê ji Mîrê Botan re bêje. Di dawî de pêkenokê dîwanxanê ceger da xwe û bi vî rengî ji Mîr re got: Mîrê min ji xwe re meyzê, leşkerê Romî çi mirovin bê mirês û bê aqilin, ji wan weye ku karin ji leşkerên me gelektir birevin û bazdin.

Mîr, di ber xwe de beşişî û naskir, ku leşkerê wî şikestîye û reviyaye.

Çîroka (16)

Deyndarê Mîr

Dibêjin carekê mîr pênc zêr bi deyn dabûn zilamekî û demek (wextek) jê re danî bû, da ku lê vegerîne.

Çaxa ku demê deynê mîr hat, mirovê deyndar berê xwe dabû gundên hawîrdora bajarê mîr, da ku pênc zêrê mîr bidehev,.. piştî gerekê ne dirêj pênc zêr danhev û berê xwe da bajarê mîr.

Dibêjin mîr pir bi saw bû, dema ku mirovek derbasî dîwanxana wî dibû, divat ku bi ceger û hêz be.

Vêca mirovê deyndar, di rê de, xwe fêrî derbasbûna dîwanxanê dikir, û xwe qilûz dikir û carna gavin xwe hêdî-hêdî davêt û carna destên xwe datanî serhev û carna bi xwe re dipeyivî,…

Xortekî navûser di ber re derbasbû, lê meyzand, dît ku lebtandina vî mirovî ne weke insana ye, nêzîkî wî bû, jê pirsî: Xalo, tu çi dikî?

Zilamê deyndar lê vegerand: Wileh law çîroka min eve; ezê herme cem mîr, da ku ez deynê wî bidê mê, vêca ez vê kefleftê dikim, bê ka çawa ezê derbasî dîwanxana wî bibim û deynê

wî bidêmê.

Xort kenî û jê re got: Mal avaho, tu li kû û dîwanxana mîr li kû!! Berî ku tu bighê dîwanxanê bi sê çar gava, tu karî van kefleftên xwe bike.

Çîroka (17)

MÎR Û XANÎ

Çawa em dizanin ku Ehmedê Xanî yek ji şaîrên (helbestvanên) me yê herî mezine, Memozîna wî di dinê de bi navûdenge, wisa Mîrê Botan jî gelek qedir ji Xanî re digirt, û her car ew vedixwende nik xwe.

Lê Xanî carina vexwendina mîr jibîr dikir û ne diçû nik wî.

Carekê, mîr ji nehatina wî gelekî enirî. Xanî bi enira mîr bihîst û çû bal wî, ji bo efûkirina qisûra xwe jê bixwaze. Dema ew ket dîwanê û Mîr ew dît, Mîr berê xwe jê zîvirand û pişta xwe da yê.

Xanî kenî û bi dil xweşî pêşve çû, ji Mîr re got: Mîrê min, li guhê min ketibû, ku tu ji min enirî ye, lê ez dibînim tiştekî welê tune ye.

Rûyê Mîr ji enirandinê sor bû û bi dengekî hişk lê vegerand û got: Seyda, ma tu ji çi dertêxî, ku ez ji te enirî me û bihîstina te ne raste.

Xanî got: Mîrê min te pişta xwe da min, ez dizanim ku tu pişta xwe ji dijminên xwe re na dî. Mîr pê gelek dilxweş bû û ew çûn ser û ruyên hev.

Çîroka (18)

Mîrê xwîngerm û

şêwirdarê zane

Dibêjin Mîrê Botan sibehekê ji xew radibe, û derdikeve ser oliya xwe, dimeyzênê bê çawa eskerê Romî (Osmanlî) hawîrdora bajêr tijî çadir kirine.

Radibe bi lez bang şêwirdarê xwe Elo dike.

Piştî ku dîwanxana Mîr digere. Mîr radibe, ji şêwirdarê xwe Elo re dibêje: Elo law, va hikûmeta Romî hawîrdora

Elo law, va hikûmeta Romî hawîr dora bajêr girtine, ku tu axê bavêje, ji çadir û xêz û xêbetên hikûmetê li erdê nakeve.

Vêca, ka tu çi dibêjiî, ka pêşimyara te çiye?

- Gelo em ûerbikin, an em xwe bispêrin wan (em xwe teslîm bikin)?!

Elo li Mîr vegerand û got: Mîrê min Welleh leşkerê te leşkerekî bi nav û denge, ê kutilk û şamborekane û heft-heyşt êlên mezin bi dû wan de hene,

ma kî kare biwan!!

Mîr kêfa wî hat û xwîna wî germ bû. Rabû gote Elo: Elo law, bi Xwedê xebera teye, da ka em rabin haziriya şer bikin.

Elo dît, wê birastî Mîr şerbike! Elo neçar bû, vêca rabû ji Mîr re got: Mîrê min, min awa got û pesnê leşkerê te da, lê ka a wan te ji min ne pirsî?!

- Mîr got: HA!!! A wan, çiye?!

De ka a wan jî bêje!.

Elo got: Mîrê min, leşkerekî giran li bal hikûmeta Osmanlî heye, Willeh her kû hûn yekî bikujin, wê yeke dî şûna wî bigre, ma ev hêzêd giran, em ji kû karin êrîşê berdin ser wan, a baş ewe ku em şer nekin.

Çîroka (19)

Mîr û bêbextiya

jinan

Dibêjin Mîr û şêweridarê xwe, her êvar dawiya şevê xwe berdidan nêv bajêr, da ku meyzênin bê ku hedan di bajêr de heye an na.

Çend şev derbas bûn, mîr û şewridarê xwe dîtin ku çirak her dem vêketiye. Mîr ji şêwirdarê xwe re got: gelo ev kîne, ku di vê malê de ne? gelo ev eşqiyane, çetene an komên siyasînin?!

Şêwirdar bersiv da û got: ez nizanim bê kîne.

bê kîne, lê wê meselak wan hebe.

Dibêjin: şevekê Mîr ji şêwirdarê xwe re got: Ka emê di pencerê re meyzinin, bê ka ev kîne!

Dema Mîr meyzand, dît ku çi zilamekî bedew û jineke rind di odê de ne, û çawa her nîv se’etê her yek radizê û serê xwe datîne ser çoka ê din.

(Jin radizê, serê xwe datîne ser çoka zilamê xwe, piştî nîv se’etê, zilam radizê, serê xwe datîne ser çoka jina xwe).

Bi vî rengî şeva xwe derbas dikin.

Mîr behitî ma, û ji şêwirdarê xwe re got: di dinyayê de, te du kes weke van hez hev dikin û bi hev re rastin, dîtiye an bihîstiye?!

Şêwirdar bersiva Mîr da û got: Ez ji hezkirina pîrekan ne bawerim û ez ne gelekî bi rastiya van herdû kesan jî re me.

Mîr ji vê bersivê matmayî ma û radû gote şêwirdar: Kuro meyzê (biner), va ez û te ne, emê çend şevan guhdariya van kesan bikin, eger bi hev re rast û durist derkevin, Willeh ezê te ceze bikim, û eger bi hev …….. Dumahî.Rûp 15

12

hejimar "76" ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

13

Çîroka Vira (Xelek 8-9)

Luqman Silêman

Xeleka (8) Rojekî bi hilata wan tîrêjê rojê yê ku nûka ji pişta Çiya yê

Qaf dertên nîşanaxweşî û şahiyê bi xwe re tîn in min jî pişta xwe daye latekî berê min li rojê ye wan tîrê ja li nav çavê min da ez pir şadbûm bi hilata rojê re tevlî ku çavê min ji hev nedibûn ji ber ku min ne xwest ku tucarî tarî berdê roniyê ji lew ma tu roj dihat ez pir şadibûm.

Tevlî ku dema roj didê serê min xwerhek bi serê min di kevê ez bi herdû desta serê xwe di xwerînim û xweriha wê naşikê ez di kevim rewşek tevlî hev..

Çavê û rûyê min weka silkek sor lê hatine him ji tîrêjê rojê û him ji neperûşkê destê min yê ku weka neperûkê Sîxora ne .

Ez di wê rewşa wêran de min dî dengê teyrekî ji va teyrê kurdê kelaşa kete guhê min?Wele bi lez û bez ez li dora kelhê geram min dî wa hêlîna wî teyrî wê li ser kelhêye û teyîr ji hêlîna xwe rabû weka ku firokek ji balafiegihê rabê dengek jê hat min xwe ji ber bayê çengê wî avête erdê ne xwe ezê li ber wê bayê bi çûma. Tev lê ku ez qederê pazde bîst mitra li ber bayê çûm lê min xwe bi qurmê darekî girt li gor gotina şêniyê bajêr ewdar ya serdema Bazê kuro Bad bû.

Ji lew ma dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim min berê xwe da ez çûm ser gora Bazê kurê Bad û min sipasiya wê ji dil kir .

Çavê min ma li wî teyrî min dî çû li ser kaniyê danî av ve xwarû ji çêlîkê xwere anî û hat lê beriya ku ew bidê xwe ez çûm min xwe baş li darê pêça û çavê min ma lê ta ku cardî çû li ser qesrê danî.

Li cem min weka ku ew teyr ji min re bêjê ne dirêya min re bê tu qet nagihê dezgirtiya xwe.

Dema ku çavê min bi wî heywanê xwe dê ket dilê min vebû hestê min cardî bilind bûn min zanî ku ne ew

teyr tiştekî ji min re bikê ez nema karim bighim mirada xwe..

Ez çûm li ser devê kaniyê min çalek ji xwe re bi qasî sê çar mirta kula û xwe têde veşart û ez mame li benda hatina teyr.. Dema ku teyîr hate ser kaniyê û av vexwar min ji xwere got: Heywane gunehe bila têr ava xwe vexwê ezê nûka xwe bi herdû lingê wî bigrim wê min bibê ser kelhê.. Wele beriya ku teyrê min bi firê min xwe zerkire lingê wî û min xweşk bi herdû lingê wî girt.

Çaxê ku min bi lingê teyîr girt bi emrê Xwedê ewteyîr bi min re axivî got: Bijê bavê Hisên xwesteka te çiye bêjê ez ji tere amademe...?

Bi serê we çaxê ku ew heywan bi min re axivî wek ku tu cerek ava zozana di çilê çilde bi serê min de bikê ez mama cemidî min herdû lingê wî berdan û mame di cihê xwe de ez lal bûm devê min ma ji hev çavê min beqbûn dî bidîta wê bi gota wê niha ev herdû çav derkevin nav lingê min şil bûn şerwalê min giranbûn leyse....

Ev heywanê Xwedê çawe wek mirovekî bi min re axivî û ji ku navê min dizanê..Wele min jêre çîroka xwe ji serî ta binî got: Yek ya Xwedê bêjê wî lawirî ji min re got: ez çîroka te baş dizanim û min dizanî ku tê werê ji lew ma min hêlîna xwe li ser vê qesrê çêkiriye ma ez yê ku hêlîna min li vir bê ji zûde çavê min li rêya tebû.

Xwedê heye Teyîr herdû çengê xwe ji min re vekirin û got: Deka li ser çengê min siwar be Gulzêrînê li benda teye çavê wê li rêya te qerimîn çima tu wisa dereng mayî..?.

Wele ez li ser çengê teyîr rûnştim û teyîrê gewir firek da xwe ez birim li ser kelhê danîm ji min re got:

Ezê li hêviya tebim bi lez here gula xwe bîne beriya ku kes bi te bihisê lê wê rewşa te serobino bibê..

Ez daketime oda Gulê min ewjî anî ser kelhê û cardî teyîrê me herdû çengê xwe vekirin ez û Gulzêrîn li ser

çengê wî siwar bûn û teyîrê gewir em li beriya Mêrdînê danîn...

Yanî tiştê ku vê evda Xwedê bi min re dîtî kesî nedîtiye.Piştî ku we zanî min bi çi îzayî diya Hisên aniye ezê ji were bêjim sipehîtahiya wê çaweye lê divê hûn bêjin ka diya Hisên hêjabû ta ku min ewqas îza pêre dît yan na..?

Birano ez ji we naveşêrim û tiştê heyî ezê bi nav û nîşan bikim çi çêdibê ber bibê mirin yeke nabê dido...

Diya Hisên jineke bê gotin ev ne ciyê seknêye nexasim ji dûrve bejnek bilin mêranî li ser vê evda Xwedê ye jinê weka wê min di heyata xwede ne dîtine û ez bawer nakim ku kesî ji we jî dîtibin.

Porek reş lib libî xwe li gozekê wê didê ji dûrahiya Kîlo mirekî mirov dikarê pore wê bijmêrê hema her mirov di xwazê ji dûreve li bejn û bala wê binêrê... Mane ji xwe we diya Hisên ne dîtiye ez bawerim pir zore dîtina diya Hisên .

Lê yek ya Xwedê bêjê hin qusûrê wê hene gelek camê rê weka we ji min re digotin ev ne qusûrin lê ez dibêjim qusûrin nizanim ka hûnê çi bêjin.?

Yabo qusûrê wê evin: Lêva wêya xwar ji ya jêr dirêjtire bi qasî du santîma yanî mirov nanekî tenûrê deynê ser lêva wê ew nana nakevê erdê wê xwe li ser lêva wê bigrê û xuya dikê diya Hisên di zarokiya xwe de bi xuriya ketibû ji lwe re rûyê wê tev şûna xuriya têde heye birastî ji were bêjim rûyê wê qulquliye û mijankê çavê wê di weşin û birhê wê wek yê zilamane gelekî dirêjin qirik pêve nîne qirka wê di qêlikde ye wek ya berêze bêvila wê wek bacaneke reşe ji va yê dawiya havinê.

Telo melo ye û dema ku ji diya xwere çêbûye sîvanoka wê ji cihê xwe derketibû ji lewma dema ku bi rêve diçê hinekî di licimê û henekî çavê wê jî beqin ji lewma dema ku di razê çavê wê nayêne girtin tim vekirîne wele devê wêjî weka devê kiwara genim

genim nayê girtin mirov di karê di devê wê de raze.... Evin wekî dî tubî qusûr lê nînin vêce ka hûn çi dibêjin.?

ka em binêrin çima çavê diya Hisên kezeba min dilê min roniya herdû çavê min bûne pizotek ji xwînê....

Xeleka (9) Wela min ji diya Hisên pirsî Xwedê xêrke ev çi bi te hatiye ev te xêre çi çê bûye kî dilê te hiştiye..?

Diya Hisin got: Ma çi xêre îro serê şeş meha ye tu ji mala xwe derketî tu nabêjê ez xwedî malim xwedî zarokim ev zarok mirine saxin birçîne têrin tazîne ma tu bavê xelkyî serê yekî bêşê zarokek ji ber yekî herê tê bi wan ve bi bezê em nema te di bîn in tu mayî ji karê vî miletî re ma tu bavê kurda yî…!?

Tu dizanê ji roja tu ji mal derketî dûvê mişk di mala mede sip î nebû ye.

Wele min destê xwe bi serê wê de anî hûn di zanin dema ku mêr destê xwe bi serê xanima xwe de tînê nexasim ku ji zûde ji mal derketibê û yekê weka bavê Hisên…

Wê çaxê xanim hertştî ji bîr dîkê û ya dî hûn di zanin ez bi xwe nabêjim hûn dibêjin hûn bi keyfa xwe ne. Wele min jêre got: Niha giriyê te ji ber vê yekêye…?

Diya Hisên got: Ma ji vê mestir çi heye ka ji min re bêje?Dema ku zarok birçîbin û tiştek nebê ku tu bi dê wan û ev zarokê hûr û bi ser çavê te de digrîn ew di bêjê ka vê bide min yê dî dibê jê ka nizanim çi bide min her yekê tiştekî di xwazê ûnexasim salek weka îsal ne kar ne.

Ha Min got: Ma çawe ji vê mestir nîne...

Diya Hisên got: Ka çi jê mestir heye ku mirov werê mal û zarokê mirov ji nêza digrîn û xwarin nebê tu bidê wan…?

Min jêre got: Ezê ji tere bêjim çi! …….. Dumahî.Rûp 15

hejimar "76" ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

wî re, hêvî di çavên xudiya milatnê sor de bi gurz kirana, nizanim çima tenê herdiwan bala min dikşandin, kurtepista wan di nav qerebalixê re digha guhên min, piştî gilêz ji çireya dîwêr zer herikî, ciwanmêrekî simêlreş ez hildam ser milan, û newa zirav zirav ji hinavên min hilkişîn, carekê hîcazî dibasîm û ya din min beyatî min dikir gazin.

Hîngê hinekî rawestî, bi zor xazî daqurtand, newaya Hîcaz toz ji enîşkan dawşand:

- Min bîra gewriya te kiriye, ji mêj bi xuha eniya te şil nebûme, belê li wê şevê li têlên te dicirifîm, ne ji ber sermê, ji ber fixana du dilan, tu bi dirnaqan bi riwê min ketibû, li kenarên westandinê te dibezandim..

Newaya Beyat dest avêt gurmikê xwe:

- Ez jî di strana wê şevê de birîn bûm, zîvarên qêrîna evînê pejiqîn gurmikê min, hin birîn nayên hev, qet derman nabin hevalino..!!

Herdwan pal dan qaba çîroka hilîskirî, û hûrik hûrik guhdariya nalîna bûyeran kirin..

- Dem nêzî kata dehan bû, hîn pişta şevê qiloç nebibû, kên mîna tava barana derve, xwe bi hêz boş quncikên herdu dêman dikir..

Şahiyeke hestan bû, ma gelo çima deziyê şahiyê zirav û çirûk e...?? Ma ev yek ji razên jiyanê ye, lê encama destlatiya hinekan e...??

Piştî bidawîbûna wê şevbuhêrkê, û hembêzkirineke germ, di ber derî de car din ew hembêz kir û kûr li dêmê wê nihêrî, çavên min ji wan nediqetîn, tim li benda hatina wan bûn, ji nişkeve dengê teqîneke bi hêz hîskinî bi riya paporê xist, kolan tevde herbilî, di bin dûmanê kînê de winda bû, xanî malên seranserî kolanê ji derî û rodankan rût bûn, piştî demeke kin bû hêlehêla şênî, herdu çireyên otombîla avîdarên vî cihî ronî rijandi bûn, dengê mirovekî hinavên min şewitand:

- Otombîl bûye cûmik ma gelo, yên di hundirê wê de çawa bûne..??

- Divê em bi lez wan bighînin nexweşxaneyê, hîn jiyana xwe ji dest nedane.. Ji wê şevê de stiranên evînê tev têlên min ji mişxetiyê venegerîne, û baranê ramanên min misnadane, tukes nepirsî ku kî yê birîna kolanê bidriû?!..

Hefteyek bêling bû, belê roj jî di bin

barê bobelatan de dikulin, li roja înê

esîmên ewrên reş li eniya xwe gerandi

bûn, hemû gurzên gulan ku li ber serê

wan lavên mayînê dixwendin derewa

jiyanê rût, riswa ki rin, û serkêşiya

xwepêşandina mirinê ki rin, xwediya

milatnê sor xati r ji heftrojěn sor xwest,

û bejin bi cawê mirinê peçinî, di paş

çavên wê de her ti ştek sipî bû, gerdûn

mîna mistek gule di nav tiliyên

zarokekî de gêj bûne, di tûnêla reş de

berve roniyê tol diki r, zengilên dengê

wê di guhên min de diki rin lîngel îng:

- Riya azadiyê ye, kêlekek bi stirî ye, ya din jî nefel, xecxecokên ku hêkinan dipên e..Piştî du meh bi giranî zêvirîn, ev der hatibû nûkirin, dîsa êvara şemiyê vegerî wek her car, deriyê ji zîrkezîrkê nawestê vebû, dîsa ew bû, alafa êşekê di hinavên min de gur bû, gava çavên min li wî ketin, bi lingekî qut, çovpalekî reş di lêp de dinalî, û di destê din de gurzek gul bi rengan şa dibû, xuya ye pir tişt hatine guhertin, boheya sipî pîsbûna bûyeran bipeçiniya, li ber mêzekê çovpal rawestand, giraniya xwe da ser quncikan, li kursiyê nihêrî:

- Mîna darstaneke Xeyzeranê di bin kumê Havînê de, ji bilî dengê hişkahiyê ji min nayê, ji ber ku ew baş dizane ku li dawiyê goristaneke sihan e, ma ne wilo ye ev jiyana çeper..???

Dest di ser dêm re xweşand, û bi hêminî rûnişt, karmendê çayxaneyê ew baş nas dikir, silaveke germ dayê, li rewşê pirsî, û got :

- Daxwaza te çi ye îşev..?? Hîngê pêrçemokan çermê bîranînan bi

nepirçekan qul kirin, girê êşekê hîn bilind e, kenek gewir xwe li dêm aland:

- Xwezî daxwaz bihatana cî..?

Enîşk danîn ser mêzekê û serî di nav lepan de winda bû, dilê karmênd pê şewitî, û xwest bêr sivik bike:

- Tu yê ta kengî bîranînan av dî, xaka bîriyê gefş e keko, mero zû dadiqurtîne..

- Her tiştek jî lê şîn û gefş dibe, hin riç girêdayî giyên in, qet hişk nabin, ew Riwê xwe ji karmênd çêwirand, berve cama rodankê nihêrî, wêne di çavan de, mîna pêlên çemekî dîn di ser hev wer dibûn:

- Di bin konê sersaxiyê, tewanbar welatê şewitî kirkût dikin, hîn şîrmijekî dumihekî me, di malzaroka xemê de xwedî bû me, temeno...! Tu dirêj î tu kin î nizanim nizanim..??

me av didin,..Bêhna qehweyê ew ji vekolandina ramanan vegerand, karmendê ciwan peyalek qehwe anî bû, di ber xwe de kenî:

- Te carekê qehwe anî, alîkariya min bike ku em şevbuhêrka dawî lidarxînin, ji ber ku ewê tim di bîra min de vêketî be, ji kerema xwe peyaleke din jî bîne, û çireya tejikşîn vemirîne, şemaleke du mûmî dikare hinekî zerbûna çireya wê şevê vejîne...

Dûmanê çixareyê xwe dajot dêmê mûma şermok , nava êgir bi henaseyan êge dikir zirav dibû, ji nûve vedigerî qelewbûnê, li hawîdora xwe nihêrî bang li karmênd kir:

- Kanî mûzîkjenê kemancê...?

Hîngê karmendê çayxaneyê serî tewand, û bêdengî li ser dêm di xewve çû û xurxur bilind bû, tilya hilavêjkê berve quncikê ku tê de hatime çarmîxkirin nîşan da, xemgînyê herdu rûçikên wî qurçandin:

- Baranê jî koça dawî kir, tevî ku mîna …….. Dumahî.Rûp 15

Gava çarşefên hevdîtinê bi deh xwenan avis dibin, çirke pêle dûvê xulekan dikin, bi coşa moriyên Zivisatanê ji çilpikek ronî re , êrîşî piyên demê dikin, pêdadidin xulîdankên ji ariya bîriyê mişt, pif didan kizotên bîranînan, vêketina dawî bibîr tînan bi hêviya payîbûnê riwê vemirandinê dixwirandin.

Di quncikê odeyeke tarî de, kemanceke yek têlî bi du newayên, Beyat û Hîcaz re, dengê şeveke di tûrikê buhêrkê de ku bi dûrbûnê celiqiye bibîr tînan, dengekî zirav pirsek vejand:

- Ma gelo çîrok çawa dest pê dikin...?

- Nizanim, destpêk mîna masiyan şimûtk in, lê di paş dûmanê dawiyê de hişk, kor dibin, û kêm mirov destan dirêjî tiliyên destpêkan dikin, daku axaftinê bikin, lewma jî bi hêsanî jibîr dibin, lê hin bîr tîrkevanan ranewestînin bo nêçîriyê wan..

Li dora xwe têr temaşe kir:

- Tu diêje qey xewn e, hîn bawîşk li rûçikan vidipekin, lê teqez e ku ji wê rojê de dengê min ketî ye.

- Kîjan rojê...?

- Roja dawiya destpêkê, û destpêka bêdawiyê, baskokirina qulîngan....

Tê bîra min seqokî gewir li omizên baranê bû, fireh gav davêtin, li pêş va çayxaneya kavilkirî, peyvan pal dabûn germahiya lêvan, ta keti bû nava darmerxekê, roniya dêmzer, ji çireya stûna dawiya rêkokê, dilopên baranê bêjing dikirin..

Piştî demekê, li paş derî baskên sîwana reş dan hev, hîngê Katjimêrê nû dest bi cûtina henaseyên êvarê kiribû.

Li mêzeka vale nihêrî, dest danî ser navê, hîn bagera loman ji çavan xwe dajot cama Katjimêrê, ji nişke ve derî vebû, ew bû, gerinjînekê pinpinîkên şahiyê ji dêm firandin, û bi germahî pêşewaziya wê kirin.

Min dikarî di nav dûmanê çixareya

Mikurhatinên

Têleke Kemancê

Merwa Birîm

14

hejimar "76" ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Dûmahiya Mikurhatinên Têleke Kemancê

mîna gurên ku berfê biçî kirine, şeqîna diranên ewran di serê min de li saz e, şûrê birûskan di ber navê de ye, çendî konê sersaxiyê mezin e mezin, ger tu dixwezî mûzîkjenekî nû heye..?

- Na..di rêkokên bîra min de, kemanca wê şevê tim newa kesk û ter e... Gurzê gulan li hemberê hilketi bû li şûn destên dildarê:

- Biborìnin, sawîr mîna patozan min diçine, dilsozî di her kêlîkekê de zilekî çîxazê di hundirê min de vêdixîne bîrkirinê dişewitîne, dibêjin sersaxî sê roj in, lê di hin dilan de vekirî ye, çiqas di bîra xwe de biganve tînim ewqas car mirin diranan tûj dike, ango mirina rast mirina bîran e.

Nizanim xêtir ji kê bixwezim, kila çavên wê, kemanceke ku ewqas di ber çîroka me re dibasî, lê ji welatê ku ji ber xuriyên têrorîsmê çerm perçifî ye...?? Şeva dawî qet bi dawî nebe û venamire, oxirkirin jî zimanekî fiç e gava dil tên bidarxistin..

Piştî du hewildanan rabû ser xwe, dest avêt çovpêl, têr çav çêrandin di ser her tiştekî re bezandin, û kûr li bejna min a şewitî temaş kir, û hêdî hêdî ji ber mêzekê bi dur ket, min bala xwe da çovpêl, ez têghiştim ku jiyan wiha ye nîv şêrîn e, nîvê din jî cêşeke tevlihevî ye.

Gava şevê bi mêkutê stêr mîna mêxan dikutan sîngê şevê,herdu mûman dest bi bawîşkan kiribû, gurzê gulan eniya gulavheza ser biêş misdida, çîrokan serî danî ser palgehê xewnan, û dîsa gewd bi çarşefên hevdîtinê peçinî..

Dûmahiya

Siyabend û Xecê bilind dibê. Gurî li dora beroşan re diçê û tê lotika didê xwe... Gurî dizane ku apê wî werê wê ev cara dawî be ku çavê Gurî bi hewşê bikevê, ew di zanê wê apê wî, ji gund berdiyê ji lewma ew dixwazê ku ew têr bixwê beriya apê wî pêve bighê... Tiştê ku jê tê dibêjê, agir xweşkin beriya ku apê min werê gerek goşt çê bûbe..?

Gurî ketiye ber avdonka gê û nanê sêlê, carekî derê beroşekî bilinkir ku çar teliya goşt bi ser beroşê ketiye got: tew li min li min felekê, roja feleka malik şewitî dê û bavê min ji min standin ez ketim ber destê ap û amo jinê, hizreta min bû ez têr bixwim nanê şikeva û avdonka gê...

Gurî carekdî berê xwe da xênî, pêçekek nanê sêlê anî, ji aliyê malê û çande qerwanê û bi heskê avdonka gê berda ser û bi lepa filitî ser reqênî ji binê qerwanê anî got: El hemdila şikir ji Xwedê re, çiqasî xirabî li bejin û bala Gurî tê...!?

Roj li hêviya Gurî nasekin ê, tariye hêdî hêdî pencên xwe berdan ser deşt û newalan ber bi gund ve tê, her ku Gurî li rojê di meyzêne dizane ku hatina apê wî nêzîk bûye, bi lez berê xwe didê xênî pêçekek nan tîne û li av donka gê di hilînê û tavêje zelhûma xwe û hestî goştê gê bi ser de dikê..

Hîn roj bejnekî bilind apê Gurî cotê xwe berda bû, lê ji nêza û hingî westiya bû, ji fecra xwedê ve bi wê misasa darî li pey ga zikê erdê di qelaşt ji hev ketiye, weka yekê ser xweş lêhatiye,.. (Dumahî heye)

Dûmahiya: Çîrokên Mîrekan

re ne rast derketin, wê gotina te li cem min buhatir bibe. (Mîr û şêwirdar çend şevan guhdarî wê mala çira vêketî kirin)

Nîvê şevekê dengek hate guhê wan, ji pencerê nerîn, dîtin bê çawa jinik çoka xwe ji bin serê zilamê xwe dikşîne û serê wî datîne ser balîfekê û berê xwe dide hewşê.

(Hewşa jinkê jî tijî dar û devî û gul û çîçekin)

Dibînin, ku zilamekî bilind û ji xwe razî li bendî jinkê ye. ( Tê nasîn ku zilam yarkê jinê ye).

Jinik û dostê xwe civana xwe dikin, piştre jinik vedgere oda xwe, dîsa serê mêrê xwe datîne ser çokên xwe.

Dema Mîr ev karê bênamûsî û tal ji jinkê ve dît, di cî de, vegeriya dîwanxana xwe û gote şêwirdar: Ka pel û qelemekî da ku ez fermana qirkirina jinan derînim, da ku ev (cinsê) pîs di dinyayê de nemîne, û bila dê, jin û xuşkên min pêşiya tevan bin. (Dumahî heye)

Dûmahiya: Çîroka Vira

Mestir heye ji birçî bûnê.. Diya Hisên got: Deka bêje weka çi…!

Min got: Meyzê ji vê xirabtir ewe ku mirov di Welatê xwe de biyan bê û Welatê mirov li ber çavê mirov werê dizîn û milet têde werê perçiqandin li ber çavê mirov… û li ber çavê cîhanê û kes deyneke…!?

Ev yek. ya dî dema ku li ber çavê te û binavê kurdîtiyê miletê te were firotin û tu nikaribe tiştekî bike tu dizane bindestî ji her tiştî ne xweş tire bila mirov bê ol bebila mirov birçî be bila mirov bê xanîbe lê bila Welatê mirov newê dagirkirin û ne wê dizîn.Mirov ne bin dest be û ya herî ji vê mestir û wêrantir ku bi navê netewiyet û Azadiyê milet fêrî koletiyê dikin..

Tu di zanê wê ev çiqasî bandorê li milet bi ke û ne xasim ev nifşê nû bi van ramanê koletiyê ji kaniya koletiyê têne ava dan biqasî ku em li beram beriyê dijminê xwe yê kevnar xebitîne gerek em bihtir dijî van ramana bi xebitin ta ku em karibin milet ji bin bandora vê koletiya ku îro bi zanebûn tê hûnadin û bi destê me bi xwe. Em xwe bi destê xwe girê didin leyse Çîroka me ne eve emê werin ser çîroka xwe .

Min got: Ka te arvanê xwe çikiriye. Diya Hisên got: J i çar mehan de min çêkiriye. Ê hûn di zanin min ne xiçxiçe û ne kiçkiçe ka ezê çawe herim êş min ne qantir heye û ne min hespek heye û ne jî min kerek heye …. ?

Wele ez kêlîkî mam ramiyam destê min li ber çena min e ka ezê ji ku dewarekî peydakim ku ez pê arvanê xwe bibim êş.. Min di serê xwe de bir û anî wele min hêdîka da xwe ez rabûn ji mal derketim bê ku ez ji diyaHisên re bêjim. (Dumahî heye)

15

Xebat HesenXebat HesenXebat HesenXebat Hesen

hejimar "76" LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Çirîya paşî // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

pêkevên wî jî ji aliyê mezinahî û tariyê ve dîsa ji nefsa Muhemmed pêda kirine. Ew dibîne ku hebûn û nebûn di zatê Xwedê da li hember hev in. Kevin û nû, Heq û neheq tev di çerxa wî da ne, Xwedahî herdu dijheviyan tîne ba hev, dikete yek tişt. Wilo li ba sofiyan Xwedê yek e, lê ew kevin e û nû ye, jîndar û mirî ye, heye û tune ye…Ev çi Xwedê ye?!! Gava wilo be, hişê mirovan tênagihîne ka evan çi amanc dikin û çi dixwazin!. Ebûl Hamêd Elxezalî (sala 505 hicrî

çûye ser dilovaniya Xwedê) ku navê wî yê rastîn Muhemmed kurê Ehmedê Tosî ye, mijara Yekaniyê „Tewhîdê“ wilo rave kiriye: „Bo Yekaniyê çar pile hene, di serî da lêvkirina Tewhîdê ye, ya duwê bawerkirina bi dil e, weku teviya Musilmanan bawer kirine, eve jî li gor dîtina Xezalî baweriya xelkê e’wam e, mebest piraniya gelê nezan e. Pileya sêyemîn naskirina Xwedê bi rêya „Keşfê“ ye, keşf servedan e, rohniya rasteqînî ye. Eve jî wargeha kesên ji Xwedê ve nêzkirî ne, evana gelek tiştan dibînin ku mirovên bi wan re dijîn nabînin û nizanin. Li dawiyê pileya çarê, ku sofiyê nêzkirî di gerdonê da ji yekî tenê pê ve nabîne, bi mebesta ew û Xwedê dibin yek zat û sîfat. Eve jî dîtin û servedana dostiyaran, berşêbûn û telaşbûna di Yekaniyê da ye…“ Xwedê me û netewa bawermend ji vê berşêbûnê biparize û hişê me di seriyê me da bihêle… Lê gava yek ji wan bipirse, gelo! Çawa şêxê we di gerdonê da ji yekî pê ve kesekî nabîne? Ewê bibêje: Ji ber ku ew ji yekaniyê pê ve xwe bi tiştekî dî gêro nake, ew di yekaniyê da tê pişaftin. Ev pileya jî armanca balatirîn e di zikr û sofîtiyê da. Van servedanên wilo nedîtî û nebûyî ji veşartokên sofîtiyê ne, nabe tiştekî li ser wan binivîsin an di nav gel da belav bikin û vê yekê jî wek “zanînekê” di nav xwe da ji xwe ra dihêlin. Lê ewan ji bîr dikin ku Xwedê belavkirina zanînê ferman kiriye, û veşartina wê ne ji olê ye. Zanîna wan ta çi pileyê rast e, kes nizane. [Bo mijara Yekaniyê vegere

nameya Ehmedê Xanî, fî beyanî erkanîl Islam „di xuyakirina

bingehên Islamê da“, ku me sala

Namdar bû û hinek dibêjin, ku wî keçikên çardesalî û duwanzde salî jî li xwe markiri bûn. Eve hinek olên kevnare tîne bîra mera, wek Eştarperestiya li welatê Mezopotamiya, ku berê ew ol ola Mêperestiyê "Jinperestiyê" bû. Ibin Erebî, "Kibrîtê Sor", ku pir ji keçek paqij a Mekke hez kiribû û bi dest wî ne ketibû, ne dane wî, di dastana "Tercuman El-Eşwaq" da Xwedaperestî û Mêperestiyê tev li hev dike, li ba wî Xwedê dibe keçek kubar û ciwan, ne tenê wilo, li ba wî Xwedê hejare û pêdiviyê mirove. Ew dibêje ku hebûna me hebûna wî ye û em ji aliyê hebûna xwe ve pêdivê wî ne, ew jî pêdivê me ye ji aliyê diyarbûna xwe ji xwe re. Di Fisos da (Bir 1, r . 83, çapa

Elhelebî) dibêje: "Ew berxwedariya min dike û ez ya wî dikim Ew perestiya min dike û ez ya wî dikim." Li ba Ebdilkerîm kurê Îbrahîm ê Gîlanî (Gîlî), ku dora 830 h. koç kiriye, Xwedê mirovekî kamil e "Bê

kêmanî ye" û mirovê bê kêmanî Xwedayê mezin bi xwe ye, ku heq û pêdakirin "xelq" di xwe da kirine yek tişt. Gîlanî xwe balatirîn mirov li cîhanê dîtiye, di ser pêxemberan re û xwe bi "Asoyê xwedahî" navkiriye. Hellac jî gotiye ku di cubbeya wî da ji Xwedê pê ve tiştek nine. Lê hinek dibêjin ku mebesta wî ewe ku ji Xwedê pê ve ew bi tiştekî dî gêro û mijûl nabe. Lê belê ew di hozanek xwe da dibêje: Heger te ez dîtim, te ew dîtiye Heger te ew dît, te min dîtiye (Binêr: tewwasîn/ r. 34)

Cîlî „Gêlanî“ di helbestek xwe da (Binêr: Insanê Kamil, bir 1, r. 22,

çapa 1293 hicrî) dibêje ku her geyayek, sewalek, mirovek, zireyek „behrek“, çolek, tev dar û çiya, her wêneyekî madî, her ma‘denek û çi bejnek şahanî an dîdarekî Iblîsî, bi ser ve jî er’s û kursî, evan tev ezim û tev ji dîdarkên min in, ez di rastîniya wî de „ya Xwedê de“ xuya bûme, ez Xwedayê mirovan im û seyidê gişa me, zatê min navên wî „Xwedê“ ne. Ew dibêje ku Xwedê tea‘la (Binêr r. 41, bir 2 ji jêdera

berê) melaîke tev ji aliyê rewşên lewendî û rohniyê ve ji nefsa Muhemmed pêda kirine û Iblîs û

vegeriya. Ibin A’mêr Elbesrî (sedsala 18 a

hicrî da miriye) ku wek sofiyekî mezin tê navkirin, xwe bi aşkereyî wek Xwedê dibîne, gava dibêje: “Ewî got (mebest Xwedê got): Ma tu

dizanî ez kî me? Min gotê: Tu, ey bangêr, ezim, lew tu rastiya min bûyî.” Ew li ciyekî dî dibêje: “Min nirî, min ji yekbûnekê pê ve, bê hevpar tiştek ne dît, ku bi pirbûnekê hatiye pêçan… Çiku tu ezim, na, belê: Ez tu me, yekbûnek ji her dîtirekî û hevparekî dûr e…” Ilahîssedir Elqanonî (Muhemmed

kurê Ishaq), ku sala 673 hicrî miriye, di pirtûka xwe da (Meratêb Elwucûd) dibêje ku mirov heq e û ew zat e, û ew sîfat û e’rş e, ew kursî û ew lewh’ e, ew qelem û ew melek e, û ew cinn e (ê gonê ye). Wilo pê da diçe ku mirov dike her tiştekî di gerdonê da ye. Li ba Nabulsî (Ebdilxenî kurê Ismaîlê

Nabulsî) yê sala 1143 hicrî koç kiriye, destê pêxember Muhemmed (selewat û silav lê bin) ku bo “Beye’tê” ji gelê bawermend re hatiye dirêjkirin, destê Xwedê teala bi xwe ye, û mîna wê yekê li ba wî çavên hezretî Mûsa çavên Xwedê ne. Kurê Beşîş (Meşîş) ku ji mezintirîn şêxên desteya Şazilî bû, dirazê (duayê) ji Xwedê tea’la dike ku wî ji heriya (civiqa) Yekaniyê (tewhîdê) rizgar bike û wî bixîne di kaniya zireya Yekbûnê (Wehdetulwicûdê)

da, da ew ji wê pêve nebihîse, nebîne û ne jî bi tiştekî din bihese. Demirdaş, ku navê wî Muhemmed Eddemirdaş El-Muhemmedî bû, (Sala 929 K. Miriye) dibîne ku di gerdonê da ji Xwedê pê ve tiştek nîne, û hemî tiştên din pêjn (xeyal) û guman in. Ibin Ecîbe yê Fatimî, ku navê wî Ehmed kurê Ecîbe yê Idrîsî yê Fasî bû (Ji Fas li Maroko – di orta sedsala

13a Koçî da miriye) di helbesteke xwe da dibêje:

ید حق بترك حق ولیس حق سواي وحديتوح[Yekaniya heq bi berdana Heq e û ji min pê ve hîç heq nîne] Hesen Ridwan (sala 1310 H. miriye) jî di hozaneke xwe de dibêje,…. (Binêre Rewdilqilûb El-Mustetab, r.

269 çap:1322 k)

(Dûmahî heye)

1988ê di kovara Cudî (hejmar 1) da,

belav kiriye.] Tê gotin ku Hellac (Husên kurê

Mensûrê Hellac – sala 309ê ji

baweriya xwe ve hatiye xaçkirin) dibîne ku El-Xewas – sala 291 Hicrî miriye, bi pirtûkan ve gêro bûye, jê pirsî: Tu li çi digerî? Got: „Ez di van niviştan da dinêrim, ku ez rewşa xwe di tewekulê da baştir bikim.“ Hellac bersîv dayê:“Te jiyê xwe di avakirina hindirê (batinê) xwe da mirand, kanî pişaftina di yekaniyê da?!“ Mebesta Hellac ewe ku tu hîn di pileya sêyemîn a baweriyê da mayî, divê tu xwe bigihînî pileya çarê, pileya berşêbûnê di yekaniya Xwedê da. Mirov mat dimîne gava dibîne ku Imam Xezalî pesna Hellac dide, tevî ku Hellac van tiştan dibêje û di helbesteka xwe da bo Xwedê tea’la vê dibêje:

في روحي كما تمزج الخمرة بالماء مزجت روحكلفإذا مّسك شي الزالل ء مّسني فإذا أنت أنا في كل حا

[Te canê xwe tev li canê min kir, Weku mey tev li ava zelal dibe] [ Heger tiştek giha te giha min, di her rewşekê da tu ez im] Bi ser vê yekê ve, hîn ew gelek tiştên wilo dibêje. (Binêre: Pirtûka Hellac,

Eltewwaîn, r. 130-132)

Islamnasên wek Şeyxulîslam Ibin Teymiye yê Herranî û rojhilatnasên wek Nickelson û Goldzieher cudahiya di navbera Islama rastîn û sofîtiyê da baş dizanîn, lê belê Nickelson dibîne ku Imam Xezalî sofîtî bilind kir û hêşt sofîtî bibe hêzek livbaz di jîna olî ya Musilamanan da. Karl Baker jî dibîne ku di saya Xezalî da sofîtî ji jehrê hat paqijkirin û ji aliyê Sunnetmend ên musilman da „Ehlê

Sunnetê“ ve hat pejirandin [Binêre li

Kelepûra Yûnanî, r. 10, ku ji aliyê

Bedewî ve hatiye wergerandin bo

Erebî]. Hema Nickilson bi xwe dibêje ku Islam bê wate dibe gava baweriya yekaniyê „tewhîdê“ ji nav derkeve, ewa ku bi La îlahe îllelah – Ji Ellah pê ve kes nîne“ tê naskirin. Ev mijara „Yekbûna hebûnê – Wîhdetulwicûd“, ku sofîtiyê pêda kiriye, ola xwedayî ku bi rêya pêxemberan dahatiye, ji ortê radike, tune dike. Sebkî di „Tebeqatulşafîîye“ da dibêje ku Xezalî dev ji nêrînên sofîtiyê berda û li ola rastîn vegeriya.

Pirtûka ”Sofîtî an tesewif” (Xeleka7) Cankurd

16

hejimar "76" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

17

Cemal Nebez¹

Cemal Nebez

Te nebû pez û rez

Û nejî zêr û zîv û almaz

Pênûsê te sermaye te bû û saz

Xwedî raman bûyî tu û peyvsaz

Te xizmeta ziman û çanda kurdî kir bêlawaz

**

Cemal Nebez

Tu gelekî bezî û berxweda bi roj û şev

Jibo hebûna kelepora Kurd û ticar ne got ez

Dilovano nikane bigire ciyê te her kes .. kes

Ezmûn û keda te dewlemende wek buhara naz

Te berhem û lêkolîn nivisandin ta dawî nefes

Kurd nêzîkî te bûn biqedrek mezin û hez

Çiqas bikin bez nagihê te ti kes

Oxirbe ey mamosteyê gewre û serfiraz

Rehet raze seydayê wêje û helwest

Jibo te diyarî dikim gurzek gul û ev helbest.

09 - 11 - 2018

C. Nebez:

Sala 1933 li bajarê Sulêmaniyê ji dayîka xwe bûyî.

Û roja 8 meha mijdarê sala 2018 li Almaniya

anîjiyan bû.

Xwefiroş Xwefiroş … xwefiroş

Ew bê heste û bê namûs

Ne doze wî û nejî coş

Çiqas jêre dibêjî bê sûde ye wek kerûs

Jibo peran ew derpiyê dayîka xwe difroş

**

Xwefiroş … xwefiroş

Jibo postek vala û çend qurşên toş

Ew amedeyê gel û niştiman bifroş

Têgîna welatparêzî jibo wî gotinek boş

Jibo peran ew amedeye xwediyên xwe

bifroş

**

Xwefiroş …

xwefiroş

Karê wî derew

Û fen

Û siloganên mezin

Û tûj

Nexeme,

kî destdirêjiya bi jinê dike

Û radimûs

Jixwe ew teres bav e

Û dê deyûs …

Deyûs .

17 - 04 - 2018

Beyar Robarî Xorşîd Şûzî

BAHOZA

AZADIYÊ Bahozeke reş li jor çêdibe

Di rû ê asimana de dirêse

Çirûskin bîn teng vêdixe

Birûskin bi nalîn diteqîne

Newal û çiya Dide ber xwe

Bi stranê tirsê re ban dike

Bi rengekî sor wekû xwîne

Rê ya azadiyê nîgar dike

***********

Li ser awazên tembûra şiyariyê

Ji damaran çêbûne têlên wê

Di zemînekî maye bin destiyê

Ban dike bi qîrîn û hewariyê

Werin kurdê bê wariyê

Ji dijmin Kurdistan bighînin azadiyê

Ruh û can jêre bikin qurbaniyê

17.7.2000

DERZIYA MIRINÊ

Di gelîyekî bê jiyan

Rovî û gur didin dîlan

Sawêrin firok lê digerian

Şadî dibûn bi nemana xortan

Di nav serma windan

Neqiş dike derziya neman

15.6.1998

hejimar "76" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

18

Ferhad îcmo Selah Mihemed

HELBEST NAME

Li bajarê ceger xwîn

Pirin dîmenên rengîn

Hin biharin hin payîz

Hin çilene hin havîn

*****

Li gor yasên xuristê

Berî dane helbestê

Dikin karê xelata

Li ser pişta dar bestê

*****

Jîn û zevî di xwînin

Hawar li wir datînin

Gulistana Kevnare

Şabaş dîsa dibînin

*****

- 1 -

Dildar xortek mîdiye

Wek pîlingê kediye

Bejna wîna bi linde

Bi rûmet û fediye

*****

Bi Qêrîn û hewara

Dibe dostê guh dara

Dû dîwanên çap kirî

Danîn li ber dîwara

*****

Yek bi tîpên hûrike

Ya din girs û repike

Lê di pesnê sitêrê

Mala xwe xera dike

*****

- 2 -

Lê dil dare Aştî xwaz

Rastyê ew hişt belen gaz

Mator di bin de digrî

Li ser riya mîna baz

*****

Betariya Çêdike

Nayê welat lê dike

Ji bo Çavên helbestê

Singe golik radike

*****

Tev ku pirin kulên wî

Xwezya min bi dilê wî

Derdên Qîza diûzin

Li ser herdû mile wî

*****

- 3 -

Ka ka Ferhadê Çelebî

Ka ew peyvên lib libî

Piştî zanîn ser jê kir

Îro bûye helebî

*****

Kul û êşa di dêre

Sal û meha dij mere

Li hêviya rojek xweş

Mixa bin berxê nêre

*****

Li pey hêvyên nîv bi nîv

Demê , xwezî krin şîv

Li bin dara evînê

Ez û wî bûne kirîv

*****

- 4 -

HADÎ dîkê Girzîne

Tu kes wîna nabîne

Ji bêrîkên çakêta

Helbestên xwe dertîne

*****

Piştî şerê Eyranê

Dikir karê dîwanê

Dîwan şîva mişka ye

Li ser refka dikanê

*****

Di kon kavlek wêrane

Zîrek tê de xuyane

Li ser kertonên vala

Toza sala mêvane

*****

- 5 -

HELÎM bavê Gernase

Bê coker û bê ase

Helbesta wî kevnare

Bi xeftan û kirasw

*****

Pişta peyvan dide hev

Simbêl xûz bûn ketin dev

Ji bo helbestek nûjen

Ranakeve roj û şev

*****

Evîn bo wî dîroke

Dil biokek fedyoke

Gul firoşê gulên lek

Li pey riztê zîzoke

*****

- 6 -

Ew rebenê Konê Reş

Ji xwer nedît rojek xweş

Li ber siya sibehê

Zorî dide çaya reş

*****

Li nav kavlên çîroka

Ketiye taya zaroka

Piskilêtê kev'n û şîn

Ew xist rêza geroka

*****

Mîna keska bajêre

Qenc û pîsa dijmêre

Pirin derd û kulên wî

Li mixa bin newêre

*****

- 7 -

Hemîd bi nave Kazî

Mi jê nedît mêr xazî

Di nav pêlên helbestê

Îro bûye mar masî

*****

Ji cirnikê tê bi lez

Xewn lid û wî keryên pez

Ji bo dost û hevala

Ji bîr kirye peyva ez

*****

Li meydana ceng û şer

Nêzîk wê bibe leşker

Bi bêjingên bayînî

Peyvên Ferat hiştin kerr

*****

- 8 –

Mele Nûryê hesarî

Ji bîr nakim ti carî

Helbestên wî ronakin

Piştî danê êvarî

*****

Ka buhiştên çavê wî

Pûçin dest û Gavên wî

Li ser anya dîrokê

Em dixwînin nave wî

*****

Tev ku kal û nexweşe

Sitêra wî hîn geşe

Sed mixabin nivîskar

Li nav kurda bext reşe

- 9 -

M'hemed Şêxo bira can

Bavê Kîwan û Sîpan

Huh ned nûçên sibehê

Li ber deryê firna nan

*****

Tev ku kine bena te

Her kes dike pêjna te

Li ser pişta tirênê

Wey pîroz be cejna te

*****

Helbest name – te civand

Ma çek ji dil – te revand

Lê te gula efrînê

Bi helbesta nelivand

*****

- 10 –

Rez dibê : hek û pek

Çima em tev nabin yek

Girêdaye rextên xwe

Bê tiving û bê fîşek

*****

Nêzîk gundê DEKŞÛRÎ

Tirên di wî bihûrî

Helbestên wî xweş tiring

Ji ta liken tenure

*****

Dema peyvan dibêje

Dilê partyan diberêje

Bîst û nehê sibatê

Kula ji dil davêje

*****

- 11 –

Selah bavê Nûbare

Mest û sist û xeware

Ji bo nanê zaroka

Şev û rojê li kare

*****

Lûlên avê dikşîne

Xewna têre dişîne

Dara kul û hêvyên wî

Bê kulîlke lê şîne

*****

hejimar "76" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

19

Sibê heta êvara

Dikir karê kovara

Piştî kovar kirin yek

Xistin rêza ferara

*****

- 13 -

Meznê wana KELEŞE

Li jiyanê bext reşe

Dev li kenê gurover

Savar bi wî pir xweşe

*****

Berî kenê elendê

Digre sere govendê

Li badike bejna xwe

Li pêş çavên lewendê

*****

Pesindarê por zera

Evîndarê esmera

Bi min xweşin xêzên wî

Ji mir nedin xebera

*****

- 14 -

Xwedyê xêza Ferhade

Bê zarok û mirade

Heger bazde ji rastyê

Içmo devjê bernade

*****

Evîn darê bahoza

Xwedyê civan û soza

Ma ji cejn û newroza

Ji bo perçên potpza

*****

Karê wîna pin pine

Derdî wîna gotine

Ne pirsin li pesnê wî

Ne dirêje lê kine

*****

- 13 -

Meznê wana KELEŞE

Li jiyanê bext reşe

Dev li kenê gurover

Savar bi wî pir xweşe

*****

Berî kenê elendê

Digre sere govendê

Li badike bejna xwe

Li pêş çavên lewendê

*****

Pesindarê por zera

Evîndarê esmera

Bi min xweşin xêzên wî

Ji mir nedin xebera

*****

- 15 -

Hîn jî hene gelek nav

Ji bo tev da sed silav

Bera negrin dilê xwe

Gazina wa li ser çav

*****

Helbest vanên Qîz û jin

Min hiştine carek din

Ewin xemla heyînê

Di vê jîna sar û kin

*****

Heger çê bin peyvê min

Bi ser vekin hinek din

Li ser riya rastiyê

Da şiyar bin mêr û jin

*****

Sibê heta êvara

Dikir karê kovara

Piştî kovar kirin yek

Xistin rêza ferara

*****

- 12 -

Xelîl Bavê Perwîze

Bi pîzota dilîze

Mamosta û biraye

Lê gazina nabhîze

*****

Piştî xewa sibehê

Berî dide dadgehê

Evûqatek zîreke

Şermezare ji mehê

*****

Peyv hingiv û şekirin

Nerîn sert û agirin

Li ser nave ceger xwîn

Dîwana wî çop kirin

*****

30 – 9 – 2003

Ev helbest di kovara – Jîn – de hejmar 83 – 84

sal : 2003 hatiye weşan din

Sê pirtûkên nû ên CanKurd

Pir ji zû ve, Cankurd di warê vejandina berhemên efsaneyî yên kevin de xwe gelek westandiye, niha di rojekê de, bi hevre 3 pirtûk wî bi rêya (Weşana Sersera) derketine. Bi çapeke xweşik û bi zimanekî Kurdî yê asan:

-Gilgamêş, ku kevintirîn efsaneyên rojhilata navîn e, ji dema Someriyan de, ku niha têkiliya wan bi gelên ne Samî re bi cîh dibe. Cankurd ev efsane mîna kurteromanekê nivîsandiye.

-Gulyar, ku efsaneyeke kurdî ya kevine, li çiyayê Kurdan (Kurdaxê) bi sernavê (Sê bira

û sê gul) têt nasîn. Cankurd ev efsane jî wekî kurteromanekê nivîsandiye, ku her kurdek kanibe wê bi asanî bixwîne û têbigihîne.

-Rostemê Zal, berhevokeke ji 348 rûpelan e, tijî efsane, çêrok û beyt û stranên kevin tê de ne, ku ji aliyê Rojhilatnasan ve bi Kurdî hatîne nivîsandin, lê bi tîpin, ku zor zehmetin, tevî ku Latînî ne. Cankurd gelek sal di vê xebatê de derbas kirine, û hîviya wî her ew bû, ku rojekê evana wekî pirtûkekê, bi Kurdiya nûjen, li gelê me vegerin, da winda nebin.

Xebata Canurd di vê alî de digude û ew dibêje: "Ezê berdestiya çanda gelê Kurd bikim, heta çavêd min nema dibînin.

hejimar "76" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Şêrînê nazê

Şêrînê nazê delalê

Li serê çiyan dinalê

Bê ol û êl û malê

Buhirîn li te pir salê

Zor û setem ji destan

Zîvar û mest bê xwedan

Va dêw li te bûn beyan

Tim êrîşe û talan

Bo te her dem di gotin

Cerg û hinav di sotin

Ev neyar li te cotin

Bi erzanî firotin

Wan şêx û beg û axa

Laş dan ber kew û daxa

Rakirin gulê baxa

Kuştin rewanê saxa

Kurdino îdî hûn rabin

Rengê şêr û mêrabin

Bi xwendin hun zanabin

Her dem winê xuyabin

Dema ku hûn radibin

Bi jiyanê şadibin

Neyar li we pirdibin

Lewra hûn bin dest dibin

Îdî rabin bi yek deng

Li meydanê bikin ceng

Keç û mendal û leheng

Tev şêrînin bi yek reng .

13 – 7 – 1989

20

Helbest: Wergerandin:

Luqman Mahmoud Cankurd

Hewar Zahir

Evîna te

mizgîne A dilê te ax şêrînê

Ez pê zanim ew mizgînê

Ew xaliye ji kerb û kînê

Tev pêlin ji derdê evînê

Ew gerdûna tu lê hebû

Dilê min her lê vedibû

Bi te riya min dûr dibû

Tu di dilde mezin dibû

Ez bêjim bo te dîlberê

Barkirin evînê berê

Îro tu ji mire keserê

Can û hinav û cegerê

Pîrozbe li te ev dilê min

Bêyî wî tine hale min

Destê xwe bide destê min

Da em jî bibn mêr û jin

Hey beybûna li gulistana

Te ez kirim kalê zemana

Tu di xwazî ji min civana

Kêf û sema û seyrana

Mane em bûne dost û yar

Bo me divê xebat û kar

Em bakin gelê koledar

Ev evîne ji rengê buhar .

3- 1 – 1990

Ez jîna xwe digudînim

Ez im çemê birîndar

Di zevînê mirî de

Nameya min a avê heye

Kuve biçim şopa min heye

Min serî li nijadê xwe hilda

Ku ez kesera avan bi cîh bînim

Min bo nijada xwe got

Kesera avan hişkî ye

Min hemî rehên xwe birrîn

Di taqîkirina azadiyê de

Da ez di hembêza biharekê de

bimirim

Ya ku piştrast

(Ya ku ten veniştî)

An jî di hembêza payîzekê de

Ku piştxûz e

Taqîkirina Azadiyê Nalîna bavpîrên min

(Bavpîrên min pêl in)

Min disojîne, min dikuje

Ji hezaran sal de

Çiku ta niha min nebihîstî

Ku birayekî ji birayên min

(Birayên min Pêşvehatin û

paşveçûna deryayin)

Serkeftin bi cîh aniye

Di revê de

Di rizgarkirina xwe de

Her eve, yê ku ez dixwazim

Ey nijada min avî

Ku ez bi tenê xwe bimirim

Û ez bi we re nebim girtiyekî

herheyî

Di zireyê de .

hejimar "76" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

21

Rêber Hebûn

Gul ji bexçêm

Barkir û çû

Tîbûn lê hat

Mabû bê rû

***

Li ezmana

Ewr giran bû

Piçek baran

Min nedî bû

***

Miletê min

Bê Erd û kar

Dozek xwe xwest

Ma guneh kar

***

Çûbû Şamê

Hums û Heleb

Wendabû li

Kolanê xerîb

***

miletê mın

bûye pîşo

bûye bexçek

bê dar û ro

***

zanim ev derb

namîne ji neyar

wê lê veger

guneh û dar

***

wê geş bibe

welatê mın

bi dar û bax

û baranê

***

namîne hejar

ta dawiya zemanê

***

wê dûrkeve

ji kêmanî û xizanê

***

Talan

Elî Ebdullah kolo

Welatê nû buharWelatê nû buharWelatê nû buharWelatê nû buhar

Nûbedara xewin û aşop û sîtav

Der bider em bazdidin nava beyar

Bin siya jîna bi xap û vir û hov

Nav kelpçên tariyê em bûne dar

ber kulîlkan deşt û zozan ez diçim

Zingezingê bilbil û çok û kenar

Nav ziravî sînga te yara ciwan

Zirbinfş û lêlûz û bihina te yar

Her bedewbûn afirandiye sirûşt

Payiza xem her di keniya ber buhar

Lê şîraniya dilê min roj bi roj

Te dibîn im şînvekirî her êvar

Ez nimêjkarê evîn im yara min

Tu nimêjgeh xanima berbanga sar

Nik û nala min ji bû te bûn nimêj

Bûn dirûşma destana vîna diyar

Ber dûmana xem û agir û birîn

Çêdikim warê welatê nû buhar

Stranê demsalStranê demsalStranê demsalStranê demsal Ji lêvên sor siroda min tîra agir

Evîna min di nav deştan reva hespin

Ezim payîz li ser daran siya heyvim

Pelê daran bi romanê jînê geşin

Ezim baran zivistanê evînek nû

ji nalîna çemên çiyan bi tev berfin

ezim avdar dîroka gelê ronahî

buharên azadî gelan gelek geşin

ezim havîn gulîzara welatê roj

li dûr min çok û perwînên sibê mestin

bi demsalê evînê zanebûn dijî

bedew bûnên hebûna me bi perwerdin

1l8l2008

hejimar "69"" Nûçe.. Çalakî.. Daxuyanî

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

22

Dİ ROMANA YEHYA SİLO DE Çİ HEYE?..

XEBAT DÊRÎKÎ BÛ ROMAN

Dilnas BERAZİ

Heke nivîskarî wêrekî be, roman asta herî bilind ji vê wêrekîyê ye. Newêrek, ne dikanin li xwe mukur werin, nejî dikanin li civakekê mukur bên. Bêyî naskirina birîna kesekî an civakekê, bê guman wê dermankirina wê birinê qels û şaş be. Roman, bi rêya vegotina çiroka wê komê an wê civakê, divê ku alternatîfa wê nîşan bide; ango heke rexneya kevin dike, divê nû ya wê jî diyar bike. Roman wê deme dibe neyînika wê civakê û hemû rastîyan rêdixe berçavan. Romana bê rexne, wekî nanê bê xwê ye, wekî çîroka civatê ye, tenê jibo tijîkirina demê bi wate ye. Heke roman tenê vegotina çîrokan be, wê demê kurd di nav gelên cîhanê de, xwedan hêjmara herî mezin in, ji roman an.

Ka em li nava rûpelên romana Yehya Silo, ya bi navê VEJÎN Dİ BERQEFÊN ÇÎYAN DE, çavên xwe bigerîn in. em e çi bibînin!..

Her çende ku roman ne romaneke dîrokî ye, lê ev roman, kêlîyên girîng di dîroka tevgera rizgarîya gelê kurd de, tomar dike . Bi taybet, li devera Herekolê; ya ku bi navê herêma BOTAN ê tê nasîn. Herêma ku yekemîn gule di serdema dîroka kurdane nû de, li hemberî dagirker û nokeran bi rêberîya fermandarê Hêza Rizgarîya Kurdistanê, Egîd ( Mahsûm Korkemaz) hatibû teqandin. Jixwe dijmin digot: 'li vir destpêkir û divê li vir jî, bi dawî bibe.' Di heyama nivîsîna vê romanê de, Egît nîn e, Xebat heye. Xebat Dêrîkî, yek ji fermandarê hêza gerîla bû û damezrênerê Hêza Yekêneyên Parastina Gel YPG bû ku di bûyerekê de, li Qamoşlo şehîd bû.

Şopa fermandar Xebat Dêrîkî di vê romanê de, wekî berpirsê yekem ji her bûyerê diyar e. Hemû liv û lebata li vê herêmê, di nava vê romanê de diqewime, bi fermana wî ye. Ew li vir bi navê xwe yê rastînî, Xebat di nava rûpelên vê romanê de, zindî ye.

Xala herî girîng di vê romanê de, li ser birina kurdan e kevinenû ye, birîna ku heya niha wekî kula mêrxurê kurdan ji hindir ve dixwê, hatîye danîn. Ev birîna ku bi sedan sale hîn jî derman nebûye û her carê bi navekî li nava kurdan belav dibe, her carê dibe sedema xarine serê bi hezaran mirov. Ev birîn, birîn herî mezin e, ji raserî dîrokê were, heya niha di nava kurdan de, bi kula bê derman tê nasîn. Her çende ku kuradn bi dehan nav li vê kula mezin kirin, hîn jî ew wekî nexweşîyeke bi dizî diçizire nav rehên kurdan û warê wan wêran dike, pergala wan belav dike. Jixwe pêşîya kurdan gotîye: kurmê dêr ne ji dêr be, dêr nabire!.. Ev kurm, li bakur bi navê Çete û li başûr jî, bi navî Cehş; ango Sîpe tê nasîn. Jixwe li rojhilat û rojav ew dest û lingên dijmin in.

Nivîskar Yehya Silo, di nava vê romanê de, li şûna nivîskar ew tameşevan e, ew tenê bûyeran bi hemû tayên wê ye zirav ve, li ser van rûpelan tomar dike. Navên tevayî kes, cih, war, dem, çiya, gund û kanîyan rast in. Di rê ya vê romanê re, ew dixweze kula herî mezin di dîroka kurdan de, bi taybet jî li vê herêmê bide nasîn. HEREKOL, ango Herekola mîran, warê mîr û serhildanên kurdan. Warê Mîr Bedirxan beg û Xelefê Şofî, warê Yêzdanşêr begê botanî û Şêx Abdurihmanê xerxurî û hwd.. Ev roman gelek çîrok û serpêhatîyên van camêran digre nava xwe. Ev herêm, herêmeke xam e, herêmeke ku her tişt li gorî dap û nerîtên berî sedan sal ji alîyê Şêx û mîran ve dihate rêvebirin. Lewma jî, çîrokên vê herêmê pir bi êş û şewat in. Ev war, warê hevrikîya êl û eşîrên kurdan e, warê ceng û cirîdên giran e.

Di rûpelên pêşîn yên vê romanê de, xuya dibe ku êdî li vê herêmê bi taybet lerzînek di her warên jîyanê de hatîye pê. Êdî li vir qet tiştek wekî berê bi rêve naçe, wekî forma şev û rojê, êdî li vir du hêzên ji hev cuda hene, du çand li hember hev di pêşbazîyê de ne. Herçî heza Xebat û hevalên wî ne, ew roj bi roj dixwezin hîmên bingehîn ji çanda kevin hilweşînin û li şûna wê yeke nû damezrînin.

Lê li hember vê hêza din, ew bi hemû derfetan liberxwe dide û dixweze wî dîwarê ku bi tirsê ava kirî biparêze. Li vir hustetîya nivîskar Yehya Silo derdikeve pêş ku wî çiqas kanî wan kêlîyên herî girîng ji jîyana mirovên wê herêmê, di bin zext û fişarên dijmin de, bide nasîn.

Her mirovekî ku di nava vê romanê de cih digre, li vir êdî dibe du mirov û bi xwe re dikeve nava gutobêjeke dirêj . Jîyan li vir dibe du beş. Pirs û guman li vir êdî dibin hevalê xewin û xeyalên xelkê vê herêmê . Her kes li vir di nava hişên xwe de dikelê, serên wan tijî pirsên bi guman dibin, rûyên wan van bûyeran bi rengekî aşkere vedibêjin.

Hemo yê çete,nonerê kurdên kevin, rûreşîya hemû dîroka civaka vê herêmê diparêze û dixweze ev rewşa heyî bidûme. Ew, bi nokerîya xwe ye bi dijmin re, dikeve helwesteke ku ji hemû tayên jîyanê tê birîn. Ew ne tenê xwe, her weha pergala mel û zarokên xwe jî, belav dike û êdî di nava xizim û karên xwe de dibe bela serê wan. Dîko yê şivan; ango Dindarê bêkes, hevrikê Hemo tevî bêçaretîya xwe dibe pira di navbera kevin û nû de. Bihara reben, jina du mêran, êdî kerasê tirsê ji ser xwe davêje û hemû çand û tora kevin mina soleke ku êdî di lingê wê de kevinbûye, dixweze kêlîyekê berî ya din, ji xwe dûr bavêje.

Di rêya sêkuça van hersê mirovan re, hema -hema jîyana li ser axa vê herêmê mina wêneyeke neqişandî té ber çavên mirov . Li ser zimanê van hersê mirovan, para mezin ji çand , jîyan , kultur û irf û edetên vê herêmê tev aşkere dibin.

Ev romana ku heyameke kurt ji dîroka vê navçê vedibêje, ew rastîya sedan sal ya diroka gelê me, di warê deronî û civakî ve dide nasîn. Her çende ku roman bi zimanê Erebî hatîye nivsîn, lê ji bilî ziman tiştekî Erebî di naveroka wê de nîn e, heya ken û girîyê di nava vê romanê de jî, tenê bi kurdî ye .

Mala nivîskar Yehya Silo ava be ku kanî di wan rojên zehmet di jîyana xwe de bike rojne bi wate û wan zindî bihêle. Her weha ew bi heval û fermandarê xwe yî wê demê XEBAT DÊRÎKÎ re,nankor derneket û bi rêya vê romanê kêlîyên jîyana wî yên wê demê zindî kirin.

Ev roman, yekemîn romane ku bi zimanê Erebî di dîroka tevgera kurdî de li bakurî welêt li ser Gel û Gerîla hatîye nivsandin e .

hejimar "69"" Nûçe.. Çalakî.. Daxuyanî

Çirîya paşî// 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

PPost û birûskên ku di derbarî koçkirina nivîskar Siyamed Ibrahîm

hatibûn belavkirin..

Malbata Cegerxwîn sersaxiyê ji malbata

nemir Siyamend Birahîm re dixwaze

Bi dilekî xemgîn û bi êş û keder me nûçeya koça dawî ya Nivîskar û Rojnamavan Siyamend Birahîm bihîst.

Ez li ser navê malbata Cegerxwîn sersaxiya malbata wî û sersaxiya gelê kurd û dost û hevalên wî dikim Rehma xwedê lê bê û cihê wî buhişta rengîn be û xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Malbata Cegerxwîn

Keyo Cegerxwîn

Stockholm 15.12.2018

Posta Tengezar MarînîPosta Tengezar MarînîPosta Tengezar MarînîPosta Tengezar Marînî

Siyamend, bira û dostê hêja, yek ji me nema û te alîkariya wî nekir. şûna pencên te li ser dîwana min ya diwem in " Çirûskên xewneke bazdayî". Vêca ezê tenê gotina Rilkê li jêr binivîsim:,

" Eger hun li min bigerin, li nav dilê xwe bigerin. Li wir, min cihê mana xwe dît, li wir ez hîn berdewam dijîn"

„Wenn ihr mich sucht, sucht in euren Herzen. Habe ich dort eine Bleibe gefunden, lebe ich in euch weiter.“ Rilkê

Bilê Siyamend tu di dilê me de dijî. Rehma xwedê li te be, cihê te buhuşta berîn be. Tu dilovan bûyî û dilê te kîn nas nedikir.

Oxir be bavê Hoşeng Bavê Hoşeng te konê zû xwe ji nav kona barkir, lê te gelek kul bi xwe re birin. Xweda te bi dilovaniya xwe şad bike, serê zarokê te û malbata te sax be, gora te bihuşt be.

Ezê bêjim min çawe Siyamend Birahîm naskir:

Di sala 1994an de dema min yekim roznama kurdî 365 rûpek bi kurdî çêkir. Di wê demê de kompiyoter li Qamişlo ne bûn.

Min rahişte dest nivîsa xwe û ez çûme Şamê, ka ezê çawe roznama xwe çêbikim. li Şamê hina ji min re got: Siyamend Birahîm dikare ji te re çêbike. Wê demê hîn min Siyamend qet nedîtibû, lê carekî di kovarekî de min dîmenek wî dîtibû. Min ji çend kesên ku min ew nasdikirin pirsa mala Siyamend kir, lê mixabin gotin em mala wî nasnakin.

Piştî hevtiyekî ez mame lê Şamê, rojekî dor nîvro ez li wê celda ku ber bi posta mezin ve diçê, diçû n, min dî zilamek ji wir ve tê, min lê meyzand, min ji xwe re got: hebe nebe eve Siyamend. Ez çûm li pêşiya wî sekinîm, min jêre got: Ez dikarim pirsekî ji te bikim.

Weku yek ji xew hilçenê di ciyê xwe de ma sekinî ji min re got: fermo?

- Min jêre got: tu ne Siyamend Birahîm î ?

- Ji min re got: belê xêre?

- Min çîroka xwe û roznama sêsed û şêt û pênc pelî 365 jêre got. Keyfa xwe pir anî, ez pêre çûm mala wî , û roznama min li kompiyoterê da û di rêya wî re me li çapê jî da, û jê pê de me gelek kar bi hev re kirin.

Bila gora te bihuşta rengîn be bavê Hoşeng, serê zarokê te û hevjîna te sax be..

Luqman Silêman

23

Sernivîser Derhêner

Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Merwan Mistefa

- Mizgîn Hesko

- Cemîl Ibrahîm

- Xorşîd Şûzî

Ji bo hinartina berhemên kurdî :

[email protected]

Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :

www.penusanu.com