485513004 linkepv btw2009 kwp kurdisch rz€¦ · jiboyî wekhevî li welat çêbibe. ji welatekî...

2
Jiboyî wekhevî li welat çêbibe.

Upload: others

Post on 18-Oct-2020

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: 485513004 LinkePV BTW2009 KWP kurdisch RZ€¦ · Jiboyî wekhevî li welat çêbibe. Ji welatekî sosyal û civakîre DIE LINKE yeke bi hêz û xurt pêwîste û lazime Mafê gelek

Jiboyî wekhevî li welat çêbibe.

Page 2: 485513004 LinkePV BTW2009 KWP kurdisch RZ€¦ · Jiboyî wekhevî li welat çêbibe. Ji welatekî sosyal û civakîre DIE LINKE yeke bi hêz û xurt pêwîste û lazime Mafê gelek

Jiboyî wekhevî li welat çêbibe.Ji welatekî sosyal û civakîre DIE LINKE yeke bi hêz û xurt pêwîste û lazime

Mafê gelek kesan heye xema pêşeroja xwe û ya malbat û famîla xwe bixun, herwiha ya zarokên xwe û zarokê zarokên xwe (neviyên xwe) bixun. Partiya Çep DIE LINKE bercewendî, meslehe û çixara kesên kardikin, kesên bêkarin, kesên xwendekar û kêsên xenenişîn yên jin û zilam, yanî kesên bi emir mezin-bûn û hew karin karbin,Rentê, teqawît û teqawûdê distînin, diparêze. Belê li dijî wê yanî bi pêçewane û vajî wê CDU, CSU û SPD fêdê û qazancê digîjîne dewlemendan û ji seftebaz û şpêkûlanta re hemû deryan vedikin. Di nîvê kirîzê de yanî di orta kirîzê de, kenpêkirina xwe digihîjînin pila û bilindtirîn derencan. Bi miliyaran perê dewletê yanî perê bacê û vêrgî û derîbê dişînin ji bankên mezinre bê beranber û bê miqabil. Piştî hilbijartinê wê fatorê û hisab liber hewelatî û wetandaşê nêr û mê deyînin.

Dewlet dibe di dema kirîze de bikel û bilez bilivê û hereketê bike. Belê di bercewendiya kîde? Tenê Partiya Çep yanî DIE LINKE got: Nabe perê arîkarî bidine bankekê yan firmeyekê ku bibin diyarî ji pardar û xwediyên tîra re. Heger pera bidin wan, dibe ew jî beranberî wî pereyî beşê gelemperî, yanî yan para dewletê yan ya karkerên wan têde çêbibe. Tenê ev rê wê karibe rêgir be li ber bilindbûna biha û nirxê tîran, dema dengûbasên derxistina karkeran û îşçiyan bi komel ji karên wan bê bihîstin.

Barên kirîzê dibe bi rewayî bêna parvekirin û daraya wan bê hilgirtin: Bi standina baca melyonêran, baca serma yanî reşmalê dewlemendan, baca mîratên mezin û gelek û baca hatina ji borsayê baca serkoma borsayê.

Partiya Çep DIE LINKE dixwaze Hartz VI rake û tunebike. Maş û hatine mehane yekser bilind û zaf bike û êdî di dawîde maşekî bingehî û hatina mehane ya asasî yê rewa be. Em naxwazin perê hatina karkeran û îşçiyan yanî ucreta wan êdî ucretên pirçiya bin, belê em dixwazin ku bi yasa û qanûn kêmtirîn ucretê detnîşan bibe, yanî ku ji ucretê û kêmtir saata kar tunebe. Û em dixazin vê kêmtirîn ucretê (yanî saata kar kêmtirîn ucret) di van her çar salên li pêşiya me de bigihîjînin deh Euro. Em li dijî xanenişîna 67 salî ne Rente mit 67 û dabînkirina pîrîtî û kalemêriyê, yanî tezmîn kirina hatineke pişterast di dema pîrîtiyê de. Em pizîşkî (tixtorî) û tîmarkirina du çînan naxwa-zin (yanî ya ku pizîşkîtî, dermankirin û tîmarkirin ji dewlemendan re bi rengekî û ji hejaran re bi rengekî din be). Dabînkirina (Sîgorta hewelatiyan) hewelati-yan ji Elmanya re pêwîst û lazime, ya ku herkesek di dan û finasa wê de pişkdarbe, xwediyên karên serbixwe jî, Fermanbiserên mîrîtiyê yanî mamûrên dewlatê û jin û mêrên ramyar, siyasetmedar, yanî yên di polîtîkêde dixebtin de.

Hukûmeta Schröder û ya Merkel piştgêriya dewle-mendiya taybet kirin û pêkhatên jêrîn, yanî Infras-truktur ê dewletê û gelemperî li piştguh xistin, dînaxwe nedanê û hiştin ber bi windabûnêve biçe. Vê rêya çewt û nerast em dixwazin ji binî ve serast bikin. Di guhdana zarokande û di perwerdêde, di beş û aliyê tîmar û guhdanê de û di beş û aliyên xizmet-guzariyên komelayetîde, yanî di servîce ya civakîde gelek pêwîstî û kêmûkurî hene. Systêmên hatûçûnê û aboriya enerciyê dibe bi renê okolocîk yanî jîngehî bête nûavakirin û nûjenkirin. Weberhênanên fermî yanî Investitionen dewletê bisûdtirîn emraz û çarene li dijî kirîzê û her di wêdemê de jî paşeroja me di parêzin. Bi 100 miliyar Euro yên nû yanî bêtir di salê de weberhênanê û xerckirinên tê dan, karin heta bi dû milyon ciyên kar yên nû peydabibin û bêne avakirin.

Li 27 ê Rezber ê, Eylûn û September ê ûn karin hibijêrin:

n Milyar bigîjne banka û hûtên darayiyê. Yan ji avakirina û damazrandina cihêne karê nûre bin û ji hatina were bin.

n Yên li jorin her dewlemendtir bibin û yên li jêr û xwarin hejar û feqîrtir bibin. Yanji bêtir wekheviya civakî û komelayetî.

n Barê ser milê karker û îşçiyan, bêkaran û xenenşî-nan mervên teqawîtê distînin bêtir û girantir bibe. Yanjî ji bêtir milyonêran bistînin

n Bihêlin ku xwendegeh, mektebe û dibstanan biherifin û xirabibin. Yanjî Perwerde û xwendina baş û belaş ji hemû kesî re.

n Nerx û fiyat bilindkirina ji aliyên şirket û firmên enercî yên gelek mezin ve û wêrankirina jîngehê. Yan jî avakirineke civakî û kolelayetî êkolocî nû.

n Li Afghanîstanê cengê bikin. Yanî vegerine ramyarî û siyaseteke derva ya aştîxwaz.

Pere têra civateke bi wekheviya civakî û komelayetî be û xwedî pêşerojeke geş û bi tiwana be hene. Tenê dibe meriv ceger bike û ramyariyeke yanî siyaseteke di bercewendî û xizmeta bêtirê hewelatiyên jin û zilam de bike. Her dengekî ji Partiya Çep DIE LINKE re dengeke li dijî cengê, newekheviyê, jiboyî jiyaneke binerx li pêşerojê de. Çend Partiya Çep DIE LINKE bi hêz, guc û qewet be wê hewçend mirovayetî û civakî li welat bîtir be. Roja 27 ê Rezber a 2009 an Partiya Çep DIE LINKE hilbijêrin û dengê xwe bidinê.

Piştgêriya Partiya Çep DIE LINKE bikin jiboyî guhertina ramyarî, siyaset û polîtîkê li Elmanya. Xwe qeyd bikin di bin www.linksaktiv.de de weke arîkar û çalakekî xebata hilbijartinê çi mê û çi nêr dibe.

Pêwendî û eleqeder: DIE LINKE Kleine Alexanderstraße 28, 10178 Berlin Telefon: 030/24 00 99 99 Fax: 030/24 00 95 41 E-Mail: [email protected] www.die-linke.de

V.i.S.d.P. Dietmar Bartsch