destwerdana turkiya ya hêsanî, û agerên dehatî · bi giştî; diyare ku rêberiya turkiya yê,...

12
26 Rezber 2016 Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî Yekînya vekolînên siyasî

Upload: others

Post on 09-Aug-2020

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

26 Rezber 2016

Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî

Yekînya vekolînên siyasî

Page 2: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî
Page 3: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.

Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.

Navenda Heremonbo Vekolînên Hemdem

Page 4: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

1

Naverok Pêşgotina ..................................................................................................................................................... 2

Yekemîn: Derperîna Destwerdanê ........................................................................................................ 2

Duwemîn: Armancên aşker û yên Veşartî ............................................................................................ 2

Siyemîn: Demjimêr .................................................................................................................................... 3

Çaremîn: Bertekên Welatên Zilhêz ........................................................................................................ 4

Pêncemîn: Bertekên Navxoyî û Herêmî ............................................................................................... 5

Şeşemîn: Senaryoyên ................................................................................................................................ 5

Dawî: Helwêstên Pêwist .......................................................................................................................... 6

Page 5: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

2

Pêşgotina Artêşa Turkiya yê digel giropên " opezisiyona Sûriya yê" derbasî xaka Sûriya yê bûn û çend

serkeftinên hêsanî bi dest xistin, lê bi sedema ew hijmara mezin jya hêz û aliyên ku tevlî Sûriya

bûne, dê encamên dûr ne hêsanî bin û dê çendîn ager li hember hebin.

Yekemîn: Derperîna Destwerdanê Di dawiya Gelewêj/ Tebaxa rabhûrî de, bi sedema çend rokêtan ku ji aliyên Sûriya yê ve hatin

berdan bi ser gundên Turkiya yê, topên artêşa Turkiya yê derdorên bajrarê Jerabulsê topbaran

kirin, ku wek navnedek giring e ji çekdarên "Rêkxirawa Dewleta Îsalmî/ Daişê" re ye, û digel

giropên çekdarî yên " Artêşa Sûriya yê ya Azad" derbasî xaka Sûriya yê bûn, û di 24

demjimêran de kontrola bajar kirin û çekdarên " Dewleta Îslamî/ Daiş" derkirin, û di tenişt

giropên " opezisiyoan Sûriya yê" baregehên xwe drust kirin, daku xelekek nû di şanoya şerê

Sûriya yê de despê bike.

Duwemîn: Armancên aşker û yên Veşartî Aramancên aşkere yên Turkiya yê di destwerdana çekdarî de bo Sûriya yê, derxistina "

Dewleta Îslamî/ Daiş" ji bajarokê Jerabulsê, yê sinordar pê re, ku wek navendek giring ji

teroristan ye", û wek dergehekî ji qaçaxî, bazirganî û derbasbûna çekdarên biyanî bo Sûriya yê

bo, her wiha daku barekî giran ji astoyê " opezisiyona Sûriya yê" rake, ku wê şer dijî Daişî dikir

pitir ji şer dijî Rejîmê.

Lê di armancên xwe yên veşartî de, û yê herî giring ji Turkiya yê re, ku hatin aşkerkirin paş

destwerdana wê, şer dijî daxwazên ew giropên kurdî yên sûriya yî, ku li dijî Enqere yê xebat

dikin, û pirojeyên wan di damezrandina de Fediralizmê yan rêveberiya Xwesrî qedexe bike,

ku bi navê " Rojavayê Kurdistan" yan jî " Fediralizma Roj Ava", û hêviyan wan sînordar bike,

ku dê bandora xwe hebe li ser ewlehiya Turkiya yê.

Page 6: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

3

Ji bilî van herdû armancan, armancek din heye, ku Turkiya ji pêngava xwe dixwazê "Herêmek

Tampon" seranserê sînorê xwe digel Sûriya yê de ava bike, daku bibe wek bingeh ji

opersiyonên opezisiyona Sûriya yê, her wiha penaberên Sûriya yê li wir neştcê bike.

Li ser astê Stratîjî, Turkiya yê bi destwerdana xwe de, xwe wek aliyekî giring di şerê Sûriya yê

de diyar kir, digel Rûsiya û Amerîka û Îranê de.

Siyemîn: Demjimêr Derbasbûna Turkiya yê ya çekdarî li Sûriya yê hat paş ku digel Rûsiya yê li hevhat, û rêkeftin

hat li darxistin, daku şer di navbera artêşa Turkiya yê û hêzên Rûsiya yê rû nede.

Her wiha ev derbasbûn hat paş asayîkirina peywendiyan di navbera Turkiya û Îsraîlê de, û

digel hevkariyê di navbera Îran- Turkiya yê de derbarê sînordarkirina hêzên Kurdî li Sûriya yê,

deku pirojeyên Fedirlaizmê neveguhezin nav Kurdên Îranê jî.

Her wiha opersiyona " Mertala Ferat/ Dirî Alfurat" hat di dema girjeya peywendiyên Turkiya

û Amerîka yê de, paş kodetaya şikestî, ku Turkiya yê ku wê Waşintonê tometbar kir di rûdana

wê de, her wiha ne razîbûna xwe derbirî derbarê piştgîriya Waşintonê ji " PYD" re ku ew şaxê

PKK ye, ku Turkiya wê bi terrorist nav dike.

Cihê amaje pêdanî ye, ku pêngava Turkiya yê hat paş Kodetya Şikestî ya dijî Erdoxan, ku bû

sedema çendîn guherîn di serkirdatiya artêşa Turkiya yê de, di nav wan de çendîn fermandar

û serbazên pile bilind, û destwerdan hat wek derfetekê bo bîranîna hêza artêşa Turkiya yê.

Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî

li bakûrê Sûriya yê biguhere, li xale herî giring di pêngava Turkiya yê de, ragihandina " hêzên

Sûriya ya dîmokratîk/ QSD" ya girêdayî bi "PYD" ve, şaxê PKK yê, ku ew dixwazin Jerabulsê

kontrol bike paş kontrola wan ji bajarê Minbicê re ya ku di keve nav ew devere ku Turkiya

destnîşan kiriye wek herêma Sor ku qedexe hêzên kurdî derbas nav bibin, û birastî pêngava

Turkiya yê ew armanc bi cihanî û gef li "PYD" kir daku hêzên xwe ji deverê vekişane.

Page 7: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

4

Çaremîn: Bertekên Welatên Zilhêz Çavdêran bertekên navdewletî pêşniyar ne dikirin, Her wiha bertekên Îranê jî, lê belê bertekên

opezisiyona Sûriya yê û Rejîmê û Kurdan di çarçoveya texmînkirinê de bûn.

Ya herî balkêş, Rûsiya ne rêgir bû li hember derbasbûna Turkiya yê, û hewl nedan ku li hember

Turkiya yê rawesta di topberdanên wê li dijî kurdan – hevbendiyên wê yên demekî- ku Rûsiya

yê kurd bi tena xwe li hember Turkiya yê hiştin, lê çend çavdêran dîtin, ku ew yek bo kurdan

fêrkirine, ku ew " serxweve çûne" û, û wek bîranînê ji kurdan re, ku delwtên zilhêz wan

bikartênin bo şerê dijî " Dewleta Îsalmî/ Daişî" ne ji bo cîbecîkirina daxwazên kurdan.

Rûsiya yê di riya wezareta Derve de biyannameyek siyasî ragihand, ku ew Turkiya yê tawan

bar nekin û ew karên wê şermezarneke, lê Moskoyê amaja kir " dilgiraniyek kûr heye" derbarê

ew guhertinên ku li ser sînorê Turkiy- Sûriya yê rû didin, her wiha derbirî ku " ew dil xeme li

ser hijamra qurbaniyan ku di opersiyonan de hatin kuştin", û ji " gurbûna kirîza netweyî di

navbera kurd û ereban de", û derbarê sadebûna biyannamê berpirsên Rûsiya yê gotin " ew ne

gotinek nerme" lê belê " têgihiştinek kûr" ji rewşa deverê û Sûriya yê re ye.

Helwêsta Amerîka yê balkêşe bû, wek tê zanîn ew piştgîriya hêzên kurdî dike, lê bi deng

rawesta li hember topberdana artêşa Turkiya yê li ser baregehên hêzên kurdî, ku pêşniyar tên

kirin ku rêkeftinek di navbera Turkiya û Amerîka de heye derbarê vê mijarê.

Be pêçewanî, Amerîka ragihand ku ew piştgîriya Turkiya yê dike, digel ragihandina Joe

Bayden, cîgirê serokê Amerîka di dema serdana xwe de bo Enqerayê, ku daxwaz ji hêzên kurdî

kir, ew bo rojhilatê Furat paşde vegerin, û got " dibe ew hêz bo rojhilatê çemê Ferat veguhezin",

û diyar kir " ew nikarin kontrola xwe belav bikin be bê piştgîriya Amerîka", paş re, çendîn

ragihandin ji aliyê berpirsên artêşa Amerîka ve derketin li ser pêwistiya vekişandina wan

hêzan û dûrketina ji opersiyonên Turkiya yê li deverê.

Diyare ku helwêsta Amerîka ji aliyê kurdan ve nehatî ye guhertin, lê ew helwêst tekez dike ku

ew çend piştgîriya wan dike, ew çend li hember pirojeyên wan raweste, nimaza baliyozê berê

yê Amerîka li Şamê got ku Amerîka piştgîriya kurdan ya çekdarî dike bo şer dijî " Dewleta

Îslamî/Daiş" lê ew siyasî piştgîriya wan nake.

Page 8: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

5

Pêncemîn: Bertekên Navxoyî û Herêmî Ji aliyê xwe ve, Îran nermtir bû ji Rûsiya yê, ku berdevkê wezareta derve ya Îranê xwe ji

şermezarkirina derbasbûna Turkiya yê bo Sûriya yê dûr kir, lê daxwaz ji Turkiya yê kir "

rêkeftin digel dewleta Sûriya yê de bike" û diyare bû ku encamên zincire hevdîtin Îran- Turkiya

yê, civînên Mihemed Cewad Zerîf û Şawîş Oxlo, bi berhem hat, nimaza ku Îran, Turkiya, Îraq

û Sûriya yê li dijî hebûna herêmek yan dewletk kurdî ne.

Turkiya yê berî despêkirina opersiyonê de, vexwendinek bo Mesûd Berzanî, Serokê Herêma

Kurdistana Îraqê, şand, ku di çaxê despêkirina derbasbûna Artêşa Turkiya yê nav xaka Sûriya

yê, Turkiya yê pêşwazî li Berzanî dikir, daku nîşan bide Kurdan û Cîhanê ku destwerdana bo

Jerabulsê ne dijî kurdan e, be pêçewaniya ragihandina Salih Muslim serokê "PYD" ku got û ew

wek dagîrker wesif da, her wiha ew serdan wek nameyekê ji Beraznî bû Muslim, ku dibêje

kurdên Îraqê ne razî ne li ser kar û pirojeyên kurdên Sûriya yê, û birîna peywendiyan di

navbera wan de ne di berjewendiya kurdên Sûriya yê de ye.

Rejîma Sûriya yê ji aliyê xwe ve, çi tundî li hember derbasbûna Turkiya yê bo bakurê Sûriya yê

diyar nekir, û daxwaza " Rêkeftinê" digel de kir, wek nameyan belkî Turkiya helwêsta xwe

biguhere ji rejîma Sûriya yê, yaku pêş opersiyonê bi çend rojan nameyên din bo Turkiya

rêkirin, dema rejîmê li dijî hêzên kurdî şer û pevçûn li Hesekê rû dan.

Opezisiyona Sûriya yê pêşwazî li ser pêngava Turkiya yê kir, ku hêzên Kurdî sinordarkirin,

herwiha qedirû qîmet bo "Artêşa Azad" vegerand, li ser şiyanên wan û rêxistina wan û rola

wan di parastin û kontrolkirina herêmên azadkirî ji Daişê. Her wiha mijara Devera Tompan

vegerand rojevê.

Hêzên kurdî yên Sûrî bi giştî li dijî derbasbûna Turkiya yê bûn, û siysetmedaran agehdarî dan

ku karên Turkiya yê ne bo aliyekî kurdî yan bo doza kurdî ye lê ew dikeve derbarê rola Turkiya

yê li deverê û "xwenyên" Erdoxan e, ku dixwazê împratorya Osmanê nû ava bike.

Şeşemîn: Senaryoyên Çend senaryo hene paş destwerdana Turkiya yê di Sûriya yê de, wek; çê dibe Turkiya di riya

girûpên " opezisiyona Sûriya yê" derbasî 25 Km bo parastina sînorên xwe, û damezrandina

Herêma Tompan bi dirêjahiya 90 Km û kûrbûna 15-30 Km di xaka sûriya yê de, wek baregeh

Page 9: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

6

ji opezsiyona sûroya ya çekdarî, û navendek penaberên Sûriya yê re ji berdilî ku derbas

Turkiya yê bin; senyaroyê din, dibe ku derbasbûna Turkiya yê dikeve çarçoveya amadkirin bo

rizgarkirina Reqe yê, paytexta " Dewleta Îslamî/ Daişê", bi hevkariya serbazên Sûriya yê , her

wiha bo hevsengiya hêzan hebe di navbera Kurdî û Erebî de li bakurê Sûriya yê, daku razî bibin

di şerê dijî Daşê de.

Lê ew encamên çavlirê, bapendin bi şopandina çend xalan, ya giring dirêjahiya opersiyona

Turkiya yê, gelo di metirsî hebe ji tevlîbûna wê di sûriya yê de? Gelo dê hêzên û teqemeniyan

pitir bike? Gelo di hêzên kurdî rê bibne di peydekirina çekên xort li dijî artêşa turkiya yê? ya dê

asta dijatî yê bilind bike, wek çawa Salih Muslim serokê PYD e gefkir, û ew gef dibe li ber çav

be nimaza PYD şaxê PKK e, yan dê ji dev hêzviyên xwe berde di parçebûnê de.

Herwiha encamên opersiyonê dê di şiyana Turkiyayê de di damezrandina herêma bêdeng li

bakurê sûriyayê, û di astên bertekên Daişê li dijî Turkiya yê, her wiha girêdayî ye bi şerê Helebê

ve.

Xortbûna deswerdana Turkiya yê, û deskeftin opezisiyona sûriya yê, û bê dengiya dewletên

zilhêz û yên herêmê, ne besin di nexşekêşa wêneyê de, ji ber hijmara mezin ya kesên tevlî şerê

Sûriya yê dibin.

Dawî: Helwêstên Pêwist Ne opezisiyona Sûriya yê û ne Rejîm agihdarin li ser stratîjiya Turkiya yê ya dirêj, lewma di vê

qûnaxê de, dibe Opezisiyon agehdar be liser:

- Opezisiyona Sûriya yê dibe şopandina damezrandina " Herêma Tompan" bike, û helwêstên

Amerîka û Turkiya û Ewropa yê vejîne, û bike jêr berjewendiyan Sûriyan de, û karên xwe yê

siyasî veguhese bo deverê, daku nêzîkî welatiyan be, û serbixwe be di biriyaran de, û pêdiviyan

pêda bike, û hander be ji zana û pisporên Sûriya yêre vegerin deverê.

- Dibe opezisiyona sûriya yê ya çekdarî û siyasî agihdar be ji helwêsta turkiya yê, siyaset bira

nasnake, û agerên fereh bike, nimaza paş serdana seroka şarederiya Întabê Fatima Şahîn bo

Jerabulsê, û binavkirina şend deverên sûriya yê bi navên turkî.

Page 10: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî

7

- Opezisyona sûriyan dibe rêz li helwêsta turkiya bigre. Lê di mercên diyarkirî de, diyar bike,

xaka sûriya yê ne ji dost û dijminan re ye, lê ew ji miletê sûriya yê re, û nekve şaştiya rejîmê de

wek çawa Liwa Skenderon ji des xwe berde bo turkiya yê, û rêketina Adena digel de imza kir.

- Dibe ew giropên opezisiyonê yên kontrola Jerabulsê kirin, rengekî şaristanî bidin diyarkirin,

daku bawerî bi Artêşa Azad vegere, û dîsan rêkeftin di navbera girûpan de pêda bibe, û

baweriya niştimaniya Sûriya yê di dile hebe.

- Hêzên Kurdî û bi taybet PYD, ji dev xwenên avakirina herêmek kurdî seranserê sînorê

turkiya yê berde, û li xwe veger li gor rastiyên ciyosiyasî û niştimaniya sûriya yê, û sûd ji

azmûnên berê bigre, ku dewletên mezin wan bi arzanî difroşin, û ew bilez hevbendiyan digel

hêzên niştimanî sûrî girê de, û sîstemkê ava ke li gor daxwazên miletê Sûriya yê ne li gor

idiyolgiya xwe.

Page 11: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî
Page 12: Destwerdana Turkiya ya Hêsanî, û Agerên Dehatî · Bi giştî; diyare ku rêberiya Turkiya yê, li benda derfetê bû daku derbas bibe, û wêneya çekdarî ... her wiha derbirî