ÇarÇevoya yekitiya ewropayÊ ya ji bo mafÊ zimanÎ Û zimanÊ kurdÎ

13
Endambûna Yekîtiya Ewropayê (YE) ji gelek aliyan ve wekî aborî, civakî, çandî, rêveberî û hiqûqî û hwd. pergala Tirkiyeyê diguherîne û dê biguherîne. Îro, gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bêyî ku pêvajoya endambûnê li ber çavan bê girtin, nayên nirxandin. Mirov dikare bibêje ku pêvajoya endambûnê yek ji hêzên herî xurt a guherînê ye li Tirkiyeyê. Îro meseleya kurd jî; rewþ û pirs- girêkên kurdan û çareseriya meseleyê, ji aliyê gelek aktoran ve, bi giranî di çarçoveya pêvajoya endambûna YE’yê de tê nirxandin. Gelek nûner û saziyên kurdan jî pêvajoya endambûnê wekî derfeteke çareseriyê ya ji bo pirsgirêka kurd dibînin. Rewþ û pirsgirêkên zimanê kurdî stûneke bingehîn e di pirsgirêka kurd de. Ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêka azadiya zimanê kurdî dê bibe stûneke bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Mijara vê nivîsê ev e: Gelo pêva- joya endambûna YE’yê dê ji bo zimanê kurdî azadiyekê bîne? Çarçoveya ku YE’yê ji bo mafên zimanî diparêze û ji Tirkiyeyê dixwaze ku di vê çarçoveyê de hin guherînan pêk bîne, dê statû û azadiya zimanê kurdî bilind bike, dê bikaribe zimanê kurdî ji mirinê xelas bike û derfet bide ku ew bijî? Îddîa ku ev nivîs diparêze jî ev e: Pêvajoya endambûna YE’yê dikare statûya zimanê kurdî hin baþtir bike, lê nikare, derfetên ku lazim in, saz bike ku zimanê kurdî hebûna xwe bi wan biparêze û bijî û xwe pêþ ve bixe. Di vê nivîsê de ji bo ku bersiva pirsên jorîn bê dayîn pênc beþ hatine veqetandin. Di beþa yeke- mîn de ji aliyê rewþ û mafên zimanê kurdî ve me bala xwe daye Rapora Pêþketinê ya 2006’an a YE’yê ya der heqê Tirkiyeyê de. Di beþa duyemîn de belgeyên bi navên “Peymana Çarçoveyê ya Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Hin- dikahiyên Neteweyî” û “Kontrata Ewropayê ya ji bo Zimanên Herêmî yan jî Hindikahiyan” ku çarçoveya nêrîna YE’yê nîþan didin, hatine kur- tekirin. Di beþa sêyemîn de çarçoveya YE’yê ya ji bo mafên zimanî ji ser Rapora Pêþketinê, Pey- mana Çarçoveyê û Kontrata ji bo zimanê kurdî hatine nirxandin. Di beþa çaremîn de rewþ û pirsgirêkên zimanê kurdî; ji bo ku zimanê kurdî bijî; hebûna xwe biparêze û bidomîne tiþtên ku lazim in; û ka çarçoveya YE’yê têrî bilindkirina statû û azadiya zimanê kurdî dike yan nake hatiye nirxandin. Di beþa dawîn de nirxandineke bi giþtî hatiye kirin û encamên nivîsê hatine kurtekirin. Çarçoveya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo mafê zimanî û kurdî Cuma Çîçek Îro rewþ û pirsgirêkên kurdan û çareseriya pirsgirêkê, ji aliyê gelek aktoran ve, bi giranî di çarçoveya pêvajoya endambûna YE’yê de tê nirxandin. Gelek nûner û saziyên kurdan jî pêvajoya endambûnê wekî derfeteke çareseriyê ya ji bo pirsgirêka kurd dibînin

Upload: cuma-cicek

Post on 24-Mar-2016

235 views

Category:

Documents


8 download

DESCRIPTION

ÇARÇEVOYA YEKITIYA EWROPAYÊ YA JI BO MAFÊ ZIMANÎ Û ZIMANÊ KURDÎ

TRANSCRIPT

Endambûna Yekîtiya Ewropayê (YE) ji gelekaliyan ve wekî aborî, civakî, çandî, rêveberî ûhiqûqî û hwd. pergala Tirkiyeyê diguherîne û dêbiguherîne. Îro, gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê bêyîku pêvajoya endambûnê li ber çavan bê girtin,nayên nirxandin. Mirov dikare bibêje ku pêvajoyaendambûnê yek ji hêzên herî xurt a guherînê ye liTirkiyeyê. Îro meseleya kurd jî; rewþ û pirs-girêkên kurdan û çareseriya meseleyê, ji aliyêgelek aktoran ve, bi giranî di çarçoveya pêvajoyaendambûna YE’yê de tê nirxandin. Gelek nûner ûsaziyên kurdan jî pêvajoya endambûnê wekîderfeteke çareseriyê ya ji bo pirsgirêka kurddibînin.

Rewþ û pirsgirêkên zimanê kurdî stûnekebingehîn e di pirsgirêka kurd de. Ji ber vê yekêçareserkirina pirsgirêka azadiya zimanê kurdî dêbibe stûneke bingehîn ji bo çareserkirinapirsgirêka kurd. Mijara vê nivîsê ev e: Gelo pêva-joya endambûna YE’yê dê ji bo zimanê kurdîazadiyekê bîne? Çarçoveya ku YE’yê ji bo mafênzimanî diparêze û ji Tirkiyeyê dixwaze ku di vêçarçoveyê de hin guherînan pêk bîne, dê statû ûazadiya zimanê kurdî bilind bike, dê bikaribezimanê kurdî ji mirinê xelas bike û derfet bide kuew bijî? Îddîa ku ev nivîs diparêze jî ev e:

Pêvajoya endambûna YE’yê dikare statûyazimanê kurdî hin baþtir bike, lê nikare, derfetênku lazim in, saz bike ku zimanê kurdî hebûnaxwe bi wan biparêze û bijî û xwe pêþ ve bixe.

Di vê nivîsê de ji bo ku bersiva pirsên jorîn bê

dayîn pênc beþ hatine veqetandin. Di beþa yeke-

mîn de ji aliyê rewþ û mafên zimanê kurdî ve me

bala xwe daye Rapora Pêþketinê ya 2006’an aYE’yê ya der heqê Tirkiyeyê de. Di beþa duyemîn

de belgeyên bi navên “Peymana Çarçoveyê yaKonseya Ewropayê ya ji bo Parastina Hin-dikahiyên Neteweyî” û “Kontrata Ewropayê ya jibo Zimanên Herêmî yan jî Hindikahiyan” ku

çarçoveya nêrîna YE’yê nîþan didin, hatine kur-

tekirin. Di beþa sêyemîn de çarçoveya YE’yê ya ji

bo mafên zimanî ji ser Rapora Pêþketinê, Pey-

mana Çarçoveyê û Kontrata ji bo zimanê kurdî

hatine nirxandin. Di beþa çaremîn de rewþ û

pirsgirêkên zimanê kurdî; ji bo ku zimanê kurdî

bijî; hebûna xwe biparêze û bidomîne tiþtên ku

lazim in; û ka çarçoveya YE’yê têrî bilindkirina

statû û azadiya zimanê kurdî dike yan nake

hatiye nirxandin. Di beþa dawîn de nirxandineke

bi giþtî hatiye kirin û encamên nivîsê hatine

kurtekirin.

Çarçoveya Yekîtiya Ewropayêya ji bo mafê zimanî û kurdî

Cuma Çîçek

Îro rewþ û pirsgirêkên kurdan û çareseriya pirsgirêkê, ji aliyê gelek aktoran ve, bi giranî di

çarçoveya pêvajoya endambûna YE’yê de tê nirxandin. Gelek nûner û saziyên kurdan jî

pêvajoya endambûnê wekî derfeteke çareseriyê ya ji bo pirsgirêka kurd dibînin

1. Rapora Pêþketinê ya 2006’an a YE’yê yader heqê Tirkiyeyê de û Zimanê Kurdî

Yekîtiya Ewropayê wekî her sal îsal jî raporapêþketinê ya 2006’an a Tirkiyeyê aþkere kir.Wekî gelek mijaran li ser rewþa kurdan û pirs-girêkên herêmê jî gelek tiþt hatine gotin. Beþênraporê ku li ser rewþ û pirsgirêkên zimanê kurdîdisekinin ev in:

- Reng e ku di asta mehelî (local) û herêmî(regional) de, di warê wêþanên bi zimanên ji bilîzimanê tirkî de hin pêþketin pêk bên (r. 14).

- Di Avrêla 2006’an de, der heqê komeleyekekurdî de ji ber ku di destûrnameya wê dearmanca avakirina arþîv, mûze û pirtûkxaneyekekurdî û di xebatên komeleyê de bikaranînazimanê kurdî hene, ji aliyê Dadgeha Amedê vebiryara girtinê hat dayîn. (r. 15).

- Nêrîna Tirkiyeyê ya der heqê hindikahiyande hîn neguheriye. … Li gorî berpirsiyarênTirkiyeyê, di Peymana Lozanê de bi tenê civakênnemisliman wekî hindikahî hatine qebûlkirin. …Li aliyê din, li Tirkiyeyê gelek civat hene ku ligorî standartên navneteweyî û Ewropayê mirovdikare wekî hindikahî binirxîne (r. 19).

- Seredana Tirkiyeyê ya Komîseriya Bilind aHindikahiyên Neteweyî (KBHN) ya RêxistinaEwlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE) ku diReþemiya 2005’an de pêk hatibû, nehat þopan-din û ji bo ku der heqê rewþa hindikahiyênneteweyî yên li Tirkiyeyê de diyalogek dest pêbike, tu pêþketin çênebû. Di navbera Tirkiye û

KBHN’ê de pêdiviya pêþxistina diyalogê heye. Evdivê meseleyên wekî perwerdehiya hindikahiyan,zimanên hindikahiyan, beþdarbûna jiyana gelem-perî (public life) ya hindikahiyan û weþanên bizimanên hindikahiyan bihewîne. Vê yekê dêalîkariya Tirkiyeyê bikira da ku di pêkanîna cihê-rengiya çandî û piþtevaniya rûmetdayîn û paras-tina hindikahiyan de, bigihîje standardên navne-teweyî û pratîkên herî baþ ên dewletên endamênYE’yê (r. 19).

- Tirkiyeyê Peymana Çarçoveyê ya KonseyaEwropayê ya ji bo Parastina Hindikahiyên Nete-weyî û Kontrata Ewropayê ya ji bo Zimanên He-rêmî yan jî Hindikahiyan îmze nekiriye (r. 20).

- Der heqê mafên çandî de, ji bo weþana bikurdî li Diyarbekirê ji du kanalên televîzyonê reû li Rihayê ji radyoyekê re destûr hate dayîn. Lialiyê din, ji xeynî bernameyên fîlm û muzîkêsînorên demî hene. Bêyî stranan, hemû weþandivê ya bi jêrenivîs (subtitle) bin an jî wergerawan a tirkî bê kirin. Ev yek, weþanên zindî ji aliyêteknîkî ve nemimkûn dike. Ji bo weþanênperwerdehiyê ku zimanê kurdî hîn dike, destûrnehatiye dayîn (r. 20).

- Televîzyona Tirkiyeyê ya Gelemperî (TRT)tevî zimanê kurdî weþanên xwe bi pênc zimanandidomîne. Li aliyê din, dem û naveroka weþanênTRT’ê ya neteweyî ya bi pênc zimanan gelekbisînor in. Piþtî qebûlkirina qanûna 2004’an, diasta neteweyî de tu weþangerên taybet ji bo ku bizimanên ji bilî tirkî weþanê bikin serîlêdan pêkneanîne. (r. 20).

- Zarokên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkîye, di sîstema perwerdehiyê ya gelemperî(public) de nikarin zimanê xwe yê zikmakî hînbibin. Hin perwerdehî tenê dikarin ji aliyêsaziyên perwerdehiyê yên taybet ve bên dayîn.Hemû kursên bi vî rengî yên ji bo fêrkirina kurdîdi sala 2004’an de hatin girtin. Di encamê de, ji

40 ZEND zivistan 2007

Yekîtiya Ewropayê wekî her sal îsal jî raporapêþketinê ya 2006’an a Tirkiyeyê aþkere kir.Wekî gelek mijaran li ser rewþa kurdan ûpirsgirêkên herêmê jî gelek tiþt xal bi xalhatine rêzkirin

bo hînbûna zimanê kurdî îro, çi di sîstemaperwerdehiyê ya gelemperî de û çi jî ya di taybetde, tu derfet nîn in. Ji vê yekê bêhtir, tu amûrtune ne ku alîkariya kesên ku nikarin bi tirkîbiaxivin bikin da ku ew bikaribin xwe bigihîninxizmetên gelemperî (r. 20).

- Wekî ku li jorê hate gotin; li gorî qanûnapartiyên siyasî, di jiyana siyasî de bêyî zimanê tirkîbikaranîna zimanên din qedexe ye. Doza der heqêPartiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku ji beraxaftina bi kurdî hatibû vekirin, didome (r. 20).

- Di meseleya xwegihandina weþanênradyo/televîzyonê de, di weþanên ji bilî zimanêtirkî de ên di asta mehelî û herêmî de pêþketinçêbûye. Li aliyê din, sererastkirinên qanûnî yê diwarê weþanên radyo/televîzyonê de yên bi zimanû zaravayên ji bilî tirkî ku ji aliyê hemwelatiyêntirk ve tên bikaranîn (2004), weþanên televîz-yonan hîn sînor dike ku bi tenê rojê 45 deqîqe ûhefteyê 4 saetan destûrê dide kanalên televîz-yonan. Weþanên radyoyan hîn bisînor in. Bi tenêrojê 60 deqîqe û hefteyê 5 saetan ji bo weþanêdestûr tê dayîn. Konseya Bilind a Radyo û Tele-vîzyonê (RTUK) di Gulana 2006’an de biryar daku ev sînor bi qasî ku muzîk û xebatên sînema-tografîk bihewîne, bên zêdekirin. Li aliyê din, jiber ku ev biryar bi awayekî fermî ji weþangeranre nehat ragihandin, weþanger ji ber tirsaastengên bergirî, xwe hewldanên derbaskirinasînorên heyî, dûr digirin. Nûçe û bûyerên rojanehîn jî bi sînorên demî tên sînorkirin. Weþanênzindî nayên qedexekirin, lê bi daxwaza jêrenivîs(subtitle) û wergera domdar a hemû bernameyê,

ev yek gelek tê dijwarkirin. Weþandina bername-yên ku zimanê kurdî hîn dikin an jî ji bo zarokanin qedexe ye û weþan divê bi jêrenivîs (subtitle)bin. Îtirazeke ku li hemberî vê qanûnê li dadgehêhatibû kirin, hîn bi encam nebûye. Ji dozdeh se-rîlêdanan sê saziyên çapemeniyê mafê weþanê girtû dest bi weþana bi zaraveyên kurdî kir (r. 41).

- Di asta neteweyî de, TRT bi bosnayî, erebî,çerkezî, kurmancî û zazakî weþanê dike. Li aliyêdin, ev weþan bisînor in ku bi tenê di hefteyê depênc roj û 30-35 deqîqe di rojê de destûrê didinweþanê, û bêyî nûçe, spor, mûzîk û fîlmên belge-war, destûr nade bernameyên din, wekî mînakbernameyên ji bo zarokan (r. 41).

- Piþtî xalên pêþxistî yên di nav ZagonaPêvajoya Cezayî de ku temînkirina wergêrênbêpere di navber tirkî û zimanên hemwelatiyênku bi tirkî nizanin de, ji dadgehê dixwaze, herwiha ji dadgehan tê xwestin ku tevî wergêran,lîsteya kesên pispor jî amade bikin (r. 59).

Tiþtên ku di raporê de tên gotin, têgehên kutên bikaranîn* nêrîn û çarçoveya YE’yê ya derheqê rewþ û mafê zimanê kurdî de bi awayekîzelal nîþan dide. Berî ku em vê çarçoveyêbinirxînin, divê em li belgeyên YE’yê yên der heqêmafên zimanî de binêrin. Ji ber ku ev belgeçarçoveya nêrîna YE’yê bi giþtî nîþan dide. YE, diraporê de balê dikiþîne ser du belgeyan kuTirkiyeyê hîn îmze nekirine: “Peymana Çarçoveyîya Konseya Ewropayê ya ji bo ParastinaHindikahiyên Neteweyî” û “Kontrata Ewropayêya ji bo Zimanên Herêmî û Hindikahiyan”.

2. Belgeyên Ewropayê yên der heqê MafênZimanî de

2.1. Peymana Çarçoveyî ya Konseya Ewropayêya ji bo Parastina Hindikahiyên Neteweyî

Peymana Çarçoveyî yek ji belgeyên bingehînên Konseya Ewropayê ye. Yekîtiya Ewropa, di

41ZENDzivistan 2007

Tiþtên ku di raporê de tên gotin, têgihên kutên bikaranîn nêrîn û çarçoveya YekitiyaEwropayê ya der heqê rewþ û mafê zimanêkurdî de bi awayekî zelal nîþan dide. YE, diraporê de balê dikiþîne ser du belgeyên din

rapora pêþketinê ya 2006’an de bal dikiþîne kuTirkiye hîn peyman îmze nekiriye. Ew belge diReþemiya 1995’an de ji îmzayê re hatiye vekirin ûbi qebûlkirina 12 endaman ji Reþemiya 1998’anvir ve li dar e. Heta niha 40 endamî ev peymanîmze kiriye û di 33 welatan de jî ew li dar e.

Parastin û pêþxistina nasnameyê

Di beþa pêþgotinê ya peymana navborî de, jibo girîngiya rûmetdayîna nasnameya hemû enda-mên hindikahî yên etnîkî, çandî, zimanî û olî cihhatiye dayîn û tê gotin ku ji wê zêdetir sazkirinaþert û mercên bikêrhatî ji bo xweîfadekirin, pa-rastin û pêþxistina vê nasnameyê, ji bo civakekepirûalîst û demokratîk divênevê ye. Û tê gotin kuparastina hindikahiyan parçeyekî bingehîn e ji boparastina aramî, ewlehiya demokratîk û aþitiyaparzemîna Ewropayê.

Di xala sêyemîn, benda duyemîn de tê gotinku her ferdê hindikahiyan hem wekî takekes ûhem jî bi komî dikare ji mafên xwe yên ku di vêpeymanê de derbas dibin bi kar bîne.

Di xala çaremîn, benda duyemîn de tê gotinku alîgirên peymanê qebûl dikin ku ew dê ji bo dinav ferdên hindikahiyan û ferdên piraniyan de, dihemû warên jiyanê yên aborî, civakî, polîtîk ûçandî de wekheviyeke tam û çalak pêk were, ted-bîrên pêwîst in, dê bêne girtin.

Di xala pêncemîn, benda yekemîn de tê gotinku, dê alîgir ji bo ku ferdên hindikahiyan çandênxwe bidomînin û bi pêþ bixin, dîsa ziman, ol, kev-neþopî û mîrateya çandî ku hêmanên nasnameyêyên bingehîn in biparêzin, þert û mercên ku pê-wîst in, teþvîk bikin.

Mafê Xweîfadekirinê

Di xala nehemîn de ku li ser mafên xweîfade-kirinê ye tê gotin ku alîgir qebûl dikin ku mafê

azadiya xweîfadekirinê, mafê azadiya xwedîfikir-bûnê bêyî ku mudaxeleya erkdarên dewletê(public authority) hebe û bêyî ku sînor bên dîtin,azadiya agahî yan jî fikirwergirtin û ragihandinêya bi zimanê hindikahiyan, dihewîne. Helbet evyek nayê vê maneyê ku ji bo weþanên radyo û te-levîzyonan û damezirandina firmayên sînemayêdestûra dewletê ku krîterên objektîf esas digire ûcudakarî nake, ne hewce ye. Alîgir xwedî mafêdestûrdayînê ye. Alî dê damezirandin û bikaranî-na saziyên çapemeniya nivîskî yên ku ji hêla ke-sên ji hindikahiyan ve tên kirin, astengan nekin.Di çarçoveya fermî ya der barê weþanên radyo ûtelevîzyonan de, alîgir dê derfetan peyda bikin kuferdên hindikahiyan saziyên xwe yên çapemeniyêdamezirînin û bi kar bînin.

Warên bikaranînê yên zimanên hindikahiyan

Di xala dehan de tê gotin ku alîgir qebûl dikinku mafê her ferdê hindikahiyan heye ku bêyî kuasteng hebin, bi serbestî li hember koman, civa-kan zimanê xwe bi kar bîne. Dîsa li heremên kubi awayekî kevneþopî hindikayî li wir dijîn yan jîhejmara hindikahiyan li wir zêde ye, heger hindi-kahî bixwazin û ev daxwaz jî bispêre pêdiviyekerasteqîn, alîgir dê heta ku gengaz e û derfet heye,hewl bidin ku zimanê hindikahiyan ji aliyê vankesan û meqamên birêveberiyê ve bê bikaranîn.Alîgir garantî dikin ku mafê ferdên hindikahiyanheye ku di pêvajoyên hiquqî de zimanê xwe bi karbînin û bi zimanê xwe xwe biparêzin. Ku pêwîstbe divê alîgir bê pere wergêran peyda bikin.

42 ZEND zivistan 2007

Di xala sêyemîn, benda duyemîn a PeymanaParastina Hindikahiyên Neteweyî de tê gotinku her ferdê hindikahiyan hem wekî takekes ûhem jî bi komî dikare ji mafên xwe yên di vêpeymanê de bi kar bîne

Mafê bikaranîna navan

Di xala yazdehan de tê gotin ku alîgir qebûldikin ku ew dê li gorî pergalên xwe yên fermîderfetan saz bikin ku ferdên hindikahiyan paþnav(navê malbatê) û navê xwe yên bi zimanê hin-dikahî bi kar bînin. Dîsa alîgir mafên hindika-hiyan qebûl dikin ku ew dê bikaribin îþaretên bizimanên xwe, nivîsan û her cure agahiyên taybetbi awayekî vekirî li hember civakê nîþan bidin. Liherêmên ku bi awayekî kevneþopî hindikahî li wirdijîn yan jî hejmara hindikahiyan li wir zêde ye, diçarçoveya fermî ya pergala xwe de, li gorî þertênxwe yên herêmî-taybet, dema têra xwe daxwazhebin, alîgir dê hewl bidin ku navên herêman êngelêrî, navên kuçeyan û îþaretên din ên topogra-fîk ku ji gel re vekirî ne, bi zimanên hindikahiyanjî bê nîþandayîn.

Mafê Perwerdehiyê

Di xala dozdehan de tê gotin ku alîgir dê, direwþên pêþketî de, ji bo ku çand, dîrok, ziman ûola hindikahiyan û piraniyan bên nasandin, diwarê perwerdehî û lêkolînê de tedbîran bigirin.Di vê çarçoveyê de, ligel tedbîrên din, ji bogihandina mamosteyan û gihîþtina pirtûkên di-bistanan alîgir dê têra xwe derfetan saz bikin ûdanûstandina xwendekar û mamosteyên civakêncihêreng hêsantir bikin. Di xala sêzdehan de dîsatê gotin ku, alîgir dê di çarçoveya pergala xwe yaperwerdehiyê de mafê hindikahiyan qebûl bikinku saziyên xwe yên perwerdehî û gihandinê yênli gorî pêdiviyên ferdên hindikahiyan ên taybet,damezirînin û bi rê ve bibin. Lê bikaranîna vîmafî dê alîgiran nexe bin berpirsiyariyên aboriyê.

Di xala çardehan de tê gotin ku alîgir qebûldikin ku mafê her ferdê hindikahiyan heye ku hî-nî zimanê xwe bibe. Li herêmên ku bi awayekîkevneþopî hindikayî li wir dijîn yan jî hejmarahindikahiyan li wir zêde ye, alîgir dê heta kugengaz e û di çarçoveya pergala xwe ya perwer-

dehiyê de, ku têra xwe daxwaz hebin, ji bo kuferdên hindikahiyan bikaribin hînî zimanê xwebibin yan jî bi zimanê xwe dersê bibînin, hewl bi-din ku derfetên ku lazim in saz bikin. Helbet evmaf bêyî ku zerarê bide hînkirin û perwerdehiyabi zimanê fermî, dê bê bikaranîn.

2.2. Kontrata Ewropayê ya ji bo ZimanênHerêmî û Hindikahiyan

Kontrata Ewropayê belgeya bingehîn aKonseya Ewropayê ya duyemîn e ku YE di rapo-ra pêþketinê ya 2006’an de bal dikiþîne kuTirkiyeyê hîn îmze nekiriye. Ev belge di Serma-weza 1992’yan de ji îmzayê re hatiye vekirin û biqebûlkirina 5 endaman ji Adara 1998’an vir ve lidar e. Heta niha 34 endaman peyman îmze kiri-ye û li 11 welatan de jî li dar e.

Di pêþgotina Kontratê de tê gotin ku mafê bi-karanîna zimanên herêmî yan jî hindikahiyan** diwarê taybet û gelemperî de, li gorî çarçoveya rê-gezên di Peymana Yekîtiya Neteweyan a MafênHemwelatî û Siyasî de cih digirin û PeymanaKonseya Ewropayê ya Parastina Mafên Mirovanû Azadiyên Bingehîn e û nikare bê înkarkirin. Dî-sa di vê beþê de tê îfadekirin ku parastin û teþwîq-kirina zimanê heremî yan jî hindikahiyan divê ze-rarê nede zimanên fermî û pêdiviya hînbûna zi-manên fermî. Destekkirin û parastina zimanênherêmî yan jî hindikahiyan, dê ji bo avakirinaEwropayeke di çarçoveya desthilatdariya netewe-yî û yekîtiya welat de li ser pirçanditî û demokra-siyê bilind dibe, bibe destekeke girîng.

43ZENDzivistan 2007

Kontrata Ewropayê belgeya bingehîn aKonseya Ewropayê ya duyemîn e ku YekitiyaEwropayê di rapora pêþketinê ya 2006’an dedestnîþan dike ku Tirkiyeyê hîn ew îmzenekiriye

Armanc û Rêgez

Di xala heftan de ku armanc û rêgezênKontratê nîþan dide, tê gotin ku alîgir, ji aliyê zi-manên herêmî û hindikahiyan ve, li herêmên kuev ziman tên bikaranîn, divê rewþa her zimanî bi-din ber çavan û polîtîka, qanûn û kirarên xwe di-vê bispêrin armanc û rêgezan ku li jêrê hatinerêzkirin:

1) Hêsankirin û (yan jî) teþvîkkirina bikara-nîna zimanên herêmî yan jî hindikahiyan a binivîskî û devkî di warê taybet û gelemperî de.

2) Ji bo gengazkirina hînkirin û hînbûna zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan di hemû astênpêþketî de, peydakirina amûrên pêþketî û hawiran.

3) Ji bo kesên ku li herêmeke ku zimanê herê-mî yan jî hindikahiyan tê bikaranîn dijî û wî zima-nî nizane, sazkirina derfetên hînbûna wî zimanî.

4) Destekkirina lêkolîn û xebatên li ser zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan li zanîngeh û sa-ziyên bi vî rengî.

Dîsa di heman xalê de tê gotin ku alîgir, kuheta niha dev jê bernedabin, qebûl dikin ku ew dêdev ji cudakarî, liderhiþtin (exclusion), bisînorki-rin yan jî tercîhên neadîl berdin ku bi bikaranînazimanên herêmî yan jî hindikahiyan ve eleqedarin, parastin û domandina hebûna wan zimanandixin tehlîkeyê yan jî berbend dikin. Alîgir dê de-ma polîtîkayên der heqê zimanên herêmî yan jîhindikahiyan de diyar dikin, daxwaz û xwestekênkomên ku wan zimanan bi kar tînin, di piþt guhêxwe re neavêjin. Ku hewce bike, ji bo ku der heqêzimanên herêmî yan jî hindikahiyan de pêþni-yazan li erkdaran bikin, ew dê dezgehan saz bikin.

Perwerdehî

Di xala heþtan de tê gotin ku di warê perwer-dehiyê de, di warên ku ev ziman tên bikaranînde, li gorî rewþa her zimanî û bêyî ku zerarê bidemafê hînbûna zimanê(n) fermî yê(n) dewletê,alîgir van tiþtan teahûd dikin:

Di warê perwerdehiya berî dibistanê de, ewdê bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyan per-werdehiyê bidin; yan jî beþeke girîng a perwer-dehiyê bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyanbidin; yan jî van tiþtan herî kêm ji bo xwende-karên ku malbatên wan dixwazin û hejmara wanbes e, bikin. Ku saziyên gelemperî di warê per-werdehiya berî dibistanê de qels bin, ew dê ji boku tiþtên ku li jorê hatine gotin pêk werin destekbidin yan jî teþwîq bikin.

Di warê perwerdehiya dibistana seretayî, na-vîn û pîþeyî-teknîk de, ew dê bi zimanên herêmîyan jî hindikahiyan perwerdehiyê bidin; yan jîbeþeke girîng a perwerdehiyê bi zimanên herêmîyan jî hindikahiyan bidin; yan jî ew dê gengaz bi-kin ku zimanên herêmî yan jî hindikahiyan wekîbeþeke mufredata dibistana seratayî ya ku nikarejê bê veqetandin, bên hînkirin. Tiþtên ku li jorêhatine gotin divê herî kêm ji bo xwendekarên kumalbatên wan dixwazin û hejmara wan bes e,bên kirin.

Di warê perwerdehiya zanîngeh û xwendinabilind de, ew dê bi zimanên herêmî yan jî hin-dikahiyan perwerdehiyê bidin; yan jî wan zima-nan wekî ders bidin dîtin. Heger ku ji ber hin se-deman nikaribin van tiþt bikin, ji bo zanîngeh ûsaziyên xwendina bilind ku bi zimanên herêmîyan jî hindikahiyan ders didin bên vekirin; an jîew dê destek bidin û (yan jî) destûrê bidin ku dizanîngeh û saziyên xwendina bilind hene de evziman wekî ders bên dîtin.

Di warê perwerdehiya kesên gihîþtî de, ew dêkursên ku yan bi temamî yan jî bi giranî bi

44 ZEND zivistan 2007

Di warê perwerdehiya dibistana seretayî, na-vîn û pîþeyî-teknîk de, alîgir dê bi zimanênherêmî yan jî hindikahiyan perwerdehiyêbidin; yan jî beþeke girîng a perwerdehiyê bizimanên herêmî yan jî hindikahiyan bidin

zimanên herêmî yan jî hindikahiyan tên lidar-xistin, vekin; an jî ew dê van zimanan wekî dersli van kursan bidin. Ku saziyên gelemperî di warêperwerdehiya kesên gihîþtî de qels bin, ew dê jibo ku tiþtên ku li jorê hatine gotin pêk werin,destek bidin yan jî teþwîq bikin.

Ji bo ku çand û dîroka ku ji aliyê zimanên he-rêmî yan jî hindikahiyan ve tên îfadekirin bên hîn-kirin ew dê derfetan peyda bikin. Dîsa ew dê ji bomamosteyên ku xebatên ku heta niha hatine rêz-kirin bikin, derfeta perwerdehiya bingehîn û pêþ-ketî peyda bikin. Di warê hînkirin û pêþxistina zi-manên herêmî û hindikahiyan de, tedbîrên ku têngirtin û serkeftinên ku pêk hatine bên þopandin ûbi raya giþtî re bi raporên vedorî (periyodîk) bênparvekirin, alîgir sazî yan jî saziyên bilind avabikin.

Di warê perwerdehiyê de, bêyî herêmên ku zi-manên herêmî yan jî hindikahiyan bi awayekîkevneþopî li wan tên qisekirin, ku kesên ku zima-nên herêmî û hindikahiyan bi kar tînin bikaribinhejmareke bes nîþan bidin, alîgir di hemû astande bi zimanê heremî yan jî hindikahiyan perwer-dehî didin, teþwîq dikin, yan jî destûr didin wê.

Saziyên Daraziyê

Di xala dehan de tê gotin ku heger ku hejmarahemwelatiyên ku zimanên heremî yan jî hindika-hiyan bi kar tînin bes be li herêmên daraziyê, ligorî þertên her zimanî û bi þertê ku dadger bifikireku ew dê nebe asteng ku daraziyê bi awayekî pêþ-ketî bi rê ve bibe, alîgir van tiþtan teahûd dikin: Didozên ceza û hiquqê de, dîsa di meseleyên birêve-birinê de yên ku bi dozên berî daraziyê re eleqe-dar in, ku ji aliyan yek bixwaze, ew dê doz bi zi-manê herêmî yan jî hindikahiyan bi rê ve bibin; û(yan jî) bersûc an jî þahîd dê bikaribe zimanê xweyê herêmî yan jî hindikahiyan bi kar bîne; û (yanjî) ji ber ku daxwaz an jî delîlên devkî yan jî nivîs-

kî, ji ber ku bi tenê bi zimanên herêmî yan jî hin-dikahiyan in, ew dê neyê redkirin; û (yan jî) demaku daxwaz hebe belgeyên der heqê muameleyênfermî de ne dê bên wergerandin; ku hewce bewergêrên bêpere bên temînkirin. Alîgir qebûl di-kin ku ew dê belgeyên statuya neteweyî yên herîgirîng û bi taybetî jî yên der heqê kesên ku zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan bi kar tînin de ne,bi van zimanan jî peyda bikin.

Meqamên birêvebirin û xizmetên gelemperî

Di xala dehan de tê gotin ku dema hejmaraxebatkarên dezgehên birêvebirinê yên dewletê kuzimanên herêmî yan jî hindikahiyan bi kar tîninhewcedarî pê bîne ku tiþtên li jêr bên kirin û ligorî þertên her zimanî alîgir qebûl dikin ku ew dêheta ji wan tê hewl bidin ku van tiþtan bikin: ewdê bikin ku meqamên birêvebirinê zimanê herê-mî yan jî hindikahiyan bi kar bînin; an jî ew dêbikin ku erkdarên ku têkîlî bi gel re datînin, di tê-kiliyên bi kesên ku serî lê dane re de, zimanênherêmî yan jî hindikahiyan bi kar bînin; yan jî ewdê bikin ku kesên ku zimanên herêmî yan jî hin-dikahiyan bi kar tînin bikaribin bi zimanên xweserîlêdanên devkî û nivîskî bikin û bi van zima-nan bersiv bigirin. Belgeyên kesên ku bi zimanênherêmî yan jî hindikahiyan pêþkeþ kirine dê we-rin qebûlkirin. Dîsa di heman xalê de tê gotin kualîgir qebûl dikin ku nivîs û formên zêde tên bi-karanîn a bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyanû yan jî bi duzimanî bên amadekirin. Meqamênbirêvebirinê dê bikaribin belgeyên bi zimanên

45ZENDzivistan 2007

Alîgir dê bikin ku meqamên birêvebirinêzimanê hindikahiyan bi kar bînin; an jî ew dêbikin ku erkdarên ku têkîlî bi gel re datînin, ditêkiliyên bi kesên ku serî lê dane re de,zimanên hindikahiyan bi kar bînin

herêmî yan jî hindikahiyan amade bikin.

Di benda duyemîn a heman xalê de tê gotinku hejmara kesên ku zimanên herêmî yan jî hin-dikahiyan bi kar tînin bes bê dîtin, alîgir dê des-tûrê bide van tiþtan û (yan jî) ew dê wan teþwîqbike: Zimanên herêmî yan jî hindikahiyan dê diçarçoveya birêberiyên mehelî yan jî herêmî de bênbikaranîn; kesên ku zimanên herêmî yan jî hindi-kahiyan bi kar tînin dê bikaribin bi van zimanandevkî yan jî nivîskî serî lê bidin; belgeyên birêve-beriyên mehelî û herêmî yên fermî bi zimanên he-rêmî yan jî hindikahiyan jî bên weþandin; di civî-nên meclîsên birêveberiyên herêmî de bêyî ku zi-manê(n) fermî yê dewletê li der bê hiþtin, zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan dê bên bikaranîn;navên cihan ên bi zimanê herêmî dê hem bi zima-nê herêmî yan jî hindikahiyan û hem jî bi zimanêfermî bên bikaranîn.

Di benda sêyemîn a heman xalê de tê gotin,alîgir dê bikin ku dema xizmetên gelemperî jialiyê dezgehên birêvebirinê yan jî teþebûsên tay-bet ve bên peydakirin, zimanên herêmî bên bikar-anîn; an jî alîgir dê bikin ku dema kesên ku wanzimanan bi kar tînin dê bikaribin bi zimanê xwedaxwazname bidin û bersiv bigirin. Di bendaçaremîn de tê gotin ku ji bo ku tiþtên li jorê hatinenivîsandin bên kirin, alîgir dê van tiþtan bikin: de-ma bê xwestin ew dê wergêra nivîskî yan jî devkîpeyda bikin, ew dê kedkar û xebatkarên xizmetêngelemperî yên lazim in bigirin kar û hewce be,perwerde bikin; heta ku gengaz e li herêmên kuzimanên herêmî yan jî hindikahiyan tên bikar-anîn, ew dê li ser kedkar û xebatkarên xizmetên

gelemperî, zanîna zimanên heremî yan jîhindikahiyê ferz bikin. Di benda dawî de tê gotinku dema kesên eleqedar bixwazin ew dê bikaribinpaþnavên zimanên herêmî yan jî hindikahiyan bikar bînin.

Çapemenî

Di xala yazdehan de tê gotin ku ji bo kesên kuzimanên herêmî yan jî hindikahiyan bi kar tînin;li cihên ku ev ziman tên bikaranîn; li gorî þertênher zimanî; û heger saziyên gelemperî yan raste-rast yan jî nerasterast têrê bikin, hêza wan hebeyan jî di vî warî de rol bilîzîn; û bi rûmetdayînapîvana serxwebûn û xweserbûna çapemeniyê;alîgir van tiþtan teahûd dikin: li gorî radyo û tele-vîzyon xizmeta gelemperî bikin; ew dê bikin, anjî teþvîk bikin ku herî kêm yek îstasyona radyo ûkanala televîzyonê bê vekirin; an jî hin serarast-kirinan bikin ku weþanger bi zimanên herêmîyan jî hindikahiyan bernameyan amade bikin.Dîsa ew dê teþwîq bikin yan jî hêsantir bikin kuherî kêm televîzyon û radyoyeke bi zimanên he-rêmî yan jî hindikahiyan weþanê dike, vebin; yanjî bernameyên bi zimanên herêmî yan jî hindika-hiyan bêne amadekirin; yan jî xebatên dîtbarî yanjî bihîzbarî bên amadekirin û belavkirin. Alîgirqebûl dikin ku ew dê teþwîq bikin an jî hêsantirbikin ku herî kêm rojnameyeke ku bi zimanê he-rêmî yan jî hindikahiyan weþanê dike bê da-mezirandin û bidome; yan jî maqaleyên bi zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan bên weþandin.Ku zagon destûr bide, ew dê barê zêde yê çape-meniya ku bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyanweþanê dikin, bigirin ser xwe; yan jî tedbîranbigirin ku alîkariya aboriyê bidin berhemêndîtbarî-bihîzbarî yên bi zimanên herêmî yan jîhindikahiyan hatine amadekirin. Alîgir di hemandemê de, destek bidin perwerdehiya rojnamegerû endamên din ên çapemeniyê ku zimanên he-rêmî yan jî hindikahiyan bi kar tînin.

46 ZEND zivistan 2007

Alîgir dê bikin, an jî teþvîk bikin ku herî kêmîstasyoneke radyo û kanala televîzyonê bêvekirin; an jî hin serarastkirinan bikin kuweþanger bi zimanên herêmî yan jîhindikahiyan bernameyan amade bikin

Dîsa di heman xalê de tê gotin ku alîgir qebûldikin ku ew dê weþanên bi zimanên herêmî yanjî hindikahiyan ên ji welatên cîran tên kirinasteng nekin. Ew dê li hember doþbûna agahiyênbi zimanên herêmî yan jî hindikahiyan tu sînorandaneyînin. Helbet ev nayê vê wateyê ku xebatênweþana bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyanderî pîvan, þert, sînor yan jî cezayên ku di qanû-nê de cih digirin, bimînin. Herî dawî tê gotin kualîgir teahûd dikin ku ew dê bikin ku berjewen-diyên kesên ku zimanên herêmî yan jî hindi-kahiyan bi kar tînin di dezgehên ku hatine da-mezirandin de bên temsîlkirin, di piþt guh deneyên avêtin.

Xebat û xizmetên çandî

Di xala dozdehan de tê gotin ku di warê xebatû xizmetên çandî de - xebatên wêjeyî û kiþandinafîlman, îfadeya çandî ya bi devkî, festîval, en-dustriya çandî, bikaranîna teknolojiya nû, pir-tûkxane, pirtûkxaneyên vîdeoyan, navendên çan-dî, muze, arþîv, akademî, teatro û sînema – alî-gir, li herêmên ku ev ziman tên bikaranîn, li gorîtêrbûn, hêz û rola dezgehên gelemperî van tiþtanteahûd dikin: ew dê teþebus û cureyên îfadeyêyên der heqê zimanên herêmî yan jî hindikahiyande, wergêr, dublaj, post-senkronîsyon û xebatênbi vî rengî teþwîq bikin, alîkariya wan bikin, rê ûamûrên cihêreng ji bo gihandina berhemên bi zi-manên heremî yan jî hindikahiyan û zimanên dinzêde bikin. Alîgir dê bikin ku saziyên ku li ser xe-batên çandî dixebitin, ji bo ku xebatên bi zima-nên herêmî yan jî hindikahiyan bikin, xwedî der-fet û xebatkar bin. Dîsa ew dê bikin ku kesên ku

zimanên herêmî yan jî hindikahiyan bi kar tînindi pêvajoya plansaziya xebatên çandî de rasterastcih bigirin. Alîgir teþwîq an jî hêsantir bikin kuxebatên çandî yên bi zimanê herêmî yan jî hin-dikahiyan hatine kirin bên tomarkirin, zêdekirinû di vî warî de sazî û dezgeh bên damezirandin.Ku hewce bike; sazî û dezgehên ku têgehên birê-veberî, bazirganî, aborî, civakî, teknîk an jî hiqû-qî biparêzin û biafirînin bên damezirandin, des-tekkirin û (yan jî) fînansekirin.

Li herêmên ku hejmara kesên zimanên herêmîyan jî hindikahiyan bi kar tînin bes bê dîtin, alîgirdê li wan deran jî destûr bidin xebat û xizmetênçandî yên li jorê hatine nivîsandin, ji wan reteþwîq bibînin û (yan jî) wan teþwîq bikin. Alîgirdîsa qebûl dikin ku ew dê polîtîkaya xwe ya çandîku bi zimanên herêmî yan jî hindikahiyan ev çandtê îfadekirin, li derveyî welatî jî biþopînin.

Jiyana civakî û aboriyê

Di xala sêzdehan de tê gotin ku di belgeyênder heqê jiyana civakî û aboriyê de ne, bikaranînazimanên herêmî yan jî hindikahiyan, bêyî ku se-demeke aqilane hebe, dê neyê qedexekirin. Dîsaþîrket dê bikaribin di nav xwe de zimanê herêmîyan jî hindikahiyan bi kar bînin. Alîgir dê li hem-ber xebatên li dijî bikaranîna zimanên herêmî yanjî hindikahiyan di jiyana civakî û aboriyê de, bise-kinin; û di warên ku li jorê hatine gotin de ew dêteþwîq û hêsantir bikin ku zimanê herêmî yan jîhindikahiyan bên bikaranîn. Di heman xalê de têgotin ku li gorî hêza saziyên gelemperî û pîvanênrasteqîn, alîgir qebûl dikin ku di sazî û dezgehêncivakî û aboriyê de wekî banka, sektorên ku dibin banê dewletê de ne, nexweþxane, mala bêke-san, tesîsên civakî, saziyên ewlehiyê, zimanê he-rêmî yan jî hindikahiyan bên bikaranîn, belgeyênvan waran bi van zimanan bên amadekirin ûweþandin, derfet û sererastkirinên lazim in, dêbên kirin.

47ZENDzivistan 2007

Di xala sêzdehan de tê gotin ku di belgeyênder heqê jiyana civakî û aboriyê de ne,bikaranîna zimanên herêmî yan jîhindikahiyan, bêyî ku sedemeke aqilane hebe,dê neyê qedexekirin. Dîsa þîrket dê bikaribinzimanê herêmî an jî hindikahiyan bi kar bînin

3. Nirxandina çarçoveya YE’yê ya ji bomafê zimanî

Dema em li rexne û pêþniyazên YE’yê yên derheqê rewþ û mafên zimanê kurdî de ku di raporapêþketinê ya 2006’an de cih girtine; û du belge-yên Konseya Ewrûpayê yên bingehîn ku çarçove-ya nêrîna YE’yê nîþan didin, dinêrin, pêþniyaz ûçarçoveya çareseriyê ya YE’yê ya ji bo zimanêkurdî dike, bi awayekî zelal em dikarin bibînin.

Berî her tiþtî, YE, kurdan wekî gel, netewe binav nake, têgeha “nifûsa kurd (kurdish popu-lation)” bi kar tîne. Dîsa ji têgehên ku bi kar tîneû nirxandina wê tê fêmkirin ku YE kurdan wekî“hindikahi-kêmnetewe (minority)” dibîne. Dax-waz û pêþniyazên wê yên ji bo Tirkiyeyê jî di vêçarçoveyê de dimîne. Di vî warî de jî bal dikîþîneser du belgeyên Konseya Ewropayê ku me li jorêbi dorfirehî agahî dan. Tiþtê ku ewil divê bê gotinev e ku YE nabêje îlam Tirkiye dê van her du bel-geyan qebûl bike û tiþtên ku ev her du belgeyandivên, pêk bîne. Bi tenê dibêje “Tirkiyeyê hîn evbelge îmze nekiriye”. A duyemîn, “Peymana Çar-çoveyê ya Konseya Ewropayê ya ji bo ParastinaHindikahiyên Neteweyî” bi tenê mafê hînbûna zi-manî diparêze, mafê perwerdehiyê naparêze. Diwarê weþanê de jî dibêje divê sînor bên rakirin, lêalîkariya dewletê ferz nake. “Kontrata Ewropayêya ji bo Zimanên Herêmî û Hindikahiyan” jî çar-çoveyeke zelal nade ber alîgiran. Dema em liKontratê dinêrên sînorên mafan ne diyar in. Jimafên perwerdehiyê heta mafê weþanê, bikar-anîna zimanî di warên gelemperî de, gelek tiþt

hatine nivîsandin, lê tercîh hiþtine ji dewletan re.Ji aliyekî ve bikaranîna mafan li gelek cihan bi hinþert û mercan ve girê dane. Wekî mînak li gelekcihan dibêjin ku “heger ku kapasiteyên saziyêngelemperî têr bikin”, an jî “qanûnên dewletandestûr bidin”, an jî “heta ku gengaz e”, “hejmarakesên ku zimanên herêmî yan jî hindikahiyan bikar tînin bes bê dîtin”. Ev têgeh bi giranî subjektîfin û tercîh û hêzê dide dewletan. Çarçoveya ma-fan jî ne diyar e. Wekî mînak di warê perwerde-hiya zaningehan de yan jî dibistanên seretayî de,ji bo zimanên herêmî yan jî hindikahiyan dersda-yînê heta wekî dersdîtina van zimananan çarçovefireh hatiye hiþtin û bi têgehên “û/yan jî” dîsa ter-cîh û hêz hiþtine ji dewletan re. Yanî li gorîdaxwazên dewletan ev yek dê pêk were. Sînorênherî jor bên esasgirtin bi rastî jî Kontrat gelekmafên zimanî diparêze, lê ku sînorên herî jêr bênesasgirtin, Kontrat bêyî “mafê mirinê”***(Hassanpour, 2005) ji bo zimanên bindest tiþteknabêje. Û ne gengaz e ku dewletên ku bi salan inmafên zimanî bin pê dikin, sînorên herî jor esasbigirin.

Çarçoveya YE’yê bêtir di rapora pêþketinê ya2006’an de zelal dibe. Em hinekî bi kûrahî û xalbi xal lê binêrin em van tiþtan dibînin:

1) Di meseleya weþanên bi zimanê kurdî deYE dibêje sînorên wekî dem, naverok, jêrenivîs,wergêr divê rabin, lê di vî varî de alîkariya dew-letê ferz nake.

2) Saziyên wekî komele, weqf, partî û hwd.divê bikaribin bi zimanê kurdî xebatên xwe bikin.zagonên ku destûr nadin divê bên rakirin yan jîguherandin.

- YE dibêje zarok divê bikaribin zimanê kurdîhîn bibin. Ev derfet an di sîstema perwerdehiyê yagelemperî (public) de yan jî di ya taybet de divêbên dayîn. YE bi tenê mafê hînbûnê diparêze,mafê perwerdehiyê li ser dewletê ferz nake.

48 ZEND zivistan 2007

YE, kurdan wekî gel, netewe bi nav nake,têgiha “nifûsa kurd (kurdish popu-lation)” bikar tîne. Dîsa ji têgihên ku bi kar tîne ûnirxandina wê tê fêmkirin ku YE kurdan wekî“hindikahi-kêmnetewe (minority)” dibîne

- Kesên ku bi tirkî nizanin divê bikaribin xwebigihînin xizmetên gelemperî yên wekî tenduris-tî, dadgeh û hwd, ji bo vê yekê jî divê wergêrênbêpere bên temînkirin. Xizmeta bi zimanê kurdîdîsa li ser dewletê nayê ferzkirin.

Bi giþtî mirov dikare bibêje ku YE kurdanwekî gelekî bi nav nake, wekî “nifûsa kurd” bi navdike, qebûl dike. Mafê kurdan di çarçoveya ma-fên takekesî de tên bisînorkirin, mafên komî na-yên qebûlkirin, li ser dewletê nayên ferzkirin. Evçarçove jî bi tenê mafê hînbûna zimanî, rakirinasînorên li ser weþanên bi kurdî, di xizmetên ge-lemperî de (public service) bikaranîna ziman an jîtemînkirina wergêran dihewîne.

4. Ji bo Bilinkirina Statû û Azadiya ZimanêKurdî

Gelo çarçoveya YE’yê têra kurdan dike? Berîku em bersiva vê pirsê bidin divê em li rewþazimanê kurdî û tiþtên ku ji bo ew hebûna xwebiparêze û bidomîne lazim in binêrin, tespît bikin.Li ser rewþa kurdî ya li Tirkiyeyê, mixabin hetaniha xebateke sîstematîk û zanistî nehatiye kirin.Jixwe saziyên dewletê tu derfetê nadin xebatên bivî rengî, ji aliyê din ve saziyên sîvîl jî wekî enstîtu,komele, weqfên li ser zimanê kurdî dixebitin jîmixabin xebateke bi vî rengî nekirine. Lê ligel vêrewþa xerab, em dîsa jî li gorî çavdêriyên xwe di-karin li ser rewþa zimanê kurdî hin tiþtan bibêjin.Di serî de jixwe tunebûna xebatên bi vî rengî ji borewþa zimanê kurdî gelek tiþtan ji me re dibêje. Jialiyê derfetan ve îro bi tenê mafê hînbûna zimanî

ya di kursên taybet de heye, ligel gelek sînorênwekî naverok, dem, jêrenivîs û hwd. dîsa mafêweþana radyo û televîzyonê heye. Lê mixabin ni-ha tu saziyên fermî tune ne ku zimanê kurdî hînîînsanan bikin, bêyî çend kursên korsan, xebatênsîvîl-dilxwazî yên hînbûnê, hema hema tuderfetên hînbûnê tune ne. Bêyî TRT 3 û çendtelevîzyon û radyoyên herêmî li Amed û Rihayê, litu deveran weþanên bi kurdî tune ne. Di warê we-þanê de mirov dikare bibêje ku derfeta herî mezinkanalên kurdî ne ku li ser satalaytan weþanê di-kin. Lê mixabin çend meh in, êdî ew jî ji ber sîn-yalên korsan li gelek cihan nikarin bên temaþe-kirin. Di warê weþanên nivîskî de, rewþ hîn xe-rabtir e. Bêyî rojnamegerî û wêjeyê weþanên bikurdî hema hema em bibêjin qet tune ne. Tîrajênrojnameyan jî çend hezaran derbas nakin. Wekîmînak tîraja Azadiya Welat di dora heft hezarê deye. Pirtûkên nivîskarên herî zêde tên nasîn ji he-zarî zêdetir nayên firotin. Dema mirov li nifûsakurdan a li Tirkiyeyê bifikire, rewþ çiqas xeter e,dê bê dîtin.

Dema em li bikaranîna zimanî ya di jiyanarojane de binêrin dîsa dîmeneke tarî tê ber çavênme. Roj bi roj zimanê kurdî ji malên me, kuçeyênme, kargehên me, gundên me dûr dikeve. Em vêyekê di nifþên nû de hîn baþtir dibînin. Giraniyakurdên navser û kal û pîr bi giranî kurdî dijîn ûtirkî jî dizanin. Lê dema em li ciwanan dinêrin,ciwanên kurd bi giranî bi tirkî dijîn û kurdî jî“fêm” dikin, gelek ji wan “fêm” jî nakin. Lêzarokên me mixabin hema hema kurdî qetnizanin. Dema em li vê pêvayoyê binêrin em dêbibînin ku zimanê kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.Jixwe ku zarokên me zimanê xwe wenda bikin,em dikarin bibêjin ku zimanê kurdî dê pêþerojaxwe wenda bike.

Li hemberî vê pêvajoya biþavker rewþ û hel-westa pêþengên kurdan çi ye? Mixabin hîn jîsiyeseta kurdan, bi navê kurdan bi tirkî tê kirin.

49ZENDzivistan 2007

Gelo çarçoveya Yekîtiya Ewropayê têrakurdan dike? Berî ku em bersiva vê pirsê bidindivê em li rewþa zimanê kurdî û tiþtên ku ji boew hebûna xwe biparêze û bidomîne lazim inbinêrin, tespît bikin

Siyasetmedar, rewþenbîr, sazî û dezgehên sîvîl êngelê kurd, bi giranî hemû xebatên xwe bi tirkîdidomînin. Û ji vê xerabtir, stratejiyeke hevpar aji bo zimanî hîn jî tune ye. Siyaseta ku xuya dikeev e; meselaya zimên bûye amûreke siyaseta dest-hilatdariyê, bûye meseleyeke piþtî “çareseriyê(!)”.

Desthilatî ji zordestî û serweriyê (hegemon-yayê) pêk tê (Ji Gramschi’yê hatiye girtin Portelî;1982). Lê her ku diçe serweriya bîrdozî û çandîhîn bêtir dibe amûrên desthilatiyê. Êdî sîstemhebûna xwe ji amûrên zordestiyê bêtir biserweriya bîrdozî û çandî didomînin. Zîhniyetabiþavker warên zimanan bi zordestî û serweriyê(hegamonyayê), lê îro bêtir bi serweriyê dagirdikin. Mixabin mirov dema li rewþa heyî dinêredibîne ku serweriya (hegemonyaya) zîhniyetabiþavker a li ser kurdan, bi taybetî jî li ser aktorênpolîtîk gelek xurt e (ji bo nîqaþeke berfireh li serdesthilatiyê bnr. Çîçek; 2006). Heta niha zimanêkurdî bi amûrên zordestiyê ji jiyanê dûr dihatxistin lê îro êdî bêtir bi amûrên serweriyê ji jiyanêdûr tê xistin. Êdî kurd bi tenê behsa biþaftinênakin, behsa xwebiþaftinê jî dikin (ji bo nîqaþekeberfireh a li ser xwepiþaftinê bnr. KonferansaParastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî; 2006,Aktaþ; 2006).

Zimanek çiqas bikaribe di warên jiyanê de -nava malê, têkiliyên rojane, perwerdehî (ji dibis-tana seretayî heta zanîngehê, master û tixtorayêhemû waran dihewîne), çapemeniya nivîskî,dîtinî-bihîstinî, bazar (warê têkiliyên aborî), ba-werî, çand, huner û hwd.- hebûna xwe biparêze

û bidomîne, di van waran de bê bikaranîn, ew dêew qas bikaribe pêþ bikeve û bibe parçeyekî ji-yanê (Cihanî; 2005). Ji ber vê yekê jî polîtîkayênbiþavker deriyê warên jiyanê, warên bikaranînê jizimanan re digirin (Çîçek; 2006). Bi vî avayîzimanan li derî jiyanê dihêlin, kaniyên wandiçikînin û wan bê av û nan û hewa dihêlin.

Warên jiyanê yên ku pêvajoya endambûnaYE’yê deriyê wan ji bo zimanê kurdî vedikingelek kêm in û ne mimkun e ku zimanê kurdî bivan waran hebûna xwe biparêze. Di rewþa heyîde ku duzimanî jî bê qebûlkirin, kurdî û tirkî jialiyê fermî ve xwedî heman mafan bin, dîsa jî negengaz e ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze.Tecrûbeyên gelê Katalan nîþanî me dide kuzimanek demeke dirêj bindest be û piþtreduzimanî bê qebûlkirin û zimanê bindest bi zi-manê serdest re xwedî heman mafan be, polî-tîkaya duzimanî ber bi yek zimanî ve diçe(Gonzalvez; 2006). Çarçoveya YE’yê ne duzi-manî, bi tenê mafê hînbûna ziman û weþana bikurdî di çapemeniya taybet (bêyî destekadewletê) de pêþkeþî kurdan dike. Ne gengaz e kudi bin vê serweriya çandî û bîrdozî de û di rewþazimanê kurdî ya heyî de bi çarçoveya YE’yêzimanê kurdî hebûna xwe biparêze û bidomîne.

5. Encam û Nirxandin

Di vê nivîsê de me xwest em çarçoveya YE’yêya mafên zimanî ji bo zimanê kurdî binirxînin daku em bibînin bê ka pêvajoya endamûnaTirkiyeyê dê statu û azadiya zimanê kurdî bilindbike û wê ji mirinê xelas bike, ji bo ku bijî warênjiyanê ku lazim in dê bikaribe ji bo zimanê kurdîveke. Em gihîþtin vê encamê ku YE kurdan wekîgel an jî netewe nas nake, bi nav nake, wekînifûsa kurd bi nav dike. Wisa xuya dike ku YEkurdan di çarçoveya hindikahiyan de dinirxîne ûji Tirkiyeyê dixwaze ku di çarçoveya mafê

50 ZEND zivistan 2007

Warên jiyanê yên ku pêvajoya endambûnaYekîtiya Ewropayê deriyê wan ji bo zimanêkurdî vedike gelek kêm in û ne mimkun e kuzimanê kurdî bi van waran hebûna xwebiparêze

hindikahiyan de hin mafan bide kurdan. Dema

em belgeyên Ewropayê ku çarçoveya mafên hin-

dikahiyan ên zimanî diyar dikin dinêrin,

“Peymana Çarçoveyî ya Konseya Ewropayê ya ji

bo Parastina Hindikahiyên Neteweyî” bêtir mafê

hînbûna (ne perwerdehî) zimên, bêyî sînoran

bikaranîna zimên di çapemeniyê de û mafê wer-

ger û peydakirina wergêran di xizmetên gelem-

perî (public servises) de diparêze. Alîkariya

dewletê ferz nake. Di “Kontrata Ewropayê ya ji

bo Zimanên Herêmî yan jî Hindikahiyan” de

çarçoveya ku hatiye danîn gelek fireh e; ji mafê

hînbûna zimanê hindikahiyan heta mafê per-

werdehiya bi zimanê hindikahiyan, dîsa ji per-

werdehiya berî dibistanê heta perwerdehiya za-

nîngehê sînorên gelek berfireh danîne ber dew-

letan, alîgiran. Di warên weþan, xizmetên gelem-

perî, dadgeh, ewlehî, jiyana civakî û aborî de jî

gelek maf hatine diyarkirin, lê dîsa sînor ne zelal

in. Ku sînorên jor bên esasgirtin bi rastî jî gengaz

e ku zimanên bindest bikaribin hebûna xwe bipa-

rêzin û bidomînîn. Lê ku sînorên jêr bên esas-

girtin mafên ku tên dayîn tenê “mafê mirinê”

(Hassanpour, 2005) ye, “mafê xwekuþtinê” ye.

Lê di Kontratê de, tercîh û hêz ji dewletan, alîgi-

ran re hatine dayîn. Dewlet bi xwe dê sînoran

diyar bikin. Û ne gengaz e ku dewlet ku bi salan

in mafên zimanî bin pê dikin, sînorên herî jor

esas bigirin.

Ne gengaz e ku di bin vê serweriya çandî û

bîrdozî de û di rewþa zimanê kurdî ya heyî de bi

çarçoveya YE’yê zimanê kurdî hebûna xwe

biparêze û bidomîne. Dibe ku pêvajoya YE’yê

hin mafan bide zimanê kurdî û rewþa wê hîn

baþtir bike. Lê, lazim e kurd ji bo statû û azadiya

zimanê xwe hin bilindtir bikin ku ew hebûna xwe

biparêze û bidomîne, çarçoveyeke hin firehtir û

kûrtir esas bigirin û bidin ber xwe.

Jêrenot:

* Yekîtiya Ewropayê, gelê kurd wekî gel an jî ne-tewe bi nav nake. Di raporê de têgeha “nifûsa kurd(kurdish population)” bi kar tîne. Ji nirxandinan têndîtin ku YE ji Tirkiyeyê dixwaze kurdan wekî “kêm-netewe-hindikahî (minority)” qebûl bike.

** “Zimanên herêmî yan jî hindikayiyan” di Kont-ratê de wisa tê tarîfkirin: “zimanên ku di warên dewletêde ji aliyê hemwelatiyên ku hejmaran wan ji yên mayîkêmtir e ve bi awayekî kevneþopî tê bikaranîn”

*** Hassanpour, A. dibeje ku pêvajoya ku bi tenêmafê hînbûna zimanê kurdî dide, û warê perwerdehiyêji zimanê kurdî re digire û desteka dewletê nahewîneencax dikare bi mirina zimanê kurdî bi encam bibe. Jiber vê yekê mafên ku hatine dayîn wekî “mafê mirinê”bi nav dike.

Çavkanî:

KARINA C., (2005). Zimanên di Xetereyê de û RewþaKurdî, Konferansa Zimanê Kurdî, Amadekar SamîTan, Weþanên Aram, Stenbol, rr. 100-109

HASSANPOUR A., (2005). ...Konferansa ZimanêKurdî, Amadekar Samî Tan, Weþanên Aram,Stenbol, rr. …

PORTELI H., (1982)., Gramsci ve Tarihsel Blok,Savaþ Yayýnlarý, Ankara.

ÞAREDARIYA MEZIN A DIYARBEKIRÊ, (2006).Encamname, Konferansa Parastina Kurdî ûPerwerdehiya Bi Kurdî, Diyarbekir.

AKTAÞ A., (2006). Oto-asîmîlasyon, URL: http://-www.tzpkurdi.com

GONZALVEZ O. A., (2006). Mafê Ziman û Zin-dîkirina katalanî bi riya perwerdehiyê: Modelekemînak?, Konferansa Parastina Kurdî û Perwer-dehiya Bi Kurdî, Diyarbekir.

ÇÎÇEK C., (2006). Pêþniyazeke Planeke Giþtî ji boazadkirin û bilindkirina statûya zimanê kurdî.Kovara Zend, payîz 2006: 32-42

AVRUPA KONSEYÝ, (1995). Ulusal AzýnlýklarýnKorunmasý için Çerçeve Sözleþme, Strazburg,URL: http://www.yerelnet.org.tr

AVRUPA KONSEYÝ, (1992). Avrupa Bölgesel veAzýnlýk Dilleri Þartý, Strazburg, URL: http://-www.yerelnet.org.tr

COMMISSION OF THE EUROPEAN COMMUNI-TIES, (2006). Commission Staff WorkingDocument, Turkey 2006 Progress Report, Brussels.

51ZENDzivistan 2007