komkojiya kîmawî: berdewamî di programê de û pi kinîn ji ......berî ku rejîm wan çekan...

14
25 Rezber 2016 Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pişkinîn ji Civata Navdelwtî re Yekînya vekolînên siyasî

Upload: others

Post on 03-Mar-2020

1 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

25 Rezber 2016

Komkojiya Kîmawî:

Berdewamî di Programê

de û Pişkinîn ji Civata Navdelwtî re

Yekînya vekolînên siyasî

Page 2: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha
Page 3: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.

Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.

Navenda Heremonbo Vekolînên Hemdem

Page 4: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

1

Naverok Pêşgotin: ...................................................................................................................................................... 2

Yekemîn: Tawan ........................................................................................................................................ 2

Dûwemîn: Rêjîm Hewla Revê Dike ....................................................................................................... 3

Siyemîn: Rûsiya Werîsê Parastinê Dirêj Dike ...................................................................................... 4

Çaremîn: Tev Kîmawî yan Parek jê ........................................................................................................ 5

Pêncemîn: Çi Kes ne Bê Xem e ................................................................................................................ 5

Şeşemîn: Tawanek bi Derbasbûna Demê na Keve ............................................................................ 6

Heftemîn: Belavkirina Peran ................................................................................................................... 7

Heştemîn: Sûriya ya Dehatî û Çekên Komkoj ..................................................................................... 9

Page 5: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

2

Pêşgotin: Komkojiya Kîmawî, yaku Rejîma Sûriya yê pêkanî li dijî welatiyên sivîl li dever Xota Şamê/

Ghota Dimeşq, hîn wek tawanekê pir zehmete werê jibîrkirin, û ew bi derbasbûna demê ji

maf-nakeve, û miletê Sûriya yê digel dirêjiyên wê jiyan dike, dilê wî êşê, û dubare dike di

mafên wî de ku mirdaran siza bike, û di çespênê ku şoreşa wî li dijî zordaran rastbû ew

zordarên ku dudil nebûn di bikaranîna çekên kîmawî li dijî wan de, ew celadên ku çi

giranbûhayî ji rewiştê mirovatî li ba tune ye, û çi rêzê li yasayên navdewletî û mirovayetî yê

nagirin, û li ber çavê cîhanê kuştin û wêrankirinê bi kar tînên digel bê dengiya civata

navdewletî ji mirina miletekî re.

Komkojiya kîmawî di Gelewêj/ Tebaxa 2013an de rûda, tawanek bû tevahiya sînoran

derbaskir, û tevahiya ew xîzên sor yên ku serokê Amerîka Barak Obama destnîşan kirbûn ew

binpêkirin, ew xîz tenê bo gefê li rejîmê bike daku wî ji çekên kîmawî bêçek bike.

Yekemîn: Tawan Komkojiya kîmawî li gundawarên Dimeşq/Şamê di 21 Gelwêj/ Tebaxa 2013an de rûda, ku

çendîn rokêt ji aliyê çiya yê Qasiyon hatin berdan – ku hêzên parastina komarî li wir cihdigirin,

digel çend yekîneyên topbaranê û rokêtan jî- ew rokêt barkirîbûn bi serekên kîmawî, û di

encamp de, 1450 kesên sivîl hatin kuştin, ku bi nav û wêna hatin tomarkirin, piraniya wan

zarok û jin bûn, li deverên Zemelka, Mêedemiya, KefirBetna, Dûma, Jisrîn û Erbîn.

Çendîn rapor ji aliyê rêkxirawên navxoyî û navdewletî derketin, ku diyardikin ew devere ku

rokêt jê hatin berdan, navçeyek çekdarî bû li ser Çiyayê Qasiyûn ku jêr kontorla wezareta

bergiriya Sûriya yê de ye – navenda vekolînên zanistî bo pêşkînîna çekên normal û ne normal,

her wiha raporan diyarkir ku çend rokêt ji aliyê firokxaneya Mezê ya çekdarî hat, ku ew wek

navendek kontrol ji opersiyonên çekdarî yê rejîmê ye.

Rêxirawa (Mafên Mirovan/ Human Rights Watches) di raporek berferih de tekez kir ji

bikarnîna rejîmê bi awakî berfireh ji " Xaza Sarîn/ Sarin Gas" di êrîşê de, û amaja kirk u her

rokêtek bargirê 55 Litir ji xazê bû, û tekez kir ku şêwazê rokêtên ku bi kar hatin tenê li Sûriya

yê pêda dibin, û ew yek tekez dike ku Rejîma Sûriya yê ew rokêt bi kar anîn.

Page 6: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

3

Ev rapor, yekek ji çendîn raporên ku hatin pêşkêş kirin ji aliyê rêkxirawên nanxowyî û yên

navdewletî, ya herî dawî derket di dawiya Gelwêj/ Tebaxa rabhurî de bo Encûmena Ewlehî yê

hat pêşkêşkirin, kê têde tekez hat kirin ku " Rejîma" Sûriya yê çekên kêmawî bikar anîn li Xota/

Ghota, di he dû salên rabhûrî de Dû caran bi kar anî, wek binpêkirinê ji sozên xwe di tunekirina

teqemeniyên xwe ji wan çekan, û raporê got, ku zniyarên baş bi dest hene ku kopterên rejîmê

çend alav bi ser bajarê " Tilmens" di nîzana 2014an de û li ser "Sermîm" di adara 2015an de

yên li parêzgeha Îdilbê bombebaran kirin, ku Xaza Kolor belav dikir.

"Komkojiya" xotayê ya kîmawaî rûda paş Sê rojan ji hatina şanda berçavkarên navdewletî bo

Şamê/ Dimeşq, ew yek mînaka li ser nerêzgirtina rejîma sûriya yê ji yasyên navdewletî re, ku

16 rokêt hatin topberdan, ji rengê zemîn-zemîn û bargirin xazên jehira wî bûn ji cora Xaza

Sarîn, ku bikar tanê li wan deverên ku asteng bûn li hember serbazên wê ku derbas bibin.

Rapora berçavkarên navdewletî ku di 16 ê Rezber/ Îlûna 2013an de hat ragihandin, tomet bar

nexist li ser astoyê çi alî yê de, û wê tenê ew bûyer bi " tawanek metirsî dar" dazanîn, û têda

hat tekezkirin li ser pêwistiya pêşkêşkirina mirdaran bo dadgehê, her wiha raporê diyarkir ku

ew rokêt ji cora zemîn- zemîn di demjimêra 2-5 biyanî de hat topberdan, ku bû sedema

piraniya qurbaniyan bi sedema dema xweyê, nimaza ku rêjîmê corek ji rokêtin bê deng bi kar

anîn.

Dûwemîn: Rêjîm Hewla Revê Dike Çend ragihandinên bêgane, û yên dijber ji aliyê rejîmê û berpirsên wê derketin, ku bûn sedema

zêdebariya gumanê li ser, û bawerî li ba çavdêran drustkir, ku rejîmê ew tawan kirî ye. Ku

Boseyna Şeban, berdveka siyasî û rojnamevanî ya Beşar Asad, çend zaniyarî ragihandin dûr ji

rastî yê bûn, û tometên be bê belgeh avêtin astoyê opezisiyonê, û çîrokek wek xwenê got, û

ragihand: opezisiyona Sûriya yê berpirse di tawanê de, ku wê zarok û jin ji gundewarên

Lazqiya revandin, û ew anîn li Xotayê veşartin di cihekî de, û çekên kîmawî li dij wan bi kar

anîn", û wek hewldanekê ku ew kesên qurbanî ji " tayfa elewîna", ku opezisiyoan bi sedan ji

gundên lazqiya koçber kirin- wek tê zanîn Lazqiya 400 Km dûrî Xotayê ye, û bo opersiyona

veguhestina wan pêwistite bi dehan xalên pêşkinînê ve yên rejîmê derbas bibin. Û ewe

rgiahndina bêgana belgeyek bû bo gelek çavdêran ku rejîma tawan bare.

Page 7: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

4

Paşî ragihandinên Boseyna Şeba, Dayê Agnîs Meryem Selîb / AlUm Agnîs Meryem Selîb, ku

alîgerk xorte ji rejîmê re- çêrokek ragihand, wek çrokên soriyalî, got ew dîmenên ku hatin

ragihandin ji aliyê opezisiynê şanoyek bû û çi bûyer li Xotayê rûnedane, û got: " diyar ew

wêneyên bûyere çekên kîmawî derewin, û ew hatina sazkirin", û berdewam kir: " hilbijartin

heye di wêneyên zarokan de, ku dê û bavên wan ne diyarin", û got:" û ew kesên di dîmenan

de diyar dibin ne dilxemin", û red kir ku ew belge navên qurbaniyan be, her wiha ew filmên

bi ax spartinê redkir.

Siyemîn: Rûsiya Werîsê Parastinê Dirêj Dike Dema Rûsiya yê gefên cidî yên Amerîka dîtin di bombebarankirina rejîma Sûriya yê de, ew

bilez digel Amerîka yê de rêket daku ji pirsgirê derkeve, û Rûsiya yê desbexeşeriyek pêşkşê kir,

rejîma Sûriya yê ji teqemeniyên kîmawî bêçek bike, û dûr ji opersiyonek çekdarî bikeve, her

wiha yek hat wek derfetekê bû ji Serokê Amerîka yê Barak Obama ku ji astengiya xîza sor

derkeve. Lê Obama tekez kir ew dê berdewam be di " gefên li ser Asad de", di dema ku kar bi

desbexşeriya Rûsiya hat bi kar anîn, û Obama ew yek bi " pêşketinek positîv" dazanîn, û tekez

kirk u rêveberiya wan " wan li berçav bibe ,”amaja da ku ew gefên Amerîka li ser rejîma Sûriya

yê bû sedema " rêketin li ser van pêngavên positîv" yên taybet bi çekên kîmawî, û nameye –

nerm- ji rejîmê re şand têde got: " dive Asad ji bikaranîna çekên kêmawî raweste, û dive zanibe

ew karên ku kirin pir metirîdar bûn".

Di encam de, Amerîka digel rûsiya de rêketin li ser bêçkkirina rejîmê li hember rawestandina

êrîşa çekdarî, da ku paş re wezîrê derve yê Amerîka, Con Kêrî, û wezîrê derve yê Rûsiya yê Sêrgî

Lavrov ragihandin ku dê rejma Sûriya yê çekên kîmawî radestî çavdêriya û kontrola

navdewletî de.

Amerîka ew ragihandinên ku di gotin dibêjin Amerîka di xwest di riya rêkeftinê de ji sozên

xîzên sor baxde redkirin, yan jî armance wan bêçekirina rejîmê ji çekên kîmawî li ser dilxwaza

Îsraîlê; di heman demê de, rejîmê raghand, ku ew wiha dike bo parstina kesên sivîl, di

daxwiyaniyek bêgana de ji aliyê wezîrê derve yê Sûriya yê Welêd AlMoelim ji moskoyê gor :

serkerdiyatiya Sûriya yê pêşwazî yê li desbexşeriya Rûsiya yê dike ku canê welatiyan û bajar

hatin parastin, û baweriya me heye bi serkirdatiyaa Rûsiya yê di qedexkirina êrîşa dijmin de".

Page 8: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

5

Di encam de, armance sereke û tak, di bazara du navbera Rejîmê û Amerîka de û çavdêriya

Rûsiya yê, parastina rejîma Sûriya yê ji êrîşa Amerîka yê.

Çaremîn: Tev Kîmawî yan Parek jê Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran

veşêre, herwiha ew veguhestin bo Lubnanê jêr çavdêriya Hizbulah veşartin, raporek ji aliyê

saloxgeriya Amerîka ve derket, got: " rejîma Sûriya yê xazên damarê li cihên din veşartina",

,tekez kir ku ew çek di " destê Hizbûlah de ne", herwiha balkişand li ser bê dengiya vekolînerên

navdewletî û hêzên cîhanê, ku gef li rejîma Sûriya yê nekirin daku zaniyariyên rast derbarê

çekên kîmawî aşker bike, ku raporên navdewletî diyarkirin ku 1300 ton ji çekên kîmawî yên

ku hatin diyarkirin ew 75% ji stokên wî ye.

Ajansa Saloxgeriya Amerîkî gihişt encamê ku xebata zaniyariyan hatin guhertin, ku gelek

belgeh hebûn li ser sizadana rejîma Asad ku wê çekên kîmawî veşartin, wek yedek bi kar bîne

bo rojên paşerojê de, bo bergirî li şûnwarên xwe yan jî wek diyarî bo Hizbûlah.

Paş pêvajoya radestkirina çekên kîmawî ji bo Netweyên Yekgirtî, Goşka Spî û Wezareta Derva

ya Amerîkî ragihand ku opersiyona wergirtina çekên kîmawî " serkeftî bû, tevî ku rejîmê

çendîn amûrên jehirî veşartin", û berpirên Amerîkî li ser rewşa ewlehî yê tekez kirin " ku dê pir

metirsî dar be, ager ew meznahiya amûreyên kîmawî ne hat be rakirin", û di vê çarçovî de,

Tomas Kontrîman, alîgirê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên atomî ragihand: " pir giringe

li ser parastina nerîna ku metirsiya van çekan li ser mirovan ne di destê dictator de ye".

Pêncemîn: Çi Kes ne Bê Xem e Mixabin, bertekên navdewletî û di nav de Amerîka, pir lawaz û nerm bûn, ku vê yekê derfet

da rejîmê ji bepirsatiya yasayê xwe vedize.

Ew bertekên bêpirs ji aliyê amerîka û ewropa derbarê êrîşên piçûk bi çekên kîmawî berî êrîşa

Gelewêj/ Tebaxa 2013an, derfet da Asad ku êrîşên berfereh bike, bi rastî hat diyarkirin ku

rejîm û digel Îranê de ku gefên wan li ser miletê sûriya yê ne sînordara û çi li ba wan qedexe

tune ku li dijî miletê Sûriya yê bikar bînin, her wiha wan wek Ronahiya Kesek ji aliyê Amerîka

wergirt daku bi dilê çekan bikarbînin.

Page 9: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

6

Amerîka çendîn gef dan, û Obama di Berfanbar/ Çileyê Yekem 2012an de ragihand:" Amerîka

qebûl nake ku rejîma Sûriya yê çekên kêmawî bi karbîne, û dê bersiv liser vî karî hebe", lê tevî

van gefan bi karanîna rejîmê ji çekên Kîmawî re zêde tir bû.

Berî komkojiya Xotayê, agerên bi karanîna ji çekên kîmawî re bilidtir dibû, digel pêşketinên

hêzên opezisyonê li hember paşdeçûna hêzên rejîmê, û di 23têrmiha 2912an de, rejîma Sûriya

yê ragihand li ser zimanê berdevkê wezareta derve, Jihad Meqdisî ku tekez kir: " ku rejîma

çekên kîmawî bi kar na înê ji bilî ew haletên ku rûberûyê zorbazîek derve be", û ew li

mukerhatinek fermi bû.

Berî Gelewêj/Tebaxa 2013, rejîmê çekên kîmawî li deverên; gundewarên şamê (Ûtêbiye, În

Tirma, Dareya û Teyba), û li taxa ŞêxMeqsûd li Helebê, û Siraqib li Îdibê, û Jober û Kampa

Yermûk li Şamê, ku Tora Sûiya yê ya Mafên Mirovan 33 êrîş tomarkirin bi xazên jehrawî di

navebera 23 Berfanbar/ Çileyê Yekem 2012 ta 27 Rezber/ Îlona 2013an de; wateya ku rejîmê

30 caran xazên kîmawî bi kar anîn li pêş çavê cîhanê berî Gelewêj/ Tebaxê, tevî wiha çi hewl

neda ku li hember raweste.

Ew rewşa gurkir, derfet da pir bertekan ji bilî karên çekdarî, bo sizadana rejîmê, lê vekişandina

amerîka û ewropa yê de, kareset li ser sûriyan rûda, ku êrîşê li ser wan derdewam bûn, û

rengên nû pêda kirin wek bermîlên bombekirî, ku rojana pitir 100 bermîl di hat bombekirin,

herwiha bikarnîna xaza kolorê bilindtir bû, wisa kirk u rojnamenya Waşinton post ragihan: ku

Obama defet da bi asad ku çekên kîmawî bi kar bîne.

Helwêsta amerîkî pir lawaz bû, çi ji aliyê yasayê navdewltî, û çi ji aliyê mirovatiyê de, tevlî ku

wê qedexe kiriye ku opezsiyoan çekdarî çekên pêşketî bi dest bikevin.

Şeşemîn: Tawanek bi Derbasbûna Demê na Keve Yasayên Navdewletî û yên mirovayetî diyar dkin ku wek van tawanan nakevin bi derbas bûna

demê, û ev yek wiha dike ku miletê sûtiy ayê her gav daxwazê ji civta navdewletî bikin daku

ew tawanbar werin dadgehkirin, ku ew bûn sedema kuştina pitir ji nîv miliyon kes li Sûriya yê

ji Adara 2011an de ta wekû îro, zêdebariya koçberbûna miliyonan mirov. Tawanên rejîmê berî

komkojiya kîmawî despêkir û paş re jî.

Page 10: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

7

Tevî ku biriyara Encûmena Ewlehiya Navdewletî 2209 yê sala 2015an de diyar dike li ser

rejîma Sûriya yê qdexe dike ku çekên kîmawî bi karbîne yan saz bike, bi çi rengî û awayî yan

veşêre yan veguhese bo deverên yan dewletên din, û ku soz da ew dê bi sizadan, tevî gefên li

ser bi cîbecîkirina Babeta 7 ji rêkeftinnameya netweyên yekgirtî, ew babet ku derfetê bi kar

abîna hêzê li gor yasaya navdewletî, lê rejîmê guh nede vê yekê.

Tora Sûriya yê ya Mafên Mirovan 149 êrîşên jîmawî tomarkirin paş biriyara 2118 ya girêdayî

bo bêçekirina rejîmê ji çekên kîmawî, ku ew hat ragihandin ji Encûmena Ewlehiyê di 27ê

Rezber/Îlona 2013an de, her wiha 33 êrîşên ji despêka şoreşa Sûriya yê be bê sizadan,

herwiha; bi karanîna xaza kilorê " bin pêkirina biryara 2118 û 2209", û ji rêkeftina ku rejîmê

muhir kir di 14ê Rezber/Îlona 2013an de ya ku xazên jehir qedexe kir.

Tevahiya belgehan nîşan dike, ku rejîma Sûriya yê biriyarên Encûmena Ewlehiyê bin pê kiriye,

di nav de biriyarên 2118, 2209 û 2235, herwiha Rûsiya yê sozên xwe pêne anîn, û Amerîka çi

hewl ned bo wan êrîşan qedexe bike. Madeya 5 ya ji yasayên dadgeha tawana navdewletî, ya

derbarê sizadana kes û bepirsên tawanbar bi komkojiyan, her wiha madeya 29 ji Sistema

dadgehê got" tawna yên taybet bi karê dadgehê nakevin bi derbasbûna demê de".

Heftemîn: Belavkirina Peran Rejîma Sûriya yê di dirêjahiya deslata Hafiz Asad û Beşar Asad, abûriya Sûriya yê belavdikrin,

bi hinceta hevsengiya çekdarî digel Îsraîlê de avabike, ku bi navê (hevsengiya stratîjî), ku hat

diyarkirin ku ew hevsengî xewin bû, û armanca rejîmê di avakirina mertalên çekdarî bo

parastina xwe ji milet, û daku deslatariya xwe bidomînê.

Rejîmê di dirêjahiya 40 salî de 70% ji budgeya Sûriyayê li ser wezareta bergirî yê xerc dikir, û

li ser çek û teqemeniyan, û çekên neyasayî pêda dikirin, û yên kîmawaî, digel ew jimareyên

nediyar ku liser hêzên xwe yê taybet belav dikir, ku zerera xwe li ser abûriya welat hebû û

welatiyê sûrî belngaz welat li deverê bû.

Herwiha, rejîmê di dema şoreşa miletê Sûriya yê, tevahiya yedek û diravên hilandî belav kir

ku pitir ji 18 miliyar dolar ji despêka şoreşê di 2011an de belav kir digel ew diyariyên ku ji

hevbendiyan gihiştî yê de, yan deyînên wan.

Page 11: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

8

Diyare ku sedema sereke di berdewamiya rejîmê ta niha, sîstema wê ya ewlehyê bû, wek

rewşa tevahiya rejîmên zordar wek Libiya, yemen û hin din.

Tevî ew budceya mezin bo şekên kîmawî, lê wî bi hesanî ji dev berda daku postê xwe bi parêze,

wek rejîmekê di berjewendiya pirojeyên îran û rûsiya yê. her wiha gelekdeyîn li ser pişta

dewletê drustkir bo berjewendiyên xwe yên taybet, û pirojeyên parstina wî, û pirsiyar drust

dibin derbarê berpirsatiya miletê sûriya yê li ser van deynan, ku di bi çin ager rejîm ket.

Rejîm hîn berdewam di bikaranîna çekên qdexe, tevî ku hat bêçekirin ji çekên kîmawî.

Rêxrawa navdewletî ya çqedexekirina çekên kîmawî tekez kir di raporekê pêşkêşî encûmen

ewlehiyê kir did WIY gelewêj/ tebaxê de ku vekolînerên çekên kîmawî (zaniyarî li ba wan

hene, derbarê madeyên kîmawaî wek xaza kolorê tê bi karanîn di şerê de li dijî kesên sivîl), her

wiha amaja kir ku rejîmê çendî car xaza kolor bi kar anî, û daxwaz kir ki civata navdewletî vê

yekê control bike û kesên sûcdar siza bike.

Metirsiya miletê sûriya yê heye, ku encûmena ewlehiyê bi dest nebe ku bighin rêketinekê bo

sizadana rejîmê, bi sedema bi kar anîna wî ji çekên kîmawî re, ji ber gumanên rûsiya yê derbarê

ew belgeyên ku komîta serbixwe pêşkêş kir.

Tevî ku birîtaniya û frnasa daxwazê li encûmena ewlehiyê dikin daku sizayan li ser rejîmê ferz

bike, lê rûsiya xebat dike vê yekeê red û qedexe bike. Rûsiya di galgalekê de li encûmena

ewlehiyê de got: diyar ku dû heye, lê demançe tune ye, lewma çi kes tune ye siza li ser bên

spandin, û rapor çi nav û bûyeran destnîşan nake.

Cihê zanînê ye ku amaja pê dan ku encûmena ewlehiyê van rojan di cihê pêşkinînê de ye, paş

pêşkêşkirina komîteyek navdewletî ku bi karê çavêdrî rabû, 9 êrîşên diyarkirî ku çekên

kîmawaî bi kar hatin di çend deverên cûda li sûriy ayê, û di raporê de hat ku rejîm bepirse di 2

êrîşeyan de û Daiş berpirse di yekê de, lê ew êrîşeyên din 6 bi dest nebû bi sedema rewşa

ewlehî yê, û pirs ewe ka encûmen çi helwêstê bistîne.

Diayre rûsiya yê dê helwêstek bê rûmet rawesta û dê piştgîr be ji rejîma asad.

Page 12: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha

9

Heştemîn: Sûriya ya Dehatî û Çekên Komkoj Ager çekê kîmawî bi kar neyê di bergiriya welat de, û bi kar hat bo parastina rejîm û deslatdar,

gelo Sûriya dehatî pêdiviya xwe heye bi çekên komkoj yan na? pirsek yasayî ye dê rojevê

derbarê rûdawên niha li Sûriya yê.

Bawerî heye ku çekên kîmawî, û çekên komkoj, ew siyaset birgirî pêda dikin li ser domahiyek

dirêj li dijî gef û êrîşên derve, lê ev çek bo rejîma Sûriya yê tabet bû bo bikar anînê li dijî miletê

Sûriya yê ne bo dijminê derve!

Lewma, dive siyaseta paşerojê bapend be ji bêçekkirina van rengê çekan ji deverê û ji cîhanê,

û ew karek pêweista bo parastina mirov û şaristanî yê.

Û belvkirina vê doseyê di salvegera siyan ya komkojiya Xotayê, bawerî û rastiya civata

navdewletî dixe hevsengî de, û dîsan ew bidengiya ku li hember milet sûriya yl hat kirin tênê

rojevê, her wiha mijarên paşrojê û helwêstên din.

Sizadana rejîma sûriya yê û kesên mirdar yên bi kar rabûn mijarek giringe, ne bo sûriya tenê li

belê bo mirovatî yê.

Page 13: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha
Page 14: Komkojiya Kîmawî: Berdewamî di Programê de û Pi kinîn ji ......Berî ku Rejîm wan çekan radestî civata navdewletî bike, hewl da ku wan li çend deveran veşêre, herwiha