ji recep maraşlı gotara bi sernivîsa; ''nasîna jenosîda ermenîyan … · 2020. 4....

20
J i meha çileya pêşî ya 2019an vir de li cîhanê zêdeyî 1.5 milyon (08.04.2020) mirov bi vîrusa koronayê (CO- VID-19) nexweş ketine û her roj hejmar zêdetir dibe (WHO, 2020). Herweha her roj miri- na bi COVID-19 zêdetir dibe û ne dîyar e ev nexweşî dê kengî were rawestandin. Heta niha % 2-3kes ji ber COVID-19 dimi- rin (Wu, 2020). Vîrusa koronayê nexweşîyeke giran û bi lêz ya pişikê ye (Serve Acute Repira- tory Syndrom – SARS-CoV-2) û heta niha jî nayê dermankirin (Yu Chen û 2020). Ev nexweşî ji mirovan derbasî mirovan dibe. Nexweşên CO- VID-19 bi taybetî pirsgirêkan di cîger û pişikê de derdixe û bi in- feksyonên rîyên nefesê tê nasîn. Ev nexweşî zehmetîyên nîv-giran û gelekî giran di sitandina nefes û hewayê de dikşînin û piranîya ku bi virusê dikevin, bê derman sax dibin. Heta niha lêkolîner û doktor dibêjin ku bi taybetî mirovên kalepîr û mirovên ku nexweşîyên wekî dîyabet, dil, tansîyon, penceşêr, pişik û hwd. hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê, DYA û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîs- temên tendirustî ketin bin me- tirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin. Ji alîyêkî doktor kêm in û nivînênn nexweşan ji bo vê rewşa awarte têr nakin. Lewra, hemû dewlet hewl didin bi rêya îzolasyonê; rawestandina şirket, dibîstan, zanîngeh û sazîyên dinê bikari- bin li hember vîrusa koronayê tedbîrekê bigrin da ku belav nebe û bikaribin nexweşan derman bi- kin (Bedford û din, 2020). Nasîna Vîrusa Koronayê Li ser vîrusa koronayê gelek spekulasyon derketin û herweha nûçeyên ne rast hatin weşandin. Tiştê tê zanîn û heta îro hatîye îspatkirin ev e ku 7 curêyên vîrusa koronayê hene. Ji wan 4 vîrus ne bi tehlûke ne, mirov bi zekemê dikeve û dîsa sax dibe. Ev 4 vîrusên koronayê gelek hêdî di nav mirovan de belav dibin, ji ber ku gelek mirov li hemberî wan 4 vîrusan bêpergal (immune) in. Lewra jî, pispor ji wan re dibêjin vîrusên epîdemîk. Ev vîrusên dinê, vîrusa MERS, vîrusa SARS û vîrusa nû, vîru- sa koronayê (Sars-CoV-2) bi şiklekî pandemîk belav dibin û nexweşîyên giran yê nefes û pişikê derdixin. Ji ber ku em wan vîrusan nas na- kin, heta niha jî dermankirina vê tune û mirov dijî vê bêpergal (bê immune) e. Lewra jî, mirov zû bi vîrusê dikeve û li hemî din- yayê bi lez belav dibe. Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kızılhan __________ diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan a 1915an tê çi wateyê?'' R. 12 Nîsan 2020 - Hejmar 50 www.diplo-kurdi.com [email protected] 20 Rûpel R.4 R. 6 R. 8 R. 10 R. 15 Théo Bourgeron Bi sed hezaran mirinên ku pisporên welatên ro- javayî li bendê ne, wekî ku ji alîyê Boris Johnson ve jî hat gotin «windahîya gelek hezkirîyan» têr sedem in ji bo peydebûna tengezarîyên cidî. Anne Mathieu Şer wê bibe zemîna destpêkirina angajebûna Sartre. Di hezîrana 1940î de tê girtin û wî dişînin kampeke li Trèvesê. Li wir, hevaltî û biratîyê nas dike; lîstikeke Noelê, Bariona, an jî Kurê dengê ewran dinivîse û dertîne ser dikê... Daniel Marvecki Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Almanyaya Rojava, bi destekdayîna avakirina dewleta Îsraîlê, hewil da ku ji xwe re rengûrûyekî pak çêbike. Lê belê, dîplomasîya wê ya xweşûştina ji gunehên xwe têrê nekir... Sonia Combe Kampa Buchenwaldê, di tîrmeha 1937an de hat vekirin û yek ji kampên berhevkirinê yên pêşî ye ku rejîma Nazî ew ava kirin. Armanca avakirina wê ew bû ku muxalifên rejîma Nazî berhev bike da ku wan ji civakê qut bike... Philippe Revelli Bangsamoroyeke firehkirî, bi parlamentoyekê tacîdarkirî, xweser û xwedî çavkanîyên sererd û binerd... Li Filipînan, ev daxwazên berê îro bûne rastî û hikûmeteke derbasekê jî hat destnîşan- kirin... R. 3 COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin. R. 2 Ji niha ve! Serge Halımı __________ G ava ku em vê trajedîyê li pey xwe bihêlin, gelo her tişt wekî berê dê ji nû ve dest pê bike? Ev sîh salî bû, her krîzê hêvîyeke bêmentiq a vegerîyana li mentiqî, carekê rawestîyan û heşê xwe dana serê xwe bi xwe re mezin kir. Me, hepiskirin paşê berevajîkirina dînamîkeke sosyopolîtîk ku her kes karibe di encamê de rîyên girtî û tehdîdan hisab bike xeyal kir. (1) Hilweşîna borsayê ya 1987an dê gurkirina xwemalîkirinê bi xwe re bianîya; krîzên dravî yên 1997 û yên 2007-2008an jî wê cîhanîkirina bextewer bi ser pîyan xistana. Qet jî wekî dihate pêşbînîkirin nebû. Êrîşên 11ê îlonê di wexta xwe de fikrên rexnekirina xurûra amerîkî û jixwepirsîna mixabin pirsên wekî “çima ji me nefret dikin?” derxistin pêş. Lê vê yekê jî zêde dom nekir. Her çend ku ev bîr û hizir li ser rêyeke rast pêş diketin jî, tevgera van fikran qet jî têra jihevxistina van makîneyên karê şeytên nedikir. Her dem divîya meriv destê xwe biavêta wan. Wê gavê ya baş ew e ku meriv ne girêdayî birêveberên berpirsîyarê felaketê be, her çiqas ku ev agirpêxer zanibin xwe şinik bikin, pêketina agir ragihînin, îdia bikin ku ew hatine guhertin jî. Bi taybetî jî dema ku jîyana wan bixwe –wekî ya me– di xeterê de be. Piranîya kesên wekî me, ne rastarast şer dîtine, ne derbeyên leşkerî û ne jî teqelêkirin dîtine. Tevî vê jî, di dawîya adarê de, li dor sê milyar niştecî ji niha ve di malê xwe de girtî mane û gelekên wan di bin şert û mercên ku meriv nikare tehemil bike de ne; piranîya wan ne nivîskar in ku li dor mala xwe ya li pesarekê çavdêrîya vebûna kulîlkên kamelyayê bikin. Çi dibe bila bibe di heſteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin. Hîn zêde wext di ser re derbas nebûye Yekîtîya Ewropayê ragihand ku mercên xwe yên budceyî “bitevayî rakirine”; serokomar Emmanuel Macron reforma xwe ya xanenişînîyê ku neheqî li xebatkarên nexweşxaneyan jî bikirana bi paş de xist; Kongreya DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) biryara şandina çekekê [pere] ji hemî amerikîyan re girt. Lê di wexta xwe de, berî niha kêm zêde li dor deh salan, ji bo sîstema xwe ya di tengasîyê de rizgar bikin, lîberalan li ser bilindkirina asta deynkirinê bi awayekî nedîtî, teşwîqeke darayî, neteweyîkirina bankayan, ji nû ve kontrolkirina qismî ya sermayeyan li hev kiribûn. Paşê jî, sîyaseta nava xwe guvaştinê derfeta bi şûn de girtina tiştê ku berê di cîhana “çî min jê” de dev jê berdabûn da wan. Herweha jî Çi dibe bila bibe di hefteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşe- ya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin. DHRUVI ACHARYA; «Battle» (Ceng), 2018 © DHRUVI ACHARYA - WWW. DHRUVI.COM

Upload: others

Post on 12-Aug-2021

5 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Ji meha çileya pêşî ya 2019an vir de li cîhanê zêdeyî 1.5 milyon (08.04.2020) mirov bi vîrusa koronayê (CO-

VID-19) nexweş ketine û her roj hejmar zêdetir dibe (WHO, 2020). Herweha her roj miri-na bi COVID-19 zêdetir dibe û ne dîyar e ev nexweşî dê kengî were rawestandin. Heta niha %

2-3kes ji ber COVID-19 dimi-rin (Wu, 2020). Vîrusa koronayê nexweşîyeke giran û bi lêz ya pişikê ye (Serve Acute Repira-tory Syndrom – SARS-CoV-2) û heta niha jî nayê dermankirin (Yu Chen û 2020).

Ev nexweşî ji mirovan derbasî mirovan dibe. Nexweşên CO-VID-19 bi taybetî pirsgirêkan di cîger û pişikê de derdixe û bi in-feksyonên rîyên nefesê tê nasîn. Ev nexweşî zehmetîyên nîv-giran û gelekî giran di sitandina nefes û hewayê de dikşînin û piranîya ku bi virusê dikevin, bê derman sax dibin. Heta niha lêkolîner û doktor dibêjin ku bi taybetî mirovên kalepîr û mirovên ku nexweşîyên wekî dîyabet, dil, tansîyon, penceşêr, pişik û hwd. hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO,

2020).

COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê, DYA û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîs-temên tendirustî ketin bin me-tirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin. Ji alîyêkî doktor kêm in û nivînênn nexweşan ji bo vê rewşa awarte têr nakin. Lewra, hemû dewlet hewl didin bi rêya îzolasyonê; rawestandina şirket, dibîstan, zanîngeh û sazîyên dinê bikari-bin li hember vîrusa koronayê tedbîrekê bigrin da ku belav nebe û bikaribin nexweşan derman bi-kin (Bedford û din, 2020).

Nasîna Vîrusa Koronayê

Li ser vîrusa koronayê gelek spekulasyon derketin û herweha nûçeyên ne rast hatin weşandin. Tiştê tê zanîn û heta îro hatîye îspatkirin ev e ku 7 curêyên vîrusa koronayê hene. Ji wan 4 vîrus ne bi tehlûke ne, mirov bi zekemê dikeve û dîsa sax dibe. Ev 4 vîrusên koronayê gelek hêdî di nav mirovan de belav dibin, ji ber ku gelek mirov li hemberî wan 4 vîrusan bêpergal (immune) in. Lewra jî, pispor ji wan re dibêjin vîrusên epîdemîk.

Ev vîrusên dinê, vîrusa MERS, vîrusa SARS û vîrusa nû, vîru-sa koronayê (Sars-CoV-2) bi şiklekî pandemîk belav dibin û nexweşîyên giran yê nefes û pişikê derdixin.

Ji ber ku em wan vîrusan nas na-kin, heta niha jî dermankirina vê tune û mirov dijî vê bêpergal (bê immune) e. Lewra jî, mirov zû bi vê vîrusê dikeve û li hemî din-yayê bi lez belav dibe.

Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kızılhan __________

diplomatiquediplomatiqueMONDELE

kurdî

Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan a 1915an tê çi wateyê?'' R. 12

Nîsan 2020 - Hejmar 50 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 20 Rûpel

R.4 R. 6 R. 8 R. 10 R. 15

Théo BourgeronBi sed hezaran mirinên ku pisporên welatên ro-javayî li bendê ne, wekî ku ji alîyê Boris Johnson ve jî hat gotin «windahîya gelek hezkirîyan» têr sedem in ji bo peydebûna tengezarîyên cidî.

Anne MathieuŞer wê bibe zemîna destpêkirina angajebûna Sartre. Di hezîrana 1940î de tê girtin û wî dişînin kampeke li Trèvesê. Li wir, hevaltî û biratîyê nas dike; lîstikeke Noelê, Bariona, an jî Kurê dengê ewran dinivîse û dertîne ser dikê...

Daniel MarveckiPiştî şerê duyemîn ê cîhanê, Almanyaya Rojava, bi destekdayîna avakirina dewleta Îsraîlê, hewil da ku ji xwe re rengûrûyekî pak çêbike. Lê belê, dîplomasîya wê ya xweşûştina ji gunehên xwe têrê nekir...

Sonia CombeKampa Buchenwaldê, di tîrmeha 1937an de hat vekirin û yek ji kampên berhevkirinê yên pêşî ye ku rejîma Nazî ew ava kirin. Armanca avakirina wê ew bû ku muxalifên rejîma Nazî berhev bike da ku wan ji civakê qut bike...

Philippe RevelliBangsamoroyeke firehkirî, bi parlamentoyekê tacîdarkirî, xweser û xwedî çavkanîyên sererd û binerd... Li Filipînan, ev daxwazên berê îro bûne rastî û hikûmeteke derbasekê jî hat destnîşan-

kirin...

R. 3

COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin.

R. 2

Ji niha ve!Serge Halımı

__________

Gava ku em vê trajedîyê li pey xwe bihêlin, gelo her tişt wekî berê dê ji nû ve dest pê bike?

Ev sîh salî bû, her krîzê hêvîyeke bêmentiq a vegerîyana li mentiqî, carekê rawestîyan û heşê xwe dana serê xwe bi xwe re mezin kir. Me, hepiskirin paşê berevajîkirina dînamîkeke sosyopolîtîk ku her kes karibe di encamê de rîyên girtî û tehdîdan hisab bike xeyal kir. (1) Hilweşîna borsayê ya 1987an dê gurkirina xwemalîkirinê bi xwe re bianîya; krîzên dravî yên 1997 û yên 2007-2008an jî wê cîhanîkirina bextewer bi ser pîyan xistana. Qet jî wekî dihate pêşbînîkirin nebû.

Êrîşên 11ê îlonê di wexta xwe de fikrên rexnekirina xurûra amerîkî û jixwepirsîna mixabin pirsên wekî “çima ji me nefret dikin?” derxistin pêş. Lê vê yekê jî zêde dom nekir. Her çend ku ev bîr û hizir li ser rêyeke rast pêş diketin jî, tevgera van fikran qet jî têra jihevxistina van makîneyên karê şeytên nedikir. Her dem divîya meriv destê xwe biavêta wan. Wê gavê ya baş ew e ku meriv ne girêdayî birêveberên berpirsîyarê felaketê be, her çiqas ku ev agirpêxer zanibin xwe şinik bikin, pêketina agir ragihînin, îdia bikin

ku ew hatine guhertin jî. Bi taybetî jî dema ku jîyana wan bixwe –wekî ya me– di xeterê de be.

Piranîya kesên wekî me, ne rastarast şer dîtine, ne derbeyên leşkerî û ne jî teqelêkirin dîtine. Tevî vê jî, di dawîya adarê de, li dor sê milyar niştecî ji niha ve di malê xwe de girtî mane û gelekên wan di bin şert û mercên ku meriv nikare tehemil bike de ne; piranîya wan ne nivîskar in ku li dor mala xwe ya li pesarekê çavdêrîya vebûna kulîlkên kamelyayê bikin. Çi dibe bila bibe di hefteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin.

Hîn zêde wext di ser re derbas nebûye Yekîtîya Ewropayê ragihand ku mercên xwe yên budceyî “bitevayî rakirine”; serokomar Emmanuel Macron reforma xwe ya xanenişînîyê ku dê neheqî li xebatkarên nexweşxaneyan jî bikirana bi paş de xist; Kongreya DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) biryara şandina çekekê [pere] ji hemî amerikîyan re girt. Lê di wexta xwe de, berî niha kêm zêde li dor deh salan, ji bo sîstema xwe ya di tengasîyê de rizgar bikin, lîberalan li ser bilindkirina asta deynkirinê bi awayekî nedîtî, teşwîqeke darayî, neteweyîkirina bankayan, ji nû ve kontrolkirina qismî ya sermayeyan li hev kiribûn. Paşê jî, sîyaseta nava xwe guvaştinê derfeta bi şûn de girtina tiştê ku berê di cîhana “çî min jê” de dev jê berdabûn da wan. Herweha jî

Çi dibe bila bibe di hefteyên pêşîya me de, krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşe-ya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bitemamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin.

DHRUVI ACHARYA; «Battle» (Ceng), 2018

© D

HRU

VI A

CH

ARY

A -

WW

W. D

HRU

VI.C

OM

Page 2: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

2 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

Birêveberê GiştîMurat Satik

Koordînatorê Weşanê Yado Ciwan

RedaksîyonMahmûd Lewendî

Nedîm Baran

Revîzyona Wergeran Luqman Guldivê

Feryal Guladawîya

Berpirsê Hunerî yên WêneyanHasan Hüseyin Deveci

DîzaynerFabio Biasio

Recep Maraşlı

Alîkarên vê hejmarê Semra PolatHakan Akay

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi

diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

Rûpel Multimedia GmbHErnst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland

Hesabê BankayêDeutsche Bank

DE27 3007 0024 0999 4542 00BIC:DEUTDEDD

Le Monde diplomatique

DamezrînerHubert Beuve-Méry

Birêveberê giştîSerge Halimi

Cîgirên SernivîskarîVincent Caron

Bruno LombardPierre Rimbert

RedaksîyonBenoît BrévilleMartine BulardRenaud Lamber

Berpirsa çapên navneteweyîAnne-Cécile Robert

SekreterAnne Callait-Chavanel

Berpirsa çapêMona Chollet

Birêveberê hunerîMaria Ierardi

Boris Séméniako

DokumentasyonOlivier Pironet

Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

F-75013 Paris

Metin ÇelikWênesazê vê hejmarê Metin Çelik di sala 1985an de li Edeneyê ji da-yik bûye, lê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Ji Beşa Wênesazî ya Zanînge-ha Hunerên Bedew a Mîmar Si-nan mezûn bûye. Çelîk, di navbera 2005-2008an de asîstanîya Omer Uluç kirîye. Bi projeya xwe ya ''An-ti-Kapital'' jî beşdarî çaremîn bîena-la* Mêrdînê bûye.

Çelik li Stenbol û Mönchenglad-bachê dijî û xebatên xwe yên hu-nerîyê li atolyeya xwe didomîne.

Metin Çelik di pêvajoya asîstanîyê de hem ji alîyê teknîk û felsefeya hu-nerê û hem jî ji tecrûbeyên hosteyê xwe Omer Uluçî bi awayekî erênî îstîfade kirîye. Ev, di hunera Çelîkî de bingeha herî girîng e. Omer Uluç perwerdeya xwe li Amerika û Ewropayê kiribû û hunermendekî navdar î navneteweyî bû.

Wêneyên Çelik dikare wekî sente-za danehevên wî yên akademîkî û tecrûbeyên wî yên pratîkî jî bên dî-tin. Çelik di wêneyên xwe de hewl dide ku tiştan bi şêweya estetîteke cuda ji nû ve derxîne holê. Çelîk hewl dide felsefeya hunerê ya ku giranîya wê ya civakî û psîkolojîk heye, bixe pratîkê. Ev hewl gaveke mezin e û berpirsîyarîyê dixwaze. Li gorî min hunermend vê yekê bi serkeftî bi kar tîne.

Dîsa li gorî min ji mijarên herî girîng a ku Metin Çelik bi kar tine ''hest'' e. Hunermend bi hestê re pir mijûl dibe, baş e ku mijûl dibe. Lewra ev hewl hejayî şopandinê ye. Kodkirin û watedarkirina figur, reng û xêzan serkeftî ye. Li ser temaşevanan tesîr û hesteke weha dihêle ku temaşe-kirina xêz û niqteyên hûrgilî yên wêneyan derdikeve holê.

Hunermend Çelik di hevpeyvîneke xwe de weha dibêje: ''Ez difikirim ku merivên îroyîn her diçe ji hestê pêpar dibin. Bê bizav, notr, bê çalakî

û di merheleyeke bê tarîf de... Ji ber vê yekê ez figurên ku di wênayan de cih digrin, ji hestê bêpar dihêlim û bi sînordarkirina cih, wan kompî-ze dikim. Bi vî awayî vediguhezin tiştên ji rêzê; wekî maseyek an jî sandalyayek. Helbet ez vê yekê bê nêrîneke rexnegirî dikim''

Hunermendê kurd Metin Çelik bi mijarên xwe yên wekî nirxên mîrovîyê, pêşketina civakî û psîko-lojîya kesane ku di bingeha wan de mîrov heye, di pêşerojê de jî hêjayî şopandinê ye.

Hunermend di hevpeyvîneke xwe de dibêje; ‘’dema ez wêneyan çêdi-kim bi saetan tenê dengbêjan guh-darî dikim’’. Ev yeka jî dest nîşan dike ku mijar çi dibe bila bibe Metîn Çelik jî wekî gelek hunermendên kurd giranîyê dide nirxên neteweyî û berhemên xwe bi vê hestê dia-firîne.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran

*Biennal: (di hunerê de), çalakîyên du salan carekê tên kirin.

Wênesazê

vê hejmaRê

bidestxistina hin “pêşketinan”: karker û karmend dê demeke dirêjtir û bêtir, di bin mercên zor û neewle de bixebitîyana; “veberdêr” û rantxweran dê kêmtir bac bidana. Ji ber vê bi şûn de vegerîyanê, dema ku nexweşxaneyên wan ên giştî ango mîrî yên di rewşa tengasîyeke diravî de bûn, li dermanan digerîyan û çavdêrîya vegera nexweşîyên ku bawer dikirin wendabûne dikirin, Yûnanîyan xeraca herî giran dan.

Bi vî awayî, di destpêkê de yê ku rîya diçe Șamê nîşanî me dida dikaribû me bibe ser “stratejîya şokê” jî. Di 2001ê de, di saeta li pey êrîşa li ser navenda bazirganîyê ya cîhanê de, şêwirmenda wezîrekî birîtanî nameyek şandibû ji karmendên payebilind ên wezareta xwe re, digot: “Îro tam roja wê ye ku em hemî tedbîrên pêdivî bigrin û bêyî ku haya kesî jê çêbibe, bêpêjin derbas bikin.” Helbet ew li sînordarkirina berdewam a azadîyên gelêrî ya bimaneya têkoşîna li dijî terorîzmê, şerê Iraqê hîn bêtir û malwêranîyên bêjimar ku dê vê biryara anglo - amerîkî bi xwe re bianîyana qet nefikirîbû. Piştî vê bi bîst salan, helbet nedivîya ku meriv şair an pêxember be ji bo “stratejîya şokê” ya ku pêk dihat texmîn bike.

Di encamê de “Li mala xwe bimînin” û li wir jî “dûrî hev bimînin”, tevayîya xweşsohbetîya me di bin metirsîya serûbinbûna dijîtalkirina bilez a civata me de maye. Acîlîyeta tendirustîyê, pirsa zanîna gelo jîyaneke bê înternet mimkin e, dê ya hîn bêtir bêne rojevê, ya bitevayî ji rojevê derxe. (2) Jixwe êdî divê herkes belgeyên nasnameya xwe bi xwe re bigerîne; di demeke nêzîk de telefoneke destî dê netenê bikêrî me bê, herweha jî bikêrî kontrolkirina meriv bê. Û madem perên hûr û yên kaxezî jêdereke potansîyel a ji hev vegirtina nexweşîyê ye, kartên bankê dikarin bibin misogerîya tendirustîya giştî û dê derfeta lîstekirin, qeydkirin û arşîvkirina her tiştekî ku em bikirin jî bidin. “Krêdîya civatî” wekî ya çînîyan an ya “kapîtalîzma çavdêrîyê”, paşdemayîna dîrokî ya mafê nayê dewrkirin ê nehiştina şopa derbasbûna xwe dema ku meriv tu qanûnê bin pê neke, ji xeynî matmayîneke wekî ya naşîyekî negîhaştî bêyî ku li reaksîyoneke din rast bê, di heşê me û jîyana me de bicih dibe. Berîya vîrusa koronayê jî, jixwe êdî nemimkin bû ku meriv bêyî rewşa xwe ya medenî dîyar bike li trênekê siwar be; li ser înternetê hesabê xwe yê bankê bikaranîn dîyarkirina nimara telefona meriv a destî ferz dike; gerîyan girtina fîlmê meriv misoger dike. Bi krîzâ tendirustîyê jî, gaveke din hate avêtin. Li Parîsê, dron ango balafirên xeyalet çavdêrîya herêmên qedexekirî dikin; li Korêya Başûr, dema agirê laşê hevwelatîyekî jîyana giştî ya civatê dixe xeterê hisker karbidestan hişyar dikin; li Polonyayê, hevwelatî di navbera bicihkirina sepaneke li malê mayînê di telefona xwe de yan jî di

seredaneke nepayî ya polîsî de divê tercîha xwe bikin. (3) Di demên felaketan de, cîhazên çavdêrîyê yên bi vî awayî bigiştpirsîyê çêdibin. Lê piştî mercên ku wan derdixin holê ji navê radibin jî ew her li jîyanê dimînin.

Serûbinbûnên aborî yên ku derdikevin holê bixwe jî cîhaneke ku azadî lê kêm dibin bihêztir dikin. Ji bo meriv xwe ji her cûre vegirtina nexweşîyê biparêze, di asta cîhanî de bi milyonan bazirganîyên xurekan, qahwexane, salonên sînemayê, pirtûkfiroşî hatin girtin. Lê ev hinekî jî ji ber ku servîsa wan a teslîmî malêkirinê û şansê wan ê frotina li ser tora înternetê tunebû. Piştî ku krîz derbas bibe, gelo çend ji wan dê dîsa karibin vebin û wê di çi halî de bin? Helbet, wê bazar ji hûtên belavkirinê yên wekî Amazonê re, ku li gel 150  000 “hevkar”ên xwe amadekarîya bi sedhezaran îmkana karê şofêrîyê û karkerîya destî jî dike, yan jî Walmartê re xweş bibe. Ma kî ji wan pê ve zewq û tercîhên me baştir dizane? Maneya xwe, krîza vîrusa koronayê dikare dubarekirineke giştî ya tedbîqata ji hev belakirina kozikên dawîn ên berxwedana li dijî kapîtalîzma dijîtal û hatina ser desthilatê ya civateke bêtêkîlî be.(4)

Bi kêmanî, heke deng, jest, partî, gel û dewlet vê senaryoyê ku ji berê de hatîye nivîsîn têk nedin. Meriv gelek caran dibihîze ku hinek dibêjin: “Sîyaset ne karê min e!” Heta roja her kes têbigihê ku tercîhên sîyasî, ne yên bijîşkan mecbûr dikin ku nexweşan ji hev cihê bikin da ku han bidin hinekan rizgar bikin û hinekan jî gorî bikin. Rewşa me gîhaştîye vê derecê. Rewş li welatên Ewropaya Navendî, li Balkanan an jî li Afrîkayê hîn zelaltir e, ku bi salan e, dibînin merivên wan ên di warê tendirustîyê de dixebitin koçî welatên kêm tehdîd dibin, yan jî aborîya wan baştir dibe dikin. Li wan deran jî, qanûnên xwezayî qet nedihatin cihbicihkirin. Îro, bêşik, em baştir ji vê yekê têdigihên. Li malê mayin, herweha jî dema ku her yek ji me rawest e, kumê xwe dêne ber xwe û heşê xwe bide serê xwe ye...

Bi tasewasa tevgerîyanê. Ji niha ve. Ji ber ku, berevajî tiştê ku serekomarê fransiz pêşnîyar kiribû, êdî qet ne pêdivî ye “meriv modêla pêşketinê ya ku cîhana me daye ber xwe bide ber lê pirsînê.” Her kes bersiva vê yekê dizane: divê em wê biguherin. Ji niha ve. Madem ku “em parastina xwe ji hinekî din re bihêlin dînîtî ye”, wê gavê divê em dev ji duçarbûna stratejîk a ji bo mihafezekirina “bazareke serbest û xirabnekirî” berdin. Birêz Maqron “biryarên devjêberdanê” ragihandin. Lê ew dê qet yên ku xwe li ser me ferz kirin negire. Ne tenê rakirina ser refê ya ji bo demekê, betalkirina bitevayî ya peymanên ewropî û lihevkirinên bi hev guhastinên serbest ên ku serwerîya neteweyî di ber xwe de feda kirine û reqabet ji

xwe re kirine nirxê bitenê. Derhal, ji niha ve. Her kes êdî dizane ku bedelê emanetkirina zincîrên tedarikkirinê yên li çar alîyên cîhanê belavbûyî ku bê stok bi milyonan maskeyên tendirustîyê û berhemên dermankirinê ji welatekî di tengasîyê de ye re, ku jîyana nexweş û xebatkarên nexweşxaneyên wî, belavker û kasîyerên wî pê ve girêdayî ye çi ye. Herweha em gişt dizanin, ku duçarbûna bêdaristanbûnê, neherêmîbûnê, kombuna gelaş û tiştên avêtinê, cihguhastina bêrawestan –Paris her salê pêşwazîyê li 38 milyon tûrîstan dike, ku ji hivdeh caran bêtir li ya niştecîyên wê ye û gişt pê kêfxweş dibin– li dinyaya me bi çi dibe mal.

Êdî parastin, hawirnasî, wekhevîya civatî û tendirustî hemî bi hev ve girêdayî ne. Ew pêkhatên kilîtên hevalbendîyeke sîyasî ya li dijî kapîtalîzmê pêk tînin, ku ji bo xwe ji niha ve ferz bike jî, têra

xwe bihêz e û tenê bernameyeke ji sîstemê veqetyanê jê re divê.

(1) Serge Halimi, «Le naufrage des dogmes libéraux / Noqbûna dogmayên lîberal» û Frédéric Lordon, «Quand Wall Street est devenu socialiste / Dema ku Wall Street bibe sosyalîst» bixwîne, Le Monde diplomatique, bidorê çirîya pêşî ya 1998an û çirîya pêşî ya 2008an.

(2) Julien Brygo, «Peut-on encore vivre sans Internet  ? / Gelo hîn jî em dikarin bêînternet bijîn?» bixwîne, Le Monde diplomatique, tebaxa 2020ê.

(3) Li Samuel Kahn, «Les Polonais en quarantaine doivent se prendre en selfie pour prouver qu’ils sont chez eux / Polonîyên di karantînayê de ne, divê selfîyên xwe bigrin ji bo îsbat bikin ku li mala xwe ne» binêre, Le Figaro, 24ê adara 2020ê.

(4) Li Craig Timberg, Drew Harwell, Laura Reiley û Abha Bhattarai, « The new coronavirus economy: A gigantic experiment reshaping how we work and live / Ekonomiya nû ya koronavîrusê: Tecrûbeyeke gelek mezin a ku ji nû ve şikil dide awayê xebat û jiyana me» binêre, The Washington Post, 22ê adara 2020ê.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr

Ji niha ve / Serge Halimi (Dewama R. 1)

Page 3: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

3NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand (Dewama R. 1)

Herweha tê zanîn ku Sars-CoV-2 an jî COVID-19 ne vîruseke kevn e wekî wan vîrusê koronayê yên din e. COVID-19 cara yekem di dawîya sala 2019an de ji heywa-nan derbasî mirovan bûye.

Di sedsala dawî de, ji 1918an heta 1920an, zêdeyî 25 milyon ji ber "zekema spanya" (Influen-cavirus, Subtyp A/H1N1) mirin. Ev vîrûs di 3 pêlan de heta sala 2020î domkir. Lewra jî, ne dîyar e ku mirov bi yekcarî bi îzolasyon, dûrketina ji pêwendîyan û tekil-darîyê hîjîyen (paqijîyê) karibin ji vîrusa koronayê rizgar bibin (Jefferey û din, 2006). Bi taybetî, bi vê vîrusa spanî mirovên ku te-menê wan di navbera 20 û 40 salî de zêdetir dimirin. Navê vê vîrûsê jî bi xeletî di nav literaturê de cihê xwe weha girtîye. Ev vîrûs di sala 1918 an de, ne li Spanya, li DYA peyda bû.

Tedbîren Bijîşkî

Hemî sazîyên bijîşkî pêşnîyar di-kin ku mirov ji hev dûr bimînin, li hev kom nebin û destên xwe her dem bi sabûnê bişon û ava dezînfeksyonê li gel wan hebe. Mirovên di rîskê de wekî yên ka-lepîr divê bi taybetî werin paras-tin. Lê hê jî sedî sed ne dîyar e ku grûpên rîskê tenê yên kalepîr û mirovên bi dîyabet, nexweşîyên dil, penceşêr in. Rêxistina Ten-dirustîyê ya Navdewletî loma jî hişyarîyê dide ku ev vîrûs ne tenê kesên kalepîr dikuje, kesên xort û ciwan jî dikarin pê bimirin.

Herweha girîng e ku dewlet bi sazîyên xwe û her mirovek hewl bide vê vîrûsê, ku nayê rawestan-din, lezbûna wê kêm bike. Çiqas hêdî ev vîrus belav bibe, ji bo tedawîyê hewqas derfet dê hebe, da ku nivînê nexweşxaneyan jî têrî nexweşan bikin. Eger wekî li Îtalyayê zêde nivînê nexweşan tu-nebin, dê zêdetir mirov bimirin.

Li alîyên dinê jî hemî labo-ratûwarên cîhanê bi rêk û pêk û lêz li dermanekî digerin, da ku çareyekê ji bo tunekirina vê nexweşîyê were dîtin.

Pirsgirêkên civakî û derûnî

Bi derketina vîrusa koronayê re mirov rûbirûyî gelek zehmetîyan dibe. Tirs û xemgînî, ku mirov bi xwe, an jî neferên malbatê an jî nasek nexweş keve û tendirustî an jî jîyana xwe winda bikin, bando-reke mezin li ser psîkolojîya mi-rovan dike. Herweha nûçeyên ku her roj mirov dimirin û ev vîrus bi lez û bez belav dibe, mirovan dike nav metirsîyeke mezin wekî

ku mirovahî êdî têk diçe. Ji alîyê aborî ku êdî gelek mirov nika-rin karê xwe bikin an jî cihê kar hatîye girtin, ditirsin ku nikari-bin malbata xwe xwedî bikin. Li kampên penaberan li Kurdistanê û cihên din ji xwe bê çare ne û ev tehlukeya vîrusa koronayê zêde-tir wan mirovan xemgîn û bê hêvî dike. Ku li van kampên penaberan wekî li Kurdistanê ev vîrus belav bibe, rawestandin û dermankiri-na wê dê gelek zor be û bêguman hejmareke mezin dikare bimire. Lewra jî, îro hemî kampên li Kur-

distanê di bin kontrolê de ne û çûnûhatin rawestandine.

Rewşa Zarokan

Zarok û ciwan jî van tirsan parve dikin û taybetî ku dayik û bavên xwe bêçare, xemgîn û bi tirs bibînin, ev jî bandoreke mezin li ser zarok û ciwanan dike. Ev za-rok û ciwan êdî bi tirs, ji xwe bê bawer, xemgîn dibin û dikarin ji alîyê psîkolojîyê nexweş bikevin. Bi taybetî ku zarok di nav du hef-teyan de xemgîn bin, xew nekin, konsentrasyona wan xirab bibe, bê kêf bin, xwe îzole bikin, an jî her dem bi hêrs û agresîf bin, kêm xwarin bixwin, êşên beden wekî serêş zêde bibin, divê mirov bi profesyonelî alikarîya wan bike. Ku ev derfet jî tunebe, divê mirov raste rast, wekî mezinan ligel wan zarokan rûnê û bi wan re li ser COVID-19 û bandora vê biaxive. Zarok hewceyî pêwendî, bawerî û hêvîyê ne. Zarok bi hêz û quwet in, lê divê mirov bi alîkarî vê quwet û hêza navxweyî ya zaro-kan, di demên karesatan de, ji bo tendirustîyê hişyar bike.

Piştgirîya civakî û tendirustîya civakî

Di demên karesatan de mirov ne tenê travmatîze dibin, mirov herweha nêzîkî hev dibin û hestên piştgirîyê ji bo jîyaneke bi hev re hişyar dibin. Îro dermanê herî baş û bi bandor mirovatî bi alîkarîya li hev bê sînor e. Lê çiqas ev epîdemî dom bike, dewlet û kom dê ji bo parastina xwe û xwedî derketina çavkanîyên enerjî û xwarînî dê li dijî hev derkevin û mirovên belangaz û bê derfet dê bibin qurban, wekî her car di dîroka cîhanê de hatîye îspatki-rin. Dewletên wekî Almanya û DYA niha jî planên “alternatîf “ amade kirine, ku li dijî vê vîrusê di demeke kin de sernekevin. Mînak, Almanya planên “worst szenario“ amade kirîye ku zêdeyî yek milyon mirov dikarin tenê li Almanyayê ji ber vîrusa koronayê jîyana xwe winda bikin. Herweha tu misogerî tune ku piştî salekê an du salan ev vîrus dikare dîsa belav bibe û mirovan bikuje. Lewra jî,

çiqas zû û bi lêz dermanek dijî COVID-19 were dîtin, rûyê mi-rovan û dewletan yê hovane, şidet û egoîst dê dernekeve pêş.

Encam

Niha ne dîyar e ku COVID-19 dê çiqas zerarê bigihîne vê cîhanê û ev karesat heta kengê dê dom bike. Bi derketina COVID-19 cîhan rawestîya û piştî derba-sbûna vê pandemîya giran cîhan dê ne wekî berê be. Gelek tiştên pêwîst yên şexsî, malbatî, sazî û dewletî wateyên xwe winda kirin.

Virûsa koronayê ne dewlet, milet, rêxistin û dewlemendan nas dike, ne jî belengaz, jin, mêr, kal û pîran nas dike. Ev pandemî dijiminatîya mirovahîyê bi giştî ye. Çekên giran heta yên atomî, dewletên dîktator û kapîtalistên mezin ni-karin wekî herkesî xwe biparêzin. Cîhan ji bo vê karesatê ne ama-de bû. Cîhaneke ku qaşo hewqas pêşketî ye, bi vê pandemîyê ket nav şokeke mezin û heta niha bê çareser e. Herweha jî, eşkere bû ku ji bilî hewqas teknîkên pêşketî li cîhanê, mirovatî, rehm, pîştgirî û lihevxwedîderketin bingehên jîyanê û lijîyanêmayinê ne. Bi hev re û yekrêz mirovatî bi pêşnîyarên lêkolîner û karê xebatkarên tendi-rustîyê dikarin bi ser kevin.

Di dawîyê de ji alîyê filozofî, exlaq û etîk de gengeşîyek dê çêbibe ka berhemdarî, şixulê fabrîkeyan ji bo berhemên aboriyê, da ku pi-ranîya milet xwedîxwarin û di-rav bin ji mirana çend hezar heta milyonan mirovan pêwisttir e an na.

Çavkanî-Bedford J, Enria D Giesecke J. COVID-19: towards controlling of a pandemic. Lancet. 2020; (published online March 17.)https://doi.org/10.1016/S0140-6736(20)30673-5-Jefferey K. Taubenberger, David M. Morens: 1918 Influenza, the Mother of All Pandemics. In: Emerging Infectious Diseases. Band 12, Nr. 1, 2006, S. 15–22, ISSN 1080-6040-Remuzzi A, Remuzzi G COVID-19 and Italy: what next?. Lancet. 2020; (published online March 13.) https://doi.org/10.1016/S0140-6736(20)30627-9-WHO statement on cases of COVID-19 surpassing 100 000. https://www.who.i n t / n e w s - r o o m / d e t a i l / 0 7 - 0 3 - 2 0 2 0 -who-statement-on-cases-of-covid-19-surpassing-100-000-WHO. Virtual press conference on COVID-19—11 March 2020.- ht t p s : / / w w w. w h o. i nt / d o c s / d e f au l t -source/coronaviruse/transcripts/who-audio-emergencies-coronavirus-press-conference-ful l-and-f inal-11mar2020.pdf?sfvrsn=cb432bb3_2-Wu Z, McGoogan JM, Characteristics of and important lessons from the coronavirus disease 2019 (COVID-19) outbreak in China: summary of a report of 72 314 cases from the Chinese Center for Disease Control and Prevention. JAMA. 2020-Yu Chen, Lanjuan Li, SARS-CoV-2: virus dynamics and host response, www.thelancet.com/infection Published online March 23, 2020 https://doi.org/10.1016/S1473-3099(20)30235-8

«Em niha rastiyê bibêjin? Di nava 10 salan de, nivînên me yên li nexweşxaneyan wê du caran zêde bibin.»Nicolas Bouzou, Twitter, 24 îlon 2014.«Nexweşiyên bêhêvî, ancax bi dermanên bêhêvî baş dibin, an jî hîç baş nabin.»Shakespeare, Hamlet (IV, 3).«[En 2017], % 35ê madeyên xam ên li Fransayê di hilberîna dermanan de hatine bikaranîn ji sê welatan dihatin: Hindistan, Çîn û Dewletên Yekbûyî.»Rapora 2017an a Navenda Navber-beşan a Pêşbergeh û pêşbîniya guherînên aborî.«Her çi sînor e, ew xweşxeyala bêdawî ya netewîparêzan dinimîne, ji Marine Le Pen ji bo Matteo Salvînî. (…) Dema bi lêkirina dîwaran derbaskirî bi qasî xwewestandina bi rastkirina dûvê rûvî re hebakirî ye. (…) Divê bijîşk bi pêçandina bajaran, nereşînin ser vîrusê.»Gaspard Koening, Les Échos, 4 adar 2020.«Çi bextiyarî ye ku erebeya me heye. (…) Erebeya şexsî herêmeke biçûk a parastinê ye li hemberî buhrana koronavîrusê. Û jixwe daketina fiyeta sotemeniyê jî, ajotinê hê bi cazîbetir dike.  »Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung, 14 adar 2020.«Dewleta bi zêde xweberfirehkirinê ketiye nava hewldana hilweşandina neteweyê (…), hilkişîna berdewam a lêçûnan, valahiyên butçeyê û deynên gelemperî [û herweha ] bênirxkirina erkên serdest ji aliyê dewleta refahê ve.»Nicolas Baverez, Le Point, 5 adar 2020.Li Dewletên Yekbûyî, buhayê rojeke razana li nexweşxaneyê kêm zêde 4  293 dolar e, ango 3  860 ewro ye (Les Echos, 4 adar 2020).

«Îro tam wext e ku mirov li borsayê karekî baş ê bazirganiyê bike.  »Agnès Pannier-Runacher, sekretera wezîrê aboriyê, CNews, 10 mars 2020.

«Birêzan,Koronavîrus wekî buhraneke nedîtî û nebihîstî tê ragihandin. Li demeke wisa, xizmeta gelemperî, ku me gişan her roj tîne cem hev, xwedî girîngiyeke wekî navê xwe ye. (...) Vê sibehê, gelek antenên me ji ber tevgereke nû ya grevê xirab bûn. Di mercên niha yên awarte de, banga berpirsiyariyê li her kesekê û her kesekî dikim. Ji bo misogerkirina berdewamiya erkên xwe divê em aniha bersivê bidin û her tiştî bikin. Divê xizmeta gelemperî bibe cemsera aramiyê ku fransî jê hêvî dikin, bi taybetî jî welatiyên herî hesas û yên li herêmên cuda yên Fransayê di rewşa tecrîdê de ne.»Sibyle Veil, serok-midûra giştî ya Radio France (emaila ji bo xebatkaran, 12 adar 2020).

«Mirov dirêj bijî tiştekî baş e, lê belê berdêla wê ya diravî giran e.»José Viñals, aborîzanê Fona Diravî ya Navneteweyî, di dema pêşkêşkirina raporeke pesindanê, li ser kêmkirina meaşê xanenişîniyê bi awayê rû bi rû bûna li «rîska ku mirov ji qasî tê payîn zêdetir dijîn», 11 nîsan 2012.«Şewb wê di demeke nêz de neyê Fransayê ji ber ku em amade ne. Dibe ku kesek pê bikeve lê belê em ê karibin pir bi lez pêşî lê bigirin.»Yazdan Yazdanpanah, pisporê şewbê, serokê servîsa nexweşiyên şewbê ya Nexweşxaneya Bichat, Parîs (Fransa 5, 21.01. 2020).Wergera ji fransî: Baran Nebar

Gotinên Şopewer

© D

HRU

VI A

CH

ARY

A -

WW

W. D

HRU

VI.C

OM

DH

RUV

I AC

HA

RYA

; «E

xtin

ct»

(Jiho

lêra

kirî

.), 2

015

Epîdemî û Pandemî

Epîdemî behsa pêla nexweşîyekê dike ku demekê, li herêmekê û ligel komekê peyda dibe. Pandemî behsa nexweşîyekê dike ku li hemî cîhanê dikare bi lez belav bibe.Rêxistina Tendirustîyê ya Navdewletî (WHO) li ser pandemîyê dibêje ku vîruseke nû ji mirovan derbasî miro-vekî din dibe û li hêmî cîhanê belav dibe (WHO, 2020).

Rastîyên li ser vîrusa koronayê û mirinê

Li gorî Rêxistina Tendirustîyê ya Navdewletî (World Health Orga-nization - WHO) heta niha zêdeyî 1. 500 000 kes bi vîrusa koronayê ketine, heta niha 83. 000 mirov mirine (John Hopkins University, 08.04.2020). Li gor statîstîkan % 2 heta % 3 mirovên ev nexweşî gir-tibin, dê bimirin. Lê ev statîstîk jî bi temamî ne rast in: hemî kesên bi vê nexweşîyê nayên qeyitkirin, li gelek welatan ji ber sedemên sîyasî agahîyên rast nadin Rêxistina Tendirustîyê ya Navdeweltî û sazîyên lêkolînî wekî Hopkins University. Ancax piştî çar heta heşt hefteyan dê dîyar be ku vîrusa koronayê dê çawa belav bibe û çi derfet hene ku mirovahî ji vê tehlukeyê rizgar be, an jî karibe bike bin kontrola xwe.

Page 4: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

12ê adarê, serokwezîrê brîtanî Boris Johnson radigihand ku welatê wî dê bikeve nava qûmareke rîska wê herî hindik. Berevajîyê doktrîna xwebisînorkirina radîkal a ji alîyê gelek welatên asyayî û Îtalyayê ve biryara wê hat girtin, Îngilistanê ji bo «afirandina îmunîteya komî» di nava civakê de biryar dabû «vîrusê navmalî bike (…) lê ji holê raneke» (1): ne li malê ragirtina welatîyan, ne girtina dibistanan, ne jî qedexekirina lihevkombûnên mezin, bi taybetî jî yên futbolê.

Bêyî naskirina asta jihevgirtina vîrusê ya pêwist ji bo vê koma îmunîteyê (rêjeya nifûsa ku divê radestî vîrusê bihata kirin ji bo ku belavbûna xwe rawestîne), pisporên hikûmeta brîtanî rêjeya % 80yê welatîyan wekî teza bedbîn pênase dikirin. Feydeya stratejîyeke wisa wê çi bûya? Çawa bigihîşta vê astê, Îngilistan wê êdî bêyî ku bitirsîya ji navendên jihevgirtina di qonaxên din de, wê karibûya ji nû ve bazirganîya xwe ya navneteweyî bi pêş bixista. Berdêl wê çi bûya? Heta 500 hezar qurbanîyan. (2) M. Johnson 12ê adarê li xwe mikur dihat ku di rewşên wisa de, «divê her kes li benda mirina zû ya hezkirîyên xwe be ».

Li ser zexta Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT), nêrîn û hejmareke mezin a zanyaran, serokwezîr piştî çar rojan sîyaseta

xwe guherand. Wî dawîya dawî qedexe danî ser lihevkombûnên werzişî, li ser nexweşan karantîna ferz kir û bergeheke tundkirina sîyasetên mesafedanîna civakî di çarçova rêjeya dagirtina yekîneyên venêrîna tund a nexweşxaneyên welêt xist dewrê– lê belê dîsa jî bêyî guhertineke kokdar a analîza li ser şewban(epîdemî) wekî «jê-rev-nabe» hat nirxandin.

Ji alîyê awireke zanistî ve, ev helwesta brîtanî ya bi pêşket, li gel vê yekê jî ne dûrî aqilan bû. Li şûna hewldana ji holêrakirina şewbê, wê giranî dida ser venêrîna belavbûna vîrusê di nava civakê de. Armanca vê helwestê ew bû ku rê bigire li belavbûneke bêserûber û serberdayî bi arastekirina enfeksîyonên li ser kesên herî hindik tesîr li wan dikin û li mal ragirtina kesên bi rîsk (kesên ixtîyar an jî mexdûrên çend nexweşîyên kronîk), da ku evên dawî ji imunîteya pêkhatî li cem yên pêşîn sûdê wergirin. Tevî ku tenê rayedarên birîtanî wêrî vê helwesta xwe bi vî awayê wisa tazî nîşan bidin, rayedarên dewletên din jî li ser tiştekî wisa fikirîn.

Dema serokwezîrê hollandî Mark Rutte dîyar dike ku ew li bendê ye % 60ê şênîyê Hollandayê di dawîyê de bi şewbê bikevin, (3) heman tiştî dibêje. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî de facto di qonaxa pêşî ya şewbê de heman tişt kir:

gava di nîvê adarê de, vîrusa Sars-Cov-2 li ser xaka amerîkî digerîya û ji bo beşeke mezin a nexweşan hê tu teşhîseke dîyar nehatibû danîn, dewleta federal tu tedbîr wernegirtibûn, ji bilî yên biçûk û sembolîk (wekî betalkirina seferên balafiran ji welatên bi rîsk). Biryara birêvebirina rîskê jî dima li ser her dewleta federal, heta her sazîya tendirustîyê li welatekî ku lê bi qasî 27,5 milyon kes bêpar in ji sîgortaya tendirustîyê, û rojek razana li nexweşxaneyekê, kêm zêde, berdêla wê 3 800 euro ye. Heta zêdekirina tedbîrên mesafedanîna civakî di 12ê adarê de hatin ragihandin, doktrîna fransî jî pir ne dûrî vê yekê bû.

Lê belê ev helwesta brîtanî dibe nîşana bergeheke neolîberal, meyldarîya lîbertarîyen a nîzama tiştan. Li gorî dîrektorê berê yê lêkolîn û pêşvebirinê, li cem dêwa dermançêker GlaxoSmithKline (GSK), Sir Patrick Vallance ku niha jî bûye serşêwirmendê zanistî (chief scientific adviser) yê hikûmeta brîtanî, li cîhaneke «vekirî» ku pergalên ne-adil ên tendirustîyê mohra xwe lê daye, vîrusa korona bivê-nevê wê berbelav bibe. Bi ya wî, şewb rasterast tê vexwendin ji bo bibe salane. Herçendî bi tedbîrên sert ên Çînê mimkin be bi temamî dor lê were girtin, mirov nikare xeyal jî bike ku welatekî wekî Îngilistanê zêdetirî du hefteyan xwe li hemberî

karantînayê ragire û hê hindiktir li hemberî karantînayên dirêj û pirbare gelek salan li ser hev. Sir Patrick Vallance li vir xwe dispêre konsepta «westabûna civakî» ya ji alîyê «Behavioural insights team», an jî «Nudge unit» ve hatîye pêşxistin, ev şana aborîya reftarî ya di 2014an de li ofîsa wezîrên hikûmeta serokwezîrê brîtanî (Cabinet Office) ji alîyê David Cameron ve hatîye afirandin bi armanca pêşkêşkirina reftarîgerîyê di biryarên mezin ên hikûmetên welêt de. (4) Ev sazûman bi hatina Downing Street a Dominic Cummings, şewirmendê taybet ê Boris Johnsin, ku ev ê ha jî heyranekî bêhempa yê aborîya reftarî ye. Tedbîrên tund ên xwe li malê ragirtinê ji ber vê yekê ne tenê ji alîyê aborî ve bi zirar in, herweha ji alîyê civakî ve jî ji bo demeke dirêj ne yên pêkanînê ne. Serketina welatên asyayî (Çîn, Sîngapûr, Hong Kong) li hemberî Sars-CoV-2, bi saya qedexeya gerûgeryana welatîyan wê çavşikandineke xapînok be.

Di warê dîtina lîberal a şewban de asteke nû

Gava ev welat ji nû ve ji gerûgeryana hundir û derve ya kesan re vebûn, –vebûna ku ji alîyê pisporên birîtanî ve wekî prensîba nebenabe ya xwebirêxistinkirina civakan hatîye têgihîştin– wê navendên nû yên şewbê bi pêşketana û vê jî wê

bi xwe re tedbîrên nû yên biha yên blokajê ferz bikirana. Rewşeke ku ji niha ve tê piştraskirin bi «anîna» nexweşên nû yên çînî (5). Di encamê de, tu çareyeke din tune: bihêlin bila vîrus belav bibe, di ber de jî geryana wê kêm bikin.

Çerxa neolîberal rêzik û prosedurên xwe ji koordînasyona navneteweyî, di warê şewban de, veqetandin, di serî de jî Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT). Bi parastina nêzîkbûneke global a li pirsgirêkê, sazî destwerdaneke «vekirî» ya belavkirina vîrusê destek dike: her çendî ew destekê dide hewldana dewletê ya li mal ragirtina xelkên li bajaran û herêmên din ên welêt, ew girtina sînoran (wekî bêfeyde tarîf dike ji ber ku % 100  ne bi tesîr e û asteng e li pêşîya şopandina rewşa nexweşan) û ambargoyên li ser amûrên tibî (ku livûtevgerên panîk diafirînin û ev jî dibin sedemê stokajeke zêde li welatên li benda şewbê ne û kemûkurîyeke dijwar li welatên ku şewbê lê xistîye) red dike. Bi kurtî, ev rêxistin dibe dilê tevahîya rêzikên piralî yên ji xwe re kirine armanc dest werdin şewbên li cîhaneke ji dewletên goya hevkar pêk hatîye, lê belê hejmareke mezin ji wan vê çerxa lîstika navneteweyî ya piralî ku mîrateya salên 1990 û 2000î ye, red dikin. Di rêza pêşî ya van welatan de DYA heye.

Nimûneyek: çawa rêzikên RCT dikarin bên pêkanîn ji bo welatekî wekî Îran, a çoklêşikandî li ber ambargoya amerîkî? Îran ku ji bo xwe li ser lingan bigire neçar maye bazirganîya xwe li gel Çînê bike, tevî şewbê jî mafê wê yê wergirtina alîkarîya însanî tê vepirsîn (6). Lê belê, dema dihêlin ku ev hêza herêmî ya xwedî 81 milyon nifûs bibe navendeke Covid-19, ew di heman demê de Ewropa û Asyayê jî dikin qurbanîyên ji nû ve zîndîbûna bênavber a şewban.

Doktrîna brîtanî dibe qonaxeke

4 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Covid-19 û Jîyana Têkçûyî

Cazîbeya jênef ilitînêThéo Bourgeron  *

__________

Metİn Çelİk: Post-Apocalyptic, Komira li ser kaxezê, 100 x 200 cm, 2017 (Koleksîyona Taybet)

Serokwezîrê Brîtanî, Boris Johnsonê ku ji rawestandina aboriyê dipelikand, beriya ku bi şûn de gavê bavêje qumareke xeter da ber xwe: ya destnedana civatî.

Page 5: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

nû di nêzîktêdayîna lîberal a beramberî şewban de: ev doktrîna di navbera salên 2010 û 2017an de bi gelek raporên Wezareta Tendirustîyê û Pergala Tendirustîya Neteweyî (National health service, NHS) hat amadekirin, xwe dispêre ne tenê lêkolînerên epîdemiolojîya matematîkî û bijîşkan, lê herweha psîkologên civakî û aborîzanên livûtevgerî, yên li hev kombûyî li nava Komîteyê bi armanca amadekarîya ji bo şewba grîpî (Pandemic influenza preparedness framework advisory group). Wekî bingeha xebatê nirxandina şewbên grîpî yên sedsala bîstan, ji grîpa îspanyol a 1918-1919an heta grîpa berazan a 2009-2010an, ew nemimkinîya wergirtina şewbekê li Îngilistanê tesbît dike, û wekî sedem jî têkilîyên wê yên aborî bi welatên din re nîşan dide:

«Geryana girseyî ya globalîzebûyî li cîhana nûjen dihêle ku vîrus bi lezeke mezin li seranserî gerestêrkê belav bibe. (…) Ev tê wê wateyê ku bi tu awayî ne mimkin e wergirtin an jî ji holêrakirina vîrusê li welatê wê yê jêder an jî li gihîştina wê ya li Îngilistanê. Divê li bendê were mayîn heta vîrus bivênevê belav bibe û hemû tedbîrên ji bo pêşîlêgirtin an jî kêmkirina belavbûna wê (…) êdî bandoreke pir sînorkirî an jî qismî bikin û heta ji bo dem qezenckirinê jî bi awayê hêmin nikaribin bên bikaranîn ». (7) Ji ber vê yekê, hikûmeta brîtanî tu tercîheke din li ber tune ji bilî hiştina belavbûna vîrusê li nava civakê bi «kêmkirina hejmarên herî bilind» a jihevgirtinê û bi «pêkanîna komunîkasyona bi bandor» a ku dikare rê li panîkê bigire.

Ketina merîyetê ya vê doktrîna nû pêşketina li nav kulîyata îdeolojîk a mafên desthilatîyê –bi taybetî li Îngilistanê û Dewletên Yekbûyî– yên doktrînên Tendirustîyê yên endîvîdualîst, nîşan dide. Di pêvajoya deh salên dawî de, gelek şirovekaran nîşan da ka çawa dilê îdeolojîk ê partîya mihefezekar gav bi gav ji rasta navendî şemitî ber bi think tankên Tufton Street ve ku navê xwe ji vê kolana Westminster wergirtîye û têde qutîyên fikrên rasta tundrew ên ji Thatcher mîrasgirtî li hev kom dibin û gelek caran ew ji lîberalîstên tundrew ên dijberî ewrûpî û herweha li dijî nêrîna hawîrparêzîyê ne. Hê demeke dirêj berîya buhrana vîrusa koronayê, tevî ji nû ve derketina holê ya şewba sorikan li Îngilistanê, van dezgehan destberdana ji sîyasetên derzîkirina mecbûrî ji bo nexweşîyên zarokan pêşnîyar dikir. Hinan ji wan «îmunîteya komî» ya xwederzîkirina li ser daxwazê ku rêjeyeke têra xwe bilind dinirxandin, (8) û hinên din pêşnîyar dikirin ku li şûna vê yekê çerxên bazarê bixin A vîrus hê tenê li Çînê bû, gelek sernivîskarên lîberal li beramberî otorîtarîzma çînî bi fikra ku şewba Covid-19 wê bibûya xwepêşandaneke serdestîya pergala neolîberal a rojavayî, kêfxweş bûn. Bi vê berçavkê, sernîvîskarê France Culture Brice Couturier meha borî, di vê buhranê de «Çernobîla Xi Jinping» a ku Partîya Komunîst a Çînê bêîtîbar dikir, didît, eynî çawa Çernobîlê Yekîtîya Sovyetê bêîtîbar kiribû. (10) Di çavên hin

şirovekaran de, buhranê di eslê xwe de derfeta ezmûna aborîya ceribandinê ji bo heta hetayî pêşkêş dikir. Ji bo koma çavdêr (Çîn, Hong Kong, Sîngapûr): çareserîyên dewletî, kevneşopên ragirtina bi zext li hundir û qutkirina çûnûhata xelkê li hundir û li derve heta jiholêrakirina vîrusê li welêt. Ji bo koma dermankirinê (welatên rojavayî di rêza pêşî de jî Îngilistan): çareserîyên laissez-faire a ji alîyê dewletê ve tên organîzekirin, bêyî li malê xweragirtin ne jî dorlixwegirtinê, xwe dispêrin kanalîzekirina jihevgirtinan ber bi komên herî hindik hesas. Di dawîya ceribandinê de, bi alîkarîya vegerên li qonaxên pêşî, mirov wê karibûya rewiştên her yek ji van du modelan tesbît bikira bi hejmara mirîyan, biserneketinan, windayîyên pûanên hilberîna brut a hundirîn. Ezmûneke xwezayî, bêguman, lê belê ezmûneke zêde biha: bi sed hezaran mirin.London, axirê wekî ku bi paşde gav avêtibe. Bêguman, bersivên ji bo buhrana Covîd-19 ji ber bêxêrbûna pergala hilberînî pir zehmet in. (11) Şirketên ewrûpî ku di pêvajoya 40 salên dawî de bûne xwedî çanda pratîkên «sifir stokê» û hilberîna «tam di wextê de» bi armanca bidestxistina çend pûanên «vegera ser sermayeya bikarhatî» û herî zêdekirina «nirxê hîssedarîyê», (12) niha li hemberî şikestina zincîrên tedarîkkirinê, xwe bêçare dibînin. Dewletan jî -ku bi pêşbazîya qezenca bacî ve hatine girêdan-, li ser lêçûnên wan zext dimeşandin: xizmetên gelemperî, nivînên musaît li nexweşxaneyan hatin «biserûberkirin», eynî wekî

stokên stratejîk, bi wê çendeyê ku Fransayê bêyî stoka maskeyên parastinên yên FFP2 ev tofana şewbê pêşwazî kir. (13) Welatên di werçerxa neolîberal a salên 1980yî re derbas bûn, gelo bi rastî jî ji alîyê aborî ve hêza wan têr dike tedbîreke xwegirtinê ya wekî Çînê an jî Sîngapûrê birêxistin bikin? Me nekarî hêrsa xwe ragirin, dema ku me dît M. Emmanuel Macron di axaftina xwe ya 12ê adarê de parastina kesên herî bêparastin û desteka ji bo şirketan di heman asta girîngîyê de dinirxandin, ji ber ku rastîya tahl li ber çavan bû: pêwistî bi zêdetir ji 15 rojan heye ji bo derketina ji neolîberalîzmê û hilberîna li servîsên lezgîn ên tibî, dermanan, maskeyan, nefesdêrên sunî û tiştên din ên pêwist ji bo jîyana welatîyan, bi temamî êdî maye li ser binesazîyên aborî yên aîdî çil sal berê ne.

Divê meriv ji derfeta wan a heyî zêdetir imkana tevgera kêfî nede

hikûmetan

Li gel vê yekê, ev şewb hestên serhildana civakê jî li hemberî êşên mezin ên tên kişandin hesas dike. Bi sed hezaran mirinên ku pisporên welatên rojavayî li bendê ne, wekî ku ji alîyê Boris Johnson ve jî hat gotin «windahîya gelek hezkirîyan» têr sedem in ji bo peydebûna tengezarîyên cidî. Em zanin vîrûs çawa li Çînê bû sedemê destpêkirina nerazîbûnên mezin: serbestkirina axaftinên li ser înternetê, bend-û-rizdeyên li ser rêyên Hubeî, serhildana hong-kongîyan li dijî hatina şênîyên Çînê ya ser xaka wan. Eynî wekî birin û anîna malê bazirganîyê ku di sedsala XIXan

de li Îngilistanê bûbûn sedemê bilindkirina tengezarîyên civakî. (14) Hestê geryana Covid-19 jî di nava welatîyan de dibe sedemê endîşeyên mezin. Rapirsînên berî çendekê yên li ser mijarê binê vê rewşa han xêz dikin: nêrînên raya giştî, ne yên ku zextê li hikûmetan dikin da ku tedbîrên radîkal ên mesafedanîna civakî wergirin û ne tersê wê. Li Îngilistanê, % 41ê brîtanîyên hatine vepirsîn wisa difikirin ku hikûmeta wan têra xwe tedbîrên xurt wernagirin, li hemberî % 12yê ku tersê vê nêrînê diparêzin. (15) Li Fransayê, tedbîrên mesafedanîna civakî yên wekî girtina dibistanan destekeke girseyî dibînin (% 82yê vepirsîyan alîgirên girtina demûdezgehên dibistanî ne), ji nav yên 12ê adarê hatin ragihandin, ya herî hindik baş hat pêşwazîkirin, bi awayekî balkêş berdewamkirina veguhêzerên gelemperî bû. (16) Li hemberî van ceribandinên doktrînên nû yên tendirustîyê, mirov jî wisa xuya ye ku di asta êşên pê rû bi rû dimînin, dikarin bikevin nava livûtevgerên nerazîbûnê.

Divê ji zêdetirî yê di destê wan de ji hikûmetan ra mafê destwerdanê neyê naskirin. Di serdema buhranê de, ew di pevçûna navbera sazûmanîyên hilberînî yên welatên xwe û êşên gel ên ji ber şewban giran dibin, xwe didin dest. Tiştê li vir xwe eşkere dike û tiştê me bi şewba AIDSê re jî dîtibû, ne xwe, ne tercîhên sîyasî û şexsî, lê bêhtir awayê nêzîkbûna li bûyereke tundrew e –şewbek– di rejîma kelepûra neolîberalî de. Doktrîna brîtanî ya destwerdana li COVID-19 ji bilî doktrînekê, ne tiştekî din e: li bin zexta civakê,

hikûmeta Johnson ji niha ve dest pê kir paşde gav davêje. Lê belê eger doktrîn têr ne xurt bin, ew ne fikrên bêserûber in jî: ew radixin pêş çavan ka ronakbîrên rejîmekê ji bo rizgarkirina rejîmê ji nakokîyên wê û bûhranên wê, çawa hewl didin çareserîyan bibînin. Bêyî ku em pirsê ji xwe bikin: rejîmeke ku çareserîyên ewçend dij mirovî ferz dike, gelo hêja ye were rizgarkirin?

* Lêkolînerê postdoktorayê ku doktoraya xwe li ser aborîya sîyasî û civaknasîya tendirustîyê li Zanîngeha College Dublin dike, lêkolînerê beşdar li laboratuwara dezgehên dînamîk û dîrokî yên aborîyê û civakê (IDHES-Nanterre).

(1) «Coronavirus: science chief defends UK plan from criticism», The Guardian, Londres, 13 mars 2020.

(2) «Johnson under fire as coronavirus enters dangerous phase», Financial Times, Londres, 12 mars 2020.

(3) «Coronavirus: pas de confinement aux Pays-Bas, où le gouvernement prône “l’immunité de groupe”», France 3 Hauts de France, 17mars 2020.

(4) Tony Yates, «  Why is the government relying on nudge theory to fight coronavirus  ?», The Guardian, 13 mars 2020. Lire aussi Laura Raim, «Pire que l’autre, la nouvelle science économique», Le Monde diplomatique, juillet 2013.

(5) Cf. Shivani Singh et Winni Zhou, «China’s imported coronavirus cases rise as local infections drop again», Reuters, 14 mars 2020.

(6) Cf. Eli Clifton, The Intercept, « Amid coronavirus outbreak, Trump-aligned pressure group pushes to stop medicine sales to Iran », 05 mars 2020.

(7) « UK Influenza Pandemic Preparedness Strategy 2011 », Department of Health, Londres, 2011.

(8) Len Shackleton, « Compulsion is not the answer to the recent fall in vaccination uptake », Institute of Economic Affairs, Londres, 9 octobre 2019.

(9) Sam Bowman, « A neat solution to the vaccine problem », Adam Smith Institute, Londres, 18 février 2015.

(10) Brice Couturier, « L’épidémie de coronavirus peut-elle être le Tchernobyl de Xi Jinping ? », Le Tour du Monde des Idées, 10 février 2020.

(11) Cf. la tribune de Cédric Durand et Razmig Keucheyan, « L’emboîtement de quatre crises met en lumière les limites des marchés », Le Monde, 13 mars 2020.

(12) Frédéric Lordon, « La “création de valeur” comme rhétorique et comme pratique. Généalogie et sociologie de la “valeur actionnariale” », L’Année de la régulation, vol 4, pp. 115-164.

(13) Clémentine Maligorne, « Coronavirus : la France ne parvient pas à répondre à la demande de masques de protection », Le Figaro, 26 février 2020.

(14) Karl Polanyi, La Grande Transformation, Paris, Gallimard, 1983 (rééd.).

(15) Toby Helm, « Only 36% of Britons trust Boris Johnson on coronavirus, polls find », The Guardian, 14 mars 2020.

(16) Etude Elabe et Laurent Berger publiée par BFM TV le 14 mars, réalisée par Internet les 12 et 13 mars 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

5NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

© D

HRU

VI A

CH

ARY

A -

WW

W. D

HRU

VI.C

OM

DHRUVI ACHARYA; «Ashes» (Arî), 2016

Page 6: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Paradokseke Sartre heye. Ewê ku dibe sembol ji bo «ronakbîriya total, amade li tevahiya

eniyên ramanê, fîlozof, rexnekar, romanvan, mirovê şanoyê » (1) pir serê xwe diêşîne ji bo peydekirina ciyekî piştî-mirinê yê layiqê vî navî li welatê xwe. Paradoks bi bandora hê jî çalak a ramana wî û nivîsên wî li welatên din tê destnîşankirin. Ya rastî Fransa niha bi lembeyên konformîzma lihevhatinî, ku pê (pseudo-) guftugoyên televîzyon an jî radyoyê nikarin xapînokiya nefeseke lerzonek jî bidin der, tê ronîkirin. Mejîteng û nejidil pir dûr ketine ji wî yê ku, piştî şerê duyemîn ê cîhanê, bê rawestan di nava têkoşînê de bû, xwe davêt meydana cengê, xwe dida ber xetereyan. Derdoreke Întellîgentsiyayê di Sartre de statuya wî ya nûneriya ronakbîriya girîdayî ya «a al franga» red dike. Yekane berhema der barê wê de hemfirkirbûn heye, Les Mots (1961). Revekirin û şîrove naqedin der barê «berhema girîng a nivîskar » de, û ev yek ne tesadufî ye: ev jînenîgariya li ser zaroktî û ciwaniya wî kesî bêzar û nerihet nake. Pênaseya ramana yekane ya hem çep hem jî rast ew e ku ev berhem dihêle ew xwe ji nefretkirina yekalî ya ronakbîr rizgar bike, û di heman demê de, wî ji nû ve têxe nava «maxazaya xişrûxemlan» a kevinbûyî, demlêbihûrî. (Bn. Dossier Sartre, Ewrûpa, Parîs, cotmeh 2013.)

Demlêbihurî û kevinkirî heta sîsika mejiyê şaşiyê. Ji ber ku têra xwe ji me re gotin, Sartre hertim wê xelitî be. (2) Bi wî şertî ku ev sûcbarî li dijî xwediyên xwe venegere. Ev gotinên Guy Hocqenghem ên çend sal piştî mirina nivîskarê Rêyên azadiyê, neynika nêrînên me ne: «Giyanên we yên çavbirçî û belengaz, ên we purîten û teorîsyenan, xwest sed caran Sartre bikuje; û hûn çiqas wî înkar dikin, hûn wî ewqas zindî dikin. Hûn çi qas wî daf didin, ew ewqas we himbêz dike, ew we bi xwe re kaş dike nava mirinê. Sartre ê birra direve ji gora hurmetê ya înkar û îxanetê ku we xwestibû wî têde defin bikin.» (3)

Ji 1980yî dema mirina wî ve, pir kêm tişt hatine kêmkirin ji kesê di zindîbûna wî de, em ê bibizdîyana pê re rû bi rû bimînin. Goya Sartreê fîlozof wêjeyê xirab dinivîse. Sireyên xwendkaran demeke dirêj ji ber van henekên

şagirtan xur kete wan –vê yekê heta sireyên zanîngehê ku bi awayekî fiîlî meşrûîyeteke zanistî dida wan, dewam kir. Di wêjeyê de, bi awayekî zelaltir mirov bibêje, zêde li ser Sartre nayê xebitîn. Ka em careke din bala xwe bidin romana wî ya pêşî La Nausée (Dilxelîn, 1938), berhevoka çîrokên wî Dîwar (1939), trîolojîya wî ya bi awayekî neheq nenas ma û zêde paxaf pê nehat kirin, Le Mur (Rêyên Azadîyê, 1945-1949). Ev xebateke baş a cihêreng e bi stîl û vegotina xwe ku «xîtabî» herkesî dike, têra xwe jî bi kêrî perwerdeya ronakbîrî û şexsî tê: nîşaneke berhemên gewre. Îca şanoya wî? Cihêreng, ew jî, afirîner...bi tiştên nû dagirtî. Ji bilî Huis clos (Li Pişt Derîyan, 1944), Les Mains sales (Destên Gemarî, 1948), lîstikên wî yên herî navdar û herî zêde di roja me de hatine lîstin, hêza betalkirina Nekrassov (1955) û Séquestrés d’Altona (Veqetandîyên Altona, 1959) hê jî xwe diparêze: ji bo ya pêşî, ya mîstîfîkasyona agahdarkirin û wegirtina kar, ji bo ya duyemîn, a armanc û amûran li serdemên bi şîdet ên dîrokê.

Herî dawî jî, bêguman, nivîsarên wî yên sîyasî hene. Ji ber ku yên herî diêşînin ew in: Sartre hê jî aciz dike, ji ber ku ew xwedî «helwest» bû. Di Les Temps Modernes de sala 1945an wî weha digot: «Nivîskar di serdema xwe de divê xwedî helwest be: her gotin dengvedanên wê hene. Her bêdengî jî. Ez Flaubert û Goncourt berpirsîyar dibînim ji zexta ku li Communeê hat kirin, ji ber ku wan ji bo pêşî lê bigirin rêzek jî nenivîsand. Wê bê gotin, ew ne karê

wan bû. Baş e, ma doza Calas karê Voltaire bû? Cezabirîna li Dreyfûs, gelo karê Zola bû? Rêveberîya Kongo, ma karê Gide bû? Her yek ji van nivîskaran, di rewşeke jîyana xwe de, berpirsîyarîya xwe ya nivîskarîyê pîvaye.» (5)

Şer wê bibe zemîna destpêkirina angajebûna Sartre. Di îlona 1939an de seferber dibe, di hezîrana 1940î de tê girtin û wî dişînin kampeke li Trèvesê. Li wir, hevaltî û biratîyê nas dike; lîstikeke Noelê, Bariona, an jî Kurê dengê ewran dinivîse û dertîne ser dikê. Dema di adara 1941ê de tê berdan dikeve dirûvê sivîlekî, vedigere Parîsê, biryardar e tiştekî bike. Bi Maurice Merleau-Ponty re koma bi navê «Sosyalîzm û azadî» ava dike, vê yekê dike ji bo li herêma serbest biçe cem Andre Gide û Andre Malraux û tevgereke berxwedanê saz bike. Pîyesa wî Mêş(an) li Parîsa dagirkirî xwedî hewayeke berxwedanê ye. Di 1943-1944an de, kete nava xebata Les Lettres Françaises, weşana Komîteya Neteweyî ya Nivîskaran a ji alîyê Jacques Decor û Jean Paulhan ve bi dizî hatibû avakirin. (6)

Hevrêyê Partîya Komunîst

Lê belê wê tenê ev be girêdana wî... Ew ne bû Georges Politzer, ne jî Claude Bourdet. Berîya şerê duyemîn ê cîhanê, tiştê balkêş, nebûna her asoyeke sîyasî ye. Simone de Beauvoir çi dibêje bila bibêje û tevî nûçeya «Dîwar» jî, ew xwe dûr digire ji tiştê li Spanyayê rû dide. (7) Gava mirov hev-nivîsandinên wî yên li gel Beauvoir le «Castor» dixwîne, mirov şaş

dimîne ku ew cara pêşî du meh berîya Munîhê di tîrmeha 1938an de behsa sîyasetê dike. Û ew ji Enîya gel jî zêde tiştekî tênagihin. Ev dûrbûna sîyasî ya navbera du şeran dê wî di tevahîya jîyana wî de bida meşandin li tenişt xeyaletê Nîzan, hevalê wî yê ciwantîyê ku, ji dawîya salên 1920î û şûn ve bi temamî angaje bû.

Sartre di sibata 1948an de dikeve nava komîteya rêveber a Lihevkombûna Demokratîk a Şoreşger (RDR), ku projeya wê hê ji berê ve ji alîyê rojnamevanan û ronakbîrên çep û çepê tundrew ên wekî David Rousset ve hatibû amadekirin. RDR bi veqetîna Sartre re (çirîya pêşîyê 1949), dipelişe û ev ê bibe yekane tevlîbûna wî ya di partîyeke sîyasî de. Ji nîvê sala 1952an heta dawîya 1956an, dibe rêhevalekî Partîya Komunîst a Fransî (PKF), ya di bin zexta polîs û dadgerîyê de bû, tevî ku heta hingê ev partî bi dijwarî bi ser de diçû. Bi wê çendê ku serokê Yekîtîya nivîskarên sovyetîk di 1948an de ew wekî «keftarê daktîlograf» bi nav kiribû. Di çirîya paşîya 1956an de dema serhildana macaran ji alîyê Moskowê ve hat perçiqandin, ew ji partîyê bi temamî dûr ket. Wekî ku hercar wê wisa bûya, feraseta wî ya rojnamevanîyê xwe dispart mijarên tematîk û ferhengoka hevalên ku wî bi xwe tercih kir. Wekî nivîsarên wî yên çapbûyî di sala 1955an de li Fransa-Sovyetê, ku zêde jî nedişibîyan hevoksazîya komunîstên ortodoks. Li gel vê yekê jî nivîsarên sartrîyen ên vê serdemê hertim dibin neynika ramaneke rojane li

ser mîstîfîkasyona lîderan û çapemenîyê: «Hemû xwendevanên me dizanin ku em sîyaseta hikûmetê zirardar dibînin û zilamên îlhamê ji vê polîtîkayê werdigirin jî em wan ketî dinirxînin: lê belê wezîfa me jî ew e em vê yekê bê navber nîşan bidin. Em ancax bi nîşandanê dikarin hêvî bikin ku em bi kêrî tiştekî tên. Em ê vê yekê bidomînin: Eger wekî sûcdar binavkirina Bidault qedexe be jî, em ê her bibêjin ew sûcdarekî mezin e; eger mafê behskirina ji xwîna bi destê wî ve li me were qedexekirin, em ê behsa polikên li ser çavên wî bikin. Ev tenê karekî termînolojîyê ye.» (8)

Çend mehên dawî yên rêhevaltîya Sartre li gel PKFê, rastî seferberîya wî ya li dijî şerê Cezaîrê tên. Ev bû şerê wî yê mezin.(9) Û sedema ku hê jî hin kes lê naborin, ev e: dijkolonyalîzma wî ya jidil, tûjbûna axaftina wî ya ku berpirsîyarîyên fransîyan ên dîrokî, ronakbîrî û sincî datîne ber wan: «masûmîyeta sexte, rev, dilxirabî, tenêtî, xwekerkirin, hevparîya sûc a redkirî û tev bi hev re, qebûlkirî, ev e ku di 1945an de me navê berpirsîyarîya kolektîf lê danî. Divê, wê demê, civaka alman îdîa nekira ku haya wê ji kampan tunebû.. Me digot: “We dît! Wan hertişt zanibû!!” Em mafdar bûn, wan hertişt zanibû û ancax îro em dikarin vê yekê têbigihin: lewre em jî hertiştî zanin. (…) Gelo em ê hê jî biwêrin wan şermezar bikin? Em ê hê jî biwêrin xwe ji gunehên xwe bişon?» (10)

Hin kes, gelek caran heman kes, çavên wan bar nade li hevaltîya wî ya li gel psîkîyatr û eseyîstê martînîkî Franz Fanon, ku wê demê hema hema tecrîtkirî bû. Wî pêşgotinek nivîsand ji bo Lanetkirîyên vê cîhanê (1961), berhema Fanon a bijarte di ramanparêzîya cîhana sêyem de. Pêşgotineke ku lanetê dibarîne derewa neteweyeke qure ku tenê ji sîya xwe pêk tê: «Çi galegalên mezin: azadî, yeksanî, biratî, evîn, rûmet, welat, ez çi zanim? Ev yek dîsa jî nedibû asteng ku em di heman demê de axaftinên nijadperest ên wekî zencîyê pîs, cihûyê pîs, meymûnê pîs bikin.» (11)

Tundrewî û îtîraza Sartre bi mezinahîya nefreta ku wî îlham daye xwedîyê mekanên wêjeyî û rojnamevanîyê tê pîvandin. Heta, li hemberî Ferdinand Celîne jî ku bi rexneyeke bi bahaneya stîla wî rizgar bû, em zêde ne rihet in. Ji ber ku ne dijberî cihûyan bû, Sartre şaşîya mezin kir bi biratîya kesên li dijî zilma fransî serî hildan. Îftîra dewam dikin. Yek ji van şûrkêşên salonan hê jî şerm nake û paşde gav navêje ji sûcbarîya ecêb a wekî «hewldana Sartre a suîkasta li dijî Camus». Ev giş, helbet, li ser tevna paş a şerê Cezaîrê, zîyafeta «fîlozofekî [Camus] ku ti caran şaşî nekirîye» careke din ji me re tê îkramkirin. (12) Li ser navê tevlîhevîya rewşa wî ya şexsî, em helwesta şaş a nivîskarê bîyanî bi awîrê mijarên wê kêlîya dîrokî mafdar nîşan didin; em têkoşîneke wêrek û xeternak biçûk dixin: mala Sartre bû hedefa êrişeke bi

6 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Pıştî Mırına Wî Bı Çıl Salî Nefreteke Nedîtî Jı Felsefeyê

Redkirina SartreAnne Mathieu*

__________

Metİn Çelİk: Antî-Kamûflaj, Peyker, 150 x 60 cm, 2018, Bîenala Mêrdînê

Di 19ê nîsana 1980yî de, binaxkirina Jean-Paul Sartre, weke ya Victor Hugo ya berî li dor sedsalekî gel xiste nava tevgerê. Bi mirina Sartre, serdemeke girêdan û redkirina korse / piştên bedewiyê weke ku bidawî dibû. Teşhîrkirina medyayî yan jî silûkbûna akademîk du qutbên cîhana entelektueliyê karekterîze dikirin. Her du jî, yek ji ya din dûrtirî modela sartirî bûn.

Page 7: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

7NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Niviskarê awusturyayî Stefan Zweig (1881-1942) di jîyana xwe de her tim bi çavekî

gumanbar li polîtîkayê mêze kir. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de piştî Romain Rolland wî bi awayekî eşkere aştî û lihevkirin parastibû. Herweha, çawa ku edîtorên L’Esprit européen en exil (Ruhê ewrûpî li Sirgûnê) jî dîyar dikin, ew wê demê ji nîqaşên bi kelecanî û partîyên polîtîk, yanî ji van derên biarîşe dûr disekinî. Wî dixwest ku bibe partîzanekî dilsoz yê “ azadîya hundurîn”, piştevanekî nebez yê “ Ewrûpaya aqilmend” û mirovekî “ji gengeşîyan xweşûştî, (ji nîqaşan bilind)”. Di gel şîretên wêrek yên Romain Rolland (“polîtîka , ew şertên bingehîn yên hebûnê, heya yên estetîkê ne. Bêpêwendî bi me tu tiştî nade qezenckirin, ji ber ku di her awayî û rewşê de ew şert dê bi me re bijîn an jî li hemberî me dê tevbigerin.”) Zweig, azadîya xwe diparast û di dilê xwe de hevalên xwe yên wekî Rolland û wekî Jean-Richard Bloch, hevalên rêya PCF, yên ku biryara radestkirina ruh û laşên xwe dabûn, tawanbar dikir.Hilberîna Hîtler ya desthilatdarîyê, dijberbûna (polarizasyona) sîyasî ya Ewrûpayê û meşa ber bi şer, îdeala Zweig ya aştîperwer û lihevkirinxwaz kênaşt (şikand). Divê alîyê xwe (pozîsyona xwe) hilbijarta. Antî -Nazîyê spontan, dîsa jî heta ji destê wî hat ew biryara xwe paşde avêt, mudaxaleyên xwe yên ji bo raya giştî bi baldarî eyar dikir û di mijara hevkarîya bi kovarên dijî faşîzmê de bêdil bû û bû şahid ku Klaus Mann ev ji bo vê yekê bi “dudilîya anemîk” tawanbar kir. Divê pirtûkên wî bihatana şewitandin û bi ser mala wî de bihata girtin, ji ber vê yeke di sala 1934an de biryara çûyina sirgûnê da û bi xwe re nostaljîya cîhaneke wenda jî bir. Li Londonê, li Newyorkê û li Brezîlyayê ku 1940î de li wir bicîh bibû, destûr da xwe ji bo çend êrîşan li dijî Reich û hevalbendên wê pêk bîne, bes cazîbeyek xurt hebû ku mirov pişta xwe bizivirîne dîrokê, mîna “masîgirên li ber kenarê Seine”, yên ku 21ê çileya pêşîn a 1793an de çend gav dûr ji meydana

ku serjêkirina Louis XVI. bi gîyotînê pêk dihat, ew bi awirên rihet temaşe dikirin; ku heman qad di zivistana 1941an de bibû mijara metneke Zweig. Her weha em dizanin ku ev “jîyana ji alîye polîttîkayê ve hatîye dorpêçkirin” çawa qedîyaye: 22 Sibata 1942yan de Zweig û jina wî Lotte bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîn.Bê guman, ev drama kesane -rewşenbîrekî ji dîrokê derb xwaribû û şahidîya ruxandina jîyana xwe û îdeala xwe dikir- ew parçe bû ku berhema Zweig herî zêde xwedî dikir. Otobîyografîya wî ya nevaze û mukemel, hîmê “Cîhana duhê” datîne. Her weha, di heman demê de ji bo berhemên “dîrokî” yên ku wî nezirê Ronesans û Reformê kiribûn jî bû îlham. Yê ku Erasmûs- mîrzayê humanîstan, yê ku bi Lutherîyenê gewre re dihat berawirdkirin - vejîyandibû û “ rêbuwarîya protestanîyê” ya Castellion bi zorbetîya Kalvînîstîyê re berawird dikir, an jî Montaigne yê ku xwe di birca pirtûkxaneya xwe de mihafeze dikir û di nav dilê şerên olê de dikir ku “xwebûn” a xwe saz bike, dixist bîra mirov. Yanî Zweig, trajedîya xwe- di demê şerên çetîn de kesekî mutedîl, di serdema fanatîzmê de mirovê aqilmendîyê û çaxa girseyan de mirovekî serbixwe, her dem teswîr dike. Berawirdî bi qehremane û tablo pir dilşewat bû. Bes têkoşîn -çawa di mînaka kesayetîya Zweig de jî tê xuyan- di serî de têk çûbû.

(1) Stefan Zweig, L’Esprit européen en exil. Essais, discours, entretiens 1933-1942, Bartillat, Paris, 2020, 415 r., 22 euro (ji aliyê Jacques Le Rider û Klemens Renoldner ve hat çapkirin). Cf. Her weha, Stefan Zweig, Pas de défaite pour l’esprit libre. Ecrits politiques 1911-1942, Albin Michel, Paris, 2020.

(2) Stefan Zweig et Jean-Richard Bloch, Correspondance (1912-1940), Éditions universitaires de Dijon, Dijon, 2020.

(3) Stefan Zweig, Grandeur et tragédie d’Érasme de Rotterdam, suivi de Castellion contre Calvin, ou conscience contre violence (Wergera nû ji aliyê Jean-Jacques Pollet), Les Belles Lettres, Paris, 2019. Her weha , Stefan Zweig, Montaigne (Wergera nû ji aliyê Corinna Gepner), Le Livre de poche, Paris, 2019.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Raman

Stefan Zweig an jî sawa polîtîkayê

Antony Burlaud__________

plastîk ya rasta tundrew ji ber parastina mafê gelan a bi destê xwe dîyarkirina qedera xwe. Û medya hertim wê sûdê jê wergire, ji bo tinazê xwe bike bi Sartre li Billancourt, têkildarî serdema rêhevaltîya wî ya di 1970î de li gel maoîstên çepê proleter.

Berî çend mehan, di Fîgaroyê de, endamê Akademîya fransî, Jacques Julliard, ku enkarnasyona ronakbîrîya resmî, dezgehî û lihevhatinî qedandîye, biryara xwe ya der barê Sartre de weha dida  : «Romannivîsê xirab, nivîskarê lîstikên nayên lîstin, fîlozofê hilberîner lê ji orjînalîteyê bêpar, azadîxwaz bi wê çendeyê ku bi pesindanî behs kirîye ji hemû dîktatoran û hemû komkujîyên wan mafdar nîşan dane, bi şertê ku xwe sosyalîst ragihandibin. (...). Ew sextekarî wisa dilpak e ku berê tûjbûna xwe, carna jî hêrsa xwe ya har tenê daye ser rejîmên lîberal. Wî bi mazereta rihetîya ronakbîrî, temsîla wijdana xirab ya nivîskarîyê kirîye. Ev yekane qad e ku wî lê şagirt bi gewde kirine heta roja me.» (13) Çima, mel’ûn ev çi pîvana te ya mirovî ye?

Ji bo xwe gihandina «parastina sîyasî ya Sartre», (14) ya herî baş li ber çavan girtina berhema wî ya Helwest e, ji bo bi qasî briqînerî, biryardarî û aktûelbûnê, ewqas jî şaşî, zêdegavî û qelsîyên wî jî werin wezinandin. Aktuelî? Eger ev çeşnê ronakbîrî îro êdî demlêbuhurî be, ev yek ne cihê kêfxweşîyê ye. Di 1983an de, sê sal piştî mirina Sartre, Pierre Bourdieu îzah dikir ku bi rastî jî «mercên konjonkturel, lê belê herweha strukturel, yên (…) hiştin bibe [ronakbîrê nimûne], îro êdî li ber windabûnê ne: zextên

burokrasîya dewletî û cazîbeyên çapemenîyê û hebûnên çandî, ku tên cem hev ji bo kêmkirina xweserîya qada ronakbîrî û dezgehên xwe yên xwezêdekirin û perestinê tehdîd in li ser tiştên hebûna wan kêm û hêjatir di modela sartriyen a ronakbîrî de û bi rastî jî zêdetir nakok in li gel her cure çerxên “bûrjûwa”: redkirina desthilatîyan û îmtîyazên cîhanî (xelata Nobelê li vir wê mijara gotinê be) û erêkirina hêz û îmtîyaza ronakbîrî ji bo bikaranîna mafê ‘na ji hemû hêzên demkî re’.» (15)

Redkirina Sartre ya em dibin şahidên wê, rûyê din ê lojîk ê madalyonê ye. Wijdana xirab a ronakbîrên salon û ekranan, Sartre ew kes e ku tîne bîra me (wan) ku ronakbîrek dibe hêjayî vî navî bi ramana xwe, bi xebatên xwe, bi berhema xwe, bi biryardarîya xwe û ne bi hevalên xwe yên desthildar û bi xuyabûnên xwe yên di medyayan de. Ji bo pratîsyenên ji fikirînê re amade yên wê dubare bikin ku dem û dewran guherîne, têkoşîn û daxwazên sîyasî tenê di çarçoveyên sînorkirî de dikarin bên qebûlkirin, bi dijberî em dikarin bibêjin ku her guherîneke ji bo feydeya hevpar ne bi pistepisa «erê», lê bi dengê gurr ê «na» destpê kirîye. Li destpêka têkoşînê, her tim red heye. Ronakbîr û rojnamevanên li dijî Sartre radibin vê yekê zanin, tam berevajîyê îdîaya axaftina xwe pêşkêşî me dikin. Bi awayekî girseyî berevajîkirin û fetisandina gotina sartriyen, bend danîna pêşîya azadîya me ya dijberîya li hemberî zilma peymanan û desthilatan. Ev, bi me danbawerkirin e ku hemû peyv wekî hev in û ji me xwestina bênirxkirina wan e,

tevî ku berpirsîyarîya ronakbîr, carna bikaranîna wan e, wekî ku Sartre bi xwe jî digot, eynî mîna «debançeyên fîşek li ber dev».

*Doçenta wêje û rojnamevaniyê li zanîngeha Lorraine, birêvebera kovara Adenê.

(1) Pierre Bourdieu, “Sartre, afrandina giştî ya entelektuelî”, Libération, Paris, 31ê adara 1983yê; di Agone, n° 26-27, Marseille, 2002yê de careke din çap bûye.(2) Cf. Dossier Sartre, Europe, Paris, octobre 2013. (3) Cf. Claude Imbert, « Sartre, la passion de l’erreur », Le Point, 14 janvier 2000.(4) Guy Hocquenghem, Lettre ouverte à ceux qui sont passés du col Mao au Rotary (1986), coll. « Contre-feux », Agone, Marseille, 2003.(5) Jean-Paul Sartre, « Présentation des Temps modernes », Les temps modernes, 1er octobre 1945 (repris dans Situations II, Gallimard, Paris, 1948).(6) Cf. Michel Contat et Michel Rybalka, Les Écrits de Sartre, Gallimard, Paris, 1970 ; cf. également Annie Cohen-Solal, Sartre, Gallimard, Paris, 1985.(7) Cf. Anne Mathieu, « Jean-Paul Sartre et l’Espagne : du “Mur” à la préface au Procès de Burgos », Roman 20-50, juin 2007.(8) Jean-Paul Sartre, « À nos lecteurs », Les Temps modernes, mai 1954.(9) Lire « Jean-Paul Sartre et la guerre d’Algérie », Le Monde diplomatique, novembre 2004.(10) Jean-Paul Sartre, « Le colonialisme est un système », Les Temps modernes, mars-avril 1956 (repris dans Situations V, Gallimard, Paris, 1964).(11) Jean-Paul Sartre, Préface à Frantz Fanon, Les Damnés de la terre, « Cahiers libres », Maspero, Paris, 1961 (repris dans Situations V, op.cit.).(12) Michel Onfray, « La tentative d’assassinat de Sartre contre Camus », Le Point, 5 janvier 2012 ; « Le philosophe qui ne s’est jamais trompé. Comment Sartre a tenté de le tuer », ibid.(13) Jacques Julliard, «Pourquoi les intellectuels n’aiment pas la liberté», Le Figaro, 1er juillet 2019.(14) Cf. Ian H. Birchall, Sartre et l’extrême gauche française, La Fabrique, Paris, 2011.(15) Pierre Bourdieu, « Sartre, l’invention de

l’intellectuel total », art. cit.

Wegera ji fransî: Baran Nebar

Metİn Çelİk: Çaxeke zêrîn ya helbestê, 170 x 150 cm, 2012

Bibe Abone !https://diplo-kurdi.com/de/form/abone-lmdk

Page 8: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

8 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Di nîsana 2018an de, Parlamentoya Alman-yayê ji bo bîranîna salvegera heftêyan

a avakirina dewleta cihû, li hev kom bû. Di dema guftugoyan de, M.  Martin Schulz, li ser navê Partîya Sosyal Demokrat (SPD), weha got: «Bi parastina Îsraîlê re, em xwe ji xirabîyên rabirdûya xwe diparêzin.» Berdevkê derdora çep-girên navendî yê Partîya Hawîr-parêz jî cewherê guftgoyê bi awayê herî kurt weha anî ziman: «Mafê hebûna Îsraîlê ji yê me, ne zêdetir ne jî kêmtir e »Gava sinifa sîyasî ya wêdetirî çemê Rhenê behsa Îsraîlê dike, ew bi taybetî behsa xwe dike. Ji ber ku

girêdanên wê yên bi vê dewletê re dibin tevna zemîna ku Almanyaya piştî nazîzmê li serî nasnavê xwe yê pêşverû bi cih dike, helwesta almanan a beramberî wê, ji têkilîyên navbera wan, dîroka wan û cewhera rastîn a van mijaran zêdetir me ji haletî rûhîya almanan haydar dike. Komara Federal a Almanyayê û dewleta Îsraîl: her du welat jî hema piştî şerê duyemîn ê cîhanê û tevkujîya cihûyan, derketin holê. Li hev nêzîkbûna wan bi peymana tezmînatan a îsraîlo-alman, ku 10ê îlona 1952yan pêk hat, destpê dike. Divê mirov çawa îzah bike vê tevgera ku derket holê, tenê çend sal piştî ku III. Reich, bi desteka beşeke mezin a civaka xwe hema hema koka gelê cihû qeland? Zehmet e mirov bawer bike ji retorîka alman a fermî, ku bi israr

îşaret pê dike ku sedema têkilîyên wan ên bi Îsraîlê re «sincî» ye. Wekî ku dîrokzanan jî bi têrahî raxistin pêş çavan, berpirsîyarên berê yên nazî hê jî li Almanyaya têkçûyî meqamên bilind îşgal dikirin, civak jî beramberî hovîtîya ku hê berî demeke pir kin pêk dianî, bi giştî ketibû nava înkarê. Dibe ku yekemîn şansolyeyê piştî-şer û remza «  vejîna » welatê xwe Konrad Adenauer, dikare li ser mijarê baştir me agahdar bike. Du sal piştî vekişîna ji deshilatîyê, di 1966an de bi hevpeyvîneke ku da televizyona almanî li saeteke ku pir tê guhdarîkirin, têkildarî sîyaseta xwe ya tezmînatan vê îzahê dike: «Berdêldayîn an jî dabînkirina [sûcên almanan li dijî cihûyan] şertekî nebe-nabe bû ji bo jinûve bidestxistina statuya me navneteweyî». Dû re jî van gotinan li îzaha xwe zêde dike: «Îro jî, divê

desthilatîya cihûyan kêm neyê dîtin, bi taybetî jî li Amerîkayê.»Di çavê Adenauer de, dabînkirin an jî tezmînatdayîna ji bo sûcan ji pirsgirêkeke sincî bêhtir pêdivîyeke xemilandina şeklûşemalê Almanyayê bû. Palpişta wî ya duyemîn hê ecêbtir e. Bi bîrxistina «desthilatîya cihû», li gel pêvekirina îzaha «îro jî», Adenauer di eslê xwe de ji nû ve radihişt mijareke deftera dij-cihûtîyê. Sîyaseta wî ya beramberî Îsraîlê xwe dispart ser van du stûnan: vîna rehabilîtekirina Almanyayê û nirxandineke nepixandî ya bandora cihûyan li ser nêrîna raya giştî ya rojava.

Li ser navê AmerîkîyanMotîvasyonên almanan ev bûn. Ka îcar jî em bala xwe bidin dewleta li bin rêveberîya David Ben Gourion, avabûyî hema

piştî dehşetên çareserîya dawî û sedema rahiştina vî destê bi xwîn ê Almanyaya Rojava ya hê tam ji nazîzmê xweneşûştî. Vemayîyên ji qirkirinê li dema avabûna Îsraîlê ancax ji sisêyan yekê nifûsa wê bûn. Pir kêm îsraîlî hebûn ku ji malbata wan an jî derdora wan kesek nehatibe kuştin. Welatê wan bi temamî ji penaberên Ewrûpayê yên ketibûn travmayê hat avakirin. Tenê sedemekê dikaribû lihevnêzîkbûna wî ya li Almanyayê îzah bikira: Peydekirina pêdivîyên xwe yên madî. Lewre piştî şerê xwe yê serxwebûnê ku koçberkirina bi darê zorê ya piranîya nifûsa filistînê mohra xwe lê da, dewleta ciwan li Rojhilata Navîn di rewşeke şikestbar de bû. Di ser de jî, ji alîyê aborî û leşkerî ve bêmecal bû.Lihevkirina 1952yan bû yekemîn peymana ku hatina tezmînatan organîze dikir. Her çendî ji alîyê tezmînata şexsî ve ev lihevkirin dibû gava destpêkê ya ku wê paşî bihata bicihanîn, ew bêhtir bi dabînkirina deynên dewleta Îsraîlê re têkildar bû. Komara federal bi vî awayî soz dida ku ew ê 3,45 milyar markên almanî, ku bi qasî 7 milyar euroyên îro bûn, bide Îsraîlê. Ji sisêyan dudoyê vî pereyî wekî mal, pêdivî û eşya (pêwistîyên xam, makîne, keştî û hwd) hatin dayîn. Ji sisêyan yek jî ji bo kirîna petrola xam ji şirketên birîtanî hat bikaranîn. Lihevkirin bi vî awayî bû zemîna destpêkirina bernameyeke pîşesazîkirina ku bibûya çerxa hilberîna ardû û sotemenîyê jî.Nahum Goldmann, ku wê serdemê serokê Kongreya Cîhanî ya Cihûyan û mizakerevanê sereke bû ji bo alîyê Îsraîlê, ev lihevkirin wekî «rizgarkirineke qanûnî » pênase dikir. Almanyayê jî ji alîyê xwe ve xwe bi qezenç didît, ji ber ku lêçûnên salane yên di peymanê de hatibûn destnîşankirin wê tu caran % 0,2yê hilberîna wê ya neteweyî ya brut derbas nebûbûna. Ji vê jî baştir: hilberîna sektorên îxracatkar, bi tezmînatan û xwedîkirina «mucîzeya aborî» bi carekê adeta fûrîya. Pêşî ji alîyê aborî ve, «normalîzasyon» di qada leşkerî de bi lezûbez pêk hat. Li pey qeyrana Kanala Swêz [Şuwes], di 1956an de û heta şerê çarenûsîyê ya 1967an (şerê şeş rojan), Almanya li gel Fransayê dibe yekem piştgira artêşa Îsraîlê. Mîmarê mezin ê hevkarîya leşkerî li gel van her du welatan, rêveberê îsraîlî Şîmon Peres rewş bi bi awayekî kurt weha anîye ziman: «  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çek nedidan lê pere didan me. Fransayê pere nedidan lê çek didan me. Almanyayê jî wekî ku firsenda girtina deftera desthilatîya nazî bi dest xistibe, bêyî ku berdêlekê ji me bixwaze çek didan me.»Li gorî arşîvên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, alîkarîya leşkerî ya ji bo Îsraîlê di 1957an de dest pê dike. Ew jî hingê, bi bingehî, ji sewqîyatên çekên sivik, keştîyên ewlekarîyê û bernameyên perwerdeya leşkerî pêk tê. Tarîxa peymana pêşî ya mezin a biçekkirinê1962 ye. Ji vê tarîxê û şûn ve Almanya êdî topên giran, balafir, helîkopter, keştî û keştîyên noqav jê re tedarîk dike. Di 1964an de Washington bi îlawekirina li vê lîstê sedûpêncî tankên Patton li

Metİn Çelİk Kap-İt-Al , 150 x 150 cm, T.Ü.Y.B, 2016

Gava Almanyayê hewl dıda şeklûşemalê xwe bıguherîne

Têkilîyên ecêb ên germano-îsraîlî

Daniel Marvecki*__________

Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Almanyaya Rojava, bi destek-dayîna avakirina dewleta Îs-raîlê, hewl dide rengûrûyekî pak ji xwe re çêke. Bonnê bi vî awayî li Rojhilata Navîn kirasê roleke girîng lê ewçend jî xerîb li xwe kir. Lê belê, di dirêjahîya salên 1950 û 1960î de, vê dîplo-masîya li pey xweşûştina ji gunehên xwe, hertim têrê nekir binixumîne wê îfadeya paşzemîna kevin a amade bû xwe ji nû ve nîşan bide

Page 9: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

ser navê amerîkîyan, Bonnê di vî warî de bi tenê nahêle. Bi xema xwe nîşandana navbeynkara bêalî di pevçûn û nakokîya îsraîlo-ereb de û ji bo ranekirina hêrsa netewparêzên ereb, Amerîka tercîh dike xwe ji rasterast biçekkirina Îsraîlê dûr bigire, qet nebe heta sala 1967an. Desteka dîyarker a Almanyayê ye. Di 1965an de, ji avahîya xwe ya balyozxana Îsraîlê ya li Bonnê, yekemîn berpirsîyarê vê wezîfê Asher Ben-Nathan, ji şansolye Ludwig Erhard re got, şerekî li Rojhilata Navîn «wê ji çend rojan zêdetir nedome. Îsraîl ji ber vê yekê [divê] berdewam dest li ser tetîkê be. Desteka ku Almanyayê ji bo pêşketina welêt di asteke mezin de [kiribû], û desteka alman a leşkerî herweha ji bo ewlekarîyê jî dîyarker [bû]». Piştî du salan ev yek hat piştrastkirin. Şerê Îsraîlo-ereb yê 1967an tenê şeş rojan dewam kir û desteka leşkerî ya almanan li vir kêm nebû. Çil û heşt saet piştî şer, balyozê almanî yê li Îsraîlê telegrafeke kurt a xwepesindanê ji Bonnê re şand: «Li gorî serleşkerekî ji serfarmandarîya giştî, tankên nûjen ên bi zirxên polayî ku me ji wan re peyde kirin, ne mimkin bû ji vê baştir hêjabûna wan bihata îspatkirin.»Awayê pêkhatina vî şerî bi xwe girîngîya hevpar a Fransa û Almanyayê li wê serdemê ji bo Îsraîlê radixe pêş çavan. Dema ku Mîrajên fransî êrişên hewayî pêk tînin, tankên almanan jî li ser xaka Misirê dibin serdest. Tevî ku ku haya wan ji desteka Komara Federal a ji bo şerê Îsraîlê hebû jî, nûnerên dewletên erebî bi awayekî eceb tu gilî û gazin jî nekirin.

Mutasyona seyrDestekeke din a girîng a almanan di forma kredîya pereyî de,

644,8 milyon markên almanî bû. Ev alîkarîya ku bi şîfreya «Operasyona Hevalê Kar» hatibû binavkirin, eynî wekî sewqîyata çekan bi mohra veşartî tê şandin. Di 1965an de, çawa ku têkilîyên dîplomatîk ên her du welatan saz bûn, ev kredî jî wekî alîkarîya fermî ya ji bo pêşvebirinê hat binavkirin. Piştî bi dehan salan, di 2015an de, M. Hans Rühle ‒ pisporê pêşxistina çekên nukleer ê di wextê xwe de li Wezareta Parastinê ya Almanyayê û li Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO)yê meqamên bilind îşgal kiribûn, ‒ji bo rojnameya piştgir a ji bo Îsralê Die Welt,‒ axivî û îdîa kir ku ew kredîya mijara gotinê ji bo fînansekirina bernameya nukleer a îsraîlî hatibû bikaranîn. Gava rola pê rabûyî ya Komara Federal ji bo zexmkirina dewleta Îsraîlê li ber çavan tê girtin, teorî bi serê mirov dikeve, lê belê îspatkirina wê zehmet e.Wekî henekeke dîrokî, têkilîyên germano-îsraîlî ji pêvajoya rûbirûbûna Almanyayê bi rabirdûya wê re, pir bi leztir

veguherîn. Ev ferq bû zemîna pêkhatina veguherîneke ecêb a dij-semîtîzmeke bi awayê berê û nixumandî li nav tevna paş a têkilîyên li gel Îsraîlê. Nimûneyek tenê bes e ji bo yeqînkirina ji vê yekê. Di 1961ê de, şefê heyeta çavdêrên almanî li dema doza darizandina Adolf Eichmann, Gerhard von Preuschen rapora xwe bi van hevokên pesindanê bi dawî dikir: «Ciwanên Îsraîlê yên bi nifşên berî xwe re bi awayekî berbiçav hevnegirtî bûn. Ev ciwan ‒zarokên penaberên cihû yên alman‒ hema hema tu taybetmendîyên adetî yên têkildarî cihûyan nîşan nadin. Bejin mezin, piranîya wan boz û çav şîn, xwedî rûyên bi xetên rast, di livûtegerên xwe de xweser û azad, ew formeke cihûtîya heta niha nenas bi gewde dikin.» Ev danezana bi îdîaya xwe ya nijadperestîyê mirov şaşûmetel dihêle û bi formeke nazik vedigere, bi awayek ji awayan zihnîyeta egosantîrk a Îsraîlê dide der: dewleta cihû dibe aryen. Ev

paradoks dîroka têkilîyên navbera her du welatan jî bi awayekî îzah dike. Jêdera vê narsîsma ku dikare were muqeyesekirin, nûçeyên şerê 1967an ên çapemenîya wêdetirî Çemê Rhenê bû, bi taybetî jî çapemenîya koma Springer. Serketina Îsraîlê wekî «serketina birûskê  » dihate silavkirin, genaralê îsraîlî Moşê Dayan wekî ku hêjayî mîrasgirîya generalê Wehrmacht Erwin Rommel be, çepik jê re hatin lêxistin û di heman demê de artêşên ereb ên têkçûyî jî dibûn objeyên biçûkxistineke ku bêhna kulîlka hov a serxweşîya serketinê ya alman a serdemeke derbasbûyî jê dihat.Meraqa herî mezin a di van têkilîyên duber ên ecêb de: Ponijînên yekemîn sefîrê alman ê li Îsraîlê û generalê berê yê Wehrmacht, Rolf Pals bi xaça hesin hatin xelatkirin. Destnivîsên wî yên şexsî bi awayekî rêkûpêk hevalên wî yên îsraîlî bi pere û deshilatîyê têkildar dikin. Di 1965an de, hêrs dibe ji îsraîlîyên ku

«behsa ehlaq û sincê dikin, lê belê ji pereyan pê ve li tu tiştî nafikirin». Îqnabûyî ji «tesîra Îsraîlê û cihûyan li navendên mezin ên cîhanî ku li wir bi gewde dibe nêrîna raya giştî ya dîyarker (bû)», Pauls bawer dike ku Almanya ne di wê pozîsyonê de ye ku nanê Telavîvê qut bike, an na, «cihûyan wê kûçik berdana, ji Qudusê heta Londonê, di ser New Yorkê re».Sîyaseta îsraîlî ya Komara Federal îro dibe mijara guftugoyên ku, bivê nevê, tesîrê li sincê dike. Ji ber vê yekê rexnegirên wê hez dikin bi bîr bixin ku Almanya ji aqûbeta kesên bi avabûna vê dewletê re ji xaka xwe hatin qewirandin bêhtir xwe bi ewlekarîya Îsraîlê re mijûlbûyî nîşan dide. Lê belê ev rexne bergeha bingehîn paşçav dike: di rastîyê de, zîvirîna alman ji bo Îsraîlê tu caran bi sincê re ne têkildar bû.Li serdema piştî şer, gava ku bi tezmînat û çekan dibû alîkar ji bo avabûna dewleta îsraîlî, Almanya bi awayekî xwezayî ji hebûna penaberên filistînî haydar bû. Lê belê hingê ku koçberîya mirovan eynî wekî li Ewopayê li cîhana mêtîngehkirî jî bûbû rewşeke ji rêzê ya rojane, pir kêm kesan guh dida êşûazarên gelekî ku nikaribû dengê xwe bide bihîstin.Li nava hikûmeta almanî, guftûgoyên li ser alîkarîya mirovî ya ji bo penaberên filistînî giranî didan ser pêwistîya afirandina pêleke dilpakîyê li cem dewletên ereb, gumanên wan hebûn, bi awayekî mafdar, ku Almanyayê destekeke pir mezintir dida Îsraîlê û nedixwest li vê yekê mikur were. Rêveberên alman, li gel vê yekê jî pir hûr û kûr dipîvan da ku ev alîkarîya mirovî wan nexe nava pozîsyoneke «berpirsîyarîya îndîrekt». Almanya îro mafê çarenûsî yê gelê filistînî teşwîq dike û destekê dide çareserîya ku xwe dispêre dewleteke filistînî ya ku Şerîa Rojava, Xaze û Qudisa Rojhilat dide ber xwe, lê belê têkilîyên wê yên bi Îsraîlê re hê jî ji alîyê girîngîyê ve di rêza pêşî de ne. Yekemîn werçerxa di têkilîyên navbera Almanya û Îsraîlê de hema piştî şerê 1967an, wextê ku hevalbendîya amerîkî-îsraîlî xwe bi gewde dike û ji Komara Federal re ancax roleke talî dihêle, xwe nîşan da. Ev girêdanên dualî dû re bi hejên şerê sar, entegrasyona ewrûpî û pevçûna îsraîlo-filistînî veguherîn. Hilweşandina Dîwar û jinûve yekkirina Almanyayê dawîya dawî guhertineke hê radîkaltir di têkilîyên wan de jî pêk anî.* Perwerdekar-lêkolîner li School of Oriental and African Studies (Lon-don) û li Zanîngeha Leeds. Nivîskarê pirtûka Germany and Israel : White-washing and Statebuilding, wê ji alîyê weşanxaneya Hurst, London, 30ê nîsa-na 2020î were weşandin.(1) Ev jêgirtin û yên piştî wê ji berhema nivîskarê alman û îsraîlî ya bi navê Whitewashing and Statebuilding hatine girtin, ku wê berhem ji alî Hurst ve, li Londrayê, di 30ê nîsana 2020ê de

bê çap kirin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

9NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Çawa Komara Federal a Almanyayê hevalbendeke pir girîng a Îsraîlê bû, berevajîyê wê, Komara Demokratîk a Almanyayê (KDA) jî alîyê filistînîyan girtibû. Vê hevahenga bêkêmasî ji parçebûnên şerê sar zêdetir tişt îfade dikirin. Bi gotineke din, bi qasî ku rejîma rojava ya almanî alîgira bêhempa ya sîyonîstan bû, ya rojhilat jî ewqas antîsîyonîst bû.

Veguhezîna pozîsyonê ya vê pevçûna germano-alman li Rojhilata Navîn jî têra xwe pala

xwe dide «doktrîna Hallstein». Wezîrê karên derve yê şansolye Adenauer, Walter Hallstein di 1955an de dabû zanîn ku Almanyaya Rojava wê venasîna KDAyê ji alîyê welatekî sêyemîn ve wekî «jesteke nedostane» ya hesas binirxîne û wê karibe ji ber vê yekê li hemberî wî welatî ambargoyan bixe dewrê û heta danûstandinên xwe yên dîplomatîk jê qut bike. Lê belê vê prensîbê bi awayekî paradoksal firseteke şahane danî ber destê welatên ereb ên ku Misira Nasirîst pêşengîya

wan dikir: ji bo pêşîgirtina li desteka alman a ji bo Îsraîlê, wan êdî dikaribû tehdîda bi awayekî dîplomatîk venasîna KDAyê bixista dewrê. Ji ber vê yekê herçendî Îsraîlê hê ji 1956an ve daxwaza xwe ya normalîzasyoneke dîplomatîk kiribû, Bonnê tercîh kir vê prensîbê bi perdeyeke şermoke binixumîne.

D.M.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Doktrîna bi cotkevî

DH

RUV

I AC

HA

RYA

; «T

houg

hts

and

Wor

ds»

(Ram

an û

Pey

v), 2

016

© D

HRU

VI A

CH

ARY

A -

WW

W. D

HRU

VI.C

OM

Page 10: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Tevahîya bîranînê çalakî-yeke sîyasî ye. Em vê ji axaftina yekşemê digirin ya ku awayê îfadeyên wê

yên piranîya caran lihevhatîanîn û pirbare, ser hin nîyetan digirin. Salvegera 75an ya azadkirina kam-pa tunekirinê ya Auschwitzê ji bo vê yekê bû nîşaneke din. Di 27ê çileya paşî ya bihurî de her dew-letê dida dûv armanca xwe û (re)vîzyona xwe ya dîrokê îfade dikir. Li Îsraîlê dîrokzan Zeev Sternhell gotinên xwe vir de û wê de nebi-rin. Îsal bîranîna qirkirinê, wê her weha biketa xizmeta “hinceta îl-haqkirina” erdên Filistînê (1) (Ha-aretz, 31ê çileya paşî). Saxfilitîyên rehîngirtî xwe bi carekê di rola fîguran de bicihkirî dîtin, tevî ku bîranîna êşa wan û têkoşîna wan bi awayekî fermî sedema çalakîya bîranînê ye.

Bîranîna bê, wê nîsana li pêşîya me li Buchenwaldê çêbe, Kampa Berhevkirinê ya Almanyayê ya ku pêşî hat azadkirin. Merasîmeke bi ewlekarîya zêde. Abîdeya bîranînê li Eyaleta Almanyayê Turîngenê ye; çirîya pêşî ya bihurî li vê eyaletê di dema hilbijartinên parlamena eyaletê de rastgrîya tundrew a ku bi Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) bi gewde dibe, % 23.4ê dengan wergirt û hema piştî Partîya Çepê (Die Linke) ya % 31ê dengan wergirt, di parlamena eyaletê de bû hêza duyemîn a herî xurt. Li Buchenwaldê û ji wê û wê de li Dachau, Sachsenhausen yan jî Ravensbruckê endamên AfD xwe diavêjin ser van derfetan da ku axaftinên xwe yên mandelker bikin. Rêveberê Abîdeya Bîranînê, Volkhard Knigge di vê yekê de “delîla her diçe bêhtir lawazbûna bîrewerîya dîrokî” dîbîne (Der Spiegel, 23yê çileya paşî ya 2020ê). Bê guman. Êdî em nizanin ka di vê navê de jinûve nivîsandina şerê antîfaşîst ê ku Abîdeya Bîranînê ya li Buchenwaldê yek ji vektorên wê bû, piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, bivê nevê çiqasî tesîr li vê lawazbûnê kir.

Esas, ji destpêka şerê sar û vir ve, dîroka Buchenwaldê bê navber her ji nû ve li gorî meseleyên dema xwe hat biteşekirin. Ew tîrmeha 1937an hat vekirin û yek ji Kampên Berhevkirinê yên pêşî ye ku rejîma Nazî ew ava kirin. Ew heta 11ê nîsana 1945an dixebitî, heta wê kêlîya ku artêşa amerîkî li ser rêya Weimarê bi ser wê ve bû. Armanca avakirina wê ew bû ku muxalifên rejîma Nazî di serî de jî komunîstan, sosyal demokratan berhev bike da ku wan ji civakê qut bike, qederê 10 hezar cihûyên di dema Şeva Krîstal yanî 9ê çirîya paşî ya 1938an de girtî, her weha cîngene, şahidên yehova û homoseksuel tê de bûn, em wan kesên ku rejîmê wekî “asosyal” didîtin jî nahesibînin.

Schutzstafel (“Tîmên Parastinê”,

SS) serê pêşî birêveberîya hundirê kampê da dest girtîyên ji ber sûcên adî girtî û vê rewşê heta 1942yan dewam kir. Di 1942yan de girtîyên sîyasî ew ji dest wan girtin di dawîya têkoşînekê de ku jê re dibêjin xedar, lê bi hizra giştî têkoşîneke rizgarker bû. Bi biryara ku bikin kesên di kampên berhevkirinê de ragirtî destekê bidin hewldanên ji bo şerî, SSan dizanî ku “sêgoşeyên sor” (2) bêhtir bikêrhatî ne ji bo misogerkirina xebitîna rewşa girtîbûnê. Girtîyên sîyasî li meqamên wezîfeyên stratejîk hatin bicihkirin, yên wekî dabeşkirina girtîyan li gorî fermanên kar, terkîba konvoyên bişînin kampên wekî Dora ku lê bi nîvîkî, mirov du hefteyan sax diman (3) û heta bi Auschwitzê ji bo wanên –cihû û cîngene– biryara tunekirina wan hatibû dayîn; bi vê jî hêzeke wan a biryardayînê ya sînordarkirî lê bi rastî hebû li ser çarenûsa girtîyan.

Piştî destpêka şerî, em li Buchenwaldê berxwedêrên ji her welatî dibînin, nexasim jî 26 000 fransî û eskerên sovyetê ku SSê 8483 ji wan kuştin, bi guleyeke bera patika wan dayî. Di destpêkê de wisa hatibû hesabkirin ku li kampê 8000 girtî bên ragirtin, lê di dawîya şerî de serjimareke pir zêde lê hebû. Ji payîza 1944an û pê ve, ji ber bipêşveçûna Artêşa Sor kampên tunekirinê yên li rojhilat hatin valakirin. Bi hezaran saxfilitîyên ji van “meşên mirinê” bi ser hev de dewisîn. Di çileya paşî ya 1945an de li Buchenwaldê 100000 girtî hebûn. Gava ku amerîkîyan kontrola kampê bi dest xist, wan 21000 saxfilitî dîtin. Berxwedana veşartî ya ku ji bo raperîneke li pêşîya xwe sîleh kom kiribûn, SSên dawîyê yên ku wan girtin, dan amerîkîyan. Li serê vê berxwedanê girtîyên sîyasî yên alman hebûn, piranîya wan komunîst bûn.Pêşkêşkirina çîrokeke bimêrxasî

“Ji Stettinê, di ser Baltikê re heta bi Trîyestê di ser Adrîyatîkê re, perdeyeke hesinî bi ser parzemîne de ket”: hîna nû şerê sar bi hevoka navdar a Winston Churchill 5ê adara 1946an hat ragihandin, rapora dîrokzanekî artêşa amerîkî derkete holê, navê vê rapora Donald Robinson “Hovîtîyên komunîstan li Buchenwaldê kirî” bû. Di tewazûna nû ya hêzê ya ku li Ewropayê bi cih dibû, ev rapor dibe êzing ji bo gurkirina tifika dîskursa dijsovyetîk. Lê belê kitêba sosyolog Eugen Kogon (ne komunîst) ê li Buchenwaldê ragirtî ya bi navê Dewleta SSê ya 1946an derçû, wê bibûya otorîte. (4) Bêyî ku xwe li têkilîyên bi arîşe yên di navbera girtîyan de û li têkilîyên hêzê ker û kor bike, Kogon hewl dide awayê ku girtîyên sîyasî yên alman karîn nîzameke xuyayî misoger bikin û pêşîyê li giştîkirina “her kes bi serê xwe” bigirin, vebêje.

Li Almanyaya Rojhilat, dewleta çirîya pêşî ya 1949an damezrandî, rejîma nû rewabûna xwe sipart têkoşîna mîlîtanên antîfaşîst. Wan kesên ku wê rahişta hevsarê qismê rojhilatê Almanyayê ji Yekîtîya Sovyetê, cihê ku lê sirgûn bûn, vegerîyan. Wan dîrokeke lehengî ya berxwedana li dijî nazîzmê bi pêş xist û xwe jî wekî warisên wê berxwedanê ragihand. Wan ê ji vê, dînekî dewletê çêkira û ji bo vî dînî wê kamp-muzeya Buchenwaldê ya 1958an vekirî, bibûya tiştekî wekî îbadetgehekê. Her sal bi merasîmên fermî li wir wê “sonda Buchenwaldê” bihata bîranîn, ev ew sond e ku 19ê nîsana 1945an girtîyên xwe dayî ber têkoşîna ji bo aştî û azadîyê xwaribû. Lê belê, saxfilitîyên kampê lehengên fermî jî bin, ew dûrî mekanên desthilatê û hêza sîyasî jî bûn, heger ew nebûn mexdûrê pêla giran a stalînî ya destpêka salên 1950î: ev kadroyên komunîst ên sêzdeh salan ketî hepsê û kampê û bivê hişk û saxlem bûyî, li gorî wanên ji Moskovayê vegerîyayî kêmtir mulayîm û kedîkirî dîyar bûn, loma ji bo wanên ji Moskovayê vegerîyayî, sertewandina li URSSê bûbû adet.

Sala 1958an bi vî rengî li Komara Demokratîk a Almanyayê (DDR) jî romana Bruno Apitz Tazî di nav guran de derçû, ev roman wê li qederê sih zimanî bihata wergerandin û bibûya serketineke cîhanî. (5) Nivîskar bi xwe yek ji yên berê li Buchenwaldê ragirtî ye, ew behsa dîroka zarokekî cihû yê ji Lehistanê yê 3 salî dike, yê ku girtîyên sîyasî hez jê kir û ew rizgar kir. Roman bû mijara filmeke bi heman navî ya sîneastê ji rojhilatê Almanyayê Frank Beyer, wî sala 1963yan li Festîvala Moskovayê xelata filma herî baş wergirt ku li wir da ber filma Heşt û nîv a Federico Fellini. (6) Aktorê ku Rainer Werner Fassbinder heyranê wî, Armin Mueller-Stahl tê de rola sereke dike. Gelek aktor û fîguranên din jî bi xwe ji saxfilitîyên kampên nazîyan bûn; dîmenên film li wan cihên dîroka bûyerê li wan qewimî bixwe, hatibûn girtin. Li Moskovayê wekî din temaşekerekî serpêhatîya birazîyê xwe nas kir, ya wê zaroka heta hingê jê re “zaroka Buchenwaldê” dihat gotin. Stefan Jerzy Zweig hat naskirin.

Bruno Apitz îlhama xwe ji bûyereke otantîk girt û li DDRê bi fonksîyona romana neteweyî rabû ku tê de rizgarkirina zarokê ku bû sembola humanîzma komunîstên li kampan. Çawa ku gelek caran diqewime, xeyal li dîroka rastî zêde dike, jê dibihure û ev vegotin îlhamê dide senografîya kamp-muzeya ku heta dawîya rejîmê bibûya beşeke xweş a kirinên komunîstan. Dînekî sekuler zehmet li nakokîyan tê. Pirsa peywendîyên girtîyên sîyasî û

SSê û peywendîyên di navbera girtîyan bi xwe de di nava vegotina li Almanyaya Rojhilat nîne. Ev “Herêma grî” ya ku li gorî nivîskarê Belê ev mirovek e (Si c’est un homme), Primo Levi ji erka tu dadgehên însanî peyda nabe, wê di vê navberê de dadgerên xwe li Almanyaya yekbûyî bidîtana.

Wekî ku tu tişta din a lezgîntir nebe, guhertina meydana bîranînê ya Buchenwaldê di nava karên li pêş ên Almanyaya piştî şerê sar de ne. Yek ji înîsîyatîfên wê yên pêşî, vedîtina Speziallager bû, kampa ku sovyetîkan sala 1945an bê guman piştî ku bi berfirehî li wan gerîya, kadroyên Partîya Nasyonalsosyalîst a Karkerên Alman (NSDAP), partîya Adolf Hitler, tê de bi cih kiribûn û ji wan sê ji çaran jî tê de ji birçîna miribûn. Sala 1999an rayedaran bîrdarîyeke ji serî heta binî “vedîtî û sererastkirî” vekirin. Berê bayî guherî, pê re perspektîf jî û Volkhard Knigge, rêveberê nû yê vî mekanî –Dîrokzanekî ji Almanyaya Rojava li wir wezîfedarkirî–, li vegotineke berevajîyê ya berê ye, serwext e. Berê awiran ji ser lehengan diçe ser mexdûran û ber bi bikesayetkirina aktoran ve diçe. Heger ew bi temamî li derve nehatibin hiştin jî, komunîst wekî koma civakî ji ber çavan wenda dibin. Kevala (tablo) ku rizgarkirina Stefan Jerzy Zweig bi bîr tîne jî ji holê radibe, protestoyên mexdûr û eleqedarên hingê di heftê salîya xwe de jî wê tu bandor nekira. Romannûs Elfriede Jelinek jî wê ji alîyê xwe ve xwe biqeheranda, çortî, nebûna lêfikirînê û serhişkîya rêveberê Bîrdarîyê dibe sedema vê. Figura sembolîk a vegotina Almanyaya Rojhilat, tam wekî Anne Frank dikarîbû bibe fîgureke mexdûrên Holocaustê, “zaroka Buchenwaldê” tevî ava qirêj a serşokê avêtin. Wekî din jixwe 904 zarok li Buchenwaldê hatibûn rizgarkirin; encamek e ku mirov dikare li hesabê berxwedana veşartî binivîse.

Jihevdexistineke kite bi kite ya wê tişta em jê re êdî tenê dibêjin, “Efsaneya antîfaşîst” a DDRê, mijara berhemekê bû; kolektîfeke dîrokzanan di nava xirecira yekbûna Almanyayê de ev berhem derxist ku îro jî di vê mijarê de otorîte ye. Di Antîfaşizma cîlakirî de ew tezekê îfade dikin, li gorî vê tezê, ewên ku ew navê “Kum Sor” li wan dikin sax filitîne ji ber ku wan bela xistîyê para yên din. Ev tez îdîa dike ku piştgirî tenê di nava wan de hebûye. Hem çapemenîya bûlvaran û hem jî rojnameyên referans, xwe diavêjin ser çîroka “zaroka Buchenwaldê” û çîroka “Kum Soran” ku ew ji wan hevkarên SSê çêdikin. Wekhevkirina “komunîst = nazî” bi pêş dikeve, ev yek li cem hinan dibe sedema peydabûna hisa

dîskursa Almanyaya Rojhilat ew xapandine. Teza dîrokzan Ernst Nolte ya ku li gorî wê, kampên tunekirinê yên nazîyan reaksîyoneke bergirîyê beramberî bolşevîzmê bûye (Frankfurter Allgemeine Zeitung, 6ê hezîrana 1986an) xurt dibe û di vê navê de di nava têgihiştina giştî ya civakê de sor û qehweyî [rengê nîşana rastgirên tundrew, têbînîya wergêr] asîmîleyî hev dibin.

Dîsa jî di Les Jours de notre mort (Rojên mirina me) (Édition du Pavois, 1947) de yek ji wan ên berê di kampan de mabû, yê fransî, David Rousset rewşa ku girtîyên sîyasî rojane pê re rû bi rû dibûn, terîf dike, ew rewşên ku divîya tercîh bên kirin di şertûmercên pir dijwar de. Stéphane Hessel -Nivîskarê Indignez-vous!-, Imre Kertész –Xelatgirê Nobela Wêjeyê ya sala 2002yan– yan jî nivîskar Jorge Semprum di Le Mort qu’il faut (Mirina divê) (Gallimard, 2001) de veneşartibûn ku ew bi heman awayê ku Stefan Jerzy Zweig hatibû rizgarkirin, hatibûn rizgarkirin. “Kum Soran” navê Stefan Jery Zweig ji lîsteya kesên divê bên neqilkirin biribû. Kitêba Rousset tu carî nehat wergerandinî almanî. Bêyî ku mirov ew xwendibe li ser jîyana rojane ya li kampên nazîyan binivîse, hinekî wekî wê yekê ye ku dîrokzan li ser kampên karê bi darê zorê yê sovyetê binivîsin û haya wan ji Archipel du goulag (Rêzegiravên Gûlagê) a Alexandre Soljenitsyne nebe. Li Buchenwaldê pêşangehek heye bi navê Leitmotive der DDR (Efsaneyên DDRê) bi temamî li ser jihevdexistina “efsaneyê” ye. Tê de sûcên girtîyên sîyasî tên nîşandan. Ji hingê ve, ji damezrênerên vê dewleta xwedî îdîaya warisîya antînazî, çi ma?

Gava ku pişta xwe dide konsep-ta totalîtarîzmê, şiroveya serwer a dîroka DDRê jî rê li ber wek-hevkirina rejîma komunîst û sîs-tema nazî vedike. (9) Sîyaseta bîranînê ya ku nexasim jî Weqfa Federal a jinûvenirxandina dîk-tatorîya Partîya Yekîtîya Sosyalîst a Almanyayê (Bundesstiftung zur Aufarbeitung der SED-Diktatur) teşwîq dike, fînanse dike û belav dike, piştrast dike ku heger antî-faşîzm dînê dewletê yê DDRê bû, antîkomunîzm jî dînê dewletê yê Komara Federal a Almanyayê (BRD, Rojava) bûye.

Vê nêzîkayîyê aşê AfDê gerand, ew wê bê nuans bi kar tîne. Ev partî berhema tundrewîya rastgir a ji Almanyaya Rojava ye. Ew hat da ku xwe li ser xirbeyê DDRê ava bike. Ev partî xwe disipêre nîşandaneke zelal û xirabker a tecrûbeya Almanyaya Rojhilat ya di medyayê û herweha di berhemên zanistî de belav e. Ew sûdê werdigire ji hestên qismekî ji xelkê Almanyaya Rojhilat, a ku rola wê daxistine rola yan mexdûrê rejîmê yan jî hevkarê dîktatorîyekê.

Ji bo ku mirov li hemberî vê tiştekê bike, yek ji tevdîrên herî pêşî ya ku xwe ferz dike ew e ku li Buchenwaldê rastî û mezîyet ji nû ve bên cihbicihkirin. Êdî wê wext be ku mirov li vê bifikire.

* Dîrokzan. Nivîskara Une vie contre une autre. Échange de victime et stra-tégies de survie dans le camp de Bu-chenwald (Jîyanek di berdêla yeka din de. Pevguherîna mexdûr û stratejîyên saxfilitînê li Kampa Buchenwald), Fayard, Parîs, 2014, û ya berhema

10 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Heftê û Pênc Sal Pıştî Valakırına Kampên Berhevkırınê

Li Buchenwaldê, antîfaşîstan şerê bîranînê wenda kir !

Sonıa Combe*__________

Bi valakirina kampa berhevki-rinê ya Buchenwaldê, di nîsana 1945ê de, kabûsek bi dawî dibe û çîrokek dest pê dike. Zin-danîyên, piranîya wan komunist, bi tercîhên diltizên jîyanan riz-gar dikin. Lê helwesta wan a ku ji alî rejima Almanyaya Rojhilat ve dihat pîroz kirin, dema ku dîwar hilweşîya bû mijara lêpir-sînên dijwar. Biserketîyên şerê sar destpêkirin ku dîrokê ji se-ranû ve binivîsin.

R. 11

Page 11: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Em behsa wan demên berê dikin, hingê hîna Instagram tunebû. Mirov hingê jî xwe tevdida lê

ne wekî îro, hingê tenê qelema wî hebû ji bo ku bi mirovên hevçaxên xwe yên bêhtir damanî, bicihbûyî, dinyaya fireh û serpêhatîyên xwe bi xwe, bide naskirin. Behskirinên nivîskî yên pêşî yên li ser rêwîtîyan heta bi serdema antîk diçin. Herodot di Dîroka xwe de (450 sal berî mîladê) behsa rêwîtîya xwe dike, ku gava ew behsa parkura xwe ya li kevîyên Deryaya Spî dike, em dikarin bibêjin daxwazeke etnografîk pê re heye û gava ew xwe nêzî welatê hîperboreyayan dike (belkî li Rojhilata Dûr e) ew bêhtir xeyalperest e. Strabon ê yûnanî hema hema di berbanga serdema me de hivdeh bergên Cografyayê nivîsandin ku ji Galîya, Îtalya, Anatolîya û deverên din heta Mexrebê diçû, cografyanas Ibn Batûta (1304-1368) ji serîkî Sahrayê diçe serîyê din, xwe digihîne Çînê û gava vê dike di Rojhilata Navîn û Hindistanê re dibihure.Li Ewropayê bi xwe, II Milione yan jî Kitêba mûcîzeyan a Marco Poloyê Venedîkî (1298) ya navdar behsa împeratorîya Kubilay Xanî dikir, împeratorê moxol, ê ku Marco Polo 20 salekî di xizmeta wî de bû; vê kitêbê ji egzotîzmê re derîyekî nû vekir, bi ser de jî ew bi awayekî bi kêrhatî hem bi bazirganîyê û hem jî bi dîplomasîyê dadiket. Bi Keşfên Mezin re vegotin jî êdî piranîya caran bi destê xulamên katib ên li gorî bîranîna rêwîyan dinivîsin, pişkivî. Li gorî etnolog û pisporê gerok û rêwîtîyê Jean-Didier Urbain, ev êdî ew serdema rûbirûbûna bi wan tiştan re ye ku divê mirov nav li wan bike. (1) Bi

vî awayî protestanê bi navê Jean de Léry (1536-1613) yê ku Jean Calivin ê Brezîlyayê ew şandibû, wê nav li heywanên wekî yên di efsaneyan de bikirana; mînak, wî navê “ker-mange” li tapîrî kir. (2) Armanca piranîya van “vegotinan” ew bû ku li vê rastîya nû û fantastîk serwext bibin, û piranîya caran wekî raporên mîsyonerên jesuwît, daxwazeke sîyasî û guhertina dînî li pişta wan bûn -yan jî carinan bi awayekî bêhtir nesir- agahî didan bazirganên heqdestê wan dayî. Çawa ku em li cem Jean de Léry dibînin, vê yekê pêşî li hizra “etnografîk” ya li ser “yên din”ên wî yên ku wî vedîtin, negirt. Hevçaxê wî Michel de Montaigne ev yek di Ceribandina xwe de wê dirêj îfade bikira: “Gerîyan, rêwîtî bi min wekî karekî bi qezenç xuya ye. Herçî hiş e, ew daimî mijûl e bi hisîyana bi tiştên berê nedîtî û nû ve, û ez tu dibistana çêtir nas nakim ji bo avakirina jîyanê ji bilî bê navber mirov pirengîya hem jîyanên din, hem jî fikr û adetên din dayne ber çavên xwe.”Di sedsala 18an de rêwîtî piranîya caran dikeve kirasekî nû, yê ku em jê re dibêjin “dewra mezin”, seyahetnameyeke li Ewropayê, û nexasim li Îtalyayê ya hînker û li dinyayê vekirîye. Charles de Montesquieu sê salan li Awustirya, Macaristan, Îtalya û Îngilistanê gerîya. (3) Û têbînîyên xwe nivîsîn -bi piranî terîfa peyker, muze û panaromayan- karê wî yê pêşî gava digihîşte deverekê wekî ku dîyarkirina devera herî bilind be xuya dikir, da ku biçe serê wê deverê û ji wir behsa tiştên dibîne bike. Lê belê, ev çûn û hatina di navbera ya terîfker û ya şexsî, agahdarker û samîmî de di nava sedsalê de zelaltir bû û vê yêkê wê cureyê heta roja me ya îro dîyar bikira. Lawrence Sterne ê îngilîz, vê yekê li çavdêrîyalixwe (introrespektîf) a xeyalî vedike û rêwîtîya xwe ya hisî ya seranserê Fransa û Îtalyayê vediguherîne romanê (1978, Tristram, 2018). Jean-Didier Urbain weha dewam dike: “Vegotin ji serwextbûnê ber bi serpêhatîyên hisî, ber bi kifşkirina yê din ve li ba dikeve, gava vê dike jî ser xizaneya tiştên negotî, nexasim jî yên cinsî digire.” (4) “Rêwîtîya hisî” wê bibûya cureyekî bi serê xwe, ku gelek jinên xwende wê ew xêz bikirana, wekî femînîst û fîlozofa sîyasî ya mezin Wollstonecraft. Wê di demeke nêz de vî cureyî xwe bikira ji malê û xwe wêjeyî bikira.Ev beridîna girîng nexasim ji sedsala 19an û pê ve qewimî. Gelo divê em vê derketina holê bi François-René de Chateaubriand bidin destpêkirin? Bi herhalî ev vîkontî hin qaîdeyan bi cih dike: têvlîhevkirina çavdêrîyalixwe û

terîfkirinê, tiştên efsanewî yên dûr, liberhevgirtinên etnolojîk û hizirînên fîlozofîk vegotina wî cîla dikin. Ew cure wê carinan bi sîrenên din mirarî bibûya: ewên fablkirinê, yên pêdivîya bi vegotina wê tişta ku ne mimkin e wê dîtibe. Bi vî awayî pisporan di terîfkirinên navdar ên peravên Mîsîsîpîyê de gelek şaşî dîtin, hemanên perava çepê li alîyê rastê bûn (Voyage en Amérique -Rêwîtîya li Emerîkayê-, 1827). Gava mirov bide ber hev bi Itinéraire de Paris à Jérusalem -Guzergeha ji Parîsê heta Qudsê- (1811) mirovî dikenîne; ev kitêb berhevokeke têbînîyan e ya ku xizmetkarê wî Julien li pey xwe hiştîye. Li wê devera ku François-René xwe wekî heyranekî çandên antîk û şûnwaran nîşan dide, Julien behsa patronekî dike ku bi leza herî zêde ji deverekê diçe devera din, bêyî ku li wir bimîne û yek kula wî tenê heye: bi awayê herî bi lez li Nathalie de Noailles vegere, wê jina ku soz daye wî, piştî rêwîtîya wî bibe ya wî (Œuvres romanesques et Voyages –Berhemên romanesk û rêwîtî-, Gallimard – La Pléiade, 1969). Serredaktorê kovara Long coours Tristan Savin ji me re rave dike, “Ji sedsala 19an ve çar perîyodên mezin hene. Kaşif (Gustave Flaubert ê diçe Qudsê, Théophile Gautier yê diçe Stenbolê) xwe li nav serpêhatîyan dixin ji Afrîkayê heta bi Çînê yan jî Japonyayê, paşê, ji bo efserên artêşa deryayî Victor Ségalen û Pierre Loti: ev sedsala mezin a orîyantalîzmê ye ya ku ji xêzkirina resmê heta bi mîmarîyê berê wê dê fireh bibûya. Piştre wê nivîskarên romanên rêwîtîyan îlham dayî wan, André Malraux û Joseph Kessel bihatana.” Girîng e mirov bibîne ku jin jî hene: Alexandra David Neel a xwende diçe Moxolistan, Sikkim [li bakurê Hindistanê, têbînîya wergêr], Tîbet (Voyage d’une Parisienne à Lhassa -Rêwîtîya parîzyenekê li Lhasayê-, 1927, li cem weşanên Pocket peyda dibe, 2018) , Isabelle Eberhardt li Cezaîrê digere, Ella Maillart diçe Qafqasya û Efxanistanê (La voie cruelle -Rêka xeddar-, 1939, Payot, 2016). Jinên maceraperest, zana, hin caran mîstîk jî hem harîqulade dinivîsin û hem jî hez ji serpêhatîyan dikin ku wan ber bi wê yekê ve diajo ku ew bi dildarî sînorên ji rêuresmê qebûl nekin, û wan daf bidin.Li gorî Savin, “li pey wan nifşekî nivîskaran ên bêhtir çavdêrlixwe tê: Jacques Lacarrière, Jean-Paul Kaufmann, Jacques Meunier.” Piştî ku hêdî hêdî tevahîya “erdên nenas -terra incognita-” yên nexşeyan ji holê rabûn yan jî hema hema ji holê rabûn, wêjeya yên gerok, pîveran ji nû ve zêde bû, nîşana serdemeke ku bi nirx û qîmetê

hêdîbûnê dihise. Nivîskarê Les écrivains randonneurs –Nivîskarên digerin- (Omnibus, 2013) Antoine de Baecque dibêje, “Di destpêkê de meşvanên mezin Rousseau, Hugo, Dumas hebûn, carinan Flaubert li bejahîya gundewaran bi Maxime Du Camp re dimeşîya, Stevenson bi kera xwe li Cévennesê... Piştre wêjeyeke qehremanîyê bi pêş ket. Nivîskarên sedsala 19an meş ber bi lîmîtên herî kevîyê ve birin û behsa teknîkên xwe kirin: mirov çawa herî zêde karîger, xwegir be. Piştre, di nîvê duyê yê sedsala 20an de ji nû ve cureyê bêhtir wêjeyî xwe da der, Jacques Lacarrière, Bernard Ollivier yan jî Jacques Lanzmann ji stûnên wê ne. Meş tesîrê li şêwazekî nivîsê dike: tevgereke hêdîkatir, rîtmeke din, alîyekî hîpnozker. Ev tecrûbeyeke di hinavê mirovan de ye, ev di heman demê de naskirina êşeke dîyar e. Gava ku bawerî bi erebe û balefirê nehat hiştin, meşvan ji nû ve dibe rengekî qehremanê hevçax.”Ji bo hevnivîskarê Manifeste pour une littérature voyageuse -Manîfestoya ji bo wêjeyeke rêwîtîyê- (Complexe, 1999) nivîskar jean-Luc Coatalem, eva dawîyê, tevî ku “îştaha xelkê” sebeba wê ye, berîya her tiştî “wêjeyeke tenêtîyê ye: zilamek, welatek, serpêhatîyek, hevdîtinek... Mekanekî mîmetîk ê ku ferz dike xwe zêde bike. Rêya herî baş a ber bi xwe ve, yê din e. Nîvîskarê rêwî ji şemayan derdikeve û rûbirûyî wê tiştê dibe ku ne ya wî ye. Ya ku bala min dikişîne ji menzîlê bêhtir rêwî ye. Ya ku di nava wî de ya ji nivîsê û wê de. Divê ew dandestpêkirina tiştekî be, ne vegotina qehremanîyeke fizîkî...”Bêguman swîsreyîya fransîaxêv Nicolas Bouvier (1929-1998) nûnera herî balkêş a vê wêjeyê ye ku herî baş ev hevoka navdar wê îfade dike: “Mirov bawer dike ku wê rêwîtîyekê bike, ne dûr lê nêzîk, rêwîtî we çêdike yan jî xira dike”; ev hevok ji ber L’usage du monde -Adeta dinyayê- (1963, Quarto 2004) hatîye girtin, ew veguherî hevoka jibergirtî ya herî bi qîmet ji bo wan kesên ku dinya ji xwe re kirin mala xwe.Îro roj, ev cure tîcarî hatîye bicihkirin, sembola wî serketina Sylvain Tesson e ji Dans les forêts de Sibérie -Di daristanên Sîberyayê de- (Gallimard 2011) heta bi La panthère des neiges –Pilingê berfê- (Gallimard, 2019). Savin li ser meseleyê weha dewam dike: “Hewaya wî ya bi sir û raz tam ji wê tê ku ew bi hemdê xwe, xwe ji tevahîya şemaya romanesk dûr dike, heta îdîa dike ku jê nayê yekê binivîse. Ew tiştên dixwîne jî têkelî vegotina xwe dike: şiir û fîlozofî. Xwendevanê wî vê yekê hem baş nivîsandî û aqilane dibîne,

hem jî bi temamî di nava pêla ekolojîk de bi xurtî bicihbûyî.” Li dora wî hejmara nivîskaran zêde dibe: bêguman kêmtir qîmet bi vedîtina dinyaya ku xwe zêde demokratîk kirîye hatîye dayîn; ew xwe diavêjin nav henekan û henekêxwebixwekirinê, eynî wekî Julien Blanc-Gras ê ku di Briser la glace -Şikandina qeşayê- (Paulsen, 2016) de rêwîtîyeke bi keştîyê ya ber bi Gronlandê ya di gemîyeke hunermend tê de dimînin, vedibêje; ew agahîyan dide û hizrên xwe li ser guhertina avhewayê belav dike bi rêya portreyan û vegotin kêfoyî dibe bi tişta tê serê wî.Ev hez û daxwaza bi her kesî danasîna serpêhatîya xwe gelo wê her kesî aciz bike û bi kêmanî gelo Birêz Perrichon wê bixwaze ji tevahîya dinyayê re tama qehremanîyên xwe bibêje? Çend weşanxane li ser vê beşê bûne pispor. Ji bo rêvebera yekê ji wan weşanxaneyan Arthaudê, Valérie Demeige, “Vegotina rêwîtîyên xwe, veguherî hezeke pir xurt. Gelek destxet ji me re tên. Lê belê mixabin piranîya wan wekî kamerayên polaroîd in: ya rastî ew behsa tu tiştî nakin. Pêdivîya nivîskarên wan bi vê qutbûnê heye, lê ya ku ew jê digirin tenê adîbûneke mutleq e.” Carinan dîsa jî... Les routes de la vodka -Rêyên votkayê- wekî destaneke jê tê hezkirin li Rûsyayê ku nivîskarê wê Nicolas Legendre (2019) e, bi posteyê hat û ew dengê ku wê cihê dike pê re hebûye. Dumeige weha dewam dike: “Nivîskarên bi rastî, xwedîyê wê nivîsa cografî ne. Ew hewl didin ku mekan bikin vektora avaker a dolabeke romanesk. Stendhal ji bo romanê digot, ew neynikeke ku mirov li ser rê bi xwe re digerîne. Vegotina baş a rêwîtîyê, ha ev bi xwe ye.”Serketin ewçend mezin e ku fikir dibe markayek. Festîvala “Rêwîyên metelker” a Saint-Malo xwe li ser vê wêjeyê ava kir û gelek kitêbfiroş refekî xwe jê re vediqetînin. Ya ku divê em hîna pê zanibin, gelo ya ew derdixin pêş tûrîzm e, qehremanî yan jî meşa samîmî ye. Nicolas Bouvier ya lazim di Le Poisson-scorpion –Masî-dûpişk– (Folio) de nivîsî: “Mirov ne ji bo ku xwe bi egzotîzmê û anekdotan wekî dareke Noelê tijî bike, rêwîtîyê dike, lê belê mirov rêwîtîyê dike ji bo ku rê mirovî bipirtikîne, di ava paqij werde, biguvêşe, bike ku mirov bibe wekî yekê ji wan destmalên bi dermanê cilan hatine spîkirin û bi beriqîneke bi sabûnê şûştî li kerxaneyan hatine raxistin.”

* Rojnamevan

(1) Binêhêre li, Jean-Didier Urbain, L’envie du monde (Kêfa dinyayê), Bréal, Rosny–sous–Bois, 2018 (Çapa 2yê).(2) Jean de Léry, Histoire d’un voyage fait en la Terre du Brésil, autrement dite Amérique (Çîroka rêwîtîyeke li erdên Brezîlyayê, bi navekî din Amerîkayê kirî), (1578), li ser malpera Gallica peyda dibe. Herweha: Formata kitêba piçûk, Parîs, 1994.(3) Montesquieu, Œuvres complètes (Temamê berheman), berga 10ê, Classiques Garnier, Parîs, 2012.(4) Îfadeyên nivîskarî berhevkirî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya

NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 11

Wêje

Pîverên deverên dinHubert Prolangeau*

__________

nûtir La Loyauté à tout prix: Les floués du “socialisme réel” (Ya esil dilsozî ye, di ber çi de be bila bibe: Xapên “sosy-alîzma reel”), Le Bord de l’eau, Lor-mont, 2019.

(1) “Plana aştîyê” ya ku Donald Trump 28ê çileya paşîyê danasîn, gefxwarinên îlhaqkirina kolonîyên li ser erdên Şerîa Rojava yên Îsraîlê ji şerê 6 rojan ê 1967an û vir ve dagir kirine, xurt dike.

(2) Her kategorîya girtîyan, bi ser sînga wan ve sêgoşeyeke bi rengekî cihê hatibû kirin. Ya bi sînga komunîstan ve sor bû ya bi sînga girtîyên ji ber sûcên dikevin ber qanûna ceza jî kesk bû.

(3) Kamp, cihên ku li fabrîkayên binerd fuzeyên V2 dihatin hilberîn.

(4) Wergera bi fransî: Eugen Kogon, L’Enfer organisé. Le système des camps de concentration allemands (Dojeha organîzekirî. Sîstema kampên berhevkirinê ya almanî), La Jeune Parque, Parîs, 1947.

(5) Bruno Apitz, Nu parmi les loups (Tazî di nav guran de), Les Éditeurs français réunis, Parîs, 1961.

(6) Binihêre li, Bill Niven, The Buchenwald Child: Truth, Fiction and Propaganda (Zaroka Bucehnwaldê: Rastî, Xeyal û Propaganda), Camden House, Rochester, 2007.

(7) Lutz Niethammer (bi rêveberîya wî), Der gesäuberte Antifaschismus (Antîfaşîzma paqijkirî), Akademie Verlag GmbH, Berlîn, 1994.

(8) Stéphane Hessel, Indignez-vous! (Hêrsa xwe rakin!), Indigène Éditions, Montpellier, 2010.

(9) Binihêre li, Carola Haehnel-Mesnard, “La RDA dans le (rétro)viseur. Plaidoyer pour une autre perception (DDR di ber nîşanê [neynika ji bo dîtina paşê] de)”, Symposium Culture@Kultur, Berg  2, Berlîn-Toulouse, 2020.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

10

Page 12: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Li Amerîkayê, piştî Meclîsa Temsîldaran, Senatoya DYAyê jî di 12ê çileya pêşî ya 2019an de ‘’Gelaleya

Jenosîda Ermenîyan’’ bi yekdengî qebûl kir. (1)Bawerîya kesên ku li ser navê Tirkîyeyê xebatên lobîyê didan meşandin ew bû ku, dê ev biryara gelaleyê (pêşniyaz) tersî kongreya ku piranîya wan ji demokratan pêk dihat, di senatoya ku axlebê wan muhafezekar bûn de derbas nebe. Lê tam tersî wê qewimî. Gelale, di senatoyê de bi piranîyeke zêde ya dengan hat pejirandin. Di kongreya 29ê çirîya pêşî de, li hember 11 dengên neyînî 405 dengên erênî hatibûn bikaranîn. Lê di senatoyê de, ji 100 endaman tu kes li hember vê biryarê derneket. Yek ji ferqa herî girîng ya vê biryarê, ji biryara ku ji parlamentoyan derbas bûbûn jî ew bû ku, ne tenê Împaratorîya Osmanî herweha Komara Tirkîyeyê jî wekî berpirsiyarê qirkirina ermenîyan dihate dîtin bû. Cudabûneke din jî ew bû ku, ev biryara qirkirinê, ne tenê li dij gelê ermenî, herweha wekî kampanyayeke giştî ya li hember rûm, suryanî, asûrî, keldanî, aramî, maronî û filehên din jî hate destnîşankirin. Bêguman biryarek e ku dereng hatibû girtin û diviyabû berîya sed salan bihatana girtin. Lê ne tenê ji alîyê têkoşîna dadmendîyê ya gelê ermenî ve herweha ji alîyê têkoşîna demokrasîyê ya cîhanî ve jî serkevtineke moralê ye. Ji ber vê yekê jî, divê ew kes û dezgehên ku keda wan di girtina vê biryarê de hebûne bêne pîrozkirin. Çawa ku Almanya di 1915an de hevalbenda Împaratorîya Osmanî bû û biryara ‘Nasîna Qirkirinê’ girt û Tirkîye ji alîyê berpirsîyarîya vê karesatê ve tenê hişt û ev pêşveçûn xala werçerx bû, biryara senatoya DYAyê jî di qada navneteweyî de ji bo dîplomasîya înkarê ya Tirkîyeyê bû hezîmetek.Piştî vê yekê, pêşî lê vebû ku ev têkoşîn êdî di qadên hiqûqî û siyasî de hîn bi awayeke xurttir bê rojevê û nîqaşkirin. Kêr gihîşt hestîBaş e, lê gelo çi qewimî ku Gelaleya Qirkirina Ermeniyan ku bi dehan salan bû ku vegerîyabû çîroka mahr û bi saya her cure bazarî û hewildanên lobîyên Tirkîyeyê rê li ber hatibû girtin, ji nişka ve çareser bû? Hema bê her sal di 24ê nîsanê de dihate meraqkirin, ka gelo dê ev gelale ji parlamentoya DYAyê derbas bibe û ji bo qirkirinê çi têgeh bê bikaranîn. Vê rewşê ne tenê wezareta derveyî, herweha hemû sîyasetvanên tirk derbasî alarmê dikir û di her carê de jî bi encameke ku Tirkîye jê bextewar bimîne bi dawi dibû.

Vê carê wisa çênebû. Û ev biryar ne di 24ê nîsanê de, di mêjûyeke din de û bi minasebetek din hate rojevê û bi îtîfaqa temsîldarên hikûmet û muxalefetê hate qebûlkirin. Li vê derê, bê guman helwest û vegotinên li dij Amerîka û Rojava yên serokayetîya Tirkîyeyê ya di bin desthilatdarîya Erdoğan de ye rol leyîst. Tirkîyeyê berê xwe da Rûsyayê, li hember dijderketinan israr kir ku fuzeyên S400 bikire, zor da îtîfaqa xwe ya bi NATOyê re, ambargoya li hember Îranê bi rêya bankayên xwe qul kir û bi vî awayî rastî xezeba sîyaseta amerîkî bû. Lê yek ji sedemên sereke yên dawî jî ew bû ku, Tirkîye, ji ber polîtîkayên xwe yên qirkirinê tu carî tûşî hesabdayînan nehatibû. Herweha tevgera dagirkirina ‘’Rojhilatê Feratê’’ ya bi navê “Barış Pınarı”(Kanîya Aştîyê) jî acizîya li hember Tirkîyeyê zêdetir kir. Birêveberîya Trump, di pêvajoya xebatên xwe yên hilbijartinê de soz dabû ku leşkerên xwe yên li Sûrîyeyê vegerîne malên xwe û dawî li vî şerî bîne. Li bendê bû ku DYA xwe ji Sûrîyeyê vekişîne, lê ne ewqas zû. Hele hele bêyî ku sîwaneke parastinê ya siyasî û leşkerî ji bo hêzên HSDyê ku xwedî rêveberîyeke kurd e bide rûniştandin. Trump û Erdoğan, dûre bi rêya telefonê axivîn û Amerîkayê bi şert destûr da ku Tirkîye li Rojava bi navê ‘’herêmeke tampon’ an jî ‘herêmeke parastî’ qadeke dagirkirî ava bike. Vê yekê jî li Amerîkayê rê li ber vekir ku

rayagiştî bertekan nîşan bide. Ji ber ku Trump şûna ku ji bo mitefîkên xwe yên kurd parastineke sîyasî ava bike ew û Tirkîyeya ku wan wekî dijmin dibîne û bi awayeke biryarmend dixwaze wan tune bike re rû bi rû hiştibû. Tersî rêveberîya Trump, Meclîsa Temsîldaran biryar da û anî rojeva xwe ku li hember Tirkîyeyê serî li hin mueyîdeyan bide. Loma difikire ku mînakên wekî dagirtina Rojava û Afrînê ya dewleta tirk, dê rê li ber guhertina demografîk ya herêmî veke û bi xwe re paqijîyeke etnîkî bîne. Di demeke weha de hatina rojevê û pejirandina ‘Gelaleya Qirkirina Ermenîyan’ û peyikandina zextên sîyasî yên li dij Tirkîyeyê, nîşana wê yekê ye ku di têkilîya navbera xwe de qetîna ben girtine ber çavan. Ji alîyê din ve, hişyarîyeke ji bo dewleta tirk ku çawa di 1915an de ev qirkirin li hember ermenîyan pêkanîbe dikare îro jî li hember kurdan serî li qirkirinekê bide û paqîjîyeke etnîkî wekî armanc danîbe pêş xwe. Bi girtina vê biryarê ya parlamentoya DYAyê re, di serî de li gor berdevkên karên derve yên Tirkîyeyê û her cure sîyasetmedarên wan, ev helwest li hember Tirkîyeyê wekî tercîhkirina YPG-YPJyê hate hesibandin ku ew bi xwe wekî ‘terorîst’ bi nav dikin. Nîtekîm Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Kobanî ev biryar weha nirxand: “Ev biryar, dê dagirkirina Rojava û qetilkirina gelê kurd ya ji alîyê Tirkiyeyê ve

bide rawestandin. Biryardayîn û nasîna senatoya DYAyê ya qirkirina ermenîyan, peyameke vekirî ye ku dê di sedsala 21ê de êdî kampanyayên bi vî rengî yên qirkirinan ne pêkan bin.’’ (2)Em hêvî bikin ku ev biryar bi qasê ku ji bo Tirkîyeyê tirsende be, ewqas jî ji bo civaka navneteweyî li hember nîyetên Tirkîyeyê yên guhertina demografîyê, berbelavbûnê, bidestxistina xakên din û paqijîya etnîkî jî hişyardêr be.

Piştî vê çi dikare biqewime? Li hember fikra ku hîn Trump ev biryar pesend nekirîye û dê encameke hiqûqî jê dernekeve; Prof. Taner Akçam, vê pêşveçûnê wekî ‘’werçerxeke dîrokî’’ dinirxîne û dibêje ku bi vê biryarê re êdî dawî li serdemekê hat û yeka nû dest pê kir. Akçam weha didomîne: “Ev biryar, bi pergala hiqûqî ya amerîkî ve girêdayî ye. Gelaleya li ser qirkirina ermenîyan, hem li Senatoyê û hem jî li Meclîsa Temsîldaran yek bi

yek hate qebûlkirin. Bi vî awayî, ji sê nigên hikûmeta amerîkî duduyê wan bi awayeke fermî ev qirkirin qebûl kirin. Nigê sêyem yê hikûmetê jî Qesra Spî ye. Qesra Spî, vê qirkirinê qebûl neke jî, ji ber ku ji sê organan duduyê wan qebûl kiriye, ev jî tê wateya nasîneke fermî. Hiqûqnas, li ser meseleyê hemfikir in. Ango, li meydanê biryareke ku girêdana wê ya hiqûqî heye mewzûbahîs e. (3) Hûrgilîyeke teknîkî ye lê, tişta ku ji parlamentoyê derbas bûyî ‘biryar’ e, ne ‘zagon’ e. Ji ber ku ne zagon e jî, hewcedarî bi pejirandin an vetoya serok nîne. Li gor vê yekê, encamên dozên ku şexsîyetên xwedî erkên fermî û taybet yên ermenî li dij dezgehên tirkî an Tirkîyeyê vekirî, bi îhtîmaleke mezin dê li dadgehên amerîkî bi awayeke erênî bên pêşwazîkirin xurttir dike. Ji ber ku berê di hiqûqa amerîkî de bûyerên 1915an wekî biryareke qirkirinê nehatibû naskirin, dadgehan ev doz bi hêsanî piştguh dikirin. Ji ber ku li gor hiqûqa hundirîn ya amerîkî, li hember ew şirket û dezgehên ku têkilîya wan bi vî welatî re heyî, tevlî sûcên li dij mirovahîyê bûyî û qezenceke neheq bidestxistî, li hember van şirket û dezgehên li derveyî welêt jî dikare doz bêne vekirin. Bi biryara parlamentoyê re, 1915 wekî qirkirin hate pejirandin, bi vî awayî şertê hiqûqî jî peyda bû û di vê rewşê de jî, zagona 1976an ku mafê hikûmranîya dewletên biyanî diparast, dikare bê tesîr bîmîne. Prof. Taner Akçam, li ser vê meseleyê jî weha dibêje: ‘’Xuya ye ev pirsgirêk jî ji holê radibe. Meseleya şirket an hikûmetên bi rêya cînayetan qezenceke neheq bidestxistî, di serî de meseleya mulkîyetê ye. Ango, di mînaka me de, ew kesên ku bi neheqî dest danîne ser malên ermenîyan, di vekirina van dozan de dê sedema herî girîng be. Yek ji taybetîyên hiqûqa amerîkî jî ew e ku îmkan dide ‘’dozên komî’’ jî. Li gor vê şêwazê, ku wekî “Class action” tê binavkirin, heger yek kes jî di doza xwe de bi ser bikeve, ev yek rê li ber vedike ku bi awayeke otomatîk bi hezaran kesên wekî wî/wê jî heman encamî bi dest bixin.’’Divê em destnîşan bikin ku heger dadgehên amerîkî rasterast dest bavêjin vê meseleyê û biryarên erênî bigirin, wê demê barên giran yên tazmînatê an divê bêne razandin an jî hewcedarî bi lihevhatinekê çêbibe. Hêzeke dadgehan ya ku di vî warî de serî li sizan (zextan) bidin heye.Xaleke din a ku bi qasî dadgehên tazmînatê girîng e jî ew e ku, êdî ev mesele ji qada bi dîplomasîya ‘derew û înkarê’ an jî bi rêya şantaj û bazarîyê derketîye. Rewşa nû êdî rê li ber platformeke hîn rasteqîn,

12 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Senatoya Amerîkî Axırê Bıryara Xwe Da

Nasîna Jenosîda Ermenîyan a 1915an tê çi wateyê?

Recep Maraşlı__________

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Kobanî, “Ev biryar, dê dagirkirina Rojava û qetilki-rina gelê kurd ya ji alîyê Tir-kiyeyê ve bide rawestandin. Biryardayîn û nasîna senatoya DYAyê ya jenosîda ermenîyan, peyameke vekirî ye ku dê di sedsala 21ê de êdî kampan-yayên bi vî rengî yên qirkirinan ne pêkan bin.’’

Photo by Near East Relief (for Armenian refugees), George Grantham Bain Collection (Library of Congress -USA)(5)

Page 13: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Mirovên ku li kevnerojan têne hîştin, sirgûnên ku ji heş û bîranînan

têne dûrxistin, utopîkên ku ji bultenên fermî têne derxistin û mirovên piçûk yên ku ji bo bîra kolektîf girîngîya wan tinene bi avayekî veşartî di sînorên dîro-kê de asê dimînin. Lêbelê digel mirovên wekî Lucien Descaves, Nanni Balestrini û Didier Da-eninckx dema ku ew hesas û têkildar dibin, dengên wan dihêle ku xwendevan xwe ji xwendinên fermî xelas bikin.

Descaves, wekî vebêjerê Philé-mon (1), yekem "romana ko-mun, mişextî û vegerê" ku di sala 1913an de hatîye çapkirin û ji dokumanên curbicur (arşîv, rojname, name û nûçe) hatîye afirandin û germahîya şahidîya (dîroka) devkî dijîne, paşerojê nû ve sererast dike û "pîrên pîran", herweha ku ji wan re digotin en-damên komunê, bi rûmet dike. Ew çîroka yekem car waftîzkirina mêr û jina pîr yên bi navên Phile-mon û Baucis, di rastîyê de Étien-ne û Phonsine Colomès, du en-damên navneteweyî, komunarên kevnar, mirovên qedexe, kar-kerên zêrkerîyê û xwedîyê bîreke ku ji milet hatîye dûrxistin û ku tenê wan hezdikir wê parve bikin vedibêje. Di vir de qebû xwestin

(meydan xwendin) heye: Di romanê de vegotina dîrokê rê dide ku mirov hîye-rarşî û zordestîyên wê biguherîne, ras-tîyên çûyî û veşartî paş ve vegerîne û di-kare tiştên ku hatine "jêbirkirin" ji pozîs-yona objeyê (xebatên akademîk û îstatîstîk) derbasî pozîsyona sûbjeyê bike.

Colomès jî dikare hin tiştan bibêje, ew çend rojan fermandarê Kelha Vanvesê bû. Wî "hefteya bi xwîn" li ser barîkatan der-bas kir û paşê neçar ma ku biçe sirgûnîyê. Li Cenevreyê wî û hi-nek mirovên wî, wek komeke qaçax û îlegal hewl didan ku ruhê enternasyonalîzmê biparêzin, Phonsi-ne nas dikin, beşdarî nîqaşan dibin û mîna yên din li benda rêba-zekê ne ku ew jî dê di deh salan de pêk bê. Lê vegera bendewar soza xwe bi cih nay-

ne, dem ji xwe xwînê bernade, "egîdên şoreşê yên herî dawî", di rêzên termçalkirinan de peyder pey wenda bûn. Lê ew bûn wesîle ji bo nifşên rojên bê: beşdarbûna zarokên wan yên sendîkayên şo-reşger mizgînîya grevên mezin dide.

Çîroka Balestrini, helbestvan û nivîskar, Les Invisibles (2) (1987), di serdemeke pir xerîb de, di salên 1970yî de li İtalyayê, serpêhatî-ya Sergio û bi avayekî berfireh ciwanên militan yên "salên bi gule" û tevgerên xweser yên ku ji alîyê Antonio Negri ve hatine teorîzeki-rin dide pêşîya xwe û vedibêje. Di vir de şahidan bikar nayne. Ew êdî li ser ceribandinê, "li vir û niha" disekine û wan bikar tîne. "Li vir" herêmek ewlehîya wê bilind e ku tê de Sergio wek monologeke bênav-ber, bêxal hatîye nivîsîn û "niha", "nifşê ku êrîşê asîmanan dikir", têkçûyên duhî bûn û ji ber çavan wenda bûn. Ew kronîkên fermî, bi kronîkên samimî ve diguhezî-ne û çîrokê bi serhildana zîndanê, grevên xwendekaran, çalakîyên êrişkar, vekirinên cîhan û bûyerên berê yên ji alîye wî û rêhevalên wî ve pêk hatine dide qedandin û herweha bi rêbazeke dubendî, "hem dîroka şexsî û hem jî dîroka kolektif ", portreyeke tevlihev ya "Gulana 68an ya ku dê deh salan berdewam bike" xêz dike.

Di encamê de, wek hişyarîyeke gelemperî, "le roman noir de l’his-toire", (Romana reş ya dîrokê) ya Daeninckx, ya ku di xwe de hef-tê û heft çîrokên kurt yên di çil û çar salên dawî de hatine nivîsîn dihewîne, balê dikişine ser sir-gûnîya helbestvanekî ya di sala 1855an de dest pê dike ku heya "herîya fezayê" 2030yî berdewam dike, heya "destê

n piçûk" yên ku di tarîyê de ma-bûn, piştî wan bûyeran mijûleyên ronahîyê û hêlînên tekoşînê yên ku Ernesto "che" Guevera xeyal dikir.

(1) Lucien Descaves, Philémon, Vieux de la Vieille, berhem ji aliyê Maxime Jourdan ve hatiye sazkirin, xemilandin û pêşkêşki-rin, La Découverte, coll. "  Cahiers libres  ", Paris, 2019, 348 rûpel, 22 euro.

(2) Nanni Balestrini, Les Invisibles, wer-ger ji aliyê Chantal Moiroud û Mario Fus-co ve hatiye kirin, bi paşgotina Rêheval Ned. ya ku nehatiye weşandin, Éditions Le Monde à l’envers, Grenoble, 2019, 336 rûpel, 18 euros.

(3) Didier Daeninckx, Le Roman noir de l’histoire, bi pêşgotina Patrick Boucheron, Verdier, Lagrasse, 2019, 830 rûpel, 28 eu-ros.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

13NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Dîrok

Xeyaletên ZindîArnaud de Montjoye *

__________

aştîyane û polîtîkayên demokratîk vedike. Dibe ku ev yek ji bo Tirkîyeya ku bi boneya rêlibergirtina vê biryarê her sal bi rêya şirketên xwe yên lobîyê bi milyonan dolar xerc dikirin jî wekî encameke baş bê nirxandin. Bertek û ji qirkirinê re nikaribe

qirkirin were gotin !Li hember biryara senatoyê, îtîraza herî zêde dihate kirin ew bû ku ‘’Parlamento, ne dadgeh an dîrokzan in û biryarên ku li vê derê têne girtin biryarên sîyasî ne’’. Baş e, lê parlamento jî nabêje ku; ‘Ez dadgeh im, ez dîrokzan im’ û bi awayeke sîyasî van biryaran digirim. Ji xwe lidijderketina qirkirinan, girtina helwestan, şermezarkirin biryareke siyasî ye û ev yek peywira parlamentoyan e. Li hember pêşnîyarên xapînok yên ku ‘’Em vê meseleyê ji dîrokzanan re bihêlin, arşîvan vekin, bila dezgehên zanistîyê biryar bidin’’, wekî li Almanyayê qewimî, parlamentoya amerîkî jî ev biryar li gor gelek dokumentên arşîva xwe û lêkolînên zanyarên xwe esas girtin û bersivên pêwîst dan. Li Tirkîyeyê jî, ji bilî HDPyê partîyên ku grûba wan di parlamentoyê de heyî tevan bi yekdengî biryara senatoya amerîkî şermezar kirin. HDPyê jî bi îmzenekirina daxuyanîyê helwesteke rast girt, lê daxuyanîya ku dayî têra xwe bi pirsgirêk bû. “... Em di wê bawerîyê de ne ku rêya rûbirûbûna vê ‘Karesata Mezin’ ne ew e ku ev biryar li meclîsên hin welatan derbas bibe. Ne zagona ku senatoya amerîkî qebûl kirî, ne jî daxuyanîya ku li vê derê hatî dayîn, xizmeta derxistina holê ya heqîqatê û kewandina birînan nake. Em li hember êşeke weha mezin hewildanên bi vî rengî yên ku dibe aleta manewrayên desthilatdarîyên navneteweyî rast nabînin. Tişta ku divê em bikin ew e ku em şertên astengkirina manewrayên weha ava bikin. Ev yek pêkan e û pêwîst e jî. Em dixwazin ku ew êşa mezin ya gelê ermenî jiyayî bi hemû alîyên xwe ve li vî welatî bi awayeke azad bê vekolîn û nîqaşkirin. Heta ku em vê yekê nekin, ev mesele dê bi vê mebestê di van qadan de bê bikaranîn. Ev mesele û ev jan ya me ye, yên ku divê nîqaş bikin jî em in. Heger em rûbirûbûnekê çêbikin, em ê bikaribin birînên xwe bikewînin. Nîqaşên azad û parvekirina vê janê ji bo aştîya me ya civakî xwedî girîngîyeke jîyanî ye. (4)Partîyek wekî HDPyê heger piştî vê saetê nikaribe ji ‘’qirkirin’ê re bêje qirkirin, bi metaforên wekî ‘’Karesata Mezin’’ bi lêv bike û serî li vegotinên mecazî bide, bi tu awayî ev yek nayê fêmkirin. Li ciheke ku hiqûq û polîtîka tê axaftin, meriv li bendê ye ku divê reasterast di platformeke hiqûqî û siyasî de jî bê vegotin. Têgeha ‘’Karesata Mezin’’ ji ermenkî ji peyvên “Medz Yeğern” hatîye wergerandin û ne vegotineke siyasî ye, mecazeke wêjeyî ye. Lê jenosîd/qirkirin vegotineke siyasî, hiqûqî û zanyarî ye. Ji ber ‘Karesatan’ tu kes nikare mesûl bê girtin. Ji ber wê yekê jî ‘’Rûbirûbûna bi Karesatê re’’ ne pêkan e. Dema ku em qala pêvajoya 1915an dikin, em li vê derê ne qala qedayekê, qederê, ‘’karesateke’’ xwezayî an civakî dikin, em

qala tawaneke mirovahîyê dikin ku ji bo ku netew-dewletek bê avakirin, peyikandina bi destê dewletê ya nefîkirin, qetilkirin, talankirin û bêwelat hiştina bi milyonan însanên bêguneh dikin. Xaleke din ya girîng jî ew e ku maf û azadîyên bingehîn yên însên, şerên ku li dij mirovahîyê hatî kirin û tawanên qirkirinê/jenosîdê bi tu awayî nabe karên navxweyî yên welatan. Hemû mirovahîyê eleqeder dike. Pêwîstîyeke ku di her platformeke demokratîk de li hember binpêkirina van mafan helwest bê nîşandin. Li gor têkoşîna mafên mirovan û demokrasîya navneteweyî galegalên wekî ‘’Me kuşt, ewan kuşt, em ê di nava xwe de hal bikin, hûn dest neavêjin vê meseleyê’’ nayên qebûlkirin. Heta ku em navê meseleyê nebêjin, em nikarin bi rastîyê re rû bi rû bibin. Çawa ku şûna peyva ‘’kurd’’ ya ‘hemwelatîyên me yî rojhilatî’ ji bo HDPyê nayê qebûlkirin, şûna qirkirina 1915an jî bikaranîna navên din hewildaneke kirina ‘’siyasetê’’ ye. Rastî ew e ku li Tirkîyeyê krîtera demokratbûnê, helwesta li hember mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan e û ya din jî sekna li dij qirkirina 1915an e. [Bi îfadeyeke hîn zelaltir: helwestnîşandana li hember hemû tawanên li dij însanetîyê, sirgun, jenosîd û paqijîya etnîkî ya di destpêka damezirandina Komara Tirkîyeyê ye de.]

Di 1915an de çi qewimî bû? Di dawîya sedsala 19an de, li Împaratorîya Osmanî kêmtirîn ji %20ê nifûsê ji mesîhîyan pêk dihat. Di sala 1924an de li heman deveran rêjeya nifûsa ermenî, asûr û yûnanan daketibû %2an. Ev tê wê wateyê ku ji %90ê van însanan ya hatibûn kuştin ya jî hatibûn dersînorkirin. Jenosîda1915an di mercên şer de wisa ji nişka ve derneketibû meydanê û ne dînîtîyeke ku nehatibû hesabkirin bû. Ev yek, li

Asyaya Biçûk hewildana domdar û bi pergal ya hemleya herî mezin a tunekirina nifûsa mesîhî bû. Hatîye îspatkirin ku ev peyikandin ji dewra Siltan Abdülhamidê Duyem dest pê kirîye, di dewra Jontirkan de berdewam kiriye û di dawîyê de jî bi plan û li gor armancekê heta Kemal Atatürk domîyaye. Herçiqas ev her sê rejîm termînolojîyên îdeolojîk yên cuda jî bi kar anîbin, heman polîtîka dane meşandin: Bi her awayî kêmtirkirina hejmara gelên mesîhî. Em ne di wê rewşê de ne ku em bêjin; di encamê de ev hemû di dîrokê de man û em li pêşîya xwe binêrin. Ji ber ku di bingeha gelek pirsgirêkên sîyasî û strukturî yên îroyîn de heman vesazîya monolîtîk û tawanên sîyasî yên wê demê hene. Ji ber van sûcên mirovahîyê qezencên madî û sîyasî hene li ortê. Heta ku li van sûcan xwedî bê derketin ji bo çareserîyên aştîyane, demokratîk û adîl tu çareserî nayê dîtin. Hem ji bo gelên ku bi hev re dijîn û hem jî ji bo welatên cîran wekî tehdîd dimîne. Axaftina me ya li ser paşerojê, di rastîyê de tê wateya nîqaşa me ya roja îroyîn û siberojê. Ev yek xaleke vekirî ye.

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan

(1) Metna biryara hejmar H.RES.296: https://r26i43wr32r1ccg5d18cllec-wpengine.netdna-ssl.com/assets/pdf/HRes296_Text.pd

(2) “Mazlum Abdi: Karar Rojava işgalini durduracak”, https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/131220197

(3)-Prof.Taner Akçam; Amerikan Senatosu'un soykırım kararı ve olası sonuçları? https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2019/12/14/amerikan-senatosunun-soykirim-karari-ve-olasi-sonuclari/

4) https://www.hdp.org.tr/tr/guncel/haberler/bu-topraklarda-yasanmis-acilarla-yuzlesmek-b u - t o p r a k l a r d a - y a s a y a n - i n s a n l a r i n -gorevidir/13811

5) Digital ID: cph 3a48241 //hdl.loc.gov/loc.pnp/cph.3a48241

Metİn Çelİk: Labîrenta Panê, 170 x 150 cm, 2012

Page 14: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Du sal piştî şerê dijwar ê Marawî, kamyo-nên barkêş hê jî ber-mahîyên xirbeyan, ji

wargeheke ku ketibû ber tofanê, dikşînin. Ji ber mezinahîya mal-wêranîyê, ev dever herî zêde bû hedefa êrişan, ji alîyê şênîyê vir ve wekî «Zemîna Sifir» jî tê binavki-rin. 23yê gulana 2017an, bi sedan şervanên Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi ser bajêr de girt. Ji bo ku bajêr ji nû ve bi dest bixe û ala reş jê rake, artêşa filipînî pêvajoya pênc mehan li derdora bajêr kozik vedan û bê navber ew bombeba-ran kir.

Ji ber van pevçûnên dijwar 300 000 kes ji mal û warê xwe bûn, 70 000 hezar ji wan hê jî li bendê ne ku karibin vegerin malên xwe. Piranîya wan li wargehên ji konan çêkirî, di nava wan de yên bi şans li bereqeyên demkî dimînin. Eger şênîyên vir ji ber hilweşandina bajêr hê jî lanetê li DAIŞê dibarînin, bêbawerî û hêrsa wan a li hemberî rayedaran jî wê her zêdetir bibin.

Ji bo kesên ku her tiştên xwe wenda kiribin, her tim zehmet e ku li siberojê bifikirin. Ew li nav germeke tropîkal, li bin şilîyên şapeyî û bi nexweşîyan re rû bi rû, di nava rewşeke pir dijwar de hewl didin jîyana xwe bidomînin. Rêûresma burokratîk wisa sergêjker e ku alîkarîya qût û derman jî pir hêdî digihîjin -helbet gava ev alîkarî ji ber gendelîyê hê di rê de winda nebe.- Alaissa, jineke 31 salî, kezî dirêj ê mîna dûvê hespê, tîşortê bi nivîsa Lakers ê Los Angeles li xwe kirîye. Ev jina li kampa koçberên Sarîmanok tevî mêrê xwe û pênc zarokên xwe di çadirekê de dijî, axînê dikşîne û dibêje  : «ez nikarim vegerîm mala xwe, lewre xanîyê min hat desteserkirin. Em bi hêrs in, lê belê ka em belengaz çi ji destê me tê?»

Çend roj berîya duyemîn salvegera rizgarîya Marawîyê, 23yê çirîya pêşîyê, rayedar hişê wan li cihekî din e. Li dilê «Ground Zero», di navbera avahîyên parçebûyî û mizgeftgên hilweşîyayî de, xebatkarên teqemenîyan dedekte dikin, li bin baranê dixebitin. Yek ji wan dibêje: «heta deh salên din jî em ê li vir ji bombeyan xelas nebin». Îro ew muhîmateke 118 kîloyî ya neteqîyayî ji çaleke 5 metre kûr a li pêşîya avahîyeke nîv hilweşîyayî dertînin. Ew ê li pêşîya çapemenîyê di nava çend hefteyan de were îmhakirin. Ev jî ji ragihandineke sihî ye.

Serokê eşîrekê Siltan Abdul Hamidullah Atar, ne di wî halî de ye ku cejn û şahîyê bike. Ew bi hêrs weha diaxive: «Behsa rizgarîyê dikin, lê kîjan rizgarî? Tiştê em zanin rizgarî tê wateya azadî, mafê agahdarîyê û edaletê. Ka li ku ye edalet gava 7 hezar mal tên wêrankirin, 27 mizgeft tên xirabkirin, li ku ye edalet gava bi sed hezaran kes ji her tiştî bêpar tên hiştin?» Bi hejmarên fermî, di pênc mehên dorpêçê de ji cîhadîstan 920 kes, ji hêzên artêşê jî 168 kes mirin û 47 jî sîvîl. Lê belê li gorî wî, piranîya qurbanîyan di eslê xwe de sîvîl bûn. Tenê 300 cîhadîst hatibûn kuştin, piranîya wan berî

ku şer bi dawî were, revîyan.

Çend kîlometre dûrî bajêr, mêr-geke vala, veguherandine goris-taneke bêserûber û bexwedî. Tê gotin li vî erdê terkkirî yê di nava gîyayên gur de winda bûye, zêde-tirî du sed cesedên bênasname hatine veşartin. Piranîya nivîsên li ser kêlên goran, ji ber baranê êdî xuya nakin. Tenê kêleke ji kevirekî zexm li hemberî şertên hewayê li ber xwe dide û hê jî dihêle ku ev der were naskirin: «Li vê derê bêhna xwe vedidin kesên di şerê Marawî de jîyana xwe ji dest dan. Em bibîr tînin, em ê tu caran jibîr nekin!» Ev qeydî dişibe bibîrxisti-neke kîna kûr a beşekî xwecihan. M. Atar van agahîyan jî dide: «Me delîlên binpêkirinên hiqûqa navne-teweyî ya însanî ku di demên şer de pêk hatine, berhev kirin, lê belê divê em li benda dawîya rewşa awarte bimînin da ku em karibin mijarê bibin ber destê dadgerîyê». Rewşa awarte li pey hev sê salan hat dirêj-kirin.

Ev demeke dirêj e, gendelî, perîşanîya beşeke mezin a şênîyan –ku ji dema şer ve zêdetir bûye– û bêbawerîya dîrokî ya şênîyê misilman ê Mîndanaoyê li dijî Mamîllayê dibin zemîneke bi bereket ji bo komên çekdar, herweha ji bo DAIŞê jî, ku ji gelek komên îslamî yên xwecihî an jî şaxên wan ên herî radîkal xwe saz kir: koma Maute, Ebû Seyyaf, Şervanên Azadîyê yên Bangsamoro ya Îslamî (ŞABÎ) û Ansar Xelîfa Filipînan (AXF). Mîlîtanên wan di 2014an de bîata xwe dîyar kirin ji bo «xelîfe» Ebû Bekir El-Bexdadî (2) û di 2019an de jî bîata xwe nû kirin, wekî ku gelek vîdeoyên ji alîyê rêxistina terorîst ve belavkirî jî, vê yekê radixin pêş çavan. Ji bo mîlîtanan ji xwe re bibînin, ew dikarin xwe bispêrin xezîneya şerê di kîsê Marawî de kombûyî.

Bêguman, pere: Ernesto (1) îdîa dike ku pere motîvasyona wî ya bingehîn bû. Ev zilamê qelsok ê li derdora sî salî di 2011an de tevlî rêxistina Ebû Seyyaf bû. Dema şewqa xwe bi hêrs rast dike, vê rewşê weha îzad dike: «Çekek didan me û bi qasî 50 000 pesos [kêm zêde 900 ewro, pereyekî baş e li herêmê]». Bi eslê xwe ji gundewarîyê ye, bê kar û bê pere, bavê heft zarokan, nêçîreke hêsan bû ji bo wezîfedarê tevlîkirinê, ku zanî kîna beşeke mezin a şênîyên herêmê li dijî desthilatîya navendî bikar bîne: «Wî ji min re got ku divê em li dijî hikûmeta filipînî, ku zilm li misilmanan dikir, bi hêrs bin.» Ernesto bûbû endamekî fraksîyona Îsnîlon Hapîlon, ku zilamê duyemîn bû ji bo Ebû

Seyyaf ê ku di 2014an de ji DAIŞê re bîat kiribû û li Marawîyê hat kuştin. Du hefte piştî destpêkirina şer, «wextê ku bombebaranê dest pê kir» Ernesto revîya. Li ber dîwêr, fam kir ku li pey wî ne û biryar da xwe radestî artêşê bike.

Îmelda, ku rûyê xwe û herweha pitika xwe li bin çarşefeke reş vedişêre, ew jî tevlî şer bûye. Ev jina 35 salî, dayîka heşt zarokan, dibêje wê jî daye pey mêrê xwe yê di nava DAIŞê de ye. Li ser daxwaza wî, li destpêka şer, bi armanca parastina malbata xwe, ji bajêr vediqete. Ew li gel şeş şervanan emirê wê demê yê rêxistina terorîst Oweyde Marohombsar, bi nasnav Ebû Dar direve. Ji alîyê xizmên xwe ve tecrîdkirî, di rewşeke bêmecal de tu rêyeke din li ber xwe nabîne ji bilî xwe radestî rayedaran bike. Ew bi awayekî eşkere qebûl dike ku wê destek daye avakirina dewleteke îslamî. Dema ku keça wê ya 4 salî berstûka tîşortê xwe yê pembe yê bi nivîsa «Hello Kitty» di devê xwe de dicû, ew jî bi nermî weha diaxive: «Ji bo Qur’anê û hedîsan me şer dikir».

Her du jî îdîa dikin ku ew ji tiştên kirine, poşman in û ji fikrê cîhada çekdarî vegerîyane. Lê belê wê bi demê re dîyar bibe ka ev «poşman» wê rojeke din dîsa rahêjin çekan an na. Bêguman, fermandarê 103. Tugaya pîyadeyan, serheng Jose Maria Cuerpo wekî ku dixwaze ji vê rewşê bawer bike, weha diaxive: «Ji berî sê mehan ve, ango ji dema me emirê wan, Ebû Dar berteref kir û vir ve, îslamîst di peydekirina endaman û livûtevgerkirina hêzên xwe de zehmetîyê dikşînin». Lêkolînerên serbixwe Paweł Wójcik ne bi nêrîna wî re ye. Li gorî vî, rêxistin îro hê jî çalak e: «Hêdî lê bi gavên hêmin, rêxistin ji nû ve dikeve nava hewldana xwebihêzkirinê wekî sala 2017an û ji niha ve bi sedan endamên wê hene.» Herçî serheng Cuerpo ye, ew ji ya xwe nayê xwar û îdîa dike ku li eyaleta Lanao ku Marawî jî di navê de ye, «bi qasî bîst endamên rêxistina cîhadî mane.»

Her çendî DAÎŞê di mehên dawî de ji alîyê leşkerî ve gelek derbeyên mezin xwarin jî, ev texmînên dawî zêde ne cihê bawerîyê ne. Çend SMS bes in ji bo wergirtina wêneyên endamtîyên şaneyên razayî ku tê gotin li Marawîyê xwe vekişandine binerdê. 7ê çirîya pêşî ya 2019an, rêxistinê bi xwedîderketina li reşkujîya li leşkerekî li kevîya bajêr, vegera xwe ragihand. Lê belê ji hejmara endamên wê yên nû wêdetir, endamên wê yên xwedî ezmûn in yên serheng dixin nava fikaran: «Vegera van kesên çûbûn herêma

Sûrî-Iraqê û pêla şervanên bîyanî awayê şerkirina wan jî bi kûrahî guherand.» Zêdebûna pêkhatina teqînên muhîmatên bi destan çêkirî û xuyakirina êrişên întîharî jî vê tezê piştrast dikin.

Tevî bi dehan salên şerê li başûrê Filipînan, ev girav, berevajîyê cîranê xwe Endonezyayê, tu caran bi êrişên întîharî re rû bi rû nemabûn. Li gel vê yekê, ji 2018an ve, ev dibin çaremîn êrişên întîharî. Ya pêşî di 31ê tîrmeha 2018an de bi destê marokanekî [fasî] ku bi nasnavê Ebû Xatir el Maxrîbî pêk hat. Wî erebeyeke li noqteyeke kontrolê ya artêşê li Basîlan bicih kiribû, teqand, û tevî dayîkek û zaroka wê, bi qasî deh kes kuştin. Piştî vê, ji alîyê jin û mêrekî endonezî ve êrişek li dijî Kathedrala Jolo, di 27.01. 2019an de pêk hat: 20 mirî, 111 birîndar. Şeş meh şûnde, 28ê hezîrana 2019an, du zilam, ku yek ji wan filipînî, dema hewl didan bikevin nava kampa artêşê ya li Înanan xwe teqandin. Herî hindik heft kes hatin kuştin. Axirî, 8ê îlona 2019an, jinekê çaketê xwe yê bombeyî li noqteyeke kontrolê ya artêşê teqand. Ew tenê bû qurbanîya êrişa xwe.

Ev bûyer der barê daxuyanîyên hikûmeta Filîpînî de gumanan diafirînin. Pisporê tevgerên serhildanan û terorîzmê yên li Başûr-Rojhilatê Asyayê, profesor Zachary Abuza, ji National War College a Waşîngtonê, wisa difikire ku Mîndanao «wê bibe rêgeheke tercîhkirî ya şervanên bîyanî li herêmê». Girav her tim bûye cihekî girîng ê lihevkombûnê, lê belê ev dîyarde bêhtir bi windakirina kontrola DAIŞê li ser xaka Iraq û Surîyê dikare were îzahkirin.

Lêkolîner mijarê hinekî din jî weha rave dike: «Torên lojîstîk ji xwe ji mêj ve hene li Kalîmantana rojhilat û herêmên Poso [Li Endonezyayê] û Sabahê [li Malezyayê].» Ev «rêyên cîhadî» yên berê ne, ku endamên rêxistina terorîst wan berdewam bikar tînin, tevî hevkarîyeke xurtkirî ya navbera welatên herêmê. Di 2018an de, sîyasetzanê filipînî Rommel Banlaoî dida zanîn ku bi qasî sed cîhadîyên bîyanî li welatê wî hene. Hejmar ji alîyê rayedaran ve bên redkirin jî, li gorî gelek pisporan rast in. Lêkolînerê serbixwe Robert Postings rewşê bi kurtî weha tine ziman: «Ew bi giştî ji welatên cîran, lê belê herweha ji Rojhilata Navîn, ji Maxrîb an jî ji Ewopayê tên. Di dawîya îlonê de binçavkirina swêdîyekî li tenişt General Santos [Cotabato ya Başûr] nimûneyek e.» Abuza vê îzahê dike: «Pirsgirêk, ew e ku ji

bo guherandina rewşa li sehayê pêdivîyeke zêde bi şervanên bîyanî tune». Serheng Cuerpo vê yekê piştrast dike: «Ew qebîlîyetên wekî çêkirin û bikaranîna teqemenîyan bi xwe re tînin û tevlî perwerdeya amadekirina mîlîtanên nû ji bo şerê bajêr dibin». Di nava çend mehan de, tehdît dikare zêde bibe. Bi qasî pêncî şervanên endonezî yên li Sûrîyê girtî û herweha malbatên wan, tê gotin, meha çileya pêşî di dema êrişa tirkan a li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de revîyane.

Ji bo serîderketina bi vê yekê re, hikûmeta Manîlla wekî din xwe dispêre hêza sereke ya gerîlayên cudaxwaz ên misilman ên Mîndanaoyê Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê, (FMIL) ku piştî bi dehan salên şer, pê re peymana aştîyê îmze kir. Divê ev peyman di 2022yan de bi avakirina herêmeke xweser û parlementoyeke xwecihî, ku wezîfa wan îdarekirina herêmê û çareserkirina xizanîyê be, bi encam bibe. Peyman herweha hevkarîya navbera FMIL û artêşê di şerê li dijî DAIŞê de jî dide ber xwe. Lê belê, li herêmeke ku lê çanda qebîleyî ji sazîyan zêdetir bi îtîbar e, pir zehmet e mirov bifikire ku endamên rêxistinê gazinan bikin ji kesên ku piranîya wan gelek caran ji malbatên wan an jî ji gundên wan in. Endamê rêveberîya miweqetê ya Bangsamoroyê, ku avakirina hikûmeta xweser a siberojê misoger dike, M Zia Alonto Adiong bawerîya xwe ya dixwaze pêk bê weha tîne ziman: «Di encama pêvajoya aştîyê de, tiştekî girîng e mirov bibe xwedî hikûmeteke nû ya xwecihî. Ew, têkoşîna gelê Moro ya ji bo yeksanîyê temsîl dike, zehmetî zêde bin jî, ew ê nehêle tundrew bêdadîya civakî ji xwe re bikin malzeme».

Lê belê, eger parêzvanê berê yê FMILê girêdayî pêvajoya aştîyê be jî, nifşa nû pir radîkaltir e û ji nû ve destpêkirina şerê şekdarî li derveyî îhtîmalan nahêle. Nivîskar û namzedê berê yê hilbijartinên parlementerîyê Noor Lucman ku heftê kes –piranîya wan xiristîyan– di dema dorpêçê de li mala xwe veşartin û parastin, vê hişyarîyê dike: «Rayedaran felaketeke civakî afirand. Divê serok [Rodrigo] Duterte tiştekî bike, an jî dibe ku welatî wê bibin dijberên wî». Û eger rewşeke wisa rû bide, DAIŞ dê ji vê yekê sûd wergire.

(1) Şahidên ku paşnavên wan nehatine nivisîn, wan xwest nasnameyên wan neyên eşkerekirin

(2) Di çiriya peşîn a 2019ê de, ji alî artêşa amerîkî ve hate kuştin.

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

14 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Li Filipînan, siberoj ji dewleta îslamî re dibişire

Antoine Hasday û Nicolas Quénel * __________

Page 15: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Ev salek e ku bajarên ku herêma xweser a li Min-danao ya misilman pêk tînin, ji bo afirandina

«Herêma xweser Bangsamoro li Mindanao ya misilman» -navê wê yê fermî ye-, dengên xwe dan. Di 21.01.2019an de, tevî gefên êrişan ên komên îslamîstên tundrew, bi sedan perwerdekarên ji her bawerî û nêrînên cuda yên sîyasî naven-dên dengdanê vekirin. Beşdarî-yeke têra xwe baş pêk hat (87,8  %, an go 1,738 milyon hilbijêr) û «erê» bi serfirazîyeke bêhempa, bi rêjeya 88,57  % bi ser ket. (1) Piştî ragihandina encaman, şahîyên bi coş hatin lidarxistin. Li ser pan-kartan jî dirûşma «Bangsamoro = aştî» hat nivîsandin.Ev xweserî lihevkirina aştîyê, ya 2014an di navbera hikûmeta M. Benigno Aquino III (2010-2016) û serhildêrên Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê (FMIL) de îmzekirî, bicih tîne. Ew di heman demê de bi awayekî fermî dibe dawîya şerê zêdetirî 40 salan dewamkirî û bû sedemê mirina bi qasî 160  000 kesan û koçberkirina bi milyonan.Pêkhateya nû ya îdarî pênc eyale-tan dide ber xwe: Maguindanao û Lanaoya Başûr, li beşa navîn a gira-va Mindanao (li gel çend herêmên eyaleta Sîmor ên Cotabato-Bakur) û herweha giravên Basîlan, Sulu û Tawi-Tawi. Ji herêma xweser a berê cudatir, Bangsamoroya nû wê ji 2022yan ve ji alîyê Parlamento-yeke hilbijartî, ya bi derfetên zêde-tir destekkirî û kontroloke berfi-reh li ser çavkanîyên xwezayî ve were birêvebirin. Di vê navberê de, hikûmet û parlameneke derbasek, ku her du jî ji alîyê Manîllayê ve hatine destnîşankirin, wê pêvajo-ya derbasbûnê misoger dikin. Li gel vê yekê jî, ne bendereke wê, ne pîşesazîya wê, ne jî sektoreke wê ya girîng a sêyemîn heye; xebitandi-na kanên binerdê bi depoyên nîkel ên Tawî-Tawî sînorkirî ye, û ji ber şerûpevçûna leşkerî, pîşesazîya gerûgeştê jî mirîye.Şênîyê Bangsamoro ku bi piranî

li gundan dimînin, ji sedî 3,7  % nifûsa Filîpînan pêk tîne. (2) Ji zêdetirî nîvê wan (57  %) di bin sînorê xizanîyê de dijîn. Giranîya herêmê wekî ku tê dîtin di jîyana aborî ya welêt de ne dîyarker e û xweserîya hatîye venasîn ji alîyê sî-yasî ve jî tesîreke wê ya hilweşîner tine. Lê belê, ji bo serok Rodrigo Duterte, ku îmaja wî ya navne-teweyî bi taybetî bi komên cese-dan ên qurbanîyên «şerê wî yê li dijî madeyên hişber» pêk tê, ev yek serketineke bêîtîraz e.Mafên xwecihan hatin naskirin

Her çendî muxalîfeke biryardar e jî, Mme Janel Peson li xwe mikur tê : «Xweserîya Bangsamoro qonaxe-ke zarûrî ya rêya aştîyê bû.» Gerî-nendeya Tevgera Gelên Mindanao ji bo aştîyê (Mindanao Peoples’ Peace Movement, MPPM), ku bi-rek komeleyên xwecihî û herêmê li derdora jîyaneke hevpar a aştîya-ne ya navbera civakên (misliman, xwecihî, xiristîyan) girava mezin a Başûr tîne ba hev, wê bi xwe dest bi kampanyaya «erê» kir. Ew vê hiş-yarîyê jî li gotinên xwe zêde dike: «Lê belê xweserî ne dermanekî mu-cîzeyî ye. Ezmûna herêma xweser a berê nimûneya vê yekê ye.»Di 1997an de, M. Nur Misuarî, pêşengê dîrokî yê Enîya Moro ya Rizgarîya Neteweyî, EMRN (Moro National Liberation Front, MNLF), îmzekarê peymaneke giş-tî ya dawîanîna li dijminatîyan li gel hikûmeta general Fidel Ramos (1992-1998), dibe yekemîn serokê herêma xweser. Piştî çend salan, ev herêm ji ber gendelîya zêde, adeta vediguhera çêlekeke dotinê ji bo eşîrên herêmê yên li ser desteka xwe (û hilbijêrên wan ên neçar) ya ji bo sîyasetvanên Manîllayê ba-zarê dikin. Xizanî li şûna kêm bibe, zêdetir bû –tevî ku li her devereke din a welêt kêm bû– û EMRN, ku li derveyî peymana aştîyê hat hiş-tin, ji nû ve agirê têkoşîna çekdarî pêxist.Îro, şefê wê M. El-Hadj Mourad Ebrahim e ku hikûmeta derbstem bi rê ve dibe. Zehmet e mirov ne-

keve nava hestên deja-vuyê. (3) Û bivê nevê mirov ji xwe dipirse ka ev çerxên nû wê bes bin, an na, ji bo dengê kesên herî bêmecal xwe bide bihîstin; ka sîyasetên aborî yên ji alîyê bijarteyên moros ve tên birêvebirin xizanîyê û neyeksanî-yan wê kêm bikin an na; û ka şîdet –ya xwecihî ya li herêmê û pevçû-na çekdarî ku tenê rûyekî wê ye– wê sivik bibe an na.M. Ebrahim dema hat ser hikû-meta derbasekê got: «Divê em di nirxandin û çavdêrîkirina encam, faalîyet û kêmasîyên rêveberîya me de gelê xwe jî beşdar bikin». M. Alim jî vê şîroveyê dike: «Beşdar-kirina gel, ev tiştekî baş e em dibê-jin, lê belê…» Serokê Navenda ji bo Pêşvebiri-na Xwemalîyê (CIDev) [ ?], ji bo venasîna mafên xwecîyan di met-nên avakar ên Bangsamoro de û herweha ji bo hebûna wan di or-ganên temsîlîyê de têkoşîneke xurt meşand. Indigenous People Rights Act, ku di 1997an de hat qebûl-kirin, erkên wan ên li ser xaka bavûkalan, herweha mafên wan ên têkildarî yekparebûna çandî, xwebirêvebirin û dadwerîya civakî piştrast dike û di encamê de bi gewdeya yasayî ya Bangsamoro re entegre bû û du kursî ji bo xwecî-yan li Parlemena derbasekê hatin veqetandin. Ev her du imtîyaz di «erê» ya xwecihî ya referandûma çileya pêşî ya 2019an de bûn dî-yarker.Ev nûnerîya li pêkhatîya îdarî ya nû tam hingê bû mijareke rojeva hevdîtina navber-qabîleyan a di tîrmeha 2019an de ji alîyê CIDevê ve li şaredarîya Upî (eyaleta Magu-indanao) hat lidarxistin. Vexwen-dîyê xuyayî, M. Romeo Salîga, yek ji du parlamenterên xwecihî yên li Parlamena derbasekê ye, li vir li ser heman mijarê rastî bombebarana pirsan hat: «Çawa dibe ku nûnerên xwecihî yên asta şaredarîyan û ba-rangayan [gundikan] ji alîyê meqa-mên bilind ve tên desnîşankirin û bêyî ku bi şaredarîyên pêwendîdar re berê bişêwirin?» Parlamenterê ku tengezar û şermende bû û niza-

nibû çi bêje, ji neçarî soz da ku ew ê hewl bide van kêmasîyan telafî bike.

Bernameyeke bi navê “Build, Build, Build”ê

Telafî bike, lê çawa ? Li nava hikûmeta derbasekê (ku ji alîyê serok Duterte ve hatîye destnîşankirin), 40 kursî ji bo FMILê ha-tin terxankirin, 20 kursî dan nûnerên hikûmeta navendî û 9 jî MNLFê, 8 kursîyên nerm jî ji bo ji-nan, ciwanan û kêmarên xwecihî yên ne moros hatin veqetandin; yek tenê jî para mixalefetê neket. Walîtîyên eyaletan û şaredarî jî ketin destê malbatên qabîleyan û hevparên wan. Ev hêzên xwecihî ku pir caran

xwedî artêşên taybet in, heval-bendîyên geometrîk ên guhêrbar saz dikin, bêyî ku bikevin nava xe-mên îdeolojîk, an jî bawerîya olî û dikarin bikevin nava şerên xwîn-rêj. Axirî, hilbijartina 13ê adara 2019an, ku serketina mezin a kampa serokatîyê mohra xwe lê da, serdestîya du hevparan, FMIL-hikûmet –dijminên doh heval-bendên îro– hê xurtir kir û gi-ranîya xanedanên xwecihî jî zêde kir: hema hema tevahîya walî û şaredarên hilbijartî yên li herêma xweser namzedên desnîşankirî ên M. Duterte bûn. (4) Ev faktor giş îşaretên xirab bûn ji bo guheran-dina bi kûrahî ya sazûmana des-thilatîya li Bangsamorotê.Di sîyaseta aborî de jî tu şikestinek xuya nake. Daxuyanîyên nûnerên cîhana karsazîyê û sîyasetvanên moros, berevajî, nîşan didin ku Bangsamoro, ji dûrketina neolîberalîzma Manîlla zêdetir, ketîye ber bayê pêla geşedana bi lez a aborî û li ser xalîya sor a sermay-eyên bîyanî xwe gêr dike. «Ava-kirina Bangsamoroya nû ku xwe spart armanca bicihanîna şertên pêwist ji bo pêkanîna aştîyê û ar-amîyê li Mîndanaoyê, gelek bala sermayedarên ereb dikşîne» li gorî M. John Carli Tria, serokê Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Davaoyê, (5) li pêşîya Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Ciddeyê (Erebîstana Siudî), Mme Sandra Sema, parla-mentera yekem a herêma eyalata Maguîndanaoyê, xwest li bajarê Cotabato «mintiqeyeke aborî ya taybet a helal» were avakirin. (6)Ji alîyê xwe ve, M. Zajid Manguda-dat, sîyasetvanê alîgirî M. Duterte û endamê yek ji eşîrên herî xurt ên giravê, hêvî dike ku xebitandina kanên sergirtî yên gazê yên li bi-nerdê yên Lîguasan Marsh û min-tiqeyeke girîng a avî ku vedizele ser beşek herêmên Cotabato-Bakur û Sultan Kadarat (7) ên Maguinda-nao, radestî şirketên çînî, îsraîlî an jî yên Rojhilata Navîn bên kirin. Helbet ev bû hêvîyeke ku li cem M.Ebrahîm, piştî çend tedbîrên xîtabî li ser rêzgirtîya pêwist ji bo hawirdor û berjewendîya şênîyên xwecihî, tesîreke mezin kir ji bo «teşwîqkirina şirketên madenê da ku razemenîyê bikin». (8)Li vê yekê remza «Build, Build, Build» («Avakirin, avakirin, ava-kirin»), hat zêdekirin. Ev berna-meyeke fîrawunî ya biha ya xe-batên mezin ên binesazîyê ye ji bo serok Duterte û heta radeyeke mezin serbixwe ye ji sermay-eya çînî, ku herweha xweserîya herêmê jî eleqedar dike. Li vir bi taybetî Projeya Geşedana Tevna Rêyan a Bangsamoro derdikeve pêşîya me. Ev proje avakirin û ber-firehkirina tevna du sed kîlometre rê û pirên ku herêmê bi beşên din ên Mîndanaoyê ve girê didin, dide ber xwe. Lê belê cihê gumanê ye ku ev yek bersivê dide pêdivîyên civakên gundewarî yên ji alîyê

15NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Bangsamoroyeke firehkirî, bi parlamentoyekê tacîdarkirî, xweser û xwedî çavkanîyên sererd û binerd... Li Filipînan, ev daxwazên berê îro bûne rastî. Hikûmeteke derbasekê jî hat destnîşankirin; ji bo bingehên aştîyeke xweragir li herêmê saz bike, sê sal li pêşîya wê hene. Bergeheke bi qasî hêvîyan herweha gu-manan jî diafirîne.

HERÊMA BANGSAMORO DI BIN PARASTINA DEWLETÊ DE MA

Li Filipînê xweseriya xapînokPhilippe Revelli *

__________

desthilatîyên gelemperî ve bi halê xwe ve hatine hiştin.Li gel vê yekê jî, ev rêyên ragi-handinê wê ji bo bal kişandina sermayedaran wekî palpişt bên bikaranîn û ew ê hatina nava van xakan bi navgîna çandinî, pîşesazîya daristanî û şirketên madenê hêsantir bikin. M. Banda-ra hinek jî xwe dixapîne: «Dayîna îmtîyazên madenkarîyê an jî fire-hkirina monokulturên îxracatê, bawerîyên wan çi dibin bila bibin, wê li dijî xakên bavûkalên me û cotkarên piçûk bin. Di encamê de jî wê zext zêde bibe li ser xaka me... Ev xaka ku jêdera pevçûna çekdarî ya li Mîndanaoyê ye.»Pevçûneke ku bi bêçekkirina şer-vanên FMILê, di îlona 2019an de bi awayekî şermoke dest pê kir, wê bi dawî nebe. Herweha desteserki-rina bajarê Marawî, di 27ê gulana 2017an de, ji alîyê komandoyekî koma Maute ya dihat destekki-rin ji alîyê hêmanên Ebû Seyyaf ên ji bo Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ- nivîsa li jêr bixwînin) bîat kiribûn, delîleke din a vê yekê ye. Û mîlîtarîzekirina giravê jî, ku ev sê sal in li bin desthilatîyeke zep-tûreptê ye, nikare vê rewşê bigu-herîne. Xeyalşkestina şervanên berê yên FMIL an jî MNLFa ku tu caran xwe bêçek nekirîye, nezelalî-ya lihevhatina jidil a FMIL li gel Manîlayê, bêhejmar îhmal û de-rengmayînên di avakirina Maravî de, pevçûnên li ser erdan, di halê xwe de hiştina şênîyê gundewarîyê an jî jirêderketina ciwanên ji paşe-rojê bêparmayî; giş dibin zemîna sûdwergirtinê ji bo komên îslamî ku kemînan deynin û ji her derî ve êrişan bikin.Mme Peson li ser mijarê vê nirxandinê dike: «Xweserîya Bangsamoroyê qonaxeke pêwist, lê ne kafî bû. Eger rêveberîya nû li ser sozên xwe nesekine, eger ew bi ser sedemên kûr ên şerûpevçûna çek-darî ve neçe –di rêza pêşî de xizanî, zehmetîyên çandinîyê xuya dikin–, xeyalşikestin jî bi qasî hêvîya ji ber encama referandûmê derket holê wê mezin be. Û bi vî awayî ew ê feydê bide komên cîhadîst.»

*Rojnamevan.

(1) Bitenê eyaleta Suluyê, keleya koma cîhadî ya Abou Sayyafî, ji % 54,3 dengê «na» da.

(2) Jodesz Gavilan, «Fast facts: Poverty in Min-danao / Rastiyên zû  : li Mindanaoyê hejarî», Rappler, Manille, 28ê gulana 2017ê, www.rapp-ler.com

(3) Carolyn O. Arguillas, «BARMM Chief Mi-nister to constituents : Monitor performance of officials?», Minda News, 1ê nîsana 2019ê, www.mindanews.com

(4) 8 ji 12 vatiniyên senatoriyê yên heyî bûn yên piştgirên sadiq ên Birêz Duterte, 4 jî bûn yên “kesên serbixwe”, tiştek ji rikeberiyê re nema. Di Meclîsa neteweyî de, partiya serok (PDP-Laban) û hevalbendên wê çibigre tevayiya 234 kursiyan bidest xistin, bi tenê 18 parlementerî Partiya lîberal a serokê kevn Benigno Aquino III û 6 jî koma Makabayan (çepê tûj ê meyla wan li ser kominîzmê bû) girtin.

(5) Antonio L. Colina IV, «Davao Chamber VP : Bangsamoro sparks interest of Arab investors in Mindanao », Minda News, 10ê Nîsana 2019ê.

(6) «Maguindanao solon goes to Saudi on 2-day investment mission», Manila Standard, 5ê siba-ta 2019ê.

(7) «Senate bet wants China, Israel to explore Liguasan Marsh oil deposits», ABS-CBN News, 13ê adara 2019ê, news.abs-cbn.com

(8) Pia Ranada, « Murad encourages “pro-pe-ople, proenvironment” mining in Bangsamo-ro», Rappler, 9ê tebaxa 2019ê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Page 16: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Li hola mezin a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çan-dî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ya li Parîsê,

12ê çirîya pêşî ya 2018an foru-ma li ser birêvebirina înternetê bi rê ve çû. Emmanuel Macron kêf kêfa wî ye, berê xwe dide kursîya axaftinê. Serokkomarê fransî yê ciwan biryardar e ku li hemberî populîzma “ne lîberal” bi rola pa-razvanê demokrasîya lîberal rabe; beramberî girseya navneteweyî ya hatî guh bide wî da ku ew, mese-leya pirsgirêkên mezin ên dîjîtal ji wan re wekî ku tu ta bi derzîyê ve kî, rave bike, hingê Macron rehet xuya dike. Bêyî ku surprîzek be, di axaftina xwe de ew li pey hev îşaret bi du modelên regulasyon û birêkûpêkkirina înternetê dike: Li alîyekî “înterneta kalîfornîyayî”, ya lîberter, “yên ku aktorên arizî wê serkêşîya wê dikin, ya xurt, serwer, global” û tu kontrola dewletê qe-bûl nake; li alîyê din “înterneta çînî” ya “jihevcihêkirî û bi temamî kontrolkirî” bi destê “dewletên xurt û otorîter”. Alternatîfeke ji kon-trasta wan heye ku destûrê dide wî ku rêyeke sêyem nîşan bide: rêya ku ji “tevahîya aktorên înter-netê” –“rêxistinên civaka sîvîl, ak-torên taybet, NGO [rêxistinên ne dewletî], întelektuel, rojnamevan, hikûmet”– tê ku “birêkûpêkkirine-ke kooperatîf, bi hev re” bi ser bixin.Li pişta efsaneya lêeşkerebûyî ya “rêveberîya bi pir aktoran” a în-

ternetê tevî îşaretkirinên guncaw ên bi “civaka sivîl”, serokkomarê fransî pesnê wê projeyê da ku bi dîtina wî, wê destûrê bide ku ya ji her du dinyayan ya herî baş, îfade bike: kapîtalîzma kontroleke bê hefsar (1) û destê giran ê hesinî ê dewletê. Ji ber nebûna şampî-yonên neteweyî yên diîjîtalê –ew dikarin nexwe pesnê xwe bidin bi Çîn û Rûsyayê da ku sîyaseta xwe ya kontrolkirina înternetê bi gurçûpêç bikin–, welatên Ewropî divê xwe birêkûpêk bikin li gorî çendek şirketên amerîkî yên ku serkêşîya sermayekirina borsayî ya global dikişînin. Tevî qanûnên –qebûlkirî yan jî soza wan hat dayîn– ji bo astengkirina jirêder-ketinên platforman (xirabbika-ranîna rewşa serwer, destwerdana jîyana taybet, fake news...) jî, şerê xuyayî yê di navbera dewletan û şirketên pirneteweyî yên dîjîtal de, ser bihevvegirêdaneke zêdebûyî digire, wê bihevvegirêdanê vedişê-re.Dîroka kontrol û sansurkiri-na ragihandinê rohnîker e ji bo serwextbûna li beridînên wê. Loma, ji konjukturên neolîberal û wê de, mentiqên bihevrehilbijar-tinê yên di navbera hêza dewletê û birêvebirina arizî ya navgînên ragihandinê de û di dîroka med-yayê de wekî neguherekê (sabî-teyekê) xuya dikin. Beramberî krîzên ji ber derzên teknolojîk yan jî fikirînên sîyasî, ev tifaq destûra kontroleke karîger a li ser gerîyana

fikran, dide.

Di sedsala 16an de hê hingê, wê dema ku bipêşketina çapxaneyê alîkar bû bi demokratîkkirina xwegihandina kitêban û belavkirina doktrînên sîyasî û dînî yên ji bo dewletê tehlûkê, dewletê xwe avêt tifaqa di navbera dewlet û sektora taybet de, da ku rê li ber wê îxtîlafa jê re tehlûke ye, bigire. Li Fransayê ji 1539an ve, François ê 1ê şert û mercên pîşeyê çapkerîyê û kitêbfiroşîyê li mekanên sereke yên weşanê yanî li Parîs û Lyonê dîyar kirin. Wî herweha odeyên pîşeyî jî dan çêkirin yên ku hatin wezîfedarkirin ku bi rola muxatebê dewletê di tevahîya vê sektorê de rabin. Sala 1618an odeyeke pîşeyî ya bi tenê ji bo pîşeya kitêban hat avakirin û ew bi erkên polîs hat gurçûpêçkirin: nûnerên wê diçûn serdana çapxaneyan û kitêbfiroşan û bicihanîna qaîdeyan û tiştên wekî din kontrol dikirin. Ji bo lawazkirina reqabeta li dijî xwe, kitêbfiroşên Parîsê doza yekdestdarîyeke daîmî li ser weşana kitêban kir; Kardînalê Richelieu [Armand-Jean du Plessis, Dukê 1ê yê Richelieu; têbînîya wergêr] esasê daxwazên wan qebûl dike, lê beramberî vê ew jî divê wezîfeya xwe ya polîsîyê bi cih bînin û gelek pîvanên jidilbûn û rastîbûnê pêk bînin.

Li gorî çend birêkûpêkkirinên li xêra kitêbfiroşên li derveyî bajarên mezin, vê sîyasetê wê destûr

bidaya sih heb çapgerî-kitêbfiroşî, çê û xirab, li meliktîyê kitêban hilberînin û belav bikin. Çawa ku îro şirketên dêw ên dîjîtal jî vê dikin, vê navendîkirina aborîya çapkirinê, destûr dida dewletê hejmara navbeynkarên divê bên kontrolkirin, kêm bike, û pê re jî “mesrefên muameleyên” elaqedarî sansurê kêm bike.

Piştî dema azadîya xweîfadekirinê ya berê nedîtî ya ku refaqetî şoreşa fransî kir, Împeretorîya Napolyonî rojnameyên serbixwe tune kirin û hejmara çapxaneyan û rojnameyan her kêm kir. Piştî salên 1830î, bi her halî, di destpêka sistbûneke berîya qanûna azadîya çapemenîyê ya 1881ê, desthilatê xwe lê ragirt ku çapemenîyeke populer a tîraja wê gelek xurt, çêbe. Gelo divê mirov vê wekî tawîzeke ji dil a ji bo îdeala azadîyê bibîne yan wekî xurtkirina hevkarîya karîger a di navbera desthilata sîyasî û pîşesazîyên çapê de? Ji pêlên tepisandinê û wê de, yên ku derb li weşanên muxalif nexasim jî sosyalîst didan, bêhtir wisa xuya bû ku li sektoreke li ber daneheveke aborî ya zêde dibe, wê gaza ku derdorên karsaz dida, kir ku lîberalîzasyoneke bi vî rengî mimkin be.

Nûkerîyên di têknîkên çapkirinê de, derketina holê ya çapemenî-ya “erzan” a ku bi reklaman dihat fînansekirin, pê re bipêşketinên xwendebûnê, rê vedikin li ber çûna ber bi xwendevanên çape-

menîyeke fikra sîyasî tercîh dikin û ne yeke kêfanînê. Pêvajo bi he-man rengî têkilîyên her diçe nêzîk dibin ên di navbera tucarên çapê û desthilata teftîşê de, pêş dibîne. Tawîzên ji azadîyên xelkê yên ku qanûna 1881ê ew misoger dikirin, wê qanûna ku dawî li sansura bi pêşşert dianî, parastina hiqûqî ya azadîya îfadekirinê xurt dikir, di-vîya êdî bi mişara tevgera depolîtî-zekirinê bihatana pîvan. Em behsa wê tevgerê dikin ku dikir bikeve nava serdema medyayên girseyî. Li şûna fetihkirineke bi lehengî, ça-pemenîyeke êdî ji desthilata sîyasî serbixwe –li gorî vegotina fermî ya di nava dîroka serwer a medyayê de– lê qanûna 1881ê tiştekî îfade dike, ew jî bîrewerbûna desthilatê li ser wê yekê ye ku polîsê wê karî-gertir e heger ew bi lîberalîzmê re miamele bike; bi giştî, gava ku şûrê qanûnê destûra lipêşbûnê bide disîplînên kapîtalîzma agahdarki-rinê. Dîsa jî qanûnçêkerên Koma-ra 3yê xweşik baldar bûn ku pişta xwe xurt bikin bi wan desthilatên ji bo tepisandina hin rexneyên li dewletê.

Tifaqên analog wê ji salên 1860î û pê ve ji bo dewletê kontrola tevnên pêşî yên taybet ên teleragihandinê misoger bikirana. Di dawîya sedsala 20î de piştî serdema yekdestdarîya dewletê li ser medyaya bi pêlên elektro, pêvajoya arizîkirinê ev peymanên veşartî li reng û dengê roja me ya îro anîn. Ji nû ve, mekana medyatîk kete ber cotdeydanrîyekê; ya dewlet û ya bazarê.

Di salên 1990î de bi xêra avangardên mîlîtan, înternet wekî hêzeke dikare encamê biguherîne, xuya dikir: tevna înternetê wê destûr bidaya belavbûna medyayên alternatîf û bi xurtî êriş bibira ser hegemonîya şirketên mezin ên ragihandinê yên girêdayî desthilata sîyasî. Dîsa jî, hîna li wê, girêdayî krîza ewlekarîyê, dewletê bandora xwe ji nû ve ava kir, bi wê yekê ku wê giranîya xwe da ser ekonomî polîtîka înternetê. (2) Bi dana pey

16 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Tıfaqa dı navbera hıkûmet û dêwên Sılıcon Valleyê de

Du rûyên sansurêFélix Tréguer *

__________

Dewlet û şirketên pirne-teweyî yên dijîtal bi awayekî bi rêkûpêk xwe wekî dijber nîşan didin; yên pêşî hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina yên din nîşan didin, ew ji xwe re bi qanûnan dilîzîn. Lê gava mese-le dibe kontrolkirin û sansur-kirina înternetê, têkilîya wan vediguhere yeke sîmbîyotîk. Ev tifaqa di navbera hêza dewletê û sermayedarîya dîjîtal û agah-darkirinê de, ne nû ye.

Metİn Çelİk: Xewna Tawis, Qelema li ser kaxezê, 224 x 448 cm, 2019

Page 17: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

mentiqên xwe yên berhevkirinê, platformên dîjîtal karîn pareke pir mezin a ragihandina me û bipêşketina behremendîya me ya yekane, navendî bikin da ku xelkê taqîb bikin û mekanên îfadekirinê sansur bikin. Ewqas teknîka ku dewlet dizane bike ya xwe. Ji 2013an û pê ve, belgeyên ku Edward Snowden eşkere kirin, beşdarîya platformên mezin li bernameyên taqîbê yên îstîxbarata amerîkî nîşan dida. Hingê, rêveberên van şirketan hîç hewl neda ku xwe ji sazîya ewlekarîyê dûr û qut bikin, wan hîç hewl neda dilê bikarhênerên xwe rehet bikin. Qet nebe bi wî rengî ku hevkarîya xwe ya bi rayedarên dewletê re sînordar bikin, wan ev nekir, nexasim dema ku lêpirsîneran doza xwegihandina agahîyên taybet ên girêdayî hesabên taybet kirin. Di navbera 2013 û 2018an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmara bikarhênerên ketin ber daxwazeke darazê ya ku bi qanûna Foreign Intelligence Act destûra wê hat dayîn li cem Google % 680 û li cem Facebookê % 300 zêde bû. (3) Li Fransayê pevguherînên tevnê ji sala 2015an ve di çarçoveya “komeke peywendîdanînê” ya di navbera olîgopola dîjîtal û wezareta karê hundir de bi heman rengî di warê daneyên dayî rayedarên dewletê de ecêb zêde bûn: di navbera 2013 û 2019an de zêdebûneke % 670 ji bo Googleê û % 800 ji bo Facebookê. Bi xêra vê dezgeha neşefaf a ji dûr ve warisê odeya pîşeyî ya çapxane û kitêbfiroşên rejîma berê, şirket di warê nûkerîyên xwe de yên ku ew dikin ku ji bo xizmetên xwe bi

Metİn Çelİk: Post-Apocalyptic , Enstalasyona li gorî mekan, 2017

NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 17

Raman

Îcadkirina Pirsgirêkan

Olivier Neveux__________

Nivîskarê lîstikê yê Alman Heiner Muller yê ku di sala 1995an de jîyana xwe ji dest

da ji bo vê demê guncan nîne. Berhemên wî her çend xofdar û herweha pir mezin bibin jî êdî nayên temsîlkirin. Mîna ku ew bi dîroka trajîk ya şoreşan û “sedsala 20an ya kurt” ve têkildar in, di çavên cihana nûjen de ji rewacê ketine. Lê, weşandina koleksîyoneke hevpeyivînan (1) dijberîya vê hizra teral dike: xeyaletên berhemên Müller bi mafdarî dikarin bibin museletê serê sahneyan û dema ew serfiraz nebin, dikarin bi avayekî tundî ruhê xwendevanan birîndar bikin. Pirtûk ji nêzî bîst axaftin û hevpeyivînên ku di navbera salên 1975 û 1995an de bi kesayetên cuda re (taybetî bi çêkerê fîlman Harun Farocki; seroka Berliner Ensemble Ruth Berghaus; dîrektorê Arşîvên Brecht û Arşîvên Benjamin yên Berlînê Erdmut Wizisla) hatine kirin pêk tê.

Destpêka ronîker ya ji alîyê sêwirînerê pirtûkê Jean Jourdheuil ve hatîye nivîsîn dihêle em pêwendên ku wan tê de cîh girtine, helbet navûdengîya xerab ya Müller ya ku her diçû mezin dîbû û peresendîya wî ya di nav “Sosyalîzma ku bi rastî jî heye” de binirxînin. Ji ber ku tiştê ku vê peyvê kifş dike pirsgirêka polîtîk e. Rêbaza Müller ne wek rêbaza ravekarekî ku nûçeyên rojana şirove dike: Ew wek “nivîskarê lîstikê”, helbestvan, tinazker, xwedî nêrîneke kevnar û dîrokî, kesekî ku naxwaze tev li cihana rojavayî bibe, li derbarê rejîmê de bê hesteke sawîn, Komara Demokratîk ya Almanyayê ji xwe re dike dezgeha “kar û xebatê”.

Berhem ne tenê dokumanek dîrokî ya hêja ye. Herweha ji bo îro jî berhemeke hêja ye, ji ber ku bi avayekî sîstematîk dûrî hemû ramanên ku tên hişê mirovan e. Pir bibandor e, qet nebe ev hêz ji dînamîkên ramanê tê. Helbet mirov di berhemê de tema paradoks û teraneyên Müller hildide: (“Ger mirov bi avayekî awarte li lîstika Beckett mêze bike, dotira rojê dibe ku mirov biçe tev li Partîya Komunîst bibe, lîstikeke pir bi adan e.”) Lê meseleya sereke ne ev e. Muller bi rêbazeke tekane pirsgirêkan derdixe holê. Herweha “Pirsgirêk hindik in”: “Gelek çareserî hene lê pirsgirêk pir kêm in. Bi awayekî dijane, afirandina pirsgirêkan, bi dîtin û girîngîdana

pirsgirêkan ve girêdayî ne. Bele, di encamê de çareserî bi tena serê xwe di zibildankan de ne.” Bê guman, ev awayê afirandina pirsgirêkan, di heman demê de nişana naguher ya van mijaran e. Gotina polîtîka ramanê dîyar dike, ger bi şiklekî eşkere mijara sereke ne ev be, wê demê rast e. Muller berî her tiştî hunerê, sînemayê, reqsê û taybetî jî şanoya xwe û ya Bertolt Brecht, Jean Genet ji xwe re dike mijara pirsîyarê. Sal her ku diçin, tekstnivîs şiklê xebata wî, fonksîyona berhemên wî û endîşeyên wî pêş çav dikin (“her îhtîmala nû ya razberkirina kuştinê, pileya tixûbê astengîyê kêm dike”) ku ew li hemberî konjuktorê hem dilbitirs e hem jî qayîm e. Ew hunerê di heman demê de bi nêrîneke pratîk di çerçoveya dîroka wê û dijwarîyên wê de difikire, “di navbera dewlet û tawan (sûc) de. Bê guman, dewlet tawanê herî mezin e. Lê li gor fikra min enerjîya tawanê kesayetîyê ji bo hemû civakan girîng e û huner dikare vê enerjîyê di xwe de bihewîne û wê bilind bike û dikare vê enerjîyê ji dewletê biparêze û destxistina wê ya ji alîye dewletê ve dereng bike.”

Piştî hilweşandina Dîwar[ê Berlînê] demek şûn de, ew dîyar dike ku “çawa Brecht dibêje ev dem doktrîneke wisa ye ku heya ji destê mirov tê, divê kûr bê çalkirin, herweha ku kûçik nikaribin xwe pê re bigîhinin, heya ku ew rojekê bi rastîyeke nû û veguherandî ve rû bi rû bimîne û ji nû ve were kolandin .” (2) Ma êdî ne ew dem e ku mirov biçe û bikole?

(1) Heiner Müller, Conversations. 1975-1995, edîtor, amadekar û pêşkêşî ji alîyê Jean Jourdheuil ve, Les Éditions de Minuit, Paris, 2019, 368 rûpel, 29 euros.

(2) Heiner Müller, Fautes d’impression. Textes et entretien, L’Arche, Paris, 1991. Cf. her weha dosyayek ku dîyarê wî kirine, la revue Europe, n°  1  068, Paris, avril 2018, 384 rûpel 20 euros.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

cih bikin, wekî mînak, protokolên krîptografîk ên dibe ku kapasîteyên taqîbkirinê yên dewletê kêm bikin, dewletê agahdar dikin.Di heman demê de xwe ji peymana hevkarîya darazê ya ku berê xwegihandina rayedarên neteweyî ya daneyên li derveyî sînorên wan qeydkirî jî didin alî. Qanûnên nû yên wekî Cloud Act, ya ku Donald Trump Adara 2018an erê kir û hevbera wê ya ewropî jî –pakêta “e-Evidence”– di asta Yekîtîya Ewropî de tê kontrolkirin, bi destê Google û Microsoftê bi awayekî çalak tên teşwîqkirin. Ev qanûn van şirketan li deverekê bi cih dike ku ew bi tena serê xwe biryarê bidin ka filan û filan miracaeta derveyî sînoran rêzê digire ji mafên sereke yên bikarhênerên di hedefê de. Ev çerxên hanê dikarin bi lez navneteweyî bibin bi rêya peymanên wekî ya Konseya Ewropayê ya li ser Sûcên Sîber (kompûterê).Herçî bereya sansurê ye, tifaqên analog tên çêkirin û ji bo azadîya îfadekirinê ew nîşana berebaşçûyîneke dîrokî ne. Ji êrişa çileya paşîyê ya 2015an a li Parîsê ve, şerê li dijî propagandaya cîhadî û “dîskursên kîn û nifirînê” hevkarîya her diçe zêdetir dibe ya di navbera hêzên polîs û platforman de rewa dike da ku bikin ku îfadeyên wekî destûrnedayî tên dîtin yan jî li gorî Macron li UNESCOyê nav li wan kir “nayên xwestin”, nexuya bibin. Halê hazir mesele ew e ku sansur bê girseyîkirin bi wê yekê ku nekeve ber prosedurên hiqûqî û xweber bibe. Ya rastî ew e ku dewlet dixwazin vegera li teknîkên

“aqlê sûnî” yê ku şirketên dêw ên Silicon Valley bi pêş xistine, bi giştî bikin da ku di nava behra dîjîtal de wan “naverokên” wekî ne neguncaw tên dîtin, nas bike û wan bloke bike. Û ev weha be jî, halê hazir, platform divê hîna jî bang li hezaran “destên piçûk ên sansurê” bikin, wan karkerên rewşa wan neewle yên wezîfeya bicihkirina sîyaseta van şirketan a hendazetîyê li wan hatîye barkirin.Piştî ezmûnên di bin sîwana dez-gehên wekî Europolê de di asta neteweyî de hatin kirin, metnên qanûnan modela nû ya sansurê mayînde dikin. Naverok û ma-neya qanûna almanî NetzDGê ya ku hezîrana 2017an ji bo şerê li dijî “dîskursa kîn û nifirînê” a li ser înternetê, lê herweha ji bo hev-tayên wê jî hat erêkirin, va ye wê ji alîyê Parlamena Fransî ve (Pêşnû-maqanûna “li dijî naverokên kîn-dar li ser înternetê”) bê qebûl kirin û wekî din birêkûpêkkirina ewropî a li ser şerê li dijî propagandaya te-rorîst li Brukselê di pêvajoya qe-bûlkirinê de ye.Di nameyeke hevpar a ji Komîs-yona Ewropî re, nîsana 2018an, şandî de, wezirên karên hundir ên alman û fransî bêyî ku bixemilî-nin behsa armanca van metnan dikin: giştîkirina li tevahîya Webê ya amûrên sansurê yên ku Goog-le yan jî Facebookê bipêşxistî. (4) Ew herweha rave dikin ku “mezin-kirina terorîzmê” –fikreke dikare bê berfirehkirin ya ku bi awayekî bi rêk û pêk ji bo nexuyayîkirina fikrên muxalif tê bikaranîn– tenê gava pêşî ye. Di dawîyê de ew weha dinivîsin: “Ew ê guncaw be ku qaîdeyên bên dîyarkirin, bên berfirehkirin ji bo naverokên bi xisleta pornografîya zarokan û yên elaqedarî dîskursa kînê (bang û teşwîqkirina ji bo cudakerîyê û kîna nijadî, destdirêjîya li dijî rû-meta mirovî).” Dawîya qanûna 1881ê û parastina azadîya îfadeki-rinê ya hiqûqî. Rejîmeke sansurê ya derveyî hiqûqê, bi piranî arizî-kirî û her diçe bêhtir xweberkirî li ser rêya zexmbûnê ye.

* Lêkolîner, endamê Quadrature du Net. Ev gotar ji vê berhema wî hatîye adaptekirin: L’Utopie déchue. Une con-tre-histoire d’Internet, XVe-XXIe siècle (Utopyaya têkçûyî. Dijdîrokeke înter-netê, sedsala 15an heta sedsala 21ê), Fayard, Parîs, 2019.

(1) Bixwîne, Shoshana Zuboff, “Un capitalisme de surveillance (Kapîtalîzmeke kontrolkirinê)”, Le Monde diplomatique, çileya paşîyê 2019.

(2) Bixwîne, Dan Schiller, “Qui gouvernera Internet? (Kî wê înternetê bi rê ve bibe?)”, Le Monde diplomatique, sibat 2013.

(3) Binihêre, raporên “Transparence des informations (Şefafîya agahîyan)”, Google, https://transparencyreport.google.com, û “Government Requests for User Data (Dozên hikûmetê ji bo daneyên bikarhêneran)”, Facebook Transparency, https://transparency.facebook.com

(4) Joe McNamee, “Leak  : France and Germany demand more censorship from Internet companies (Pişkinandî: Fransa û Elmanya ji şirketên înternetê doza bêhtir sansurê dikin)”, European Digital Rights, 7ê hezîrana 2018an, https://edri.org

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Page 18: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

18 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Bi awayekî darîçav ji ber seferberîya li dijî reform û çaksazîya teqawîtbûnê metelmayî, ev Partîya

Komarxwazan a hilbijartî ji nava kezebê qîrînekê ji xwe dide der: “Gelo haya we ji we heye: Heger em di Komara 4ê de bûna, hikûmet dê ji mêj ve biketa”. (1) Û tevî vê zilam serokkomar Emmanuel Macron rexne dike, ji ber ku pesnê “îstîqrara” sazîyên fransî dide. Ji dema destpêkirina tevgera Êlegzeran, Élysée [qesra serokkomar] û Matignon (qesra serokwezîr) wekî ku kelehên dorlêgirtî yên xelk êrişê dibe ser wan bin, bi ser girseya xwepêşandêran de wî rûnê sorkirî yanî zexta polîsan, dirijînin; mirov ê hewl bidaya weha li Elysée û Matignanê vegerîne û bibêje “Yên ji we bi îstîqrartir tune ne”.

Tevî ku her tişt nîşan dide ku pi-ranîya hilbijêran reforma teqawît-bûnê red dikin -grevên hejmara wan gelek û demdirêj, xwepêşan-danên li ser hev li seranserê Fran-sayê, kaseyên grevê xweş têr in-, di destûra bingehîn de tiştekî li pêşîya wê bibe asteng nîne. Serokê dewletê û hikûmeta wî xwedî ce-bilxaneyeke mezin a hiqûqî ne, ji xala 49-3yê em dest pê bikin ku

destûrê dide wan, mixalefetên gel çi qasî mezin bin jî ew xwe li wan kerr û kor bikin. (2) Û ew dikarin vê bikin tevî ku rewabûna wan a bi hilbijartinê jî li hemanekê ye: Macron di dewra yekê ya hilbijar-tinên serokkomarîyê de dengê 17 ji sedê hilbijêrên qeydkirî wergirt û di dewra diduyê de jî tenê 47 ji sedê van dengan wergirt; gava ku em li ber Jacques Chirac bigirin, wî di dewra diduyê de 62 ji sedê dengan wergirt, di rewşekê de ku dişibîya vê ya hatina hemberhev a bi rastgirîya tundrew re; cara yekê bû ku Meclîsa Neteweyî ya Fran-sayê bi destê hindikahîyeke hilbi-jêran hat hilbijartin, di hilbijar-tinên giştî yên hezîrana 2017an de rêjeya neçûna ser sindoqan gihîşte asteke rekorê ya % 57,36. Tevgera “La République en marche” di bin van şert û mercan de bû desthilat û ew jî xwe vedişêre li pey “we-kaleta” hilbijêran dayî, wekaleta ku mijara şiroveyan ên nexasim jî li ser teqawîtbûnê. Wekî ku ev wekalet li ser kaxezeke spî hatibe mohrkirin û destûra her tiştî bide.

Nivîskarên Destûra Bingehîn a 1958an ji ber bêîstîqrarîya pir zêde ya Komara 4ê trawmatîze bûbûn û wan xwestibû îstîqrareke mutleq bidin sazî û dezgehên dewletê, vê

jî kir ku bi fermana hişk a François Mitterand navê “darbeya daîmî” heq kiribe. (3) Dîrokzan Mathias Bernard bi îhtîmam gotara serdest weha bi xwe îfade dikir: “Ji dawîya sedsala 19an ve (...) jîyana sîyasî hê îstîqrareke wiha nedîtibû.” (4)

Rêveberîya sîyasî li ser piranîya parlamenter, serwer bû bi wê yekê ku serokwezîrê hingê Lionel Jospin sala 2001ê biryar da, teqwîma hilbijartinan serûbinî hev bike: Ji hingê ve, hilbijartina serokkomar bi awayekî sîstematîk berîya hilbijartinên parlamenê ye, parlamenter erka xwe ya nûnerîyê bi qasî ku ji hilbijêran digirin, ewqasî jî û belkî bêhtir ji serwerîya Elysée digirin. Gava li ser meseleya ji refên partîya wê veqetînan (ji 2017an ve duwanzdeh kes), parlamentera La République en marche ji devera Yvelinesê, Aurore Bergé bi safdilî di dema civîneke çapemenîyê de 29ê çileya paşî ya 2020î de çarşemê li vê yekê mikur hat. Wê behsa mixalifîya hikûmetê ya Cédric Villani kir, tevî ku Macron ew ji bo ku li ser rîya rast bimîne hişyar jî kiribû, wê bi dengê bilind got: “Serokkomar destûra wî da bibe parlameter, çawa ku wî kir ku ez û parlamenterên piranîyê hemû bibin parlamenter”.

(5) Di vê versîyonê de parlamenter vediguherin nûnerên serokê dewletê li cem hevwelatîyên xwe, gava vê dikin jî ji bîr dikin ku divê ew berîya her tiştî bibin berdevkên hilbijêrên xwe.

Pêdivîya demokratîk a bizorê

Di bin banê keftûlefta parlamenterî de hikûmet dikare bi fermana yekane otorîteya heyî bêyî ku biricife “reformê bike”: Ev otorîte jî serokkomarî ye ku ji bo pênc salan dest pê nabe. Tu rîska ku yek ji projeyên Macron bê sûcdarkirin yan jî li senatoyê bê vetokirin tune. Herçî referandûm e, ew înîsîyatîfek e ku wisa tê qebûlkirin, îstîsnayeke pêkanîna wê zehmet be wekî wê ya ku li ser arizîkirina (prîvatîzasyon) balafirgehên Parîsê hatibû pêşnîyazkirin. Gava mirov li gunehbarîyên otorîtarîzmê yên li alîyê xwe zêde dibin (6) bifikire, serokê dewletê, ya rastî, teşxîsa jihevdeketineke demokrasîya fransî piştrast dikir. Wî 24.01.2020î bi awayekî ku bi zor hêrsa xwe veşêre, îdîa kir ku “Dîktatorîyek, rejîmek e ku tê de kesek yan jî klanek biryara qanûnan dide. Dîktatorîyek rejîmek e ku tê de rêveber naguherin, hîç naguherin”. (7) Dibe ku em karibin li ber

terîfa “dîktator” rabin, lê mirov tenê dikare vê tesbîtê bike ku Destûra Bingehîn ya heyî bi rastî jî destûrê dide ku “klan”ek “biryara qanûnan bide” bi wî rengî ku “li xisara” yên din (mixalif, hilbijêr, welatî) be. “Vegera ji nîzama hişk” a ku Mitterand di sala 1983an de bi binpêkirina angajmanên hilbijartinan a sala 1981ê biryara wê da, nîşaneke pêşîyê bû.

Ev mentiq rê li ber wê yekê nagire ku serokê dewletê îstîsnayî jî be li fikra welatîyan bipirse, tevî ku Destûra Bingehîn vê ferz nake. Lê belê ew bi awayekî hikimran li gorî nîyeta xwe ya baş, mînak, dikare banga referandûmekê bike û dîsa bi dilê xwe ye ka ew bi ya encamên vê referandûmê bike yan jî xwe ji wan bide alî: sala 1969an general De Gaulle piştî ku hilbijêran projeya herêmîkirinê red kir, îstîfa kiribû. Jacques Chirac bi xwe wekî wî nekir, gava sala 2005an di referandûma li ser Peymana Destûra Bingehîn a Ewropî de alîyê ‘na’yê bi ser ket, wê hingê sûc xiste stûyê serokwezîrê xwe Jean-Pierre Raffarin. Yê piştî wî hat Nicola Sarkozy bû, wî hê xirabtir kir: wî dengdan pûç kir gava ku wî red kir ji nû ve referandûmeke li ser peymaneke cêwî sala 2008an bike (Peymana Lîsbonê) çêbe; vê peymanê paralelîzma formên hiqûqî ferz dikir. Herçî reforma teqawîtbûnê ya sala 2010î ye, wî ew qasî da nav ku êdî ew bi temamî bû dijberê sozên xwe yên kampanyaya hilbijartinê.

Yanî berdêla “îstîqrarê” ji bo demokrasîya fransî gelekî giran e. Bawerîpênemana salên dawî ya Komara 4ê ya ku minaqeşeya li ser sazîyan di encama wê de da der, demeke dirêj destûr da ku tevahîya hizirînên li ser pêdivîya lezgîn a demokratîk bên astengkirin. Ji hingê ve “îstîqrar” wekî niviştekê

ÎSTÎQRARA SAZÎYAN RÊZGIRTINA Jİ YÊN DIN RE PIÇÛK DIBÎNE

Komara 5ê di komaya sîyasî de

André Bellon* û Anne-Cécile Robert__________

Ji xeynî destûra fransî ve ti destûrên din ên rojavayî desthilata takekesî ew hinde berfireh nake, ku tê de serokomar weke “qiralê komarî” ye. Tam di dema ku qaqebxwestinên bitevayî, him civatî, him tenduristî û him jî jeopolitique pir dibin de, gelo hîn maneyeke vê dîtina saziyî ku di nav agirê şerê Cezaîrê de û li ser xerabeyên Komara IVê ya bêîstiqrar li ser me hatiye ferzkirin heye?

Metİn Çelİk: Kaosa gerdûnî, 125 x 215 cm, T.Ü.Y.B_2017.jpg

Page 19: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 19

tê bikaranîn û ew hîyerarşîyan serûbinîhev dike, rewabûna ku xwe dispêre gel jî talî dike: ji bo desthilatê mohlet muhim e, ne ilehî piştgirîya welatîyan. Heger rejîmeke parlamenter di bin tesîra fikreke sabît a bi vî rengî de demokrasîyê ji eyarekî dixe eyarekî din, hingê konsantrasyona heyî ya hêzan di destê serokkomarîyê de bi rengekî ku di nava demokrasîya welatên rojavayî de mînaka wê nîne, dike ku jîyana sîyasî girêdayî kalîteyên şexsî yên kirêdarê Qesra Élysée be û ew jî dikare rewşa xwe bi kar bîne û xirab bi kar bîne bêyî ku hêzeke li hemberî wî hebe. Bi awayekî li jor dîyakirî, hilbijartinên serokkomarîyê ji bo hilbijêr vediguherin tivingeke yekderbî ya ku bi rêk û pêk li hedefa daxwazên xwe yên polîtîk naxe. Bi awayekî yekparçe, pratîka înstîtusyonel tevahîya minaqeşeyên dijber ditevizîne. Panzdeh kesayetan di 29.01.2020î de di forumekê de weha nivîsî: “Li wê devera ku ti tişta ji devê xelkê tê der, nayê bihîstin, demokrasî êdî nîne”. (8) Gava mirov vê bike, ma rewabûna desthilatê venamire? (9)

Loma, demokrasî bi sîyasetvanê Yûnanistana Kevin, Kleîsthenîs ê ji Atînayê derket meydanê da ku bersivê bide nakokîyên di nava seranserê civakê de dayî der û çareserîyekê bide wan ku encama pêvajoyekê be ku hemû pê razî bin. (10) Bi vî awayî ew hem amûreke şîyana adaptekirinê ye û hem jî gerîneke li îstîqrarê ye. Dîroka Fransayê di navbera du tiştan de diçe û tê; yek jê daxwaza lîderekî dilê mirov rehet û aram bike, yê ku her minaqeşe û liberrabûnê red dike yên wekî Napoléonê Sisîyê yê ku bi awayekî fizîkî dijberên darbeya eskerî ya 1851ê ji holê rakirin û ya din jî nûnerîya sîyasî ya alîyên arîşeyê ye, ya ku destûra beridînên pêwîst dide, wekî wê serdema dawîya sedsala 19an, ya ku serdema me tîne bîra mirovan. Piştî hilweşîna Împeretorîya Duyê, komkujîya Komuna Parîsê û demeke kurt a desthilata Adolphe Thiers, serokkomar Patrice de Mac-Mahon (ji 1873yan heta 1879an) hewl da rejîmeke bêhna monarşîyê jê dihat rewa û biîstîqrar bike. Du hilbijartinên parlamenê û senatoyê li pey hev a ku di wan de komarxwaz bi ser ketin, kirin ku ew îstîfa bike û Komara 3yê bê bicihkirin. Banga navberê ya navdar a parlamenter Léon Gambetta li Mac-Mahon 15ê tebaxa 1877an kirî ya ku îro wê wekî bêîstîqrarker bihata dîtin, weha ye: “Gava milet xwe îfade kir, ma ne, yan mirov wê serê xwe li ber bitewîne yan jî îstîfa bike”? Heger hingê meclîsa nûneran û piştre senato dikarî li dijî daxwaza serokkomar bê hilbijartin, sedema vê bi temamî ew bû ku her du rewabûn girêdayî hev nebûn. Esas, pirs roja îro li ser rola demokrasîyê di avakirina peymana civakî de ye.

Herçî îstîqrara sîyasî ye ku stûna navmala her kesê ji her guhertinê kezebqetandî ye, berdêla wê, piranîya caran bêîstîqrarîya civakî ye. Helbet em dikarin fena serokwezîr Jean-Pierre Raffarin,

bibêjin, “Yê ku bi rê ve dibe ne tekel in” û “Sîyaset jixwe ji bo wê hatibû vedîtin da ku bikeve şûna şidetê”. (11) Lê belê ya ku berîya bêhtirî bi 2000 salan Kleîsthenîs vedîtî da ku bikeve şûna şidetê, ne sîyaset bi giştî bû, lê belê demokrasî bû. Û di vê demê de ku tansîyona civakî dijwar dibe (xwepêşandanên pircarî û mezin, grevên li pey hev û wekî din) gava mirov mafê hilbijartinê yê giştî bi cih tîne, divê ev ji bo çareserkirina arîşeyan bûya û ne ji bo fermanên serokkomarîyê? Esas, têkilîya hêzan a îdeolojîk û têkoşînên gel divê karibin xwe di nava sazîyan de îfade bikin da ku pêşî lê bê girtin ku ew xwe bi şêwazên din bidin der. Bi awayekî gelekî mentiqî, beramberî xitimîna sazîyan di wextekê de ku newekhevîya aborî û civakî gelekî zêde dibe, îro roj, awayên şidetê bi pêş dikevin; sembola wan di nava şidetên li malên parlamenterên alîyê piranîyê di havîna 2019an û zivistana 2019-2020î de ye.

Xwepêşandêran gîyotînên ji kartonan jî çêkirin. Ji serokê senatoyê Gérard Larcher, heta bi wezîrê berê yê edaletê Robert Badinter, lîderên sereke yên sîyasî banga sikûnetê dikin. Lê belê ji bo ku mirov karibe bawerîyê bi wan bîne, divê rûreşkirina şideta hevnegirtî, şideta civakî ya li xelkê dibe û bersiva zêde xedar a polîs dide xwepêşandaran jî li ber çavan bigire. Gelo ew dikare riza û rêza parlamenteran bigire, bêyî ku ya hilbijêran bigire? Gava parlamenê Peymana Lîsbonê erê kir, vê birîneke îro jî nekewîyayî çêkir. Ev yek helbet populerbûna wê referandûmê rave dike, ya ku înîsîyatîfa welatîyan e ku gelek komele û xwepêşandêr ji destpêka tevgera Êlegzeran ve xwedî lê derdikevin.

Bêguman, avahîya sazîyan her tiştî rave nake. Mamosteyê li Collège de France, Alain Supiot îsbat kir ka çawa bi nîşandana globalîzmê wekî bûyereke xwezayî û ne wekî tiştekî bi destê mirov çêkirî yê ku mirov dikare bixe berlêpirsînê, hêzên sereke yên sîyasî yên li welatên rojavayî minaqeşeya raya giştî pûç kir. Lê belê sazîyên fransî dikarin beramberî bûyeran yan jî faktoreke giranker a şaşîyên giştî, bibin astengek.

Gel, têgeha kêmdîtî

Zîyandarîya Destûra Bingehîn a heyî di nava rojê de jî dibiriqe, pê re nemana bawerîya bi alîyê sîyasî yê li çepê hikûmetê, bi sergêjîya îdeolojîk ya encama jiholêrabûna Yekîtîya Sovyetê û bi kemberên peymanên ewropî ferz dikin, deh caran li berê zêdetir dike. Ji dema hilweşîna Dîwarê Berlînê û vir ve, globalîzm wekî pisûleya îdeolojîk bi kêrî birêveberên welatên rojavayî tê. Sazîyan ji ber vê di navbera welatîyan û nûneran de xendek kolan. (12) Nexwe, ev ne tesaduf e ku mirov niha dibîne ka çawa îdeolojîya fermî konsepta milet bi xwe jî piçûk dibîne (13) gava ku ev milet dijber dîyar dibe wekî standardeke di

xwepêşandanên her zêde dibin li Fransayê de. Ha ev îxtîlaf û dubendî ye ku zemînê hevoka navdar a Jean-Claude Junker ê hingê serokê Komîsyona Ewropî bû, çêdike: “Li hemberî peymanên hatine erêkirin, demokrasî nîne” Nexwe em nav û nîşanên Brexitê çawa hildin?

Gava mirov li şûna ku “Îstîqrarê” bi destê hilbijêran bike mijareke sîyasî, sazî û dezgehên heyî, wê tenê ji însafa serokê dewletê re dihêlin, ev jî Fransayê dixe nav komayeke sîyasî ya kûr; ev yek jî destûrê dide birêveberan ku xwe li tevahîya mixalefet û îtîrazan kerr bikin. Nakokîya mirov ne li bendê: Tevî ku di hişê afirînerên Komara 5ê de vê komarê divîya tevahîya hêza Fransayê bidayê da ku li ber meseleyên navneteweyî yên hingê bisekine, ew îro serîtewandina dewletê li ber tevahîya fermanên globalbûna malî yan jî yên Brukselête teşwîq dike. Beramberî jeopolîtîkeke ji cihê xwe dilive, Destûra Bingehîn a fransî xisleta xwe nîşan dide: Hema hema nemimkinbûna dana erdê ya hikûmetê yan jî guhertina piranîya heyî di dema wekaleta di

hilbijartinê de.

Şik û guman jê nîne, guhertineke sazî û dezgehan wê bi derbekê wekî ku bi sêhrê çêbe, jîyaneke demokratîktir a çêtir li gorî pêdivîyên xelkê û berjewendîyên welêt neafirîne. Heke xwe nesipêre jinûveavakirina miletê komarxwaz, yanî heke welatî ji nû ve tişta giştî ya dewletê nekin a xwe, tu maneya wê dê nebe. Gava têkilîyên hêzan hatin avakirin, tevgera civakî divê wekî timî, bike ku hiqûq bi pêş bikeve. Ev maneya daxwazên bi hezaran xwepêşandêr û milîtanan e yên ku doza sazîyên nû dikin (14). Einstein gotibû, “Em nikarin pirsgirêkekê bi heman awayê fikrê yê ku ew pirsgirêk afirandîye, çareser bikin.”

*Serokê Komeleya ji bo Destûreke Avaker

(1) Hevpeyvîna ne fermî ya bi nivîskaran re.

(2) Binihêre, Bastien François, Le Régime politique de la Ve République (Rejîma sîyasî ya Komara 5ê), La Découverte, Parîs, 2010 (Çapa 1ê 1998).

(3) Plon, 1964.

(4) Mathias Bernard, Histoire politique de la

Metİn Çelİk: Kaosa gerdûnî, Komira li ser kaxezê, 29 x 21 cm, 2017

Ve République (Dîroka sîyasî ya Komara 5ê), Armand Colin, Parîs, 2008.

(5) Meclîsa Neteweyî, civîna çapemenîyê, çarşem 29.01.2020

(6) Bixwîne, Mathieu Chaigne, “Le moment autoritaire d’Emmanuel Macron? (Kêlîya otorîter a Emmanuel Macron?)”, Figarovox, 10.01.2020, lefigaro.fr

(7) Radio J, 24.01.2020

(8) “Non, monsieur Macron, nous ne sommes plus en démocratie  (Nexêr, Macronê ezîz, em êdî ne di demokrasîyê de ne), L’Humanité, çarşem 29.01.2020

(9) Bixwîne, “Bonapartisme ou Constituante (Bonapartîzm yan Destûra avaker)”, Le Monde diplomatique, nîsan 2014.

(10) Bixwîne, “Pas de démocratie sans conflit (Bê arîşe demokrasî nabe)”, Le Monde diplomatique, hezîran 2009.

(11) Tweeta 26ê Tîrmeha 2019an.

(12)Binihêre li, Alain Supiot, L’esprit de Philadelphie, La justice sociale face au marché total (Zihnîyeta Fîladelfîya, Edaleta civakî beramberî bazara giştî), Seuil, Parîs, 2010.

(13) Bixwîne “Peu(ple) leur chaut! (kêm(xelk) wan rehet bernade!”, Le Monde diplomatique, Çirîya Paşîn 2003.

(14) Lire Martin Cadoret, “Ces mouvements citoyens qui veulent renouveler la démocratie  (Ev tevgerên welatîyan yên ku dixwazin demokrasîyê nû bikin)”, Reporterre, 9ê Adara 2017an, reporterre.net

Wergera ji Fransî: Feryal Guladawîya

Page 20: Ji Recep Maraşlı gotara bi sernivîsa; ''Nasîna Jenosîda Ermenîyan … · 2020. 4. 9. · hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020). COVID-19 wekî

Web: www.diplo-kurdi.comE-Mail: [email protected]

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi diplo_kurdi

20 NÎSAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nav e r o kNÎSAN 2020

MONDELE

kurdîdiplomatiquediplomatique

Ji niha veSerge Halımı R. 1

Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand Prof. Dr. Dr. Jan İlhan Kızılhan R. 1

Gotinên ŞopewerDoss Challendes R. 3

Wênesazê vê hejmarêMetİn Çelİk R. 1

Cazîbeya jênef ilitînêThéo Bourgeron R. 4

Jı Felsefeyê Redkirina SartreAnne Mathieu R. 6

Stefan Zweig an jî sawa polîtîkayêAntony Burlaud R. 7

Têkilîyên ecêb ên germano-îsraîlîDaniel Marvecki R. 8

Li Buchenwaldê, antîfaşîstan şerê bîranînê wenda kir !Sonia Combe R. 10

Pîverên deverên dinHubert Prolangeau R. 11

Nasîna Jenosîda Ermenîyan a 1915an tê çi wateyê?Recep Maraşlı R. 12

Xeyaletên ZindîArnaud de Montjoye R. 13

Li Filipînan, siberoj ji dewleta îslamî re dibişireAntoine Hasday û Nicolas Quénel R. 14

Li Filipînê xweseriya xapînokPhilippe Revelli R. 15

Du rûyên sansurêFélix Tréguer R. 16

Îcadkirina PirsgirêkanOlivier NeveuxR. 17

Komara 5ê di komaya sîyasî de André Bellon û Anne-Cécile Robert R. 18

Ruhê rexnegir û lîstika kompûterêVincent de Maupéou R. 20

Metİn Çelİk: Şermol, Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 180 x 120 cm, 2011

Cıvak

Ruhê rexnegir û lîstika komputerê

Vincent de Maupéou__________

Ji bo ku mirov bibe çerxeke makîneya kapîtalîst, bilîzin: Afirînerên lîstika Mosaic bi vî rengî wê didin nasîn.

(1) Lîstikvan xebatkarekî ofîsê yê di depresyonê de bi gewde dike, tenêtî û talîmatên ji hev qut nabin ên karkirin û berxwarinê wî diperçiqînin. Her roj heman sehne: westan, saeta hişyarker, gefên cezakirinê yên karbidestan, fatûreyên mirov newêre zerfa wan veke, cîranên xemsar. Her roj di warê estetîkê de bi dilê xwe neşexsî, danezanên mirovan kerr dikin, êrişkarîya dîtbarî ya reklamê, acizîya ji ber pircarîbûna wezîfeyan û peyamên karbidest ên ewçend nazikane “şîrketwarî”: “Em dostane bi bîra we dixin ku pênc derengmayînên din wê bibin sedema betalkirina tavilê ya peymana we ya kar.”

Piştî ku qismekî lîstikê bi naskirina vê gerdûnê derbas dibe, lîstikvan dê bi tercîhan re were rûbirûkirin. Ew ê yan xwe bi ava karkeran berde bi rîtma wan biçe, yan jî ew ê wekî mînak bisekine da ku guh bide muzîkjenekî li ser rê, pê re jî xwe bide ber wê rîska derengmanê – gaveke ber bi rexekî ve, destpêkeke gumanbirinekê... Mosaic dûrî lîs-tikên aksîyonê ye, ji efektên muhte-şem bêpar e, ew xelkê vedixwîne da ku bibin mêvanê şiroveyeke sîyasî ya dinyaya raberkirî.

Li gorî doçentê Lêkolînên Sînematografîyê û Dengûdîmen li Zanîngeha Parîs 3yê, Alexis Blanchet ev bizavek e “ku di salên 2000î de bi pêş ket bi gihîştina hev a çêkerên [lîstikan] ên serbixwe û polîtîzebûyî yên wekî Molleindustria û kolektîfeke lêkolînerên pêşî yên game studies yên ku vîzyoneke li derveyî pîşesazîyê ya medyayê diparêzin.” (2) Ev lêkolînerên zanistên civakî, yên ku şifreyên çerx û strukturên vegotinê ji hev derdixin, carinan bi xwe jî çêkerên lîstikan in, wekî Gonzalo Frasca tevî September 12th (Newsgaming, 2010), li ser şerê duyê yê li Iraqê.

Molleindustria yek ji pêşengan bû. Ev studyoya çêkerên lîstikan ên ji Mîlanoyê, di sala 2003yan de hat damezrandin, bi awayekî zelal projeyeke jinûvekirina malê xwe ya lîstikên kompûterê bû û bangeke radîkalkirina çanda populer îfade dikir. Bi rêya guherandina berê vê tişta dawî û aktualîteyê, Molleindustria xwegihandineke serbest û belaş a lîstikan pêşkêş dike. Mijarên wan di nav gelekan de xwe digihînin cihana kar – nabe ku em behsa Everyday the

same dream a Mosaic nekin (3) –, şertûmercên hilberînê yên şirketên pirneteweyî, skandalên dermansazîyê, destavêtina zarokan li dêran û herwekî din. Lîstik vediguhere amûreke rexnekirinê.

Çapemenîya li ser mijarê pispor xwe jê dûr digire: Li ser malpera rexneyê ya ku referans e, Gamecult.com nota dayî Mosaicê 3/10, û hîna girseya mezin kêm pê hesîyaye. Lê belê, çawa ku Alexis Blanchet bi grîngî îşaret pê dike, hilberînên mezin dikarin bikin ku mirov xwendineke sîyasî bike. “Lîstikeke holên lîstikê yeke wekî Paperboy [ew belavkerekî rojnameyan ên bi bisiklêt datîne ser sehnê yê ku hewl dide ji astengîyan û dijûnên mişterîyan xwe bide alî] dikare wekî rexneyeke pîşeyên piçûk ên di bin şertûmercên pir giran de bê analîzkirin.”

Ji roja damezrandina xwe û vir ve ku salek di ser re bihurî, yek ji kovarên giştî L’1nterview bala xwe gelekî dide ser vê mijarê (4). Di hejmara xwe ya yekê ya derveyî rêzê

de ew pirsan li ser motîvasyonên wan ji 111 çêkerên lîstikan dike. Damezrênerê Molleindustria Paolo Pedercini dibêje, ew “lîstikên kompûterê çêdike, ji ber ku li ser vê medyayê li gorî hemû meydanên şerî yên çandî, li dijî dîskursa kapîtalîst ti carî kesî nav di xwe nedaye (...)”. Ew vê îdîayê jî dike: “Nabe ku em bihêlin [ew] bibin amûrên besît ên desthilatê. Me gelekî behsa Phone Story (5) kir ji ber ku Appleê ew sansur kir”. Vê jî “kir ku li ser şertûmercên kar ên li pişt hilberîna telefonên destan ên biaqil minaqeşeyek dest pê bike”. Lîstika kompûterê – ku piranîyeke mezin a kesên pê dilîzin ji bilî anîna kêfa xwe, tu daxwazeke wan a din bi piranî nîne - çawa ku Pedercini bi kurtî dibêje, nexwe dikare bibe “awayê populertir û bêhtir mirov karibe xwe bigihînîyê yê hizirîna li ser sîsteman”. Malpera wî îro pêşnîyaz dike ku mirov bi lîstikê “bibe serokê pêşî yê sosyalîst ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê”.

(1) Mosaic, Krillbite Studio (çêker), Raw Fury (edîtor), 2019, bi 20 euroyan ji bo kompûterên şexsî (PC).

(2) Binihêre li, Philippe Blanchet, Les jeux vidéo au cinéma (Lîstikên kompûterê li sînemayê), Armand Colin, Parîs, 2012.

(3) Everyday the same dream (Her roj eynî xewn), Molleindustria, 2009, belaş (Licence Creative Commons).

(4) “Pourquoi faites-vous des jeux vidéo (Hûn çima lîstikên kompûterê çêdikin)”, L’1nterview, Derveyî Rêze Hejmar 1, Kanûna 2019ê, La Plaine Saint-Denis, 8,50 euro.

(5) Phone story, Molleindustria, 2011, belaş (Licence Creative Commons).

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê